KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • fg ders 7 pirs 1-5
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
  • Mizgîna Xwedê
  • Malzemeya Eleqedar
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Padîşahiya Xwedê wê Çi Bike?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Hukûmeta Ku Dîsa Cenetê Bîne
    Hukûmeta Ku Dîsa Cenetê Bîne
Zêdetir Bibîne
Mizgîna Xwedê
fg ders 7 pirs 1-5

DERS 7

Padîşahiya Xwedê Çi ye?

1. Padîşahiya Xwedê çi ye?

1. Padîşahiya Xwedê li ezmanan 2. Îsa mirovekî bicûzam qenc dike

Îsa Mesîh çima Padîşahê herî baş e? (MARQOS 1:40-42)

Padîşahiya Xwedê hikumdariyeke li ezmanan e. Ewê şûna hemû hikumdariyên din bigire û daxwaza Xwedê bîne cih – hem li ezmanan hem jî li ser erdê. Mizgîna Padîşahiya Xwedê bi rastî jî pir xweş e, çimkî ev Padîşahî wê hemû kul û derdan tune bike. Li bin hikumdariya vê Padîşahiyê, hemû mirov wê di selamet û yekîtiyê de bin.​—Danîêl 2:44; Metta 6:9, 10; 24:14 bixwîne.

Di her padîşahiyê de helbet gerek padîşahek hebe. Yehowa, Îsa Mesîh wek Padîşahê Padîşahiya xwe tayîn kiriye.​—Peyxam 11:15 bixwîne.

Li vîdeoya Padîşahiya Xwedê Çi ye? temaşe bike.

2. Îsa Mesîh çima Padîşahê herî baş e?

Îsa Mesîh Padîşahê herî baş e, çimkî ew her tim adil û dilovan e (Metta 11:28-30). Wekî din, qudreta wî digihîje ku alî mirovan bike, çimkî ewê ji ezmanan li ser dinyayê hikum bajo. Piştî ku Îsa pêxember ji mirinê rabû, ew çû ezmanan û li kêleka Xwedê rûnişt (Îbranî 10:12, 13). Paşê, Xwedê ew kir Padîşah.​—Danîêl 7:13, 14 bixwîne.

3. Kî wê tevî Îsa Mesîh hikum bajon?

Kesên “pîroz” wê bi Îsa Mesîh re li ezmanan hikum bajon (Danîêl 7:27). Kesên pêşîn, ên ku wek kesên pîroz hatibûn hilbijartin, şagirtên Îsa yên dilsoz bûn. Heta niha jî, Yehowa kesên din wek kesên pîroz hildibijêre. Wek Îsa Mesîh, ew jî bi bedeneke ruhî tên rakirin.​—Yûhenna 14:1-3; 1. Korîntî 15:42-44 bixwîne.

Çend kes wê herin ezmanan? Îsa pêxember ev kesên hilbijartî wek “keriyê biçûk” bi nav kirin (Lûqa 12:32). Hejmara wan 144.000 e. Ewê bi Îsa Mesîh re li ser dinyayê hikumdariyê bikin.​—Peyxam 14:1 bixwîne.

4. Gava Îsa Mesîh bû Padîşah, çi qewimî?

Kursa Kitêba Pîroz

Padîşahiya Xwedê li sala 1914an dest bi hikumdariyê kir.a Piştî ku Îsa Mesîh bû Padîşah, wî serê pêşîn Îblîs û cinên wî ji ezmanan avêtin ser rûyê erdê. Îblîs pir hêrs ket û dinya tev li hev kir (Peyxam 12:7-10, 12). Ji wê çaxê û vir de, derdê însanan gelek zêde bûye. Li gelek deran, şer, birçîtî, nexweşî û zelzele hene. Ev yek nîşan dide ku di demeke nêzik de, temamiya dinyayê wê bikeve bin kontrola Padîşahiya Xwedê.​—Lûqa 21:7, 10, 11, 31 bixwîne.

5. Nîmetên Padîşahiya Xwedê çi ne?

Mizgîna Kitêba Pîroz niha li her derê tê belav kirin. Bi saya vî îşî, Padîşahiya Xwedê niha bi milyonan kesên dilnizm li hev top dike. Gava Padîşahiya Xwedê vê dinyaya xerab tune bike, Xwedê wê van kesan biparêze. Ji ber vê yekê, eger em dixwazin kerema Padîşahiya Xwedê bibînin, gerek em guh bidin Îsa Mesîh.​—Peyxam 7:9, 14, 16, 17 bixwîne.

Mirovên li ceneta li rûyê erdê

Di hundirê 1.000 salî de, Padîşahiya Xwedê wê mexseda wî bîne cih. Temamiya dinyayê wê bibe cenet. Paşê, Îsa Mesîh wê Padîşahiyê vegerîne Xwedê (1. Korîntî 15:24- 26). Ma tu naxwazî ji kesên din re behsa vê mizgînê bikî?​—Zebûr 37:10, 11, 29 bixwîne.

Ji bo zêdetir melûmatê, li beşên 8 û 9an a kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? binêre.

a Kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje, rûpelên 217 heta 220an, hûr û kûr nîşan dide ku Kitêba Pîroz sala 1914an çawa ji berê de nîşan dabû.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne