KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Nîsan r. 2-7
  • “Hilbijêrin ka Hûnê Xulamiya Kê Bikin”

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • “Hilbijêrin ka Hûnê Xulamiya Kê Bikin”
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • ÎSA MESÎH ÇIMA QERAR DA KU JI YEHOWA RE XIZMET BIKE?
  • YEHOWA ÇIMA HÊJAYÎ ÎBADETA ME YE
  • ME ÇIMA QERAR DAYE KU JI YEHOWA RE XIZMET BIKIN?
  • DEV JI XIZMETA YEHOWA BERNEDE
  • Bi Dilnizmî Qebûl Bike ku Tu Her Tiştî Nizanî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Yehowa Xwedayê Zindî ye
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Yehowa “Dilşikestiyan Qenc Dike”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Nîsan r. 2-7

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 14

KILAM 8 Yehowa Stara Me ye

“Hilbijêrin ka Hûnê Xulamiya Kê Bikin”

“Ez û maliyên xwe, emê xulamiya Xudan bikin” (YÊŞÛ 24:15).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bala xwe bidin sebebên ku me çima qerar daye ku ji Yehowa re xizmet bikin.

1. Ji bo dilxweşiya me muhîm e ku em çi bikin, û çima? (Îşaya 48:17, 18)

BAVÊ meyî ezmanî ji me pir hez dike, û ew dixwaze ku em heta hetayê ji jiyana xwe kêfê bistînin (Waiz 3:12, 13). Wî hin hunerên xweş dane me, lê dîsa ji destê me nayê ku em li ser xwe hukim bajon yan xwe bi xwe qerarê bidin ku çi rast e û çi şaş e (Waiz 8:9; Yêremya 10:23). Yehowa dizane ku ji bo dilxweşiya me, pir muhîm e ku em ji wî re xizmet bikin û li gor qanûnên wî bijîn (Îşaya 48:17, 18 bixwîne).

2. Îblîs dixwaze ku em çi bifikirin, û Yehowa çawa îsbat kiriye ku ev fikir şaş e?

2 Îblîs dixwaze me bide bawerkirin ku em dikarin bê Yehowa dilxweş bin, ku însan dikare li ser xwe hukim bajo (1. Mûsa 3:4, 5). Yehowa, ji bo ku îsbat bike ku ev fikir şaş e, îzin da însanên serhildêr ku ew heta demekê li ser xwe hukim bajon. Netîceyên xerab ên hukimdariya însanan eşkere ne. Ji aliyê din ve, Kitêba Pîroz behsa gelek kesan dike, yên ku pir dilxweş bûn ji ber ku wan ji Yehowa re xizmet dikir. Yek ji wan, Îsa Mesîh e. Ka em serê pêşîn bibînin ku wî çima qerar da ku ji Yehowa re xizmet bike. Paşê, emê bibînin ku Bavê meyî ezmanî çima hêjayî îbadeta me ye. Di dawiyê de, emê bala xwe bidin çend sebebên ku me çima qerar daye ku ji Yehowa re xizmet bikin.

ÎSA MESÎH ÇIMA QERAR DA KU JI YEHOWA RE XIZMET BIKE?

3. Ji Îsa Mesîh re çi hat teklîfkirin, lê wî çi got?

3 Gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, lazim bû ku ew qerarê bide ku ji kê re xizmet bike. Demeke kin piştî ku Îsa Mesîh vaftîz bû, Îblîs jê re got ku eger ew bi tenê carek ji wî re îbadetê bike, ewê hemû padîşahiyên dinyayê bide wî. Lê Îsa Mesîh wisa cewab da: “Ji min dûr bikeve, Şeytan! Çimkî hatiye nivîsîn: ‘Ji Xwedayê xwe Yehowa re îbadetê bike û tenê ji wî re xizmeta pîroz bike’” (Meta 4:8-10). Gelo Îsa Mesîh çima wisa qerar da? Ka em bala xwe bidin hin sebeban.

4-5. Îsa Mesîh çima qerar da ku ji Yehowa re xizmet bike?

4 Îsa Mesîh ji Bavê xwe pir hez dike. Sebebê sereke ku wî qerar da ku ji Yehowa re xizmet bike, ev e (Yûhena 14:31). Wekî din, Îsa Mesîh ji Yehowa re xizmet dike ji ber ku rêya rast ev e (Yûhena 8:28, 29; Peyxam 4:11). Ew dizane ku Yehowa Çavkaniya jiyanê ye û ku ew yekî pêbawer û destvekirî ye (Zebûr 33:4; 36:9; Aqûb 1:17). Yehowa tu caran ji Îsa Mesîh re derew nekiribûn. Wekî din, her tiştê ku di destê Îsa Mesîh de hebû ji Yehowa bû (Yûhena 1:14). Lê Îblîs bi tenê mirin aniye. Ew derewçîn e, û ew yekî çavbirçî û xwehez e (Yûhena 8:44). Ji ber vê yekê, Îsa Mesîh tu caran wek Îblîs nekiriye û li hemberî Yehowa serî hilnedaye (Filîpî 2:5-8).

5 Wekî din, Îsa Mesîh qerar da ku ji Yehowa re xizmet bike ji ber ku wî dizanibû ku bi saya xizmeta wî ya dilsoz, çi wê çêbe (Îbranî 12:2). Wî dizanibû ku eger ew dilsoz bimîne, ewê navê Bavê xwe pîroz bike û guneh û mirinê ji holê rake.

YEHOWA ÇIMA HÊJAYÎ ÎBADETA ME YE

6-7. Îro, gelek kes çima ji Yehowa re xizmet nakin, lê ew çima hêjayî îbadeta me ye?

6 Îro, gelek kes ji Yehowa re xizmet nakin, çimkî ew hê nizanin ku sifetên wî çi qas xweş in û wî ji bo xatirê wan çi qas xêr kiriye. Halê kesên ku Pawlosê şandî li Atînayê ji wan re behsa mizgîniyê kir, wisa bû (Karên Şandiyan 17:19, 20, 30, 34).

7 Pawlos ji guhdarên xwe re got ku Xwedê “jiyan, hilm û hemû tiştên din dide hemû mirovan”. Wekî din, wî got: “Bi saya Xwedê jiyana me heye.” Xwedê Xaliqê me ye, yê ku “ji yek mirovî hemû milet çêkirin”, loma ew hêjayî îbadeta me ye (Karên Şandiyan 17:25, 26, 28).

8. Yehowa tu caran çi nake? Zelal bike.

8 Ji ber ku Yehowa Xaliq e û Serwerê kaînatê ye, wiyê bikaribûya zorê li însanan bide ku ew ji wî re xizmet bikin. Lê belê, Yehowa wisa nekiriye. Li şûna vê, ew ji me re îsbat dike ku ew heye û ku ew ji me pir hez dike. Ew dixwaze ku însan heta hetayê dostên wî bin (1. Tîmotêyos 2:3, 4). Ji ber vê, Yehowa em perwerde kirine ku em ji kesên din re jî bibêjin ku armancên wî çi ne û ewê ji bo însanan çi bike (Meta 10:11-13; 28:19, 20). Wî em di civatan de organîze kirine û çavdêrên dilovan tedarek kirine ku li me xwedî derkevin (Karên Şandiyan 20:28).

9. Em hezkirina Yehowa çawa dibînin?

9 Hezkirina Yehowa ew qas mezin e ku ew tiştên baş dide kesên ku baweriya xwe bi wî naynin jî. Ka bifikire: Heta niha, bi milyaran kes li gor dilê xwe dijiyan, û wan guh nedida Yehowa. Dîsa jî, Yehowa bi dilovanî hewcedariyên wan tedarek dikirin û fersend dida wan ku ew ji jiyana xwe kêfê bistînin (Meta 5:44, 45; Karên Şandiyan 14:16, 17). Bi saya Yehowa, însan dikarin ji xwe re dostan bibînin, bibin xwediyê malbatekê û ji keda xwe kêfê bistînin (Zebûr 127:3; Waiz 2:24). Belê, eşkere ye ku Bavê meyî ezmanî ji hemû însanan hez dike (2. Mûsa 34:6). Niha, ka em bînin bîra xwe ku me çima qerar daye ku ji Yehowa re xizmet bikin û ew li me çawa dinêre.

ME ÇIMA QERAR DAYE KU JI YEHOWA RE XIZMET BIKIN?

10. (a) Em herî zêde ji ber çi ji Yehowa re xizmet dikin? (Meta 22:37) (b) Te ji sebra Yehowa çawa feyde dîtiye? (Zebûr 103:13, 14)

10 Wek Îsa Mesîh, sebebê sereke ku em ji Yehowa re xizmet dikin jî ev e ku em ji wî hez dikin (Meta 22:37 bixwîne). Gava em di heqê sifetên Yehowa de hîn dibin, dilê me li ser wî germ dibe. Mesela, ka bifikire ku Yehowa çi qas sebir li însanan dike. Gava Îsraîliyan guh nedida Yehowa, wî ji wan wisa rica kir: “Ji riya xwe ya xerab vegere!” (Yêremya 18:11). Yehowa ji bîr nake ku em însanên qisûrdar in, ku em ax in (Zebûr 103:13, 14 bixwîne). Gava tu sebra Yehowa û sifetên wî yên din tînî ber çavê xwe, ma tu naxwazî heta hetayê ji wî re xizmet bikî?

11. Me ji ber kîjan sebebên din qerar daye ku ji Yehowa re xizmet bikin?

11 Wekî din, em dixwazin ji Yehowa re xizmet bikin ji ber ku em dizanin ku rêya rast ev e (Meta 4:10). Ji xeynî vê, em dizanin ku bi saya xizmeta me ya dilsoz, em navê Yehowa pîroz dikin, îsbat dikin ku Îblîs derewçîn e û dilê Bavê xweyî ezmanî xweş dikin. Eger em îro qerarê bidin ku ji Yehowa re xizmet bikin, emê bikarin heta hetayê ji wî re xizmet bikin! (Yûhena 17:3).

12-13. Ji mîsala Jane û Pamê, em çi hîn dibin?

12 Gelek kes ji zaroktiya xwe ve hîn dibin ku ji Yehowa hez bikin, û ev hezkirin di temamiya emrê wan de gur dimîne. Mesela, ka bala xwe bide serpêhatiya Jane û Pamêa, yên ku xwişkên hev in. Gava wan dest bi kursa Kitêba Pîroz kir, yek ji wan 11 salî bû û ya din 10 salî. Dê û bavê wan nedixwest Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, lê wan ji keçikên xwe re got ku eger ew dawiya heftiyê bi malbatê re herin dêrê, îcar ew dikarin bi Şahidên Yehowa re jî hevaltiyê bikin. Jane dibêje: “Tiştên ku Şahidên Yehowa ji Kitêba Pîroz hînî min dikirin alî min dikir ku ez wek ciwanên din narkotîkan bi kar neynim û bêexlaqiyê nekim.”

13 Çend sal bi şûn de, her du keçik bûn mizgînvan. Paşê, wan dest bi pêşengiyê kir. Wekî din, wan li dê û bavê xweyî emirmezin jî dinêrî. Jane dibêje: “Min bi çavê xwe dît ku Yehowa li dostên xwe xwedî derdikeve. Wek 2. Tîmotêyos 2:19 dibêje, ‘Xudan, yên xwe nas dike’.” Belê, em dikarin bawer bin ku Yehowa li kesên ku ji wî hez dikin û ji wî re xizmet dikin, xwedî derdikeve.

14. Em çawa dikarin navê Yehowa bi gotin û kirinên xwe biparêzin? (Li resiman jî binêre.)

14 Em dikarin ji mirovan re bibêjin ku tiştên xerab, ên ku wan di heqê Xwedê de bihîstine, derew in. Ferz bike ku dostekî te heye, yê ku nazik, destvekirî û efûkar e. Rojekê, kesek dibêje ku dostê te yekî zalim û sextekar e. Eger te tiştekî wisa bibihîsta, teyê çi bikira? Teyê dostê xwe biparasta, ne wisa ye? Mîna vê, gava Îblîs û kesên ku di bin tesîra wî de ne hewl didin ku navê Yehowa reş bikin, em rastiyê di heqê wî de dibêjin û navê wî bi xîret diparêzin (Zebûr 34:1; Îşaya 43:10). Belê, bi gotin û kirinên xwe, em nîşan didin ku em dixwazin bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikin.

Kolaj: 1. Jinikek li ber cihê komcivînê dibihîze ku dijminên rastiyê çi dibêjin. 2. Piþtî vê, ew diçe ba erebeyeke weşanan û guh dide gotinên rastiyê.

Gelo tuyê navê Yehowa biparêzî? (Li paragrafa 14an binêre)b


15. Pawlos ji guherandina hedefên xwe çawa feyde dît? (Filîpî 3:7, 8)

15 Ji bo ku Yehowa hê jî zêdetir ji me razî be yan ji bo ku em hê jî zêdetir ji wî re xizmet bikin, em hazir in ku hedefên xwe biguherînin. Mesela, Pawlosê şandî di nav Cihûyan de yekî bi nav û deng bû, lê ew hazir bû ku dev ji rêya xwe ya berê berde ku li pey Îsa Mesîh here û ji Yehowa re xizmet bike (Galatî 1:14). Di netîceyê de, wî ji xizmetê pir kêf distand, û fersend ket destê wî ku bi Îsa Mesîh re li ezmanan hukim bajo. Ew ji qerara xwe tu caran poşman nebû, û emê jî ji qerara xwe ku ji Yehowa re xizmet bikin, tu caran poşman nebin (Filîpî 3:7, 8 bixwîne).

16. Ji serpêhatiya Juliayê, em çi hîn dibin? (Li resiman jî binêre.)

16 Eger em di jiyana xwe de herî zêde bala xwe bidin xizmeta Yehowa Xwedê, jiyana me wê pir xweş be – hem niha hem jî di pêşerojê de. Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke me ya bi navê Julia. Berî ku ew bû Şahida Yehowa, wê ji biçûktiya xwe ve di koroya dêrê de kilam digot. Kilambêjekî profesyonel hunera wê dît û ew perwerde kir. Pir wext derbas nebû ku Julia bû kilambêjeke pir serkeftî. Lê gava ew diçû mektebeke meşhûr ya muzîkê, hevaldersekî wê jê re behsa Xwedê kir û got ku navê Xwedê, Yehowa ye. Juliayê heftiyê du caran kursa Kitêba Pîroz distand. Di dawiyê de, wê qerar da ku li şûna ku ew bibe kilambêjeke profesyonel, ewê di jiyana xwe de bala xwe bide xizmeta Yehowa. Ev qerar, ne qerareke hêsan bû. Ew dibêje: “Gelek kesan ji min re digot ku ez hunera xwe davêjim avê. Lê belê, min dixwest di jiyana xwe de herî zêde ji Yehowa re xizmet bikim.” Gelo ew îro, zêdetirî 30 sal bi şûn de, li qerara xwe çawa dinêre? Julia wisa dibêje: “Dilê min bihizûr e, û ez bawer im ku di pêşerojê de, Yehowa wê hemû daxwazên min pêk bîne” (Zebûr 145:16).

Kolaj: Resmên temsîlî yên qerara Juliayê. 1. Li ser sehneyê, ew li ber temaşevanan distrê. 2. Li civînekê, ew bi zilamê xwe re distrê.

Gava em ji her tiştî zêdetir bala xwe didin xizmeta Yehowa, em pir dilxweş dibin (Li paragrafa 16an binêre)c


DEV JI XIZMETA YEHOWA BERNEDE

17. Ev yek ku dawiya dinyayê nêzîk e ser mirovan çawa tesîr dike?

17 Dawiya vê dinyaya xerab êdî pir nêzîk e. Pawlosê şandî wisa nivîsîbû: “Di demeke kurt de, yê ku tê wê bê û dereng namîne” (Îbranî 10:37, Mizgînî). Gelo maneya van gotinan çi ye? Ji bo kesên ku hê qerar nedaye ku ji Yehowa re xizmet bikin, maneya van gotinan ev e ku wext hindik maye û gerek ew vê qerarê zû bidin (1. Korîntî 7:29). Lê ji bo kesên ku jixwe qerar daye ku ji Xwedê re xizmet bikin, maneya van gotinan ev e ku eger tengasiyên wan hebin jî, ewê di demeke nêzîk de ji wan xelas bibin.

18. Îsa Mesîh û Yehowa dixwazin ku em çi bikin?

18 Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re gotibû ku gerek ew ne tenê dest pê bikin ku li pey wî werin, lê gerek ew vêya bi dewamî bikin (Meta 16:24). Loma, eger êdî gelek sal e ku em ji Yehowa re xizmet dikin, bila em dev ji xizmeta xwe bernedin. Ji bo ku em newestin, pir xîret lazim e. Carinan belkî ne hêsan e, lê eger em li gor qerara xwe bijîn, emê hem îro hem jî di pêşerojê de gelek bereketan bistînin, û emê pir dilxweş bin (Zebûr 35:27).

19. Ji serpêhatiya Gene, em çi hîn dibin?

19 Hin kes difikirin ku xizmeta ji Yehowa re fedakariyeke bi zêdeyî mezin e. Eger tu ciwan î, gelo tu difikirî ku eger tu ji Yehowa re xizmet bikî, tuyê hin fersendan winda bikî? Birayekî ciwan ê bi navê Gene wisa dibêje: “Ez difikirîm ku ji ber ku ez Şahidê Yehowa me, ez nikarim kêfê bikim. Wisa xuya dikir qey zarokên din ji tiştên wek şahî, hevaltiyên romantîk yan lîstikên kompîturê yên zordar kêf distand, lê ez mecbûr bûm ku herim xizmet û civînan.” Gelo vê nêrînê çawa ser Gene tesîr kir? Ew dibêje: “Min dest pê kir ku jiyaneke durû bajom, û heta demekê, min jê kêf distand. Lê belê, vê jiyanê dilê min bi rastî xweş nedikir. Loma, min bala xwe da gotinên Kitêba Pîroz, ên ku min avêtibûn pişt guhê xwe, û min qerar da ku bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikim. Ji wê demê û pê ve, ez wisa hîs dikim qey Yehowa her duaya min qebûl dike.”

20. Qerara me gerek çi be?

20 Nivîskarekî Zebûrê ji Yehowa re wisa gotibû: “Xwezî bi wî mirovî, ji bo ku li hewşa te rûnê” (Zebûr 65:4). Bila qerara me ev be ku em her tim ji Yehowa re xizmet bikin. Wek Yêşû, bila em jî wisa bibêjin: “Ez û maliyên xwe, emê xulamiya Xudan bikin” (Yêşû 24:15).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Îsa Mesîh çima qerar da ku ji Yehowa re xizmet bike?

  • Yehowa çima hêjayî îbadeta me ye?

  • Te çima qerar daye ku ji Yehowa re xizmet bikî?

KILAM 28 Dostaniya Yehowa

a Hin nav hatine guhertin.

b RESIM: Jinikek li ber cihê komcivînê dibihîze ku dijminên rastiyê çi dibêjin. Piştî vê, ew diçe ba erebeyeke weşanan û guh dide gotinên rastiyê.

c RESIM: Resmên temsîlî yên qerara Juliyayê ku bala xwe bide xizmeta Yehowa.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne