Nema Aqûb
1 Ez Aqûb, xulamê Xwedê û Xudan Îsa Mesîh, 12 berekên ku hemû dera bela bûne, silav dikim!
2 Birên minî delal, gava hûn rastî gelek cêribandina tên, vê yekê ça şabûneke mezin hesab kin, 3 çimkî hûn zanin ku çaxê baweriya we vî cûreyî tê cêribandinê, hûn hîn dibin teyax kin. 4 Û hergê hûn berdewam kin teyax kin, hûnê xwe bi temamî hîn kin ku her alîda gihîştî bin, û wê tu kêmasiyên we tune bin.
5 Hergê bîlaniya yekî ji we kêm e, bira berdewam ke ji Xwedê bixwaze, û wîra wê bê dayînê. Çimkî Xwedê bi merdanî dide her kesî, û eciz nabe ji kesên ku ji wî dixwazin. 6 Lê bira ev kes bi bawerî bixwaze û qe dudilî nebe. Çimkî kesê ku dudilî ye, mîna pêla berê ye, yê ku ba lê dixe û virda wêda dibe-tîne. 7 Bira kesê usa nefikire, ku ewê ji Yehowa tiştekî bistîne; 8 ew merivekî dudilî ye, û hemû kirên xweda diqilqile.
9 Birê belengaz bira şa be, çimkî Xwedê wî bilind dike. 10 Û birê dewletî bira şa be, wekî Xwedê lê hîn kiriye ku milûk be. Çimkî yê dewletî wê mîna kulîrkeke deştê hişk be here. 11 Gava ro hiltê û bi germa xwe şînkayê hişk dike, kulîrk diçilmise û bedewiya şînkayê namîne. Bi vî cûreyî, yê dewletî jî ku pey hebûkê dikeve, wê betavebe.
12 Çiqas bextewar e merivê ku cêribandinada teyax dike, çimkî gava Xwedê ji wî razî be, ewê xelata jîyînê* bistîne. Yehowa soz daye, wekî wê xelatê bide kesên ku wî hertim hez dikin. 13 Gava kesek tê cêribandinê, bira ew nebêje: “Xwedê min dicêribîne”. Çimkî Xwedê tu kesî pê tiştên xirab nacêribîne, û tu kes nikare Xwedê pê tiştên xirab bicêribîne. 14 Lê her kes tê cêribandinê bi vê yekê, ku xwestina wî lê dikişîne û dixapîne. 15 Gava ew xwestin gelek qewî dibe, meriv gune dike, û gune jî berbi mirinê dibe.
16 Birên mine delal, neyêne xapandinê. 17 Her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil ji ezmên tê. Ev tişt ji jor, ji Bavê me tên, yê ku tev, hîv û steyrk efirandine, û yê ku nayê guhastinê mîna siya ku tê guhastinê. 18 Ewî li gora xwestina xwe bi saya xebera rastiyê jîyîn daye me, wekî em ji nav kesên ku ewî efirandine bibine kesên pêşin, kîjan ku ewî bijartine.
19 Birên minî delal, vê yekê bîr nekin: Bira her kes hazir be guh bide. Pêşiya ku ew xeber de, bira rind bifikire û zû hêrs nekeve. 20 Çimkî merivê ku hêrs dikeve, li gora rastiya Xwedê hereket nake. 21 Lema jî hemû mirdariyê û her xirabiyê ji dilê xwe derxin. Bi milûktî îzinê bidine Xwedê, ku ew xeberên xwe, yên ku dikarin we xilaz kin, dilê weda biçîne.
22 Ne tenê guh bidine xebera Xwedê, lê usa jî li gora wê hereket bikin. Xwe pê fikirên şaş nexapînin û nefikirin, wekî bes e ku hûn tenê guh bidine xebera Xwedê. 23 Hergê kesek guh dide xebera Xwedê, lê nayne sêrî, ew mîna wî merivî ye, yê ku neynikêda li rûyê xwe dinihêre, 24 û gava xwe dinihêre, diçe û derbêra bîr dike ku ew yekî çawa ye. 25 Kesê ku li qanûna Xwedê,* ya ku azayê tîne, rind dinihêre û tîne sêrî, ew ne yekî usa ye ku guh dide û bîr dike, lê ew yekî usa ye ku li gora qanûna Xwedê hereket dike, û ewê bextewar be, çimkî ew usa dike.
26 Hergê kesek difikire ku ew rast Xwedê dihebîne, lê zimanê xwe nikare, ew dilê xwe dixapîne, û hebandina wî pûç e. 27 Hebandina paqij* û bêleke ber çevê Bavê me Xwedê, ew e: bona êtîm û jinebiyên ku telî-tengiyada nin, xem bikin, usa jî xwe ji riyên xirabe vê dinyayê dûr bigirin.