KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es18 rûp. 67-77
  • Tîrmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tîrmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
  • Binserî
  • Led, 1 Tîrmeh
  • Duşem, 2 Tîrmeh
  • Sêşem, 3 Tîrmeh
  • Çarşem, 4 Tîrmeh
  • Pêşem, 5 Tîrmeh
  • Înî, 6 Tîrmeh
  • Şemî, 7 Tîrmeh
  • Led, 8 Tîrmeh
  • Duşem, 9 Tîrmeh
  • Sêşem, 10 Tîrmeh
  • Çarşem, 11 Tîrmeh
  • Pêşem, 12 Tîrmeh
  • Înî, 13 Tîrmeh
  • Şemî, 14 Tîrmeh
  • Led, 15 Tîrmeh
  • Duşem, 16 Tîrmeh
  • Sêşem, 17 Tîrmeh
  • Çarşem, 18 Tîrmeh
  • Pêşem, 19 Tîrmeh
  • Înî, 20 Tîrmeh
  • Şemî, 21 Tîrmeh
  • Led, 22 Tîrmeh
  • Duşem, 23 Tîrmeh
  • Sêşem, 24 Tîrmeh
  • Çarşem, 25 Tîrmeh
  • Pêşem, 26 Tîrmeh
  • Înî, 27 Tîrmeh
  • Şemî, 28 Tîrmeh
  • Led, 29 Tîrmeh
  • Duşem, 30 Tîrmeh
  • Sêşem, 31 Tîrmeh
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
es18 rûp. 67-77

Tîrmeh

Led, 1 Tîrmeh

Çawa ji devê te derketibe, usa bike (Hakim. 11:36).

Qîza Yeftah xwestinên xweye tebiyetî, ku mêrê wê û zarên wê hebin, da alîkî seva ku Yehowara xizmet ke. Lê em ça dikarin çev bidine wê, ku ruhê xwequrbankirinê bidine kifşê? Bi hezara Mesîhiyên cahil qurbana dikin bi vê yekê ku nazewicin yan mêr nakin, yan jî yên ku zewacêda nin hê zara naynin. Lê gelo çira ewana xwestinên xwe qurban dikin? Çimkî ewana dixwazin hê zêde Yehowara xizmet bikin. Yên emirda mezin jî qurban dikin wî wedeyî, kîjan ku dikarin xerc kin tevî zarên xwe û nebiyên xwe. Mesele, ewana şixulên avakirinêda kar dikin, yan derbaz dibin Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê, û xizmet dikin wan ciyada kîderê hewcetiya Mizgînvana heye. Hinek jî, şixulên xweyî şexsî didine alîkî, seva kampaniyên xizmetkirinêda kar bikin. Ew xizmetkirina wane bi dil û can dilê Yehowa gelek şa dike. Û Yehowa wê tu car bîr neke şixulên wan û hizkirina ku wana wîra dane kifşê (Îbrn. 6:10-12). Lê tu dikarî tişta qurban kî, wekî hê zêde Yehowara xizmet bikî? w16.04 1:16, 17

Duşem, 2 Tîrmeh

Ewê . . . bibine kerîk ber şivanekî (Yûhn. 10:16).

Îsa xwe beramberî şivan kir, lê şagirtên xwe beramberî keriyên pêz kir. Hela dişirmîş be derheqa wê yekê: Heger du pez ser tepe ne, dudu çolê ne, yek jî cîkî din e, gelo em evan pênc peza dikarin hesab kin ça keriyê pêz? Tebiyetî ye wekî keriyê pêz gerekê tevî hev bin, bin rêberiya şivanda. Bi wî cûreyî hergê em jî xwe ji xûşk-bira dûr digirin, emê nikaribin pey Şivanê xwe herin. Em gerekê tevî Mesîhiya tevayî top bin, seva bibine para “kerîk” pêz, bin rêberiya “şivanekî”. Çaxê em têne civînê, bi wê yekê em yektiyê tevî xûşk-bira xwey dikin (Zeb. 133:1). Hine xûşk-birên me seva rastiyê hatine înkarkirinê ji dê-bavê xwe, yan ji xûşk-birên xweyî helal. Lê Îsa soz daye wan, ku malbeta ruhanî bide wan, kîjan ku wê wana hiz ke û bona wan xem ke (Marq. 10:29, 30). Dêmek çaxê hûn hertim têne civînê, hûn dikarin bona wan xûşk-birên delal bibine dê, bav, xûşk, yan bira! Çaxê em derheqa wê yekê difikirin, gelo em hêlan nabin ku timê bêne civînê? w16.04 3:9, 10

Sêşem, 3 Tîrmeh

Gava ku hûn disekinin û dua dikin, bibaxşînin, heger tiştekî we hindava kesekîda hebe, wekî Bavê weyî ezmana jî neheqiyêd we bibaxşîne we (Marq. 11:25).

Îro em Xwedêra xizmet dikin, wîra dua dikin, mizgînê bela dikin û diçine ser civînên me. Lê hergê em tevî yên din edilayê xweyî nakin, ew hemû tişt pûç e. Em nikarin dostê Xwedê bin, hergê şaşiyên merivên din nabaxşînin (Lûqa 11:4; Efes. 4:32). Yehowa ji hemû xizmetkarên xwe dewa dike, ku hevdu bibaxşînin û tevî hevdu edilayêda bin. Lema wê kêrhatî be, hergê em ji xwe bipirsin: “Gelo ez hêsa xûşk-birên xwe dibaxşînim? Ez şa me tevî wan hevaltiyê bikim?” Yehowa ji xizmetkarên xwe hîviyê ye, ku ewana yên din bibaxşînin. Lema, hergê îsafa te tera dibêje ku lazim e hîn bî hê zêde bibaxşînî, Yehowara dua bike bona alîkariyê! Bavê meyî ezmana wê ew duayên teyî milûktî bibihê, û ese wê caba duayên te bide (1 Yûhn. 5:14, 15). w16.05 1:6, 7

Çarşem, 4 Tîrmeh

Mizgîniya Padşatiyê wê . . . bê dannasînkirinê (Met. 24:14).

