DERS 39
Padîşahê Pêşîn ê Xelkê Îsraîl
Yehowa hakim tayîn kirin ku ji Îsraîliyan re rêberiyê bikin, lê wan padîşahek dixwest. Wan ji Samûyêl re got: ‘Padîşahên hemû miletên li derdora me hene. Em jî padîşahekî dixwazin.’ Samûyêl dizanibû ku ev yek şaş e. Loma wî ji bo vê meseleyê ji Yehowa re dua kir. Yehowa jê re got: ‘Îsraîlî ne te, lê min red dikin. Madem ku ew padîşahekî dixwazin bila wisa be. Lê bila vê yekê bizanibin ku padîşah wê gelek tiştan ji wan bixwaze.’ Xelkê got: ‘Ne xema me ye. Em padîşahekî dixwazin!’
Yehowa ji Samûyêl re got ku zilamekî bi navê Saûl wê bibe padîşahê pêşîn. Gava Saûl rabû çû Ramayê cem Samûyêl, Samûyêl ew wek padîşah tayîn kir. Ji bo vê yekê, wî zeyt li ser serê wî rijand.
Piştre Samûyêl gazî Îsraîliyan kir ku padîşahê nû nîşanî wan bide. Lê wan Saûl nedidît. Gelo tu dizanî ew li ku derê bû? Wî xwe di nav tiştan de veşartibû. Di dawiyê de wan Saûl dît û anî nav xelkê. Saûl ji her kesî dirêjtir bû û pir xweşik bû. Samûyêl got: ‘Binêrin! Yehowa ev zilam kiriye padîşahê we.’ Xelkê bang kir û got: ‘Her bijî padîşah!’
Di destpêkê de Saûl Padîşah guh dida Samûyêl û bi ya Yehowa dikir. Lê piştre ew hat guhertin. Carekê Samûyêl ji Saûl re got ku gerek ew ji bo pêşkêşkirina qurbanan li benda wî bisekine. Sebeb ev bû ku îzna padîşah tune bû ku qurbanan pêşkêş bike. Lê ji ber ku Samûyêl zû nehat, Saûl qerar da ku ew bi xwe qurbanan pêşkêş bike. Gelo Samûyêl çi kir? Wî ji Saûl re got: ‘Te guh neda Yehowa. Gerek te wisa nekira.’ Gelo Saûl ji vê şaşiya xwe dersek stand?
Piştî wextekê gava Saûl rabû çû şerê Amalekiyan, Samûyêl ji Saûl re got ku gerek ew tu kesî ji wan sax nehêle. Lê Saûl padîşahê wan Agag nekuşt. Yehowa ji Samûyêl re got: ‘Saûl êdî guh nade min. Ew ji rêya min derketiye.’ Ji bo vê yekê, Samûyêl pir xemgîn bû û ji Saûl re got: ‘Ji ber ku tu êdî guh nadî Yehowa, ewê yekî din li şûna te bike padîşah.’ Gava Samûyêl zivirî ku here, Saûl bi dawa xiftanê wî girt û ew qetiya. Samûyêl ji Saûl re got: ‘Eynî bi vî awayî Yehowa jî padîşahî ji te qetand.’ Yehowa wê padîşahiyê bide kesekî ku ji wî hez dike û guh dide wî.
“Guhdarîkirin ji qurbanan … çêtir e” (1. Samûyêl 15:22).