DERSA 37
Yehowa Tevî Samûyêl Xeber Dide
Du kurên Serekkahîn Elî hebûn, yên ku konda ça kahîn xizmet dikirin. Navê wan Hofnî û Fînehas bû. Ewana guh nedidan qanûnê Yehowa û gelek zulm bûn hindava meriva. Gava cimeta Îsraêlî qurban Yehowara dianîn, Hofnî û Fînehas kudorê goştê lapî baş xwera hildidan. Rast e, Elî dibihîst derheqa wê yekê, çi ku kurên wî dikirin, lê ewî pişt guhê xweva davît û tiştek wanara nedigot. Çawa tu dişirmîş dibî, ew yek Yehowa xweş dihat?
Rast e, Samûyêl ji Hofnî û Fînehas gelek biçûktir bû, lê ewî çev nedida wana. Samûyêl dilê Yehowa şa dikir. Şevekê, gava Samûyêl raza bû, ewî bihîst, wekî kesek gazî wî dike. Ew rabû, çû bal Elî û got: “Ez hatim!” Lê Elî gote wî: “Min gazî te nekiriye. Here, bikeve nav ciya û razê”. Samûyêl vegeriya û kete nav ciya. Samûyêl cara duda ew deng bihîst. Lê kengê ewî cara sisiya ew deng bihîst, Elî fem kir, wekî Yehowa gazî Samûyêl dike. Ewî gote Samûyêl, hergê tu dîsa carekê ewî dengî bibihêyî, gerekê bêjî: “Yehowa, bêje, xulamê te guh dide te”.
Samûyêl çû, kete nav ciyê xwe û dîsa deng bihîst: “Samûyêl! Samûyêl!” Ewî cab da û got: “Bêje, xulamê te guh dide te”. Yehowa gote wî: “Bêje Elî, wekî ezê wî û malbeta wî ceza kim. Ew zane, wekî kurên wî tiştên xirab konê minda dikin, lê ew bona wê yekê tiştekî nake”. Sibehê zû, çawa her gav Samûyêl çû, derê kon vekir, lê ditirsiya bêje Elî derheqa wê yekê, çi ku Yehowa wîra got. Elî ew yek texmîn kir, gazî wî kir û ji wî pirsî: “Kurê min, Yehowa qe çi gote te? Her tiştî minra bêje”. Û Samûyêl her tişt Elîra gilî kir.
Wede derbaz dibû û Samûyêl mezin dibû, û Yehowa hertim tevî wî bû. Temamiya Îsraêlêda cimet pêhesiya, wekî Yehowa Samûyêl jibartiye, ku ew bibe pêxember û hakim.
“Efirandarê xweyî Himzor cahiltiya xweda bîne bîra xwe” (Waîz 12:1, DT).