KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w21 Cotmeh r. 14-17
  • Dostaniya bi Yehowa re ji Nû ve Ava Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dostaniya bi Yehowa re ji Nû ve Ava Bike
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • ÇETINAHIYÊN MUHTEMEL
  • JI XWE RE HEDEFÊN MAQÛL DEYNE
  • DEV JI XÎRETA XWE BERNEDE!
  • ‘Gazî Rîspiyan Bike’
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Yehowa Qîmetê Dide Te!
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Rîspîno – bi Dewamî Çav Bidin Pawlosê Şandî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Yehowa Te Tu Caran Tenê Nahêle
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
w21 Cotmeh r. 14-17
Birayek dilteng e ji ber ku ew fehm dike ku çi qas wext û qewet lazim e ku ew mala xweye hilweşandî ji nû ve ava bike.

Dostaniya bi Yehowa re ji Nû ve Ava Bike

HER SAL, gelek miyên biqîmet vedigerin keriya Yehowa. Gelo tu jî yek ji wan î? Bawer be ku gava kesek vedigere civatê, Yehowa, Îsa Mesîh û melek pir şa dibin (Lûqa 15:7, 10). Dîsa jî, gava tu vedigerî civatê û dixwazî dostaniya bi Yehowa re ji nû ve ava bikî, dibe ku tuyê rastî hin çetinahiyan bêyî. Gelo ev çetinahî çi ne, û çi dikare alî te bike?

ÇETINAHIYÊN MUHTEMEL

Gelek kes piştî ku vedigerin civatê ji fikrên negatîf zû nafilitin. Belkî halê Dawid Padîşah ji te re nas e. Gunehên wî her çi qas hatin efûkirin jî, wî wisa got: “Gunehan ez girtim” (Zebûr 40:12; 65:3). Piştî ku kesek vedigere ba Yehowa, ewê belkî dîsa jî bi salan şerm bike yan xwe sûcdar bike. Isabellea bi zêdetirî 20 salan venedigeriya civatê. Wê got: “Min bawer nedikir ku Yehowa wê min efû bikira.” Eger tu cesareta xwe ji ber vê sebebê winda bikî, siheta te ya ruhî dikare dîsa sist bibe (Methelokên Silêman 24:10). Îznê nede ku ev yek bê serê te!

Hin kes ditirsin ku ewê nikaribin her tiştî bikin ku dostaniya xwe ya bi Yehowa re ji nû ve ava bikin. Piştî ku birayê me Antoine vegeriya civatê, wî wisa got: “Min gelek tiştên ku min wek şagirtê Îsa Mesîh dizanibûn yan dikirin, ji bîr kiribûn.” Ji ber vê yekê, hin kes xwe paş digirin ku bi hemû fealiyetên ruhî mijûl bibin.

Vê mîsalê bîne ber çavê xwe: Mala kesekî seba teyfûnekê xera bûye. Gava ew difikire ku çi qas wext û qewet lazim e ku ew mala xwe ji nû ve ava bike, ew dilteng dibe. Mîna vê, eger dostaniya te ya bi Yehowa re seba gunehekî giran zerar dîtiye, gava tu difikirî ku çi qas xîret lazim e ku halê xwe yê ruhî rast bikî, tu belkî dilteng dibî. Lê bawer be, tu di vê micadeleyê de tenê nînî!

Yehowa ji me re dibêje: “Niha werin û em li doza xwe binêrin” (Îşaya 1:18). Te jixwe gelek tişt kirine ku ‘li doza xwe binêrî’. Seba vê xîreta te, Yehowa ji te hez dike. Belê, ev yek ku tu vegeriyayî ba Yehowa fersendê dide wî ku ew îsbat bike ku Îblîs derewçîn e! (Methelokên Silêman 27:11).

Te êdî gava pêşîn avêtiye ku nêzîkî Yehowa bibî, û ew soz dide ku ewê jî nêzîkî te bibe (Aqûb 4:8). Ev yek ku xwişk û bira şa ne ku tu vegeriyayî civatê helbet tiştekî baş e. Lê belê, ev yek ne bes e. Gerek tu hezkirina ji Bav û Dostê xwe Yehowa her ku diçe xurttir bikî. Gelo çawa?

JI XWE RE HEDEFÊN MAQÛL DEYNE

Wê baş be ku tu ji xwe re hedefên maqûl deynî. Bi ihtîmaleke mezin, hîndariyên esasî – rastiyên di heqê Yehowa û sozên wî de – hê jî di bîra te de ne. Lê belê, gerek tu ji nû ve jiyaneke wek şagirtê Îsa Mesîh bajoyî. Yanî, gerek tu mizgînê belav bikî, herî civînan û bi xwişk û birayan re wext derbas bikî. Ka bala xwe bide van hedefan:

Her gav ji Yehowa re dua bike. Yehowa rind fehm dike ku seba wijdanê nerihet, belkî li te zor tê ku tu ji wî re dua bikî (Romayî 8:26). Dîsa jî, ‘di duayê de bi xîret be’ û ji Yehowa re bibêje ku tu dixwazî bibî dostê wî (Romayî 12:12). Birayê me Andrêy tîne bîra xwe: “Min xwe bi zêdeyî sûcdar dikir û zehf şerm dikir. Lê piştî ku min dua dikir, ev hîsên negatîf kêmtir dibûn û hizûr diket dilê min.” Eger tu nizanî ku di duayên xwe de çi bibêjî, li Zebûr 51 û 65 binêre. Li van Zebûran, tu dikarî bixwînî ku Dawid Padîşah tobeya xwe çawa anî zimên.

Her tim Kitêba Pîroz lêkolîn bike. Ev yek wê alî te bike ku baweriya te xurttir bibe û ku tu zêdetir ji Yehowa hez bikî (Zebûr 19:7-11). Birayekî me yê bi navê Felipe wisa dibêje: “Ji ber ku min Kitêba Pîroz bi dewamî nedixwend û lêkolîn nedikir, ez ji aliyê ruhî ve sist bûm, û min dilê Yehowa êşand. Ez naxwazim dîsa eynî şaşiyê bikim, loma ez niha xîret dikim ku dev ji lêkolîna şexsî bernedim.” Tu jî dikarî wisa bikî. Eger tu nizanî ku ji bo lêkolîna xwe ya şexsî kîjan mijaran hilbijêrî, tu dikarî ji dostekî bitecrûbe alîkariyê bixwazî.

Dostaniya bi xwişk û birayan re ji nû ve ava bike. Hin kesên ku vedigerin civatê ditirsin ku xwişk û bira wê xwe ji wan dûr bigirin. Larissa wisa dibêje: “Min pir şerm dikir. Ez difikirîm ku min li civatê îxanet kiribû. Wexteke dirêj, min nikaribû dev ji vê fikrê berdaya.” Bawer be ku rîspiyên civatê û kesên din hazir in ku alî te bikin ku tu dostaniya Yehowa ji nû ve bi dest bixî (li çarçoveya “Rîspiyên Civatê Dikarin Çi Bikin?” binêre). Ew pir şa ne ku tu vegeriyayî civatê, û ew xêra te dixwazin! (Methelokên Silêman 17:17).

Çi dikare alî te bike ku tu nêzîktirî xwişk û birayan bibî? Here hemû civînan, û bi xwişk û birayan re derkeve xizmetê. Ev yek wê çawa alî te bike? Birayê me Felix wisa got: “Xwişk û bira li benda min bûn ku ez vegerim civatê. Min hezkirina wan hîs dikir. Wan hemûyan jî alî min kir ku ez ji nû ve bibim pareke vê malbata ruhî, ku ez hîs bikim ku Yehowa ez efû kirime û ku ez xizmeta xwe berdewam bikim” (li çarçoveya “Wê Baş Be ku Tu Çi Bikî?” binêre).

Wê Baş Be ku Tu Çi Bikî?

Van gavan ji nû ve bavêje:

Rîspiyek tevî birayekî ku vegeriyaye ba Yehowa dua dike.

HER TIM BI YEHOWA RE XEBER BIDE

Ji Yehowa re bibêje ku tu pir dixwazî dostaniya wî qazanc bikî. Rîspî wê tevî te û ji bo te dua bikin.

Rîspî bi alîkariya kitêba “Nêzîkî Yehowa Bibe” bi vî birayî re kursa Kitêba Pîroz derbas dike.

HER ROJ KITÊBA PÎROZ BIXWÎNE

Xwe ji aliyê ruhî ve têr bike. Ev yek wê alî te bike ku tu ji Yehowa zêdetir hez bikî.

Bira bi xwişk û birayan re wext derbas dike.

BI CIVATÊ RE WEXT DERBAS BIKE

Here hemû civînan û bi xwişk û birayan re derkeve xizmetê.

DEV JI XÎRETA XWE BERNEDE!

