Li Gora Lûqa
2 Wan rojada Awgûstoyê Qeyser ferman da, ku nav temamiya împêryayêda,* hemû meriv bêne navnivîsarê. 2 (Ev navnivîsara pêşin wedê Kûrênyo, weliyê Sûryayê hate kirinê.) 3 Her kes çû bajarê xwe, wekî navê xwe bide nivîsarê. 4 Hemikî Ûsiv jî ji Nisreta Celîlê çû Cihûstanê, li bajarê Dawid, ku jêra Beytlehm tê gotinê, çimkî ew ji zureta Dawid bû. 5 Ew tevî jina xwe Meryemê çû, wekî navê xwe bidine nivîsarê. Hingê Meryemêra îda gerekê zar bibûya. 6 Çaxê ewana wêderê bûn, wede pêra gihîşt ku jêra zar bibe. 7 Û jêra kurê wêyî nixurî bû, û ewê ew pêçekêda pêça û afirda danî, çimkî mêvanxanêda bona wan cî tune bû.
8 Vê herêmêda, şivan deştêda şev nobedariya keriyên xwe dikirin. 9 Nişkêva melekê Yehowa wanra xuya bû û rûmeta Yehowa dora wan şewq da, û ewana gelek tirsiyan. 10 Lê melek wanra got: “Netirsin! Ez hatim mizgîniya şabûneke mezin bidime we, ku wê bona hemû meriva be. 11 Çimkî li bajarê Dawid xilazkarek wera hate bûyînê. Ew Mesîh û Xudan e. 12 Û eva wera bibe nîşan: Zara tezebûyî hûnê pêçekêda pêçayî û afirda bivînin”. 13 Nişkêva gelek melekên din* jî xuya bûn, wana pesinê Xwedê dida û digotin: 14 “Şikir ji Xwedayê Jorinra, û edilayî ser dinê wan merivara, kîjana ew qebûl dike”.
15 Gava melek vegeriyane li ezmên, şivana destpêkirin hevra bêjin: “Rabin, em heta Beytlehmê herin û tiştên qewimî çi ku Yehowa mera eyan kir, bivînin”. 16 Ewana leze-lez çûn û Meryem, Ûsiv û zara afirda dîtin. 17 Gava wana ew dîtin, çi ku bona kurik hatibû elamkirinê, gilî kirin. 18 Her kesê ku gotinên şivana dibihîst, zendegirtî dima. 19 Lê Meryemê ev hemû gotin dilê xweda xwey dikirin û ser wan kûr difikirî, ku ew çi têne hesabê. 20 Paşê, şivan vegeriyan û bona hemû tiştên ku bihîstin û dîtin, pesin û şikirî didane Xwedê. Çawa ku wanra hatibû gotinê, her tişt hema usa hate sêrî.
21 Roja heyşta, gava wext hat ku zar bê sinetkirinê, wana navê wî danî Îsa, çawa ku hê pêşiya hemlebûna Meryemê melek nav dayê.
22 Gava wexta paqijbûna li gora Qanûna Mûsa hat, Ûsiv û Meryemê zar birine Orşelîmê, wekî wî bînin ber Yehowa û nîşan kin ku ev zar wîra dikeve. 23 Çawa ku Qanûna Yehowada hatiye nivîsarê: “Her kurê nixurî gerekê Yehowara bê tesmîlkirinê”. 24 Û wana li gora Qanûna Yehowa, ya ku dibêje: “cotek fatimok, yan jî du cûcûkên kevotka”, qurban anî.
25 Hingê Orşelîmêda merivek hebû, navê wî Şîmeyon bû. Ew merivê rast û xwedêxof hîviya wî wedeyî bû, çaxê Xwedê dilbîniyê bide Îsraêlê, û ruhê pîroz ser wî bû. 26 Xêncî vê yekê, Xwedê bi saya ruhê pîroz wîra eyan kiribû, ku ew heta Mesîhê Yehowa nevîne, wê nemire. 27 Ew bi rêberiya ruhê pîroz hate paristgehê. Çaxê dê-bavê Îsayê biçûk li gora edet ew anîne paristgehê, wekî Qanûnê bînin sêrî, 28 Şîmeyon kurik hilda da hemêza xwe, pesinê Xwedê da û got: 29 “Ya Xudanê Mezin, çawa te soz daye, tu xulamê xwe bi xêr û silametî berdidî. 30 Çimkî çevên min ew dîtin, yê ku xilazkirinê tîne, 31 yê ku te hazir kiriye, wekî hemû milet bivînin. 32 Ew ronayî ye, ku xêliya ser çevê mileta hildide, û rûmeta cimeta te Îsraêlê ye”. 33 Dê û bavê wî ser tiştên ku Şîmeyon bona wî digotin, ecêbmayî man. 34 Şîmeyon usa jî dua li wan kir û Meryema diya zarêra got: “Ev zar wê bibe sebebê rabûn û ketina geleka li Îsraêlê. Û ewê bibe nîşanek, kîjan ku wê ber çevê meriva reş be, 35 (erê, şûrekî dirêj wê tera derbaz be), wekî fikirên gelek dila eyan bin”.
36 Wêderê pêxembereke emirda mezin bi navê Hana hebû. Ew qîza Fanowêl bû û ji bereka Aşêr bû. Paşî mêrkirina xwe, ewê heft sala tevî mêrê xwe jîtibû. 37 Ew jinebîke 84 salî bû. Ew ji paristgehê dûr nediket, şev û roj bi dua û rojîgirtinê xizmetiya pîroz dikir. 38 Ew hema vê sihetê hat û pesinê Xwedê dida. Û ewê derheqa vê zarê wan hemûyara gilî dikir, yên ku hîviya xilazkirina Orşelîmê bûn.
39 Û gava wana her tişt li gora Qanûna Yehowa anî serî, vegeriyane Celîlê, li bajarê xwe Nisretê. 40 Zar mezin û qewî dibû, bîlaniya wî zêde dibû, û kerema Xwedê ser wî bû.
41 Her sal dê-bavê Îsa bona Cejina Derbazbûnê diçûne Orşelîmê. 42 Gava Îsa 12 salî bû, ewana li gora edet çûne vê cejinê. 43 Çaxê rojên cejinê derbaz bûn, û ewana paşda vedigeriyane mala xwe, Îsa Orşelîmêda ma. Lê dê-bavê wî haj vê yekê tune bûn. 44 Wana tirê ew nava rêwiyada ye, lema ewana riya rojekê çûn. Paşê wana destpêkir nav meriv û hevalên xweda wî bigerin. 45 Lê gava wana ew nedît, vegeriyane Orşelîmê û hemû ciya wî geriyan. 46 Paşî sê roja, wana ew paristgehêda dît. Ew nava dersdarada rûniştibû, guh dida wan û pirs didane wan. 47 Hemûyên ku xeberdana wî dibihîstin, ser zanebûn û cabên wî ecêbmayî diman. 48 Gava dê-bavê wî ew wêderê dîtin, ecêbmayî man, û diya wî wîra got: “Lawo, te çima usa serê me kir? Ez û bavê te pir xemgîn bûn, û me hemû ciya tu digeriyayî”. 49 Lê ewî wanra got: “We çira ez digeriyam? We nizanibû ku gerekê ez mala Bavê xweda bim?” 50 Lê wana giliyên wî fem nekir.
51 Paşê ew tevî wan vegeriya Nisretê û dîsa gura wanda bû. Lê diya wî ev hemû gilî dilê xweda xwey dikirin. 52 Îsa mezin dibû û bîlaniya wî zêde dibû, û him Xwedê, him jî meriva ew hez dikirin.