Gelo çiqas wede gerekê bikişîne şixulê belakirina mizgînê? Îsa got ku heta “xilazî wê bê”, ew şixulê hemdinyayê wê berdewam be. Qe hene rêlîgiyên din, yên ku wan rojên axiriyêda mizgînê bela dikin? Hinek merivên bawermend dibêjin ku ruhê pîroz ser wana ye. Lê şixulê belakirina mizgînê tenê em berdewam dikin. Gelo ew yek îzbat nake ku ruhê Xwedêyî pîroz ser me ye? (Kar. Şand. 1:8; 1 Pet. 4:14). Cara, rêlîgiyên din destpêdikirin mîna Şedên Yehowa xizmet kin, lê şixulê wan pêşda neçû. Hinek jî, yançi mîsyonêrtiyê dikin, lê tenê ser hine wede û paşê dîsa vedigerin bi jîyîna xweye berê dijîn. Hinek, destpêdikin mal bi mal xizmet kin, lê ewana mizgîna Padşatiyê bela nakin. Dêmek, eyan e ku ewana ewî şixulî nakin, kîjan ku Îsa destpêkir. w16.05 2:13, 16

Pêşem, 5 Tîrmeh

Xûşk-birano, xweş bin! Ser xweda werin, dil bidine hevdu, ser nêtekê bin, li pey edilayiyê bin (2 Korn. 13:11).

Em gerekê timê ser xwe bixebitin, seva ku timê “merivê nû” bin. Pawlos gote Mesîhiya: “De hûn xeysetê xweyî berê ji xwe dûr xin, wî merivê kevinî ku bi havijiyêd hilekarva dêrisbûyî ye û bi ruʹh û fikirêd xweda nûyejiyîn bin, merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye” (Efes. 4:22-24). Gilî “nûyejiyîn bin”, dide kifşê ku em gerekê hergav ser xwe bixebitin, seva ku merivê nû bin. Dêmek, firqî tune em çiqas wext Yehowara xizmet dikin, yeke em dikarin timê hîn bin çev bidine hunurên Yehowa. Bi rastiyê jî, Kitêba Pîroz alî me dike ku em xeyset-hunurên xwe hê baş kin, û nav xweda guhastinên usa bikin, ku hê rind çev bidine Xwedê. w16.05 4:8, 9

Înî, 6 Tîrmeh

Xudan hizkirîyê Xwe şîret dike (Metlk. 3:12).

Îro em cineta ruhanîda nin. Ew cinet Yehowa saz kiriye, seva me biguhêze (Îşa. 64:8). Rast e em dinya zulmda dijîn, lê yeke vê cineta ruhanîda, em xwe xweykirî û bêxof texmîn dikin. Me Yehowa ça bav nas kir û niha hizkirina wî texmîn dikin (Aqûb 4:8). Dinya tezeda, emê bi temamî karê ji cineta ruhanî bistînin. Emê usa jî ji cineta fîzîkî şabûnê bistînin. Ew cineta ser erdê, wê bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê be. Wî wedeyî, Yehowa wê berdewam ke me biguhêze û me hîn ke. Niha mera çetin e evê yekê bidine ber çevê xwe (Îşa. 11:9). Yehowa usa jî wê hişê me û bedena me bêkêmasî bike. Usa emê bikaribin hê kûr fem bikin hînkirinên wî û bi temamî gura temiyên wî bikin. Were em berdewam kin bihêlin Yehowa me biguhêze, û razîbûnê bidine kifşê bona hizkirina wî hindava me. w16.06 1:8, 9

Şemî, 7 Tîrmeh

Bibihê Îsraêl! Xwedayê me Yehowa, tek e Yehowa (Qan. Dcr. 6:4, DT).

Ew gilî Mûsa miletê Îsraêlra got, yên ku erdê Mowabêda top bibûn. Ew sala 1473 B.D.M., bû. Ewana gerekê çemê Ûrdunêra derbaz bûna, seva Erdê Sozdayî war bûna (Qan. Dcr. 6:1). Mûsa ku 40 sala rêberiya wan dikir, dixwest wana hêlan ke, wekî ewana mêrxas bin, rastî çetinaya bên. Wana gerekê îtbariya xwe Xwedêyê xwe Yehowa bianiyana û wîra amin bimana. Giliyên Mûsaye xilaziyê, rastî jî gelek hukum bûn ser Îsraêliya. Paşî vê yekê, çaxê Mûsa Deh Qanûn û usa jî temiyên din cimetêra gilî kir, ewî giliyên qewî gote wan, kîjan ku nivîsar in Qanûna Ducarîda 6:4, 5. Lê gelo Îsraêliya nizanibûn ku Yehowa Xwedêyê wan, “tek e Yehowa”? Belê, wana zanibû. Îsraêliyên amin tenê Xwedêk dihebandin, Xwedêyê kal-bavên wan Birahîm, Îshaq, Aqûb. w16.06 3:2, 3

Led, 8 Tîrmeh

Bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, ne milyaketêd ezmana, ne jî Kur, lê tenê Bav (Met. 24:36).

Ewan giliya Îsa got çaxê ser erdê bû. Lê çaxê ewî çû li ezman, Xwedê wî kifş kir, seva Harmegedonêda miqabilî dinya Şeytan şer bike (Eyan. 19:11-16). Lema em dikarin bêjin, wekî niha Îsa zane wê kengê Harmegedon destpêbe. Lê em nizanin û lema gelek ferz e ku em hişyar bimînin. Yehowa îda ew roj kifş kiriye, ku kengê wê tengasiya mezin destpêbe. Û roj bi roj em nêzîkî wî wedeyî dibin. Ew roj wê “derengî” nekeve (Hebq. 2:1-3). Lê çira em dikarin dudilî nebin vê yekêda? Pêxembertiyên Yehowa timê wededa dihatine sêrî! Em dikarin sed selefî bawer bin, ku sozê Yehowa wekî ew wê me xilaz ke wedê tengasiya mezin, wê ese bê sêrî. Lê hergê em dixwazin xilaz bin wedê kutakirina vê dinyayê, em gerekê hişyar bimînin. w16.07 2:4-6

Duşem, 9 Tîrmeh

Petrûs jêra got: “Heger hemû jî ji te pişk bin herin, lê ez na” (Marq. 14:29).

Çaxê Îsa çetinaya giranda bû, şandiya ew hîştin. Pêşiya vê yekê, Petrûs Îsara got ku hergê jî hemûşk wî bihêlin, ew tu car wî nahêle (Marq. 14:27-31, 50). Lê çaxê Îsa hate girtinê, hemû şandiya, usa jî Petrûs, ew hîştin. Ewî hela hê sê cara înkar jî kir, ku Îsa nas dike (Marq. 14:53, 54, 66-72). Lê paşê, Petrûs gelek poşman bû. Û Yehowa baxşande wî, û hîşt ku ew dîsa şixulê wî bike. Hergê tu şagirtê Îsa bûyayî, û te ew kirê Petrûs bidîta, tuyê dîsa Yehowara amin bimayî? Îro hûnê fem bikin, ku Yehowa dibeke wede dide wî merivî, ku ew gunê xwe bîne rûyê xwe, wekî Yehowa bi heqî wî rast ke û şîret ke? Lê cara usa jî diqewime, ku yê gunê mezin dike, gunê xwe nayîne rûyê xwe. Vê derecêda, hûnê îtbariya xwe Yehowa bînin, ku ew wê wededa heqê wî bidê, dibeke wî ji civatê derxe jî? w16.06 4:8, 9

Sêşem, 10 Tîrmeh

Xudanê me Îsa Mesîh xwexa û Bavê me Xwedê . . . bira dil bide we û we ... bişidîne (2 Têsln. 2:16, 17).

Kerema mezin ku Yehowa ji qenciya nehêja daye me, ew heye berdilî û rihetî wedê tengasiya (Zeb. 51:17). Çaxê Mesîhiyên Têsalonîkîda, rastî peyketina hatin, Pawlos wanra giliyên rêza vê rojê nivîsî. Gelek berdiliyê dide me, zanebûna vê yekê ku Yehowa me hiz dike, û bona me xem dike! Em gunekar in, lema bêy Yehowa baweriya me ser tu tiştî tune (Zeb. 49:7, 8). Lê Yehowa em nehîştin, bi saya wî hîviya me heye ku emê axiriya baş bistînin. Lê ew çi axirî ye? Îsa got: “Xwestina Bavê min ev e, wekî her kesê ku Kur bibîne û wî bawer bike, jîyîna wîye heta-hetayê hebe” (Yûhn. 6:40). Ew pêşkêş ku em dikarin heta-hetayê bijîn, eyan dike qenciya Yehowa ku em hêja nînin. Pawlos ew yek gelek dişêkirand û got: “Kerema Xwedê bona xilazbûna hemû meriva xuya bû” (Tîto 2:11). w16.07 3:14, 15

Çarşem, 11 Tîrmeh

Bira tu kes ji pîreka [jina] cahiltiya xwera xayîntiyê neke! (Malx. 2:15).

Roja îroyîn jî cimeta Yehowa gerekê zewacêda aminiyê xwey kin. Lê dikare usa biqewime, ku Mesîhiyê nixumandî bênamûsiyê bike seva ji hevalzewacê xwe biqete, wekî yekî din bistîne. Yên ku usa dikin, hergê poşman nebin, ji civatê têne derxistinê, seva ku civat temiz bimîne (1 Korn. 5:11-13). Ew meriv gerekê “bi kirêd qenc bidine kifşê, ku . . . ji gunekirinê vegeriyane”, û paşê wê vegerine civatê (Lûqa 3:8; 2 Korn. 2:5-10). Lê kifşkirî nîne, ku çiqas wede gerekê derbaz be, ku ew meriv dîsa vegere civatê û bê hesabê ça Şedê Yehowa. Ew merivên ku gune kirine, wanra dibeke lazim bê salek yan hê zêde wekî ewana îzbat kin ku poşman bûne. Hergê ew meriv poşman bin jî, yeke wê “ber dîwana Xwedê bisekinin” (Rom. 14:10-12). w16.08 1:12, 13

Pêşem, 12 Tîrmeh

Heger temê yekî li serwêrtiyê heye, ew şixulekî qenc dixwaze (1 Tîmt. 3:1).

