Roja Yekşemê, 31 Tebax
Yên şehreza wê fêm bikin (Danîêl 12:10, Mizgînî).
Ji bo fehmkirina wehdên Kitêba Pîroz ji me re alîkarî lazim e. Bala xwe bide vê mîsalê: Tu diçî cihekî nenas, lê hevalekî te, yê ku wê derê baş nas dike, bi te re tê. Ew ji sedî sed dizane ku hûn tam li ku derê ne û rê ber bi ku ve diçe. Bê şik tu bi hatina hevalê xwe gelek memnûn î! Mîna vî hevalî, Yehowa jî dixwaze alî me bike. Ew rind dizane ku sibe û dusibe çi wê biqewime. Loma ji bo fehmkirina wehdên Kitêba Pîroz, gerek em bi dilnizmî ji Yehowa alîkariyê bixwazin (Danîêl 2:28; 2. Petrûs 1:19, 20). Mîna dê û bavekî qenc, Yehowa dixwaze ku zarokên wî bibin xwediyê pêşerojeke xweş û geş (Yêremya 29:11). Yehowa ji berê ve dikare bibêje ku li pêşerojê çi wê biqewime, û gotina wî tim rast derdikeve. Ji bo ku em bizanibin ku kîjan tiştên muhîm wê biqewimin, Xwedê wehdên xwe di Kitêba Pîroz de dane nivîsandin (Îşaya 46:10). w23.08 8-9 par. 3-4
Roja Duşemê, 1 Îlon
Ev dilşewatî wê mîna rojhilatê ji ezmanan dakeve ser me (Lûqa 1:78, NWT).
Xwedê qudret daye Îsa Mesîh ku ew hemû problemên mirovan çareser bike. Bi mucîzeyên xwe, Îsa Mesîh nîşan dida ku ew dikare bi hêza xwe problemên ku çareya wan ne di destê me de ye, safî bike. Mesela, hêza wî heye ku me ji sebebê eslî yê kul û derdên mirovan xelas bike – ji gunehê mîrasgirtî û ji netîceyên wî, yanî ji nexweşî û mirinê jî (Meta 9:1-6; Romayî 5:12, 18, 19). Mucîzeyên wî bi zelalî nîşan dida ku ew dikare “hemû” nexweşiyan qenc bike û heta mirovan jî ji mirinê rake (Meta 4:23; Yûhena 11:43, 44). Wekî din, qeweta wî heye ku firtoneyan bisekinîne û mirovan ji tesîra cinan xelas bike (Marqos 4:37-39; Lûqa 8:2). Ma em dilxweş nabin ku Yehowa qudreteke ew qas mezin daye Kurê xwe? Em dikarin ji sedî sed bawer bin ku hemû sozên Yehowa wê bi destê Padîşahiya wî bên cih. Mucîzeyên ku Îsa Mesîh li dinyayê kiribûn mîsalên ji bo pêşerojê ne. Yanî di demeke nêzîk de, ewê wek Padîşahê ezmanî mucîzeyên hê jî mezintir bike. w23.04 3 par. 5-7
Roja Sêşemê, 2 Îlon
Ruh li her tiştî, li tiştên Xwedê yên kûr jî dikole (1. Korîntî 2:10).
Eger di civata te de gelek mizgînvan hebin, û destê te neyê dîtin, belkî tu ji xwe re wisa bibêjî: “Ez êdî nema cewaban didim. Ezê tenê guhdarî bikim.” Lê dev ji xîreta xwe bernede ku tu cewaban bidî. Tu dikarî ji bo her civînekê çend cewaban hazir bikî. Eger te di serê civînê de cewab neda, di dewama civînê de wê dîsa fersend bikeve destê te. Gava tu ji bo lêkolîna Birca Çavdêriyê haziriyê dikî, bifikire ku her paragrafek çawa bi mijara sereke ve girêdayî ye. Eger tu wisa bikî, tuyê bikaribî di civînê de cewabên baş bidî. Wekî din, tu dikarî bersivên li ser rastiyên kûr, ên ku şîroveya wan ne hêsan in, hazir bikî. Gelo çima? Ji ber ku gelek kes ji bo paragrafên wisa destê xwe bilind nakin. Lê eger dîsa jî di çend civînan de fersend neketibe destê te, tu dikarî çi bikî? Berî civînê, tu dikarî herî cem îdarevan û jê re bibêjî ku tu dixwazî cewaba kîjan pirsê bidî. w23.04 21-22 par. 9-10