KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es18 rûp. 108-118
  • Mijdar

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mijdar
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
  • Binserî
  • Pêşem, 1 Mijdar
  • Înî, 2 Mijdar
  • Şemî, 3 Mijdar
  • Led, 4 Mijdar
  • Duşem, 5 Mijdar
  • Sêşem, 6 Mijdar
  • Çarşem, 7 Mijdar
  • Pêşem, 8 Mijdar
  • Înî, 9 Mijdar
  • Şemî, 10 Mijdar
  • Led, 11 Mijdar
  • Duşem, 12 Mijdar
  • Sêşem, 13 Mijdar
  • Çarşem, 14 Mijdar
  • Pêşem, 15 Mijdar
  • Înî, 16 Mijdar
  • Şemî, 17 Mijdar
  • Led, 18 Mijdar
  • Duşem, 19 Mijdar
  • Sêşem, 20 Mijdar
  • Çarşem, 21 Mijdar
  • Pêşem, 22 Mijdar
  • Înî, 23 Mijdar
  • Şemî, 24 Mijdar
  • Led, 25 Mijdar
  • Duşem, 26 Mijdar
  • Sêşem, 27 Mijdar
  • Çarşem, 28 Mijdar
  • Pêşem, 29 Mijdar
  • Înî, 30 Mijdar
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2018
es18 rûp. 108-118

Mijdar

Pêşem, 1 Mijdar

Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribim caba qardarêd xwe bidim (Metlk. 27:11).

Bi giliyên Şeytan, tê bêjî meriv pê hizkirina qelp Yehowara xizmet dikin (Îb. 2:4, 5). Lê gelo Şeytan fikirên xwe guhast paşî wan giliya? Tu car na! Çaxê ew hate avîtinê ji ezmana, ew dîsa jî “xeybkirê xûşk-birêd” me ye û “şev û roj ber Xwedêyê me xeyba wan” dike! (Eyan. 12:10). Şeytan heta niha berdewam dike aminiya me hindava Yehowa bike bin şikê. Ew gelek dixwaze wekî em wedê çetinaya dilteng bin û piştgiriya serwêrtiya Xwedê nekin. Çaxê cêribandinêda şer dikî ku amin bimînî, bide ber çevê xwe dereca ku nayê dîtin. Şeytan û cinên wî dîna xwe didine te û dibêjin ku tuyê cêribandinêda bidî der. Lê aliyê din, Yehowa, Kurê wî, rûnkiriyên ku sax bûne, û hezara milyaket, te dinihêrin. Ewana aliyê te ne, û tera firnaq dibin ku tu sebir dikî û amin dimînî Yehowara. Û hingê tu ji Yehowa hîvîkirinekê dibihêyî ku vê rêza rojêda tê gotinê. w16.04 2:8, 9

Înî, 2 Mijdar

Yekî yan duduyêd din jî tevî xwe hilde (Met. 18:16).

Hergê bi saya şedekî problêm safî bû, tuyê “birê xwe qazinc” kî. Lê hergê te tevî wî birayî gelek car xeberda, û nikarî tevî wî edilayê xwey kî, tenê wî çaxî tu gerekê herî rûspiyara gilî kî, seva ku ewana alî wî bikin. Gelek derecada, nelazim e her sê gava bikin, kîjan ku Metta 18:15-17-da tê gotinê. Lê gelo çira? Çimkî ew tê hesabê wekî çetinayî orta hevdu dikare zû safî be, û merivê ku neheqî kiriye, ji civatê wê neyê derxistinê. Gelek car, ewê ku neheqî kir divîne şaşiya xwe û gunê xwe tîne rûyê xwe. Û lema, merivê ku xeyîdiye, dibeke divîne wekî îda menî tune xeyîdê xwey ke, û dixwaze wî bibaxşîne. Dêmek çawa ji şîreta Îsa eyan e, nelazim e derbêra zû herine cem rûspiya. Em gerekê herin cem rûspiya tenê wî çaxî, hergê du gavên pêşiyê hatine kirinê û hergê îzbatkirina rast heye wekî ewî merivî neheqî kiriye. w16.05 1:15, 16

Şemî, 3 Mijdar

Ew ne ji dinyayê ne (Yûhn. 17:16).

Xêncî vê yekê, em tevnebûyînê xwey dikin, çimkî amin dimînin Padşatiya Xwedêra. Hergê em tevnebûyînê xwey nekin, îsafa me nikare temiz be, çimkî em mizgînê bela dikin, wekî tenê Padşatiya Xwedê dikare hemû problêmên însanetê safî ke. Rêlîgiyên qelp dikevine nava şixulê polîtîkayê, û usa meriva hev başqe dikin. Lê çimkî em tevnebûyînê xwey dikin, bi vê yekê em yektiyêda nin tevî xûşk-bira nav temamiya dinyayê (1 Pet. 2:17). Xilaziya dinya Şeytan nêzîk e, û tevnebûyîna me wê hê zêde bê cêribandinê. Lema em gerekê hazir bin ku îda nihada tevnebûyînê xwey kin. Eva dinya bi merivên “bêrem” û “culet” tije ye, lema ew dinya wê hê zêde hevbelabûyî be (2 Tîmt. 3:3, 4). Hine welatada, ji bo guhastinên derecên polîtîkayê, tevnebûyîna birên me hate cêribandinê. Ew yek dide kifşê ku em îda niha gerekê xwera qewî safî kin, ku timê tevnebûyînê xwey kin. Çimkî hergê em hîviyê bin heta ku em bêne cêribandinê, em dikarin tevnebûyînê xwey nekin. w16.04 4:3, 4

Led, 4 Mijdar

Meriv çi diçîne, wê jî diçine (Galt. 6:7).

Hinek meriv difikirin, wekî firqî tune ewana safîkirina ça dikin. Lê em dixwazin dilê Yehowa şa kin, û lema çaxê em safîkirina dikin, gerekê qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz hildine hesab. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa nihêrandina Xwedê seva xûnê, lema em gerekê usa bikin ça Kitêba Pîroz dibêje (Destp. 9:4; Kar. Şand. 15:28, 29). Dua wê alî me bike ku safîkirinên rast bikin, kîjan li gora qanûn û prînsîpên Kitêba Pîroz in. Safîkirinên me dikarin yan baş yan xirab ser me hukum bin. Çaxê em safîkirina baş dikin, ew yek heleqetiya me tevî Yehowa qewî dike. Lê çaxê em safîkirina nebaş dikin, ew yek dikare heleqetiya me tevî Yehowa xirab ke. Xêncî wê yekê safîkirinên me ser merivên din jî hukum dibin. Safîkirinên meye nerast dikarin ruhanîda ziyanê bidine merivên din, yan jî wan eciz kin. Usa jî em naxwazin seva wê yekê wanra bibine kevirê likumandinê, û usa yektiya civatê unda be. Belê, gelek ferz e ku em çi safîkirina dikin (Rom. 14:19). w16.05 3:4, 5

Duşem, 5 Mijdar

Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike (Îşa. 48:17, DT).

Yehowa qîmet dike, çaxê em wedê xwe bi bîlanî xerc dikin, seva timê Kitêba Pîroz bixûnin û hînbûna şexsî derbaz kin (Efes. 5:15, 16). Lê cara wedê me namîne ku hemû edebyeta bixûnin, kîjan ku em distînin. Vê yekêda dikare xof hebe, û lema em gerekê fesal bin. Gelo ew çi xof e? Hergê em bifikirin ku hine parên ji Kitêba Pîroz yan hine edebyetên me bona me nînin, ev yek gelek xof e. Lê çira em dikarin usa bifikirin? Mesele, çaxê em hine rêzên ji Kitêba Pîroz dixûnin, em dikarin bifikirin ku ew bona dereca me nîne. Yan em ji wan xwendevana nînin, bona kê jî ew edebyet hate derxistinê. Wî çaxî em çi dikin, tenê sera-bera dixûnin, yan hela hê qe ne jî dixûnin? Hergê usa ne, em dikarin înformasiya ferz berdin, kîjan ku wê mera gelek kar bianiya. Em gerekê bîra xweda xwey kin, ku hemû xwarina ruhanî ji Yehowa ye. w16.05 5:5, 6

Sêşem, 6 Mijdar

Heger yek neheqîkêda bê girtinê, hûn ku ruhanî ne, wî bînine ser riya rastiyê, lê bi ruhê milûktiyê (Galt. 6:1).

Yehowa me bi saya civatê û rûspiya diguhêze. Mesele, hergê rûspî têderdixin ku em ruhanîda sist bûne, ewana dixwazin alîkariyê bidine me. Lê ewana ji xwe evê yekê nakin, û bi xweva şîreta nadin. Dewsê, ewana bi milûktî Yehowara dua dikin, ku femkarî û bîlanî bide wan. Paşê ewana Kitêba Pîrozda û edebyetên meda înformasiya digerin, seva dereca meda hê rind alî me bikin. Heger emê rind fem kin ku Xwedê ça dikare meriva biguhêze, emê pê çevê rast ser xûşk-birên xwe binihêrin. Usa jî nihêrandina me hindava merivên deşta meda û ewên tevî kê em hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibin, wê bê guhastin. Xwedê zorê me nake, ku em bêne guhastinê. Dewsê, ew prînsîpên zelal dide me, seva em xwexa bi rezedilî guhastina bikin. w16.06 1:13, 14

Çarşem, 7 Mijdar

Tu bona xwe li tiştên mezin digerî . . . Negere! (Yêrem. 45:5).

Yûhennayê şandî şirovekir, ku hergê kesek tiştên vê dinyayê hiz dike, dêmek, “dilhavijî, çevhavijî û kubar-babaxî”, wî çaxî “hizkirina Bavê nava wîda tune” (1 Yûhn. 2:15, 16). Ew tê hesabê, ku em gerekê timê dilê xwe bicêribînin, hela em hiz dikin wedederbazkirina, hevaltiyê, stîla kincxwekirin û xemilandina usa, kîjan ku ev dinya hiz dike. Yan dibeke em pey “tiştên mezin” dikevin, mesele bi saya xwendina bilind. Em ber şêmîka dinya teze sekinîne. Lema, gelek ferz e ku em timê giliyên Mûsa ji Qanûna Ducarî 6:4 bîra xweda xwey kin! Hergê em rind fem dikin û bawer dikin ku Xwedayê me Yehowa, tek e Yehowa, emê hemû tiştî bikin, seva bi temamî wîra amin bin, û wîra xizmet kin çawa wî xweş tê (Îbrn. 12:28, 29). w16.06 3:14

Pêşem, 8 Mijdar

Hûn li Padşatiya [Xwedê] bigerin û ev tiştên ha jî wê ji wera bên dayîn (Lûqa 12:31, ÎM).