Xebera Yûnanî, ku ser zimanê me hate welgerandinê ça “tem”, tê hesabê çaxê meriv dixwaze bigihîje tiştekî, û xwestina wîye gelek qayîm heye. Pawlos bi vî gilî da kifşê, ku hergê meriv dixwaze ruhanîda pêşda here, ew gerekê giran ser xwe bixebite. Bidine ber çevê xwe ku birak dixwaze bibe berdestiyê civatê. Ew fem dike ku wîra lazim e ser xwe bixebite, wekî hunurên xwe hê baş ke. Wede şûnda ew dibe berdestiyê civatê. Paşê, ew îda ser xwe giran dixebite wekî bibe rûspî. Wan herdu derecada ew bira ser xwe dixebite, wekî hunurên usa cem wî hebin, kîjan ku gerekê hebin cem wan, yên ku dixwazin civatêda hê zêde cabdariya hildine ser xwe. Îro gelek xûşk-bira emirê xweda guhastina dikin, çimkî dixwazin hê zêde Yehowara xizmet kin. Mesele, gelek nêtên usa datînin pêşiya xwe ku bibine pêşeng, Beytelêda xizmet kin, yan alîkariyê bidin bona şixulê avakirina Odên Civata. w16.08 3:3, 4

Înî, 13 Tîrmeh

Ew xizmetkar û cimeta te ye, kîjan te bi qewata xweye mezin û destê xweyî zor xilaz kiriye (Nehem. 1:10, DT).

Bidine ber çevê xwe ku Nehemiya çi texmîn dikir çaxê çû Orşelîmê. Dikarin bêjin şeher qe xweykirî nîbû, û lema Cihû gelek dilteng dibûn. Miletên xerîb dixwestin avakirina paristgehê bidine sekinandinê, lema ewana miqabilî Cihûya derdiketin. Ji bo vê yekê Cihû berxwe ketin û “destê” wan sist bû. Lê gelo Nehemiya jî dilteng bû? Na! Nehemiya mîna Mûsa, Asa, û merivên dine amin, îtbariya xwe Yehowa dianî û bi dilê sax wîra dua dikir (Derk. 17:8-13; 2 Dîr. 14:8-13). Wî wedeyî çaxê Cihû difikirîn ku çi bikin, Yehowa caba duayê Nehemiya da. Xwedê pê qewata xweye mezin û destê xweyî himzor, destên Cihûya ku sist bibûn, qewî kir (Nehem. 2:17-20; 6:9). Lê hûn bawer dikin wekî Yehowa îro jî pê qewata xweye mezin û destê xweyî himzor, xizmetkarên xwe qewî dike? w16.09 1:9

Şemî, 14 Tîrmeh

Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin (1 Korn. 10:31).

Rojnama Almanîda derheqa civînên keşîşa û serwêrên dêra, usa nivîsar bû: “Dibeke we dîtiye, ku gelek ji wan kincê herrojî xwe dikin, îlahî çaxê hewa germ e”. Wê rojnemêda usa jî nivîsar bû, ku çaxê Şedên Yehowa diçine ser civatên xweye mezin, ewana bi kincê herrojî naçin. Belê, gelek car payê Şedên Yehowa didin, çimkî ewana “bi kincêd layîq, şermê û berbihêriyê” xwe dixemilînin, çawa li wan dikeve, “yêd ku navê xwedênasiyê hildane ser xwe” (1 Tîmt. 2:9, 10). Rast e Pawlosê şandî ew gilî derheqa jina got, lê ew prînsîp usa jî bona mêra ye. Em cimeta Yehowa ne, lema gelek ferz e ku kincên me li gora prînsîpên wî bin (Destp. 3:21). Ew yek Xwedê xwexa ji me dewa dike. Çi ku Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa kincxwekirinê, dide kifşê ku Xwedê prînsîpên ferz kifş kiriye bona xizmetkarên xwe. Lema jî ferz ew e em hildin hesab wekî kincxwekirina me Efirandarê me wê xweş bê yan na. w16.09 3:1, 2

Led, 15 Tîrmeh

Meriva bi rêberiya ruhê pîroz ji Xwedêda xeber dane (2 Pet. 1:21).

Hinek aliyê arxêolojîda, terîxiyêda yan zandariyêda Kitêba Pîroz lêkolîn dikin. Mesele, were şêwir kin pêxembertiya pêşiyê ku kitêba Destpêbûn 3:15-da nivîsar e. Ev rêz eyan dike têma sereke ya Kitêba Pîroz, dêmek derheqa îzina hukumetiya Xwedê. Ev pêxembertî usa jî eyan dike, ku navê Xwedê wê bê rûmetkirinê bi saya Padşatiya wî. Ev hin jî dide kifşê ku Yehowa wê ça hemû kul-derdê însanetê kuta ke, kîjan ku baxçê Edenêda destpêbû. Lê hûn ça dikarin vê pêxembertiyê lêkolîn bikin? Mesele, hûn dikarin xwera binivîsin wan sala û wan rêza, kîjan ku didine kifşê ku çawa Xwedê hêdî-hêdî zelal dikir û îzbat dikir ku ew pêxembertî wê ese bê sêrî. Paşê hûnê fem bikin ku rast e nivîskarên Kitêba Pîroz cûre-cûre wedada dijîtin, lê nivîsarên wan hev digirin. Ew yek îzbat dike ku hemû nivîskarên Kitêba Pîroz “bi rêberiya ruhê pîroz” nivîsîne. w16.09 4:8

Duşem, 16 Tîrmeh

Kî te ji xelqê firqî dike? (1 Korn. 4:7).

Hebû wede çaxê Petrûsê şandî firqî dikire orta miletê cihû û necihû, lê hêdî-hêdî ew hîn bû, ku ewî xeysetî kokêva nav xwe derxe (Kar. Şand. 10:28, 34, 35; Galt. 2:11-14). Hergê em jî texmîn dikin ku em dilê xweda firqiyê dikine orta meriva, em gerekê ser xwe zef bixebitin, wekî ewî xeysetî ji dilê xwe derxin (1 Pet. 1:22). Lê çi dikare alî me bike? Em gerekê bîra xweda xwey kin ku firqî tune em çi milet in, em gişk jî gunekar in û tu kes ji me hêjayî xilazkirinê nîne (Rom. 3:9, 10, 21-24). Lema jî çira em gerekê hesab kin, wekî em ji kesekî çêtir in? Em gerekê çev bidine nihêrandina Pawlos, yê ku anî bîra Mesîhiya, wekî ewana îda “xelq û xerîb” nînin, “lê . . . neferêd mala Xwedê” (Efes. 2:19). Hergê em ser xwe bixebitin wekî firqiyê nekine orta mileta, mera diha hêsa be ku bibine merivê nû (Kols. 3:10, 11). w16.10 1:9

Sêşem, 17 Tîrmeh

[Ew] şev û roj ser wê hînkirinê kûr difikire (Zeb. 1:2).

Seva ku baweriya me qewî bimîne, Yehowa Xebera xwe daye me, dêmek Kitêba Pîroz. Xebera xweda ew mera dibêje ku em ça dikarin bextewar bin. Lema jî em gerekê her roj Kitêba Pîroz bixûnin (Zeb. 1:1-3; Kar. Şand. 17:11). Xêncî wê yekê, Yehowa bi saya “xulamê amin û serwaxt”, mera xwarina ruhanî têr-tije dide (Met. 24:45). Hergê em jî mîna xizmetkarên berê, timê bifikirin ser sozên Xwedê û gura temiyên wî bikin, baweriya me wê qewî be û emê hîviya hatina Padşatiya Xwedê bin (Îbrn. 11:1). Gelo dîsa çi alî xizmetkarên berê dikir ku baweriya wan qewî bû? Dua alî wan dikir. Çaxê wana didît ku Xwedê ça caba duayên wan dide, baweriya wan qewî dibû (Nehem. 1:4, 11; Zeb. 34:4, 15, 17; Dan. 9:19-21). w16.10 3:7, 8

Çarşem, 18 Tîrmeh

Heger baweriya min jî haqas hebe, heta çiya jî ji cî biguhêzim, lê hizkirin dilê minda tunebe, ez ne tu tişt im (1 Korn. 13:2).

Îsa jî da kifşê ku hizkirin gelek ferz e. Ewî got qanûnêda “temiya here mezin”, ew heye hizkirin hindava Xwedê (Met. 22:35-40). Û nivîskarên Kitêba Pîroz gelek car bawerî û hizkirin nava cimlêda tevayî nivîsîne, seva ku bidine kifşê wekî ew herdu hunur gelek ferz in. Were binihêrin hine mesela. Pawlos bira şîret kir, wekî ewana “ziriha baweriyê û hizkirinê li xwe wergirin” (1 Têsln. 5:8). Yûhenna jî nivîsî: “Ev e temiya [Xwedê], ku em baweriya xwe navê Kurê wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu hiz bikin” (1 Yûhn. 3:23). Rast e bawerî hindava sozên Xwedê ferz e, lê çaxê ew hemû soz bêne sêrî, ew hunur îda wê mera lazim neyê. Lê mera lazim e hizkirina xwe hindava Xwedê û meriva mezin kin, çimkî ew hunur wê tu car kuta nebe. Lema Pawlos giliyên usa nivîsî: “Îjar, ev her sê dimînin: Bawerî, hêvî, hizkirin. Û ji wan ya herî mezin hizkirin e” (1 Korn. 13:13, ÎM). w16.10 4:15-17

Pêşem, 19 Tîrmeh

Civîn ... baweriyêda dişidiyan (Kar. Şand. 16:5).

Bira pê navê koma rêberiyê teseliya civata dikirin, seva ku “temiyêd ku şandiya û berpirsiyarêd Orşelîmê qirar kiribûn”, xûşk-birên civatê pêbihesin (Kar. Şand. 16:4). Çaxê civatê ew temî dianîne sêrî, ewana “baweriyêda dişidiyan û roj bi roj hesabê wan zêde dibû”. Em gerekê çi bikin, çaxê ji teşkîleta Xwedê rêberî distînin? Xebera Xwedê dibêje, wekî em gerekê guhdariya rêbera bikin û gura wanda bin (Qan. Dcr. 30:16; Îbrn. 13:7, 17). Teşkîleta Xwedêda kute-kut û raberîbûn gerekê tune be, çimkî hergê em usa bikin emê ziyanê bidine civatê, dêmek hizkirinê, edilayê û yektiyê xirab kin. Belê, tu kes ji me naxwaze çev bide Diyotrefîs, yê ku bêqedir bû hindava bira û neamin bû (3 Yûhn. 9, 10). Lema were em timê pirsê bidine xwe: “Gelo ez xûşk-bira hêlan dikim ku ewana amin bin Yehowara? Çaxê ez ji birên cabdar rêberiyê distînim, gelo ez derbêra qebûl dikim û piştgiriya vê rêberiyê dikim?” w16.11 2:10, 11

Înî, 20 Tîrmeh

Li xweşiya ku bajarê we ajotime wir, bigerin (Yêrem. 29:7).

Cihûyên ku temiyên Xwedê dianîne sêrî, dîltiyêda bi jîyîna pak dijîtin. Babîloniya îzin didane Cihûya ku xwexa rêberiya şixulên xwe bikin û hin jî îzina wan hebû nava welatêda serbest herin-bên. Berê Babîlon gelek navdar bû pê arş-vêrşiyê. Ji dokûmêntên berê tê kifşê wekî gelek Cihû hîn bûn şixulê kirîn-firotanê bikin, û hinek jî bûne hosteyên baş. Hela hê hine Cihû jî bûne dewletî. Belê, dîltiya Babîlonêda mîna dîltiya Misirêda nîbû (Derk. 2:23-25). Lê gelo Îsraêliya dîsa wê bikaribûna Xwedêra usa xizmet kin, ça ewî dixwest? Wî wedeyî tê bêjî çare tune bû, çimkî Babîloniya tu car dîlên xwe aza nedikirin. Lê Yehowa Xwedê soz dabû cimeta xwe ku wê wana aza ke, û tu tiştî nikaribû rê wî bigire wekî nêta xwe bîne sêrî. Û çawa Xwedê got usa jî qewimî, çimkî sozên Xwedê timê têne sêrî (Îşa. 55:11). w16.11 4:3, 5

Şemî, 21 Tîrmeh

Em . . . hindava gunada mirin (Rom. 6:2).

Ev yek ça dikaribû bibûya, hergê ew Mesîhî hê sax bûn û ser erdê dijîtin? Xwedê bi saya qurbana Îsa, gunên Pawlos û Mesîhiyên wî wedeyî baxşand. Ewî ewana bi ruhê pîroz kifş kir, seva ku ewana bibine kurên wîyî ruhanî. Paşî vê yekê, ewana îda hîviyê bûn ku heta-hetayê ser ezmana bijîn. Hergê ewana amin bimana, wana wê ser ezmana serwêrtî tevî Îsa bikirana. Pawlos got wekî ewana “hindava gunada mirin”, wî wedeyî çaxê hê sax bûn û Xwedêra ser erdê xizmet dikirin. Pawlos wan Mesîhiyara mesela Îsa anî. Ewî got wekî Îsa mir çawa merî, lê paşê ji mirinê rabû bi bedena ruhanî û nemirî. Dêmek, îdî mirinê ser Îsa hukum nedikir. Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî jî, bi sîmbolîk dikaribûn xwe hesab kirana ça “hindava gunada” mirî, lê “hindava Xwedêda sax, bi saya Mesîh Îsa” (Rom. 6:9, 11). Bi cûrekî mayîn bêjin, ewana bona emirê xweyî berê mirin. Ewana îda bin hukumê xwesteka bedenêda nîbûn, wana îda usa dijîtin, ça Xwedê xweş tê. w16.12 1:9, 10

Led, 22 Tîrmeh

Axiriya fikira ruh jiyîn û edilayî ye (Rom. 8:6).

Çaxê hiş-aqilê meriv ser tiştên ruhanî ye, ew nayê hesabê wekî ew tenê difikire û xeberdide derheqa Kitêba Pîroz, yan timê xeberdide wekî ew ça Xwedê hiz dike û hîviya çi kerema ye. Em Mesîhî bi emirê tebiyetî dijîn. Bifikirin ser Pawlos û Mesîhiyên qirna yekê, ku Xwedêra xizmet dikirin û dilê wî şa dikirin. Wana xwarin dixwar û vedixwar jî, dizewicîn û mêr dikirin, zar mezin dikirin, û dixebitîn seva ebûra xwe bikin (Marq. 6:3; 1 Têsln. 2:9). Lê ew tişt emirê xizmetkarên Xwedêda, ciyê sereke nedigirt. Mesele, em zanin wekî Pawlos kon çêdikirin, û usa ebûra xwe dikir. Lê bona wî xebat ya lape ferz nîbû. Bona wî lapî ferz ew bû, wekî mizgîniyê bela ke û meriva hîn ke (Kar. Şand. 18:2-4; 20:20, 21, 34, 35). Ew yek usa jî tê kifşê wekî ewî ça xûşk-birên Romêda hêlan dikir, ku xîret bin wî şixulê Xwedêda. Pawlos xwexa timê nava şixulê Xwedêda bû. Û Romayara lazim bû çev bidine wî, û were em jî çev bidine Pawlos (Rom. 15:15, 16). w16.12 2:5, 15, 16

Duşem, 23 Tîrmeh

Yê ku alîkariya kesîb dike, ew deyn dide Xudan û Xudanê ji ber dayîna wîva, wî xelat ke (Mtlk. 19:17).

Em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa qewata me dişêkirîne, kîjan ku em bona xizmetiya wî xerc dikin. Ew me fem dike çaxê em sist in yan çaxê em xweda dudilî dibin. Ew dikeve halê me û ber dilê meda tê, çaxê divîne ku mera çetin e jêra xizmet kin ji bo çetinayên perava girêdayî, yan sihet-qewatê, yan jî diltengbûnê. Em gerekê bi temamî bawer bikin, wekî ew gelek qîmet dike çaxê em hemû tiştî dikin seva wîra amin bimînin (Îbrn. 6:10, 11). Usa jî bîra xweda xwey kin, wekî Yehowa dua dibihê. Lema tu car dudilî nebin wekî ew ese wê caba duayên we bide (Zeb. 65:2). “Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê”, wê ese alîkariyê bide me, ça êmosiyalîda usa jî ruhanîda. Mesele, dibeke ew bi saya xûşk-birên me alîkariyê bide me (2 Korn. 1:3). Dilê Yehowa gelek şa dibe çaxê em hindava meriva dilşewat in (Met. 6:3, 4). Û ew soz dide, wekî wê me kerem ke bona qenciya me. w16.12 4:13, 14

Sêşem, 24 Tîrmeh

Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye (2 Korn. 3:17).

Çaxê Îsa ser erdê bû, ew nekete telikên Şeytanda (Met. 4:10). Şeva pêşiya mirina xwe, çaxê Îsa bi dil Xwedêra dua dikir, ewî duada dîsa jî da kifşê, wekî dixwaze qirara Xwedê bîne sêrî. Ewî got: “Bavo, heger emirê te ye, evê kasê ji min dûr xe. Lê bira xwestina te be, ne ku ya min” (Lûqa 22:42). Were em çev bidine Îsa û azaya xwe bidine xebatê seva Yehowa rûmet kin û qirara wî bînin sêrî. Lê ça em dikarin çev bidine Îsa? Em jî hatine efirandinê bi sûreta Xwedê û hunurên wî (Destp. 1:26). Lê haqas azaya me tune ça cem Yehowa heye, çimkî sînorên me hene. Xebera Xwedê mera şirovedike, wekî Yehowa azaya me sînor kiriye û em gerekê ji wan sînora derneyên. Mesele, jin gerekê gura mêrê xweda be, û zar gura dê-bavada bin (Efes. 5:22; 6:1). w17.01 2:4, 5

Çarşem, 25 Tîrmeh

We her kesîra dibêjim: Çiqas ji we dikeve, ji wê zêdetir nefikirin (Rom. 12:3).

Em wedê mexsûsda dijîn. Para teşkîleta Yehowa ya erdê, gelek aliyava pêşda diçe û lema hê zêde guhastin jî lazim e bêne kirinê. Hine guhastin dikarin ser me jî hukum bin, û diqewime mera nehêsa be hînî wan guhastina bin. Lê were em wî çaxî jî milûk bimînin û dîna xwe bidine ser şixulê Xwedê, ne ku ser xwe. Çaxê em usa bikin, emê yektiyê xwey kin. Pawlos Mesîhiyên Romêra nivîsî: “Çawa qalibê meda gelek endem hene û hemû endem kirekî nakin, usa jî em gelek in, lê yektiya Mesîhda em bedenek in” (Rom. 12:4, 5). Her kes ji me dixwaze şixulê Padşatiyê pêşda bive. Gelî birên emirda mezin, birên cahil hîn kin, wekî ewana hê zêde cabdariya hildine ser xwe. Lê hûn, gelî birên cahil, qebûl kin ewan cabdariya û şixula ku didine destên we. Milûk bin û qedirê mezina bigirin. Gelî kulfeta lê hûn çev bidine Priskîlayê, jina Ekîla, û bi aminî piştgiriya mêrê xwe bikin, çaxê derece têne guhastinê (Kar. Şand. 18:2). w17.01 5:15, 16

Pêşem, 26 Tîrmeh

Ez . . . yê herî biçûk im (Hakim. 6:15).

Gîdeyon got wekî bona wî şixulî ew nelayîq e, çimkî ew ji bereka herî biçûk e û necêribandî ye. Paşê, çaxê ewî qebûl kir şixulê ku Yehowa jêra da, ew dixwest bawer bûya wekî ewî bi temamî fem kir çi ku Xwedê ji wî dewa dikir, û ewî dua dikir wekî Yehowa rêberiyê bide wî (Hakim. 6:36-40). Gîdeyon merivekî mêrxas û qewî bû, lê usa jî ew yekî aqil û serwaxt bû (Hakim. 6:11, 27). Ewî ew şixul dikir, ne seva navê wî bilind be. Û çaxê ewî îda hemû tişt kir çi ku Yehowa ji wî xwest, ew bi şabûnê vegeriya mala xwe (Hakim. 8:22, 23, 29). Hergê kesek dixwaze wekî cabdariya teze bistîne yan jî pêşda here seva civatêda hê zêde bike, ew nayê hesabê wekî ew yekî şkestî nîne. Bi rastiyê, Kitêba Pîroz me hemûşka hêlan dike, wekî xizmetiyêda pêşda herin (1 Tîmt. 4:13-15). Lê gelo pêşdaçûyîn ew tê hesabê çaxê cabdariya teze distînin? Ne hertim. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin her şixulê xweda ruhanîda pêşda herin. Em usa jî dikarin xeyset-hunur û feresetên xwe hê baş kin, seva ku hê rind Xwedêra xizmet kin û alîkariyê bidine merivên din. w17.01 3:15, 16

Înî, 27 Tîrmeh

[Xwedê] Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn (1 Yûhn. 4:9).

Kirîn ku Yehowa bona meriva da, gelek giran ser wî rûnişt (1 Pet. 1:19). Ewî Kurê xweyî tayê tenê ber însanetêva da, çimkî ew qayîm meriva qîmet dike. Dikarin bêjin, wekî dewsa Adem Îsa bû bavê me (1 Korn. 15:45). Îsa ne ku tenê jîyînê dide me, lê ew usa jî mecalê dide wekî em dîsa bibine neferên malbeta Xwedê. Belê, bi saya qurbana wî, Yehowa bi qanûnî dikare meriva dîsa qebûl ke ku vegerine malbeta wî. Em çiqas dilgerm dibin çaxê difikirin, wekî wê bê wede çaxê hemû merivên amin bibine bêkêmasî! Wî çaxî îda her kes ser ezmana usa jî ser erdê, wê bi temamî bibine yek ça malbetek. Emê gişk jî bi temamî bibine zarên Xwedê (Rom. 8:21). Hergê em gelek razî ne seva kirînê, emê ese merivên dinra jî gilî kin, wekî ewana jî dikarin karê bistînin ji vê pêşkêşa gelek qîmet. w17.02 1:17, 19

Şemî, 28 Tîrmeh

Kî ye ew xulamê amin û serwaxt? (Met. 24:45).

“Birca Qerewiliyê” ya 15 Tîrmehê, sala 2013-da dihate şirovekirinê, wekî “xulamê amin û serwaxt”, ew heye Koma Rêberiyê ku ji mesîhiyên bijartî ye. Koma Rêberiyê tevayî safîkirinên ferz dikin. Ewana her heftî tevayî top dibin, û bi saya vê yekê hevra nêzîk in û yektiyêda nin (Metlk. 20:18). Her sal ji wana yek tê kifşkirinê ça berpirsiyarê van civîna. Û ew yek dide kifşê wekî tu kes ji wan, xwe ji yên din bilindtir nagire (1 Pet. 5:1). Berpirsiyarên her şeş komîtêyên Koma Rêberiyê jî her sal têne guhastinê. Tu kes ji wan xwe bilind hesab nake û xwe ser birên xwera nagire. Her yek ji wan jî xwe hesab dike ça “xulamêd malê”, yên ku ji xulamê amin xwarina ruhanî distînin û pey rêberiya wî diçin. Koma Rêberiyê ji Xwedê xewn û xeyala navîne û bêqisûr nîne. Lema jî cara hînkirinên Kitêba Pîrozda yan jî rêberiya teşkîletêda şaşî hene. w17.02 4:10-12

Led, 29 Tîrmeh

[Xwedê] ku heyfa wî Kurê wî nehat, lê bona me hemûya da der (Rom. 8:32).

Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê, em nîşan dikin wekî em baweriya xwe kirînê tînin û qîmet dikin. Hin jî, nixumandina me dide kifşê ku em “para Xudan in” (Rom. 14:8). Yehowa hemû tiştî ji hizkirinê dike, û ew dixwaze wekî hemû xizmetkarên wî vê yekêda çev bidine wî (1 Yûhn. 4:8-11). Û em eyan dikin wekî em dixwazin “bibine zarêd Bavê [xweyî] ezmana”, çaxê em meriva hiz dikin (Met. 5:43-48). Meriva hiz kin temiya duda ye, lê ya pêşiyê ew e ku Xwedê hiz bikin (Met. 22:37-40). Çaxê em mizgîniya Padşatiyê bela dikin, usa em hizkirina xwe hindava meriva didine kifşê û rûmeta Xwedê eyan dikin. Bi vê yekê hizkirina me hindava Xwedê diha mezin dibe, îlahî çaxê em xûşk-birên xwe hiz dikin w17.02 2:13, 14

Duşem, 30 Tîrmeh

Hergê Xwedêyê rast Yehowa ye, pey wî herin, lê hergê Bael e, pey wî herin (1 Padş. 18:21, DT).

Alîkîva binihêrî, ew bijartina hêsa bû, çimkî xizmetkirin Yehowara timê karê tîne. Hin jî merivê bîlan wê tu car xwe li xudanê bêkêr negire. Lê Îsraêlî “herdu alîva” dikuliyan û nikaribûn bijartin bikirana. Êlyas ewana şîret kirin wekî Xwedayê rast bihebînin, dêmek Yehowa. Gelo çira Îsraêliyara çetin bû safîkirinê bi bîlanî bikin? Pêşiyê, wana baweriya hindava Yehowa unda kirin û guh nedidane wî. Wana wedê xwe xerc nedikir wekî Yehowa rind nas bikin û îtbariya xwe wî nedianîn. Hergê bîlanî û zanebûna wane rast hebûya, wana wê safîkirina bi aqilayî bikirana (Zeb. 25:12). Hin jî, ev miletên pûtparist hişê Îsraêliya zivirandin û Îsraêlî jî mîna wan destpêkirin xudanên qelp bihebînin. Lê Yehowa gelek sal pêşda Îsraêlî şîret dikirin, wekî miqatî xwe bin ku nekevine ber bayê miletên din (Derk. 23:2). w17.03 2:6, 7

Sêşem, 31 Tîrmeh

[Hizqiya] merê tûnc, yê ku Mûsa çêkiribû perçe kir (2 Padş. 18:4).

Çida em dikarin çev bidine Hizqiya? Diqewime em têderdixin wekî tiştek me ji Xwedê dûr dixe, yan jî hiş-aqilê me diçe ser tiştên mayîn, ne ku ser xizmetiyê. Mesele, îro gelek merivên vê dinyayê malperada meriva gelek bilind rûmet dikin. Ewana gelek wedê xwe xerc dikin ser întêrnêtê, û malperada tevî meriva dibine nas. Hinek jî, gelek wedê xwe xerc dikin, çimkî şiklên merivên navdar dinihêrin yan jî derheqa wan gelek dixûnin. Dibeke me xweş tê tevî malbeta xwe yan hevalên xweyî nêzîk pê întêrnêtê xeber din yan jî hevra binivîsin. Lê gelek xof e hergê em gelek wedê xwe xerc kin ser wan tişta. Hergê gelek meriv begem dikin tiştên ku em dikine malpera xweda, ew yek dikare me qure ke jî. Û hergê kesek ji malpera me derê, dibeke em bixeyîdin jî. Wê kêrhatî be hergê em pirsê bidine xwe: “Gelo ez meriva bilind dikim çawa merivên vê dinyayê dikin? Gelo ez çiqas wedê xwe xerc dikim ser tiştên neferz?” (Efes. 5:15, 16). w17.03 3:14, 17

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin