KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es18 rûp. 57-67
  • Hezîran

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hezîran
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
  • Binserî
  • Înî, 1 Hezîran
  • Şemî, 2 Hezîran
  • Led, 3 Hezîran
  • Duşem, 4 Hezîran
  • Sêşem, 5 Hezîran
  • Çarşem, 6 Hezîran
  • Pêşem, 7 Hezîran
  • Înî, 8 Hezîran
  • Şemî, 9 Hezîran
  • Led, 10 Hezîran
  • Duşem, 11 Hezîran
  • Sêşem, 12 Hezîran
  • Çarşem, 13 Hezîran
  • Pêşem, 14 Hezîran
  • Înî, 15 Hezîran
  • Şemî, 16 Hezîran
  • Led, 17 Hezîran
  • Duşem, 18 Hezîran
  • Sêşem, 19 Hezîran
  • Çarşem, 20 Hezîran
  • Pêşem, 21 Hezîran
  • Înî, 22 Hezîran
  • Şemî, 23 Hezîran
  • Led, 24 Hezîran
  • Duşem, 25 Hezîran
  • Sêşem, 26 Hezîran
  • Çarşem, 27 Hezîran
  • Pêşem, 28 Hezîran
  • Înî, 29 Hezîran
  • Şemî, 30 Hezîran
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
es18 rûp. 57-67

Hezîran

Înî, 1 Hezîran

Ezê wê bi pêşkêşa şewitandinêva pêşkêş bikim (Hakim. 11:31).

Xêncî qîzê, zarên Yeftah tune bûn. Lema tenê qîza wî karibû rikinyata wî berdewam kira, seva navê wî xwey be, û bibûya xweyê milkê wî Îsraêlêda (Hakim. 11:34). Lê yeke Yeftah giliyên usa got: “Min ji Xudanra got, êdî ez nikarim vegerim” (Hakim. 11:35). Yehowa qurbana Yeftahye mezin qebûl kir û ew kerem kir. Lê teyê ça bikira dereca usada? Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin, em soz didine wî wekî emê timê qirara wî bînin sêrî. Û em zanin ku seva anegorî vî sozî bijîn, lazim e tiştekî qurban kin. Lê hêsa nîne ewê yekê bikin. Çimkî cara dibeke ji me bê xwestinê ku tiştekî usa bikin, çi me xweş nayê. Çaxê em tiştên usa qurban dikin, û Xwedêra usa xizmet dikin ku nakevine heyra komforta xwe, bi vê yekê em aminiya xwe îzbat dikin. Lê keremên Xwedê timê ji wan hemû qurbana ku em dikin mezintir in (Malx. 3:10). w16.04 1:11, 14, 15

Şemî, 2 Hezîran

Ewê ku guhêd wî hene, bira bibihê ku ruh çi dibêje civîna (Eyan. 2:7).

Îsa bi ruhê pîroz rêberiya civata Mesîhiya dike. Mera ruhê pîroz lazim e, seva em bikaribin cêribandinada teyax kin, bi mêrxasî xizmet kin, û usa jî seva safîkirinên rast bikin. Lema jî em gerekê her tiştî bikin, wekî hertim herine civînê, seva ku ruhê pîroz bistînin. Ser gelek civîna em şêwir dikin derheqa wê yekê, ku ça pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz têne sêrî. Ew yek baweriya me qewî dike, ku Yehowa çi soz daye me bona axiriyê, ew soz jî wê ese bêne sêrî. Belê, em usa jî gelek qewî dibin çaxê bira pê gotara dertên. Lê civatêda dîsa xûşk-birên din jî me dişidînin, mesele pê cabên xwe, yan çaxê pê dersa dertên, û çaxê bi dil kilama distirên (1 Korn. 14:26). Û usa jî çaxê em tevî xûşk-bira xeberdidin pêşiya û paşî civînê, em texmîn dikin ku ewana bona me xem dikin û em geş dibin (1 Korn. 16:17, 18). w16.04 3:6, 7

Led, 3 Hezîran

Hemû mileta hîn kin (Met. 28:19).

Îsa got ku mizgîn gerekê bê belakirinê “nav temamiya dinyayê” (Met. 24:14). Lema jî şagirtên wî gerekê “hemû miletara” mizgîn belakirana. Dêmek, ew tê hesabê wekî mizgîn hemû ciya gerekê bihata belakirinê. Tenê Şedên Yehowa pêxembertiya Îsa tînin sêrî, dêmek mizgînê nav temamiya dinyayêda bela dikin. Çira em dikarin usa bêjin? Were hine hesaba şêwir kin. Dewletên Yekbûyîda weke 600 000 keşîşên ji cûre-cûre rêlîgiya hene, lê Şedên Yehowa weke 1 200 000 in. Temamiya dinyayêda, Dêra Romaya Katolîkîda weke 400 000 keşîş hene. Niha dîna xwe bidin ser hejmara Şedên Yehowa, yên ku mizgîna Padşatiya Xwedê bela dikin. Nav temamiya dinyayêda, 240 welatada, weke 8 mîlyon Şedên Yehowa mizgîna derheqa Padşatiyê bela dikin. Belê, nav temamiya dinyayêda şixulekî mezin tê kirinê, seva rûmet û hurmetkirina Yehowa (Zeb. 34:1; 51:15). w16.05 2:13, 14

Duşem, 4 Hezîran

Merivê hêrs şer tevradike û yê veguripî gele gune dike (Metlk. 29:22).

Îro meriv difikirin ku îzina wan heye xwexa safî kin çi baş e û çi xirab e. Ewana qure ne, xwehiz in û şerûd in. Ewana evê yekê dikin çi ku çevê wanda rast e, û bona wan firqî tune safîkirinên wan wê ça ser merivên din hukum bin (Destp. 3:1-5). Nihêrandina wî cûreyî şer-dewa pêşda tîne. Îsa meriv hîn dikirin, ku timê edilayê bigerin, hela hê wî çaxî jî, çaxê ewana dişirmîş dibin ku ew yek bona kara wan nîne. Çaxê Îsa ser çiyê meriv hîn dikirin, ewî şîret da şagirtên xwe, ku çawa çetinayên orta hevda safî kin. Mesele ewî wanra got ku nerm bin, edilayê xwey kin, û usa jî xwe ji hêrsê dûr bigirin. Hin jî ewî ewana hîn dikirin, ku çetinaya nav hevda zû safî kin, û dijminên xwe hiz bikin (Met. 5:5, 9, 22, 25, 44). w16.05 1:4, 5

Sêşem, 5 Hezîran

Xîreta min qebûl nake, lê ew yek minra li hev nayê (Rom. 7:18).

Me gelekara lazim bû pêşiya nixumandinê guhastinên mezin bikin, seva ku bijîn usa, çawa Kitêba Pîroz mera dibêje. Lê paşî nixumandinê, me fem kir ku em gerekê dîsa nav xweda guhastina bikin, seva ku hê zêde çev bidine Xwedê û Îsa Mesîh (Efes. 5:1, 2; 1 Pet. 2:21). Mesele, dibeke me dît ku xeysetekî meyî usa heye ku em dikine kute-kut, yan gevestiyê dikin. Yan jî dibeke ji meriva ditirsin, û dîsa kêmasiyên din. Diqewime we texmîn kir ku xeyset-hunurên usa nav xweda derxin hê çetin e, ne ku ça hûn difikirîn. Lê bîr nekin ku em gunekar in (Kols. 3:9, 10). Lema jî, paşî nixumandinê û hela hê paşî gelek sala jî, em dîsa jî şaşiya berdidin. Diqewime cara xwestinên nerast cem me dikarin pêşda bên yan hestên nebaş, yan jî çetin be sistbûnên xwe kontrol kin. Dibeke jî mera lazim be gelek sala bixebitin ser xeyset-hunurên xwe (Aqûb 3:2). w16.05 4:3-5

Çarşem, 6 Hezîran

Xudan kê hiz dike, wî şîret dike û kîjanî çawa law qebûl dike, ceza dike (Îbrn. 12:6).

Dibeke we bihîstiye ku kesekî giliyê usa gotiye: “Heta ku zar minra nebûna, min şîretkirina dê-bava bi temamî nedişêkirand”. Çaxê em mezin dibin, em şîretkirinê hê qîmet dikin, çimkî em fem dikin ku ew yek ji hizkirinê ye (Îbrn. 12:5, 11). Belê, Yehowa me hiz dike ça zarên xwe, û lema ew me şîret dike û bi sebir me rast dike. Û ew dixwaze ku em jî wî hiz kin, û dixwaze em bîlan û bextewar bin (Metlk. 23:15). Ew naxwaze ku em seva nebîlaniya xwe biçerçirin, û ne jî dixwaze em emirê xwe unda kin, seva gunekariya xwe, kîjan ku me çawa zureta Adem standiye (Efes. 2:2, 3). Pêşiya ku me Yehowa nas kira, dibeke hunurên meye usa hebûn, yên ku wî xweş nayên, diqewime hunurên gelek xirab jî. Lê yeke, Yehowa alî me kir ku em hatine guhastinê, û niha gelek hunurên meyî baş hene (Îşa. 11:6-8; Kols. 3:9, 10). w16.06 1:7, 8

Pêşem, 7 Hezîran

Kî ku mîna vê zarokê xwe biçûk ke, ew e yê herî mezin Padşatiya Ezmanada (Met. 18:4).

Zarên biçûk milûk in, ewana dixwazin hîn bin, û tiştên teze pêbihesin (Met. 18:1-3). Lema, heta ku zar biçûk in, wê bîlanî be ku dê-bav alî zarên xwe bikin ku rastiyê nas kin û hiz kin (2 Tîmt. 3:14, 15). Lê seva ku dê-bav vê yekêda pêşda herin, ewana gerekê xwexa rastiyê hiz bikin, û pê jîyîna xwe evê yekê nîşan kin. Çaxê zar bivînin ku dê-bav usa dikin, wanra wê hê hêsa be rastiyê hiz kin. Xêncî vê yekê, zar wê fem bikin ku şîretkirina dê-bava ew heye eyankirina hizkirina wan û usa jî hizkirina Yehowa. Çaxê em milûk in û timê gura Yehowa dikin, emê ber çevê wî gelek qîmet bin, çawa Daniyêl pêxember (Dan. 10:11, 19). Xêncî vê yekê, Yehowa wê berdewam ke me biguhêze bi saya Xebera xwe, ruhê xwe, û teşkîleta xwe. Usa, axiriyêda emê bibine “zarêd Xwedê”, lê îda bê kêmasî! (Rom. 8:21). w16.06 2:14, 17

Înî, 8 Hezîran

Min Dawidê Yêşa merîk dilê xwera dît (Kar. Şand. 13:22).