Dibêjin ku hewcên meriv hinek in, lê xwestinên wan kuta nabin. Gelek meriv nikarin fem kin, firqiya orta hewcên xwe û xwestinên xwe. Lê bi rastiyê çi firqî heye? “Hewcetî”, ew heye çi ku tera lazim e seva bijiyî. Mesele, xwarin, kinc û mal, tiştên lazim in bona meriva. Lê “xwestin” ew e, çi ku tu dixwazî cem te hebe, lê ew tişt ne eseyî ye seva jîyîna herrojî. Xwestinên meriva gelek ji hev cude dibin, çimkî meriv cûre-cûre welatada dijîn. Mesele, welatên pêşdaçûyîda, gelek meriv dibeke tenê dixwazin êpêce perê wan hebe, seva têl, motosîklêt, yan erdekî biçûk bikirin. Lê welatên dewletîda, gelek dixwazin ku kincên wanî biha hebin, tamê mezin, yan erebên gelek biha. Wan xwestinada xofa veşartî heye, ew heye telika matêrîalîsmê. Çaxê em dikevine vê telikê, em dixwazin hê zêde û zêde tişta qazanc kin, û mera firqî tune ew tişt lazim in yan na, yan jî destê meda heye ku bikirin yan na (Îbrn. 13:5). w16.07 1:1-3

Înî, 9 Mijdar

Guh nedine wan xwestinêd binyata xweye merivayî (Rom. 13:14).

Îro gelek meriv nava haqas şixulada nin, ku ne jî difikirin derheqa hewcên xweye ruhanî (Met. 5:3). Ewana pey tiştên vê dinyayê dikevin, û ew yek “dilhavijî” û “çevhavijî” nav wanda pêşda tîne (1 Yûhn. 2:16). Em dixwazin ku ruhê Xwedê rêberiyê me bike, ne ku ruhê vê dinyayê. Yehowa bi saya ruhê xweyî pîroz alî me kiriye, ku em fem bikin qewimandinên ku dinyayêda diqewimin (1 Korn. 2:12). Lê em gerekê fesal bin. Hela hê tiştên biçûk jî dikarin bibine menî, ku em ruhanîda razên (Lûqa 21:34, 35). Merivên din dikarin qerfê xwe me bikin, ku em hişyar dimînin û bawer dikin wekî axirî nêzîk e. Lê ew yek gerekê rê me negire, ku em berdewam kin hişyar bimînin (2 Pet. 3:3-7). Hergê em dixwazin ku ruhê Xwedêyî pîroz ser me hukum be, em gerekê timê bêne ser civatê û tevî xûşk-bira hevaltiyê bikin. w16.07 2:13,

Şemî, 10 Mijdar

Tu ku dua dibihêyî, her merivê berbi te bê. . . . Kewa neheqîyêd me tu didêyî (Zeb. 65:2, 3).

Gelek meriv dua dikin, çimkî ewana paşî dua xwe baş texmîn dikin. Lê ewana bawer nakin ku Xwedê bi rastiyê duayên wan dibihê. Ewana gerekê bizanibin ku Yehowa ew kes e, yê ku dua “dibihê”. Îsa şagirtên xwera got: “Heger hûn pê navê min tiştekî bixwazin ezê bikim” (Yûhn. 14:14). Femdarî ye, ku “tiştekî” li wir tê hesabê, çi ku li gora qirara Yehowa ye. Yûhenna got: “Em li ber Xwedê rûspî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhn. 5:14). Çiqas em şa dibin çaxê em meriva hîn dikin, wekî ewana bi dua nêzîkî “textê Xwedêyî keremê” dibin, dêmek Yehowa! (Îbrn. 4:16). Em gerekê wana hîn kin ku rast dua bikin, Kesê rastra dua bikin, û bona tiştên rast dua bikin. Usa emê alî wan bikin, ku ewana nêzîkî Yehowa bin û wedê çetinaya berdiliyê bistînin (Zeb. 4:1; 145:18). w16.07 4:11, 12

Led, 11 Mijdar

Hemû aminêd teyê jî şikirîyê [bidin]. Wê rûmeta Padşatîya te eyan kin û qudretêd te wê salix kin, wekî . . . ewledêd merivayêva eyan kin, . . . mezinayîya rûmeta Padşatiya te (Zeb. 145:10-12).

Hemû meriv yên ku Yehowa hiz dikin û wîra amin in, derheqa wî dixwazin gişkara gilî kin. Lê cara diqewime usa ku ji bo nexweşiyê yan kal-pîrbûnê, hûn nikarin gelek xizmet kin. Wî çaxî hûn çi dikarin bikin? Timê bîra xweda xwey kin ku çaxê hûn derheqa Yehowa gilî dikin merivên dor berê xwera, mesele, wanra kê miqatî we dibe û hekîmara, bi vê yekê hûn navê Yehowa rûmet dikin. Hergê hûn ji bo baweriya xwe kelêda nin, dibeke hûn li wê derê merivara derheqa rastiyê gilî dikin, bi vê yekê hûn dilê Yehowa şa dikin (Metlk. 27:11). Usa jî hergê neferê malbeta weda nebawer in, û hûn yeke Yehowara bi dil û can xizmet dikin, hûn gelek dilê wî şa dikin (1 Pet. 3:1-4). Hela hê wedê çetinayên giranda jî, hûn dikarin Yehowa rûmet kin û ruhanîda pêşda herin. Yehowa wê ese we kerem ke, çaxê hûn rastiyên wîyî qîmet gilî dikin wanra, yên ku hewcê berdiliyê ne. w16.08 3:19, 20

Duşem, 12 Mijdar

Kulfetno, usa xwe li ber mêrê xwe bişkênin, çawa li ber Xudan, çimkî mêr serê jinê ye, çawa Mesîh jî serê civînê ye (Efes. 5:22, 23).

Giliyên Pawlos nayê hesabê ku jin gerekê bibe cariya mêrê xwe. Dewsê, ew gilî alî jina dike, wekî biqedînin vê borcdariya xwe, kîjan ku Xwedê serê-sêrîda dabû wan çaxê got: “Ne baş e ku mêr tenê bimîne, komekdarek ku layîqî wî be çêkim” (Destp. 2:18, PKM). Mêr gerekê serwêrtiya xwe bi hizkirin bike, çawa Mesîh “serê civînê” serwêrtiyê dike. Heger mêr usa bike, hingê jin wê xwe xweykirî texmîn ke û wêra wê hêsa be qedirê mêrê xwe bigire. Çev bidine Îsa, tê hesabê ku gerekê usa hev hiz kin, ça Îsa peyçûyên xwe hiz dikir (Yûhn. 13:34, 35; 15:12, 13; Efes. 5:25). Mêr û jinên mesîhî gerekê usa qayîm hev hiz kin, ku hazir bin emirê xwe jî bona hev bidin. w16.08 2:3, 4

Sêşem, 13 Mijdar

Çiqas xweş e her xeber wextê xweda (Metlk. 15:23).

Giliyên meyî pozîtîv dikarin gelek baş hukum bin ser xûşk-bira, û ewana bi temamî Yehowara xizmet kin. Çaxê hûn civatêda destê xwe bilind dikin û caba xwe didin, nefikirin ku ew yek ser yên din hukum nake. Bi rastiyê ew yek jî ser wana gelek baş hukum dike. Yehowa destên Nehemiya û yên ku tevî wî bûn qewî kir, seva ewana şixulê avakirinê bikin. Wana hema nava 52 rojada avakirina dîwarên Orşelîmê xilaz kirin! (Nehem. 2:18; 6:15, 16). Wedê avakirinê, Nehemiya berpirsiyarê avakirinê bû, lê yeke ewî xwe bêşixul nedihîşt. Ewî xwexa jî alîkarî dida avakirinêda (Nehem. 5:16). Îro jî, gelek rûspî çev didine Nehemiya û alîkariyê didin wedê avakirina Odên Civata, û civatên mezin. Usa jî ewana alîkariyê didin wedê temizkirin û tezekirina Oda Civata mihala xweda. Xêncî vê yekê, ewana tevî xûşk-birên sistbûyî derdikevin xizmetiyê seva wan bişidînin, yan jî teseliya wan dikin. Usa ewana destên wan qewî dikin, yên ku ji bo xemgîniya xwe sist bûne (Îşa. 35:3, 4). w16.09 1:15, 16

Çarşem, 14 Mijdar

Hizkirin . . . bêpergal nîne, ya xwe nagere (1 Korn. 13:4, 5).

Xizmetkarên Xwedê gelek qewat xerc dikin, wekî şîretên ji Kitêba Pîroz bînin sêrî: “Xwestinêd dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsiyê, heramiyê, temê xirab” (Kols. 3:2, 5). Û usa jî ew xûşk-birên ku bênamûsî terikandine, dibeke heta niha jî şer dikin pêşiya xwestinên xweye nerast (1 Korn. 6:9, 10). Lema jî em naxwazin evê yekê wanara çetin kin. Çaxê em nav xûşk-birên xweda nin, cûrê kincxwekirina me gerekê alî wan bike, wekî ewana namûsiyêda xwe temiz xwey kin. Rast e, bijartina me heye bona kincxwekirinê, lê em borcdar in ku kincên usa xwe kin, wekî ser xûşk-birên me baş hukum be. Û usa jî wekî wanara hêsa be prînsîpên Xwedê bînin sêrî bi fikirên xwe, xeberdana xwe, û bi rabûn-rûniştina xwe (1 Pet. 1:15, 16). w16.09 3:9, 10

Pêşem, 15 Mijdar

Xort û qîz . . . Bira hemû şikirîyê bidine navê Xudan (Zeb. 148:12, 13).

Mêr û jinek ku Fransayêda dijîn, gotin: “Em ku Yehowa bawer dikin, ew nayê hesabê wekî zarên me jî wê ese wî bawer bikin. Çimkî bawerî ew tiştekî usa nîne, ku dikare ji dê-bava derbazî ser zara be. Bal zara bawerî hêdî-hêdî pêşda tê”. Birak ji Avstralyayê got: “Bona dê-bava çetinayîke lape mezin dikare ew be, ku alî zara bikin wekî dilê xweda Xwedê bawer kin . . . Mesele, çaxê zar pirsê dide, dê-bav caba xwe usa didin ku ew fem ke. Lê wede derbaz dibe û zar dîsa evê pirsê dide. Çimkî zar çiqas mezin dibe, haqas fikirên wî dikarin bêne guhastin. Lema jî dibek lazim be ku dê-bav evê pirsê dîsa û dîsa şêwir kin”. Hergê zarên te hene, diqewime cara tu difikirî ku tuyê nikaribî zarên xwe hîn kî, ku Yehowa hiz bikin û axiriyêda bibine xizmetkarên wî. Bi rastiyê, emê nikaribin tenê pê qewat û aqilê xwe evê yekê bikin (Yêrem. 10:23). Lê hergê em pê rêberiya Yehowa herin, emê bikaribin. w16.09 5:1, 2

Înî, 16 Mijdar

Ku alîkariya desttenga bikî, xwe ji vê yekê nede paş (Metlk. 3:27).

