Roja Înê, 17 Cotmeh
Wek zarokên ronahiyê rêve herin (Efesî 5:8).
Ji bo ku em “wek zarokên ronahiyê” hereket bikin, em muhtacî alîkariya ruhê pîroz in. Gelo çima? Çimkî qet ne hêsan ku em di vê dinyaya bêexlaq de pak bimînin (1. Selanîkî 4:3-5, 7, 8). Ruhê pîroz dikare alî me bike ku em li hemberî fikir û felsefeyên dinyayê, yên ku li dijî nêrîna Xwedê ne, micadele bikin. Wekî din, ruhê pîroz dikare alî me bike ku em “her qencî, rastî û rastdariyê” bînin meydanê (Efesî 5:9). Gerek em dua bikin ku bila Yehowa ruhê pîroz bide me. Îsa Mesîh gotibû ku Yehowa wê “ruhê pîroz bide wan, ên ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13, NWT). Wekî din, gava em li civînan bi xwişk û birayên xwe re pesnê Yehowa didin, em ruhê pîroz distînin (Efesî 5:19, 20). Tesîra baş a ruhê pîroz wê alî me bike ku em li gor dilê Xwedê bijîn. w24.03 23-24 par. 13-15
Roja Şemiyê, 18 Cotmeh
Bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin (Lûqa 11:9, NWT).
Gelo lazim e ku tu sebra xwe zêde bikî? Eger wisa be, ji bo sebra zêde dua bike. Sebir yek ji sifetên berê ruhê pîroz e (Galatî 5:22, 23, KP). Loma em dikarin ji bo ruhê pîroz dua bikin û ji Yehowa bixwazin ku em sebra xwe zêde bikin. Eger sebra me di rewşekê de bê ceribandin, emê bi destê duayê ruhê pîroz “bixwazin” (Lûqa 11:13). Wekî din, em dikarin ji Yehowa rica bikin ku ew alî me bike ku em li gor nêrîna wî bifikirin. Piştî ku me dua kir, gerek em çi ji destê me tê bikin ku em her roj sebir bikin. Her ku em ji bo sebirkirinê dua dikin û xîret dikin ku yekî bisebir bin, ev sifet wê di kûrahiya dilê me kok berde û bibe qismekî şexsiyeta me. Wekî din, li ser serpêhatiyên di Kitêba Pîroz de kûr bifikire. Kitêba Pîroz behsa gelek kesên bisebir dike. Gava em van serpêhatiyan dixwînin û li ser wan kûr difikirin, em dielimin ku sebir bikin. w23.08 22-23 par. 10-11
Roja Yekşemê, 19 Cotmeh
Torên xwe bavêje avê (Lûqa 5:4, NWT).
Îsa Mesîh ji Petrûsê şandî re digot ku Yehowa wê destekê bide wî. Piştî rabûna ji mirinê, Îsa Mesîh bi mucîzeyekê alî Petrûs û şandiyên din kir ku ew gelek masiyan bigirin (Yûhena 21:4-6). Ji vê mucîzeyê, Petrûs fehm kir ku Yehowa wê hemû hewcedariyên wî tedarek bike. Wê çaxê, belkî ev gotinên Îsa hatin bîra wî: Yehowa wê li kesên ku “berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê” digerin xwedî derkeve (Meta 6:33). Ji ber vê yekê, Petrûs berî her tiştî bala xwe dida xizmetê, ne îşê masîgiriyê. Di roja Pentîkostê ya sala 33yan de, wî alî hezaran kesan kir ku ew xebera xêrê qebûl bikin (Karên Şandiyan 2:14, 37-41). Paşê wî alî Sameriyan û kesên ji miletên din dikir ku ew bibin xizmetkarên Xwedê (Karên Şandiyan 8:14-17; 10:44-48). Belê, Yehowa Petrûs bi kar anî, da ku mirovên ji hemû miletan Xwedê nas bikin. w23.09 20 par. 1; 23 par. 11