MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 13
KILAM 4 “Yehowa Şivanê Min e”
Destê Yehowa Tu Caran Ne Kin e
“Ma destê XUDAN kin bûye?” (4. MÛSA 11:23, KP).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Ev meqale wê alî me bike ku em hê jî zêdetir bawer bin ku Yehowa wê hewcedariyên me tedarek bike.
1. Gava Mûsa pêxember miletê Îsraîl ji welatê Misrê derxist, wî xwe çawa spart Yehowa?
NAMEYA ji Îbraniyan re behsa çend kesan dike, yên ku baweriya wan pir xurt bû. Yek ji wan, Mûsa pêxember bû (Îbranî 3:2-5; 11:23-25). Gava Mûsa miletê Îsraîl ji welatê Misrê derxist, wî baweriyeke mezin nîşan da. Li şûna ku ew ji Fîrawûn û ordiya wî bitirse, wî xwe spart Yehowa, xelk di Behra Sor re derbas kir û bir çolê (Îbranî 11:27-29). Li wê derê, piraniya Îsraîliyan baweriya xwe winda kir ku Yehowa dikare li wan xwedî derkeve, lê Mûsa tim bi Xwedê bawer dikir. Baweriya Mûsa vala derneket. Li çolê, Xwedê bi mucîze av û xwarin dida xelkêa (2. Mûsa 15:22-25; Zebûr 78:23-25).
2. Xwedê çima ji Mûsa pirsî: “Ma destê XUDAN kin bûye?” (4. Mûsa 11:21-23)
2 Mûsa pêxember mirovekî pir bawermend bû. Dîsa jî, gava Yehowa got ku ewê goşt bide miletê Îsraîl, Mûsa meraq kir ka ev yek çawa mumkin e. Lazim bû ku bi milyonan kes bên têrkirin, lê li çolê pir zor bû ku xwarin bê dîtin. Hingê Yehowa ji Mûsa wisa pirsî: “Qey ji destê Xudan nayê?” (4. Mûsa 11:21-23 bixwîne). Bi herfî, metna Îbranî wisa dibêje: “Ma destê Yehowa kin e?” Li vir, “destê Yehowa” tê maneya ruhê pîroz, yanî qudreta Xwedê. Yehowa ji Mûsa qey wisa dipirsî: “Ma hûn bi rastî difikirin ku ez nikarim soza xwe bînim cih?”
3. Gerek em çima li ser serpêhatiya Mûsa û Îsraîliyan bifikirin?
3 Gelo te qet meraq kiriye ka Yehowa wê hewcedariyên madî yên te yan malbata te tedarek bike yan na? Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin serpêhatiya Mûsa û Îsraîliyan, ên ku bawer nekir ku Xwedê dikare hewcedariyên wan tedarek bike. Bi saya prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku emê bibînin, baweriya me wê xurttir bibe ku destê Yehowa tu caran kin nabe.
JI MÛSA Û JI ÎSRAÎLIYAN DERSAN BISTÎNE
4. Gelek kesan çima bawer nedikir ku Yehowa dikare hewcedariyên wan tedarek bike?
4 Gelek Îsraîliyan çima bawer nedikir ku Yehowa dikare hewcedariyên wan tedarek bike? Piştî ku miletê Îsraîl û gelek kesên din ji Misrê derketibûn, ew ji bo demekê li çolê man heta ku ew gihîştin Welatê Sozdayî (2. Mûsa 12:38; 5. Mûsa 8:15). Bi zeman re, hem gelek Îsraîlî hem kesên din ji xwarina Manayê aciz bûn û ji ber vê yekê gazinên xwe dikirin (4. Mûsa 11:4-6). Xelk bêriya xwarinên Misrê dikir. Ji ber gazinên xelkê, xuya ye ku Mûsa xwe mesûl hîs kir ku hewcedariyên wan tedarek bike (4. Mûsa 11:13, 14).
5-6. Ji vê ku nêrîna xelkê xerîb ser Îsraîliyan çawa tesîr dikir, em dikarin çi dersan bistînin?
5 Xuya ye ku nankoriya xelkê xerîb ser Îsraîliyan tesîr dikir. Dibe ku em jî bikevin ber bayê nankoriya kesên din û êdî bi tiştên ku Yehowa tedarek dike, ne razî bin. Mesela, eger em bi hesreta tiştên berê bin yan çavnebariya kesên din bikin, ev yek dikare çêbe. Halê me her çi be jî, eger em hîn bibin ku bi tiştên ku niha di destê me de hene, razî bin, emê dilxweştir bibin.
6 Gerek Îsraîliyan bianiya bîra xwe ku Xwedê soz dabû ku gava ewê bigihîjin warê xweyî nû, her tişt wê têr û tije hebe. Ev soz wê ne li çolê, lê li Welatê Sozdayî bihata cih. Mîna vê, li şûna ku em bala xwe bidin tiştên ku îro di destê me de tune ne, bila em bînin bîra xwe ku Yehowa wê li dinyaya nû çi bide me. Wekî din, bila em li ser ayetên ku baweriya me ya bi Yehowa re xurttir dikin, kûr bifikirin.
7. Em çima dikarin bawer bin ku destê Yehowa ne kin e?
7 Lê Xwedê çima ji Mûsa wisa pirsî: “Ma destê Yehowa kin bûye?” Dibe ku Yehowa dixwest ku Mûsa ne tenê li ser vê ku destê wî çi qas biqudret e, lê li ser vê jî bifikire ku destê wî digihîje heta ku derê. Îsraîlî her çi qas li çolê bûn jî, Xwedê dikaribû têr û tije goşt bide wan. Xwedê qudreta xwe “bi destê xwe yê hêzdar, zendê xwe yê dirêj” nîşanî wan da (Zebûr 136:11, 12). Loma, gava em dikevin tengasiyê, em dikarin bawer bin ku destê Yehowa wê bigihîje me jî (Zebûr 138:6, 7).
8. Ji bo ku em şaşiya Îsraîliyan dubare nekin, gerek em çi bikin? (Li resim jî binêre.)
8 Pir wext derbas nebû ku Yehowa bi milyonan sûsik şandin ser Îsraîliyan. Lê belê, wan ji Xwedê re şikir nekir. Bi çavbirçîtî, wan bê rawestin ji xwe re bi zêdeyî sûsik top kirin. Ji ber xweheziya wan, Yehowa ew ceza kirin (4. Mûsa 11:31-34). Ji vê serpêhatiyê, em dikarin dersê bistînin. Gerek em hay ji xwe hebin ku em çavbirçî nebin. Ferq nake ku em zengîn yan feqîr in, bila em herî zêde bala xwe bidin dostaniya xwe ya bi Yehowa û Îsa Mesîh re û bi vî awayî “li ezmên xezîneyan top bikin” (Meta 6:19, 20; Lûqa 16:9). Em dikarin bawer bin ku eger em wisa bikin, Yehowa wê hewcedariyên me tedarek bike.
Li çolê, gelek kesan çi kir, û ji vê bûyerê, em dikarin çi dersê bistînin? (Li paragrafa 8an binêre)
9. Em dikarin bi çi bawer bin?
9 Yehowa îro jî destê xwe dirêj dike ku alî xizmetkarên xwe bike. Ev yek helbet nayê maneya ku emê tu caran tiştên madî winda nekin û tu caran birçî nebin.b Lê belê, Yehowa me tu caran tenê nahêle. Gava em rastî tengasiyan tên, ew destekê dide me. Ka em bala xwe bidin du warên ku Yehowa wê destê xwe dirêj bike û hewcedariyên me tedarek bike: (1) Gava em ji aliyê madî ve dikevin tengasiyê û (2) gava em ji bo hewcedariyên pêşerojê planan çêdikin.
GAVA EM JI ALIYÊ MADÎ VE DIKEVIN TENGASIYÊ
10. Em dikarin rastî çi tengasiyan bên?
10 Her ku em nêzîktirî dawiya vê dinyayê dibin, dibe ku şertên ekonomîk wê hê jî xerabtir bibin. Ji ber tevliheviya siyasî, şer, felaketên tebîetê yan pandemiyan, dibe ku em karê xwe yan mal û milkê xwe winda bikin yan bikevin bin mesrefên nehêvîkirî. Ji bo ku em debara malbata xwe bikin, wê belkî lazim be ku em ji xwe re karekî nû bibînin yan mala xwe bar bikin û herin cihekî din. Gelo em çawa dikarin qerarên baş bidin, ên ku nîşan didin ku em xwe dispêrin destê Yehowa?
11. Gava em rastî problemên madî tên, çi dikare alî me bike? (Lûqa 12:29-31)
11 Tiştê herî muhîm ev e ku em ji Yehowa re behsa derdên xwe bikin (Methelokên Silêman 16:3). Ji wî hîkmet û hizûrê bixwaze ku tu bikarî qerarên baş bidî û bi zêdeyî xeman nexwî (Lûqa 12:29-31 bixwîne). Ji wî alîkariyê bixwaze ku tu bi tiştên esasî razî bî (1. Tîmotêyos 6:7, 8). Li weşanên me lêgerînê bike ku tu çawa dikarî serî bi problemên madî re derxînî. Gelek kesan ji vîdeo û meqaleyên li ser problemên madî, yên ku li ser jw.org hene, pir feyde standiye.
12. Ji bo ku em qerarên baş bidin, ên ku ji bo malbata me bifeyde ne, em dikarin ji xwe çi bipirsin?
12 Hin kesan qerar daye ku karekî wisa qebûl bikin, ê ku ji malbata wan pir dûr e. Lê belê, em gelek caran dibînin ku ev yek ne qerareke baş e. Berî ku tu karekî nû qebûl bikî, ne tenê li ser vê yekê ku tuyê çi qas pere qezenc bikî, lê li ser vê yekê ku tu dikarî çi winda bikî jî bifikire (Lûqa 14:28). Ka ji xwe bipirse: “Eger ez ji malbata xwe dûr bim, ev yek wê ser zewaca min çawa tesîr bike? Gelo ezê bikarim derkevim xizmetê, herim hemû civînan û bi xwişk û birayan re wextê derbas bikim?” Eger zarokên te hene, vê pirsa muhîm ji xwe bipirse: “Eger ez ji zarokên xwe dûr bim, ezê wan çawa ‘bi terbiye û şîreta Xudan perwerde’ bikim?” (Efesî 6:4, Mizgînî). Ne li gor nêrîna dost û merivên xwe, yên ku li gor Kitêba Pîroz najîn, lê li gor nêrîna Yehowa qerarê bide.c Birayê me Tony, yê ku li Asyaya rojava dijî, çend teklîf standin ku ji bo xebatê here welatekî din. Lê belê, piştî ku wî li ser vê meseleyê dua kiribû û bi xanima xwe re sohbet kiribû, wî qerar da ku wan teklîfan red bike. Li şûna vê, wî xîret kir ku mesrefên malbatê kêmtir bike. Tony dibêje: “Bi saya vê qerarê, fersenda min çêbû ku ez alî çend kesan bikim ku ew Yehowa nas bikin, û zarokên me jî ji Yehowa pir hez dikin. Malbata me hîn bûye ku eger ku em li gor gotinên Meta 6:33 bijîn, Yehowa wê li me xwedî derkeve.”
GAVA EM JI BO HEWCEDARIYÊN PÊŞEROJÊ PLANAN ÇÊDIKIN
13. Em çawa dikarin ji bo pêşerojê haziriyê bikin?
13 Gava em ji bo pêşerojê haziriyê dikin, em dikarin nîşan bidin ku em xwe dispêrin destê Yehowa. Kitêba Pîroz dibêje ku bila em jîr û jêhatî bin û ji bo hewcedariyên xwe yên pêşerojê haziriyê bikin (Methelokên Silêman 6:6-11). Eger ji destê me tê, wê baş be ku em ji bo pêşerojê hinek pere top bikin. Heta cihekî, pere dikare me biparêze (Waiz 7:12). Dîsa jî, gerek em di jiyana xwe de herî zêde bala xwe nedin bidestxistina mal û milk.
14. Gava em ji bo hewcedariyên pêşerojê planan çêdikin, çima muhîm e ku em gotinên Îbranî 13:5 ji bîr nekin?
14 Bi destê mîsalekê, Îsa Mesîh nîşan da kesekî ku ji xwe re mal û milk top dike, “lê li ber çavê Xwedê ne dewlemend e”, bêaqil e (Lûqa 12:16-21). Tu kes nizane ku sibê çi wê çêbe (Methelokên Silêman 23:4, 5; Aqûb 4:13-15). Ji ber ku em şagirtên Îsa Mesîh in, halê me hê jî zortir e. Îsa Mesîh gotibû ku ji ber ku em şagirtên wî ne, gerek em hazir bin mal û milkê xwe feda bikin (Lûqa 14:33). Di sedsala yekê de, xwişk û birayên li Cihûstanê bi dil û can hazir bûn ku vê fedakariyê bikin (Îbranî 10:34). Îro jî, gelek xwişk û birayên me ji bo xatirê bêterefbûna siyasî karê xwe winda kiriye (Peyxam 13:16, 17). Gelo çi alî wan kiriye ku vêya bikin? Ew ji dil li gor vê ayetê hereket dikin: “Bila rabûn û rûniştina we ji hezkirina peran dûr be; bi tiştê ku di destê we de ye razî bin. Çimkî Xwedê gotiye: ‘Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim’” (Îbranî 13:5, Mizgînî). Loma, em çi ji destê me tê dikin ku ji bo hewcedariyên pêşerojê planan çêkin, lê gava tiştekî nehêvîkirî tê serê me, em xwe dispêrin desteka Yehowa.
15. Gerek dê û bav li zarokên xwe çawa binêrin? (Li resim jî binêre.)
15 Li hin kulturan, sebebê herî mezin ku jin û mêr çima zarokan tînin dinyayê ev e ku zarok paşê ji aliyê madî ve li dê û bavê xwe binêrin. Ev jin û mêr zarokên xwe qey wek sîgortaya ji bo extiyariya xwe dibînin. Lê belê, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek dê û bav li hewcedariyên zarokên xwe binêrin (2. Korîntî 12:14). Gava dê û bav extiyar dibin, helbet dibe ku ji wan re hinek alîkarî lazim be, û gelek zarok hazir in ku alî dê û bavê xwe bikin (1. Tîmotêyos 5:4). Lê dê û bavên bawermend fehm dikin ku dilxweşiya herî mezin ne ev e ku zarok di pêşerojê de ji aliyê madî ve li wan xwedî derdikevin, lê ev e ku zarok dibin xizmetkarên Yehowa (3. Yûhena 4).
Gava xwişk û birayên dilsoz ji bo pêşerojê qeraran didin, ew prensîpên Kitêba Pîroz tînin ber çavê xwe (Li paragrafa 15an binêre)d
16. Dê û bav çawa dikarin alî zarokên xwe bikin ku ew debara xwe bikin? (Efesî 4:28)
16 Dê û bavno, bi mîsala xwe zarokên xwe hîn bikin ku ew hem debara xwe bikin hem jî xwe bispêrin Yehowa. Ji biçûktiyê ve, nîşanî wan bidin ku çi qas muhîm e ku ew di karê xwe de jîr û jêhatî bin (Methelokên Silêman 29:21; Efesî 4:28 bixwîne). Alî wan bikin ku ew li mektebê bibin xwendekarên bixîret. Li prensîpên Kitêba Pîroz bigerin, ên ku wê alî wan bikin ku ew di warê perwerdeyê de qerarên baş bidin. Bi vî awayî, ewê bikarin hem debara xwe bikin hem jî bi xizmeta Yehowa mijûl bibin.
17. Em dikarin bi çi bawer bin?
17 Bawer be ku Yehowa hem dikare hem dixwaze hewcedariyên madî yên xizmetkarên xwe tedarek bike. Her ku em nêzîktirî dawiya vê dinyayê dibin, hê jî muhîmtir e ku em xwe bispêrin Yehowa. Çi dibe bila bibe, bila em bawer bin ku Yehowa wê qudreta xwe bi kar bîne ku hewcedariyên me tedarek bike. Em dizanin ku destê wî tu caran kin nabe. Belê, destê Yehowa wê her tim bigihîje me!
KILAM 150 Xwedê wê Me Xelas Bike
a Di kovara Birca Çavdêriyê ya Cotmeh 2023 de li “Pirsên Xwendevanan” binêre.
b Di kovara Watchtower a 15 Îlon 2014 (bi zimanê Îngilîzî) li “Questions of Readers” binêre.
c Li ser jw.org li vîdeoya bi navê “Maleke Saxlem Ava Bike – “Bi Tiştê ku di Destê We de ye Razî Bin” temaşe bike.
d RESIM: Xwişk û birayek bi qîza xwe re sohbetê dikin, a ku bi mêrê xwe re di projeya avakirina Saloneke Îbadetê de dixebitin.