Merivên xerîb çiqas dikarin hemû tiştî dikin seva layîqî edetên welatê teze bijîn. Vê yekêda Rût meseleke baş e. Ya ewlin, ewê qedirê edetên welat girt, çaxê îzin xwest ku bermayî top ke (Rût 2:7). Ew ne difikirî ku ew yek jêra dikeve, yan jî ku yên din borcdar in jêra tiştekî bidin. Ya duda, ewê timê razîbûn dida kifşê, seva qenciyên ku jêra dikirin (Rût 2:13). Çaxê yên xerîb xwe usa didine kifşê, xûşk-birên civatêda û merivên din jî wê diha qedirê wan bigirin. Em gelek şa ne wekî Yehowa hemû merivara mecalê dide wekî mizgîniya wî pêbihesin, û ew yek heye qenciya wîye mezin. Hine xerîb dibeke welatê xweda nikaribûn Kitêba Pîroz hîn bin, yan herine ser civata, lê welatê dinda dikarin bêne ser civata. Gelo ew yek me hêlan nake wekî alî wan bikin, ku ewana xwe xerîb texmîn nekin? w16.10 1:17-19

Şemî, 17 Mijdar

Bona wê şabûna pêşiya xwe ewî ber cefêd stûnê sebir kir (Îbrn. 12:2, DT).

Îro bi mîlyona xizmetkarên Xwedê çev didine Îsa. Ewana jî hîviya sozên Xwedê ne, û wîra amin dimînin wedê tengasiya. Were mesela birakî me binihêrin, navê wî Rûdolf Grîkên e. Ew sala 1925 Almanyayêda hatiye bûyînê. Ewî dianî bîra xwe wekî mala wîda, ser dîwara şiklên qewimandinên ji Kitêba Pîroz hebûn. Ewî nivîsî: “Ser şiklekî gur tevî berxikê bû, piling tevî karikê, golik tevî şêr, hemûşk edilayêda bûn, û gedê biçûk wana dajot . . . Şikilên wî cûreyî hişê minda gelek kûr man” (Îşa. 11:6-9). Nava gelek salada Rûdolf qayîm dihate zêrandinê, pêşiyê Gêstapoya Natsîsta wî dizêrandin, paşê jî Komûnîst “Stasî” ya Almanya Rohlatê. Wedê wan tengasiya, ewî ew şikil û cinet dida ber çevê xwe, û usa ew baweriya xwe qewî xwey kir. Rûdolf gelek çetinayên din jî dît. Diya wî girtîgeha natsîstada ji nexweşîke giran mir. Bavê wî ruhanîda sist bû, û dokûmênt tije kir wekî ew îda naxwaze bibe Şedê Yehowa. w16.10 3:12-14

Led, 18 Mijdar

Gava we . . . xebera Xwedê bihîst, we . . . çawa xebera Xwedê qebûl kir” (1 Têsln. 2:13).

Xizmetkarên Yehowa gelek qîmet dikin Xebera wî, dêmek Kitêba wîye Pîroz. Kitêba wîda em dikarin şîretê û rastkirinê bistînin, û ew yek mera gelek lazim e çimkî em gişk gunekar in. Lê hûn şîretên Xwedê qebûl dikin? Were şêwir kin derheqa çetinayîke orta du xûşka, Eyodiya û Sintîxa, yên ku qirna yekêda dijîtin. Ew çetinaya orta Sintîxayê û Eyodiyayê dikaribû edilaya civatê xirab kira. Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku ewana ça hev hatin, lê diqewime ew du xûşk şîreta Pawlosê şandî qebûl kirine (Fîlî. 4:2, 3). Îro cara çetinayên usa dikarin civatêda nava xûşk-birada jî hebin. Lê hergê em şîretên Xebera Xwedê bînin sêrî, emê bikaribin wan çetinaya safî kin û hela hê jî usa bikin ku ew çetinayî pêşda neyên. Hergê em qîmet kin Kitêba Yehowa, emê emirê xweda timê guh bidine şîretên wî (Zeb. 27:11). w16.11 3:1-3

Duşem, 19 Mijdar

Heger tu tengasîyêda dilsist bî, ku usa ye tu ne xurt î (Metlk. 24:10).

Me gişkara lazim e dil bidine hevdu, îlahî dê-bav gerekê dil bidine zara. Dersdarekî giliyên usa got: “Çawa ku şînkayêra av lazim e, usa jî zarara . . . lazim e dil bidine wan. Çaxê dil didine zara, ewana texmîn dikin wekî wana qîmet dikin û hiz dikin”. Lê yazix, em zemanên xirabda dijîn, kîderê ku meriv xwehiz û dilsar in, lema jî meriv kêm dil didine hev (2 Tîmt. 3:1-5). Şeytan dixwaze me dilteng ke, çimkî ew zane wekî diltengî dikare ruhanîda me sist ke. Şeytan xwest pê tengasiyên giran Îboyê amin dilteng ke, lê yeke xwestina wî nehate sêrî (Îb. 2:3; 22:3; 27:5). Em jî dikarin Xwedêra amin bimînin û dilê Şeytan şa nekin. Hergê em dil bidine neferên mala xwe û xûşk-birên civatêda,emê çawa malda usa jî Oda Civatêda bextewar û qewî bimînin. w16.11 1:4, 6

Sêşem, 20 Mijdar

[Xwedê] hûn ji terîstaniyê gazî ronaya xweye hujmekar kirine (1 Pet. 2:9).

Meniya duda ew bû, wekî hine merivên mêrxas, destpêka qirna 16-da destpêkirin Kitêba Pîroz welgerînin ser wan zimana, ku gelek meriv fem dikirin. Çawa ku Kitêba Pîroz îda dest diket, meriv destpêkirin ew bixûnin. Çaxê wana dixwend, pirs cem wana pêşda dihatin: “Gelo kîderê Xebera Xwedêda tê gotinê wekî meriv paşî mirinê, dikevine ciyê paqijkirinê? Kîderê nivîsiye Kitêba Pîrozda wekî meriv gerekê keşîşara pera bidin wekî ser miriya qewila bêjin? Yan jî kîderê Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî gerekê pop û kardînal hebin?” Serwêrên dêra gelek hêrs ketin, çimkî meriv îzin dane xwe hînkirina dêr bikine bin şikê. Lema wana ew meriv ceza dikirin, çimkî wana hînkirinên dêrê qebûl nedikirin. Dêr digotine dewletê wekî ew meriv bikujin. Nêta serwêrên dêra ew bû, wekî meriv îda nexwazin Kitêba Pîroz bixûnin û ne jî pirsa bidin. Gelek car usa jî dibû, lê yeke hine merivên mêrxas nediketine bin bayê Babîlona Mezin, dêmek rêlîgiya qelp. Wana îda zanibû derheqa rastiya Xebera Xwedê, û dixwestin hê zêde pêbihesin derheqa vê. w16.11 4:13

Çarşem, 21 Mijdar

Şedê amin derewa nake (Metlk. 14:5).

Çawa Mesîhî em gerekê neqelp û rast bin (Efes. 4:25). Em zanin wekî Şeytan “bavê derewa ye” û em nexwazin çev bidine wî. Hananiya û jina wî emirê xwe unda kirin, çimkî derew kirin. Em nexwazin mîna wan bin, û em xwe ji derewiyê dûr digirin (Yûhn. 8:44; Kar. Şand. 5:1-11). Lê neqelpî nayê hesabê tenê derewa nekin. Lema hergê em bona qenciya Xwedê razî ne, emê hemû tiştîda rast û diltemiz bin. Xapandin ew tê hesabê tiştekî nerast bêjî. Lê Yehowa dixwaze wekî em ne ku tenê ji nerastiyê dûr bin, lê usa jî meriva nexalifînin. Yehowa cimeta xwe Îsraêlra got: “Pîroz bin, çimkî ez Xudan Xwedêyê we pîroz im”. Paşê Xwedê raste-rast wanra got: “Dizîyê nekin, derewa nekin û hevdu nexapînin” (Qan. Kah. 19:2, 11). Yazix, lê usa diqewime ku meriv raste-rast derewa nake, lê yeke dikare meriva bixapîne û hindava wan qelp be. w16.12 1:17, 18

Pêşem, 22 Mijdar

Edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke (Fîlî. 4:7).

Em ji Xebera Xwedê pêdihesin, ku Îsa ça xeberdida tevî meriva. Giliyên wî û hînkirinên wî bona wan meriva ça derman bû, û ewana dilrihet dibûn. Elalet dihate cem wî, çimkî ew ber dilê dilşkestiyada dihat, yên sist qewî dikir, û berdilî dida yên dilteng (Met. 11:28-30). Ewî hemû aliyava seva meriva xem dikir ça ruhanîda, êmosiyalîda usa jî hewcên fîzîkîda (Marq. 6:30-32). Sozê Îsa, ku ewî Mettada got bona me ye jî. Çawa ewî alî şandiyên xwe dikir, usa jî wê alî me bike. Seva ku alîkariyê ji Îsa bistînin, eseyî nîne ew kêleka me be, ça tevî şandiyên xwe. Ew niha ser ezmana Padşa ye, lê dîsa jî ber dilê meda tê. Û çaxê em dilteng dibin, ew dikare wededa alîkariyê bide me. Belê, Îsa wedê tengasiya dikare alî we bike wekî sebir kin, û ew dikare usa jî dilrihetiyê û mêrxasiyê bide we (Îbrn. 2:17, 18; 4:16). w16.12 3:4, 6

Înî, 23 Mijdar

Qira hemûyêd xweyîbeden hatîye li ber çevê min (Destp. 6:13).

Nuh dinyake usada dima, kîjan ku “xirabîyava” tijî bû (Destp. 6:4, 9-12). Rast e Nuh bi aminî derheqa dîwana Xwedê gilî dikir, lê ewî nikaribû zorê bike, wekî ew merivên zulm ku dor berê wî bûn, guh bidine vê elametiyê. Ewî ne jî dikaribû usa bike wekî Sêlav zû bê. Nuh gerekê îtbariya xwe Yehowa bianiya ku ew wê zulmiyê bide hildanê. Usa jî Nuh gerekê bawer kira wekî Xwedê ewê yekê wededa bike (Destp. 6:17). Em jî dijîn dinyake zulm û xirabda, û Yehowa wê zûtirekê evê dinyayê kuta ke (1 Yûhn. 2:17). Û em jî nikarin zorê meriva bikin, wekî “mizgîniya Padşatiyê” qebûl kin. Em usa jî nikarin destpêbûna tengasiya mezin lez xin (Met. 24:14, 21). Mîna Nuh, mera jî baweriya qewî lazim e, wekî îtbariya xwe Yehowa bînin, ku ewê hemû xirabiyê kuta ke (Zeb. 37:10, 11). Em bawer in wekî Yehowa wê nehêle ku ew dinya rojekê zêde bikişîne, çimkî ewî çiqas qirar kiriye wê haqas jî bikişîne (Hebq. 2:3). w17.01 1:5-7

Şemî, 24 Mijdar

Ez Yehowa . . . me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî (Îşa. 48:17, DT).

Îro, gelek meriv nerast azaya xwe didine xebatê, û hela hê jî ziyanê didine meriva. Belê, çawa ku Kitêba Pîroz pêxembertî kir, wedê van “rojêd axiriyêda” meriv bêşêkir in (2 Tîmt. 3:1, 2). Were em timê ew pêşkêşa qîmet ku Xwedê da me, rast bidine xebatê û bişêkirînin. Azaya me gişka heye ku xwexa bijbêrin hevala, cûrê kincxwekirinê, xemilandinê, û hêsabûnê. Lê hergê em dibine xulamên xwestinên xwe, yan dikevine ber bayê vê dinya xirab, azaya me bona me dibe ça “xêliya xirabîkirinê” (1 Pet. 2:16). Em azaya xwe gerekê nedine xebatê, seva xwestinên bedenê bînin sêrî, lê em gerekê pey vê temiyê herin: “Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin” (Galt. 5:13; 1 Korn. 10:31). w17.01 2:12-14

Led, 25 Mijdar

Dema van gotina bihîstim, . . . rojiyê girtim û li ber Xwedayê ezmana dua kirim (Nehem. 1:4).

Em ji serhatiya Nehemiya hîn dibin, wekî çaxê em cabdariyên zêde distînin, yan çaxê kifşkirina me tê guhastin, em dikarin milûk bimînin û îtbariya xwe hiş-aqilê xwe neynin. Lê gelo çi cûreyî em dikarin îtbariya xwe hiş-aqilê xwe bînin? Mesele, rûspî dikare îtbariya xwe hiş-aqilê xwe bîne ku ew cêribandî ye, û şixulê civatê safî ke bêy dua Yehowara. Yan mesele, xûşk yan birak tiştek îda safî kiriye û paşê Yehowara dua dike wekî safîkirina wî kerem ke. Lê gelo ew tê hesabê wekî ewana milûk in? Merivê milûk rind fem dike, wekî ew ber Xwedê çi cî digire û şixulê wî teşkîleta Xwedêda çi ye. Gelek ferz e wekî em îtbariya xwe aqilê xwe û feresetên xwe neynin. Îlahî çaxê em rastî derece yan çetinayên usa tên kîjan ku mera nas in, em gerekê fesal bin, wekî pê aqilê xwe tişta safî nekin (Metlk. 3:5, 6). Em neferê malbeta Xwedê ne, û lema em gişk gerekê rind cabdariyên xwe bînin sêrî çawa malbeta xweda usa jî civatêda. Teşkîleta Xwedêda em gerekê nekevine heyra navê xwe û ciyê bilind negerin (1 Tîmt. 3:15). w17.01 4:7, 8

Duşem, 26 Mijdar

Erd Wî da merivayê (Zeb. 115:16).

Qirara Yehowa ya pêşin ew bû, wekî meriv heta-hetayê ser erdê bijîn (Destp. 1:28; Zeb. 37:29). Ewî bi merdanî cûre-cûre pêşkêş da Adem û Hêwayê seva ewana emirê xwera şa bin (Aqûb 1:17). Yehowa azaya bijartinê daye wan, hiş-aqil û feresetê usa, ku ewana bikaribin hiz bikin û hevaltiyêra şa bin. Efrandar tevî Adem xeber da û jêra şirovekir ku çida ew gerekê gura wî bike. Adem usa jî hîn bû ça xwe xwey ke û ça miqatî heywana û erdê be (Destp. 2:15-17, 19, 20). Xêncî vê yekê, Yehowa Adem û Hêwayê usa efrandin, ku ewana bikaribin tema xwarina hildin, destê xwe bidine tişta, bivînin, deng derxin, bibihên û bînê hildin. Bi wî cûreyî wana dikaribû şabûnê bistînin ji hemû tiştên cinetêda ku pir bedew bûn. Bona jin û mêrê pêşin, bêhesab şixulên hewas hebûn. Wana dikaribû heta-hetayê ew şixul bikirana, şabûn bistandana û usa jî tiştên teze hînbûna û pêbihesiyana. Yehowa Adem û Hêwa usa efirand, wekî wanra zarên bêqisûr bibin. Erd gerekê bona wan bibûya mala heta-hetayê û hemû tiştên ser erdê jî bona kara wan bû. w17.02 1:6, 7

Sêşem, 27 Mijdar

Bira ew xwera ji kitêba van qanûna, ... xwera ji ber wê binivîse . . . hemû van xeberêd qanûnê . . . xweyî ke û biqedîne (Qan. Dcr. 17:18, 19).

Lê gelo ça Xebera Xwedê ser wan mêra hukum dikir, yên ku rêberî dikirin? Were şêwir kin serhatiya Yoşiya. Çaxê nivîsara Qanûna Mûsa hate dîtinê, alîkarçiyê Yoşiya destpêkir jêra bixûne. Xebera Xwedê dilê Yoşiya girt û ewî welatda hemû pût kuta kir. Ewî cejina Roja Derbazbûnê saz kir, kîjan ku tu car usa mezin derbaz nebibû (2 Padş. 22:11; 23:1-23). Yoşiya û rêberên dine amin, guh didane Xebera Xwedê û lema hazir bûn biguhêzin ew ferman û rêberiyên xwe ku li gura Xebera Xwedê nîbûn. Ewan guhastina alî cimeta Xwedê dikirin wekî gura Xwedêda bin. Lê yeke nav cimeta Xwedêda, ne hemû padşa temiyên Xwedê dianîne sêrî. Hine derecada, Yehowa ew padşa şîret û rast dikirin, cara jî dewsa wan kesekî din dijbart (1 Sam. 13:13, 14). Lê wede derbaz bû, û Yehowa rêberekî bêqisûr bijart, kîjan ku ji wan padşa wê bilindtir bûya. w17.02 3:11, 12, 14

Çarşem, 28 Mijdar

Te [meriv] hinekî ji milyaketa . . . nimiztir kir, rûmet û rewşêva ew xemiland (Zeb. 8:5).

Xwedê meriv “dilqê xweda” efirand (Destp. 1:27). Lema heçî zef meriv hunurên Xwedê didine kifşê. Mesele, ewana dikarin hindava hevdu hizkirinê, qenciyê û berdiliyê bidine kifşê. Xêncî vê yekê, Xwedê îsaf daye meriva. Îsaf alî meriva dike wekî rastî û xirabiyê, qelpî û neqelpiyê ji hev derxin. Lê belê, cara îsafa hine meriva nerast dixebite (Rom. 2:14, 15). Gelek meriv temizayê û tiştên bedew hiz dikin û dixwazin tevî yên din edilayêda bijîn. Belê, meriv usa hatine çêkirinê ku dikarin çev bidine Yehowa. Lema jî, ewana hêjayî hurmet û qedir in. Lê em gerekê bizanibin çiqas hurmetê bidine meriva, çimkî îro gelek meriv ewê yekê nerast dikin. w17.03 1:5, 6

Pêşem, 29 Mijdar

Xwedê bona wê xezeba ku gotibû wê banîya li serê wan, gotina xwe guhast û ew yek ne anî li serê wan (Ûns. 3:10).

Yehowa tu car lez nakeve hêrsa xwe birêje, çawa gelek meriv dikin. Ew timê fikirandî tişta safî dike. Gava Yehowa dît ku bineliyên Nînewayê gunên xwe anîne rûyê xwe, ewî safîkirina xwe guhast. Bi vê yekê Yehowa heqî, milûktî û remtî nîşan kir. Dibeke cara lazim be ku em ser bijartin yan jî safîkirina xwe dîsa kûr bifikirin, mesele çaxê derecên me têne guhastinê. Bînin bîra xwe wekî cara Yehowa jî li gora guhastina derecê, safîkirina xwe diguhast (1 Padş. 21:20, 21, 27-29; 2 Padş. 20:1-5). Cara em çaxê tiştekî teze pêdihesin, ew jî dikare bibe menî ku safîkirinê biguhêzin. Mesele, carekê Dawid Padşa derheqa Mefîboşetê nebiyê Şawûl, elametiya qelp pêhesiya. Lê gava ku Dawid rastiyê pêhesiya, ewî safîkirina xwe guhast (2 Sam. 16:3, 4; 19:24-29).w17.03 2:14, 15

Înî, 30 Mijdar

Bira berbihêriya we hemû merivava eyan be (Fîlî. 4:5).

Çaxê em gerekê tiştekî safî kin, lazim e bifikirin ku kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin û ça wan prînsîpa bi aqilayî bidine xebatê. Dîna xwe bidin vê meselê: Xûşkek ku mêrê wê nebawer e, rojekê dixwaze here xizmetiyê (Kar. Şand. 4:20). Lê mêrê wê dixwaze wekî ew malda bimîne. Ew jina xwera dibêje wekî wana zûdava tevayî wede derbaz nekirine, lema dixwaze wekî vê rojê tevayî derbaz kin. Xûşk ser çend rêzên ji Kitêba Pîroz difikire, ku ew gerekê gura Xwedê bike û usa jî temiya Îsa bîne sêrî ku mizgîniyê bela ke (Met. 28:19, 20; Kar. Şand. 5:29). Ew usa jî zane, ku gerekê gura mêrê xweda be û berbihêr be (Efes. 5:22-24). Pirs pêşda tê, lê mêrê wê dixwaze wekî ew qe neçe xizmetiyê, yan tenê vê rojê? Em gerekê serwaxt bin wekî safîkirinên usa bikin, ku Xwedê xweş bên û îsafa me jî temiz bimîne. w17.03 4:17

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin