Adar
Pêşem, 1 Adar
Adar Wana berî Yeftah dan (Hakim. 11:2, DT).
Nîvê birayên Yeftah ji bo çevnebariyê û nefretiyê berî wî dan. Hin jî wana bêqanûnî jê standin milkê ku wîra diket ça nixurî (Hakim. 11:1-3). Lê yeke çaxê wana alîkarî ji wî xwastin, ewî alî wan kir (Hakim. 11:4-11). Bona Yeftah hê ferz ew bû navê Yehowa hurmet be, ne ku bikeve heyra problêmên xwe. Ewî qewî safî kiribû Yehowara amin bimîne, û evê yekê hin wîra û hin jî merivên dinra kar dianî (Îbrn. 11:32, 33). Lê em ji mesela Yeftah çi dersê xwera hildidin? Dibeke xûşk-birên civatêda dilê me êşandine yan neheqî me kirine. Hergê usa ne, em gerekê seva vê yekê civatên xwe bernedin û xizmetkirina xwe Yehowara nedin sekinandin. Were em çev bidine Yeftah û bihêlin wekî prînsîpên Xwedê alî me bikin ku çetinayada dilteng nebin û berdewam kin tiştên qenc bikin (Rom. 12:20, 21; Kols. 3:13). w16.04 1:7, 9, 10
Înî, 2 Adar
Em newastin (2 Korn. 4:1, ÎM).
Em gerekê heta xilaziyê sebir kin, ne ku wedelû. Were em meselekê şêwir kin: Bidine ber çevê xwe ku gemî dikeve avê. Ewên ku gemiyêda bûn seva xilaz bin, gerekê xwe avê xin seva bigihîjin devê berê. Hergê ewê ku dikare xwe avê xe orta berê disekine, ew wê negihîje devê berê û xilaz nabe. Mîna vê yekê, em jî gerekê sebir kin heta xilaziyê, seva bigihîjin dinya teze. Emirê me sebira meva girêdayî ye. Were çev bidine nihêrandina Pawlosê şandî, yê ku du cara got: “Em newastin” (2 Korn. 4:16, ÎM). Em dikarin sed selefî bawer bin, ku Yehowa wê alî me bike ku heta xilaziyê sebir kin. Em mîna Pawlos gerekê dudilî nebin vê yekêda. Ewî nivîsî: “Em . . . hê zêde serdikevin, bi saya ewî ku em hiz kirin. Çimkî ez eseyî zanim ku ne mirin, ne jîyîn, ne milyaket, ne şexsek, ne tiştêd hazir, ne tiştêd wê bên, ne tu qewat, ne yêd jorin, ne yêd jêrin û ne jî efirînekî mayîn dikare hizkirina Xwedê ser me sar ke, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa” (Rom. 8:37-39). w16.04 2:17, 18
Şemî, 3 Adar
Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê (Aqûb 1:5).
Ji Yehowa hîvî kin seva bîlaniyê. Çimkî bîlanî dikare alî me bike em pêşda têderxin wan dereca, kîderêda mera dikare çetin be tevnebûyînê xwey kin. Dibeke tu ketî kelê yan jî cûrekî mayîn hatî cezakirinê, çimkî amin dimînî Yehowara. Wekî usa ne, dua bike Yehowara ku qewatê bide te wekî tu bi mêrxasî dinênara bêjî ku çira tevnebûyînê xwey dikî. Tu dikarî sed selefî bawer bî wekî Yehowa wê te nehêle û alî te bike sebir kî wan cêribandinada (Kar. Şand. 4:27-31). Yehowa usa jî bi Xebera xwe dikare we qewî ke. Bifikirin ser wan rêza ku dikarin alî we bikin, wekî hûn wedê cêribandinê tevnebûyînê xwey kin. Îda nihada ewan rêza bi ezberî hîn bin, çimkî ew rêz dikarin we qewî kin, hergê Kitêba Pîroz cem we tune be. Xebera Xwedê usa jî dikare bîne bîra we ewan kerema, kîjana Padşatiya Xwedê wê bîne. Ew wê mera lazim be, îlahî wedê peyketina û tengasiya (Rom. 8:25). Xwera bijbêrin rêzên ji Kitêba Pîroz, kîderêda tê gotinê derheqa wan kerema ku hûn gelek hîviyê ne. Û usa jî bidine ber çevê xwe ku hûn îda cinetêda nin, û wan kerema distînin. w16.04 4:14, 15
Led, 4 Adar
We bêheq standiye, bêheq jî bidin (Met. 10:8).
Mesîhiyên vê dinyayê, mizgîna derheqa Padşatiya Xwedê bela nakin. Hergê jî ewana xeberdidin derheqa Padşatiyê, gelek ji wan dibêjin wekî ew Padşatî dilê Mesîhîda ye (Lûqa 17:21). Ewana meriva hîn nakin wekî Padşatiya Xwedê ew heye serwêrtiya ezmana, kîderêda Îsa Mesîh serwêrtiyê dike. Û ne jî hîn dikin ku ew Padşatî wê hemû problêmên însanetê safî ke, û usa jî ku ew wê zûtirekê hemû zulmiyê ser erdê kuta ke (Eyan. 19:11-21). Ewana Îsa tînin bîra xwe tenê ser cejina Roja Bûyîna Îsa û ser Roja Derbazbûnê (Pasxe). Ewana ne jî zanin Îsa wê çi bike ser erdê çawa Serwêrê teze. Ewana nizanin nêta wan gerekê çi be çaxê xizmet dikin. Nêt gerekê ew nîbe ku pere qazanc kin û avayên mexsûs ava kin. Belakirina xebera Xwedê gerekê bîznês nîbe (2 Korn. 2:17). Ewên ku mizgîniyê bela dikin gerekê wî şixulîda kara xwe negerin (Kar. Şand. 20:33-35). w16.05 2:7, 8
Duşem, 5 Adar
Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe (1 Korn. 10:24).
Bide ber çevê xwe ku stîleke kincxwekirinê te xweş tê, kîjan ku dibeke hine xûşk-birên civatêda dikare eciz ke. Lê tu zanî wekî Kitêba Pîrozda temiya konkrêt tune, kîjan ku qedexe dike ewê stîla kincxwekirinê. Lê ça tu dikarî têderxî nihêrandina Yehowa derheqa vê yekê? Kitêba Pîroz mera dibêje: “Bira kulfet bi kincêd layîq, şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin, ne ku bi gulî-gujanga, yan zêr, yan bi dura, yan jî bi kincêd biha, lê bi kirêd qenc, çawa li wan kulfeta dikeve, yêd ku navê xwedênasiyê hildane ser xwe” (1 Tîmt. 2:9, 10). Belê, ew şîret bona hemû xizmetkarên Yehowa ye, dêmek bona kulfeta, û usa jî bona mêra. Çaxê em safî dikin kîjan kinca xwe kin û ça xwe bixemilînin, em gerekê ne ku tenê bona xwe dişirmîş bin, lê usa jî bifikirin ku çawa kincxwekirin û xemilandina me wê ser yên din hukum be. Milûktî û hizkirin me hêlan dikin ku nihêrandina xûşk-birên xwe hildine hesab, seva wana eciz nekin yan wana nexeyîdînin (1 Korn. 10:23; Fîlî. 3:17). w16.05 3:14
Sêşem, 6 Adar
Ya Xudan, tu Bavê me yî; Em herî ne û tu kûzvanê me yî [hosteyê cêra], û em gişk karê destê te ne! (Îşa. 64:8).
Adem, yê ku kurê Xwedê dihate hesabê, paşê miqabilî Efirandarê xwe derket. Lê gelek ji zureta Adem, Yehowa Xwedê qebûl kirine ça Serkarê xwe (Îbrn. 12:1). Wana bi milûktiyê gura Efirandarê xwe dikirin. Usa, wana da kifşê ku dixwazin wekî Yehowa be Bavê wan û Hosteyê wan, ne ku Şeytan (Yûhn. 8:44). Aminiya wane hindava Xwedê, tîne bîra me giliyên ji rêza îroyîn. Îro xizmetkarên Yehowayî rast jî, milûktiyê didine kifşê û gura Yehowa dikin. Ewana ça qedirekî mezin hesab dikin, ku Yehowa bona wan Bav û Hoste ye, û ku ewana bin destê wîda nin. Lê tu destê Yehowada heriya çi cûreyî, tu nerm î û dihêlî ku ew ji te derdaneke qîmet çêke? Tu ser xûşk-bira ça dinihêrî, didî hesabê ku Xwedê hê wana çêdike û diguhêze? w16.06 1:2, 3
Çarşem, 7 Adar
Dîna xwe bidinê, ka hûn nava baweriyêda ne? (2 Korn. 13:5).
Îro em jî nêzîkî dinya teze dibin, û baweriya me tê cêribandinê. Lema em gerekê timê têderxin, hela baweriya me qewî ye yan na. Lê em ça dikarin evê yekê bikin? Mesele, em dikarin bifikirin ser nihêrandina xwe, hindava giliyên Îsa ku nivîsar in Metta 6:33-da. Ji xwe bipirse: “Gelo nêt û safîkirinên min didine kifşê, ku ez bi rastiyê giliyên Îsa bawer dikim? Minê civat yan xizmetkirin bihîşta, seva bixebitim ku hê zêde pera çêkim? Hergê mezinê xebata min, ji min dewa bike ku hê zêde bixebitim, ezê ça safî kim? Ezê rê bidim vê dinyayê ku min biguhêze, û usa bike ku ez hela hê rastiyê jî bihêlim?” Dilê me usa jî dikare hişk be, hergê em cara prînsîpên Kitêba Pîroz neynin sêrî, mesele derheqa hevaltiyê, wedederbazkirinê, yan heleqetiya tevî wan kê ji civatê hatiye derxistinê. Lema, ji xwe bipirsin: “Dibeke dereca minda jî usa ne?” Hergê me têderxist ku nihêrandina nerast nav meda şîn bûye, em gerekê derbêra baweriya xwe bicêribînin! Rast bin hindava xwe û timê bi saya Kitêba Pîroz nihêrandina xwe biguhêzin. w16.06 2:8, 9
Pêşem, 8 Adar
Wê [ji] biçûkê wê hezar kes û ya hûrikê wê bibe neteweyek xurt [cimeteke qewî] (Îşa. 60:22).
Teşkîleta Xwedê ya ser erdê, gelek mexsûs e. Vê teşkîletêda ew meriv in, yên ku Yehowa hiz dikin û dixwazin wîra xizmet kin. Ew meriv hene Şedên Yehowa. Rast e ewana gunekar in û kêmasiyên wan hene, lê yeke Xwedê bi saya ruhê xweyî pîroz wana kerem dike. Cimeta wî pêşda diçe û zêde dibe. Çaxê sala 1914 rojên axiriyê destpêbûn, xizmetkarên Xwedê gelek hindik bûn. Lê yeke Yehowa şixulê belakirina mizgîniyê kerem dikir. Sal derbaz bûn, û îda mîlyona meriv pêhesiyane rastiyên Kitêba Pîroz û bûne Şedên Yehowa. Yehowa derheqa vê yekê pêşda got, ku giliyên vê rêza rojêda hene û paşê ewî zêde kir: Ez, Xudan, dema wexta wê bê, ezê vêya bilezînim!”. Û wan rojên axiriyêda, em pê çevê xwe divînin, ku ew pêxembertî ça tê sêrî. Niha hejmara cimeta Xwedê gelek mezin e. Hergê em beramber kin, hejmara cimeta Xwedê ji hejmara gelek mileta zêdetir e. w16.06 4:1, 2
Înî, 9 Adar
Ne hûn ji [teyredêd ezmên] qîmettir in? (Met. 6:26).
Îsa tu car dudilî nîbû, ku hergê Bavê wîyî ezmana xem dike bona teyreda, wê hê zêde bona meriva xem bike (1 Pet. 5:6, 7). Yehowa xwexa xwarinê nade me, lê ew me kerem dike çaxê em qewata xwe didine xebatê, seva xwarinê xwera bikirin, yan biçînin. Cara, ew dikare meriva hêlan ke, ku ewana alî me bikin. Îsa ne got ku Yehowa cî-sitarê dide teyreda. Lê ewî înstînkt, fereset, û tiştê usa da wan, ku ewana xwexa dikarin xwera hêlûnê çêkin. Yehowa usa jî dikare alî me bike, ku cî-sitara malbeta me hebe. Çaxê Îsa wan giliya digot ku vê rêza rojêda tê gotinê, wî çaxî bêşik ewî zanibû ku ew wê zûtirekê emirê xwe bide bona însanetê. (Beramber kin Lûqa 12:6, 7.) Îsa mir ne ku bona teyredên ezmên, lê seva me, wekî em bikaribin heta-hetayê bijîn (Met. 20:28). w16.07 1:11-13
Şemî, 10 Adar
Gune wê serwêriyê li we neke, çimkî hûn ne bin qanûnêda ne, lê bin keremêda (Rom. 6:14).
Çira em gunekar in û dimirin? Kitêba Pîroz şirovedike ku “bi neheqiya merivekî [Adem] û rûyê wîda mirinê hukum kir” ser temamiya zureta wî (Rom. 5:12, 14, 17). Lê em dikarin usa bikin, ku gune ser me hukum neke. Lê çawa em dikarin evê yekê bikin? Hergê em baweriya xwe qurbana Îsa tînin, wî çaxî Yehowa hindava me qenciya ku em hêja nînin dide kifşê (Rom. 5:20, 21). Rast e em gunekar in, lê em gerekê nehêlin ku gune ser me hukum ke. Çaxê em gune dikin, em ji Yehowa hîvî dikin ku bibaxşîne me. Lema jî qenciya nehêja ser me hukum dike. Lê ew çi karê mera tîne? Pawlos şirovekir: “Kerema Xwedê . . . me hîn dike, ku em nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin û aqilda giran, bi rastiyê û xwedênasiyê bijîn li vê dinê” (Tîto 2:11, 12). w16.07 3:5, 6
Led, 11 Adar
[Xwedê] kulfetek çêkir, anî cem mêr (Destp. 2:22).
Bextewarbûna zewaca Adem û Hêwayê unda bû ji bo wê yekê ku wana azaya jibartinê rast nedane xebatê û gura Yehowa nekirin. Şeytan “Merê berê”, Hêwa xapand û jêra got ku hergê ew ji “dara qencî û xirabî naskirinê” bixwe, wê zanebûna wêye mexsûs hebe û wê bikaribe qencî û xirabiyê ji hev derxe. Ewê bona vê yekê ji mêrê xwe nepirsî, û usa ewê qedirê serwêrtiya mêrê xwe negirt. Adem dewsa ku gura Yehowa bikira, ewî ew bera darê, kîjan ku jinê da wî, hilda û xwar (Eyan. 12:9; Destp. 2:9, 16, 17; 3:1-6). Çaxê Yehowa ji Adem pirsî ku ewî çira usa kir, ewî jina xwe neheq kir. Lê Hêwayê mer neheq kir ku ewî ew xapand (Destp. 3:12, 13). Wana dixwest xwe heq derxistana, lê bi rastiyê ewana neheq bûn. Wana gura Yehowa nekir û lema jî Yehowa ewana sûcdar kirin ça raber. Mesela wana bona me bûye ders! Seva ku zewac bextewar be, her yek ji cotê zewacê gerekê borcê xwe biqedîne û gura Yehowa bike. w16.08 1:1, 4, 5
Duşem, 12 Adar
Ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne (Met. 19:6).
Çaxê mêr û jin ne rêalî dinihêrin ser zewacê, hingê dikarin problêm pêşda bên. Hergê meriv zewaca bextewar dide ber çevê xwe, lê ew yek nayê sêrî, wî çaxî meriv dikare dilteng be û hela hê hêrs keve. Orta mêr û jinda dikarin problêm pêşda bên derheqa wan pirsa yên ku girêdayî ne tevî pera, bira-pizmama û şîretkirina zara. Problêmên usa dikarin hebin, çimkî jin mêr mîna hev nehatine mezin kirinê û mîna hev nafikirin. Lê çiqas baş e, ku heçî zef ji cotên Mesîhiya, pirsên wî cûreyî bi yektî usa safî dikin, ku herdu jî qayîl in. Ewana usa dikin, çimkî pê rêberiya Yehowa diçin. Çaxê problêmên mezin yên jin mêrên Mesîhî hene, ewana gerekê alîkariyê ji rûspiya bixwazin. Ew birên cabdar dikarin alî cotên zewacêda bikin, wekî ewana şîretên ji Xebera Xwedê emirê xweda bînin sêrî. Seva ku wan problêma safî kin, em gerekê duayên xweda ruhê Xwedêyî pîroz bixwazin. Û usa jî alîkariyê ji wî bixwazin, seva ku prînsîpên ji Kitêba Pîroz bînin sêrî, û berê ruh bidine kifşê (Galt. 5:22, 23). w16.08 2:11-13
Sêşem, 13 Adar
Ji vir şûnda tê meriva mîna mesiya bigirî (Lûqa 5:10).
Îsa timê xizmetiyêda bû. Lê çaxê ewî didît ku meriv bi dil dixwazin wî bibihên, ewî wedê xwe xerc dikir seva gelek tişt wana hîn ke. Mesele, carekê Îsa ser qeyikê elalet hîn dikir. Wî çaxî Îsa usa jî dixwest Petrûs jî tiştekî hîn ke. Îsa keremeteke usa kir, wekî Petrûs bi torê gelek mesî girt. Paşê Îsa jêra giliyên ji rêza vê rojê got. Lê gelo ew giliyên Îsa ça ser Petrûs hukum bûn? Petrûs û usa jî yên ku tevî wî bûn, derbêra “her tişt hiştin pey [Îsa] çûn” (Lûqa 5:1-11). Nîkodêmo dixwest hê zêde pêbihese derheqa Îsa û hînkirinên wî. Lê çimkî ew endemê Civîna Giregira bû, ew ditirsiya ku meriv wê çi bêjin, hergê bivînin ku ew tevî Îsa xeberdide. Lema Nîkodêmo şev hate cem Îsa. Îsa berî wî neda, dewsê ewî gelek tişt ew hîn kir. Belê, Îsa seva meriva rastiyê hîn ke, tu car heyfa xwe wedê xwe nedianî (Yûhn. 3:1, 2). Xwexa Kurê Xwedê ji xwe wede kêm dikir, seva meriva hîn ke û baweriya wan qewî ke. Em jî gerekê çev bidine Îsa, ku bi dil û can serlêdanên dubare bikin û alî meriva bikin ku Kitêba Pîroz fem kin. w16.08 4:10, 11
Çarşem, 14 Adar
Bi milûktiyê tevî Xwedêyê xwe rê here (Mîx. 6:8, DT).
Em fem dikin ku Yehowa Xwedayê Pîroz e, û ku prînsîpên wî rêberiya lape baş didine me. Hergê em milûk û şkestî bin, emê bikaribin prînsîpên Xwedê emirê xweda bidin xebatê. Milûktî wê usa jî alî me bike, wekî em qedirê meriva bigirin, dêmek hest û fikirên wan hildin hesab. Bi cûrê kincxwekirina me gerekê eyan bê kifşê, ku em xizmetkarên Yehowa ne. Prînsîpên wî, yê lapî baş in, û em şa ne wan prînsîpa emirê xweda bînin sêrî. Xûşk-birên me, yên ku kincê layîq xwedikin û rabûn-rûniştina wan baş e, bi rastiyê hêjayî paya ne. Çimkî merivên dilsax, yên ku dîna xwe didine wana, hêlan dibin ku mizgîniyê qebûl kin, û dixwazin Xwedê hurmet kin û dilê wî şa kin. w16.09 3:18-20
Pêşem, 15 Adar
Tu Xwedê û merivara ketî hucetê û tu ser ketî (Destp. 32:28).
Aqûb ya xwe kir û mêrxas bû. Ewî da kifşê ku wê heta xilaziyê şer bike! (Destp. 32:24-26). Lema jî Yehowa ew kerem kir. Yehowa navekî zêde da ser Aqûb, Îsraêl, (çi ku tê hesabê “Gulaşgir tevî Xwedê” yan “Xwedê Gulaş Digire”). Aqûb xelata mezin stand, kîjan ku em jî dixwazin bistînin, ew heye qebûlkirina Yehowa û kerema wî. Rahêl jina Aqûbe hizkirî, gelek hîviyê bû ku bivîne, hela ça sozê ku Yehowa dabû mêrê wê, wê bê sêrî. Lê ew bêzuret bû. Berê bêzuretî kul-derdekî gelek mezin bû bona jina, lema Rahêl gelek dilteng dibû. Ewê nikaribû ev problêm safî kira. Lê gelo ewê ji ku dilbînî û qewat distand, seva ku wî halê çetinda teyax ke? Ewê tu car baweriya xwe unda nedikir. Ewê bi dilê xweyî sax Xwedêra gelek dua dikir. Lê gelo Xwedê duayê wê bihîst? Belê, Yehowa Rahêl kerem kir, û wêra zar bû (Destp. 30:8, 20-24). w16.09 2:6, 7
Înî, 16 Adar
Xebera Xwedê sax û zor e û ji her şûrê dudevî biratir e (Îbrn. 4:12).
Gelek ferz e zara hîn kin, wekî ewana fem kin, ku çiqas kar e prînsîpên Kitêba Pîroz bînin sêrî (Zeb. 1:1-3). Hûn dikarin cûre-cûre mêtoda bidine xebatê. Mesele, hûn dikarin zarara bêjin ku bidine ber çevê xwe, wekî yançi ewana dixwazin derbazî giravekê bin, kîderêda tu kes najî. Û ewana gerekê meriva bijbêrin ku tevî wan wê giravêda bijîn. Paşê ji zara bipirsin: “Weyê merivên ça bijibartana? Dêmek xeysetên wan gerekê ça bûya, wekî we gişka hevra edilayêda bijîta?” Paşê, hûn dikarin wanra bixûnin Galatî 5:19-23, û şirovekin ku Xwedê dixwaze kîjan hunur nav merivada hebin. Wî cûreyî hûnê du dersa zara hîn kin. Ya ewlin, ewana wê bawer kin, ku prînsîpên Xwedê edilayê û tifaqiyê tînin. Ya duda, ewana wê fem kin, wekî Yehowa îda niha me hazir dike bona jîyîna dinya tezeda (Îşa. 54:13; Yûhn. 17:3). Hûn dikarin usa jî ji edebyetên me, hine serhatiya wanra gilî kin. Mesele, ji “Birca Qerewiliyê” rêza gotara bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”. w16.09 5:13, 14
Şemî, 17 Adar
Dest bidine ber wext (Efes. 5:16).
Îro dibeke gelek şixulên me hene, lê yeke her kes ji me gerekê seva hînbûna şexsî û qulixkirina tevî malbetê wede xwera bivîne (Efes. 5:15). Nêta me gerekê ew nîbe ku tenê gelekî bixûnin, yan jî tenê cabên xwe hazir kin bona civatê. Lê nêta me gerekê ew be, wekî Xebera Xwedê ser dilê me hukum ke, me hîn ke û baweriya me qewî ke. Em gerekê serwaxt bin. Çaxê em tiştekî dixûnin, em ne ku tenê gerekê bifikirin, ku em çawa dikarin bi wê înformasyayê alî merivên din bikin, lê usa jî gerekê derheqa xwe bifikirin, ku ew yek çida dikare alî me bike (Fîlî. 1:9, 10). Em gerekê fem kin, ku çaxê em xwe hazir dikin bona xizmetiyê, civatê, yan jî çaxê gotarê hazir dikin, ew yek me ruhanîda têr nake. Were meselekê bînin: Çaxê aspêj xwarinê çêdike, ew heta ewê xwarinê bela ke, tem dike. Lê femdarî ye, wekî ew bi vê yekê têr nabe. Û hergê ew dixwaze sihet-qewata wî baş be, ew gerekê xwarina xwe bixwe. Em jî gerekê xwe bi xwarina ruhanîya giran têr kin, kîjan ku xût mera lazim e, seva ruhanîda qewî bimînin. w16.10 2:10, 11
Led, 18 Adar
Bi baweriyê meva eyan e ku dinya bi xebera Xwedê efiriye û ew tiştêd ku têne dîtinê ji wan tiştêd ku nayêne dîtinê çêbûne (Îbrn. 11:3).
Îbranî 11:1 şirovedike ku bawerî çi ye. Bawerî du tiştada tê kifşê, 1) Çaxê hîviya wan tişta ne, çi ku bawer dikin, besa xeberê, em hîviya wan qewimandina ne, ku Xwedê mera soz da, lê ew soz hê nehatine sêrî. Mesele, em hîviyê ne, çaxê Xwedê wê hemû zulmî kuta ke, û dinya teze wê bê. 2) Em bawer dikin tiştên ku hene, lê nayêne dîtin. Vê rêzêda xebera Yûnanî ku hate welgerandinê ça “îzbatiya” wan tişta, tê hesabê çaxê meriv sed selefî bawer dike tiştekî, çi ku ew navîne. Mesele, ew bawer dike ku Yehowa Xwedê heye, Îsa Mesîh, milyaket, û usa jî Padşatiya ezmana. Lê gelo wê çida bê kifşê ku em bi rastiyê sozên Xwedê bawer dikin û usa jî tiştên ku em nikarin bivînin? Ew wê bê kifşê pê xeberdana me û kirên me. Bêy wan tişta, baweriya me pûç e. w16.10 4:6
Duşem, 19 Adar
Her roj dil bidine hev (Îbrn. 3:13).
Dibeke qewata me tune seva şixulê Padşatiyêda gelek tişt bikin û pera qurban kin, lê yeke Yehowa û Îsa gelek qîmet dikin çi ku her kes ji me dike (Lûqa 21:1-4; 2 Korn. 8:12). Mesele, hine xûşk-birên me, yên ku emirda mezin in, cefa dikişînin seva bêne civatê û xizmet kin. Ewana bi rastiyê jî hêja ne, wekî em dil bidine wan û payê wan bidin! Belê, çawa ku mecalê divînin, dil bidine yên din. Hergê em divînin wekî kesek hêjayî paya ye, em gerekê xwe paş nexin. Were binihêrin ku çi qewimî çaxê Pawlos û Barnabas çûne Entakya Pisîdyayêda. Serwêrên kinîştê wanra gotin: “Gelî bira, heger gotineke we heye ku dil bidine cimetê, kerem kin bêjin” (Kar. Şand. 13:13-16, 42-44). Rastî jî hergê em dikarin dil bidine ber hev, em gerekê hema usa jî bikin. Hergê em dil bidine yên din, ewana jî wê hêlan bin dil bidine me (Lûqa 6:38). w16.11 1:3, 15, 16
Sêşem, 20 Adar
Çevê Xudan li her dera ye, ew qenc û xiraba dibîne (Metlk. 15:3).
Çiqas qedirekî mezin e wekî em nava teşkîleta Yehowada nin! Em zanin derheqa dewakirinên Xwedê û prînsîpên wî, lema em borcdar in, wekî wê yekê bikin çi ku çevê wîda rast e. Ev dinya hê xirab û xirab dibe, lê em gerekê xirabiyê “nefret bikin” çawa ku Yehowa nefret dike (Zeb. 97:10). Em gerekê tu car mîna wan meriva nîbin yên ku “ji xirabra dibêjin qenc, ji qencra dibêjin xirab” (Îşa. 5:20). Em gelek dixwazin dilê Xwedê şa kin, lema em fîzîkîda, namûsiyêda û ruhanîda temiz dimînin (1 Korn. 6:9-11). Em Yehowa hiz dikin û îtbariya xwe wî tînin. Em dijîn pê temiyên wî, ku Kitêba wîye qîmetda nivîsar in. Ew temî û şîretên wî em didine xebatê, malda, civatêda, xebatêda, mektebêda, dêmek hemû ciya. . w16.11 3:13
Çarşem, 21 Adar
Her merivek bira gura wan hukumetiyada be, ku ser wîra ne (Rom. 13:1).
Lêkolînkarên Kitêba Pîroz dilsax bûn. Lê wedê salên 1914-1919-da ewana hine prînsîpên Kitêba Pîroz bi temamî fem nedikirin. Mesele, wî wedeyî bira rast fem nedikirin ku çida gerekê gura serwêra bikin. Lema ça kom, ewana wedê şer, nehertim tevnebûyînê xwey dikirin. Mesele, 30 Gulanê, sala 1918-da serokwelatê Dewletên Yekbûyî temî da, wekî vê rojê gişk gerekê dua bikin seva edilayê. Û “Birca Qerewiliyêda”, hate gotinê wekî Lêkolînkarên Kitêba Pîroz jî ew temî bînin sêrî. Hine bira hela hê aliyê perada jî komek didan seva şer, hineka jî çek hildane destê xwe û çûne şer. Lê wê nerast be hergê em bifikirin, ku Lêkolînkarên Kitêba Pîroz ketine dîltiya Babîlonê ji bo vê yekê ku wana prînsîpên Kitêba Pîroz nerast fem dikirin. Bi rastiyê wana fem dikir ku ewana gerekê ji rêlîgiya qelp biqetin. Lema wedê Şerê Hemdinyayê ya I, dikarin bêjin wekî îda tu tişt wana rêlîgiya qelpva girênedida (Lûqa 12:47, 48). w16.11 5:9
Pêşem, 22 Adar
Em ku bi binyata merivayî najîn, lê bi ruh (Rom. 8:4).
Diqewime hûn difikirin, wekî gelo çira Pawlos Mesîhiyên bijartî şîret kir, wekî pey xwestinên bedenê nekevin. Gelo ew yek dikare tevî Mesîhiya jî biqewime, yên ku îda bûne dostên Xwedê û ça merivên rast hatine hesabkirinê? Yazix, lê her Mesîhî dikare bikeve vê telikê, ku bijî bi xwestinên bedenê. Mesele, Pawlos nivîsî wekî Romêda hine bira, bûne xulamê “zikê xwe [yan xwestinên xwe]”. Pê wan giliya dibeke ewî dixwest bigota, wekî emirê wanda xwestinên wane bedenê, ciyê pêşin digirtin, mesele sêks, xwarin yan dîsa xwestinên din. Hinek ji wana “bi zarê xweş û hilekariyê”, merivên dilsax dixapandin (Rom. 16:17, 18; Fîlî. 3:18, 19; Cihûd. 4, 8, 12). Bînin bîra xwe, wekî wî wedeyî, birakî ji Korintê tevî “dêmariya xwe” zinêkarî dikir (1 Korn. 5:1). Eyan e ku Xwedê çira Pawlos hêlan kir, wekî wan Mesîhiya şîret ke, seva ewana bi xwesteka bedenê nejîn. Ev şîret îro bona me jî gelek ferz e (Rom. 8:5, 6). w16.12 2:5, 8, 9
Înî, 23 Adar
Kul-derd dilê mêriv wî dihelîne, lê gotineke qenc wî şa dike (Metlk. 12:25).
Seva kêm xema bikin, dikare alî we bike xeberdan tevî wan, îtbariya xwe kê jî hûn tînin. Çaxê hûn dilê xwe cotê xwera vekin, hevalê nêzîkra, yan rûspiyê civatêra, dilê we wê rihet be û hûnê îda haqas dilteng nebin û gelek xema nekin. Çaxê hûn derdê xwe kesekîra helal gilî kin, hûnê hê rind dereca xwe fem kin û îda wê derd dilê weda nemîne. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Bê şîret merem û tivdîr betal dibin, lê bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî” (Metlk. 15:22). Yehowa usa jî bi saya civatê alî me dike, wekî gelek xema nekin. Ser civatê em xeberdidin tevî xûşk-bira, kîjan ku me hiz dikin û dil didine me (Îbrn. 10:24, 25). Bi saya vê yekê ku em dil didine hev, emê hê qewî bin û emê kêm xema bikin (Rom. 1:12). w16.12 3:17, 18
Şemî, 24 Adar
[Hanna] Xudanra dua dikir (1 Sam. 1:10).
Çaxê sihet-qewata me nebaş e yan jî çetinayên din hene ku em nikarin biguhêzin, em gerekê xemên xwe bavêjin ser Yehowa, çimkî zanin wekî ew me hiz dike û alî me bike (1 Pet. 5:6, 7). Usa jî em çiqas dikarin gerekê hemû tiştî bikin, wekî karê bistînin ji civata û ji xwarina ruhanî, ku teşkîleta Yehowa dide me (Îbrn. 10:24, 25). Çi dikarin bikin ew dê-bav, zarên kê jî ji riya rast derketine? Mesele, Samûyêl nikaribû zorê zarên xweyî mezin bike, wekî Xwedêra amin bimînin (1 Sam. 8:1-3). Ewî ew çetinayî da destê Yehowa. Lê hela wî çaxî jî Samûyêl aminiya xwe xwey dikir, û dilê Bavê xweyî ezmana şa dikir (Metlk. 27:11). Îro dereca hine dê-bavên Mesîhî jî mîna ya Samûyêl e. Û ewana jî bawer dikin, wekî Yehowa timê hazir e qebûl ke wan gunekara ku gunên xwe didine rûyê xwe (Lûqa 15:20). Ew dê-bav hemû tiştî dikin seva amin bimînin Yehowara û bawer dikin, wekî zar wê çev bidine wan û vegerin cem Xwedê. w17.01 1:15, 16
Led, 25 Adar
Bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).
Merivê milûk şkestî ye jî. Ew fem dike ku sînorê qewata wî heye, û usa jî şaşiyên xwe tîne rûyê xwe. Merivê milûk timê hazir e guh bide yên din û şîreta qebûl dike. Belê, merivê milûk dilê Yehowa şa dike. Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî merivê şkestî sînora qewata xwe zane û fem dike ku hene tişt çi îzina wî tune bike. Zanebûna vê yekê, alî wî dike wekî qedirê merivên din bigire û heleqetiya wî hindava wanda baş be. Ça em dikarin têderxin wekî em kubar dibin? Dîna xwe bidine hine wan nîşana. Mesele, çaxê em dilê xweda xwe bilind hesab dikin, û bi cabdariyên xwe civatêda xwe qure dikin (Rom. 12:16). Yan jî çaxê em dîna meriva dikişînin ser xwe (1 Tîmt. 2:9, 10). Diqewime jî, em fikirên xwe ser merivava kin, û bêjin ku ewana çi bikin û çi nekin. Çaxê em xwe usa didine kifşê, gelek car usa diqewime wekî em ne jî têderdixin ku em kubar dibin (1 Korn. 4:6). w17.01 3:6-8
Duşem, 26 Adar
Rewşa cahila qewata wanda ye, rûmeta mezina rû-guliyê sipî ye (Metlk. 20:29).
Wan paşwextiya şixulê belakirina mizgîniyê gelek zêde û mezin dibe. Usa jî teşkîleta Yehowa hacet û têxnolojiyên teze dide xebatê, seva ku hê zêde meriv mizgîniyê pêbihesin. Lê bona merivên emirda mezin, cara çetin e hîn bin wan tiştên teze bidine xebatê (Lûqa 5:39). Hergê jî ew yek wanra çetin nîne, yeke ewana nikarin haqas şixul bikin, çiqas cahil dikarin. Lema wê bi hizkirin û bîlanî be, hergê yên emirda mezin, hazir kin birên cahil, seva ewana hê zêde cabdariya hildin ser xwe (Zeb. 71:18). Hinekara hêsa nîne cabdariya xweye civatêda bidine destê kesekî din. Çimkî hinek naxwazin unda kin ew şixulê ku ewana hiz dikin, yan jî difikirin wekî yên cahil nikarin mîna wan şixul rind bikin. Hinek jî dibeke difikirin, wedê wan tune birên din hîn kin. Lê birên cahilra lazim e sebir kin, çaxê şixul hê nadin destê wan. w17.01 5:3, 4
Sêşem, 27 Adar
Bi kirineke rast hemû meriv wê rast bêne hesabê û jiyînê bistînin (Rom. 5:18).
Yehowa emirê efrînê xweye pêşin ji ezmana derbazî erdê kir (Yûhn. 1:14). Îsa jî mîna Adem merivekî bêkêmasî bû, lê ewî mîna Adem nekir. Îsa pê qanûna Xwedê dijît, çawa ku Xwedê ji merivê bêqisûr dewa dikir. Ewî hela hê wedê cêribandinên qayîm jî tu car gune nekir û ne jî qanûna Xwedê teriband. Îsa merivekî bêqisûr bû, lema dikaribû însanet ji gune û mirinê xilaz kira bi vê yekê ku emirê xwe bida bona wan. Îsa merivekî bêkêmasî, amin û gura Xwedêda bû, çawa ku Adem gerekê bibûya (1 Tîmt. 2:6). Îsa xwe qurban kir, û ewê yekê rê vekir hemû merivara, seva jîyîna heta-hetayê bistînin (Met. 20:28). Belê, kirîn ku Îsa da, rê vekir seva ku qirara Xwedê ya pêşin bê sêrî (2 Korn. 1:19, 20). Ew kirîn mecalê dide hemû merivên amin, wekî jîyîna heta-hetayê bistînin. w17.02 1:15, 16
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Yûhenna 12:12-19; Marqos 11:1-11
Çarşem, 28 Adar
Bona wê şabûna pêşiya xwe ewî sebir kir (Îbrn. 12:2, DT).
Bide ber çevê xwe ku wedê rêwîtiya dirêj tu disekinî orta tûnêleke dirêj. Tu divînî hemû ciya gelek terî ye. Lê tu zanî, hergê tu berdewam kî heta xilaziya tûnêlê herî, tuyê ronayê bivînî. Cara em dibeke nava problêmada dixeniqin û nizanin ça teyax kin. Hela hê Îsa jî dikaribû usa xwe texmîn kira. Çimkî ewî ji yên gunekar gotinên “miqabilî xwe” dibihîst. Hin jî wana wî bêhurmet dikir, û hela hê jî ew dardakirin ser stûna cefayê. Bêşik, hingê jîyîna Îsaye ser erdêda wedekî lape terî bû! (Îbrn. 12:3). Lê yeke, Îsa hemû derecada sebir kir. Ewî dîna xwe dida ser wan xelata, yên ku wê pey sebirkirinê bistanda. Lê lape ferz bona wî ew bû, wekî îzina serwêrtiya Yehowa bê îzbatkirinê, û navê Xwedê bê rûmetkirinê. Ew tengasiyên Îsa wedelû bûn, lê xelata wîye ezmana wê heta-hetayê bûya. Îro, çetinayên ku rastî we tên, dibeke gelek êşê wera tînin û hela hê dibeke hûn bifikirin ku îda nikarin teyax kin. Wî çaxî, timê bînin bîra xwe ku tengasiyên we wedelû ne. w16.04 2:10
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 10 Nîsanê) Yûhenna 12:20-50
Pêşem, 29 Adar
Yektiya [Îsada] em aza bûne bi xûna wî, awa gotî afûbûna guna standiye (Efes. 1:7).
Îro, qe xema meriva nîne çaxê ewana gune dikin. Lema ewana fem nakin ku çira ewana hewcê kirînê ne. Tenê paşî xeberdana tevî Şedên Yehowa, ewana evê yekê fem dikin. Ewana usa jî nizanin ku çi wanra lazim e, seva ewana ji hukumê gune aza bin. Lê çaxê ewana pêdihesin ku Yehowa Kurê xwe şande ser erdê, û seva me qurban kir, ew merivên dilsax gelek ji Xwedê razî dibin. Ewana dilşa dibin ku ew kirîn hate dayînê, seva hemû meriv ji gune û mirinê xilaz bin. Û ewana fem dikin ku Yehowa ev yek kir, ji bo hizkirina xweye mezin û qenciya nehêja (1 Yûhn. 4:9, 10). Qurbana Îsa îzbat dike hizkirina Xwedê û qenciya Wîye mezin hindava me. Çiqas em dilrihet dibin ku em zanin, wekî hergê em baweriya xwe qurbana Îsa tînin, gunên me wê bêne baxşandinê. Xêncî wê yekê, îsafa me wê ber Xwedê temiz be (Îbrn. 9:14). Bi rastiyê jî, ew çiqas mizgînîke baş e, kîjan ku em dikarin merivara gilî kin! w16.07 4:6, 7
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 11 Nîsanê) Lûqa 21:1-36
Înî, 30 Adar
Mesîh azabûna heta- hetayê dest anî (Îbrn. 9:12).
Seva bi temamî gunên me bêne baxşandinê, em gerekê baweriya xwe kirînê bînin. Xebera Xwedê me dide bawerkirinê, wekî gunên me dikarin “bêne resîtkirinê” (Kar. Şand. 3:19-21). Yehowa bi saya kirînê, Mesîhiyên bi ruhê pîroz kifşkirî dike zarên xwe (Rom. 8:15-17). Û Yehowa soz dide “pezên din” jî ku wana bike malbeta xwe. Çaxê ewana bibine bêqisûr û amin bimînin wedê cêribandina xilaziyê, Yehowa wê wana jî bike zarên xwe (Rom. 8:20, 21; Eyan. 20:7-9). Hizkirina Yehowa hindava zarên wî, wê heta-hetayê be û kirîn jî wê mera keremên heta-hetayê bîne. Ew pêşkêşa Xwedê wê tu car qîmeta xwe unda neke û ne jî tu kes dikare ewê pêşkêşê ji me bistîne. Hergê em bi dilê sax gunên xwe tînin rûyê xwe, Şeytan nikare me bide sekinandinê, wekî em axiriyêda bibine neferên malbeta Yehowa. w17.02 2:15, 16
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 12 Nîsanê) Metta 26:1-5, 14-16; Lûqa 22:1-6
Roja Bîranînê
Çaxê Ro Çû Ava
Şemî, 31 Adar
Heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye (1 Yûhn. 2:1).
Çaxê Yehowa em nêzîkî xwe kirin, ewî zanibû ku çi sistbûn û kêmasiyên me hene. Lê yeke, Yehowa xwest ku em bibine dostên wî. Yehowa me gelek hiz dike, û lema ewî Kurê xweyî hizkirî seva me kire qurban (Yûhn. 3:16). Çaxê em şaşiya dikin, bi saya vê qurbanê em dikarin ji Yehowa baxşandinê bixwazin. Û em gerekê dudilî nebin, ku Yehowa wê me bibaxşîne û dîsa me hesab ke dostên xwe. Gelo gerekê em xwe bigirin ku kara qurbanê nestînin, çimkî em gunekar in û bi qisûr in? Qurbana Îsa hate dayînê bona merivên gunekar, yên ku gunên xwe tînin rûyê xwe. Em gelek razî ne bona vê qurbanê, çimkî rast e em merivne gunekar in, lê yeke em dikarin bibine dostên Yehowa! (1 Tîmt. 1:15). w16.05 4:6, 7
Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 13 Nîsanê) Metta 26:17-19; Marqos 14:12-16; Lûqa 22:7-13 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 14 Nîsanê) Yûhenna 13:1-5; 14:1-3