Roja Pêncşemê, 4 Îlon
Wê li wir riyeke mezin hebe, wê jê re “Riya Pîroz” bêjin (Îşaya 35:8, Mizgînî).
Cihûyên ku ji Babîlê vegeriyabûn welatê xwe, bûn “miletekî ji Xwedayê xwe Xudan re pîroz” (5. Mûsa 7:6, Mizgînî). Lê ji bo ku Yehowa ji wan razî bûya, hewce bû ku ew jiyana xwe biguherînin. Piraniya Cihûyan li Babîlê hatibûn dinyayê, û hînî adet û fikrên Babîliyan bûbûn. Gelek sal piştî ku Cihûyên pêşîn vegeriyabûn Îsraêlê, Nehemyayê Walî dît ku zarokên ku li Îsraêlê hatibûn dinyayê bi zimanê Îbranî nizanin (5. Mûsa 6:6, 7; Nehemya 13:23, 24). Gelo zimanê Îbranî çima ew qas muhîm bû? Zimanê Îbranî, zimanê sereke yê Peyva Xwedê bû. Loma, ji bo ku ew ji Yehowa hez bikin û ji wî re îbadetê bikin, hewce bû ku ew ji vî zimanî rind fehm bikin (Esra 10:3, 44). Ji ber vê yekê, lazim bû ku wan Cihûyan guhertinên mezin bikirana. Ev yek wê li welatê Îsraêlê hêsantir bûya, çimkî li wê derê, îbadeta Yehowa gav bi gav dihat avakirin (Nehemya 8:8, 9). w23.05 15 par. 6-7
Roja Înê, 5 Îlon
Xudan ji her kesê ketî re dibe destek, hemû yên xwarbûyî rast dike (Zebûr 145:14).
Xwestina me çi qas hebe yan em çi qas xîret bikin jî, dibe ku hinek zehmetî derkevin pêşiya me. Mesela, hin tiştên ku ji nişka ve diqewimin dikarin wexta ku ji bo gihîştina hedefa me lazim e ji me bistîne (Waiz 9:11, NWT). Carinan em dikarin ji ber problemên xwe qewet û cesareta xwe winda bikin (Methelokên Silêman 24:10). Yan dibe ku qisûrdariya me li ser me tesîr bike ku em ji armanca xwe dûr bikevin (Romayî 7:23). Yan jî, dibe ku em xwe westiyayî hîs dikin (Meta 26:43). Çi dikare alî me bike ku em van rojên dijwar derbas bikin? Eger tiştek bibe sebeb ku tu negihîjî hedefa xwe, ev yek nayê maneya ku ne lazim e ku tu xîret bikî. Kitêba Pîroz dibêje ku zor û zehmetî dikarin gelek caran derkevin pêşiya me. Lê dîsa jî, Peyva Xwedê dibêje ku em dikarin bi ser bikevin. Belê, kesê ku xîret dike ku li gel astengan bigihîje hedefa xwe îsbat dike ku ew dixwaze dilê Yehowa xweş bike. Gava Yehowa xîreta me dibîne, ew ji me razî dibe! w23.05 30 par. 14-15
Roja Şemiyê, 6 Îlon
Ji bo kerî bibin mînak (1. Petrûs 5:3).
Xizmeta pêşengiyê alî xortan dike ku ew bi gelek kesan re hevkariyeke baş bikin. Wekî din, ev yek alî xortan dike ku ew pereyên xwe bihîkmet xerc bikin (Filîpî 4:11-13). Berî ku birayek dest bi xizmeta tamrojî bike, ew dikare wek pêşengê alîkar xizmetê bike. Xizmeta pêşengiyê dikare derî li ber gelek îmtiyazên din, wek xizmeta li Beytelê yan jî xizmeta di projeyên avakirinê de, veke. Gerek her birayek ji xwe re hedefê deyne ku bibe rîspiyek û ji xwişk û birayan re xizmetê bike. Wek Kitêba Pîroz dibêje, her birayê ku dixwaze bigihîje vê hedefê, “ew karekî qenc dixwaze” (1. Tîmotêyos 3:1). Di serî de gerek ew şertên ji bo alîkarên civatê bîne cih. Alîkarên civatê bi gelek rêyan destekê didin rîspiyên civatê. Hem rîspî hem jî alîkarên civatê bi dilnizmî ji xwişk û birayan re xizmetê dikin û bi xîreteke mezin xebera xêrê belav dikin. w23.12 27-28 par. 14-16