Sibat
Pêşem, 1 Sibat
Bira sebir karê xwe temam bike (Aqûb 1:4, DT).
Çi “kar” gerekê sebir temam bike? Ew alî me dike ku bibine “merivên kamil û gihîştî, û tiştekîda kêmasiya [me] tune be” (Aqûb 1:4, DT). Çetinayada gelek car sistbûnên me têne kifşê, dêmek nav meda ew tişt, kîjan em gerekê hê baş kin. Û hergê em sebir dikin wan çetinayada, em dibine Mesîhiyên hê kamil, yanê hê gihîştî. Mesele, em hîn dibin teyax kin, razî bin, û dilşewat bin. Çimkî sebir me dike Mesîhiyên hê baş, lema em usa nakin ku prînsîpên Xwedê biteribînin, seva ji çetinayê xilaz bin. Mesele, hergê tu miqabilî fikirên netemiz şer dikî, dewsa ku bikevî telikê, dua ke ku wan xwestinên nerast biterkînî. Bi wê yekê tuyê xwegirtina xwe hê qewî kî. Lê hergê neferê mala te pey te dikeve bona baweriya te? Dewsa ku destê xwe peya kî, berdewam ke Xwedêra bi dil û can xizmet ke. Bîra xweda xwey ke, em gerekê sebir kin, wekî qebûlkirina Xwedê bistînin (Rom. 5:3-5; Aqûb 1:12). w16.04 2:15, 16
Înî, 2 Sibat
Ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).
Em zanin ku hergê em qure dibin û hurmet dikin milet, berek yan welatê xwe, ew qurebûn Yehowa xweş nayê. Nihêrandina Yehowa hindava meriva ew e, ku tu milet yan kûltûra ji yên din baştir nîne. Bi rastiyê, ew yek gelek hewas e ku meriv cûre-cûre ne. Lê em gerekê timê bîra xweda xwey kin ku Xwedê ser her kesa wek hev dinihêre (Rom. 10:12). Hergê em qure dibin ji bo milet yan ji welatê xwe, ew dikare bibe menî ku em tevnebûyînê xwey nekin. Çimkî ew tê hesabê ku em firqiyê dikin orta mileta. Diqewime qurebûna wî cûreyî cem me pêşda bê. Hela hê qirna yekêda jî civatêda ew problêm hebû. Hine birên Cihû neheqî xûşk-birên Yûnanî dikirin (Kar. Şand. 6:1). Lê çawa em dikarin têderxin, hela qurebûna usa heye bal me yan na? Bidine ber çevê xwe ku kesek ji xûşk-birên me ji welatê xerîb wera şîretekê dide. Hûnê xwe ça kifş kin, hûnê derbêra înkar kin evê şîretê, çimkî usa difikirin: “Em welatê xweda hê baş dikin evê yekê?” Dewsa vê yekê, hê rind e ku em evê temiyê bînin sêrî ku rêza rojêda nivîsar e. w16.04 4:12, 13
Şemî, 3 Sibat
Gerekê ez . . . Mizgîniya Padşatiya Xwedê bidim (Lûqa 4:43).
Îsa “mizgîniya Padşatiya Xwedê” bela dikir, û dixwest wekî şagirtên wî jî evê mizgînê bela kin. Lê gelo kê îro “hemû miletara” evê mizgînê bela dike? (Met. 28:19). Cab eyan e, tenê Şedên Yehowa! Mesele, keşîşê mîsyonêr carekê Şedê Yehowara got, wekî ew cûre-cûre welatada dijît, û wan her welatada ji Şedên Yehowa dipirsî, hela ewana çi elametiyê bela dikin. Lê çi cab ewî keşîşî distand? Ewî got: “Ewana haqas bêfem in, wekî caba xwe mîna hev dan: ‘Mizgîna derheqa Padşatiya Xwedê’”. Lê bi rastiyê, ji giliyên keşîş tê kifşê, wekî ewana ça Mesîhiyên rast yektiyêda nin, ne ku “bêfem in” (1 Korn. 1:10). Wana hema ew elametî bela dikir, kîjan ku elam dike jûrnala bi navê “Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike”. Ev jûrnal ser 254 zimana derdikeve, û her derxistina vê weke 59 mîlyon hev tê neşirkirinê. Nav temamiya dinyayêda ev jûrnal lapî belabûyî ye. w16.05 2:6
Led, 4 Sibat
Dilê her kesîra çiqas derbaz dibe, bira haqasî jî bide (2 Korn. 9:7).
Çawa xizmetkarên Xwedê, dibeke em dixwazin pêşengên hertim bin. Seva ku evê nêtê bînin sêrî, em destpêdikin emirê xwe hêsa kin, seva hê zêde xizmet kin. Hingê dibeke em xemgîn dibin, ku dibeke em bextewar nîbin, çimkî aliyê matêrîalîda emê dewletî nîbin. Belê, Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku em ese gerekê pêşeng bin. Em dikarin pêşeng nîbin, lê berdewam kin Yehowara bi aminî xizmet kin. Lê Îsa got ku hergê em bona Padşatiyê qurbana dikin, emê gelek kerema bistînin (Lûqa 18:29, 30). Xêncî vê yekê, Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku çaxê em “pesnê ji dil” didine Yehowa, û bi dil û can wîra xizmet dikin, dilê wî gelek şa dibe (Zeb. 119:108, ÎM). Belê, hergê em bifikirin ser wan rêza, û Yehowara dua bikin ku rêberiya me bike, emê fem bikin qirara wî. Bi saya vê yekê, emê bikaribin safîkirina baş bikin, kîjan ku bona me kêrhatî be û Yehowa wê me kerem ke. w16.05 3:13
Duşem, 5 Sibat
Berî ku rojên xirab werin ... rojên cahiltiya xweda, yê ku te efirandiye bîra xweda bîne (Waîz 12:1).
Gelek problêmên ku rastî cahila tên, rastî mezina jî tên. Mesele, me hemûşkara lazim e baweriya xwe xwey kin, êmosiyên xwe kontrol bikin, cêribandinada teyax kin û dûr bin ji hevalên xirab û wedederbazkirinên nerast. Belê, ew edebyet hatine derxistinê bona cahila. Lê gelo Mesîhiyên mezin gerekê babax bin û nexûnin wan edebyetên bona cahila? Na! Çimkî hemû edebyetên me ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz in, û lema her kes ji me dikare karê bistîne ji wan edebyeta. Edebyetên me ku bona cahila hatine derxistinê, dikarin vî alîda jî alî wan bikin, ku ruhanîda hê mezin bin û nêzîkî Yehowa bin. Belê, yên mezin jî dikarin ji vê yekê karê bistînin (Waîz 12:13). w16.05 5:15, 16
Sêşem, 6 Sibat
Bibihê Îsraêl! Xwedayê me Yehowa, tek e Yehowa. Tu gerekê Yehowa Xwedêyê xwe bi temamîya dilê xwe, bi temamîya canîya xwe û bi temamîya qewata xwe hiz bikî (Qan. Dcr. 6:4, 5, DT).
“Xwedayê me Yehowa, tek e Yehowa, DT”. Rastî jî çiqas giliyên qewî ne! Çaxê Îsraêlî rastî tengasiya dihatin wedê diketine Erdê Sozdayîda, ewan giliya ewana gelek qewî kirin. Ew gilî dikarin me jî qewî kin, çimkî em gerekê tengasiya mezin derbaz bin, û Cineta dinya tezeda jî edilayê û yektiyê xwey kin. Were em berdewam kin bi temamî Yehowara amin bimînin. Em gerekê wî hiz kin û bi dil û can wîra xizmet kin. Usa jî were em timê tevî xûşk-birên xwe yektiyêda û edilayêda bin. Hergê em usa bikin, em dikarin bawer bin ku Îsa wê giliyên usa bêje me: “Werin bimbarekbûyiyêd aliyê Bavê minda! Ew Padşatiya ku bona we ji wextê efirandina dinyayêda hazir bûye war bin” (Met. 25:34). w16.06 3:2, 20
Çarşem, 7 Sibat
Dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye (Yêrem. 17:9).
Ji bo qurebûnê em dikarin kirên xweye nerast heq derxin. Çaxê em usa dikin, em mîna xaliya nerm nînin. Dereca teye usa hebûye, ku tu ser xûşk yan bira xeyîdîyî? Yan jî dilê te êşiya ye çimkî civatêda cabdarî ji te hate standin? Hergê usa qewimî, te xwe ça kifş kir? Te qurebûn da kifşê, yan te dixwest tevî bira edilayê xweyî kî û Yehowara amin mayî? (Zeb. 119:165; Kols. 3:13). Hergê em gune dikin, û gunên xwe vedişêrin, ew dikare bibe menî ku em şîretkirin û rastkirina Xwedê qebûl nekin. Û wî çaxî mera îda dikare bibe xeyset ku guna bikin. (Waîz 8:11). Birakî derheqa xwe gilî kir, ku berê ewî pornografîa dinihêrî. Ew dibêje: “Min têderxist wekî min hêdî-hêdî destpêdikir bi krîtîkî binihêrim ser rûspiya”. Ewî ku pornografîa dinihêrî, bi vê yekê ruhaniya wî sist bû. Axiriyê kirinên wîyî nerast eyan bûn û paşê ewî alîkarî ji rûspiya sitand. Belê, em gişk jî gunekar in. Lê hergê em destpêdikin bi krîtîkî binihêrin ser yên din, yan jî seva kirên xweyî nerast xwe heq derdixin, dewsa ku baxşandinê û alîkarî ji Xwedê bixwazin, hingê dilê me dikare hişk be. w16.06 2:5, 6
Pêşem, 8 Sibat
Bona emirê xwe xema nekin (Met. 6:25).
Guhdarvanên Îsa bona tiştên nelazim xemgîn dibûn. Îsa menî got ku çira evê yekê nekin. Ewî şirovekir ku xemgînî yan berxweketina zêde, hela hê bona tiştên lazim jî, dikarin nêt-fikirên me ji tiştên ruhanîye ferz dûr xin. Îsa bi dil û can xem dikir seva şagirtên xwe. Lema ewî wedê Hînkirina ser Çiyê, çar cara zêdetir derheqa vê xofiyê wanra got (Met. 6:27, 28, 31, 34). Îsa zanibû derheqa hewcên meriva yên herrojî. Xêncî vê yekê, ewî zanibû ku şagirtên wî, yên ku wê bijîn “rojêd axiriyêda”, wê rastî tengasiya bên. Çimkî wî çaxî wê “zemanêd xirab” bin (2 Tîmt. 3:1). Gelek ji wan rastî çetinayên wî cûreyî bihatana, mesele, xebat tune be, bahê tişta hê bilind be, kêmasiya xwarinê be, û gelek kesîbbûnêda bijîn. Lê yeke Îsa fem dikir ku jîyîn ji xwarinê hê ferztir e û beden ji kinca. w16.07 1:8, 9
Înî, 9 Sibat
Ez bûme berdestiyê vê Mizgîniyê, anegorî dayîna ji kerema Xwedê (Efes. 3:7).
Hergê me hemû qanûn û dewakirinên Yehowa bi temamî bianiyana sêrî, wî çaxî emê hêjayî qenciya wî bûna. Lê em ewê yekê nakin. Lema Padşa Silêman yê ku bîlan bû, nivîsî: “Li rûyên erdê zilamê salih [merivê rast] tuneye, hertim qenciyê bike û qet gune neke” (Waîz 7:20). Paşê Pawlosê şandî jî got: “Hemûya gune kir û negihîştine rûmeta Xwedê” û “maşê gune mirin e” (Rom. 3:23; 6:23a). Ew heye çi ku em hêja ne. Lê Yehowa hizkirina mezin hindava me gunekara da kifşê. Ewî “Kurê xweyî tayê tenê” şande ser erdê ku bona me bimire. Rastî jî Yehowa qenciya çiqas mezin eyan kir hindava me, kîjan ku em hêja nînin (Yûhn. 3:16). Pawlos got ku Îsa “ber cefayê mirinê taca rûmet û siyanetê wergirtiye, . . . da ku kerema Xwedê ji bo her kesî mirinê tam bike” (Îbrn. 2:9, ÎM). Belê, “pêşkêşa Xwedê jîyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa” (Rom. 6:23b). w16.07 3:3, 4
Şemî, 10 Sibat
Komekdarek ku layîqî wî be çêkim (Destp. 2:18).
Zewac tiştekî tebiyetî ye emirê merivada. Lê zewac ça destpêbû û nêta wê çi ye? Cabên wan pirsa wê alî me bikin ku rast binihêrin ser zewacê û ser keremên ji wê. Çaxê Xwedê merivê pêşin Adem efirand, gote wî ku nav bide ser heywana. Lê “mêrra komekdarek ku layîqî wî bûya dest neket, PKM”. Lema Xwedê xeweke kûr kire çevê Adem, parxaneke wî hilda, kulfetek çêkir û anî cem mêr (Destp. 2:20-24). Çawa em divînin, Xwedê zewac saz kiriye. Îsa zelal got: “Mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire û her du wê bibine bedenek” (Met. 19:4, 5). Xwedê parxaneke ji Adem hilda û kulfeta pêşin çêkir, lema wana fem kir ku ewana çawa cotê zewacê bûne yek. Îzin tune bû wekî mêr û jin ji hevdu biqetiyana, ne jî îzina wan hebû ku yekê zêdetir bistînin. w16.08 1:1, 2
Led, 11 Sibat
[Îsa] ji wî ciyî çû nav bajarêd wan, ku hîn ke û dannasîn ke (Met. 11:1).
Îsa ne ku tevî elaletê xeberdida, lê usa jî gelek car şexsî tevî meriva xeberdida. Mesele, ewî bi hevaltî xeberdida tevî jinikekê, kîjan ku nêzîkî şeherê Sûxar av ji bîrê hildida (Yûhn. 4:5-30). Usa jî Îsa tevî Metta xeberdida, kîjan ku xercgir bû. Metta derbêra qebûl kir teglîfkirina Îsa û bû peyçûyê wî. Metta teglîfî mala xwe kir Îsa û merivên din, û li wêderê jî Îsa tevî gelek meriva xeberda (Met. 9:9; Lûqa 5:27-39). Îsa usa jî xeberdida tevî Natanyêl, kîjan ku nebaş dinihêrî ser merivên ji Nisretê. Lê Îsa yeke bi hevaltî tevî wî xeberda. Ew yek Natanyêl hêlan kir wekî nihêrandina xwe biguhêze. Û ewî dixwest hê zêde pêbihese derheqa Îsa û hînkirinên wî (Yûhn. 1:46-51). Belê, em gerekê çev bidine Îsa, ku ewî ça bi hevaltî û nerm xeberdida tevî meriva. Û em gerekê yên teze jî hîn kin, wekî çaxê tevî meriva xeberdidin çev bidine Îsa. Çaxê ewana usa bikin, wê xizmetiyêda hê şabûnê bivînin, çimkî merivên dilsax wê guh bidine wan. w16.08 4:7-9
Duşem, 12 Sibat
Bira jin ji mêr neqete . . . Û mêr jî bira jina xwe bernede (1 Korn. 7:10, 11).
Çaxê problêm nesafîkirî dimînin, hine mêr û jin safî dikin yan başqe bijîn yan jî hev biqetin. Pêşiya ku safî kin başqe bijîn gerekê kûr bifikirin. Dikare usa bê kifşê ku hergê başqe bijîn, problêm wê safî bin, lê bi rastiyê problêm hê zêde dibin. Îsa giliyên Bavê xwe wekiland, ku mêr wê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jinê bigire. Paşê ewî got: “Ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne” (Met. 19:3-6; Destp. 2:24). Ew tê hesabê ku ne jin ne jî mêr gerekê ji hevalzewacê xwe neqete, çimkî Xwedê ew kirine yek. Yehowa dixwaze wekî mêr û jin heta-hetayê tevî hev bijîn (1 Korn. 7:39). Her kes ji me gerekê bîra xweda xwey ke, ku emê ber Yehowa caba xwe bidin. Ew yek dikare alî me bike problêma safî kin, heta ku ew problêm hê giran nebûne. w16.08 2:10, 11
Sêşem, 13 Sibat
Nehêle xirabî ser te keve (Rom. 12:21).
Dijminên me dikarin hucumî ser me kin, çaxê em qe hîviyê nînin û çaxê em sist in. Lema gelek ferz e, ku em timê ser xwe bin û fesal bin. Giliyên “nehêle xirabî ser te keve”, dide kifşê ku em dikarin xirabiyê alt kin. Emê ser xirabiyê kevin, hergê em berdewam kin şer kin miqabilî xirabiyê. Lê hergê em ser xwe nîbin û şerda sist bin, wî çaxî Şeytan, dinya wîye xirab, û kêmasiyên me wê me alt kin. Şeytan hema evê yekê jî dixwaze. Lema tu car dilteng nebin û bira destên we sist nebin! (1 Pet. 5:9). Seva wî şerîda ser kevin, em gerekê bîr nekin ku em çira şer dikin. Belê, em dixwazin qebûlkirin û kerema Xwedê qazanc kin. Îbranî 11:6-da nivîsar e: “Ewê ku nêzîkî Xwedê dibe, gerekê bawer bike, ku Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin”. Xebera Yûnanî ku ser zimanê me hate welgerandinê ça xebera “digerin”, tê hesabê ku em gerekê giran bixebitin seva qebûlkirin û kerema Xwedê qazanc kin (Kar. Şand. 15:17). w16.09 2:4, 5
Çarşem, 14 Sibat
Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin (1 Korn. 10:31).
Xebera Xwedêda rêberî heye, kîjan ku dikare alî me bike wekî em bijartina usa bikin, ku Xwedê hurmet-rûmet kin. Lê yeke evê bijartinê em usa dikin çawa ku me xweş tê. Kincxwekirina me wê yekêva jî girêdayî ye, ku çiqas pere destê meda heye. Lê gerekê timê kincê me temiz û bi maqûlî be, usa jî layîqî wî cîyî be kîderê em dijîn. Belê, cara hêsa nîne ku safîkirinên bi bîlanî bikin û wedê safîkirina hemû tiştî hildin hesab. Gelek dikanada kincê usa difroşin ku necayîz e em xwekin. Lema jî lazim e him xûşk him jî bira hinekî zemetê bivînin û wedê xwe xerc kin, seva kincên usa xwera bivînin, ku gelek teng nîbin. Çaxê em usa dikin, xûşk-birên me dibeke ewê yekê texmîn kin, û gelek ji me razî bin. Kinc bijibêrin çiqas jî çetin be, çaxê em zanin ku em xwestina Yehowa tînin sêrî, em şa dibin ku em Yehowa hurmet dikin. Û lema jî em îda dîna xwe nadin ser wan çetinaya. w16.09 3:15, 16
Pêşem, 15 Sibat
Bakûrê li ser valahiyêva radixî û li ser nînbûyê dinê dadiliqînî (Îb. 26:7).
Dê-bavno çaxê hûn zarên xwe hîn dikin, mesela bidine xebatê, çimkî zar hiz dikin tişta bidine ber çevê xwe. Bi mesela hûn dikarin zara hîn kin, wekî bawer bikin, ku çi Kitêba Pîroz dibêje ew rast e. Mesele, tevî zarê bixûnin rêza îroyîn. Hûn ça dikarin zarê bidine femkirinê, ku ew înformasiya ji Xwedê bû? Zarê hêlan kin ku evê derecê bide ber çevê xwe û xwexa bifikire. Û hingê zarêra bêjin ku wedê Îboda meriv nediçûn kosmosê û ne jî têlêskop hebûn. Zar dikare usa bide kifşê yançi wîra çetin e bawer ke, dêmek merivên berêra çetin bûye bawer kin ku erd ser tu tiştî nîne. Û ew dikare topê hilde destê xwe seva nîşan ke, wekî tiştekî bi giraniyê gerekê ser tiştekî yan cîkî be. Ew mesele dikare zara we bide bawer kirinê, ku rast e Kitêba Pîroz zûdava hate nivîsarê, lê yeke ew rast e çimkî ji Yehowa ye w16.09 5:9, 12
Înî, 16 Sibat
Dilê xweda bawer bik[e] (Rom. 10:9).
Bawerî tenê ew yek nîne ku em derheqa qirara Xwedê zanin. Lê usa jî ew e ku em dixwazin usa bijîn, çawa Xwedê xweş tê. Bawerî me hêlan dike wekî em alî merivên din jî bikin, ku pêbihesin mizgîniya Xwedê. Belê, seva ku jîyîna heta-hetayê bistînin, baweriya qewî lazim e. Lê gelo çira ferz e ku baweriya me qewî be? Were mesela şînkayê şêwir kin. Seva şînkayî şîn be û mezin be, jêra av lazim e. Hergê av kêm be, axiriyêda ew wê biçilmise û hişk be. Baweriya me jî usa ne, hergê em lê xwey nekin, axiriyêda ew wê sist be û kuta be (Lûqa 22:32; Îbrn. 3:12). Lê hergê em miqatî baweriya xwe bin, ew wê saxlem bimîne û timê mezin be (2 Têsln. 1:3; Tîto 2:2). w16.10 4:4, 5
Şemî, 17 Sibat
Serokê karmendên qesirê nav li wan kir; Belteşatsar li Daniyêl . . . [nav] kir (Dan. 1:7).
Çaxê Daniyêl û hevalên wî Babîlonêda dîl bûn, Babîloniya dixwestin zorê wana bikin ku bînin ser edet û rêlîgiya xwe. Babîloniya “zimanê Kildaniya” ewana hîn kirin. Xêncî wê yekê, serwêrê berdestiya yê ku cabdar bû wekî ziman wana hîn ke, navê Babîloniya da ser wan (Dan. 1:3-7). Navê Daniyêl danîbûn Bêl, kîjan ku navê xudanekî sereke yê Babîloniya bû. Dibeke Nebûkedneser padşa dixwest Daniyêl bide bawerkirinê, wekî xudanê Babîloniya, ji Yehowa hê qewattir e (Dan. 4:8). Babîlonêda Daniyêlra îzin hebû ku xwarina padşa bixwe. Lê ewî dilê xweda safî kir ku bi wan xwarina xwe heram neke (Dan. 1:8). Rast e ew welatê xerîbda bû, lê ewî heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kir. Lê gelo ça? Ewî ser zimanê Îbranî, dêmek ser zimanê xwe, “pirtûkên” pîroz dixwend (Dan. 9:2). Rast e ew weke 70 sala Babîlonê bû, lê yeke dîsa wî bi navê Îbranî nas dikirin (Dan. 5:13). w16.10 2:7, 8
Led, 18 Sibat
Ruh xwest ku biçe kuderê diçûn wir (Hezql. 1:20).
Hinek difikirin wekî ewana bêyî alîkarî dikarin Kitêba Pîroz fem kin. Lê Îsa “xulamê amin” kifş kiriye seva ew xwarina ruhanî bela ke (Met. 24:45-47). Ji sala 1919, Îsa bi saya xulamê amin alî şagirtên xwe dike, wekî ewana Kitêba Xwedê fem kin û pey riya wî herin. Û çaxê em gura temiyên Kitêba Xwedê dikin, em civatêda temizayê, edilayê û yektiyê xwey dikin. Her kes ji me gerekê pirsê bide xwe: “Lê ez gura Îsa dikim û pey rêberiya xulamê amin diçim?” Em ji Xebera Yehowa pêdihesin derheqa para teşkîleta wîye ser ezmana. Mesele, Hezeqêl pêxember dîtinokêda dît para teşkîleta Xwedêye ser ezmana (Hezql. 1:4-28). Zûtirekê Îsa wê tevî milyaketa qira vê dinya zulm bîne, û lema jî ereba Yehowa zû diçe wekî serwêrtiya Xwedê îzbat ke û navê wî pîroz ke! w16.11 3:9, 10
Duşem, 19 Sibat
Dil bidine hev û hê zêde, çimkî em dibînin ku Roja Axretê nêzîk dibe (Îbrn. 10:25).
Em jî mîna şagirtên Îsa ye qirna yekêda, tevayî top dibin seva hîn bin û dil bidine hev (1 Korn. 14:31). Hela hê xizmetkarên cêribandî jî hewce ne ku hêlana bidine wan. Were em mesela Yêşû şêwir kin. Ewî gelek sala Xwedêra bi aminî xizmet dikir. Lê yeke Yehowa gote Mûsa ku here Yêşû qewî ke. Yehowa got: “Li Yêşû emir ke, dil bide li ber wî û bişidîne, çimkî ewê pêşiya vî miletîva here û wî erdî kîjanî tê bibînî wanra bike milk” (Qan. Dcr. 3:27, 28, PKM). Yêşû gerekê rêberî Îsraêliya bikira seva ewana erdê sozdayî war bûna. Ew gerekê biketa nav gelek şera û hela hê jî ya lape kêm şerekîda wê bida der (Yêşû 7:1-9). Bêşik, Yêşûra gelek lazim bû wekî dil bidine wî û wî qewî kin. Were em jî dil bidine rûspiya û usa jî berpirsiyarên mihalê, çimkî ewana xebata giran dikin bona cimeta Xwedê (1 Têsln. 5:12, 13). w16.11 1:12, 13
Sêşem, 20 Sibat
Ez dîwana wê qava bi nav û deng nîşanî te kim, ya ku li ser gelek ava rûniştî ye (Eyan. 17:1).
Lêkolînkarên Kitêba Pîroz fem dikirin ku bes nîne tenê heval û merivên xweyî nêzîkra bêjin, wekî ewana dixwazin ji rêlîgiya qelp biqetin. Wana dixwest ku dinya elam pêbihese wekî Babîlona Mezin ew heye qava rêlîgî! Lema xilaziya sala 1917 heta destpêka sala 1918, çend hezar Lêkolînkarên Kitêba Pîroz bi xîret bela kirine 10 000 000 belavok. Vê belavokêda hebû gotar bi navê “Hilşandina Babîlonê”. Ew belavok eyan kir rastî derheqa Mesîhîtîya qelp. Bidine hesabê xwe wekî serwêrên dêrê çiqas hêrs diketin. Lê ew yek Lêkolînkarên Kitêba Pîroz neda sekinandinê, wana berdewam dikir şixulê xwe bikin. Wana qewî safî kir wekî “gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Kar. Şand. 5:29). Gelo em çi pêdihesin ji wan qewimandina? Em pêdihesin wekî wedê şerê hemdinyayê ya I, Mesîhiyên amin ne ku ketibûn dîltiya Babîlona Mezin, lê ewana derdiketin ji dîltiya wê, û hin jî alî meriva dikirin ku ewana jî aza bin. w16.11 5:2, 4
Çarşem, 21 Sibat
Yêd ku li gora binyata merivayê dijîn, ew ser tiştêd binyata merivayê difikirin, lê yêd li gora ruh dijîn, ew ser tiştêd ruh difikirin (Rom. 8:5).
Hinek dibek bifikirin, wekî vê rêzêda Pawlos beramberî hev dike merivên vê dinyayê û Mesîhiyên rast. Lê ewî ew neme Mesîhiyên Romêra nivîsî, kîjan ku “pîrozbûnêra gazîkirî” bûn, dêmek yên bijartîra (Rom. 1:7). Em divînin wekî Pawlos wan rêzada firqî dikire orta Mesîhiyên ku bi xwesteka bedenê dijîtin, û yên ku bi rêberiya ruhê Xwedêyî pîroz dijîtin. Pawlos got ku jîyîna “bi binyata merivayê”, tê hesabê ku “temê guna” nav bedena merivada “ya xwe” dike, dêmek serwêrtiyê dike (Rom. 7:5). Pawlos got, ku “yêd ku li gora binyata merivayê dijîn”, ewana pey xwestinên bedenê dikevin. Ew meriv tenê ser xwestinên xwe difikirin, firqî tune xwestinên sêksûalî yan xwestinên mayîn. Ew meriv vê yekê dikin çi ku ewana dixwazin. w16.12 2:5, 7
Pêşem, 22 Sibat
Xwezî li wî bendeyî, ku neheqîyêd wî hatine afûkirinê (Zeb. 32:1).
Hinek dibeke dilteng dibin seva kirên xwe yan şaşiyên xweye berê. Padşa Dawid jî cara dilteng dibû, ji bo vê yekê ku neheqiyên wî ser serê wîra bilindtir bibûn. Ewî got: “Dikim zarîn ji axînîya dilê xwe” (Zeb. 38:3, 4, 8, 18). Vê derecêda Dawid çi gerekê bikira? Ewî ça xwe da kifşê halekî usada? Ewî bawer dikir, wekî Yehowa rem e û dibaxşîne wî (Zeb. 32:2, 3, 5). Cara em dikarin destpêkin gelek xema bikin seva roja îroyîn. Mesele, çaxê Dawid nivîsî Zebûra 55, wî wedeyî ew gelek dilşikestî bû, çimkî emirê wî bin qeziyêda bû (Zeb. 55:2-5). Lê yeke wî halê çetinda û diltengiyêda, ewî dîsa jî baweriya xwe Yehowa dianî. Vê tengasiyêda Dawid timê Xwedêra dua dikir, lê yeke xwexa jî tiştek dikir seva xemên xwe kêm ke (2 Sam. 15:30-34). Were em jî çev bidine Dawid. Wedê tengasiya gelek dilteng nebin, lê çi destê me tê bikin, seva çetinaya derbaz kin. Çi jî em nikarin, were em bidine destê Yehowa, wekî ew alî me bike. w16.12 3:14, 15
Înî, 23 Sibat
Li ber Xudan sûcê kirim (2 Sam. 12:13).
Dawid qebûl kir wekî Yehowa alî wî bike ku ruhanîda qenc be. Lê ewî ça ev yek da kifşê? Ya pêşin, ewî şîretkirina Natan pêxember qebûl kir. Dawid gunên xwe dianî rûyê xwe û Yehowara dua dikir, wekî bibaxşîne wî. Ewî bi dil û can dixwest dîsa qebûlkirina Yehowa bistîne (Zeb. 51:1-17). Dawid dewsa ku dilteng bûya ji bo gunên xwe, derseke baş xwera hîn bû. Ewî îda tu car gunê usa giran nedikir. Ew heta mirinê amin ma, û ew bîra Yehowada ne ça merivê amin û dilsax (Îbrn. 11:32-34). Em çi dikarin hîn bin ji mesela Dawid? Hergê em gunekî giran bikin, em gerekê ji Yehowa baxşandinê hîvî kin. Em gerekê ber wî “gunêd xwe bidine rûyê xwe” (1 Yûhn. 1:9). Usa jî em gerekê herine cem rûspiya, seva ku ewana ruhanîda alî me bikin (Aqûb 5:14-16). Çaxê em alîkariya Yehowa qebûl dikin, bi vê yekê em nîşan dikin wekî em îtbariya xwe sozê wî tînin, ku ew wê me qenc ke û bibaxşîne. Paşî vê yekê em gerekê ji şaşiyên xwe dersê xwera hildin, berdewam kin Yehowara xizmet kin, û bi baweriyê hîviya axiriyê bin (Îbrn. 12:12, 13). w17.01 1:13, 14
Şemî, 24 Sibat
Ji kubariyê xulamê xwe xwey ke (Zeb. 19:13).
Gelo kirên kubarî çi ye? Çaxê meriv bi serî xwe tiştekî usa dike çi ku jêra îzin tune, dikarin bêjin wekî ew kubar e. Em gişk gunekar in, lema cara em dikarin tişta bi serî xwe bikin. Lê hergê ew mera dibe xeyset ça dereca Şawûlda bû, zû yan dereng emê heleqetiya xwe tevî Xwedê xirab kin. Zebûra 119:21-da, derheqa Yehowa tê gotinê: “Tu kubarêd nifirkirî hiltêyî”. Lê gelo çira Yehowa hindava wanda usa ne? Çaxê em bi serî xwe tiştekî dikin ew hê xirab e, ne ku bêhemdê xwe şaşiyê bikin. Çira? Çimkî bi wê yekê, em bêhurmetiyê didine kifşê hindava Yehowa, yê ku Serwêrê me ye. Hin jî, hergê em tiştên usa bikin çi ku îzina me tune û me nakeve, heleqetiya me tevî meriva dikare xirab be (Metlk. 13:10). Usa jî, çaxê merivên din pêbihesin ku ji bo kubariyê me kirên usa kiriye, emê şermî bin û xwe nimiz texmîn kin (Lûqa 14:8, 9). Belê, kubarî axiriya baş mera nayne, û lema çawa ku Kitêba Pîroz dide kifşê, Xwedê dixwaze wekî em şkestî û milûk bin. w17.01 3:4, 5
Led, 25 Sibat
We miqabilî wî gune kir, hûn ji dest qusûrêd xwe îdî ne zarê wî ne (Qan. Dcr. 32:5).
Adem îda nikaribûn bi temamî çev bida hunurên Xwedê, çimkî bû gunekar. Adem ne ku tenê axiriya xwe xirab kir, lê usa jî axiriya zarên xwe, ewana bi gune û mirinê hatine dinê (Rom. 5:12). Bona gunê Adem, rikinyata wî jî jîyîna heta-hetayê unda kir. Şeytan Adem û Hêwa ji Xwedê qetand, û hingêda heta roja îroyîn ew meriva dixalifîne seva wana ji Xwedê dûr xe (Yûhn. 8:44). Hizkirina Xwedê hindava meriva yeke kuta nebû. Rast e Adem û Hêwayê xwe ji Xwedê dûr xistin, yeke Yehowa dixwaze wekî meriv nêzîkî wî bin û bibine dostên wî. Ew naxwaze wekî kesek bimire (2 Pet. 3:9). Lema paşî gunê Adem û Hêwayê, Xwedê derbêra safî kir tiştekî bike, wekî dîsa meriv bikaribin bibine dostên wî (Yûhn. 3:16). w17.02 1:12-14
Duşem, 26 Sibat
Serwaxtî cem şîrethildaya ye (Metlk. 13:10).
Emê hê milûk bin, hergê em çev bidine Xwedê vê yekêda, ku nav merivên dinda hunurên baş bigerin. Hergê em usa bikin, emê dîna meriva nekişînin ser xwe û ne jî wanra bêjin, wekî ewana çi bikin çi nekin. Dewsê emê bi milûktî şîreta ji wana hildin û guh bidine giliyên wan. Emê xûşk-birara şa bin çaxê ewana cabdarî û kifşkirinên teze bistînin. Usa jî emê Yehowa rûmet bikin çaxê bivînin, ku ew ça hemû xûşk-birên me nav temamiya dinyayêda kerem dike (1 Pet. 5:9). Çaxê em hîn bin ser tişta binihêrin bi çevê Yehowa, emê serwaxt bin. Hergê em timê Kitêba Pîroz û edebyetên me bixûnin, dua bikin, û çi ku hîn dibin bidine xebatê, bi vê yekê emê îsafa xwe rast hîn kin (1 Tîmt. 1:5). Emê hîn bin pêşiyê bikevine heyra kara merivên din, ne ku heyra kara xwe. Hergê em aliyê xweda hemû tiştî dikin, Yehowa soz dide, wekî wê me “kamil ke”, û alî me bike wekî em milûk bin û hunurên din jî nav xweda pêşda bînin (1 Pet. 5:10). w17.01 4:17, 18
Sêşem, 27 Sibat
Ew berpirsiyarêd ku serwêriyê rind dikin, bira dubare hêjayî qedir bin, îlahî ewêd ku xeberdan û hînkirinêda dixebitin (1 Tîmt. 5:17).
Xûşk-birên me hêjayî hurmet û qedir in, îlahî rûspî, ku rêberiyê me dikin. Em nanihêrin ku ewana çi miletî ne, xwendî yan nexwendî ne, dewletî yan kesîb in. Ewana şixulekî mezin dikin teşkîleta Xwedêda, çimkî miqatî cimeta Xwedê dibin. Kitêba Pîroz wana nav dike “pêşkêş bi cûrê meriva” (Efes. 4:8, DT). Qirna yekêda xûşk-bira gelek qedirê wan bira digirtin, yên ku rêberî dikirin. Em jî gerekê usa bikin. Bifikirin derheqa rûspiyên civatê, berpirsiyarên mihalê, endemên Komîtêya Fîlîalê û endemên Koma Rêberiyê. Em wan bira cûrekî mexsûs rûmet nakin û çaxê wana divînin, hesab nakin ça horî kêleka me ne. Lê em qedirê wan bira bilind digirin, çimkî ewana milûk in û bona şixulê Xwedê giran dixebitin (2 Korn. 1:24; Eyan. 19:10). w17.03 1:13
Çarşem, 28 Sibat
Tu çima minra dibêjî qenc? Qenc tenê Xwedê ye, pêştirî wî kesekî din tune (Marq. 10:18).
Rastî jî Hêrodes Egrîpayê Yekê, yê ku bû padşê Cihûstanê, ji Îsa çiqas cude dibû. Carekê ser civînekê, Hêrodes “kincê padşatiyê” li xwe kir û ber cimetê usa xeber da, wekî cimetê kire qarînî: “Eva dengê xwedêkî ye, ne yê meriya ye”. Eyan e, wekî Hêrodes dixwest ku meriv wî hurmet kin. Lê “destxweda milyaketekî Xudan wî xist, bona ku wî şikirî neda Xwedê, kurmî bû mir” (Kar. Şand. 12:21-23). Eyan bû wekî Yehowa wî nebijart çawa serwêrê cimeta xwe. Lê Îsa îzbat kir wekî Xwedê wî bijart. Ewî timê rûmet dida Yehowa ku ew e Rêberê Lapî Mezin yê cimeta xwe. Xwedê Îsa bijart ça rêber, ne tenê ser çend sala. Çaxê Îsa ji mirinê rabû, ewî gote şagirtên xwe: “Hemû hukumê erd û ezmên minra hate dayînê”. Paşê ewî zêde kir: “Ez îroda timê heta axiriya dinyayê tevî we me!” (Met. 28:18-20). w17.02 3:20, 21