Beş 5
Îradeya azad — mewhîbeya şahane
1, 2. Çêkirina me kîjan mewhîbeya şahane dihundirîne?
JI BO KU em bixwazin fêm bikin, çima Xweda destûrê dide êşan û ewê li hember vê yekê, wê çi bike, divê em bizanin ku wî em çawa çêkirine. Wî em ne tenê bi yek beden û yek mêjiyekî afirandin, lê belê em bi taybetiyeke xwedîraman û xwedîhest ve jî rapêçan.
2 Qisimekî bingehîn ê çêkirina raman û hestên me, îradeya azad e. Belê, Xweda kafîtî di me de çand, da ku em bikarin bi awayeke azad biryarê bidin — bi rastî ev mewhîbeyeke şahane ye!
Çawa em çêbûne
3-5. Em ji bo çi îradeya azad teqdîr dikin?
3 Em pêşî tetqîq bikin ka îradeya azad, di mijara ku Xweda destûrê dide kişandina êşan de, roleke çawa dilîze. Carekî vê bifikirin: Gelo em vê yekê teqdîr dikin, a ku em bi awayeke azad dikarin biryarê bidin, ka em çi bikin an jî dixwazin çi bibêjin, em çi bixwin û dixwazin kincên çawa li xwe bikin, em çi karî bikin, an jî em li ku derê û dixwazin çawa rûnin? Yan jî ma ya qenctir ew e, ku di her qadê jiyana me de ji bo ku em çawa biaxivin an jî çawa tevbigerin kesekî din tim biryarê bide û me eyar bike?
4 Tu miroveke normal, naxwaze ku jiyana wî ji aliyê kesekî din ve wusa bê kontrolkirin. Ji bo çi? Ji ber ku Xweda em wusa neafirandin. Li gor Pirtûka Pîroz, Xweda ‘mirov di sûretê xwe de, mîna xwe’ afirandine û îradeya azad jî ayîdî wan taybetmendiyan e, ku bi Xweda bi xwe re jî heye (1. Mûsa 1:26; 5. Mûsa 7:6). Wexta ku Xweda mirov afirandin, wî ev taybetmendiya şahane ji wan re jî bexşand — ango îradeya azad. Lewre ji sedemên ku kolebûna ji rêveberên zalim re me bi husran dike, yek jî ev e.
5 Arezûya azadbûnê, ne ji encama tesadûfekî ye, ji ber ku Xweda bi xwe Xwedayê azadiyê ye. Pirtûka Pîroz dibêje: “Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê azadî heye” (2. Korîntî 3:17). Ji bo vê yekê, Xweda ji me re îradeya azad bi taybetî wekî qisimekî çêkirina me bexşand. Ji ber ku wî bi ruh û hestên me tam dizanî, wî dizanibû, ku emê bi îradeyeke azad bextewertir jî bibin.
6. Xweda çawa mêjiyê me bi awayekî ku bi îradeya me ya azad re di ahengê de bixebite afirand?
6 Xweda ji me re tevî dayîna îradeya azad, ji bo fikirîn, wezandina meseleyan, dayîna qeraran û jihevveqetandina xerabî û qenciyê, behre jî bexşand (Îbranî 5:14). Bi vî awayî, îradeya azad wê xwe bisparta bingeha hilbijartina ku bi navgîniya bikaranîna hiş e. Em wekî wan robotan, ên ku îrade û aqilê ayîdî xwe tunin nehatin afirandin. Herweha ne jî em wekî wan heywanên ku ji aliyê însiyaqê ve tên tevgerandin hatin afirandin. Bervajiyê ve, mêjiyê me yê şahane, bi awayeke ku bi îradeya me ya azad re di ahengê de bixebite hatiye afirandin.
Destpêkirina herî baş
7, 8. Xweda çawa destpêkirineke şahane da bav û diya me ya pêşî?
7 Xweda ne tenê îradeyekî azad da dê û bavê me yê pêşî ango Adem û Hewayê, lê belê ji ber ku wî her tiştê ku miroveke normal bi awayeke maqûl dikare bixwaze jî da wan, vê yekê pûtepêdayîna Xweda ya ji mirovan re îspat kir. Wî ew di bihişteke ku dişibiya parkekî mezin de bi cih kirin. Ji hêla madî ve, ew di nav tijehiyeke mezin de bûn. Ji ber ku ew di warê ruhî û bedenî de kamil bûn, ne lazimbû ku ew pîr û nexweş bin, an jî bimirin — ew dikaribûn herheyî bijîn. Zarokên wan jî wê kamil bûna û pêşerojeke bextewer û herheyî wê li pêş wan hebûya. Mirovên ku zêde dibûn wê peywireke tetmînkar bistanda, ya ku diviya di axiriyê de tevahiya erdê bikira bihiştek (1. Mûsa 1:26-30; 2:15).
8 Pirtûka Pîroz derheqê tiştên ku ji mirovan re hatibûn tedarekkirin de, weha dibêje: “Xwedê her tiştên ku afirandiye dît û a vay, zahf qenc bû” (1. Mûsa 1:31). Herweha Pirtûka Pîroz li ser Xweda dibêje: “Karê wî bitûmî ye” (5. Mûsa 32:4). Belê, Afirandêr ji malbata mirovahiyê re destpêkeke kamil dabû. Ya ji vê çêtir ne mimkun bû. Wî bi vê yekê îspat kiribû, ku ew bi xwe Xwedayeke çawa bi pûtepêda ye!
Azadiya bisînor
9, 10. Çima lazim e, ku îradeya azad bi awayeke rast bê eyarkirin?
9 Lakîn ligel vê yekê ma mexseda Xweda ew bû, ku azadiya îradeyê bê sînor bûya? Ka bajarekî zehf qelebalix û bêyî zagonên trafîkê bifikirin, ê ku her kes erebeya xwe tê de bi lezbûna li gor xwestina xwe û bi kîjan aliyê ku bixwaze ve dajo. Gelo we wê bixwesta ku hûn di bin van şertan de erebeyê bajon? Na, ji ber ku ev dihat wateya anarşiya trafîkê û di soxîniyê de wê bê guman gelek qeza bibûna.
10 Derheqê îradeya azad a ku mewhîbeyeke Xweda ye de jî, heman tişt dikare bê gotin. Azadiya bêsînor, di nav civakê de dihat wateya anarşiyê. Zagonên ku ji çalakiyên mirovan re rêveberiyê bikin divê hebin. Kelama Xweda weha dibêje: “Mîna mirovên azad bijîn; lê belê azadiya xwe ji bo xerabîkirinê nekin hêcet” (1. Petrûs 2:16). Xweda dixwaze, ku îradeya azad bi awayekî ku ji bo berjewendiya her kesî be, bê eyarkirin. Li gor viyana Xweda azadiya me ne divê mitliq bûya, lê belê divê bi awayeke ji zagonan re rajêr nispî bûya.
Zagonên kê?
11. Em ji bo ku ji zagonên kê re îteat bikin hatin çêkirin?
11 Gelo me divê ji zagonên kê re îteat bikira? Di 1. Petrûs 2:16-yan de, wusa tê gotin: “Wek xulamên Xwedê bijîn.” Lê belê ev nayê wateya xulamtiyeke di bin zilmê de, bervajiyê ve, çaxê em ji zagonên Xweda re tabî bibin, tê wê wateyê, ya em bi awayekî ku dikarin bexteweriya herî mezin bibînin hatine afirandin (Metta 22:35-40). Zagonên Xweda ji hemû zagonên ku ji aliyê mirovan ve hatine çêkirin zehf çêtir rêberiyê dikin. “XUDAN [Yahowa] Xwedayê te, ê ku tiştê qenc fêrî te kiriye, di rêya ku tuyê bimeşî de te ajotiye ez im” (Îşaya 48:17).
12. Em di nav çarçoveya zagonên ku Xweda danîne de, xwediyê kîjan hilbijartina azad in?
12 Di heman demê de, zagonên Xweda di nav sînorên xwe de ji azadiyeke hilbijartinê ya mezin re derfetê didin. Ev yek ji pirralîbûnê re rê vedike û kêşvaniyê beşdarî malbata mirovî dike. Ka carekê bifikirin, ku li her aliyê cîhanê xwarin, kinc, muzîk, destkar û xanî çiqas cûr bi cûr in. Teqez di vî warî de, ji dêla ku yekî din di şûna me de biryarê bike, em tercîh dikin, ku hilbijartina xwe bi xwe bikin.
13. Di warê berjewendiya ji bo xwe de, em divê ji kîjan zagonên fizîkî re tabî bibin?
13 Bi vî awayî heger em ji zagonên Xweda yên ku tevgerînên mirovî serrast dikin re tabî bimînin, em bi şekilê ku dikarin bexteweriya herî mezin bibînin hatine afirandin. Ev yek dişibe tabîbûna ji zagonên Xweda yên fizîkî re. Bi mînak heger em zagona erdkêşî dîqat negirin û xwe ji cîhekî bilind bavêjin xwarê, birîndar dibin an jî dimirin. Heger em zagonên ku hatine xistin hundirê bedena me dîqat negirin û dev ji xwarin, vexwarin û nefesstandinê berdin dimirin.
14. Em ji ku dizanin ku mirov ne bi awayekî ku bêyî Xweda serbixwe bijîn hatine afirandin?
14 Çawa ku em bê şik bi zagonên Xweda yên fizîkî ve girêdayî hatine afirandin, em bi zagonên wî yên exlaqî û civakî ve jî, eynî wusa girêdayî hatine afirandin (Metta 4:4). Mirov ne bi awayekî ku bikare bêyî bi Afirandêrê xwe ve girêdayî serkeftî be hat afirandin. Yêremya pêxamber weha dibêje: “Dizanim ku, rêya mirov ne di destê wî de ye; gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşe de ye. Ya XUDAN [Yahowa] min perwerde û aş bike” (Yêremya 10:23, 24). Bi vî awayî mirov ji her aliyî ve, ne ji bo ku di bin rêveberiya xwe de, lakîn ji bo ku di bin rêveberiya Xweda de bijî hat afirandin.
15. Gelo zagonên Xweda wê ji Adem û Hewayê re bibûya bargiranî?
15 Tabîbûna ji zagonên Xweda re, ji bav û diya me ya pêşî re wê nebûya bargiranî. Li eksî vê, wê ji wan û tevahiya malbata mirovî re refah pêk bianiya. Heger cotê mirov, ê pêşî di nav çarçoveya zagonên ku Xweda danîbûn de bimana, her tişt wê çiqas qenc bûya. Emê niha wekî malbateke mirov, a bi hezkirinê ve yekbûyî di bihişteke şahane, ya ku me wê zewq jê bistanda de bijiyana. Xerabî, êş û mirin wê tunebûya.
[Wêneyê li rûpela 11]
Afirandêr ji mirovan re destpêkirineke kamil tedarek kir
[Wêneyê li rûpela 12]
Heger tu qeydeyekî trafîkê tuneba, gelo we wê bixwesta ku di trafîkeke sixlet de erebe biajota?