KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es18 rûp. 98-108
  • Cotmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cotmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
  • Binserî
  • Duşem, 1 Cotmeh
  • Sêşem, 2 Cotmeh
  • Çarşem, 3 Cotmeh
  • Pêşem, 4 Cotmeh
  • Înî, 5 Cotmeh
  • Şemî, 6 Cotmeh
  • Led, 7 Cotmeh
  • Duşem, 8 Cotmeh
  • Sêşem, 9 Cotmeh
  • Çarşem, 10 Cotmeh
  • Pêşem, 11 Cotmeh
  • Înî, 12 Cotmeh
  • Şemî, 13 Cotmeh
  • Led, 14 Cotmeh
  • Duşem, 15 Cotmeh
  • Sêşem, 16 Cotmeh
  • Çarşem, 17 Cotmeh
  • Pêşem, 18 Cotmeh
  • Înî, 19 Cotmeh
  • Şemî, 20 Cotmeh
  • Led, 21 Cotmeh
  • Duşem, 22 Cotmeh
  • Sêşem, 23 Cotmeh
  • Çarşem, 24 Cotmeh
  • Pêşem, 25 Cotmeh
  • Înî, 26 Cotmeh
  • Şemî, 27 Cotmeh
  • Led, 28 Cotmeh
  • Duşem, 29 Cotmeh
  • Sêşem, 30 Cotmeh
  • Çarşem, 31 Cotmeh
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
es18 rûp. 98-108

Cotmeh

Duşem, 1 Cotmeh

Ew mirazê wan dike, kîjan ku ji Wî ditirsin, zarînîya wan dibihê û wan xilaz dike (Zeb. 145:19).

Yehowa “Xwedêyê sebirê” û berdiliyê ye (Rom. 15:5). Tenê ew bi temamî fem dike problêmên me. Ew usa jî fem dike ku ça derecên me, êmosyên me, û qisûrtiya me ser me hukum dibin. Lema tek ew e kîjan dikare sebirê bide me. Lê çaxê em bona sebirê Xwedêra dua dikin, ew ça caba duayên me dide? Çaxê em ji Yehowa hîvî dikin ku alî me bike çetinaya derbaz kin, ew wê ese “delîlekê . . . bike” (1 Korn. 10:13). Lê gelo ew tê hesabê ku Yehowa wê me ji tengasiyê xilaz ke? Dibeke. Lê gelek car ew alî me dike seva em bikaribin “sebir bikin” wan tengasiyada. Belê, Yehowa me qewî dike û lema em dikarin “her tiştîda bi dûmika dirêj sebir bikin” (Kols. 1:11). Çimkî Yehowa me hemû aliyava rind zane, ew wê tu car nehêle wekî em bikevine tengasiya usa giranda, kîderêda emê nikaribin wîra amin bimînin. w16.04 2:5, 6

Sêşem, 2 Cotmeh

Çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê (Met. 22:21).

Xebera Xwedê mera dibêje ku em gura serwêrtiyên meriva bikin. Lê usa jî me hîn dike ku em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku gura meriva (Kar. Şand. 5:29; Tîto 3:1). Gelo Xebera Xwedê miqabilî xwe xeber dide? Na! Prînsîpa derheqa guhdarîkirinê alî me dike, ku fem kin û wan herdu temiya jî bînin sêrî. Îsa ew prînsîp zelal kir bi wan giliya ku vê rêza rojêda nivîsar e. Em gura vê hukumetiyê dikin, bin kîjanêda dijîn, dêmek em qanûna vê tînin sêrî. Hin jî em qedirê wan digirin yên ku vê hukumetiyêda qulix dikin, û usa jî em xercê vê dewletê didin (Rom. 13:7). Lê yeke, hergê ew serwêrtî ji me tiştekî usa dewa dikin, ku em gerekê gura Xwedê nekin, em bi qedir wanra dibêjin ku emê evê yekê nekin. Em şixulên polîtîka dinyayêda tevnebûyînê xwey dikin (Îşa. 2:4). Usa jî, em miqabilî serwêrtiyên meriva nînin, çimkî Yehowa îzinê dide ku ewana hebin. Û em ne jî tevî şixulên welatparêziyê yan nasiyonaliyê dikevin (Rom. 13:1, 2). Em raberîbûnê saz nakin, ne jî deng didine kesekî dewletê. Hin jî, em xwexa pey wê yekê nakevin ku dewletêda qulix kin yan jî serwêra biguhêzin. w16.04 4:1, 2

Çarşem, 3 Cotmeh

Bira ew bona te bibe mîna pûtparist (Met. 18:17).

Mesîhî heçî zef çetinayên orta hevdu, gerekê xwexa tevî hev safî kin. Lê Îsa got ku hine derecada diqewime lazim e civatêra bêjin, dêmek rûspiyara (Met. 18:15-17). Dêmek, heger merivê ku neheqî kir, naxwaze birê xwe bibihê, ne jî dixwaze şede bibihê, gerekê bêjine rûspiya. Lê hergê ew rûspiya jî nebihê, tevî wî merivî gerekê çawa tevî “pûtparist û xercgira” bin. Îro, ew tê hesabê wekî ew meriv gerekê ji civatê bê derxistinê. Derxistina ji civatê dide kifşê, wekî ew “neheqiya” ku ewî hindava birê xwe kir, tiştekî biçûk nîbû. Dêmek, heger ew neheqî dikaribû orta wanda safî bûya, lê safî nebû û ew neheqî ne tiştekî biçûk bû, ew meriv ji civatê tê derxistinê. Neheqiya usa dikare bibe, mesele fêlbazî, yan jî buxdan seva ku navê kesekî xirab kin. Tenê derecên usada dikarin wan sê gava bikin, kîjan ku Îsa Metta 18:15-17-da got. w16.05 1:14

Pêşem, 4 Cotmeh

Bizanibin çi ye qirara Xudan (Efes. 5:17).

Kitêba Pîroz derheqa hemû dereca temiyên konkrêt nade. Mesele, Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku Mesîhî çi kinc gerekê xwe kin. Vê yekêda rastî jî bîlaniya Yehowa tê kifşê. Her welatekîda stîl û qeydê kincxwekirinê cûre-cûre ye, û hin jî çiqas wede derbaz dibe, haqas cûrê kincxwekirinê têne guhastinê. Lema jî, hergê Kitêba Pîrozda bihata rêzkirinê cûrê kincxwekirinê û xemilandinê, ew yek wê layîqî kincxwekirina îro nîbûya. Em çi gerekê bikin, çaxê tiştekî dixwazin safî kin, lê derheqa vê yekê Kitêba Pîrozda raste-rast temî tune ye? Wan derecada, em gerekê ne ku safî kin usa ça em dixwazin, lê gerekê derheqa dereca xwe lêkolîn bikin, û safîkirina usa bikin, kîjan wê Yehowa qebûl ke û kerem ke (Zeb. 37:5). w16.05 3:2, 6

Înî, 5 Cotmeh

We ne ku çawa xebera merivayê, lê çawa xebera Xwedê qebûl kir, rast jî usa ye (1 Têsln. 2:13).

Bêşik, cem me her kesî heye parên Kitêba Pîroz, kîjan ku em hiz dikin. Mesele, hineka xweş tê çar kitêbên pêşine Mizgîniyê. Çimkî li wêderê tê gilîkirinê ku çawa Îsa pê jîyîna xwe eyan kir, ku Yehowa Xwedêyê çiqas qenc e (Yûhn. 14:9). Hineka xweş tê kitêbên pêxembertiyê, mesele kitêba Eyantî. Çimkî li wêderê pêxembertî hene, kîjan ku “gerekê zûtirekê biqewimin” (Eyan. 1:1). Ji me geleka xweş tê kitêba Zebûr, çimkî çaxê em evê kitêbê dixûnin, em berdiliyê distînin. Geleka jî xweş tê kitêba Metelok, çimkî li wêderê em ders û şîretên kêrhatî distînin. Bi rastiyê jî, Kitêba Pîroz bona her kesa ye. Em çawa ku Kitêba Pîroz hiz dikin, em usa jî edebyetên me hiz dikin, kîjan ku ser hîmê Kitêba Pîroz in. Mesele, em distînin kitêba, broşûra, jûrnala, û edebyetên din. Belê, em gelek qîmet dikin û razî ne bona xwarina ruhanî. Û em zanin ku ew xwarina ruhanî ji Yehowa ye. Bi saya vê xwarina ruhanî, em ruhanîda hişyar dimînin û baweriya xwe qewî xwey dikin (Tîto 2:2). w16.05 5:1-3

Şemî, 6 Cotmeh

Berê ruh ev e: Hizkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî, milûktî, xwegirtin. Hindava van tiştada qanûn tune (Galt. 5:22, 23, DT).

Ruhê pîroz dikare gelek tiştada me biguhêze. Mesele, ew alî me dike em Mesîhiyên hê baş bin, û usa jî berê ruh bidine kifşê. Berekî ew heye hizkirin. Em Xwedê hiz dikin, lema temiyên wî bona me bargiran nînin, û hin jî em dixwazin gura wî bikin û dixwazin ew me biguhêze. Ruhê pîroz usa jî mera qewatê dide, ku em nekevine ber bayê vê dinyayê (Efes. 2:2). Pawlosê şandî çaxê cahil bû, nava serwêrên rêlîgiya Cihûyada bû, yên ku qure û babax bûn. Lê bi saya ruhê pîroz ew hate guhastinê. Ewî nivîsî: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlî. 4:13). De were em mîna Pawlos, bi milûktî timê ji Yehowa ruhê pîroz bixwazin. Yehowa wê ese caba duayên me bide (Zeb. 10:17). w16.06 1:12

Led, 7 Cotmeh

Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî (Eyan. 4:11).

Yehowa Xwedayê me tek e û yek e. Lema, em gerekê xût tenê wî bihebînin û bi temamî wîra amin bin. Em nikarin hebandina xwe Yehowara tevî hebandina xudanên din kin, usa jî tevî fikir û kirên qelp kin. Em gerekê timê bîra xweda xwey kin, ku Yehowa ne ku tenê ji xudanên din mezintir e, yan ji wan qewattir e, lê Xwedêyê rast tenê Yehowa ye. Û em gerekê tenê wî bihebînin. Em gerekê nehêlin ku jîyîna meda tu tişt ciyê pêşin bigire, xêncî Yehowa. Lê ew çi tişt in ku dikarin ciyê pêşin bigirin? Yehowa Deh Qanûnada cimeta xwera zelal got, ku xêncî wî gerekê tu xudanên wan tune be. Usa jî ewî got, ku ewana kirên usa nekin, kîjan ku pûtparistiyêva girêdayî ne (Qan. Dcr. 5:6-10). Îro cûre-cûre pûtparistî heye, û hinek ji wan, tiştên usa nin ku çetin e têderxî wekî pûtparistî ye. Lê dewakirinên Yehowa nehatine guhastinê, ew dîsa jî “tek e”. Were em niha pêbihesin ku ew yek bona me çi tê hesabê (Marq. 12:29). w16.06 3:10, 12

Duşem, 8 Cotmeh

Heger hûn neheqiyêd merivaye hindava weda ku dikin bibaxşînin, Bavê weyî Ezmana jî wê we bibaxşîne (Met. 6:14).

Çaxê Petrûs ji Îsa pirsî, gelo gerekê em “heta heft cara” bibaxşînin? Îsa caba wî da: “Ez nabêjime te heta heft cara, lê heta heftê cara heft”. Eyan e, ku bi wan giliya Îsa dixwast bigota, ku em timê hazir bin bibaxşînin (Met. 6:15; 18:21, 22). Bîra xweda xwey kin ku kêmasiyên me gişka hene, û cara emê jî yên din bixeyîdînin. Hergê me têderxist ku me kesek xeyîdandiye, Kitêba Pîroz me şîret dike ku em gerekê herin, û baxşandinê ji wî bixwazin û li hev bên (Met. 5:23, 24). Belê, em gelek razî ne çaxê yên din şaşiyên me dibaxşînin. Û em jî gerekê hindava wan usa bin (1 Korn. 13:5; Kols. 3:13). Hergê em bibaxşînine meriva, Yehowa jî wê bibaxşîne me. Çaxê em divînin ku meriv şaşiya dikin, were em rem bin hindava wanda, çawa Xwedêyê me hindava me rem e. (Zeb. 103:12-14.) w16.06 4:15, 17

Sêşem, 9 Cotmeh

Ez Mizgîniyê şerm hesab nakim, çimkî ew qewata Xwedê ye, bona xilazbûna hemû bawermenda (Rom. 1:16).

Wan rojên axiriyêda cimeta Yehowa bela dikin “mizgîniya Padşatiyê . . . ku hemû miletara bibe şedetî” (Met. 24:14). Ew “mizgînî” ku em bela dikin, ew usa jî tê hesabê mizgîniya qenciya nehêja ji Xwedê. Lê çira em dikarin ewê yekê bêjin? Çimkî hemû kerem, kîjan ku emê bistînin bi saya Padşatiya Xwedê, ji qenciya Yehowa tê (Kar. Şand. 20:24; Efes. 1:3). Belê, Pawlos gelek razî bû ji Yehowa bona qenciya wî. Lê hûn razî ne ji Xwedê seva qenciya nehêja, ku ew hindava me dide kifşê? (Rom. 1:14, 15). Rast e em merivne gunekar in, lê ji qenciya Yehowa em gelek cûre karê distînin. Me gelek kerem standiye ji Yehowa, lema em borcdar in merivên dinênara jî gilî kin derheqa hizkirina Yehowa. Em usa jî wanra gerekê gilî kin, ku çi karê ewana dikarin bistînin ji hizkirina wî. w16.07 4:4, 5

Çarşem, 10 Cotmeh

Hûn jî hazir bin, çimkî ew siheta ku dilê wera derbaz nabe, Kurê Însanê bê (Lûqa 12:40).

Çend roj pêşiya mirina xwe, Îsa sê cara şagirtên xwe pêşda şîret kir derheqa “serwêrê vê dinyayê” (Yûhn. 12:31; 14:30; 16:11). Îsa zanibû ku Mîrê-cina wê meriva bixalifîne, seva ku ewana guh nedine pêxembertiya Xwedê derheqa axiriyê (Sêfn. 1:14). Mîrê-cina bi saya rêlîgiyên qelp meriva dixapîne. Hûn dîna xwe didinê ku nihêrandina meriva ça ye? Gelek eyan e ku Şeytan “şevereşa kora aniye ser femê nebawera”. Û lema meriv ne jî bawer dikin, ku xilaziya vê dinyayê nêzîk e, û ku niha Îsa Mesîh Padşatiya Xwedêda serwêrtiyê dike (2 Korn. 4:3-6). Çaxê em dibêjin derheqa xilaziya vê dinyayê, heçî zef meriv guh nadine me. Em gerekê nehêlin, ku nihêrandina meriva ser me hukum be. Çimkî em zanin rastiya vê yekê, ku çiqas ferz e em hişyar bimînin. w16.07 2:11, 12

Pêşem, 11 Cotmeh

Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin jî qedirê mêrê xwe bigire (Efes. 5:33, DT).

Çaxê bûk û zeva roja dewatê hev divînin, bi giliya nayê gotinê ku şabûna wana çiqas zef e. Xebera Xwedê şîreta bîlanî dide wan, yên ku dixwazin bizewicin. Çimkî Sazkarê zewacê Yehowa dixwaze, wekî cotê zewacê bi rastiyê şabûnê bistînin zewaca xweda (Metlk. 18:22). Lê yeke Xebera Xwedê dibêje, ku cotên zewacê ça merivên gunekar “wê rastî oxirmêd giran bên” (1 Korn. 7:28). Ew oxirmên giran, dêmek problêm, ça dikarin kêm bin? Û çi dikare zewaca Mesîhîtî bextewar ke? Kitêba Pîroz dibêje ku hizkirin gelek ferz e. Hene cûrên hizkirinê, û ewan hemû cûra mêr û jin zewacêda gerekê bidine kifşê. Mesele, dilşewatî (Ser zimanê Yûnanî, fîlêa) gelek lazim e zewacêda. Hizkirina romantîk jî (êros) lazim e orta mêr û jinda. Usa jî hizkirina hindava malbetê (storgê) gelek ferz e, îlahî çaxê malbetêda zar hene. Lê heye hizkirineke usa, kîjan ku ser hîmê prînsîpa ye, û bi rastiyê malbetê bextewar dike. Ew heye hizkirina agapê. w16.08 2:1, 2

Înî, 12 Cotmeh

Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe (1 Tîmt. 4:16).

