Roja Şemiyê, 2 Tebax
Bila her kes guhdariya kesên ku hukim dajon, bike (Romayî 13:1, NWT).
Em dikarin ji Ûsiv û Meryemê bielimin. Her çi qas zehmet bû jî, ew hazir bûn ku guh bidin qanûnên dewletê (Lûqa 2:1-6). Gava Meryem di hemlebûna xwe de nêzîkî neh mehan bû, ew û Ûsiv rastî ceribandinekê hatin. Awgûstosê ku hukimdarê Împaratoriya Romayê bû qanûn derxist ku gerek her kes ji bo qeydkirinê here bajarê xwe. Ji bo vê yekê, Ûsiv û Meryemê rêyeke 150 kîlometreyî da ber xwe û çûn Beytlehemê. Ev rêya dûr û dirêj bi xisûsî ji bo Meryemê gelek zehmet bû. Belkî wan ji bo saxî û selametiya Meryemê û zarokê nebûyî xem dixwar. Eger sancî bihata wê, wanê çi bikira? Mesîhê sozdayî wê ji Meryemê bihata dinyayê. Ma wan ev yek ji xwe re kir sebeb ku guh nedin hukûmetê? Her çi qas xemên Ûsiv û Meryemê hebûn jî, wan dîsa jî guh da qanûnê. Yehowa îtaeta wan bibereket kir. Meryem sax û selamet gihîşt Beytlehemê, wê kurê xwe bi saxlemî anî dinyayê û bi saya vê yekê piştgiriya bicihanîna soz û wehdeke Kitêba Pîroz kir! (Mîka 5:2). w23.10 8 par. 9, 11; 9 par. 12
Roja Yekşemê, 3 Tebax
Cesaretê bidin hevdû (Îbranî 10:25).
Gelo tu ditirsî yan şerm dikî ku li civînan cewaban bidî? Belkî tu dikarî xwe rind hazir bikî (Methelokên Silêman 21:5). Tu her çi qas baş haziriyê bikî, wê ew qas li te hêsantir bê ku tu cewaban bidî. Wekî din, bila cewabên te kin bin (Methelokên Silêman 15:23; 17:27). Cewabeke kin wê alî te bike ku tu zêde li ber xwe nekevî. Eger tu bersivên kin bi peyvên xwe bibêjî, tuyê nîşan bidî ku te xwe rind hazir kiriye û ji mijarê baş fehm kiriye. Belkî te xîret kiriye ku li gor hin ji van pêşniyaran cewaban bidî. Lê dîsa jî, belkî li te zor tê ku tu yek yan du cewaban bidî. Tu dikarî bawer bî ku Yehowa gelek qîmetê dide xîreta te (Lûqa 21:1-4). Ew tiştekî zêdeyî qeweta me ji me naxwaze (Filîpî 4:5). Pêşî bifikire ku tu dikarî çi bikî. Paşê ji xwe re hedefekê deyne û ji bo dilrihetiyê dua bike. Mesela, tu dikarî ji xwe re bikî hedef ku tu di her civînekê de cewabeke kin bidî. w23.04 21 par. 6-8
Roja Duşemê, 4 Tebax
Zirxê … û kumzirxê … bidin serê xwe (1. Selanîkî 5:8).
Pawlosê şandî em şibandin leşkerên ku çekên xwe li xwe kirine û ji bo şer hazir in. Di dema şer de, ji leşkeran tê xwestin ku ew her gav ji bo şer hazir bin. Rewşa me jî mîna vê yekê ye. Gava em zirxê bawerî û hezkirinê li xwe dikin û kumzirxê hêviya xelasiyê didin serê xwe, em xwe ji bo roja Yehowa amade dikin. Çawa ku zirx dilê leşkerekî diparast, bawerî û hezkirin jî dilê meyî mecazî diparêzin. Ew alî me dikin ku em her gav ji Xwedê re xizmetê bikin û li ser rêya Îsa Mesîh bimeşin. Bi saya baweriyê, em dizanin ku Yehowa wê kesên ku bi dil û can dixwazin nêzîkî wî bibin, xelat bike (Îbranî 11:6). Bawerî dilê me xurt dike ku em di rojên dijwar de ji rêberê xwe Îsa Mesîh re sadiq bimînin. Gelek xwişk û birayên me li hemberî zilmê û problemên madî dilrast dimînin. Mîsalên wan dikarin alî me bikin ku em baweriya xwe ava bikin, da ku em li hemberî zehmetiyên jiyanê bi ser bikevin. Wekî din, hinek xwişk û birayan jiyana xwe wisa eyar kiriye ku ew bikarin berî her tiştî bala xwe bidin îşên Padîşahiya Xwedê. Em dikarin wan ji xwe re mîsal bigirin, da ku em nekevin dafika hezkirina mal û milk. w23.06 10 par. 8-9