Yehowa Dawid hiz dikir, çimkî ewî didît ku “dilê” Dawid temiz bû (1 Sam. 13:13, 14). Lê hela hê Dawid jî gunê mezin kir. Ewî bênamûsî kir tevî Bat-Şebayê, û ew jinik giran derket. Ew yek qewimî, çaxê mêrê wê Ûriya eskeriyê bû. Lê çaxê Ûriya ji eskeriyê vegeriya, Dawid ew hêlan kir, ku ew here mala xwe, çimkî bawer bû ku ew wê tevî jina xwe razê. Dawid dixwast, ku Ûriya bawer bike ku ew zar ji wî ye, seva gunê wî bê veşartin. Lê Ûriya neçû malê. Lema jî Dawid usa kir ku wedê şer Ûriya bê kuştinê. Lê Dawid ji bo gunê xwe, qeziya anî ser xwe û malbeta xwe (2 Sam. 12:9-12). Lê yeke, Yehowa rem bû hindava Dawid û baxşande wî, çimkî Dawid dilsax bû (1 Padş. 9:4). Hergê we wî wedeyî bijîta, hûnê çi bifikiriyana derheqa Dawid? Gelo kirên wîyî nerast, bona we wê bibûya kevirê likumandinê? w16.06 4:7

Şemî, 9 Hezîran

Haş ji xwe hebin! Hişyar bimînin! Çimkî hûn nizanin kengê wextê pêra bigihîje (Marq. 13:33).

Çawa Şedên Yehowa em rind guh didine giliyên Îsa. Em zanin ku em niha dijîn rojên xilaziyêda û gelek hindik maye ku tengasiya mezin destpêbe! (Dan. 12:4; Met. 24:21). Em pê çevê xwe divînin ku çawa pêxembertiya Îsa tê sêrî. Em divînin ku dinêda neheqî û zulmî zêde bûye. Gelek şer, kêmasiya xwarinê, nexweşiyên giran, erdhej hene, û usa jî rêlîgiyên qelp meriva dixalifînin. Xêncî vê yekê, cimeta Yehowa nav temamiya dinyayêda mizgîniya Padşatiyê bela dike (Met. 24:7, 11, 12, 14; Lûqa 21:11). Û em niha gelek hîviya hatina Îsa ne, û hîviyê ne çaxê ew qirara Xwedê bîne sêrî (Marq. 13:26, 27). Lê em nizanin, wê kîjan salê, yan rojê û sihetê destpêbe tengasiya mezin. w16.07 2:2-4

Led, 10 Hezîran

Mêrkîmî nêzîkî textê Xwedêyî keremê bin (Îbrn. 4:16).

Bi saya qenciya nehêja ji Yehowa, em dikarin wîra dua bikin. Yehowa mera qedirekî usa mezin da, ku em dikarin bi saya Kurê wî, wîra dua bikin. Pawlos got: “Yektiya Mesîhda û pê wê baweriya meye ser wî em dikarin bi mêrkîmî û rûvekirî nêzîkî Xwedê bin” (Efes. 3:12). Ew yek ku em dikarin Yehowara dua bikin, bi rastiyê jî eyan dike qenciya wî, ku em hêja nînin bistînin. Pawlos em hêlan kirin ku em hêsa Yehowara dua bikin, seva “remê bistînin û keremê bibînin ku gava em hewce bin, alîkariya me bike” (Îbrn. 4:16b). Wedê tengasiya û çetinaya, em timê dikarin ji Yehowa hîvî kin, ku ew alî me bike. Rast e em hêja nînin, lê yekê ew caba duayên me dide. Gelek car ew bi saya xûşk-bira alî me dike. Belê, Yehowa dibihê duayên me, “lema jî rûyê me digire ku em bêjin: ‘Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?’” (Îbrn. 13:6). w16.07 3:12, 13

Duşem, 11 Hezîran

Serayê ku gura Birahîmda bû û digote wî: “Xweyê min”. Îdî hûne qîzêd wê dêyê ne (1 Pet. 3:6).

Nuh û sê kurên wî, her yekî jinek standibû. Lê paşî sêlavê gelek mêra yekê zêdetir jin distandin. Gelek kûltûrada bênamûsî û qavî bûne tiştekî normal, û hela hê rêlîgiyada jî bûne qeyde. Çaxê Birahîm û Sera çûne Kenanê, der-dorê wana gelek merivên bênamûs hebûn, kîjana zewac hurmet nedikirin. Lema jî Yehowa safî kir ku Sodom û Gomorayê kuta ke, çimkî bineliyên wan şehera gelek kirên bênamûsî dikirin. Lê Birahîm bona malbeta xwe serwêrekî baş bû, û Serayê jî meseleke baş hîşt wê yekêda ku gura mêrê xwe dikir (1 Pet. 3:3-5). Birahîm xem kir derheqa wê yekê, ku kurê wî Îshaq yeke usa bistîne, kîjan ku Yehowara xizmet dike. Û Aqûbê kurê Îshaq jî, dixwest wekî kurên wî tevî xizmetkarên Xwedê bizewicin, yên ku axiriyêda bûne kal-bavên 12 berekên Îsraêlî. w16.08 1:10

Sêşem, 12 Hezîran

Ji hindikî wê bibe hezar, û ji yê biçûk wê bibe miletekî qewî (Îşa. 60:22, DT).

Ev pêxembertî îro wan rojên axiriyêda tê sêrî. Nava sala 2015-da, nav temamiya dinyayê 8 220 105 xizmetkarên Yehowa mizgîniya Padşatiyê bela dikirin! Yehowa pêşda got ku cimeta wî wê zêde be. Ewî got: “Ez Yehowa, evê yekê wededa lez xim”. Belê, çiqas wede diçe, haqas zef şixulê me zêde dibe, wekî em bikin. Lê gelo em hemû tiştî dikin, seva bi xîret mizgîniyê bela kin? Gelek xûşk-birên me xizmet dikin ça pêşengên hertim yan komekdar. Em usa jî şa dibin çaxê gelek bi rezedilî xizmet dikin wan ciya, kîderê hewcetî heye, û usa jî şixulê avakirinêda kar dikin. Firqî tune em xûşk in yan bira, “şixulê Xudanda” em dikarin gelek tişt bikin (1 Korn. 15:58). w16.08 3:1, 2

Çarşem, 13 Hezîran

Destê Xudan kin nebûye, ku nikaribe xilaz bike (Îşa. 59:1).

Paşî vê yekê çaxê Îsraêlî ji dîltiya Misirê aza bûn, Amalêkî miqabilî Îsraêliya derketin. Yêşû ku mêrxas bû, bi rêberiya Mûsa serwêrtî ser Îsraêliya dikir wî şerîda. Wî wedeyî, Mûsa tevî Harûn û Hûr hilkişiya ser bilindcîkî, seva ku ewî şerî bivînin. Mûsa zanibû ku ew çi gerekê bike, wekî Îsraêlî wî şerîda serkevin. Mûsa destê xwe û şivdara Xwedayê rast, berbi ezman bilind kir. Çaxê destê wî hilkişandî bûn, Yehowa qewat dida Îsraêliya seva ewana himberî Amalêkiya serkevin. Lê çaxê destên Mûsa diwestiyan û berjêr dibûn, Amalêkî serdiketin. Gava Harûn û Hûr ew yek dîtin, derbêra “kevirek hildan danîne bin [Mûsa] û ew li ser wî rûnişt. Harûn û Hûr jî yekî alîkîva yê din jî aliyê dinva destêd wî bilind xwey kirin, heta ro çû ava destêd wî qewîn sekinîn”. Belê, bi destê Xwedêyê qewî, Îsraêlî wî şerîda serketin (Derk. 17:8-13, PKM). w16.09 1:5-7

Pêşem, 14 Hezîran

Gava dixwazim ku qenciyê bikim, bê hemdê min dibe xirabî (Rom. 7:21).

Pawlos sed selefî bawer bû, ku ew dikare wî “şerîda” serkeve, hergê bona alîkariyê Yehowara dua bike û baweriya xwe qurbana Îsa bîne. Lê gelo em jî dikarin serkevin, çaxê miqabilî qisûrên xwe şer dikin? Belê, emê bikaribin serkevin, hergê mîna Pawlos bi temamî îtbariya xwe Yehowa tînin, ne ku xwe, û baweriya xwe qurbana Îsa tînin. Cara Yehowa derbêra caba duayên me nade, çimkî dixwaze bivîne hela em bi temamî îtbariya xwe wî tînin yan na. Mesele, hergê nexweşiya meye giran yan ya merivên meyî nêzîk heye, yan jî himberî me neheqiyê dikin, ça em xwe kifş dikin? Em gerekê bi temamî îtbariya xwe Yehowa bînin. Em gerekê timê wîra dua bikin seva ew qewatê bide me, wekî baweriya xwe xwey kin û şabûnê unda nekin. Usa jî, dua dikare alî me bike wekî em ruhanîda nekevin (Fîlî. 4:13). Serhatiyên xizmetkarên amin, wedê berê û niha, îzbat dikin wekî dua bi rastiyê qewatê dide me û me qewî dike, seva em tengasiyada sebir kin. w16.09 2:14, 15

Înî, 15 Hezîran

Cihûyêd ku yûnanî xeber didan hindava cihûyêd îbranîda bîna xwe teng dikirin (Kar. Şand. 6:1).

Wî wedeyî çaxê civata Mesîhî hev zêde dibû, çetinayîk pêşda hat. Mesîhiya hêdî-hêdî destpêdikirin firqiyê bikine orta hevdu. Cihûyên ku Yûnanî xeberdidan, bîna xwe teng dikirin, çimkî Cihûyên Îbranî hindava jinebiyên wan nerastî dikirin. Seva vê yekê, şandiya heft mêr bijartin, seva ewana binihêrin wekî tu kesî başqe nekin. Navê wan her heft mêra, navê Yûnaniya bûn. Diqewime şandiya lema ewana bijartin, çimkî dixwestin wekî civatêda firqiyê nekine orta hevdu (Kar. Şand. 6:2-6). Dibeke em texmîn nakin, lê yeke eyd-qeyd, yanê kûltûra me, gelek ser me hukum dike (Rom. 12:2). Xêncî vê yekê, dibeke em dibihên ku çawa merivên dor-berê me, mesele cînar, heval-xebatkar, yan hevalên mektebêda, miletên din nimiz dikin û qerfê xwe wana dikin. Lê gelo em dikevine ber bayê wan? Em ça xwe didine kifşê, çaxê kesek qerfa miletê me dike, yan edetên me? w16.10 1:7, 8

Şemî, 16 Hezîran

Hunurêd [Xwedêye] nexuya, . . . bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê (Rom. 1:20).

Xebera “xuya dibin”, dide kifşê ku rast e me ev yek pê çevê xwe nedîtiye, lê em fem dikin ku ew usa ne (Îbrn. 11:3). Lema jî, merivê serwaxtra eseyî nîne pê çeva tişta bivîne seva ku tiştekî bawer ke. Mesele, em nikarin Efirandar pê çevê xwe bivînin, lê em bawer dikin ku ewî her tişt efirandiye. Hûn dikarin hê zêde derheqa efrînên Xwedê bixûnin edebyetên meda ku teşkîleta Yehowa dide. Wan edebyetada hene înformasiya, derheqa fikirên zandara ser efrîna (Îbrn. 11:27). Mesele, hine înformasiya em dikarin bivînin ji vîdêo bi navê “The Wonders of Creation Reveal God’s Glory” (Himzoriya Xwedê ji Efirîna Tê Kifşê), usa jî broşûrên “Was Life Created?” (Gelo Jîyîn Hatiye Efirandin?), û “The Origin of Life—Five Questions Worth Asking” (Kaniya Emir-Pênc Pirsên Ferz), û kitêb bi navê “Is There a Creator Who Cares About You?” (Gelo Heye Efirandarê ku Me Hiz Dike?). Di jûrnala “Hişyar Bin!”, cara hene serhatiyên zandara û merivên din, yên ku gilî dikin, ku wana ça bawer kir ku Xwedê heye. Vê jûrnalêda usa jî hene rêza gotara “Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?”. Ew gotar şirovedikin, ku her tişt çi ku em tebyetêda divînin, çiqas rind hatine efirandinê. Û zandar çaxê tiştekî dixwazin çêkin, ewana kûr dîna xwe didin efrînên Xwedê, û paşê bi wî cûreyî tiştên teze çêdikin. w16.09 4:4, 5

Led, 17 Hezîran

Ev hemû baweriya xweda berbiçev bûn (Îbrn. 11:39).

Ew merivên amin derheqa kîjana Îbranî serê 11-da tê gotinê, pêşiya hatina “zuretê” sozdayî mirine, dêmek pêşiya Îsa Mesîh, yê ku rê vekir seva meriv bijîn ser ezmana (Galt. 3:16). Lê Yehowa wê wan meriva ji mirinê rake. Ewana wê bibine bêqisûr û heta-hetayê ser erdê bijîn (Zeb. 37:11; Îşa. 26:19; Hos. 13:14). Îbranî 11:13-da derheqa xizmetkarên berê tê gotinê: “Ev hemû jî ku baweriyêda mirin, lê sozêd Xwedê nestandin. Ewana tenê ew soz dûrva dîtin, şa bûn”. Yek ji wan merivên amin Birahîm bû. Lê gelo ew hîviyê bû, ku wê emirekî baş bistîne, çaxê “zureta” sozdayî wê serwêrtiyê bike? Îsa raste-rast caba wê pirsê da: “Bavê we Birahîm heyra wê roja minda bû, wî dît û şa bû” (Yûhn. 8:56). Sera, Îshaq, Aqûb û merivên din jî hîviya wî wedeyî bûn, çaxê Padşatî, kîjan ku “efirandar û avakirê wê Xwedê ye”, ser temamiya erdê serwêrtiyê bike (Îbrn. 11:8-11). w16.10 3:4, 5

Duşem, 18 Hezîran

Her gav dua bikin (Efes. 6:18).

Em çiqas ji Yehowa razî ne, wekî ewî bi ruhê xweyî pîroz mera rastiyê eyan kir û alî me kir wekî em mizgîniyê bawer kin (Lûqa 10:21). Em gerekê timê razî bin ku ewî em nêzîkî xwe kirin bi Kurê xwe, yê ku “Pêşîkêş û Kamilkirê” baweriya me ye. Lê em ça dikarin razîbûna xwe bidine kifşê, seva hemû tiştên ku Yehowa bona me kiriye? (Îbrn. 12:2). Em gerekê bi saya dua û xwendina Xebera wî, timê baweriya xwe qewî kin (1 Pet. 2:2). Em bi kirên xwe dikarin eyan kin, wekî em sozên Yehowa qayîm bawer dikin. Mesele, em gerekê berdewam kin mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê bela kin û alî meriva bikin ku bibine şagirtên Îsa. Em usa jî gerekê hemûyara “qenciyê bikin, îlahî neferêd mala Xwedêra” (Galt. 6:10). Usa jî, em dixebitin wekî “merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe” bêxin (Kols. 3:5, 8-10). w16.10 4:11, 12

Sêşem, 19 Hezîran

[Yehowa] ezman bi serwaxtîyê efirand (Zeb. 136:5).

Gelek ecêbmayî ye ku Yehowa gerdûn çawa terbet û cî-war çêkiriye. Ji vê yekê em têderdixin wekî Yehowa dixwaze ku xizmetkarên wî jî terbet û pergal bin. Bona vê yekê Xwedê Kitêba Pîroz daye me, seva me hîn ke û rêberiyê me bike. Û hergê em pey rêberiyên wî diçin û prînsîpên wî tînin sêrî, tenê wî çaxî em dikarin bextewar bin. Em dikarin bêjin wekî cimeta Îsraêlî ya berê çawa teşkîlet bû. Xwedê wanra Qanûn dabû, û ewana bin wan qanûnada bûn, lema terbetî nava wanda hebû. Mesele, nava cimetêda jin kifşkirî bûn, seva ku ber derê konê civînê xizmet kin (Derk. 38:8). Wede şûnda, Dawid padşa organîze kir wekî kahîn û keşîş bi kom-kom başqe bin, seva paristgehêda şixul bikin (1 Dîr. 23:1-6; 24:1-3). Civat qirna yekêda jî organîze bûn, çimkî ewana rêberî distandin ji koma rêberiyê kîjan ku rêberî didane civata. Pêşiyê ew kom ji şandiya bû (Kar. Şand. 6:1-6). Usa jî bi saya nema rêberî û temî didane civata. Yehowa pê ruhê xweyî pîroz ewana hêlan dikirin ku nema binivîsin (1 Tîmt. 3:1-13; Tîto 1:5-9). w16.11 2:3, 6, 8, 9

Çarşem, 20 Hezîran

Kê bona dîltiyê ye, wê here dîltiyê (Yêrem. 15:2, DT).