Tîmotêyo xizmetiyêda îda cêribandî bû. Lê çira wîra lazim bû ku hê pêşda here? Tîmotêyo zanibû ku ça meriv û usa jî derece têne guhastinê. Lema ewî fem dikir ku ew gerekê mêtodên hînkirina xwe biguhêze. Çimkî usa ewî wê bikaribûya bigîhanda dilê meriva. Em jî gerekê usa bikin, çaxê mizgîniyê bela dikin. Gelek car çaxê em mal bi mal xizmet dikin, meriv malda nînin. Hine ciyada jî, em nikarin meriva malda bivînin, çimkî deriya vê avayê kîderê ku ewana dijîn dadayî ne. Hergê mihala weda jî usa ye, gelo hûn dikarin mêtodên din bidine xebatê, seva wan merivara mizgîniyê gilî kin? Belakirina mizgîniyê ciyên ku gelek meriv hene, mêtodeke gelek baş e. Ew cûrê xizmetiyê gelek mizgînvana xweş tê. Ewana diçine ciyên sekinandina trêna, otobûsa, usa jî dikana û parka, seva ku tevî meriva xeberdin. w16.08 3:14-16

Şemî, 13 Cotmeh

Qolanê milêd xweye sistbûyî û qudûmê çokêd xweye bê taqet bişidînin (Îbrn. 12:12).

Yehowa biratiya hemdinyayê da me, dêmek xûşk-bira, yên ku dikarin alî me bikin û me qewî kin (Îbrn. 12:12, 13). Qirna yekêda gelek Mesîhî ji xûşk-bira alîkariya ruhanî distandin û qewî dibûn. Roja îroyîn jî usa ne. Lê em çi dikarin bikin? Bifikirin ku çawa Harûn û Hûr bi rastiyê destê Mûsa digirtin (Derk. 17:8-13). Lê em ça dikarin destên sist qewî kin? Em gerekê dîna xwe bidin ku kê hewcê alîkariyê ye, û çida lazim e alî wan bikin. Mesele, merivên emirda mezin, sihet-qewata kê jî xirab e, yan ewên ku neferên malê miqabilî wan dertên, yên ku tenê ne, yan ewên ku merivê xweyî nêzîk unda kirine. Em usa jî dikarin cahila qewî kin, çimkî ewana vê dinyayêda rastî cêribandina tên. Ev dinya, wana hêlan dike ku ewana tiştên nerast bikin, yan jî pêşdaçûyî bin mesele xwendina bilindda, matêriyalîda, yan profêsiyêda (1 Têsln. 3:1-3; 5:11, 14). Bifikirin ku wedê civatê, xizmetiyê, nanxwarinê, yan çaxê pê têlê xeberdidin, hûn ça dikarin halê xûşk-bira bipirsin û çida dikarin alî wan bikin. w16.09 1:13, 14

Led, 14 Cotmeh

Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin (1 Korn. 10:31).

Em borcdar in ber Xwedê, xûşk-birên xwe û usa jî ber merivên din, ku kincê usa xwe kin, wekî layîqî wê mizgîniyê be, kîjan ku em bela dikin. Xêncî wê yekê, bi kincxwekirina xwe, em Yehowa rûmet dikin (Rom. 13:8-10). Gelek ferz e kincê layîqî xwe kin, îlahî çaxê şixulên ruhanî dikin, mesele çaxê têne ser civatê û çaxê em xizmet dikin. Em gerekê usa xwe kin, “çawa li wan [meriva] dikeve, yêd ku navê xwedênasiyê hildane ser xwe” (1 Tîmt. 2:10). Hine kinc dibeke cîkî layîq bin, lê ciyên din dikare nelayîq bin. Lema jî Şedên Yehowa hildidin hesab qeydên wî cîyî, kîderê dijîn, wekî qedir bidin kifşê hindava merivên wî cîyî. Çaxê em diçine civatên mezin, kincxwekirina me gerekê maqûlî û milûktî be, ne ku nelayîq, mîna ya wê dinyayê. Usa emê firnaq bin, ku em xwe didine kifşê ça Şedên Yehowa. Û hin jî wî çaxî emê hêsa bikaribin mizgîniyê bela kin çaxê mecal hebe. w16.09 3:7, 8

Duşem, 15 Cotmeh

Her malek bi destê yekî tê çêkirinê, lê yê her tişt efirandiye, Xwedê ye (Îbrn. 3:4).

Giliyên Pawlos gelek bi logîkî ne û qewî ne. Belê, tiştekî sax û çetin xwexa wê çênebûya. Mêtodeke usa bidine xebatê çaxê hûn xeber didin tevî wî merivî, yê ku Kitêba Pîrozda dudilî ye. Pêbihesin ku ew çi bawer dike û têderxin ku kîjan têma wê jêra hewas be (Metlk. 18:13). Hergê ew zandariyê hiz dike, jêra gilî kin ku ça Kitêba Pîroz aliyê zandariyêda rast e. Yan hergê ew hiz dike têma derheqa terîxiyê, gilî ke ku ça pêxembertiyên Kitêba Pîroz hatine sêrî û ça ew aliyê terîxiyêda rast e. Wan merivara, yên ku dixwazin pêbihesin ça dikarin hê bextewar bin, gilî ke ku ça prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî wan bikin. Wanra meselê bîne derheqa hînkirina Îsa ser çiyê, ku kitêba Metta serê 5-7-da nivîsar e. Cahilno, bîra xweda xwey kin wekî nêta we gerekê ew be ku dilê meriva bikirin, ne ku tevî wan bikevine dewê. Lema jî, çaxê hûn pirsa didine wan, rind guh bidine wan. Bi qedir tevî wan xeberdin, îlahî tevî yê emirda mezin. Usa ewana wê hêlan bin, ku qedirê baweriya we bigirin. w16.09 4:14-16

Sêşem, 16 Cotmeh

Hevdu qebûl kin (Rom. 15:7).

Seva ku alî merivên xerîb bikin, wekî ewana civatêda xwe texmîn kin çawa mala xweda, pirseke usa bidine xwe: “Hergê ez welatê xerîbda bûma, minê bixwesta ku meriv hindava min çi cûreyî bûna?” (Met. 7:12). Bi sebir bin hindava wan, çimkî wanra çetin e welatê xerîbda bijîn. Serê-sêrîda, dibeke em bi temamî fikirên wan yan kirên wan fem nekin, çimkî em ji hev cude dibin. Lema em gerekê dewa nekin ku ewana bêne ser qeydê me, lê ewana çi cûreyî ne usa wana qebûl kin. Hergê hûn hê zêde pêbihesin derheqa welat û edetên wan, hûnê tevî wan hê hêsa xeberdin. Wedê qulixkirina tevî malbetê, hûn dikarin lêkolîn bikin derheqa edetên wan, yên ku têne civata me. Usa jî hûn dikarin hê nêzîkî wan bin, çaxê wana teglîf kin mala xwe ser nanxwarinê. Yehowa “dergehê baweriyê” ber hemû mileta vekir. Were em jî çev bidine wî, û derê mala xwe vekin bona xerîba, yên ku tevî me Xwedêra qulix dikin (Kar. Şand. 14:27; Galt. 6:10; Îb. 31:32). w16.10 1:15, 16

Çarşem, 17 Cotmeh

Ser wî bifikirin, ku çawa li wan gunekarêd miqabilî xwe sebir kir (Îbrn. 12:3).

Çaxê Pawlos gilî kir derheqa cûre-cûre mêr û jinên amin, ewî paşê gilî kir derheqa wî kesî, kîjan bû meseleke lape qewî. Ew hebû Îsa Mesîh. Îbranî 12:2-da Pawlos got, wekî Îsa “bona wê şabûna pêşiya xwe”, stûna cefayê hilda, “şerm ber tiştekî hesab nekir, paşê kêleka Xwedêye rastê ser text rûnişt”. Îsa cefê giran kişand û Xwedêra amin ma çimkî baweriya wî qayîm bû, û em gerekê kûr bifikirin ser mesela wî. Gelek Mesîhiyên qirna yekêda emirê xwe unda kirin, çimkî mîna Îsa amin man Xwedêra. Mesele ji wana yek Antîpas bû (Eyan. 2:13). Lê ew hemû Mesîhiyên amin, xelata xwe îda standine. Ewana jî, mîna xizmetkarên berê, hîviyê bûn “wekî ji mirinê rabin bigihîjne jîyîneke hê qenc” (Îbrn. 11:35). Û ew hemû Mesîhiyên amin, paşî sala 1914, çaxê Padşatiya Xwedê saz bû, hatine saxkirinê wekî bijîn ser ezmana û tevî Îsa serwêrtiyê erdê bikin (Eyan. 20:4). w16.10 3:12

Pêşem, 18 Cotmeh

Her roj dil bidine hev (Îbrn. 3:13).

Hine dê-bav payê zarên xwe nadin, çimkî dê-bavê wan jî dil nedidane wan. Merivên mezin jî hewcê paya ne, mesele, gelek xebatçî dikine kute-kut çimkî ewana bona şixulê xwe qe paya nastînin. Em dikarin dil bidine meriva, çaxê payê wan didin seva kirê wanî baş. Usa jî em dikarin wana dilgerm kin bi vê yekê, ku wanra bêjin wekî hunurên wanî baş hene, yan jî em dikarin ber dilê wanda bên çaxê ewana dilteng in (1 Têsln. 5:14). Xebera Yûnanî ku tê hesabê “dil bidine” ber kesekî, raste-rast tê hesabê “kêleka kesekî bisenin”. Belê, em gelek car tevî xûşk-birên me ne, û gelek mecalên me hene wekî giliyên şîrin wanra bêjin seva dil bidine wan (Waîz 4:9, 10). Wê kêrhatî be hergê em pirsê bidine xwe: “Gelo ez mecalê divînim wekî yên dinênara bêjim, ku çira ez wana qîmet dikim û hiz dikim?” Pêşiya ku caba vê pirsê bidin, wê baş be ser vê rêzê bifikirin: “Gotina ku ciyê xweda tê gotinê, çiqas xweşik e!” (Metlk. 15:23). w16.11 1:3-5

Înî, 19 Cotmeh

Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne (Zeb. 133:1).

Çaxê cimeta Îsraêlê gura Yehowa dikir, nava wanda timê terbetî û yektî hebû. Yehowa derheqa cimeta xwe pêxembertî kir: “Mîna keriyekî di nava çêregeha xweda ne, bînim cem hev” (Mîx. 2:12). Hin jî Yehowa bi Sêfanya pêxember jî pêşda got: “Ji ber ku wekî bi dilekî ji Xudanra qûltiyê bikin, bona hemû bangî navê Xudan bikin, ezê wî çaxî lêvên paqij bidim neteweyan” (Sêfn. 3:9). Çiqas qedirekî mezin e bona me, wekî em dikarin yektiyêda Yehowa bihebînin! Belê, rind eyan e, wekî Xebera Xwedê alî Mesîhiyên qirna yekê kir, ku civatêda temizayî, edilayî, û yektî xwey kirin (1 Korn. 1:10; Efes. 4:11-13; 1 Pet. 3:8). Îro, bi saya wan meriva yên ku teşkîleta Xwedêda yektiyêda nin, mizgîniya Xwedê ser temamiya erdê tê belakirinê. w16.11 2:16, 18

Şemî, 20 Cotmeh

Hûn ... kahînêd padşatiyê, miletê buhurtî, cimeta Xwedê, wekî keremetêd wî bikine dengî, yê ku hûn ji terîstaniyê gazî . . . kirine (1 Pet. 2:9).

Wî wedeyî gelek meriv dikaribûn Kitêba Pîroz bixûnin ser zimanê Yûnanî yan jî Latînî. Û wana dikaribû hînkirinên Xebera Xwedê, beramberî hînkirinên dêrê bikin. Çaxê wana Kitêba Pîroz dixwend, hineka têderdixistin wekî dêr tiştên qelp hîn dikin, çi ku ser hîmê Kitêba Pîroz nîbû, lema ew meriv ewan hînkirina qebûl nedikirin. Lê bona wan ew yek gelek xof bû, çimkî hergê wana ew fikirên xwe eyan bigotana, dikaribûn bihatana kuştinê jî. Wede derbaz dibû, û meriv zimanê Yûnanî û Latînî îda hindik didane xebatê. Lê serwêrên dêra nedixwestin, wekî Kitêba Pîroz ser zimanên belabûyî bê welgerandinê, kîjan ku merivara femdarî bû. Hergê kesek tevî hînkirinên dêrê qayîl nîbû, wî qayîm ceza dikirin. Lema, hergê dihate sitandinê wekî tevayî top bin, xizmetkarên Xwedêyî amin dêmek rûnkiriya, gerekê dizîkava kom bi kom top bûna seva ku nekevine çeva. Rûnkirî jî, dêmek “kahînêd padşatiyê”, nikaribûn bi organîze tevayî Xwedêra xizmet kirana. Meniya wê yekê ew bû wekî Babîlona Mezin wî çaxî meriva qayîm kire bin destê xwe! w16.11 4:8, 10, 11

Led, 21 Cotmeh

Yêd neheq wê Padşatiya Xwedê war nebin (1 Korn. 6:9).

Em gerekê xwe dûr bigirin ji gunên usa giran, ça mesele hine Korintiya dikirin. Û ew yek ferz e, çimkî hergê “gune serwêriyê” me bike, wî çaxî emê nikaribin hîviya kerema Xwedê bin. Lê hergê em gunên biçûk dikin, gelo em dikarin bêjin, wekî em rastî bi dil û can gura Xwedê dikin? (Rom. 6:14, 17). Bifikirin derheqa Pawlosê şandî. Em dikarin dudilî nebin ku ewî kirên usa nedikir, kîjan ku 1 Korintî 6:9-11-da têne gilîkirinê. Lê yeke ewî fem dikir, wekî “gune ser wî ye”. Ewî nivîsî: “Ez xûn û goşt im, xulamekî gunera firotî. Çimkî ez fem nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber çevê min reş e” (Rom. 7:14, 15). Rast e Pawlos gunên giran nedikir, lê ji wan rêza tê kifşê, wekî Pawlos miqabilî hine tiştên din şer dikir, yên ku ewî hesab dikir ça gune. Ewî tiştên biçûkda jî dixwast dilê Xwedê şa ke (Rom. 7:21-23). Were em jî çev bidine wî û hemû tiştîda bi dil û can gura Yehowa bikin. w16.12 1:15, 16

Duşem, 22 Cotmeh

Tu barê xwe bide ser Xudan, ewê hilgire dewsa te (Zeb. 55:22).

Çaxê hûn seva tiştekî berxwe dikevin, dilteng dibin, yan diçerçirin, dilê xwe jêra vekin û gilî kin derheqa çetinayên xwe. Çaxê hûn aliyê xweda hemû tiştî dikin, seva çetinayê derbaz kin, lê çetinayî dîsa dimîne, berxwe nekevin, bi dil dua bikin Xwedêra. (Zeb. 94:18, 19). Çawa Fîlîpî 4:6, 7-da tê gotinê, Yehowa dikare caba dua û recayên me bide. Lê gelo çawa? Çaxê dilê meda û hişê meda derd hene, Xwedê dilrihetiyê dide me, wekî em aza bin ji wan derda. Gelek xûşk-birên me ser xwe texmîn kirine, wekî wedê tengasiya, ewana ne ku tevhev bûne û tirs ketiye dilê wan, lê Xwedê edilayî û dilrihetî daye wan ku ji hiş-aqilê meriva zêdetir e. Hûn jî dikarin ser xwe texmîn kin evê yekê. “Edilayîya Xwedê” dikare alî me bike her tengasî û çetinaya derbaz kin! Bi temamî îtbariya xwe vî sozê Xwedê bînin: “Tu netirse, ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; . . . belê, ezê alî te bikim” (Îşa. 41:10). w16.12 3:3, 4

Sêşem, 23 Cotmeh

Bi baweriyê Mûsa gava mezin bû, nexwest ku “kurê qîza Firewin” bê hesabê (Îbrn. 11:24).

Mûsa pişta xwe da xiznên Misirê, çimkî difikirî ku “hê qenc e tevî cimeta Xwedê biçerçire, ne ku wextekî kin nava kêfa gunada derbaz ke” (Îbrn. 11:25, 26). Were em çev bidine wan merivên amin, mesele Mûsa, wekî azaya xwe qîmet kin û bidine xebatê seva qirara Xwedê bînin sêrî. Hergê em hesab dikin wekî hê baş e dewsa me kesekî din safîkirina bike, wî çaxî em dikarin unda kin kerema. Derheqa wan kerema tê gotinê Qanûna Ducarî 30:19, 20-da. Rêza 19-da tê gotinê wekî Xwedê çi bijartin da Îsraêliya. Rêza 20-da em pêdihesin ku Yehowa mecal da wan, wekî ewana jêra nîşan kin çiqas wî hiz dikin. Em jî dikarin bijbêrin wekî Yehowa bihebînin. Mecala meye baş heye wekî pêşkêşa azayê bidine xebatê, seva nîşan kin ku em çiqas Xwedê hiz dikin û dixwazin wî hurmet-rûmet kin! w17.01 2:10, 11

Çarşem, 24 Cotmeh

Îtbariya xwe Yehowa bîne û qenciyê bike . . . û aminiya xwe xwey ke (Zeb. 37:3, DT).

Yehowa dixwaze ku em wan fereseta, ku ew daye me, rast bidine xebatê. Lê gelo çira? Çimkî ew me hiz dike û zane ku hergê wan pêşkêşa, dêmek fereseta bidine xebatê, emê bextewar bin. Rast e Yehowa dixwaze, wekî em feresetên xwe bidine xebatê, lê ew usa jî zane ku qewata me haqas nagihîjê wekî bi temamî wan fereseta bidine xebatê. Mesele, em nikarin ne qisûrtiyê, ne gune û ne jî mirinê bidine hildanê. Em usa jî nikarin merivên din kontrol kin, çimkî azaya bijartina hemû meriva heye (1 Padş. 8:46). Û firqî tune zanebûna me çiqas heye yan em çiqas cêribandî ne, yeke em ber Yehowa timê çawa zar bin (Îşa. 55:9). Em gerekê timê rê bidine Yehowa wekî ew rêberiyê me bike, û îtbariya xwe wî bînin ku ew wê alî me bike. Usa jî çi ku em nikarin bikin, ew wê bona me bike. Lê yeke Yehowa dixwaze, wekî em xwexa jî bifikirin derheqa vê yekê, ku em çi dikarin bikin, seva çetinaya safî kin û alî yên din bikin. Em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin û qenciyê bikin, û usa jî aminiya xwe xwey kin. w17.01 1:2-4

Pêşem, 25 Cotmeh

Bi minra derbaz bibe û ez li Orşelîmê, li cem xwe te xwedî bikim (2 Sam. 19:33).

Barzîlla got wekî ew wê neçe tevî Dawid. Gelo çira? Çimkî ew emirda mezin e û naxwaze wekî bibe bargiranî bona padşa. Ewî gote Dawid, wekî hê baş e dewsa wî Kîmham here, kîjan ku dibeke kurê wî bû (2 Sam. 19:31-37). Barzîlla merivekî şkestî bû, lema ewî safîkirineke rast kir, ew tevî Dawid neçû. Çira neçû? Menî ew nîbû ku ew difikirî wekî wê nikaribe şixulê zêde hilde ser xwe, yan jî dixwest kalbûna xweda rihet bijî. Lê ewî fem dikir ku qewata wî çiqas e, û lema hilneda ser xwe haqas, çiqas ku nikaribû (Galt. 6:4, 5). Em jî gerekê çev bidine Barzîlla. Hergê em dikevine heyra navê xwe, mesele, navê xwe bilind dikin seva gişk me qebûl kin, hingê em dikarin bibine kubar, û merivara bikevine lecê. Lê ew yek xêncî zirarê, wê karê mera neyne (Galt. 5:26). Lê çaxê em şkestî bin, emê hemû tiştî bikin seva Xwedê rûmet kin û çiqas dikarin alî merivên din bikin (1 Korn. 10:31). w17.01 4:5, 6

Înî, 26 Cotmeh

Xwedê dîna xwe da hemû kirina xwe ku va yê ew gelekî qenc bûn (Destp. 1:31).

Yehowa Efirandarekî himzor e. Her tişt çi ewî çêkiriye, gelek baş û hewas in (Yêrem. 10:12). Yehowa ji hizkirinê hemû efrînara sînor danî. Ewî qanûn danîn bona tebiyetê û usa jî qanûnên namûsiyê. Ewî usa kir ku hemû tişt dinyayêda bi terbetî bin (Zeb. 19:7-9). Çi ku gerdûnêda heye li gora qirara Xwedê cîwar in. Standartên hevkariyê nav hemû tiştên efirandî, ji aliyê Yehowava hatine danîn. Mesele, qanûna gravîtasyayê atmosfêra nêzîkî erdê digire, usa jî ew xwey dike wekî okêan ji ciyê xwe derneyên. Bêy gravîtasyayê jîyîn ser erdê wê tune bûya. Hemû efrîn, dêmek meriv jî, bin wan sînora û qanûnada dijîn. Eyan e, wekî ew terbetî nava efrînada dide kifşê qirara Xwedê seva erdê û meriva. Xizmetiyêda em dikarin dîna meriva bidin ser wan şixulên destê Efrandar û derheqa wî gilî kin (Eyan. 4:11). w17.02 1:4, 5

Şemî, 27 Cotmeh

Xwedê [Mûsa] bi destê wî milyaketê ... ew çawa serwêr û xilazkir şand (Kar. Şand. 7:35).

Paşî Mûsa, “fermandarê artêşa Xudan”, dêmek milyaket, alî Yêşû kir wekî ew şerda Kenaniya alt ke. (Yêşû 5:13-15; 6:2, 21). Wede şûnda, ordiya Asûra Hizqiya Padşa dane tirsandinê, wekî wê Orşelîmê kuta kin. Lê yeke nava şevekêda, “milyaketê Xudan derket” û 185 000 eskerên Asûra kuşt (2 Padş. 19:35). Rast e milyaketa gelek alîkarî didane rêbera, lê wana dîsa jî şaşî dikirin. Mesele, carekê usa qewimî ku Mûsa rûmet neda Yehowa (Jimar 20:12). Yêşû çaxê tevî Gîbeonya peyman girêdida, ji Yehowa nepirsî hela lazim e ewê yekê bike yan na (Yêşû 9:14, 15). Wedekî, Hizqiya qure bû (2 Dîr. 32:25, 26). Rast e, ew mêr gunekar bûn, lê ji Îsraêliya dihate dewakirinê, wekî pey rêberiya wan herin. Yehowa bi saya milyaketên xwe alî wan mêra dikir, dêmek eyan bû ku Yehowa xwexa rêberî cimeta xwe dikir. w17.02 3:7-9

Led, 28 Cotmeh

Bira heta-hetayê pesin, hurmet, rûmet û qewat li Yê ser text rûniştî, usa jî li wî Berxî be (Eyan. 5:13).

Çaxê em kesekî hurmet dikin, ew tê hesabê wekî em hindava wîda bi cûrekî mexsûs in û qedirê wî digirin. Lê femdarî ye, wekî em bêmenî hurmetê nadine kesekî, lê meniyên me hene. Mesele, hergê ewî kesî kirê usa kiriye ku rastî jî hêjayî hurmetê ye, yan jî hergê ew ciyê bilind digire. Niha pirs pêşda tê: Gelo em kê gerekê hurmet kin û çira ew hêjayî hurmetê ye? Were şêwir kin caba vê pirsê. Çawa Eyantî 5:13 zelal dide kifşê, ku Yehowa “Yê ser text rûniştî” û “Berx”, bêşik hêjayî hurmet-rûmetê ne. Eyantî serê 4-da em pêdihesin derheqa menîkî ku çira Yehowa hêjayî hurmetê ye. Li wêderê em dixûnin wekî efirînên ruhanî bi dengê bilind pesina didine Yehowa, “Yê ku . . . Heta-hetayê sax e”. Ewana dibêjin: “Ya Xudan Xwedêyê me, tu hêja yî ku rûmet, hurmetê û qewatê bistînî. Çimkî te her tişt efirandin û bi xwestina te ew efirîn û hene” (Eyan. 4:9-11). w17.03 1:1, 2

Duşem, 29 Cotmeh

Yê xweda . . . [bawer e], ew axmax e (Metlk. 28:26).

Vê dinêda ev gilî-gotin gelek belabûyî ye: Dilê te ça dixwaze usa jî bike. Lê ew yek gelek xof e û hin jî ne ser hîmê Kitêba Pîroz e. Kitêba Pîroz me şîret dike wekî pê xwestina dilê xwe safîkirina nekin. Serhatiyên ji Kitêba Pîroz didine kifşê, ku çaxê meriv guh dide dilê xwe, ew dikare axiriya nebaş bîne. Gelo çira? Çimkî “dil ji her tiştî zêdetir xapînokî ye û qels e” (Yêrem. 3:17; 13:10; 17:9; 1 Padş. 11:9). Lê çi dikare biqewime hergê em guh didine dilê xwe û dihêlin ku dilê me hukum ke ser fikir û kirên me. Mesele, çaxê em hêrs in, çetin e safîkirina baş bikin. Û diqewime we xwexa jî emirê xweda ew yek texmîn kiriye (Metlk. 14:17; 29:22). Yan jî çaxê em dilteng in, hingê jî wê neaqilayî be safîkirina bikin (Jimar 32:6-12; Metlk. 24:10). Belê, çaxê em safîkirinên ferz dikin, em gerekê fesal bin ku pey xwestina dilê xwe neçin. w17.03 1:1, 2

Sêşem, 30 Cotmeh

Ez bi aminî û bi hemûya dil li ber te digeriyam (2 Padş. 20:3, DT).

Em gişk gunekar in û şaşiya berdidin. Lê em gelek ji Yehowa razî ne, ku ew “weke guneyêd me, serê me nake”. Ewî Îsa qurban kir seva gunên me bêne baxşandinê. Û hergê em milûk in û gunên xwe tînin rûyê xwe, Xwedê dibaxşînine me (Zeb. 103:10). Lê çawa ku Dawid gote Silêman, seva ku Yehowa xizmetiya me qebûl ke, em gerekê “bi hemûya dil” jêra xizmet kin (1 Dîr. 28:9). Merivê ku “bi hemûya dil” Xwedêra xizmet dike, timê jêra amin dimîne. Xebera “dil” Kitêba Pîrozda gelek car tê hesabê ku meriv dilda yekî ça ne, dêmek xwestin, fikir, xeyset-hunur, fereset û nêtên wî çi ne. Merivê ku bi hemûya dil Yehowara xizmet dike, bêhemdê xwe Yehowa nahebîne, lê bi xwestina xwe. Rast e em gunekar in, lê hergê em bi temamî Xwedêra amin bimînin, em dikarin bêjin wekî em bi hemûya dil Xwedêra xizmet dikin (2 Dîr. 19:9). w17.03 3:1, 3

Çarşem, 31 Cotmeh

[Yehowa] . . . yên nimize belengaz divîne, kubara jî dûrva nas dike (Zeb. 138:6).

Hergê me şixulekî mezin kiriye, diqewime wî wedeyî Yehowa me dihêle, seva eşkere be hela dilê meda çi ye. Bidine ber çevê xwe, birak cefa dîtiye wekî xwe hazir ke bona gotarê. Ewî ev gotar ber gelek guhdara xwendiye û paşê xûşk-bira nêzîkî wî dibin û bona gotarê payê wî didin. Gelo ew wê ça xwe bide kifşê, wê qure be, yan na? Çaxê payê me didin, wê baş be timê evan giliyên Îsa bînin bîra xwe: “Gava ew hemû tiştêd ku wera hatine emirkirinê bikin, bêjin: ‘Em xulamêd bêkêr in. Çi ku li me diket, me ew kir’” (Lûqa 17:10). Ji şaşiya Hizqiya em dîsa derseke baş hîn dibin. Çaxê ew bû yekî qure, ewî qenciyên Xwedê neşêkirand (2 Dîr. 32:24-27, 31). Ew mera ders e wekî timê bifikirin ku Xwedê çi bona me dike. Ew yek wê alî me bike ku qure nebin, çimkî ew hunur ber çevê Yehowa reş e. Timê şikiriyê bidine Yehowa, yê ku bi aminî alîkariya cimeta xwe dike. w17.03 4:12-14

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin