KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Eger hûn werin îbadetên me, çi qezenc ji we re heye?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 5

      Eger hûn werin îbadetên me, çi qezenc ji we re heye?

      Jehovah’s Witnesses at a Kingdom Hall in Argentina

      Arjantîn

      A meeting of Jehovah’s Witnesses in Sierra Leone

      Syerra Leone

      A meeting of Jehovah’s Witnesses in Belgium

      Belçîka

      A meeting of Jehovah’s Witnesses in Malaysia

      Malezya

      Gelek kes naxwazin ku herin îbadetxaneyan. Çimkî ew li wê derê rêberiya manewî yan jî tetmînbûnê nabînin. Eceba ferqiya îbadetên Şahidên Yehowa çi ye? Eger hûn werin îbadetên me, eceba çi qezenc ji we re heye?

      Hûnê şahiya ku hûn di nav însanên tijehez û xûngerm de bibînin, tam bikin. Di sedsala pêşî de, cemaetên taqîbkarên Îsa Mesîh hebûn. Ew bi şikilekî tertîbkirî li hev top dibûn. Wan ji Xwedê re îbadet dikir, Nivîsarên Pîroz tetkîk dikir û hevdû teşwîq dikirin (Îbranî 10:24, 25). Ew dihatin vî cihê bi hezkirinê ve tije û wan xûşk û birayên xwe yên hemîman didîtin. Wan wê wextê hîs dikir ku ew di nav dostên xwe, yên heqîqî de ne (2. Selanîkî 1:3; 3. Yûhenna 14). Îro em jî wan kesan ji xwe re emsal digirin û eynî şahiyê tam dikin.

      Hûn dielimin ku prensîpên Kitêba Pîroz, di heyata xwe de weynin cih. Wekî di zemanên Kitêba Pîroz de, îro jî di îbadetên me de mêr, jin û zarok bi hev re ne. Li wê derê prensîpên Kitêba Pîroz bi şikilekî zelal tên îzahkirin. Însan dielime ku çawa bikare wan prensîpan di heyata xwe de weyne cih (5. Mûsa 31:12; Nehemya 8:8). Her kes dikare tev li wan mizakere û xwendinên îlahiyan bibe. Ev mizakere û îlahî fersendê peyda dikin ku em umîdê xwe, yê li gor Kitêba Pîroz weynin ziman (Îbranî 10:23).

      Îmana we saxlem dibe. Şandiyê Îsa pêxamber, ê bi navê Pawlos ji cemaetekê re weha nivisîbû: “Ez pirr dixwazim we bibînim, da ku ... em bi hev re, hûn bi baweriya min û ez bi baweriya we, em bên handan [teselîkirin]“ (Romayî 1:11, 12). Em dixwazin bi xûşk û birayên xwe yên hemîman re bi şikilekî muntezam werin cem hev. Çimkî wisa hem îmana me, ya bi Xwedê û hem jî bi qirarbûna me xurt dibe. Em bi vî şikilî dikarin heyata xwe li gor prensîpên Kitêba Pîroz bidin dewamkirin.

      Eger hûn bixwazin, dikarin werin îbadetên me û temamiya van tiştan bi çavên serê xwe bibînin! Em bi hatina we kêfxweş dibin. Wekî din jî di îbadetên me de, qet pere nayên topkirin.

      • Îbadetên me, yên îroyîn îbadetên kê ji xwe re emsal digirin?

      • Eger em werin îbadetan, çi qezenca vê yekê ji me re heye?

      TEKLÎFEK

      Beriya ku hûn herin îbadeteke me, eger hûn bixwazin pêşî Salona Îbadetê bibînin, hûn dikarin vê yekê ji Şahidekî Yehowa rica bikin. Ewê bi kêfxweşî we bibe wê derê û hundirê salonê nîşanî we bide.

  • Çima pirr muhîm e ku em bi xûşk û birayên xwe yên hemîman re top bibin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 6

      Çima pirr muhîm e ku em bi xûşk û birayên xwe yên hemîman re top bibin?

      Jehovah’s Witnesses associating with fellow believers

      Madagaskar

      One of Jehovah’s Witnesses helping a fellow Christian

      Norweç

      Christian elders visiting a fellow believer

      Libnan

      Jehovah’s Witnesses associating together

      Îtalya

      Li ser rûyê erdê ne ba, ne firtone û ne jî riyên çetin, qet nikarin ji Şahidên Yehowa re bibin manî ku ew nerin îbadetên xwe. Ew jî wekî her kesî çetinahiyên heyatê û zehmetên rojê dikişînin. Eceba ew çima evqas zêde xîret dikin ku bi xûşk û birayên xwe yên hemîman re li hev top bibin?

      Ji bo ku em bikarin di heqê çetinahiyên heyatê de werin der, ev yek ji me re yardim dike. Pawlos ji birayên xwe yên cemaetê re nivîsî ku ew “hay ji hev hebin” (Îbranî 10:24). Wî bi vê îfadeyê dixwest ku bibêje, em gerek hevdû ji nêzîk ve nas bikin û li hevdû xwedî derkevin. Em aîle û kesên di cemaeta xwe de, pirr ji nêzîk ve nas dikin. Bi vî şikilî em dikarin bibînin ku problemên wan jî wekî yên me bûne, feqet ew di heqê problemên xwe de hatine der. Loma ew dikarin ji me re yardim bikin.

      Ji bo ku em hevaltiyên saxlem girê bidin, ev yek ji me re yardim dike. Kesên ku em bi wan re di îbadetên xwe de, tên cem hev, ji bo me zêdetirî nasekî normal in. Ew hevalên me yên nêzîk in. Em ne tenê di îbadetan de, feqet wekî din jî bi wan re zemanê xwe derbas dikin. Em bi saya vê yekê qîmeta hevdû hê zêdetir fam dikin û di navbera me de girêka hezkirinê xurt dibe. Gava problemeke birayekî me hebe, em hema terin yardima wî. Çimkî bi wî re hevaltiyeke me, ya saxlem heye (Methelokên Silêman 17:17). Em di cemaeta xwe de, bi her kesî re wextê derbas dikin. Em bi vî şikilî nîşan didin ku em “bi eynî pîvanê xema hev dixwin” (1. Korîntî 12:25, 26).

      Eger hûn bi kesên ku îradeya Xwedê tînin cih re hevaltiyê bikin, ev yek ji bo qezenca we ye. Hûn dikarin heval û dostên weha di nav Şahidên Yehowa de bibînin. Îzinê nedin ku ev îrtibata bi qîmet ji destê we bifilite.

      • Eger em di îbadetan de li hev top bibin, çi qezenca vê yekê ji me re çêdibe?

      • Hûn kîjan wextê dixwazin kesên ku di cemaeta me de ne, nas bikin?

  • Di îbadetên me de çi tên kirin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 7

      Di îbadetên me de çi tên kirin?

      A meeting of Jehovah’s Witnesses in New Zealand

      Zelandaya Nû

      A meeting of Jehovah’s Witnesses in Japan

      Japonya

      A young Witness reading the Bible in Uganda

      Ûganda

      Two Witnesses demonstrating a Bible discussion in Lithuania

      Lîtvanya

      Di îbadetên taqîbkarên Îsa Mesîh ên pêşî de, îlahî dihatin xwendin, dua dihatin kirin. Wekî din jî, ji Nivîsarên Pîroz hinek qisim dihatin xwendin û li ser wan mizakere dihatin kirin. Qet ayîneke wan tunebû (1. Korîntî 14:26). Em jî di îbadetên xwe de tiştên wekî wan dikin.

      Malûmatên bi feyde, yên li gor ilmê Kitêba Pîroz tên dayîn. Her cemaetek di îbadeta ku di dawiya hefteyê de tê kirin de, 30 deqeyan gotareke li gor ilmê Kitêba Pîroz, guhdarî dike. Di gotarê de tesîra Kitêba Pîroz a li ser heyata me û tiştên di heqê zemanê me de tên gotin. Em ayetên ku tên xwendin di Kitêba xwe ya Pîroz de bi xwe jî, taqîb dikin. Piştî gotarê saetekê Tetkîka “Qûleya Çavdêriyê” tê kirin. Ji kovara The Watchtower (Qûleya Çavdêriyê), ya çapkirî meqaleyek bi mizakereyeke bi pirs û cewaban ve tê tetkîkkirin. Ev mizakereya ku temamê kesên guhdar dikarin tev lê bibin, ji me re pirr yardim dike. Em bi vî şikilî di heyata xwe de, Kitêba Pîroz wekî rêber dişixulînin. Eynî meqale li ser temamê dinyayê, di bêtirî 110.000 cemaetên me yên din de jî, tê tetkîkkirin.

      Em ji bo ku hunera xwe ya elimandinê bi pêş bixin, alîkariyê distînin. Civîna Wek Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet Bikin li êvareke di hundirê hefteyê de tê kirin. Ev civîn ji sê qisiman tê meydanê û li gor Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê ya mehane tê îdare kirin. Qisima pêşîn wek Xezîneyên Kitêba Pîroz tê bi nav kirin û alî me dike ku em çend beşên Kitêba Pîroz, ên ku civat ji berê ve dixwînê, ji nêzik ve nas bikin. Paşê, qisima Xwe ji bo Xizmetê Hazir Bike bi alîkariya nimayîşan nîşan dide ku em çawa dikarin ji kesên din re behsa Kitêba Pîroz bikin. Nazir bala me dikişîne li ser hin nuqteyan da ku xwendin û xeberdana me bi pêş ve here (1. Tîmotêyos 4:13). Di dawiyê de, qisima Wek Îsa Mesîh Bijîn nîşan dide ku em çawa dikarin li gor gotinên Kitêba Pîroz bijîn. Mizakereyeke bi pirs û cewaban alî me dike ku em Kitêba Piroz rindtir fehm bikin.

      Eger hûn werin îbadetên me, hûnê miheqeq ferq bikin ku li wê derê di heqê Kitêba Pîroz de derseke pirr bi qalîte tê dayîn (Îşaya 54:13).

      • Însan di cemaetên Şahidên Yehowa de, malûmatên çawa dikarin bistînin?

      • Hûn pêşî dixwazin werin kîjan îbadetê?

      TEKLÎFEK

      Qisimekî malzemeyê di îbadeta ku wê were de tê mizakerekirin, ji xwe re dîqet bigirin. Bibînin ka hela kîjan malûmat di heyata we de, ji we re bi feyde ye.

  • Çima gava em terin îbadetên xwe, gerek kincên ku li xwe dikin, dîqet bigirin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 8

      Çima gava em terin îbadetên xwe, gerek kincên ku li xwe dikin, dîqet bigirin?

      A father and son dressing for a congregation meeting

      Îslanda

      A mother and daughter getting ready for a meeting

      Meksîka

      Well-dressed Jehovah’s Witnesses in Guinea-Bissau

      Gîneya-Bissaoyî

      A family in the Philippines walking to a meeting

      Fîlîpîn

      Bi îhtimaleke mezin ji resimên ku di vê broşûrê de hatine dayîn, tiştekî dîqeta we jî kişandiye. Miheqeq we jî ferq kiriye ku Şahidên Yehowa di îbadetên xwe de, kincên çiqas temîz û maqûl li xwe dikin. Eceba em çima evqas qîmetê didin kinc û bergên ku li xwe dikin?

      Kincên li ser me, hurmeta me ya ji Xwedê re nîşan didin. Feqet Xwedê mehkemeya me li gor xuyabûna şikil û şemalê me nake (1. Samûyêl 16:7). Ancax gava em ji bo îbadetkirinê tên cem hev, dixwazin îspat bikin ku em çiqas hurmetê ji Xwedê re nîşan didin. Em vê yekê wer nîşanî xûşk û birayên xwe yên hemîman jî didin. Mesela eger em derketana hizûra padîşah an jî serokê dewletekê, helbet me kincên ku li xwe dikirin wê dîqet bigirta. Çimkî me dixwest ku ji meqamê wî re hurmeta xwe îfade bikin. Wekî vê yekê, em hurmeta xwe hem ji “Padîşahê herheyî” Yehowa Xweda re û hem jî ji cihê ku em lê îbadetê dikin re nîşan didin. Çimkî em dixwazin bi kinc û bergên ku ji bo îbadetan li xwe dikin, vê nêta xwe îspat bikin (1. Tîmotêyos 1:17).

      Kincên li ser me, qîmetên ku em lê xwedî ne, nîşan didin. Kitêba Pîroz ji taqîbkarên Îsa Mesîh ji kesên ku “xwedî teqwa ne” re dibêje ku ew gerek “bi qiyafetekî sade, li gor edebê û bi awayekî pîvangî” xwe bi kinc bikin (1. Tîmotêyos 2:9, 10, KP). Xwekinckirina “bi qiyafetekî sade” lazim dibîne ku em gerek xwe ji kincên balkêş, ên ku dîqetê dikişînin ser me û însanan tehrîk dikin, dûr bigirin. Ji bedena me qet şûneke eyîb gerek vekirî nemîne. Xwekinckirina “li gor edebê û bi awayekî pîvangî” jî, ji me re yardim dike ku em xwe ji kincên şapûle, yan jî pirole dûr bixin. Feqet em gerek qiyafetên xweş û maqûl tercîh bikin. Em dikarin hem van standardan weynin cih û hem jî, bi maqûltî kincên li gor zewqa xwe li xwe bikin. Em dikarin tenê bi navgîniya kincên xwe yên xweşik û bi zewq jî, “hînkirina Xilaskarê me Xwedê bixemilînin” û WÎ “bilind bikin” (Tîtos 2:10; 1. Petrûs 2:12, KP). Em gava tên îbadetên xwe, kincên xwe dîqet digirin. Çimkî em bi vî şikilî dixwazin tesîrê li însanên din jî bikin. Ew jî di heqê kesên ku ji Yehowa re îbadetê dikin de, bi rindî difikirin.

      Belkî qiyafetê we yê minasib tune. Feqet ev yek gerek nebe sebeb ku hûn şerm bikin û neyên Salonên Îbadetê. Însan bêyî ku qiyafetên biha, yan xisûsî li xwe bike jî, dikare bibe xwediyê şikilekî minasib, temîz û xweşik.

      • Gava ji Xwedê re îbadet tê kirin, çima muhîm e ku însan kincên temîz û maqûl li xwe bike?

      • Di meseleya kinc û bergan de, kîjan prensîp ji me re rê nîşan didin?

  • Em çawa dikarin xwe ji bo îbadetan hazir bikin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 9

      Em çawa dikarin xwe ji bo îbadetan hazir bikin?

      One of Jehovah’s Witnesses studying for a congregation meeting

      Kamboçya

      One of Jehovah’s Witnesses studying for a congregation meeting
      One of Jehovah’s Witnesses participating at a congregation meeting

      Ukrayna

      Eger hûn bi Şahidên Yehowa re bi şikilekî muntezam Kitêba Pîroz tetkîk bikin, bi îhtimaleke mezin hûn beriya her tetkîkekê xwe hazir dikin. Ji bo ku hûn bikarin tam ji îbadetan feydeyê bigirin jî, hûn gerek bi eynî şikilî xwe hazir bikin. Wexta ku hûn vê yekê bi planekê ve girê bidin, dikarin netîceya herî rind bi dest bixin.

      Qirarê bidin ku hûn vê yekê kîjan wextê û li ku derê bikin. Hûn kîjan wextê dikarin bi şikilekî pirr rind konsantre bibin? Eceba sibehê beriya ku hûn dest bi rojê bikin, an ku êvarê piştî raketina zarokan? Eger hûn nikarin di yek carekê de heta zemanekî dirêj tetkîk bikin jî, ji xwe re wextekê tayîn bikin. Û îzinê nedin ku di nava vê wextê de, qet tiştekî din dîqeta we belav bike. Ji bo ku hûn xwe li wê derê hazir bikin, cihekî bêdeng ji xwe re tercîh bikin. Dengê radyo, televîzyon û telefona xwe ya destan qapat bikin. Gava hûn dest bi tetkîkê dikin, pêşî dua bikin. Ev yek ji we re yardim dike ku hûn ji endîşeyên wê rojê dûr bikevin. Hûn bi vî şikilî xwe li ser kelama Xwedê yanî Kitêba Pîroz konsantre dikin (Filîpî 4:6, 7).

      Li bin nuqteyên sereke îşaret bikin û cewaban hazir bikin. Beriya ku hûn qisimekî weşanê mizakere bikin, di heqê wê de fikirekî genel bistînin. Li ser sernivîs û binsernivîsên meqaleyê mijûl bibin û bifikirin hela çi îrtibata wan bi meseleyê re heye. Bi yardima resim û pirsên tekrar, fikirên muhîm bi dîqeteke mezin di ber çavan re derbas bikin. Paşê her paragrafekê yek bi yek bixwînin û bişixulin ku hûn cewaba pirsa paragrafê bibînin. Ayetên ku navên wan tê de derbas dibin, ji Kitêba Pîroz vekin û bixwînin. Bixebitin ku hûn fam bikin ka hela ew ayet fikirên di paragrafê de çawa destek dikin (Karên Şandiyan 17:11). Gava hûn cewabê bibînin, li bin çend kelîmeyên ku cewabê weynin bîra we, îşaret bikin. Paşê eger hûn bixwazin, dikarin di îbadetê de destê xwe hildin û bi gotinên aîdî xwe cewabên kin bidin pirsan.

      Çiqas ku hûn her hefte di îbadetên me de, meseleyên çeşîd bi çeşîd mizakere bikin, hûn ewqas zanîna nû distînin. Hûn li ser “xezîneya” ilimê ku ji Kitêba Pîroz bi dest dixin, rind talîm dibin (Metta 13:51, 52).

      • Ji bo ku hûn xwe ji îbadetan re hazir bikin, gerek hûn planeke çawa çêbikin?

      • Ji bo ku hûn di îbadetê de cewabê bidin, gerek hûn xwe çawa hazir bikin?

      TEKLÎFEK

      Metodên ku di vî qisimî de hatine dayîn, bişixulînin. Hûn bi vî şikilî xwe ji Tetkîka Qûleya Çavdêriyê û Tetkîka Kitêba Pîroz a Cemaetê re, hazir bikin. Bi yardima wî kesê ku bi we re Kitêba Pîroz tetkîk dike, ji bo îbadeta li pêş xwe, cewabekê hazir bikin.

  • Mexseda Îbadeta Aîleyê çi ye?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 10

      Mexseda Îbadeta Aîleyê çi ye?

      A family enjoying family worship

      Koreya Başûr

      A couple studying the Bible together

      Brezîlya

      One of Jehovah’s Witnesses studying the Bible

      Awustralya

      A family discussing a Bible topic

      Gîne

      Ji zemanên berê ve Yehowa Xweda ji aîleyan dixwaze ku ew bi şikilekî muntezam li hev top bibin. Çimkî ew kes bi saya vê yekê hem bi Yehowa re, hem jî bi ferdên aîleyê re îrtibata xwe xurt dikin (5. Mûsa 6:6, 7). Loma aîleyên ku Şahidên Yehowa ne, her hefte zemanekî xisûsî ji xwe re tayîn dikin. Çimkî ew dixwazin ku bi hevdû re tim di îrtibatê de bimînin. Ew di Îbadeta Aîleyê de meseleyên ku wan li gor îhtiyaçên xwe tayîn kirine, li şûneke rihet bi yardima Kitêba Pîroz tetkîk dikin. Kesên ku bi tena serê xwe heyatê dajon, ew jî dikarin ji xwe re meseleyekê tercîh bikin û tetkîk bikin. Ew kes bi vî şikilî vê wexta muhîm rind dişixulînin û îrtibata xwe bi Xwedê re xurt dikin.

      Ev yek, her ferdekî aîleyê nêzîkî Yehowa Xweda dike. Di Aqûb 4:8-an de, weha hatiye nivîsîn: “Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe.” Loma em gotina Xwedê bi dewamî dixwînin. Çimkî wesf û hereketên WÎ bi şikilekî pirr xweş tê de hatine nivîsîn. Bi saya vê yekê em Yehowa ji nêzîktir ve nas dikin. Însan dikare rihet dest bi Îbadeta Aîleyê bike. Mesela însan gerek ji zemanê xwe bi xisûsî parçeyekî veqetîne û bi hev re qisimeke ji Kitêba Pîroz bixwîne. Ev qisim dikare ew qisim be, yê ku wê hefteyê ji bo programa Îbadeta Waîztiyê hatiye tayînkirin. Her kes dikare ayetên ku jê re hatine tayînkirin bi dengê bilind bixwîne. Temamê aîleyê dikare li ser vê yekê sohbet bike ku hela ew çi ji vî qisimî elimiye.

      Ev yek, ferdên aîleyê nêzîkî hevdû dike. Eger însan Kitêba Pîroz bi aîleyê re tetkîk bike, ev yek îrtibatên di navbera mêr û jinê de xurt dike. Ev îbadet îrtibatên di navbera dê, bav û zarokan de jî saxlem dike. Yanî Îbadeta Aîleyê gerek bibe zemanekî ku bi şabûn û bi hizûrê ve tije ye. Wisa ku însan gerek di temamiya hefteyê de, bi çar çavan li ser hatina wê bisekine. Dê û bav dikarin li gor mezinahiya emrê zarokên xwe meseleyên balkêş û bi feyde hilbijêrin. Gava ew vê yekê dikin, dikarin ji meqaleyên kovarên bi navê The Watchtower (Qûleya Çavdêriyê) û Awake! (Hişyarî!), yan jî ji malpera me jw.org alîkariyê bistînin. Mesela, hûn dikarin bernameyeke li ser JW Broadcasting (tv.jw.org) temaşe bikin û paşê der heqê wê de bipeyivin. An jî, hûn dikarin li ser problemeke zarokên xwe yên di mektebê de bipeyivin û paşê şîretan bidin wan ku ew çawa karibin serî bi vê problemê re derxînin. Wekî din, hûn dikarin kilamên ku di civînan de wê bên xwendin bi hev re bixwînin. Piştî vê yekê hûn dikarin bi xwarin û vexwarineke biçûk, bi hev re wexteke xweş derbas bikin.

      Eger aîleyek bixwaze bi hev re ji Xwedê re îbadetê bike, ew gerek her hefte zemanê xwe veqetîne. Ev fealiyet yardim dike ku temamiya aîleyê ji kelama Xwedê zewqê bistîne. Yehowa jî helbet vê xîretkêşiya me dibîne. Ew me destek dike û bi xelat dike (Zebûr 1:1-3).

      • Çima muhîm e ku ji bo Îbadeta Aîleyê zeman were veqetandin?

      • Dê û bav dikarin çi bikin ku her kesê di aîleyê de, ji vê îbadetê zewqê bistîne?

      TEKLÎFEK

      Ji xûşk û birayên di cemaetê de bipirsin, ka hela ew di Îbadeta Aîleyê de çi dikin. Wekî din jî tespît bikin ka di Salona Îbadetê de kîjan weşan hene. Hûn dikarin weşanên lazim bişixulînin, da ku zarokên we Yehowa Xweda rind nas bikin.

  • Em çima kongreyên mezin ziyaret dikin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 11

      Em çima kongreyên mezin ziyaret dikin?

      A regional convention of Jehovah’s Witnesses in Mexico

      Meksîka

      A publication being released at a regional convention in Germany

      Almanya

      Jehovah’s Witnesses at a regional convention in Botswana

      Botswana

      A young man being baptized in Nicaragua

      Nîkaragua

      A costume drama at a regional convention in Italy

      Îtalya

      Eceba ev însan çima evqas dilşad in? Çimkî ew di kongreya mezin de ne. Qûlên Xwedê, zemanên berê di salê de gerek sê caran li hev top bibûna. Em jî îro wekî wan bi heweseke mezin, li ser rojên kongreyan disekinin. Em bi sedan heta bi hezaran xûşk û birayên xwe re bi saya wan kongreyan li hev top dibin (5. Mûsa 16:16). Em her sal di van sê kongreyan de hevdû dibînin: Her sal, Civîna Yekrojî du caran û Civîna Sêrojî carekê tê tertîb kirin. Eceba çi feydeya van kongreyan ji me re heye?

      Ev yek, yekîtiya me ya biratiyê xurt dike. Qewmê Yehowa zemanê berê, “di nav cemaetê de” bi kêfxweşî EW bi rûmet dikir. Em jî wisa di van kongreyên xisûsî de, bi dilşahî ji Yehowa re îbadetê dikin (Zebûr 26:12; 111:1). Ev kongre ji me re fersendê derdixin ku em bi xûşk û birayên xwe yên hemîman re wexta xwe derbas bikin. Ew xûşk û bira ji cemaetên din, heta ji welatên din jî tên û em hevdû nas dikin. Em nîvro jî di wexta navberê de, li cihê ku îbadet lê tê kirin bi hev re xwarinê dixwin. Ev yek, vê atmosfera germ a li wê derê destek dike (Karên Şandiyan 2:42). Wekî din jî, em di van îbadetan de hezkirina ku yekîtiya biratiya me, ya înternasyonal tîne meydanê, hîs dikin (1. Petrûs 2:17).

      Ev yek, îrtibata me ya bi Xwedê re xurt dike. Kesên zemanên berê ji bo ku ji Yehowa re îbadetê bikin, li hev top dibûn. Wan ji Nivîsarên Pîroz gotinên ku hatibûn qeydkirin fam dikirin (Nehemya 8:8, 12). Em jî pirr qîmetê didin talîmatên ku ji Kitêba Pîroz di kongreyan de, ji me re tên dayîn. Her kongreyekê mewzûyeke xwe heye û ew mewzû li gor ilmê Kitêba Pîroz e. Em li wê derê gelek gotarên bi tesîr, ên ku li dû hev tên teqdîmkirin guhdarî dikin. Bi saya wan em dielimin ku ka em çawa îradeya Xwedê di heyata xwe de weynin cih. Wekî din jî em tecrûbeyên kesên ku di van wextên çetin de derbas kirine, dibihîzin. Em dibînin ku wan li ser probleman jî çawa kariye bi prensîpên Xwedê ve girêdayî bimînin û wê wextê cesaretê distînin. Niwandinên ku di Kongreya Herêmî de tên teqdîmkirin jî, ji me re yardim dikin. Bi saya wan, em qeydên di Kitêba Pîroz de tînin ber çavên xwe û ji xwe re dersan jê distînin. Di her kongreyekê de haziriyeke xisûsî jî tê kirin. Bi vî şikilî kesên ku li wê derê xwe ji Xwedê re weqf dikin, ew dikarin ji bo sembola vê yekê, werin vaftîzkirin.

      • Çima wexta ku em kongreyan ziyaret dikin, ev yek me dilşad dike?

      • Eger em herin kongreyekê, çi feydeya vê yekê ji me re heye?

      TEKLÎFEK

      Eger hûn bixwazin yekîtiya me, ya biratiyê ji nêzîk ve nas bikin, keremkin werin kongreyeke me. Hûn dikarin li programa kongreya me mêze bikin û tespît bikin, ka hela di kongreyan de çi tişt tên mizakerekirin. Di teqwîma xwe de şûn û zemanê kongreya li pêş xwe qeyd bikin. Û bişixulin ku hûn bikarin werin wê kongreyê.

  • Em wezîfeya xwe ya belavkirina Mizgîniyê çawa tînin cih?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 12

      Em wezîfeya xwe ya belavkirina Mizgîniyê çawa tînin cih?

      Jehovah’s Witnesses preaching from house to house

      Spanya

      One of Jehovah’s Witnesses preaching in a park

      Rûsyaya Spî

      One of Jehovah’s Witnesses preaching by telephone

      Hongkong

      Jehovah’s Witnesses in the public ministry

      Perû

      Îsa pêxamber wexteke kin beriya mirina xwe, weha gotibû: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê” (Metta 24:14). Eceba ev îşê belavkirina Mizgîniyê, wê çawa bihata cih? Bi metodê îşên ku Îsa pêxamber li ser rûyê erdê kiribûn tê cih (Lûqa 8:1).

      Em dişixulin ku li malên wan xwe bigihînin însanan. Îsa pêxamber telebeyên xwe elimandin ku ew mal bi mal bigerin û Mizgîniyê îlan bikin (Metta 10:11-13; Karên Şandiyan 5:42; 20:20). Wan kesan wê wextê li cihên ku ji wan re hatibûn tayînkirin, Mizgînî didan bihîstin (Metta 10:5, 6; 2. Korîntî 10:13). Îro jî îşê me yê belavkirina Mizgîniyê, bi şikilekî rind hatiye organîzekirin. Ji her cemaetekê re cihekî xisûsî tê tayînkirin. Em bi saya vê yekê dikarin emira Îsa pêxamber weynin cih. Çimkî Îsa gotibû ku Mizgîniyê li ser temamiya dinyayê bidin bihîstin (Karên Şandiyan 10:42).

      Em dişixulin ku li her derê xwe bigihînin însanan. Îsa Mesîh li cihên ku xelk lê dihat dîtin, ên wekî li ber bîra avê û kêleka deryayê jî, Mizgînî li însanan belav dikir. Loma ew ji me re bû emsal (Marqos 4:1; Yûhenna 4:5-15). Em jî îro hem bi telefonê, hem li dukanan û hem jî li parkan Mizgîniyê belav dikin. Yanî em, li her dera ku bikarin xwe bigihînin însanan, bi wan re di heqê Kitêba Pîroz de qise dikin. Wekî din heta ku îmkanên me hebin, em ji cîranên xwe re, ji hevalên xwe yên li şûna îş re, ji hevalên xwe yên mektebê û eqrebeyên xwe re jî li ser îmana xwe xeber didin. Ji netîceya temamiya van xebatan jî, li ser temamiya dinyayê bi milyonan însan “mizgîniya rizgarkirinê” dibihîzin (Zebûr 96:2).

      Eceba hûn dixwazin Mizgîniya di heqê Padîşahiya Xwedê de, bi kê re parve bikin? Vî umîdê şahane tenê ji xwe re veneşêrin. Hûn dikarin vî umîdî di zemanekî pirr kin de, bi wî kesî re jî parve bikin, ê ku hûn dixwazin Mizgîniyê bidinê!

      • Îsa pêxamber emir kir ku em gerek çi îlan bikin?

      • Gava Şahidên Yehowa Mizgîniyê belav dikin, ew çawa Îsa pêxamber ji xwe re emsal digirin?

      TEKLÎFEK

      Ji Şahidê Yehowa, yê ku bi we re Kitêba Pîroz tetkîk dike, rica bikin ku ew metodan nîşanî we bide. Hûn bi vî şikilî dikarin tiştên ku hûn ji Kitêba Pîroz elimîne bi zimanekî minasib, ji eqrebe û dostên xwe re jî bibêjin.

  • Ji kê re pêşeng tê gotin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 13

      Ji kê re pêşeng tê gotin?

      A full-time evangelizer in the public ministry

      Kanada

      Full-time evangelizers in the preaching work

      Xizmeta mal bi mal

      Pioneer evangelizers conducting a Bible study

      Tetkîka Kitêba Pîroz

      A pioneer minister studying the Bible

      Tetkîka şexsî

      Kesekî ku ji tiştekî nû yan jî fealiyetekî re, rê vedike wekî “pêşeng” tê bi navkirin. Îsa pêxamber jî hat ser rûyê erdê û xizmeteke ku heyata însanan xilas dike, îcra kir. Wî bi vî şikilî ji me re riya xilasiyê vekir. Loma ew jî pêşeng tê hesibandin (Îbranî 12:2; Metta 20:28). Îro taqîbkarên Îsa Mesîh wî ji xwe re emsal digirin. Ew heta ku ji destê wan tê, wexta xwe vediqetînin û dixwazin ku însanan “bikin şagirt” (Metta 28:19, 20). Ji wan durima hin kesan jî minasib e ku wekî “pêşeng” xizmetê bikin.

      Ew gelek wexta xwe ji bo îşê îlankirina Mizgîniyê vediqetînin. Her Şahidekî Yehowa Mizgîniyê îlan dike. Feqet ji wan hinek jî di programa xwe de, planên ku lazim in, çêdikin. Ew kes wekî pêşengê daîmî xizmetê dikin. Ev pêşeng her meh ji bo îşê Mizgîniyê qet nebe 70 saetan wexta xwe vediqetînin. Ji wan gelek kes hene ku ji bo îdareya mala xwe, tenê nîv rojê dixebitin. Hinek jî li mintiqeyên ku pirr îhtiyaç bi wan hene wekî pêşengê xisûsî tên tayînkirin. Ew bi vî şikilî dikarin ji kesên ku Mizgîniyê belav dikin re yardim bikin. Ew her meh ji bo Mizgîniyê herî kêm 130 saetan wexta xwe vediqetînin. Kesên pêşeng heyateke sade tercîh dikin û dilşad dibin. Ew emîn in ku Yehowa Xweda tim îhtiyaçên wan, ên zarûrî temîn dike (Metta 6:31-33; 1. Tîmotêyos 6:6-8). Ancax hin kes hene ku nikarin ji bo xizmeta pêşengiyê evqas zêde wexta xwe veqetînin. Loma ew jî di mehên ku durima wan musade dike de, ji bo îşê Mizgîniyê 30 yan jî 50 saetan wexta xwe vediqetînin. Ew kes bi vî şikilî bi sifatê pêşengê alîkar xizmetê dikin.

      Ji seba ku ew ji Xwedê û ji însanan hez dikin, vê xizmetê dikin. Em jî wekî Îsa Mesîh ferq dikin ku însanên li dora me, ji aliyê manewî ve birçîtiyê dikişînin (Marqos 6:34). Zanîn û ilmê ku ji niha ve ji bo însanan bi feyde ye, bi me re heye. Ew zanîn di heqê zemanê li pêş me de jî umîdeke saxlem dide wan. Loma ji seba ku pêşeng ji însanan hez dikin, ew vê zanînê digihînin wan. Ew enerjî û zemanê xwe bi şikilekî comerd serf dikin (Metta 22:39; 1. Selanîkî 2:8). Ji seba ku ew vê xizmetê dikin, îmana wan saxlem dibe. Ew hê zêdetir nêzîkî Xwedê dibin û pirr dilşad dibin (Karên Şandiyan 20:35).

      • Eceba hûn yekî pêşeng çawa tarîf dikin?

      • Ji bo çi sebebê Şahidekî Yehowa bi sifatê pêşeng xizmetê dike?

  • Ji bo pêşengan kîjan kurs hatine temînkirin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
    • QISIM 14

      Ji bo pêşengan kîjan kurs hatine temînkirin?

      Full-time ministers in the public ministry

      Di welatê xwe de

      Students attending the Watchtower Bible School of Gilead
      Students preparing for missionary service

      Li Mekteba Gîleadê

      A missionary couple preaching in Panama

      Li Panamayê bi aîleyekê re, Kitêba Pîroz tetkîk dikin

      Kursên teokratîk ji zemanekî dirêj ve ye ku xisûsiyetekî ku Şahidên Yehowa dide naskirin in. Ji bo kesên ku ji zemanê xwe qisimeke mezin ji îlankirina Padîşahiya Xwedê re vediqetînin, hinek kursên xisûsî hatine temînkirin. Ew bi vî şikilî dikarin xizmeta xwe bêkêmasî weynin cih (2. Tîmotêyos 4:5).

      Kursa Xizmeta Pêşengiyê. Pêşengên ku di xizmeta ji bo temamiya rojê de sala xwe ya pêşî temam dikin ji bo kurseke şeş rojan tên dawetkirin. Ev kurs dikare di saloneke îbadetê de ya li mintiqeya ku ew kes lê ye, were kirin. Mexseda vê kursê ew e ku pêşeng hê zêdetir nêzîkî Xwedê bibin, ji her aliyê xizmetê ve zêdetir bi tesîr bibin û xizmeta xwe bi şikilekî sadiq dewam bikin.

      Kursa Mizgînvanên Padîşahiya Xwedê. Ev kurs du mehan dewam dike û ji bo elimandina pêşengên bi tecrûbe hatiye hazirkirin. Ev pêşeng bi dilxwazî hazir in ku ji mala xwe dûrkevin û li mintiqeyeke ku îhtiyaç bi wan heye, xizmetê bikin. Yanî ew dibêjin: “Va ye, ez terim! Min bişîne!”. Ew bi vî şikilî waîzê herî mezin Îsa Mesîhê ji xwe re emsal digirin (Îşaya 6:8, NW; Yûhenna 7:29). Belkî gava ew koçî mintiqeyeke dûr dikin, mecbûr dimînin ku xwe bielimînin heyateke ji ya berê sadetir. Belkî kultur, îqlim û xwarinên wê derê ji bo wan xerîb in. Heta, belkî lazim dike ku ew bielimin zimanekî xerîb jî. Xûşk û birayên ku emrê xwe 23 heta 65 in, hem ên nezewicî û hem jî cotên zewicî dikarin vê kursê ziyaret bikin. Ev kurs ji wan re yardim dike ku ew ji bo xizmetê gelek wesfên ku îhtiyaçên wan pê hene bi pêş bixin. Loma teşkîlata Yehowa jî dikare wan hê rindtir bişixulîne.

      Mekteba Kitêba Pîroz a Watchtower Gîleadê. Di zimanê Îbranî de gotina “Gîlead” tê mana “Koma Şahidan”. Mekteba Gîleadê di sala 1943-yan de, hatiye avakirin. Ji wê wextê vir ve, zêdetirî 8.000 mezûn ji vê mektebê derketine. Ew bi sifata mizgînvanên wezîfedar ji bo îşê şahidiyê heta kujên dinyayê yên dawî hatine şandin (Karên Şandiyan 13:47). Mesela wexta ku mizgînvanên wezîfedar cara pêşî çûn welatê Perûyê, li wê derê qet cemaeteke Şahidên Yehowa tunebû. Ancax niha 1.255 cemaet hene. Gava mizgînvanên wezîfedar çûn Japonyayê, hijmara Şahidên li wî memleketî 10 kes jî tunebû. Feqet îro li wê derê zêdetirî 200.000 Şahidên Yehowa hene. Mekteba Gîleadê pênc mehan dewam dike. Û di vê mektebê de Kitêba Pîroz bi şikilekî kûr tê tetkîkkirin. Kesên wekî: Nazirên Herêmê û jinên wan, pêşengên xisûsî, mizgînvanên wezîfedar ên ku li mintiqeyê xizmetê dikin û kesên ku li Beytelê xizmetê dikin, ew dikarin ji bo vê mektebê werin dawetkirin. Mexseda vê elimîna kûr ew e ku ew bikarin fealiyetên me yên li ser temamiya rûyê erdê xurt û bi îstiqrar bikin.

      • Mexseda Kursa Xizmeta Pêşengiyê çi ye?

      • Kursa Mizgînvanên Padîşahiya Xwedê ji bo kîjan kesan hatiye hazirkirin?

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne