Roja Şemiyê, 16 Tebax
[Xwedê wê] we li ser bingehê qayîm bike (1. Petrûs 5:10).
Rîspîno, ji xwe re bikin hedef ku bi dil û can û bi xîret şivantiya miyên Yehowa bikin. Eger tu xwe analîz bikî, tuyê belkî çend qisûr û kêmasiyên xwe bibînî, lê cesareta xwe winda neke. Ji bîr neke ku Efendiyê me Îsa Mesîh dilovan e û ewê alîkariya te bike ku tu bi pêş ve herî (1. Petrûs 2:3). Petrûsê şandî ji me re dibêje: ‘Xwedê bi xwe wê me nûvejen bike’, yanî ewê perwerdeya me temam bike. Wekî din, ewê me ‘xurt bike’. Carekê, Petrûs xwe hêjayî dîtina Îsa Mesîh nedît (Lûqa 5:8). Lê bi alîkariya Yehowa û Îsa Mesîh, Petrûs xîret dikir ku şagirtekî Îsa Mesîh bimîne. Di netîceyê de, Yehowa îzin da Petrûs ku ew bikeve “Padîşahiya herheyî ya Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh” (2. Petrûs 1:11). Çi xelateke mezin! Wek Petrûs, eger tu dev ji xîreta xwe bernedî û rê bidî ku Yehowa te perwerde bike, tuyê jî xelata jiyana bêdawî bi dest bixî. Paşê tuyê bigihîjî hedefa baweriya xwe, yanî xelasiya xwe (1. Petrûs 1:9). w23.09 31 par. 16-17
Roja Yekşemê, 17 Tebax
Biperizin wî yê ku erd û ezman … afirandine (Peyxam 14:7).
Di demên berê de, di konê îbadetê de, tenê hewşek hebû. Ew meydaneke fireh bû û li dora wê çeper hebû. Li wir, kahînan wezîfeyên xwe dianîn cih. Li hewşê, qurbangeheke sifirîn hebû. Li ser vê qurbangeha mezin, qurbanên şewitandî dihatin pêşkêşkirin. Wekî din, berî ku kahînan dest bi xizmeta xwe ya pîroz dikir, wan li cem hewza sifirîn dest û lingên xwe dişûştin (2. Mûsa 30:17-20; 40:6-8). Îro, kesên hilbijartî, yanî birayên Îsa Mesîh, li dinyayê bi dilsozî li hewşa hundirîn a îbadetgeha ruhî xizmetê dikin. Hewza mezin tîne bîra wan û xizmetkarên Xwedê yên din ku gerek ew ji aliyê ruhî û exlaqî ve pak bimînin. Lê ferdên ‘elaleta mezin’ li ku derê îbadetê dikin? Yûhenayê şandî dît ku ew “li ber text” sekinî ne, yanî li hewşa derve. Li wê derê, ew “şev û roj” ji Xwedê re îbadetê dikin (Peyxam 7:9, 13-15). Em pir serbilind in ku di îbadetgeha ruhî de cihê me jî heye! w23.10 28 par. 15-16
Roja Duşemê, 18 Tebax
Ji ber soza ku Xwedê dabû wî, … baweriya wî sist nedibû (Romayî 4:20, NWT).
Yehowa bi destê rîspiyan hêz û cesaretê dide me (Îşaya 32:1, 2). Dema ku tu xemgîn dibî, xem û derdê xwe ji wan re bibêje. Alîkariya wan bi dil û can qebûl bike. Bi destê wan, Yehowa dikare te xurt bike. Hêviya me ya li gor Kitêba Pîroz ew e ku em heta hetayê li ceneta li ser rûyê erdê yan jî li Padîşahiya Ezmanan bijîn. Ev hêvî dikare dilê me xurt bike (Romayî 4:3, 18, 19). Hêviya me alî me dike ku em li hemberî zor û zehmetiyan li ber xwe bidin, xebera xêrê belav bikin û wezîfeyên di civatê de bînin cih (1. Selanîkî 1:3). Vê hêviyê hêz dida Pawlosê şandî jî. Ew “di tengahiyê de” bû, “heyirî” mabû, zilm lê hatibû kirin û “li erdê” hatibû xistin. Û carinan jiyana wî diket talûkeyê (2. Korîntî 4:8-10). Pawlos bala xwe dida hêviya xwe. Vê yekê hêz dida wî ku tehemul bike (2. Korîntî 4:16-18). Pawlos her tim berê xwe dida pêşeroja xwe, yanî hêviya xwe ya ji bo jiyana li ezmanan. Pawlos li ser vê hêviyê kûr difikirî. Ji ber vê yekê, ew “roj bi roj nûvejen” dibû. w23.10 15-16 par. 14-17