Roja Înê, 5 Îlon
Xudan ji her kesê ketî re dibe destek, hemû yên xwarbûyî rast dike (Zebûr 145:14).
Xwestina me çi qas hebe yan em çi qas xîret bikin jî, dibe ku hinek zehmetî derkevin pêşiya me. Mesela, hin tiştên ku ji nişka ve diqewimin dikarin wexta ku ji bo gihîştina hedefa me lazim e ji me bistîne (Waiz 9:11, NWT). Carinan em dikarin ji ber problemên xwe qewet û cesareta xwe winda bikin (Methelokên Silêman 24:10). Yan dibe ku qisûrdariya me li ser me tesîr bike ku em ji armanca xwe dûr bikevin (Romayî 7:23). Yan jî, dibe ku em xwe westiyayî hîs dikin (Meta 26:43). Çi dikare alî me bike ku em van rojên dijwar derbas bikin? Eger tiştek bibe sebeb ku tu negihîjî hedefa xwe, ev yek nayê maneya ku ne lazim e ku tu xîret bikî. Kitêba Pîroz dibêje ku zor û zehmetî dikarin gelek caran derkevin pêşiya me. Lê dîsa jî, Peyva Xwedê dibêje ku em dikarin bi ser bikevin. Belê, kesê ku xîret dike ku li gel astengan bigihîje hedefa xwe îsbat dike ku ew dixwaze dilê Yehowa xweş bike. Gava Yehowa xîreta me dibîne, ew ji me razî dibe! w23.05 30 par. 14-15
Roja Şemiyê, 6 Îlon
Ji bo kerî bibin mînak (1. Petrûs 5:3).
Xizmeta pêşengiyê alî xortan dike ku ew bi gelek kesan re hevkariyeke baş bikin. Wekî din, ev yek alî xortan dike ku ew pereyên xwe bihîkmet xerc bikin (Filîpî 4:11-13). Berî ku birayek dest bi xizmeta tamrojî bike, ew dikare wek pêşengê alîkar xizmetê bike. Xizmeta pêşengiyê dikare derî li ber gelek îmtiyazên din, wek xizmeta li Beytelê yan jî xizmeta di projeyên avakirinê de, veke. Gerek her birayek ji xwe re hedefê deyne ku bibe rîspiyek û ji xwişk û birayan re xizmetê bike. Wek Kitêba Pîroz dibêje, her birayê ku dixwaze bigihîje vê hedefê, “ew karekî qenc dixwaze” (1. Tîmotêyos 3:1). Di serî de gerek ew şertên ji bo alîkarên civatê bîne cih. Alîkarên civatê bi gelek rêyan destekê didin rîspiyên civatê. Hem rîspî hem jî alîkarên civatê bi dilnizmî ji xwişk û birayan re xizmetê dikin û bi xîreteke mezin xebera xêrê belav dikin. w23.12 27-28 par. 14-16
Roja Yekşemê, 7 Îlon
Hîn ciwan bû, dest bi lêgerîna Xwedayê bapîrê xwe Dawid kir (2. Dîrokan 34:3).
Gava Yoşiya Padîşah li Yehowa digeriya, ew hê ciwan bû. Wî dixwest li ser Yehowa bielime û li gor daxwaza wî bijî. Lê belê, jiyana vî padîşahê ciwan ne hêsan bû. Wê demê, piraniya xelkê ji îlahên sexte re îbadet dikir. Loma lazim bû ku Yoşiya dilxurt be, da ku îbadeta rast biparêze. Û wî eynî wisa kir! Berî ku ew bû 20 salî, wî welatê xwe ji îbadeta sexte paqij kir (2. Dîrokan 34:1, 2). Mîna Yoşiya, kesekî ciwan jî dikare li ser Yehowa û sifetên wî yên biqîmet zêde bielime. Eger tu wisa bikî, tuyê bixwazî jiyana xwe bidî destê Yehowa. Ev yek wê çawa tesîrê li jiyana te bike? Luke, yê ku di 14 saliya xwe de bin av bû, di roja sonda xwedayînê de wisa got: “Ji niha û pê ve, berî her tiştî ezê bala xwe bidim xizmeta Yehowa û xîret bikim ku dilê wî xweş bikim” (Marqos 12:30). Eger tu wisa bikî, tuyê gelek bereketan bistînî! w23.09 11 par. 12-13