Îblîs wê bi dewamî “teyfûnên mezin” bişîne ser te, da ku tu nikaribî dostaniya xwe ya bi Yehowa re ji nû ve ava bikî (Lûqa 4:13). Loma xwe ji niha ve hazir bike û dostaniya xwe ya bi Yehowa re qewîtir bike.

Yehowa vê sozê dide miyên xwe: “Ez ê li yê ku winda bûye bigerim û yê ku hatiye ajotin şunde bînim û ez ê yê şikestî bipêçim û yê ku nexweş e xwurt bikim” (Hêzekîêl 34:16). Yehowa alî gelek kesan kiriye ku ew dostaniya xwe ya bi wî re ji nû ve ava bikin. Bawer be ku ewê alî te jî bike!

Rîspiyên Civatê Dikarin Çi Bikin?

Rîspî alî vî birayî dike ku mala xwe ji nû ve ava bike.

Rîspîno, gelo hûn çawa dikarin alî kesên ku vedigerin civatê bikin ku ew dîsa bibin dostên Yehowa?

Dilê wan xurt bikin. Pawlosê şandî dizanibû ku gunehkarên tobedar dikarin di nav xemgîniya zêde de bifetisin (2. Korîntî 2:7). Dibe ku kesên ku vedigerin civatê şerm bikin û xwe bêçare hîs bikin. Loma, Pawlos ji civatê re wisa got: “Li wî bibihûrin û hanê bidin wî.” Lazim e ku hûn kesên tobedar bidin bawerkirin ku Yehowa û xwişk û bira ji wan hez dikin. Ji bo ku ew cesareta xwe winda nekin, wê belkî lazim be ku hûn bi dewamî pesnê wan bidin û destekê bidin wan.

Bi wan re dua bikin. “Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e” (Aqûb 5:16). Larissa wisa dibêje: “Min ji rîspiyan re behsa şik û tirsên xwe kir. Wan ji bo min dua kir. Hingê min fehm kir ku rîspî li min bihêrs nînin. Wan dixwest alî min bikin ku ez dostaniya Yehowa ji nû ve ava bikim.” Theo dibêje: “Duayên rîspiyan baweriya min zêde kir ku Yehowa bi rastî ji min hez dike û ne tenê şaşiyên min, lê qenciya min jî dibîne.”

Bi wan re hevaltiyê bikin. Kesên ku vedigerin civatê hewceyî dostan in. Rîspiyekî bi navê Justin dibêje: “Her ku fersend çêbe, gazî wan bike ku ew bi te re xizmet bikin û wan ziyaret bike. Hevaltî bi rastî jî pir pir muhîm e!” Rîspiyekî bi navê Henry jî wisa dibêje: “Gava xwişk û bira dibînin ku rîspî bi kesekî ku vegeriyaye civatê re hevaltiyê dikin, ewê jî bi wî re hevaltiyê bikin.”

Alî wan bikin ku ew Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Dostekî bitecrûbe dikare alî kesekî ku vegeriyaye civatê bike ku ew ji xwe re bernameyeke ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz çêke. Rîspiyekî bi navê Darko wisa dibêje: “Ez ji wan re behsa cewherên ruhî dikim, ên ku min li lêkolîna şexsî dîtine, û ez nîşan didim ku ez ji lêkolîna Kitêba Pîroz çi qas kêfê distînim. Wekî din, ez hin mijaran tevî wan lêkolîn dikim.” Rîspiyekî bi navê Clayton wisa dibêje: “Ez ji wan re dibêjim ku bila ew ji xwe re hin serpêhatiyên ji Kitêba Pîroz bibînin, ên ku dişibin serpêhatiyên wan.”

Şivantiya wan bikin. Kesên ku vedigerin civatê gerek fehm bikin ku rîspî ne tenê hakim in, lê şivan in jî (Yêremya 23:4). Loma, rind guh bidin wan û pesnê wan bidin. Gelek caran bi wan re xeber bidin. Ka binêrin ku rîspiyekî bi navê Marcus li ziyaretên şivantiyê çi dike: “Em fikreke ji Kitêba Pîroz nîşanî wan didin, pesnê wan didin û ji wan re dibêjin ku em pir şa ne ku wan xîret kiriye ku vegerin civatê, û em ji wan re dibêjin ku Yehowa jî şa ye. Li dawiya her ziyaretê, em ji bo ziyareteke din plan çêdikin.”

a Hin navên li vê meqaleyê hatine guherandin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne