Roja Sêşemê, 2 Îlon
Ruh li her tiştî, li tiştên Xwedê yên kûr jî dikole (1. Korîntî 2:10).
Eger di civata te de gelek mizgînvan hebin, û destê te neyê dîtin, belkî tu ji xwe re wisa bibêjî: “Ez êdî nema cewaban didim. Ezê tenê guhdarî bikim.” Lê dev ji xîreta xwe bernede ku tu cewaban bidî. Tu dikarî ji bo her civînekê çend cewaban hazir bikî. Eger te di serê civînê de cewab neda, di dewama civînê de wê dîsa fersend bikeve destê te. Gava tu ji bo lêkolîna Birca Çavdêriyê haziriyê dikî, bifikire ku her paragrafek çawa bi mijara sereke ve girêdayî ye. Eger tu wisa bikî, tuyê bikaribî di civînê de cewabên baş bidî. Wekî din, tu dikarî bersivên li ser rastiyên kûr, ên ku şîroveya wan ne hêsan in, hazir bikî. Gelo çima? Ji ber ku gelek kes ji bo paragrafên wisa destê xwe bilind nakin. Lê eger dîsa jî di çend civînan de fersend neketibe destê te, tu dikarî çi bikî? Berî civînê, tu dikarî herî cem îdarevan û jê re bibêjî ku tu dixwazî cewaba kîjan pirsê bidî. w23.04 21-22 par. 9-10
Roja Çarşemê, 3 Îlon
Ûsiv … wek ku melekê Yehowa ji wî re got, wî jina xwe anî mala xwe (Meta 1:24, NWT).
Ûsiv tim hazir bû ku guh bide rêberiya Yehowa. Loma ew zilamekî baş bû. Qet nebe sê caran, Xwedê di heqê malbata wî de rêberî da wî. Çi qas zehmet bû jî, Ûsiv her car zû guh dida Yehowa (Meta 1:20; 2:13-15, 19-21). Di netîceyê de, Ûsiv Meryem diparast û xwedî lê derdiket. Îcar xeyal bike ku Meryemê çi qas qedrê Ûsiv digirt û jê hez dikir! Zilamno, ji bo xwedîkirina malbata xwe, hûn dikarin di Kitêba Pîroz de li şîretan bigerin û bi vî rengî Ûsiv ji xwe re mîsal bigirin. Gava hûn – çi qas zehmet be jî – guh didin van şîretan, hûn nîşan didin ku hûn ji jina xwe hez dikin û dixwazin zewaca xwe xurttir bikin. Xwişkeke li girava Vanûatûyê, ya ku zêdetirî 20 salan zewicî ye, dibêje: “Gava zilamê min li rêberiya Yehowa digere û xîret dike ku li gor vê rêberiyê bimeşe, ez zêdetir qedrê wî digirim. Ez xwe rihet hîs dikim û dizanim ku qerarên wî pir baş in.” w23.05 21 par. 5
Roja Pêncşemê, 4 Îlon
Wê li wir riyeke mezin hebe, wê jê re “Riya Pîroz” bêjin (Îşaya 35:8, Mizgînî).
Cihûyên ku ji Babîlê vegeriyabûn welatê xwe, bûn “miletekî ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz” (5. Mûsa 7:6, Mizgînî). Lê ji bo ku Yehowa ji wan razî bûya, hewce bû ku ew jiyana xwe biguherînin. Piraniya Cihûyan li Babîlê hatibûn dinyayê, û hînî adet û fikrên Babîliyan bûbûn. Gelek sal piştî ku Cihûyên pêşîn vegeriyabûn Îsraêlê, Nehemyayê Walî dît ku zarokên ku li Îsraêlê hatibûn dinyayê bi zimanê Îbranî nizanin (5. Mûsa 6:6, 7; Nehemya 13:23, 24). Gelo zimanê Îbranî çima ew qas muhîm bû? Zimanê Îbranî, zimanê sereke yê Peyva Xwedê bû. Loma, ji bo ku ew ji Yehowa hez bikin û ji wî re îbadetê bikin, hewce bû ku ew ji vî zimanî rind fehm bikin (Esra 10:3, 44). Ji ber vê yekê, lazim bû ku wan Cihûyan guhertinên mezin bikirana. Ev yek wê li welatê Îsraêlê hêsantir bûya, çimkî li wê derê, îbadeta Yehowa gav bi gav dihat avakirin (Nehemya 8:8, 9). w23.05 15 par. 6-7