Sala 607 B.D.M., ordiya Babîloniya pê fermana Nebûkedneserê II Orşelîm hilşandin. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku ew şer gelek giran bû: “[Nebûkedneser] ciwanên [cahilên] wan bi şûrva kuştin û heyfa wî li egîdê ciwan, li qîza ku nezewiciye, ji zilamê kal û por sipîva nehat. . . . Mala Xwedê şewitandin û dîwarê Orşelîmê xirab kirin û agir hemû qesrên wêva xistin û hemû firaqên wêyî bi qîmet xirab kirin” (2 Dîr. 36:17, 19). Cihû ecêbmayî neman çaxê hilşandina Orşelîmê dîtin. Bi sala, pêxemberên Xwedê Cihûyara pêşda digotin ku hergê ewana berdewam kin Qanûna Xwedê pişt guhê xweva bavêjin, Xwedê wê wana bide destê Babîloniya. Usa jî hate pêxembertîkirinê wekî gelek Cihû wê ji şûr bêne kuştinê, lê ewên ku ji mirinê xilaz bin, dibeke wê temamiya emirê xwe dîltiya Babîlonêda bin. w16.11 4:1, 2

Pêşem, 21 Hezîran

Bi merivekî gune kete dinê (Rom. 5:12).

Bi “merivekî”, dêmek bi Adem gune kete dinê, û usa “bi neheqiya merivekî û rûyê wîda mirinê hukum kir”. Lê “kerema Xwedêye dewlemend”, dêmek qenciya nehêja, “bi saya yekî, awa gotî Îsa Mesîh” bû (Rom. 5:12, 15, 17). Û bi saya vê qenciya mezin, temamiya însanetê dikare kerema bistîne. “Bi guhdariya yekî [Îsa] gelek wê rast bêne hesabê”. Belê, qenciya nehêja ji Xwedê, dikare me bive “berbi jîyîna heta-hetayê”, bi saya Îsa Mesîh (Rom. 5:19, 21). Yehowa borcdar nîbû wekî Kurê xwe bişîne ser erdê û bike qurban seva me. Xêncî vê yekê, merivên gunekar hêja nîbûn, ku Xwedê û Îsa heqê kirînê bidin seva baxşandina gunên wan. Dêmek, baxşandina gunên me û sozê Xwedê ku em dikarin bijîn heta-hetayê, bi rastiyê jî qenciya gelek mezin e, ku em hêja nînin. Em gerekê gelek bişêkirînin ew qenciya Xwedê, û her roj pê jîyîna xwe jêra bidine kifşê, ku em gelek ji wî razî ne. w16.12 1:1, 6, 7

Înî, 22 Hezîran

Fikira binyata merivayê dijminê Xwedê ye, ew ber qanûna Xwedê xwe naşkêne (Rom. 8:7).

Gelek ferz e wekî em xwe bicêribînin, hela nêt-fikirên me çi ne. Lê çira? Pawlos got: “Axiriya fikira binyata merivayê mirin e” (Rom. 8:6). Dêmek ew yek gelek ferz e, çimkî hergê nêt-fikirên me ser xwestinên bedenê bin, em dikarin ruhanîda bimirin û axiriyêda emirê xwe jî unda kin. Lê Pawlos ne got wekî merivê ku difikire ser xwestinên bedenê, axiriya wî ese wê mirin be. Çimkî meriv dikare bê guhastinê. Bînin bîra xwe merivekî Korintî, ku pey xwestina bedenê diket û bênamûsî dikir. Bona wan kira ew gerekê ji civatê bihata derxistinê. Lê ew dikaribû bihata guhastinê û ewî usa jî kir, ewî xwe guhast. Ew îda pey xwestina bedenê nediket û vegeriya ser riya rast (2 Korn. 2:6-8). Hergê ew meriv hate guhastinê, dêmek îro jî Mesîhî ku dikeve bin bayê xwestinên bedenê, dikare bê guhastinê. Belê, şîreta Pawlos hêlanê dide Mesîhiyên ku ser xwestinên bedenê difikirin, wekî ewana bêne guhastinê. w16.12 2:5, 12, 13

Şemî, 23 Hezîran

Tu barê xwe bide Xudan ewê hilgire dewsa te (Zeb. 55:22).

Rastî jî çiqas em dilgerm dibin, çaxê em barê xwe didine ser Yehowa, û em zanin wekî ew wê alî me bike. Em gerekê sed selefî bawer bin, wekî Xwedê “dikare . . . ji tiştê ku em dixwazin yan jî difikirin hê gelek zêdetir bike” (Efes. 3:20, ÎM). Bidine hesabê xwe, wekî Yehowa bona me dikare ne ku gelek bike, lê “gelek zêdetir” bike! Seva ku ji Yehowa xelatê bistînin, em gerekê bi temamî baweriya xwe wî bînin, û gura temî û rêberiyên wî bikin. Mûsa gote cimeta Îsraêl: “Xudan wê ese dua li te bike li ser wî erdî, ku Xudan Xwedêyê te çawa milk dide te ku qazinc kî. Tenê tu rind guhdarîya dengê Xudan Xwedêyê xwe bike û tam vî emirê ku ez îro li te emir dikim, bike ku biqedînî. Çimkî Xudan Xwedêyê te wê dua li te bike, çawa ku wî gote te” (Qan. Dcr. 15:4-6). Hergê tu Yehowara amin dimînî, tu bawer dikî, wekî wê ese te kerem ke? Bi rastiyê menî heye, wekî tu vê yekêda gerekê qe dudilî nîbî. w16.12 4:8, 9

Led, 24 Hezîran

Xudan . . . tu bijartî, wekî . . . tu bibî milet[ê] wîyî milkê wî (Qan. Dcr. 7:6).

Ew bijartin Xwedê nişkêva nekir, lê menî hebû ku ewî wana bijart. Yehowa bi vê yekê sozê xwe anî sêrî, kîjan ku ewî dostê xwe Birahîmra soz da (Destp. 22:15-18). Xêncî vê yekê, Yehowa azaya xwe timê bi hizkirinê û rastiyê dide xebatê. Ew yek rind tê kifşê vê yekêda, ku Yehowa ça Îsraêlî şîret dikirin. Wana gelek car pişta xwe didane wî, lê çaxê wana bi dilê sax gunên xwe didane rûyê xwe, Yehowa timê hazir bû dîsa jî hizkirin û remtiyê wanra bide kifşê. Yehowa got: “Ezê ji neaminiyê wana qenc kim. Ezê xwexa wana hiz bikim” (Hos. 14:4, DT). Rastî jî çiqas meseleke baş e bona me, ku Yehowa azaya xwe bona kara meriva dide xebatê. Çaxê Yehowa milyaket û meriv efirand in, ji hizkirinê ewî azaya bijartinê da wan. Kesê pêşin ku ew pêşkêş stand, nixuriyê wî Îsa bû, yê ku bi “sûretê” Xwedê hate efirandinê (Kols. 1:15). Lê gelo ewî ça azaya xwe dida xebatê? Hela hê pêşiya hatina ser erdê, Îsa safî kiribû wekî Bavê xwera amin bimîne û tevî raberîbûna Şeytan nebe yek. w17.01 2:3, 4

Duşem, 25 Hezîran

Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike (Îbrn. 6:10).

Dibeke ji bo guhastinên dereca emê bikaribin şixulê Xwedêda yan hê zêde bikin yan jî hê kêm. Firqî tune em cahil in yan emirda mezin in, û sihet-qewata me çiqas heye, Yehowa rind zane ku her kes ji me çiqas û çi şixulî dikare bike xizmetiyêda. Ew ji me haqas dewa nake çiqas em nikarin bikin. Ew me qîmet dike û dilê wî şa dibe çaxê ew divîne, wekî çiqas qewata me digihîje em şixulê wî dikin. Îsa şabûn distand ji her şixulî ku Xwedê dida wî, û em jî dikarin şabûnê bistînin ji şixulên xwe ku Xwedê dide me (Metlk. 8:30, 31). Bona merivê şkestî şixul û cabdariyên ku ew civatêda dike, bargiranî nîne. Ew civatêda pey navê xwe nakeve û şa dibe çaxê yên din pêşda diçin. Merivê şkestî fem dike wekî ew şixul Xwedê jêra daye, û ew dîna xwe dide û qewata xwe xerc dike ser wan şixula. Xêncî vê yekê, ew qedirê yên din digire çimkî Yehowa wanra jî şixul daye û ciyê wan jî heye teşkîleta Xwedêda. Belê, çaxê em şkestî û milûk in, em qedirê yên din digirin û alî wan jî dikin (Rom. 12:10). w17.01 3:13, 14

Sêşem, 26 Hezîran

[Ew] tevî min Mizgînîdayînêra usa xizmetî kir, çawa kur bavêra (Fîlî. 2:22).

Hine birên cahil rêberiyê şixulên usa dikin, kîjan ku birên emirda mezin dikin. Wê kêrhatî be seva cahila, wekî ji wan birên cêribandî hîn bin. Tîmotêyo ku cahil bû, gelek sala tevî Pawlosê şandî hevkarî dikir. Pawlos Korintiyara nivîsî: “Min Tîmotêyo ser weda şand, lawê xweyî delal û hindava Xudanda amin. Ewê wan rê-dirbêd mine Mesîh Îsada girtî bike bîra we” (1 Korn. 4:17). Ew gilî gelek rind didine kifşê ku Pawlos û Tîmotêyo ça tevayî hevkarî dikirin. Pawlos timê wede didît seva mêtodên xwe Tîmotêyo hîn ke. Tîmotêyo rind hîn bû û Pawlos gelek şa dibû. Ewî îtbariya xwe Tîmotêyo dianî, wekî ew wê bikaribe ruhanîda miqatî xûşk-birên Korintêda be. Rastî jî meseleke çiqas baş e bona rûspiya, çaxê ewana birên din hîn dikin seva civatêda rêberiyê hildine ser xwe. w17.01 5:13, 14

Çarşem, 27 Hezîran

Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin (Kar. Şand. 24:15).

Yehowa mirina tu kesî naxwaze. Çaxê mirî ji mirinê rabin, Yehowa wê bibe Bavê wan, çimkî ew Kaniya jîyînê ye, dêmek ew jîyînê dide (Zeb. 36:9). Lema jî Îsa hîn dikir usa dua bikin: “Bavê meyî ezmana” (Met. 6:9). Yehowa şixulekî ferz da Îsa, dêmek miriya ji mirinê rake (Yûhn. 6:40, 44). Îsa wê cinetêda evê yekê bike. Lema ewî got wekî ew “rabûn û jiyîn” e (Yûhn. 11:25). Yehowa her kesî teglîf dike, wekî bibine neferên malbeta wî. Lema Îsa got: “Her kesê ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew e birê min, xûşka min û diya min” (Marq. 3:35). Xwedê dixwaze wekî “elaleteke mezin” ji hemû mileta, bereka û zimana bibine xizmetkarên wî. Û hergê ewana baweriya xwe qurbana Îsa bînin û qirara Xwedê bînin sêrî, ewana jî wê bikevine nava wan yên ku rûmetê didine Xwedê û dibêjin: “Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser text rûniştî ye û ji destê wî Berxî ye” (Eyan. 7:9, 10). w17.02 2:10, 11

Pêşem, 28 Hezîran

Rêberêd xwe bîr bînin (Îbrn. 13:7).

Sala 1884, bi qanûnî Civaka Birca Qerewiliyê ya Sîyonê hate sazkirinê, seva ku ser cûre-cûre zimana rastiya Kitêba Pîroz bela kin. Prêsîdêntê (serokê) vê Civakê wî çaxî Çarlz Têîz Rassêl bû. Rassêl gelek kûr Kitêba Pîroz lêkolîn dikir, û tirsa wî tune bû wekî eyan ke ku dêr hînkirinên qelp hîn dikin, mesele derheqa Sêyekane û jîyîna paşî mirinê. Ewî usa jî ji Kitêba Pîroz fem kir, wekî hatina Îsa wê nexuya be û “wextê . . . mileta” gerekê sala 1914-da xilaz bûya (Lûqa 21:24). Rassêl Bira bi dil û eşq wedê xwe, qewat û perê xwe xerc dikir, wekî ew rastiyên ji Kitêba Pîroz meriv jî pêbihesin. Eyan e, wekî wî wedeyî Yehowa û Îsa rêberî Rassêl dikirin, seva ew şixul pêşda here. Nêta Rassêl ew nîbû wekî meriv wî rûmet kin. Ewî sala 1896-da nivîsî: “Em naxwazin me yan jî nivîsarên me rûmet û hurmet kin; em ne jî dixwazin ku me nav kin keşîş yan jî Dersdar. Usa jî em naxwazin wekî kesek navê me hilde ser xwe”. Paşê ewî usa got: “Ewa şixulê destê meriva nîne”. w17.02 4:8, 9

Înî, 29 Hezîran

Serwaxtîya merivê aqil ev e, ku rîya xwe zane (Metlk. 14:8).

Em gişk gerekê emirê xweda bijartin û safîkirina bikin. Hine safîkirin gelek ferz in, hinek jî na. Û gelek safîkirin dikarin ser emirê me hukum bin. Hergê em safîkirinên baş bikin, çetinayên me wê kêm bin û emê rihet bijîn. Lê hergê em safîkirinên xirab bikin, çetinayên me wê gelek bin û emê dilteng bin. Çi wê alî me bike wekî safîkirina bi bîlanî bikin? Em gerekê baweriya xwe Xwedê bînin, û dudilî nebin wekî ew wê alî me bike û bîlaniyê bide me. Xêncî vê yekê, em gerekê baweriya xwe Xebera Yehowa bînin û şîretên wî qebûl kin (Aqûb 1:5-8). Çaxê em nêzîkî Yehowa bin û Xebera wî hiz bikin, emê bawer bikin wekî ew zane çi diha baş e bona me. Hin jî emê hîn bin ku pêşiya tiştekî safî kin, ji Xebera Xwedê şîreta bigerin. w17.03 2:2, 3

Şemî, 30 Hezîran

Çevên me li ser te ne (2 Dîr. 20:12).

Yehoşefat mîna bavê xwe Asa Xwedêra amin bû. Çaxê ordiya mezin û qewî hate ser wî şer, wî çaxî jî Yehoşefat îtbariya xwe Yehowa anî (2 Dîr. 20:2-4). Rast e hingê tirs kete dilê Yehoşefat, lê yeke ewî hewara xwe Yehowa anî. Duayê xweda ewî bi milûktî da rûyê xwe, wekî cimeta wî ber wan dijmina sist e û ew cimeta xweva nizanin çi bikin. Yehoşefat ev çetinayî da destê Yehowa û ji giliyên vê rêza rojê ev yek tê kifşê. Em jî diqewime mîna Yehoşefat nizanibin çi bikin wedê çetinaya û hela hê bitirsin jî (2 Korn. 4:8, 9). Lê bînin bîra xwe wekî wî halîda Yehoşefat ber cimetê Yehowara dua kir û got wekî ewana himberî dijmina çiqas sist in (2 Dîr. 20:5). Malxên malê, hûn dikarin vê yekêda çev bidine Yehoşefat. Mesele, çaxê hûn rastî çetinaya tên, şerm nekin ber neferên xwe Yehowara dua bikin, wekî ew alîkarî û qewatê bide we. Usa neferên we wê bivînin ku hûn qayîm îtbariya xwe Yehowa tînin. Xwedê alî Yehoşefat kir û wê ese alî we jî bike. w17.03 3:12, 13

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin