Roja Pêncşemê, 28 Tebax
Xudan nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê, ew yên ku, ji dil bang dikinê (Zebûr 145:18).
“Xwedayê aştî û hezkirinê” bi me re ye (2. Korîntî 13:11). Ew xema her yek ji me dixwe. Em emîn in ku “hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan” (Zebûr 32:10). Her ku em tînin ber çavê xwe ku ew ji me çi qas hez dike, em xwe nêzîktirî wî hîs dikin. Em dikarin bi serbestî dilê xwe ji wî re vekin û bibêjin ku em çi qas muhtacî hezkirina wî ne. Em dikarin jê re behsa hemû derdên xwe bikin û emîn bin ku ew ji halê me fehm dike û hazir e ku alî me jî bike (Zebûr 145:19). Çawa ku di rojeke sar de agir me germ dike, hezkirina Yehowa jî dilê me germ dike. Hezkirina Yehowa hem xurt e hem nerm e. Loma, bila em bi hezkirina Yehowa kêfxweş bin. Çawa ku ew ji me hez dike, bila em jî ji dil bibêjin: “Ez ji Xudan hez dikim” (Zebûr 116:1). w24.01 31 par. 19-20
Roja Înê, 29 Tebax
Min navê te ji wan re daye zanîn (Yûhena 17:26, NWT).
Îsa Mesîh ne tenê ji mirovan re digot ku navê Xwedê çi ye. Cihûyên ku Îsa Mesîh bi wan re xeber dida jixwe dizanibû ku navê Xwedê Yehowa ye. Lê belê, Îsa Mesîh “bi xwe ew da zanîn” (Yûhena 1:17, 18). Mesela, Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî nîşan didin ku Yehowa yekî dilrehm û dilovan e (2. Mûsa 34:5-7). Wexta ku Îsa Mesîh çîroka kurê windabûyî û bavê wî vegot, wî bala mirovan kişand ser van sifetên Xwedê. Di çîrokê de, gava bav kurê xweyî tobedar “hê ji dûr ve” dît, “ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe” û ew ji dil efû kir. Ev çîrok nîşanî me dide ku dilrehmî û dilovaniya Yehowa çi qas mezin e (Lûqa 15:11-32). Belê, Îsa Mesîh bi zelalî nîşan daye ku Bavê wî bi rastî yekî çawa ye. w24.02 10 par. 8-9
Roja Şemiyê, 30 Tebax
Bi teseliya ku em ji Xwedê distînin … dilê kesên din rihet bikin (2. Korîntî 1:4).
Yehowa di rojên reş û tarî de dilê me rihet dike. Mîna Yehowa, gelo em çawa dikarin li hemberî kesên din dilşewat bin û bêhna wan fireh bikin? Em dikarin sifetên ku bi teselîkirinê ve girêdayî ne di dilê xwe de hê zêdetir ava bikin. Ji bo ku em her û her “di ber dilê hev de werin”, çi dikare alî me bike ku em vê hezkirinê zindî bihêlin? (1. Selanîkî 4:18). Gerek em sifetên wek hevdilî, hezkirina biratiyê û dilovaniyê bi pêş bixin (Kolosî 3:12 û 1. Petrûs 3:8). Gava ev sifet bibin parçeyekî şexsiyeta me, emê ji dil bixwazin alîkariya kesên din bikin. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Çi di dilê mirov de heye, ew vê yekê dibêje. Mirovê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc ve tije ye” (Meta 12:34, 35, NWT). Belê, gava em di ber dilê xwişk û birayan de diçin, em nîşan didin ku em bi rastî ji wan hez dikin. w23.11 10 par. 10-11