Beş 9
Em çawa dizanin ku em di “rojên dawîn” de dijîn?
1, 2. Em çawa dikarin bizanin, ku em di rojên dawîn de ne?
EM ÇAWA dikarin emîn bin, ku em di wî zemanî de dijîn, ê ku wê Padîşahiya Xweda li dijî vê sîstema mewcûd a hikumetên mirovî rabe? Em çawa dikarin bizanin, ku ew zeman, ê ku wê Xweda tevahiya xerabî û êşan bi dawî bike nêzîk e?
2 Şagirtên Îsa Mesîh jî xwestin, ku van tiştan bizanin. Wan xwestin ji wî hîn bibin, ku wê çi ji mewcûdbûna wî ya bi qudreta padîşahtiyê ve û “bidawîbûna vê sîstema tiştan” re, bibe “nîşan” (Metta 24:3, NW). Îsa bersîva zelal da wan, wî bûyer û rewşên ku wê hemû bi hev re pêk bên û cîhanê bihejînin tam tarîf kirin, ên ku wê nîşan bidin mirovahî di “wexta dawiyê”, “di rojên dawîn” ên sîstema mewcûd a tiştan de ye (Danîêl 11:40; 2. Tîmotêyos 3:1). Gelo me ev elameta hevgirtî, di vî zemanê me de dît? Erê, me bi mîsogerî dît!
Cengên cîhanê
3, 4. Cengên di zemanê me de, çawa li pêxamberîtiya Îsa Mesîh tên?
3 Îsa ji berê ve ragihand, ku ‘Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin’ (Metta 24:7). Di sala 1914-an de, cîhan bi cengekî wusa hat pêçan, ku netewe û padîşahî tê de zehf seferber bûn, wusa ku ew beriya vê hîç di tu cengekî din de wusa seferber nebûn. Ji seba vê rastiyê, hingê dîrokzanan ew wekî Cenga Mezin bi nav kir. Cengeke bi vî awayî di dîrokê de tu caran çênebûbû; ew, Cenga Cîhanê ya pêşî bû. Li dora 20 000 000 kesên leşker û sivîl, jiyana xwe ji dest dan, ku ev hijmar ji ya di cengên beriya vê de zehf bêtir bû.
4 Cenga Cîhanê ya pêşî destpêka rojên dawî îşaret kir. Îsa got, ku ev bûyer û yên din wê “destpêka janan” bin (Metta 24:8). Ev yek jî rast derket, ji ber ku Cenga Cîhanê ya diduyan hê dijwartir bû. Li dora 50 000 000 kesên leşker û sivîl, jiyana xwe ji dest dan. Di sedsala 20. de, bêtirî 100 000 000 kes hatin kuştin, ango ev hijmar çar caran ji hijmara kesên, ku di tevahiya cengên 400 salên bihurî de, jiyana xwe ji dest dabûn zêdetir bû! Ev çi neserkeftineke fecî ye, ji bo rêveberiyên mirovî!
Delîlên din
5-7. Ji îspatên din, ên ku nîşan didin em di rojên dawîn de dijîn, hinek kîjan in?
5 Îsa derheqê rojên dawîn de, taybetmendiyên din jî ragihandin û got: “Erdhejînên mezin wê çêbin û li cih cihan xela û êşa zirav wê derkevin” (Lûqa 21:11). Ev peyv bi bûyerên ku ji dema 1914-an vir ve pêk tên re, tam li hev tên, çimkî ji seba felaketên bi vî awayî, êş di asteke tirsehêz de zêde bûn.
6 Erdhejînên mezin ên ku gelek canan distînin, bi berdewamî diqewimin. Tenê di grîpa Îspanyayî ya ku piştî Cenga Cîhanê ya pêşî derket de 20 000 000 kes, heta li gor hin texmînan 30 000 000, yan jî hê bêtir mirov mirin. AIDSê bi sedhezaran can girt û di pêşeroja nêzîk de, dikare hê bi milyonan canên din jî bistîne. Her sal bi milyonan mirov ji ber nexweşiyên dil, kansêrê û gelek nexweşiyên wekî din jiyana xwe ji dest didin. Bi milyonan mirov jî ji ber birçîtiyê hêdî hêdî dimirin. Bê guman ‘Siwariyên Apokalips’, ji sala 1914-an vir ve, bi navgîniya cengan, birçîtî û nexweşiyên zirav, di pîvaneke bêhijmar de mirov kuştine (Peyxam 6:3-8).
7 Herweha Îsa derbarê dîtbariya zêdebûna sûcan, a li tevahiya welatan de jî, ji pêş ve malûmat dan û got: “Bi zêdebûna neheqiyê, hezkirina gelekan wê sar bibe” (Metta 24:12).
8. Pêxamberîtiya di 2. Tîmotêyos beşa 3-yan de, çawa li dema me tê?
8 Wekî din jî pêxamberîtiya Pirtûka Pîroz, ketina exlaq a ku îro li seranserê cîhanê bi zelalî tê dîtin jî, ji berê ve ragihand: “Lê vê bizane ku di rojên dawîn de wextên dijwar wê bên. Çimkî mirov wê bibin xwehez, perehez, pesinker, pozbilind, çêrker, neguhdarên dê û bavan, nankor, nepak, bêdilovanî, bêrehm, bêbext, çilek, har, neyarên qenciyê, xayîn, rikdar, qure û wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin. Wê şekilê jiyana xwedayî nîşan bidin, lê wê hêza wê înkar bikin. ... Mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin” (2. Tîmotêyos 3:1-13). Ev tişt hemû li pêş çavên me pêk tên.
Faktoreke din
9. Li ezmên kîjan bûyer çêbû, ya ku rastî li ser rûyê erdê destpêkirina rojên dawîn tê?
9 Ji bo sedemê ku êş di zemanê me de zehf zêde dibin, faktoreke din jî heye. Bûyereke din a ku destpêka rojên dawîn e û rastî sala 1914-an hatiye, mirovahî xist nav talûkeyeke hê mezintir. Pêxamberîtiyeke ku di pirtûka dawîn a Pirtûka Pîroz de hatiye qeydkirin, derbarê wê bûyera ku wê demê pêk hat de weha dibêje: “Hingê li ezmên ceng çêbû: Mîxayîl [Mesîh bi hêza ezmanî] û milyaketên xwe bi ejder [Şeytan] re şer kirin. Û ejder û milyaketên [cin] xwe şer kirin, lê bi ser neketin û li ezmên êdî ji bo wan cih nema. Ejderê mezin yê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin ê ku hemû dinya xapandiye, ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê” (Peyxam 12:7-9).
10, 11. Çaxê Şeytan û cinên wî hatin avêtin ser rûyê erdê, çi bandor li ser mirovahiyê çêbû?
10 Gelo encama vê yekê, ji bo malbata mirovî bû çi? Pêxamberîtî weha berdewam dike: “Wey li erdê û li deryayê, çimkî Îblîs dizane ku wextê wî hindik e, bi xezebeke mezin peya bû û hat we.” Belê, Şeytan dizane, ku sîstema wî li ber bidawîbûnê ye, ji ber vê yekê, beriya ku ew bi xwe û cîhana wî ji holê bê rakirin, ew ji bo ku mirovan bizivirîne dijî Xweda, her çi tiştê ku ji destê wî bê dike (Peyxam 12:12; 20:1-3). Ev mexlûqên ku ruh in, ji ber ku îradeya xwe ya azad bi xerabî bikar anîne, çiqas çilvir bûne! Cîhan — bi taybetî jî ji sala 1914-an vir ve — di bin bandora wan de ketiye rewşeke tirsehêz!
11 Lewre ne ecêb e, ku Îsa ji bo zemanê me, ev tişt ji berê ve ragihandine: “Tiştên tirsehêz û nîşanên mezin wê li ezmên bibin” (Lûqa 21:11).
Dawiya rêveberiya mirov û cinan nêzîk e
12. Yek ji pêxamberîtiyên herî dawîn, ên ku beriya bidawîbûna vê sîstema mewcûd divê pêk bên kîjan e?
12 Beriya ku Xweda vê sîstema îroyîn tune bike, gelo hê çend pêxamberîtiyên Pirtûka Pîroz ên din, divê pêk bên? Zehf kêm! Pêxamberîtiyekî ku ji yên herî dawîn maye, di 1. Selanîkî 5:3-de qeydkirî ye û weha dibêje: “Gava xelk bibêjin: Dinya aştî û ewledarî ye, helak wê ji nişka ve bê ser wan”. Ev yek ji me re nîşan dide “gava ku xelk bibêjin ...” wê bidawîbûna sîstema mewcûd dest pê bike. Helakkirin di wextekî ku mirov wê dîqata xwe bidin hêviya aştî û ewledariyê de, bi awayeke ku cîhan ne guman bike wê ji nişka ve bê.
13, 14. Îsa kîjan wexta tengahiyê ji berê ve ragihand û ev heyam wê çawa bi dawî bibe?
13 Dema vê cîhana ku di bin bandora Şeytên de ye, bi lez dibihure. Di wexteke pirr nêzîk de wê dawî li wê bê. Ev dawî wê di zemanê vê tengahiyê de bibe, yê ku Îsa behsa wî kiribû: “Çimkî hingê tengahiyeke wusa mezin wê çêbe, ku ji destpêka dinyayê ve tiştekî weha çênebûye û tu caran çênabe jî” (Metta 24:21).
14 Bi cenga Xweda ya Harmegedonê, “tengahiya mezin” wê bigihîje asta herî bilind. Ev ew dem e, ya ku Daniyêl pêxamber gotiye, Xweda wê “hemûya van qiraletiyan [padîşahiyan] perçe bike û dê wan biqedîne.” Ango ev yek tê wateya, bi dawîbûna tevahiya rêveberiyên mirovî, yên ku îro ji Xweda veqetî serbixwe ne. Hingê wê tenê Padîşahiya Xweda ya li ezmanan, hemû karên mirovan bi giştî bistîne bin kontrola xwe. Daniyêl ji berê ve ragihandibû, ku rayedariya rêvebirinê, wê bi tu awayî “ji neteweyekî din re neyê berdan” (Danîêl 2:44; Peyxam 16:14-16).
15. Çi wê li bandora Şeytên û cinên wî bibe?
15 Hingê wê tevahiya bandora Şeytên û cinan bi dawî bibe. Ev mexlûqên serhildêr ên ku ruh in, wê bên bêtesîrkirin, da ku ew ‘êdî miletan nexapînin’ (Peyxam 12:9; 20:1-3). Ew ji mirinê re hatin mehkûmkirin û tunekirin li benda wan e. Rizgarbûyîna ji bin bandora wan a nizmker, ji bo mirovahiyê wê bibe rihetiyeke çiqas mezin!
Kî wê li jiyanê bimînin? Kî wê nemînin?
16-18. Di dawiya sîstema mewcûd de, kî wê li jiyanê bimînin û kî wê nemînin?
16 Dema ku Xweda li hember vê cîhanê hikmê xwe bîne cîh, kî wê li jiyanê bimînin? Kî wê nemînin? Pirtûka Pîroz nîşan dide, ku kesên rêveberiya Xweda arezû bikin, wê bên starkirin û li jiyanê bimînin. Yên ku rêveberiya Xweda arezû nekin jî, wê neyên starkirin, lê belê bi cîhana Şeytên re bên tunekirin.
17 Methelokên Silêman 2:21, 22 weha dibêje: “Ji ber ku yên di welat de bijîn, dê yên rast bin û kesên rast [kesên ku xwe ji rêveberiya Xweda re rajêr dikin], yên ku li wir bimînin [bin]. Lê belê dê yên xerab [kesên ku xwe ji rêveberiya Xweda re rajêr nakin] ji welêt bên ajotin û yên xayîn jî bên girtin û avêtin.”
18 Zebûr 37:10, 11 jî wusa dibêje: “Dê di nêzîk de dawiya yê xerab bê . . . Lê belê dê yên dilnizm, welat bi mêrasî bigirin û zewqa aramiyek kûr tahm bikin.” Ayeta 29-an, weha didomîne: “Dê yên rast, welat bi mêrasî bigirin û li wir heta bêdawîbûnê rûnin.”
19. Divê em girîngiyê bidin kîjan şîretê?
19 Divê em zehf girîngiyê bidin şîreta di Zebûr 37:34-an de: “Hêviyê bi XUDAN [Yahowa] ve girê bide, rêya wî bigire û bona ku tu welat bimêrasî bigirî, dê te bilindtir bike; tuyê bibînî ku dema reha xeraban tê kolandin.” Ayetên 37 û 38-an dibêjin: “Çavnêriyê li zilamê çalak bike û li zilamê rast binêre; ji ber ku sibeh yê aştîperwera ye. Lê belê hemû kesên serî hildane, dê tune bibin, koka xeraban bê kolandin.”
20. Çima em dikarên bêjin, em di demeke ku heyecanê dide de dijîn?
20 Belê, çiqas teselî û wêrînê dide me, ku em bizanin, Xweda bi rastî xema me dixwe û ewê di nêzîk de tevahiya şerûdî û tevahiya êşan ji holê rake! Zanîna ku di demeke nêzîk de, ev pêxamberîtiyên şahane wê pêk bên, çiqas heyecaneke mezin dide!
[Wêneyê li rûpela 20]
Pirtûka Pîroz bûyerên ku ”elametên” rojên dawîn pêk tînin ji berê ve ragihandin
[Wêneyê li rûpela 22]
Kesên ku xwe ji rêveberiya Xweda re rajêr nakin, wê di demeke nêzîk de di Harmegedonê de bên tunekirin. Lê belê yên ku xwe rajêr dikin jî, ji bo ku di cîhaneke dadperwer û nû de bijîn, wê li jiyanê bimînin.