Alîkariya ji bo Jinên ku Rastî Zordariyê Tên
“LI SERANSERÊ dinyayê bi milyonan jin û keçik rastî zordariyê tên. Gelo tu yek ji wan î? Ev meqale cesaretê dide jinên ku rastî zordariyê tên.”
Meqaleya li ser jw.org a bi navê “Selametiya Jinan – Nêrîna Kitêba Pîroz” bi van gotinan dest pê dike. Bi destê lînka ku di dawiya meqaleyê de heye, tu dikarî vê meqaleyê bi formata PDF ji xwe re daxî, çap bikî û wek belavok qat bikî. Xwişkeke Amerîkayî ya bi navê Stacy wisa dibêje: “Min çend heb çap kirin û tevî xwişkeke din ew birin stargeheke jinan, a ku aîdî herêma civata me bû.”
Xebatkareke wî cihî ji me pirsî ka dîsa çend hebên vê belavokê hene ku bide kesên din jî. Di netîceyê de, du xwişk çûn, û wan dîsa 40 belavok û 30 kartên jw.org dan. Careke din, mudîreya stargehê xwest ku xwişkên me nîşanî jinan bidin ku kursa Kitêba Pîroz çawa tê derbaskirin.
Stacy û du xwişkên din çûn stargeheke din jî. Li wê derê, wan pênc belavok dan jinên ku li wê derê diman, lê wan hê jî zêdetir belavok xwestin. Yek ji xebatkarên stargehê wisa got: “Ev belavok wê alî jinên li vir bike.” Wekî din, wê got: “Jinên li vir bi rastî jî hewceyî vê yekê ne.” Dema ziyareteke din, çend jin li hev top bûbûn ku bibînin ku kursa Kitêba Pîroz çawa derbas dibe, û du kesan xwest ji bo civîna dawiya hefteyê werin Salona Îbadetê.
Stacy wisa dibêje: “Em ecêbmayî dimînin ku gava mirov vê meqaleya xweş distînin, ew çi qas kêfxweş dibin. Ev tej rêyeke baş e ku em wan jinên ku rastî zilm û zordariyê tên di heqê Hukimdariya Xwedê de hîn bikin. Gava me dît ku ew çawa guh didin, em pir şa bûn. Em hêvîdar in ku Yehowa wê xîreta me bibereket bike û alî me bike ku em ji wan jinan re behsa mizgîniyê bikin.”