KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Gulan r. 2-7
  • Melekên Dilsoz ji Xwe re Emsal Bigire

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Melekên Dilsoz ji Xwe re Emsal Bigire
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • MELEK DILNIZM IN
  • MELEK JI ÎNSANAN HEZ DIKIN
  • MELEK SEBIR DIKIN
  • MELEK BI PAQIJIYA CIVATÊ ELEQEDAR IN
  • Pirsên Xwendevanan
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Gulan r. 2-7

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 19

KILAM 6 Ezman Mezinahiya Xwedê Eyan Dike

Melekên Dilsoz ji Xwe re Emsal Bigire

“Pesnê Yehowa bidin, ey hemû melekên wî” (ZEBÛR 103:20, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bala xwe bidin hin dersên ku em dikarin ji melekên dilsoz bistînin.

1-2. (a) Em ji kîjan aliyan ve ji melekan cuda ne? (b) Em ji kîjan aliyan ve mîna melekan in?

GAVA Yehowa tu kişandî ser rêya rastiyê, tu ketî malbata xizmetkarên Xwedê. Di vê malbata germ de, bi milyonan melekên dilsoz jî hene (Danîêl 7:9, 10). Melek helbet ji me pir cuda ne. Mesela, ew demeke dirêj berî însanan hatibûn xuliqandin (Eyûb 38:4, 7). Melek ji me qewîtir in. Wekî din, ji ber ku em însanên qisûrdar in, em nikarin bi qasî wan rast û pîroz bin (Lûqa 9:26).

2 Dîsa jî, em ji gelek aliyan ve mîna wan in. Mesela, mîna melekan, em jî dikarin sifetên Yehowa ji xwe re emsal bigirin. Mîna melekan, em jî xwediyê îradeya azad in. Mîna wan, navên me yên şexsî hene, şexsiyeta her yekî ji me ji hev cuda ye û cure cure mesûliyetên me hene. Û mîna melekan, hewcedariya me heye ku em ji Xwedê re îbadetê bikin (1. Petrûs 1:12).

3. Em dikarin ji melekên dilsoz çi hîn bibin?

3 Madem ku em ji gelek aliyan ve mîna melekan in, em dikarin wan ji xwe re emsal bigirin û ji wan gelek dersan bistînin. Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku em çawa dikarin dilnizmiya melekên dilsoz, hezkirina wan, sebra wan û vê yekê ku ew bi paqijiya civatê eleqedar in, ji xwe re emsal bigirin.

MELEK DILNIZM IN

4. (a) Melek dilnizmiya xwe çawa nîşan didin? (b) Melek çima dilnizm in? (Zebûr 89:7)

4 Tecrûbe, qudret û hîkmeta melekên dilsoz mezin e, lê dîsa jî, ew dilnizm in û guh didin emrên Yehowa Xwedê (Zebûr 103:20). Wexta ku melek wezîfeyên xwe tînin cih, ew tu caran di heqê kirinên xwe de pesnê xwe nadin û xwe bi qudreta xwe naxin çavê mirovan. Eger navên wan neyên zanîn jî, ew hazir in ku daxwaza Yehowa bînin ciha (1. Mûsa 32:24, 29; 2. Qiralan 19:35). Ew pesnê ku aîdî Yehowa ye ji xwe re nastînin. Gelo melek çima ew qas dilnizm in? Çimkî ew ji Yehowa hez dikin û qedrê wî digirin (Zebûr 89:7 bixwîne).

5. Gava melekekî şîret da Yûhenayê şandî, wî dilnizmiya xwe çawa nîşan da? (Li resim jî binêre.)

5 Serpêhatiyeke ku dilnizmiya melekan nîşan dide, bîne ber çavê xwe. P.M. teqrîben sala 96an, melekekî ku em navê wî nizanin dîtiniyeke balkêş gihand Yûhenayê şandî (Peyxam 1:1). Piştî ku Yûhena ev dîtinî standibû, ew li ber wî melekî ket ser çokan û xwest jê re îbadetê bike. Lê belê, wî melekê dilsoz nehişt ku Yûhena vêya bike. Wî got: “Nebe ku tu vêya bikî! Ez tenê wek te û birayên te xulam im …. Ji Xwedê re îbadetê bike!” (Peyxam 19:10, Mizgînî). Çi cewabeke dilnizm! Melek nexwest ku jê re rûmet yan pesn bê dayîn, loma wî bala Yûhena kişand ser Yehowa Xwedê. Wekî din, melek Yûhena nizm nedidît. Wî her çi qas ji Yûhena demeke dirêjtir ji Yehowa re xizmet kiribû û ji wî qewîtir bû jî, wî bi dilnizmî got ku ew mîna wî xulam e. Wekî din, her çi qas lazim bû ku melek şîretê bide Yûhena jî, wî ev yek bi sertî nekir. Melek fehm dikir ku Yûhena ji ber tiştên ku wî dîtibûn ecêbmayî mabû, loma wî bi nermî şîret da wî.

Melekek îznê nade ku Yûhenayê şandî li ber wî bikeve ser çokan û jê re îbadetê bike.

Melek bi dilnizmî bi Yûhena re xeber da (Li paragrafa 5an binêre)


6. Em çawa dikarin dilnizmiya melekan ji xwe re emsal bigirin?

6 Em çawa dikarin dilnizmiya melekan ji xwe re emsal bigirin? Bila em jî wezîfeyên xwe bînin cih bêyî ku em pesnê xwe bidin û bêyî ku em bala mirovan bikişînin ser serkeftinên xwe (1. Korîntî 4:7). Wekî din, gerek em xwe ji kesên din bilindtir nebînin ji ber ku me demeke dirêjtir ji Yehowa re xizmet kiriye yan ji ber ku me hin îmtiyazên xisûsî standine. Bi eslê xwe, mesûliyetên me çi qas pir bin, gerek em xwe ew qas biçûk bibînin (Lûqa 9:48). Mîna melekan, em dixwazin ji kesên din re xizmet bikin. Em naxwazin xwe li ber çavê kesên din bilind bikin.

7. Gava lazim dibe ku em şîretê bidin kesekî, gerek em vêya çawa bikin?

7 Gava lazim dibe ku em şîretê bidin kesekî – mesela zarokê xwe yan xwişk yan birayekî – bila em vêya bi dilnizmî bikin. Dibe ku gerek em carinan şîretên cidî jî bidin. Dîsa jî, mîna melekê ku bi nermî şîret dabû Yûhena, bila em jî şîretên wisa bidin bêyî ku em kesê din nizm bixin. Eger em xwe mezin nebînin, emê şîreta ji Kitêba Pîroz bi awayekî hurmetdar û dilovan bidin kesên din (Kolosî 4:6).

MELEK JI ÎNSANAN HEZ DIKIN

8. (a) Li gor Lûqa 15:10, melek çawa nîşan didin ku ew ji însanan hez dikin? (b) Di karê belavkirina mizgîniyê de, rola melekan çi ye? (Li resim binêre.)

8 Melek ji însanan hez dikin û bi wan eleqedar in. Gava kesekî gunehkar tobe dike – yanî gava miyeke windabûyî vedigere ba Yehowa yan gava kesek xwe serrast dike û dikeve rêya rastiyê – ew şa dibin (Lûqa 15:10 bixwîne). Wekî din, melek bi karê belavkirina mizgîniya Hukimdariya Xwedê mijûl in (Peyxam 14:6). Melek her çi qas mizgîniyê rasterast nadin mirovan jî, ew dikarin mizgînvanekî bibin ba kesên ku dixwazin Yehowa nas bikin. Gava kesek tê ser rêya rastiyê, em helbet nizanin ka ev yek îşê melekan bû yan na, çimkî Yehowa dikare metodên din jî bi kar bîne ku alî mirovan bike yan rêberiya xizmetkarên xwe bike. Mesela, ew dikare ruhê pîroz bi kar bîne (Karên Şandiyan 16:6, 7). Dîsa jî, em dizanin ku ew melekan gelek caran ji bo vî îşî bi kar tîne. Loma, gava em mizgîniyê belav dikin, em dikarin bawer bin ku melek wê destekê bidin me (li çarçoveya “Wan Cewaba Duayên Xwe Stand” binêre).

Xwişk û birayek bi erebeya weşanan li kolanê dimeşin. Melek li jor difirin û bala xwişkê dikişînin ser jinikeke ku li kêlekê rûniştî ye û xemgîn xuya dike.

Xwişk û birayek ji xizmeta umûmî vedigerin malê. Di rêyê de, xwişk jinikeke ku xemgîn xuya dike, dibîne. Xwişka me fehm dike ku melek dikarin alî me bikin ku em kesên ku li Xwedê digerin, bibînin. Ew qerarê dide ku teseliyê bide vê jinikê (Li paragrafa 8an binêre).


Wan Cewaba Duayên Xwe Stand

Gelo di van serpêhatiyan de rola melekan hebû?

  • Li Perûyê, keçikeke 12 salî bi diya xwe re bi telefonê xizmet dikir. Wê bi jinikekê re xeber da, ya ku ji Xwedê xwestibû ku kesek were û alî wê bike. Gava keçikê jê re telefon kir, jinikê ev yek wek cewaba duayên xwe dît. Loma, wê kursa Kitêba Pîroz qebûl kir. Pir wext derbas nebû ku vê jinikê dest bi çûyîna civînan kir.

  • Li Romanyayê, jinikekê ji bo demekê kursa Kitêba Pîroz standibû, lê paşê dev jê berdabû. Paşê, gava ew li Îtalyayê li cem malbatekê dixebitî, wê dixwest dîsa dest bi kursa Kitêba Pîroz bike, lê wê Şahidên Yehowa yên herêmî nas nedikirin. Loma, jinikê ji Yehowa alîkarî xwest. Demeke kin piştî vê, malbatê ew şand dikanekê ku tiştekî bikire. Lê belê, wan jê re got ku bila bi xwediyê dikanê re sohbetê neke. Wan got: “Ew Şahidê Yehowa ye, û ew bi mişteriyan re li ser Kitêba Pîroz xeber dide.” Bi rastî jî wisa bû. Birayê me jê re behsa Kitêba Pîroz kir, û wê jî ev yek wek cewaba duayên xwe dît. Jinikê ji nû ve dest bi kursa Kitêba Pîroz kir û rind bi pêş ve çû. Emsala wê ya baş ser yek ji kurên wê jî tesîr kir, û wî jî dest bi kursa Kitêba Pîroz û çûyîna civînan kir.

  • Xwişk û birayekî me qerar da ku erebeya xwe bifiroşin. Gava jin û mêrek hatin ku li erebeyê binêrin, xwişk û birayê me ji wan re got ku ew çima dixwazin erebeya xwe bifiroşin. Wan got ku ew dixwazin mesrefên xwe kêmtir bikin ji bo ku zêdetir wexta wan hebe ku bi mirovan re li ser Kitêba Pîroz sohbetê bikin. Mêrê ku li erebeyê dinêrî, got: “Do min dua kiribû: ‘Ya Xwedê, kesekî bişîne ku alî min bike. Gelek pirsên min hene, û ez dixwazim cewaban bistînim.’” Wî ev sohbet wek cewaba duaya xwe dît. Jin û mêr kursa Kitêba Pîroz qebûl kir, û du qîzên wan jî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Malbat niha diçe civînan.

9. Ji aliyê hezkirina însanan ve, em çawa dikarin melekan ji xwe re emsal bigirin?

9 Em çawa dikarin hezkirina melekan ji xwe re emsal bigirin? Gava tê îlankirin ku kesek ji nû ve di civatê de hatiye qebûlkirin, em dikarin mîna melekan dilxweş bin, bixêrhatina wî kesî bikin û jê re bibêjin ku em şa ne ji ber ku ew vegeriyaye civatê (Lûqa 15:4-7; 2. Korîntî 2:6-8). Çawa ku melek bi dil û can ji Yehowa re xizmet dikin, em jî dikarin mizgîniyê bi dil û can belav bikin (Waiz 11:6). Wekî din, çawa ku melek di karê belavkirina mizgîniyê de destekê didin me, em jî dikarin di xizmetê de destekê bidin xwişk û birayan. Mesela, gelo em dikarin bi mizgînvanekî nû re derkevin xizmetê? Gelo em dikarin alî xwişk û birayên extiyar yan nexweş bikin ku ew jî bikarin xizmetê bikin?

10. Em dikarin ji serpêhatiya xwişka me çi hîn bibin?

10 Eger ji destê me nayê ku em li gor dilê xwe xizmet bikin, em dikarin çi bikin? Em dîsa jî dikarin bi hin awayan bi melekan re di karê belavkirina mizgîniyê de hevkariyê bikin. Ka bala xwe bide serpêhatiya xwişkeke me, ya ku li Hindistanê dijî. Piştî ku wê weke 20 sal pêşengî kiribû, ew nexweş ket û êdî nikaribû rabe ser pêyan. Ji ber vê yekê, ew ket depresyoneke kûr. Lê bi saya desteka xwişk û birayan û xwendina Kitêba Pîroz, dilxweşiya wê hêdî hêdî vegeriya. Helbet lazim bû ku ew xizmeta xwe li gor şertên xwe yên nû eyar bike. Ji ber ku wê nikaribû rûne û nameyan binivîse, wê tenê bi telefonê xizmet dikir. Loma, wê ji kesên eleqedar re telefon dikir û ji wan dipirsî ka ew kesên din nas dikin, ên ku dixwazin li ser Kitêba Pîroz sohbetê bikin. Netîce bû çi? Di hundirê çend mehan de, xwişka me bi 70 kesî re dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Ji ber ku wê nikaribû bi ew qas mirovan re kursa Kitêba Pîroz îdare bikira, wê hin ji wan emanetî xwişk û birayên din kirin. Ji wan xwendekaran, gelek kes niha tên civînan. Melek bê guman pir şa ne ji ber ku ew bi xwişk û birayên jîr û jêhatî mîna wê re hevkariyê dikin!

MELEK SEBIR DIKIN

11. Melekên dilsoz çawa sebir kiriye?

11 Melekên dilsoz ji aliyê sebrê ve ji me re emsal in. Bi hezaran salan, wan li hemberî neheqî û xerabiyê sebir kiriye. Wan dîtibû ku Îblîs û gelek melekên din, ên ku berê bi wan re xizmet dikir, çawa li hemberî Yehowa serî hilda (1. Mûsa 3:1; 6:1, 2; Cihûda 6). Kitêba Pîroz behsa melekekî dilsoz dike, yê ku rasterast ji aliyê cinekî xurt ve muxalefet dît (Danîêl 10:13). Wekî din, ji rojên Adem û Hewayê û pê ve, melekan dîtiye ku tenê hindik kes ji Yehowa re îbadetê dikin. Dîsa jî, melekên dilsoz bi xîret û dilxweşî ji Yehowa re xizmet dikin. Ew dizanin ku Xwedê wê neheqiyê di wexta rast de ji holê rake.

12. Çi dikare alî me bike ku em sebir bikin?

12 Em çawa dikarin sebra melekan ji xwe re emsal bigirin? Mîna melekan, dibe ku em jî neheqiyê bibînin yan rastî muxalefetê werin. Lê mîna wan, em jî bawer in ku Xwedê wê xerabiyê di wexta rast de ji holê rake. Loma, mîna melekên dilsoz, em nawestin ku ya qenc bikin (Galatî 6:9). Wekî din, Xwedê soz daye ku ewê alî me bike, da ku em bikarin sebir bikin (1. Korîntî 10:13). Em dikarin ji Yehowa re dua bikin ku ew ruhê xwe bide me, yê ku sebir û dilxweşiyê tîne meydanê (Galatî 5:22; Kolosî 1:11). Eger tu rastî muxalefetê werî, tu dikarî çi bikî? Xwe bi temamî bispêre Yehowa, û bi zêdeyî endîşe neke. Yehowa wê her tim destek û qewetê bide te (Îbranî 13:6).

MELEK BI PAQIJIYA CIVATÊ ELEQEDAR IN

13. Di van rojên dawîn de, çi wezîfeya xisûsî ji melekan re hatiye dayîn? (Meta 13:47-49)

13 Di van rojên dawîn de, Yehowa wezîfeyeke xisûsî daye melekan (Meta 13:47-49 bixwîne). Bi saya belavkirina mizgîniyê, bi milyonan kes bi mizgîniyê eleqedar dibin. Ji van kesan, hinek xîret dikin ku bibin şagirtên Îsa Mesîh. Lê belê, hin kes naxwazin jiyana xwe biguherînin. Wezîfeya melekan ev e ku “mirovên xerab ji mirovên rast veqetînin”. Yanî, ew bala xwe didinê ku civat paqij bimîne. Ev yek helbet nayê maneya ku kesên ku ji bo sebebekî dev ji civînan berdaye êdî nikarin vegerin. Wekî din, ev yek nayê maneya ku di civatê de, problem tu caran nikarin çêbin. Lê belê, em dikarin bawer bin ku melek pir xîret dikin ku civata me paqij bimîne.

14-15. Em çawa dikarin mîna melekan bi paqijiya ruhî û exlaqî ya civatê eleqedar bibin? (Li resiman jî binêre.)

14 Mîna melekan, em çawa dikarin bi paqijiya civatê eleqedar bibin? Gerek em xîret bikin ku dostaniya me ya bi Yehowa re qewî bimîne. Ji bo vê, gerek em bi dostên Yehowa re hevaltiyê bikin û xwe ji tiştên ku dikarin zerarê bidin dostaniya me ya bi Yehowa re, dûr bigirin. Bi vî awayî, em dikarin piştgiriya paqijiya civatê bikin (Zebûr 101:3). Ji xeynî vê, em dikarin alî xwişk û birayan bikin ku ew ji Yehowa re dilsoz bimînin. Mesela, eger em pê bihesin ku xwişk yan birayekî me gunehekî giran kiriye, gerek em çi bikin? Ji ber ku em jê hez dikin, gerek em jê re bibêjin ku bila ew ji rîspiyan re behsa gunehê xwe bike. Eger ew vêya neke, gerek em bi xwe bi rîspiyan re xeber bidin. Daxwaza me ev e ku xwişk yan birayekî ku ji aliyê ruhî ve zeîf ketiye zû alîkariyê bistîne (Aqûb 5:14, 15).

15 Çi heyf e ku gerek hin kesên ku gunehên giran kirine ji civatê bên derxistin. Hingê lazim e ku em êdî bi wan re hevaltiyê nekinb (1. Korîntî 5:9-13). Ev yek muhîm e ji bo ku civat paqij bimîne. Wekî din, bi vê ku em bi wan re hevaltiyê nakin, em bi eslê xwe qenciyê li wan dikin, çimkî qerara me dikare alî wan bike ku hişê wan were serê wan. Gava kesên wisa vedigerin civatê, Yehowa û melekên wî şa dibin, û em jî şa dibin (Lûqa 15:7).

Kolaj: 1. Du xwişk bi hev re di parkekê de rûniştî ne û qehweyê vedixwin. Yek ji wan xeber dide, lê ya din li rûyê wê nanêre. 2. Paşê, xwişka ku xeber dida li salona îbadetê diçe ba du rîspiyan.

Eger em pê bihesin ku xwişk yan birayekî gunehekî giran kiriye, gerek em çi bikin? (Li paragrafa 14an binêre)c


16. Tu dixwazî melekan ji kîjan aliyan ve ji xwe re emsal bigirî?

16 Em spasdar in ku Yehowa li ser melekan melûmat daye me. Ji bo me îmtiyazeke mezin e ku em dikarin bi wan re hevkariyê bikin! Bila em jî mîna wan dilnizm bin, ji însanan hez bikin, sebir bikin û bi paqijiya ruhî û exlaqî ya civatê eleqedar bibin. Eger em melekên dilsoz ji xwe re emsal bigirin, emê jî bikarin heta hetayê di malbata xizmetkarên Yehowa de bimînin!

EM ÇAWA DIKARIN VAN XISÛSIYETÊN MELEKAN JI XWE RE EMSAL BIGIRIN?

  • Melek dilnizm in

  • Melek ji însanan hez dikin

  • Melek bi paqijiya civatê eleqedar in

KILAM 123 Guh Bide Rêberiya Xwedê

a Bi milyonan melek hene, lê Kitêba Pîroz tenê navên du melekan eşkere dike: Mîkaîl û Cibrayîl (Danîêl 12:1; Lûqa 1:19).

b Wek di Rapora Koma Rêberiyê No. 2 ya sala 2024an de hatibû gotin, eger kesekî ku ji civatê hatibû derxistin were civînê, mizgînvan dikarin li gor wijdanê xwe qerarê bidin ku bi kurtasî silavê bidin wî û bixêrhatina wî bikin yan na.

c RESIM: Xwişkek ji hevala xwe re dibêje ku bila ew ji rîspiyan re behsa gunehê xwe bike. Piştî demekê, ji ber ku hevala wê neçû ba rîspiyan, xwişka me bi xwe diçe ba rîspiyan.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne