KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 92 r. 214-r. 215 p. 1
  • Îsa li Masîgiran Xuya Dibe

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îsa li Masîgiran Xuya Dibe
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 92 r. 214-r. 215 p. 1
Dema ku masî li ser êgir tên biraştin, Îsa bi şagirtên xwe re dipeyive

DERS 92

Îsa li Masîgiran Xuya Dibe

Piştî ku Îsa li şandiyan xuya bû hinek wext derbas bû. Petrûs ji bo girtina masiyan çû Behra Celîleyê. Tomas, Aqûb, Yûhena û hinek şagirtên din bi wî re çûn. Temamiya şevê wan dixwest ku masiyan bigirin, lê wan tu tişt negirt.

Roja din serê sibê wan dît ku zilamek li qeraxa behrê sekinî ye. Wî zilamî ji wir bang kir: ‘Ma we masî negirtin?’ Wan ji wî re got: “Na!” Zilam got: “Torê bavêjin aliyê rastê yê qeyîkê.” Wexta ku wan wisa kir, wan ew qas masî girtin ku wan nikaribû torê bikişînin ser qeyîkê. Wê çaxê Yûhena fehm kir ku ew zilam Îsa ye û got: “Ev Efendiyê me ye!” Gava Petrûs ev yek bihîst, wî xwe avêt nav avê û ber bi qeraxa behrê ve avjenî kir. Şagirtên din jî bi qeyîkê li pey wî çûn.

Gava ew gihîştin qeraxa behrê, wan dît ku masî li ser êgir tên biraştin û li wir nan jî hebû. Îsa ji wan xwest ku ew hinek masiyên ku wan girtibûn bi xwe re bînin. Piştre wî got: ‘Kerem kin werin taştê bixwin.’

Petrûs digihîje qeraxa avê cem Îsa û şagirtên din bi qeyîkê li pey wî tên

Piştî taştê, Îsa ji Petrûs pirsî: ‘Tu ji girtina masiyan zêdetir ji min hez dikî?’ Petrûs got: ‘Erê, Efendiyê min, ez ji te hez dikim.’ Îsa got: ‘Bala xwe bide berxên min.’ Îsa dîsa pirsî: ‘Petrûs, tu ji min hez dikî?’ Petrûs got: ‘Erê, ez ji te hez dikim.’ Îsa got: ‘Şivantiya berxên min bike.’ Îcar gava Îsa cara sisêyan eynî pirs jê pirsî, Petrûs pir xemgîn bû. Wî got: “Efendiyê min, tu her tiştî dizanî. Tu dizanî ku ez ji te hez dikim.” Îsa got: ‘Berxên min biçêrîne.’ Piştre wî ji Petrûs re got: “Bi dewamî li pey min were.”

“Wî [Îsa] ji wan re got: ‘Li pey min werin, û ezê we bikim masîgirên mirovan.’ Wan di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn” (Meta 4:19, 20).

Pirs: Îsa kîjan mucîze ji bo masîgiran çêkir? Bi ya te, Îsa çima sê caran ji Petrûs pirsî: “Tu ji min hez dikî?”

Yûhena 21:1-19, 25; Karên Şandiyan 1:1-3

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne