Roja Înê, 29 Tebax
Min navê te ji wan re daye zanîn (Yûhena 17:26, NWT).
Îsa Mesîh ne tenê ji mirovan re digot ku navê Xwedê çi ye. Cihûyên ku Îsa Mesîh bi wan re xeber dida jixwe dizanibû ku navê Xwedê Yehowa ye. Lê belê, Îsa Mesîh “bi xwe ew da zanîn” (Yûhena 1:17, 18). Mesela, Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî nîşan didin ku Yehowa yekî dilrehm û dilovan e (2. Mûsa 34:5-7). Wexta ku Îsa Mesîh çîroka kurê windabûyî û bavê wî vegot, wî bala mirovan kişand ser van sifetên Xwedê. Di çîrokê de, gava bav kurê xweyî tobedar “hê ji dûr ve” dît, “ew bi lez ber bi wî ve çû û ew da ber singê xwe” û ew ji dil efû kir. Ev çîrok nîşanî me dide ku dilrehmî û dilovaniya Yehowa çi qas mezin e (Lûqa 15:11-32). Belê, Îsa Mesîh bi zelalî nîşan daye ku Bavê wî bi rastî yekî çawa ye. w24.02 10 par. 8-9
Roja Şemiyê, 30 Tebax
Bi teseliya ku em ji Xwedê distînin … dilê kesên din rihet bikin (2. Korîntî 1:4).
Yehowa di rojên reş û tarî de dilê me rihet dike. Mîna Yehowa, gelo em çawa dikarin li hemberî kesên din dilşewat bin û bêhna wan fireh bikin? Em dikarin sifetên ku bi teselîkirinê ve girêdayî ne di dilê xwe de hê zêdetir ava bikin. Ji bo ku em her û her “di ber dilê hev de werin”, çi dikare alî me bike ku em vê hezkirinê zindî bihêlin? (1. Selanîkî 4:18). Gerek em sifetên wek hevdilî, hezkirina biratiyê û dilovaniyê bi pêş bixin (Kolosî 3:12 û 1. Petrûs 3:8). Gava ev sifet bibin parçeyekî şexsiyeta me, emê ji dil bixwazin alîkariya kesên din bikin. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Çi di dilê mirov de heye, ew vê yekê dibêje. Mirovê qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc ve tije ye” (Meta 12:34, 35, NWT). Belê, gava em di ber dilê xwişk û birayan de diçin, em nîşan didin ku em bi rastî ji wan hez dikin. w23.11 10 par. 10-11
Roja Yekşemê, 31 Tebax
Yên şehreza wê fêm bikin (Danîêl 12:10, Mizgînî).
Ji bo fehmkirina wehdên Kitêba Pîroz ji me re alîkarî lazim e. Bala xwe bide vê mîsalê: Tu diçî cihekî nenas, lê hevalekî te, yê ku wê derê baş nas dike, bi te re tê. Ew ji sedî sed dizane ku hûn tam li ku derê ne û rê ber bi ku ve diçe. Bê şik tu bi hatina hevalê xwe gelek memnûn î! Mîna vî hevalî, Yehowa jî dixwaze alî me bike. Ew rind dizane ku sibe û dusibe çi wê biqewime. Loma ji bo fehmkirina wehdên Kitêba Pîroz, gerek em bi dilnizmî ji Yehowa alîkariyê bixwazin (Danîêl 2:28; 2. Petrûs 1:19, 20). Mîna dê û bavekî qenc, Yehowa dixwaze ku zarokên wî bibin xwediyê pêşerojeke xweş û geş (Yêremya 29:11). Yehowa ji berê ve dikare bibêje ku li pêşerojê çi wê biqewime, û gotina wî tim rast derdikeve. Ji bo ku em bizanibin ku kîjan tiştên muhîm wê biqewimin, Xwedê wehdên xwe di Kitêba Pîroz de dane nivîsandin (Îşaya 46:10). w23.08 8-9 par. 3-4