Roja Yekşemê, 3 Tebax
Cesaretê bidin hevdû (Îbranî 10:25).
Gelo tu ditirsî yan şerm dikî ku li civînan cewaban bidî? Belkî tu dikarî xwe rind hazir bikî (Methelokên Silêman 21:5). Tu her çi qas baş haziriyê bikî, wê ew qas li te hêsantir bê ku tu cewaban bidî. Wekî din, bila cewabên te kin bin (Methelokên Silêman 15:23; 17:27). Cewabeke kin wê alî te bike ku tu zêde li ber xwe nekevî. Eger tu bersivên kin bi peyvên xwe bibêjî, tuyê nîşan bidî ku te xwe rind hazir kiriye û ji mijarê baş fehm kiriye. Belkî te xîret kiriye ku li gor hin ji van pêşniyaran cewaban bidî. Lê dîsa jî, belkî li te zor tê ku tu yek yan du cewaban bidî. Tu dikarî bawer bî ku Yehowa gelek qîmetê dide xîreta te (Lûqa 21:1-4). Ew tiştekî zêdeyî qeweta me ji me naxwaze (Filîpî 4:5). Pêşî bifikire ku tu dikarî çi bikî. Paşê ji xwe re hedefekê deyne û ji bo dilrihetiyê dua bike. Mesela, tu dikarî ji xwe re bikî hedef ku tu di her civînekê de cewabeke kin bidî. w23.04 21 par. 6-8
Roja Duşemê, 4 Tebax
Zirxê … û kumzirxê … bidin serê xwe (1. Selanîkî 5:8).
Pawlosê şandî em şibandin leşkerên ku çekên xwe li xwe kirine û ji bo şer hazir in. Di dema şer de, ji leşkeran tê xwestin ku ew her gav ji bo şer hazir bin. Rewşa me jî mîna vê yekê ye. Gava em zirxê bawerî û hezkirinê li xwe dikin û kumzirxê hêviya xelasiyê didin serê xwe, em xwe ji bo roja Yehowa amade dikin. Çawa ku zirx dilê leşkerekî diparast, bawerî û hezkirin jî dilê meyî mecazî diparêzin. Ew alî me dikin ku em her gav ji Xwedê re xizmetê bikin û li ser rêya Îsa Mesîh bimeşin. Bi saya baweriyê, em dizanin ku Yehowa wê kesên ku bi dil û can dixwazin nêzîkî wî bibin, xelat bike (Îbranî 11:6). Bawerî dilê me xurt dike ku em di rojên dijwar de ji rêberê xwe Îsa Mesîh re sadiq bimînin. Gelek xwişk û birayên me li hemberî zilmê û problemên madî dilrast dimînin. Mîsalên wan dikarin alî me bikin ku em baweriya xwe ava bikin, da ku em li hemberî zehmetiyên jiyanê bi ser bikevin. Wekî din, hinek xwişk û birayan jiyana xwe wisa eyar kiriye ku ew bikarin berî her tiştî bala xwe bidin îşên Padîşahiya Xwedê. Em dikarin wan ji xwe re mîsal bigirin, da ku em nekevin dafika hezkirina mal û milk. w23.06 10 par. 8-9
Roja Sêşemê, 5 Tebax
Kesê … ku li ewran dinêre, wê neçine (Waiz 11:4, Mizgînî).
Xwegirtin tê maneya ku kesek hîs û kirinên xwe kontrol dike. Ji bo ku em bigihîjin hedefên xwe – bi xisûsî eger hedefa me zehmet be yan jî eger xwestina me tune be – ji me re xwegirtin lazim e. Ji bîr neke, xwegirtin yek ji sifetên berê ruhê pîroz e. Loma ji bo ruhê pîroz dua bike, da ku tu bikarî vî sifetê muhîm bi pêş bixî (Lûqa 11:13; Galatî 5:22, 23). Li benda şert û mercên bêqisûr nemîne. Di vê dinyayê de, dibe ku şert û mercên bêqisûr tu caran çênebin. Eger em li hêviya wan bimînin, belkî em qet negihîjin hedefa xwe. Hin caran xwestina me tune ye, çimkî dibe ku gihîştina hedefa me zehmet xuya dike. Eger halê te wisa be, ma tu nikarî bi gavên biçûk dest pê bikî? Eger hedefa te ev be ku tu sifetekî xwe bi pêş bixî, xîret bike ku tu di tiştên biçûk de jî vî sifetî nîşan bidî. Eger hedefa te ev be ku tu temamiya Kitêba Pîroz bixwînî, tu dikarî bi qismên biçûk dest pê bikî. w23.05 29 par. 11-13