KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 80 r. 188-r. 189 p. 1
  • Îsa 12 Şandiyan Hildibijêre

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îsa 12 Şandiyan Hildibijêre
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 80 r. 188-r. 189 p. 1
Îsa Mesîh û 12 şandiyên wî

DERS 80

Îsa 12 Şandiyan Hildibijêre

Îsa teqrîben sal û nîvekê mizgînî belav dikir. Êdî lazim bû ku ew qerareke muhîm bide. Gelo Îsa kî hilbijartin ku pê re xizmetê bikin? Gelo wî ji bo rêberiya civata şagirtên xwe kî perwerde kirin? Îsa ji bo ku vê qerarê bide ji Yehowa alîkarî xwest. Loma ew bi tena serê xwe çû ser çiyê û li wir temamiya şevê dua kir. Serê sibê Îsa gazî hinek şagirtên xwe kir û ji nav wan 12 şandiyên xwe hilbijartin. Gelo tu navê wan dizanî? Navên wan Petrûs, Andreas, Aqûb, Yûhena, Filîpos, Bartolomeyos, Tomas, Meta, Aqûbê kurê Alfayos, Tadeyos, Şîmûn û Cihûdayê Îsxeryot bûn.

Andreas, Petrûs, Filîpos, Aqûb

Andreas, Petrûs, Filîpos, Aqûb

Hemû 12 şandî bi Îsa re digeriyan. Piştî ku wî şandiyên xwe perwerde kirin, wî ew şandin ku mizgîniyê belav bikin. Yehowa qewet da wan ku ew cinan ji mirovan derxin û nexweşan qenc bikin.

Yûhena, Meta, Bartolomeyos, Tomas

Yûhena, Meta, Bartolomeyos, Tomas

Îsa 12 şandiyên xwe wek dostên xwe didîtin û wî baweriya xwe bi wan dianî. Fêrisî difikirîn ku şandiyên Îsa kesên normal û nexwendî ne. Lê Îsa şandiyên xwe perwerde kirin. Gava Îsa di jiyana xwe de rojên herî muhîm derbas dikirin, şandiyên wî li cem wî bûn, mesela berî mirina wî û piştî rabûna wî ya ji mirinê. Gelek ji 12 şandiyan wek Îsa ji Celîleyê bûn. Hinek ji wan zewicî bûn.

Aqûbê kurê Alfayos, Cihûdayê Îsxeryot, Tadeyos, Şîmûn

Aqûbê kurê Alfayos, Cihûdayê Îsxeryot, Tadeyos, Şîmûn

Şandî mirovên biqisûr bûn û wan jî xeletî dikirin. Carinan wan bêyî ku bifikirin xeber dida û qerarên nebaş didan. Carinan jî sebra wan tune bû. Heta wan minaqeşe dikir ku di nav wan de yê herî mezin kî ye. Lê ew mirovên baş bûn û wan ji Yehowa hez dikir. Piştî ku Îsa çû ezmanan, şandiyên wî bûn bingeha civata Mesîhiyên rast.

“Ez ji we re dibêjim dostên min, çimkî her tiştê ku min ji Bavê xwe bihîstiye, min ji we re gotiye” (Yûhena 15:15).

Pirs: Îsa kî wek 12 şandiyên xwe hilbijartin? Îsa şandiyên xwe şandin ku ew çi bikin?

Meta 10:1-10; Marqos 3:13-19; 10:35-40; Lûqa 6:12-16; Yûhena 15:15; 20:24, 25; Karên Şandiyan 2:7; 4:13; 1. Korîntî 9:5; Efesî 2:20-22

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne