Roja Yekşemê, 24 Tebax
Ey birayên min ên hezkirî, veneleqin, nelebte bin (1. Korîntî 15:58).
Di sala 1978an de, li Japonyayê li bajarê Tokyoyê avahiyeke 60 qatî hat lêkirin. Ji ber ku li wê derê gelek erdhej çêdibin, xelkê meraq dikir ku ev avahî wê çawa saxlem bimîne. Muhendîsan avahî wisa dan çêkirin ku ew bikaribe di dema erdhejê de qayîm bisekine. Xizmetkarên Xwedê mîna vê avahiyê ne. Gelo ji çi aliyî ve? Xizmetkarên Xwedê gerek hem qayîm bimînin hem jî ji bo guhertinan hazir bin. Ew bi dilekî xurt û qayîm guh didin qanûn û standardên Yehowa. Ew gerek “hazir bin ku îtaet bikin” û li gor baweriya xwe hereket bikin. Ji aliyê din ve, lazim e ku em “maqûl” bin û hazir bin ku li gor rewşa nû bimeşin (Aqûb 3:17, NWT). Xizmetkarên Xwedê, yên ku hîn bûne ku maqûl bin, ji nêrînên pir hişk yan pir nerm dûr disekinin. w23.07 14 par. 1-2
Roja Duşemê, 25 Tebax
We ew nedîtiye, lê hûn ji wî hez dikin (1. Petrûs 1:8).
Îsa li hemberî ceribandinên Îblîs ji Yehowa re dilsoz ma û teklîfên Îblîs ku bêîtaetiyê bike, red kirin (Meta 4:1-11). Îblîs pir dixwest ku Îsa Mesîh guneh bike, da ku ew nikaribe fîdyeyê bide. Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, ew rastî gelek tengasiyên din jî hat. Mesela, dijminên wî zilm û zordarî lê dikir û dixwest wî bikujin (Lûqa 4:28, 29; 13:31). Lazim bû ku ew li hemberî kêmasiyên şagirtên xwe sebir bike (Marqos 9:33, 34). Wexta ku ew li ber mehkemeyê disekinî, mirovan îşkence li wî kir û qerfên xwe pê kirin. Paşê, ew wek sûcdarekî xerab bi awayekî pir zalim hat kuştin (Îbranî 12:1-3). Dawiya dawî, lazim bû ku ew xwe bi xwe – yanî bêyî ku Yehowa wî biparêze – li ber xwe bide (Meta 27:46). Xuya ye ku ji bo Îsa Mesîh qet ne hêsan bû ku fîdyeyê bide. Madem ku wî di oxira me de fedakariyeke ew qas mezin kir, ma ew hêjayî hezkirina me nîne? w24.01 10-11 par. 7-9
Roja Sêşemê, 26 Tebax
Yên ku bi lez dikevin wê muheqeq bikevin feqîriyê (Methelokên Silêman 21:5, NWT).
Sebirkirin alî me dike ku em ji kesên din re qenc bin û bi dîqat guh bidin xeberdana wan (Aqûb 1:19). Sebirkirin piştgiriya aştiyê dike. Eger sebra me tune be, emê di rewşeke zor de pir zû hereket bikin û gotinên tehl bibêjin. Lê eger em bêhnfireh bin, gava kesek dilê me biêşîne, emê zû nexeyidin. Li şûna ku em heyfa xwe hilînin, emê “li hember hev bîhnfireh bin” û hevdû efû bikin (Kolosî 3:12, 13). Wekî din, sebirkirin dikare alî me bike ku em qerarên baştir bidin. Li şûna ku em bi ecele qerarekê bidin, emê kûr lêkolîn bikin û paşê qerara herî baş bidin. Mesela, gava em ji xwe re li karekî digerin, belkî em teklîfa pêşîn zû qebûl dikin. Lê belê, eger em bisebir bin, emê bi têra xwe bifikirin. Ji xwe bipirse: “Karê min wê li ser malbata min û dostaniya min a bi Yehowa re çawa tesîr bike?” Sebirkirin dikare me ji qerarên nebaş biparêze. w23.08 22 par. 8-9