Kanûna Pêşin
Şemî, 1 Kanûna Pêşin
Pêşin Baweriyêda hîmgirtî miqabilî wî rabin, çimkî hûn zanin ku xûşk-birêd we jî temamiya dinyayêda xût wan cefa dikişînin (1 Pet. 5:9).
Petrûsê şandî bi van giliya Mesîhiya qewî kir, yên ku ji bo Şeytan gelek tengasiya dikişandin. Pê meselên wan, yên ku “sebir” kirine, em hîn dibin ça qewî bimînin. Meselên wan hin jî me dilgerm dikin ku em dikarin amin bimînin, û em bawer dibin ku aminiya me wê ese bê keremkirinê (Aqûb 5:11). Dibeke tu jî rastî neheqiya têyî, yan hela hê peyketina jî. Yan, hergê tu rûspî yî yan berpirsiyarê mihalê yî, dibeke xemgîn dibî ku gelek cabdariyên te hene. Wî çaxî bifikire ser Pawlosê şandî. Ew rastî gelek “tiştên ji derva” dihat, û pey wî diketin. Xêncî vê yekê, ew timê xemgîn dibû bona civata (2 Korn. 11:23-29, ÎM). Lê yeke ewî destê xwe peya nekir û mesela wî yên din qewî dikirin (2 Korn. 1:6). Çaxê hûn tengasiyada sebir dikin, timê bîra xweda xwey kin, ku yên din jî dikarin çev bidine sebira we. w16.04 2:11, 14
Led, 2 Kanûna Pêşin
Herin hemû mileta hîn kin (Met. 28:19).
Em çawa Şedên Yehowa, nav temamiya dinyayêda gelek têne naskirinê pê şixulê belakirina mizgînê. Diqewime xizmetiyêda hûn rastî wan meriva hatine, yên ku qebûl nakin baweriya me, lê yeke qedirê me digirin ji bo şixulê ku em dikin. Em zanin wekî Îsa pêxembertî kir, ku wê mizgîna derheqa Padşatiyê ser temamiya dinyayê bê belakirinê (Met. 24:14). Gelek merivên ji rêlîgiyên din difikirin, wekî ewana jî bela dikin wê mizgînê, derheqa kîjanê ku Îsa digot. Lê ewana xizmeta xwe tînin sêrî, tenê bi xizmeta dêrêda, yan dannasîn dikin bi têlêvîziyonê yan bi întêrnêtê. Lê yên din difikirin ku ewana xizmeta xwe tînin serî bi wê yekê, çaxê alîkariyê didine merivara, mesele, aliyê mêdîsînêda, yan jî seva meriv xwendinê bistînin. Lê pirs pêşda tê: Gelo çi ku ewana dikin, tê hesabê ew şixul, kîjan ku Îsa şagirtara got ku bikin? w16.05 2:1, 2
Duşem, 3 Kanûna Pêşin
Ez dewa dîwana Qeyser dikim (Kar. Şand. 25:11).
Ji sala 1914, serwêrtiyên meriva bûne dijminên Padşatiya Xwedê. Ew Padşatî wê zûtirekê dîwana hemû serwêrtiyên meriva bike, û wana kuta ke (Zeb. 2:2, 7-9). Xwedê dihêle ku sîstêma polîtîka vê dinyayê hebe, çimkî ew usa dike ku hinekî edilayî û terbetî hebe. Ew yek alî me dike ku em mizgîna derheqa Padşatiyê bela kin (Rom. 13:3, 4). Xwedê hela hê jî mera dibêje ku em dua bikin bona ewên ku serwêrtiyê dikin, îlahî çaxê safîkirina wan dikare nebaş hukum be ser xizmetkirina me (1 Tîmt. 2:1, 2). Çaxê neheqiyê me dikin, em dikarin ji serwêra alîkariyê bistînin. Pawlosê şandî jî usa kir. Rast e Kitêba Pîroz dibêje wekî dijminê Xwedê, dêmek Şeytan, hukum dike ser polîtîka vê dinyayê, lê yeke Kitêba Pîrozda nayê gotinê ku Şeytan her serwêrekî yan hukumetekî kontrol dike (Lûqa 4:5, 6). Em gerekê usa nefikirin, ku her kes ji serwêra bin kontrola Mîrê-cinada ne. Dewsa wê yekê em qedirê “serwêr û hukumeta” digirin, û wana “bêhurmet” nakin (Tîto 3:1, 2). w16.04 4:5, 6
Sêşem, 4 Kanûna Pêşin
Bizanibin çi ye qirara Xudan (Efes. 5:17).
Wedê safîkirina dibeke em difikirin: “Ez ça dikarim têderxim ku çi wê Yehowa xweş bê, hergê derheqa dereca min temiya konkrêt Kitêba Pîrozda tune ye?” Çaxê Kitêba Pîrozda derheqa dereca me qanûna raste-rast tune, em ça dikarin qirara Xwedê bizanibin? Em gerekê wîra dua bikin û bi saya ruhê pîroz rêberiya wî bivînin. Şêwir kin ku Îsa ça têderdixist qirara Bavê xwe. Mesele, çaxê du derecada Îsa bi keremet elaleta mezin têr kir, pêşiyê ewî Xwedêra dua kir (Met. 14:17-20; 15:34-37). Lê çaxê beriyêda Îsa birçî bû û Şeytan wî dicêriband, yeke ewî înkar kir ku bi keremet kevir bike nan (Met. 4:2-4). Gelo çira? Çimkî ewî rind zanibû nihêrandina Bavê xwe, û lema zanibû ku gerekê usa neke. Îsa fem dikir ku Yehowa xweş nayê, ku ew qewata wî bona kara xwe bide xebatê. Û çimkî Îsa usa safî kir, bi vê yekê ewî da kifşê ku îtbariya xwe rêberiya Yehowa tîne, û bawer e ku ewê alî wî bike. w16.05 3:7, 8
Çarşem, 5 Kanûna Pêşin
Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye (2 Tîmt. 3:16).
Hine parên Kitêba Pîroz, sêrîda, konkrêt bona kesekî yan bona komeke meriva bû. Lema jî pêşiya ku em Kitêba Pîroz bixûnin, em gerekê ji Yehowa hîvî kin, ku alî me bike em bi nêta rast bixûnin. Usa jî, duada em dikarin ji Yehowa bîlaniyê bixwazin, seva ku xwera dersa bivînin, kîjan ku Yehowa dixwaze em hîn bin (Ezr. 7:10; Aqûb 1:5). Çaxê tu Kitêba Pîroz dixûnî, bisekine û pirsên usa bide xwe: “Li wir ez çi pêdihesim derheqa Yehowa? Ez ça dikarim evê înformasyayê jîyîna xweda bidime xebatê? Ez ça dikarim bi saya vê înformasyayê, alî yên din bikim?” Çaxê em bifikirin ser pirsên wî cûreyî, emê ji xwendina Kitêba Pîroz hê zef karê bistînin. Were meselê şêwir kin. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku çi tê dewakirinê ji rûspiya (1 Tîmt. 3:2-7). Belê, gelek ji me rûspî nînin, lema pêşiyê em dikarin bifikirin, ku ew rêz bona me nînin, û bona me kêrhatî nînin. Lê em ji wan dewakirinên bona rûspiya, dikarin karê bistînin. w16.05 5:7, 8
Pêşem, 6 Kanûna Pêşin
A, va! Çawa ku herî destê hosteyê cêrada ye, usa hûn destê minda nin (Yêrem. 18:6, DT).
Çaxê Cihû birin Babîlonê ça dîl, wana dît ku ew şeher bi pûta tije ye, û meriva ruhên zulm û cina dihebandin. Lê Daniyêlê amin ku Cihû bû, û sê hevalên wî neketine ber bayê wan meriva, û nehatine guhastinê (Dan. 1:6, 8, 12; 3:16-18). Daniyêl û hevalên wî safî kirin ku tenê Yehowara amin bimînin, çawa Hosteyê xwe. Û ewana bi rastiyê jî Xwedêra amin man! Rast e Daniyêl temamiya emirê xwe Babîlonêda jît, lê yeke milyaketê Xwedê got ku Daniyêl merivekî zef qîmet bû (Dan. 10:11, 19). Wedê berê, hoste dikaribû ji heriyê derdanên bi cûre-cûre forma çêkira, kîjan ku wî xweş dihat. Îro xizmetkarên rast zanin, ku Yehowa Serwêrê hemû Zorayê ye û hukumetiya wî heye ku meriva biguhêze (Yêrem. 18:6). Ew dikare me her yekê başqe jî biguhêze. Lê ew mera azaya bijartinê daye, û dixwaze ku em bi rezedilî gura wî bikin. w16.06 2:1, 2
Înî, 7 Kanûna Pêşin
Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire (Îbrn. 13:5).
Şeytan sîstêma komêrsiya vê dinyayê dide xebatê, seva em bawer kin ku bona jîyîna bextewar, xêncî hewcên me, tiştên matêrîalî gelek lazim in. Ew rind zane ku ça “çevhavijî” bide xebatê (1 Yûhn. 2:15-17; Destp. 3:6; Metlk. 27:20). Ew dinya gelek cûre-cûre tişta rêklam dike, ça tiştên rind, usa jî tiştên pûç. Û gelek ji wan tişta dibeke gelek bedew in. Cem we usa qewimiye, ku we tiştek kirî, ne seva vê yekê ku wera lazim bû, lê çimkî we rêklamêda yan dikanêda dît? Paşê we fem kir, ku hûn bêy vî tiştî jî dikaribûn yole biçûna. Ew tiştên neferz, jîyîna me tenê giran dikin. Ew tişt dikarin me bikine telikê, û me paş xin ji tiştên ruhanî. Wedê me dikare îda nemîne seva Kitêba Pîroz lêkolîn kin, hazir bin û bêne ser civatê, û derkevin xizmetiyê. Bîra xweda xwey kin, giliyên Yûhennayê şandî: “Dinyayê jî derbaz be, havijiya wê jî”. w16.07 1:3, 4
Şemî, 8 Kanûna Pêşin
Bêhesab xudan hene. . . , lê bona me tenê Xwedêk heye (1 Korn. 8:5, 6).
Civata Mesîhiyên qirna yekêda, cûre-cûre milet hebûn, mesele, Cihû, Yûnanî, Romayî, û miletên din. Ewana ji hev cude dibûn, pê rêlîgiya xweye berê, pê edetên xwe, û xeysetên xwe. Lema hinekara çetin bû bi cûrekî teze Xwedê bihebînin, yan jî kirên xweye berê bihêlin. Û lema Pawlosê şandî anî bîra wan, ku tenê Xwedêkî Mesîhiya heye, ew heye Yehowa. Lê em çi dikarin bêjin derheqa civata meye îroyîn? Îşaya pêxember pêşda got ku rojên xilaziyêda, merivên ji hemû mileta wê tevayî top bin seva Yehowa bihebînin. Ewana wê bêjin: “[Yehowa] wê riyên xwe hînî me bike û emê riyên wîda bimeşin” (Îşa. 2:2, 3). Rastî jî em çiqas şa ne ku pê çevê xwe divînin, ku ew pêxembertî ça tê sêrî! Xûşk-birên me ji cûre-cûre mileta, kûltûra, û zimana ne. Û ewana gişk jî Yehowa hurmet û rûmet dikin. w16.06 3:15, 16
Led, 9 Kanûna Pêşin
Yektiya wîda em ji mirinê rakirin û tevî wî em li diyarê ezmana dane rûniştandinê, bi saya Mesîh Îsa (Efes. 2:6).
Çetin e em bidine ber çevê xwe, ku çiqas tiştên baş Yehowa hazir kiriye bona Mesîhiyên rûnkirî, çaxê ewana ser ezmana tevî Mesîh serwêrtiyê bikin (Lûqa 22:28-30; Fîlî. 3:20, 21; 1 Yûhn. 3:2). Ewana wê bi sîmbolîk bibine “Orşelîma nû”, yanê bûka Mesîh (Eyan. 3:12; 17:14; 21:2, 9, 10). Ewana wê tevî Îsa “mileta” qenc kin. Ewana wê alî meriva bikin ku ji gune û mirinê aza bin, seva ku bibine bêqisûr (Eyan. 22:1, 2, 17). Yehowa wê qenciya xweye lape mezin bide kifşê, çaxê meriva ji mirinê rake (Îb. 14:13-15; Yûhn. 5:28, 29). Lê kê ne ew meriv, yên ku wê ji mirinê rabin? Ew hene merivên amin yên ku pêşiya mirina Îsa mirine, û usa jî “pezêd din”, kîjan ku wedê wan rojên axiriyêda mirine. Ew hemû merivên amin wê vegerine jîyînê, seva berdewam kin Yehowara xizmet kin (Yûhn. 10:16). w16.07 4:13-15
Duşem, 10 Kanûna Pêşin
Hûn hela hê razayî ne û rihet dibin? (Marq. 14:41).
Seva ku “hişyar bimînin” xwestin tenê bes nîne. Îsa çend roj pêşiya mirina xwe, dîsa jî Petrûs, Aqûb, û Yûhennara got, ku ewana Yehowara dua bikin (Lûqa 21:36). Dêmek, seva ku em wedê wan rojên axiriyêda ruhanîda hişyar bimînin, em jî gerekê timê Yehowara dua bikin (1 Pet. 4:7). Îsa got ku xilazî wê “siheteke usada bê, ku [em] ne çevnihêrî ne”. Lema em gerekê timê fesal bin, seva ku ruhanîda xewra neçin. Niha wede nîne ku em pey tiştên vê dinyayê kevin, û pey xwestinên xweye bedenê herin (Met. 24:44). Bi saya Kitêba Pîroz, Xwedê û Îsa mera dibêjin, ku em ça dikarin hişyar bimînin. Em gerekê timê dîna xwe bidine ruhaniya xwe. Usa jî gerekê timê heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kin, û Padşatiya wî daynin ciyê pêşin. Em gerekê timê bîra xweda xwey kin ku em çi wedeyîda dijîn, çimkî usa emê hazir bin bona hatina axiriyê (Eyan. 22:20). Ew yek gelek ferz e, çimkî emirê me vê yekêva girêdayî ye! w16.07 2:15-17
Sêşem, 11 Kanûna Pêşin
Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin (Kols. 3:13).
Zewac dikare qewî be hergê mêr û jin “hev sebir kin û li hev bibaxşînin”. Herdu jî gunekar in, lema jî şaşiyên wana wê hebin. Çaxê ewana şaşiya dikin, ji wê yekê ewana dikarin xwera dersa hildin, mesele, hîn bin ku hev bibaxşînin û hizkirina agapê bidine kifşê. Ew hizkirin “yektiya tam hevva girêdide” (Kols. 3:14). Hin jî “hizkirin dûmikdirêj û şîrin e, . . . Kînê najo” (1 Korn. 13:4, 5). Çaxê Mesîhî hev fem nakin û problêm pêşda tên, pirs gerekê usa zû bêne safîkirinê, heta ku ro neçûye ava (Efes. 4:26, 27). Seva bi dil bêjin “bibaxşîne, min te xeyîdand”, milûktî û mêrxasî lazim e. Ew yek wê alîkariyê bide we, ku problêma safî kin û ça cotê zewacê hevra nêzîk bin. w16.08 2:6
Çarşem, 12 Kanûna Pêşin
Ez dersê qenc didim web (Metlk. 4:2).
Bona Îsa, belakirina mizgîniya Padşatiyê, şixuleke lape ferz bû. Lê ewî usa jî gelek wede xerc dikir, seva şagirtên xwe hîn ke, ku ça bibine dersdarên baş û ça miqatî cimeta Xwedê bin. Şagirt hîn dibûn ku bibine mîna şivana, yên ku miqatî keriyên xwe dibin (Met. 10:5-7). Fîlîpo gelek xizmet dikir, lê ewî usa jî çar qîzên xwe hîn dikir, seva ewana jî merivên din rastiyê hîn kin (Kar. Şand. 21:8, 9). Îro jî gelek ferz e wekî em yên teze hîn kin. Gelo çira? Nav temamiya dinyayêda, gelek meriv mizgîniyê qebûl dikin, û hejmara wan zêde dibe. Yên necêribandî kîjan ku hê nenixumandî ne, gerekê bêne hînkirinê. Em gerekê alî wan bikin ku ewana fem kin, wekî çiqas ferz e ewana xwexa Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn kin. Usa jî em gerekê wana hazir kin, seva ewana mizgîniyê bela kin û meriva rastiyê hîn kin. Civatên meda, birên teze gerekê bêne hînkirinê, seva axiriyêda ewana bikaribin bibine berdestiyên civatê û rûspî. Mesîhiyên gihîştî dikarin alî yên necêribandî bikin, seva ewana ruhanîda pêşda herin. w16.08 4:1, 2
Pêşem, 13 Kanûna Pêşin
Destên sist qewî kin, û çokên ku dilerizin bişidînin (Îşa. 35:3, DT).
Çaxê em bi dil û can tevî xûşk-bira xizmet dikin, ew yek yektiyê û tifaqiyê tîne. Xêncî vê yekê, heleqetiya me tevî wan nêzîk dibe û em baweriya hevdu hindava keremên Padşatiya Xwedê, qewî dikin. Çaxê em destên xûşk-bira qewî dikin, bi vê yekê em alî wan dikin ku wedê tengasiya qewî bisekinin û axiriya baş bidin ber çevê xwe (Îşa. 35:4). Û hê zêde, çaxê em alî yên din dikin, em xwexa jî karê distînin, em ruhanîda qewî dimînin û em sozên Xwedêda dudilî nabin. Bi rastiyê jî, ew yek destên me jî qewî dike. Em divînin ku berê Yehowa ça cûre-cûre derecada alî xizmetkarên xweyî amin kiriye û wana xwey kiriye. Ew yek gerekê baweriya me hindava wî qewî ke û em gerekê hê zêde îtbariya xwe wî bînin. Çaxê hûn rastî çetinaya û problêma tên, tu car bira destên we sist nebin! (Sêfn. 3:16). Dewsê, Yehowara dua bikin, û bihêlin ku destê wîyî himzor we qewî ke û berbi keremên Padşatiyê bive (Zeb. 73:23, 24). w16.09 1:16-18
Înî, 14 Kanûna Pêşin
Bona her tiştî û her karî wextek heye (Waîz 3:17).
Xizmetkarên Xwedê çaxê safî dikin ku çi xwe kin, ewana hildidin hesab giliyên vê rojê. Femdarî ye ku çaxê sêzon, hewa, û usa jî derecên me têne guhastinê, ew yek hukum dibin ser cûrê kincxwekirina me. Lê normên Yehowa nayêne guhastinê, çawa hewa tê guhastin (Malx. 3:6). Wan ciya kîderê ku hewa germ e, dikare çetin be têderxin hela kincê me layîq û cayîz in yan na. Xûşk-birên me dişêkirînin, ku em kincê zef teng yan jî zef vekirî xwe nakin (Îb. 31:1). Usa jî çaxê em hêsa dibin ber devê berê yan çaxê diçine hevz, gerekê kincê meyî xweavêxistinê bi milûktî be (Metlk. 11:2, 20). Hergê jî nîvê zef meriv ber berê gelek vekirî xwe dikin, em çawa Şedên Yehowa, çev nadine wan, û dixwazin Yehowa rûmet kin. w16.09 3:11, 12
Şemî, 15 Kanûna Pêşin
Bi texmîna we ez kî me? (Met. 16:15).
Îsa gelek car ji peyçûyên xwe dipirsî, hela ewana çi bawer dikin. Dê-bavno, vê yekêda çev bidine Îsa. Çaxê hûn tevî zarên xwe hêsa dibin, yan tiştekî tevayî dikin, wana hêlan kin ku dilê xwe wera vekin. Hergê zar hine hînkirinên Kitêba Pîrozda dudilî dibe, tevhev nebin, lê bi sebir bin. Alî zarê bikin ku cabên pirsên xwe bistîne. Gelek baş e ku zar pirsa dide, çimkî ew tê hesabê ku ew dixwaze tişta pêbihese û fem bike. Hela hê Îsa jî çaxê 12 salî bû pirs dida (Lûqa 2:46). Dê-bavno, zarên xwe rind nas bikin. Haş pê hebin ku ewana çi difikirin, çi dilê wanda ye, û bona çi xemgîn dibin. Nefikirin ku hergê ewana têne ser civatê û derdikevine xizmetiyê, ew tê hesabê ku baweriya wan heye. Her roj çaxê hûn tevayî tiştekî dikin, derheqa Yehowa tevî wan xeberdin. Dua bikin bona zarên xwe, û tevî wan jî dua bikin. Haş pê hebin ku ewana rastî çi cêribandina tên, û alî wan bikin ku wan cêribandinada amin bimînin. w16.09 5:3-5
Led, 16 Kanûna Pêşin
Xwezî li ruhfeqîra (Met. 5:3).
Îro bi hezara Şedên Yehowa pêxembertiyê tînin sêrî bi wê yekê, ku “hemû mileta, bereka, zimana” û cimetara mizgîniyê bela dikin (Eyan. 14:6). Gelek xûşk-birên me zimanê teze hîn dibin seva mizgîniyê bela kin. Dibeke hûn jî zimanê xerîb hîn dibin, yan ça mîsyonêr xizmet dikin, yan xizmet dikin welatê xerîbda kîderê ku hewcetî heye, yan derbazî civata teze bûne, kîjan ku ne ser zimanê we ye. Hemû xizmetkarên Xwedê, gerekê miqatî ruhaniya xwe û malbeta xwe bin, çimkî ew gelek ferz e. Cara, haqas şixulê me hene, ku mera çetin e wede bivînin seva hînbûna şexsî derbaz kin. Lê ewên ku deşta zimanekî dinda xizmet dikin, rastî çetinayên din jî tên. Mesele, ew xûşk-bira xêncî ku zimanê teze hîn bin, usa jî gerekê timê lêkolîn bikin û kûr pêbihesin nêt-meremên Xwedê (1 Korn. 2:10). w16.10 2:1-3
Duşem, 17 Kanûna Pêşin
Kî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr here (Met. 26:52).
Şedên Yehowa wedê peyketina jî berdewam dikin bi şabûnê Xwedêra xizmet dikin. Mesele, gelek ji wan, Erîtrêya, Sîngapûr, û Korêya Başûrêda kelêda nin, çimkî tevnebûyînê xwey dikin û “şûr” hilnadin destê xwe. Gelek xûşk-birên me dibeke rastî wan zêrandina nehatine, lê baweriya wan bi cûrekî mayîn tê cêribandinê. Gelek telî-tengiyada nin ji bo kesîbbûnê, şera, yan ji bo xezaba. Hinek jî, mîna Mûsa û pêxemberên din, neketine heyra navê xwe. Ewana mîna vê dinyayê nînin, ku pey hebûnê kevin û tenê seva xwe bifikirin. Lê gelo çi alî wan dike ku ewana amin dimînin Xwedêra? Ewana Yehowa gelek hiz dikin. Ewana qayîm baweriya xwe sozên wî tînin, ku ew wê hemû xirabiyê kuta ke û dinya tezeda wê jîyîna heta-hetayê bide xizmetkarên xweyî amin (Zeb. 37:5, 7, 9, 29). w16.10 3:15, 16
Sêşem, 18 Kanûna Pêşin
Xudan nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirînê (Zeb. 34:18).
Çaxê tirs kete dilê Yêremiya û ew dilteng bû, Yehowa ew qewî kir û şidand (Yêrem. 1:6-10). Bidine ber çevê xwe, ku Daniyêl pêxember qewateke ça stand çaxê Xwedê miliyaket şand seva wî qewî ke, û wîra got ku ew yekî gelek qîmet e (Dan. 10:8, 11, 18, 19). Hûn jî dikarin dil bidine xûşk-bira, pêşenga, û xûşk-birên emirda mezin, yên ku sist bûne. Yehowa û Îsa gelek wext ser ezmana tevayî bûn, lê çaxê Îsa ser erdê bû, Yehowa nedifikirî wekî nelazim e payê wî bide û dil bide wî. Dewsê Yehowa du cara ji ezmana Îsara got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me” (Met. 3:17; 17:5). Bi wan giliya Xwedê payê Îsa da û jêra da kifşê ku wîra firnaq dibe. Usa jî, çaxê Îsa şeva pêşiya mirina xwe nav cefayê giranda bû, Yehowa milyaketê xwe şand seva Îsa qewî ke û dilbîniyê bide wî (Lûqa 22:43). w16.11 1:7, 8
Çarşem, 19 Kanûna Pêşin
Xeydêda ruhê te ne bi lez be (Waîz 7:9).
Çaxê kesek dilê me dêşîne yan neheqiyê me dike, çetin e xwe bigirin ku hêrs nekevin û nexeyîdin. Dilê me dêşe çaxê meriv hindava me nebaş in, seva vê yekê ku em ne ji miletê wan in, yan jî rûva ne mîna wan in. Lê gelek çetin e, çaxê ew merivê ku dilê me dêşîne, xûşk yan birê me ye! Kitêba Pîroz me şîret dike wekî em hêrsê bitemirînin û dilmayî nemînin (Metlk. 16:32). Belê em gişk gerekê ser xwe bixebitin wekî zû nexeyîdin û hevdu bibaxşînin. Yehowa û Îsa hesab dikin wekî baxşandin gelek ferz e, çimkî hergê em nebaxşînine yên din Xwedê jî wê nebaxşîne me (Met. 6:14, 15). Lê derheqa xwe tu çi dikarî bêjî, tu dikarî hêrsa xwe bitemirînî û bibaxşînî yên din? Merivên ku xeydê ji dilê xwe dernaxin, gelek car usa dibe ku ewana hêrs dibin û kînê dajon. Û axiriyêda merivên din wê xwe dûrî wan bigirin. Merivê usa dikare ser civatê xirab hukum ke (Qan. Kah. 19:17, 18). w16.11 3:4-6
Pêşem, 20 Kanûna Pêşin
Çi karê heqiyê tevî neheqiyê heye? Yan çi heleqetiya ronayê tevî teriyê? (2 Korn. 6:14).
Xilaziya qirna 19-da, Çarlz Têîz Rassêl û hine hevalên wî destpêkirin Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, çimkî dixwastin rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin. Pêşiyê Rassêl bira, dixwest ku lêkolîn bike û têderxe, hela kîjan rêlîgiya rastiyê hîn dike. Ewî hînkirinên cûre-cûre rêlîgiya, hûr bi hûr beramberî hînkirinên Kitêba Pîroz dikir. Zûtirekê ewî fem kir, wekî tu rêlîgiya bi temamî hînkirinên Kitêba Pîroz hîn nedikirin. Carekê, Rassêl rastî hine serwêrên dêra hat. Ew bawer bû wekî ewana wê qebûl kin rastiyên ji Kitêba Pîroz, kîjan ku ew tevî hevalên xwe dîtin, û ku ewana derheqa wan rastiya meriva dêrada hîn kin. Lê serwêrên dêra guh nedidane wî. Lêkolînkarên Kitêba Pîroz fem kirin wekî ewana nikarin Xwedêra xizmet kin tevî wan meriva, yên ku piştgiriya rêlîgiya qelp dikin. w16.11 4:14
Înî, 21 Kanûna Pêşin
Endemêd xwe bidine helaliyê ku bibine xulamêd rastiyê (Rom. 6:19).
Qenciya nehêja ji Xwedê me hêlan dike, wekî em gunên giran nekin, ça qavî, serxweşî, yan dîsa yên din (1 Korn. 6:9-11). Besa xeberê, em ne ku tenê xwe ji bênamûsiyê xwey dikin, lê em usa jî tiştên usa nakin ku girêdayîne tevî bênamûsiyê, mesele wedederbazkirina necayîz. Usa jî em ne ku tenê xwe xwey dikin ji serxweşiyê, lê em haqas venaxwin, ku hindik dimîne serxweş bin. Belê, hêsa nîne miqabilî wan tiştên nerast herin, lê yeke em dikarin. Nêta me gerekê ew be, wekî ça gunên giran, usa jî gunên sivik nekin. Lê em gunekar in û nikarin xwe ji hemû guna xwey kin. Em gerekê mîna Pawlos, hemû tiştî bikin seva ku miqabilî gune şer kin. Pawlos birara got: “Bira îdî gune hukumî ser qalibê weyî pûçî-mirî neke, ku hûn gura xwestinêd wî bikin” (Rom. 6:12; 7:18-20). w16.12 1:16, 19-21
Şemî, 22 Kanûna Pêşin
Berê ruh ev e: Hizkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî, milûktî, xwegirtin (Galt. 5:22, 23, DT).
Îsa soz da wekî çaxê em ji Bavê meyî ezmana ruhê pîroz bixwazin, ew wê ese bide me (Lûqa 11:10-13). Ew hunurên ku bi ruhê Xwedêyî pîroz pêşda tên, rind eyan dikin wekî Xwedêyê Himzor yekî ça ne (Kols. 3:10). Hergê em ewan hunura pêşda bînin, heleqetiya me tevî meriva wê baş be. Dêmek emê hê kêm rastî wan dereca bên, kîjan ku dikarin me dilteng kin û dilê me bêşînin. Milûktî usa jî mera lazim e, seva ku em îtbariya xwe “destê Xwedêyî zor” bînin û “hemû xemêd xwe bavêjine ser wî” (1 Pet. 5:6, 7). Hergê hûn milûk in, Yehowa wê ese alî we bike û çevê wî wê ser we be (Mîx. 6:8). Û çaxê hûn fem dikin wekî hemû tişt destê weda nîne, hûnê îtbariya xwe Xwedê bînin û barê xwe bidine wî. Ew yek wê xemên we diha kêm ke. w16.12 3:7, 12
Led, 23 Kanûna Pêşin
[Nuh] rastî dannasîn dikir (2 Pet. 2:5).
Nuh “rastî dannasîn dikir”, û bi aminî derheqa dîwana Xwedê elam dikir. Bêşik, ewê yekê alî Nuh dikir, wekî baweriya xwe qewî xwey ke. Xêncî xizmetkirinê, ewî usa jî qewata xwe da xebatê, wekî bi rêberiya Yehowa gemiyê ava ke (Îbrn. 11:7). Em jî mîna Nuh dikarin usa bikin, wekî “şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korn. 15:58). Mesele, em dikarin alîkariyê bidin bona avakirin û xweykirina Odên Civata û Odên Civata mezin. Usa jî bi rezedilî ser civata mezin komekê bidin, yan Beytelêda xizmet kin, yan jî ofîsên welgerandinêda ku ne fîlîalada nin. Lê ya lape ferz ew e, wekî em xîret bin belakirina mizgîniyêda, û em zanin wekî usa em baweriya xwe hindava axiriyê qewî xwey dikin. Belê, xizmetkirin alî me dike, wekî berdewam kin lecmeydanêda birevin wekî jîyînê bistînin (1 Korn. 9:24). w17.01 1:8, 9
Duşem, 24 Kanûna Pêşin
Her kesê xurca xwe hilgire (Galt. 6:5).
Em gerekê qedirê bijartina meriva bigirin, çimkî azaya wan jî heye. Dêmek hemû Mesîhî mîna hev safîkirina nakin. Safîkirinên Mesîhiya dikarin hela hê cude bin hindava rabûn-rûniştinê û xizmetiyê jî. Çaxê em fem dikin wekî her Mesîhî cabdar e seva safîkirinên xwe, wî çaxî emê qedirê azaya bijartina wan bigirin îlahî çaxê xûşk-bira tiştên neferz safî dikin, gerekê qedirê safîkirinên wan bigirin (1 Korn. 10:32, 33). Yehowa azaya bijartinê ça pêşkêş daye me (2 Korn. 3:17). Em gelek qîmet dikin evê pêşkêşê, çimkî bi saya vê em dikarin safîkirinên usa bikin, kîjan ku didine kifşê ku em Yehowa hiz dikin. Were em timê razî bin seva vê pêşkêşê, û bidine xebatê seva Xwedê rûmet kin û qedirê bijartin û safîkirinên meriva bigirin. w17.01 2:15, 17, 18
Sêşem, 25 Kanûna Pêşin
Min qet tu tişt xweserîxwe nekiriye, lê Bavê çawa ez hîn kirime, ez usa xeber didim (Yûhn. 8:28).
Çaxê em milûk in, hingê em dikarin dilê meriva bikirin, ne ku hergê em xwe qure kin yan payê xwe bidin (1 Pet. 3:3, 4; Yêrem. 9:23, 24). Çi jî em dilê xweda derheqa xwe difikirin, ew wê eyan be bi kirên me. Mesele, em dikarin xwe usa bidin kifşê, wekî em şixulekî mexsûs dikin, yan wekî em tiştekî konfîdênsiyal zanin, yan jî em rind nas dikin birên cabdar. Yan jî dibeke em xwe qure dikin ku me xwexa şixulekî mezin kiriye, lê bi rastiyê merivên din jî alî me kirine. Lê were em dîna xwe bidine ser mesela Îsa. Îsa tu car xwe nîşan nedikir wekî ew çiqas aqil û bîlan e. Ewî timê giliyên ji Xebera Xwedê digot, çimkî ewî nedixwast, wekî meriv wî rûmet kin. Nêta wî ew bû, wekî gişk bizanibin giliyên wî ji Yehowa ne û wekî meriv Xwedê rûmet kin (Yûhn. 8:28). w17.01 4:12
Çarşem, 26 Kanûna Pêşin
Ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe (Destp. 2:17).
Ew qanûn zelal bû bona Adem û Hêwayê, û ne jî giran bû seva gura Xwedê bikin, çimkî xwarin têr-tije hebû. Şeytan Mîrê-cina mer da xebatê û Hêwa xalifand, wekî ew gura Bavê xwe Yehowa neke (Destp. 3:1-5; Eyan. 12:9). Hin jî, Şeytan şer avîte Xwedê, wekî yançi ne ku tenê ji darekê gerekê nexwin, lê “ji hemû darêd baxçe”. Gotina Şeytan kîjan ewî gote Hêwayê, usa derdiket: “Tu nikarî ewê yekê bikî çi ku dilê te dixwaze?” Paşê, ewî dereweke hê mezin kir: “Hûn tu car namirin”. Paşê jî, ewî Hêwa da bawerkirinê ku nelazim e guh bidine Xwedê, û jêra got: “Xwedê zane, wê roja gava hûn ji wê bixwin, çevêd weyê vebin”. Bi vê yekê Şeytan dixwest bigota, wekî Yehowa nedixwest ku ewana berê vê darê bixwin, çimkî yançi wana wê zanebûna mexsûs bistandana. Xêncî vê yekê, Şeytan sozê qelp da wan: “Hûn . . . bibine mîna Xwedê, qencî û xirabîyê ji hev derxin”. w17.02 1:8, 9
Pêşem, 27 Kanûna Pêşin
Xudan Xwedêyê te wê ji nava te û birayêd te pêxemberekî mîna min bona te derxe. Gura wî bikin (Qan. Dcr. 18:15).
Îşaya jî pêşda got, wekî ew Kes wê bibe rêber û serok (Îşa. 55:4). Daniyêl jî nivîsî wekî Mesîh wê bê, ku bibe rêberê cimeta Xwedê (Dan. 9:25). Axiriyêda, xwexa Îsa Mesîh xwe eyan kir ça “Rêberê” cimeta Xwedê (Met. 23:10). Şagirtên Îsa bi dil û can pey wî diçûn, û ewana qe dudilî nedibûn wekî Yehowa wî bijartiye (Yûhn. 6:68, 69). Lê vê yekêda çi wanra îzbat dikir? Çaxê Îsa dihate nixumandinê, Yûhennayê nixumdar dît ku çawa “ezman vebûn û ruh mîna kevotkekê li ser wî danî” (Marq. 1:10-12). Wedê xizmetiya Îsa ser erdê, ruhê Xwedêyî pîroz qewat dida wî, wekî ew keremeta bike û meriva hîn ke (Kar. Şand. 10:38). Hin jî, Îsa berê ruhê pîroz dida kifşê, mesele hizkirin, şabûn, û baweriya qewî (Yûhn. 15:9; Îbrn. 12:2). Ser tu merivê ku Xwedê kifş kir çawa rêber, usa eyan nedihate kifşê wekî Yehowa wî bijartiye, ça ser Îsa dihate kifşê. w17.02 3:15, 16
Înî, 28 Kanûna Pêşin
Rêberêd xwe bîr bînin (Îbrn. 13:7).
Roja Pênciyê Hesabê sala 33 D.M., şandiya destpêkirin rêberiyê civata Mesîhîtî bikin. Kitêba Pîroz dibêje, “Petrûs tevî her yanzdeha”, elaleta mezinra, Cihûya û necihûyara, derheqa rastiyê gilî dikir (Kar. Şand. 2:14, 15). Gelek ji wan meriva bûne Mesîhî. Û ew Mesîhiyên teze “xwe li hînkirina şandiya digirt, li hev diciviyan” (Kar. Şand. 2:42). Şandî usa jî cabdar bûn bona perê civatê (Kar. Şand. 4:34, 35). Ewana usa jî ruhanîda miqatî cimeta Xwedê bûn. Wana digot: “Emê xwe bidine dua û dannasîniya xeberê” (Kar. Şand. 6:4). Xêncî vê yekê, wana Mesîhiyên cêribandî dişandin ciyên din, seva mizgîniyê bela kin (Kar. Şand. 8:14, 15). Wede derbaz bû, paşê rûspiyên ku bi ruhê pîroz bijartî bûn, tevî şandiya rêberî civata dikirin. Û çawa koma rêberiyê wana rêberî hemû civata dikirin (Kar. Şand. 15:2). w17.02 4:4
Şemî, 29 Kanûna Pêşin
Awa kêra çi dikeve, li wan vegerînin, . . . kêra qedir dikeve, qedirê wî bigirin (Rom. 13:7).
Vê dinya Şeytanda meriv gelek bilind hurmet dikin merivên din. Lê dewsê qedirê meriva bigirin ew îda bes e. Îro meriv serwêrên rêlîgiya û polîtîka, sportsmênên navdar, artîsta û merivên nav û deng, rûmet dikin û xwera dikine xudan. Û lema jî ewana dixwazin mîna wan bin, û çev didine wana xeyset-hunurada, kincxwekirinêda û rabûn-rûniştinêda. Mesîhiyên rast bi wî cûreyî meriva hurmet nakin. Ji hemû meriva ku ser erdê dijîtin, tenê Îsa meseleke herî baş hîşt ku lazim e em çev bidinê (1 Pet. 2:21). Xwedê naxwaze wekî em meriva usa hurmet-rûmet bikin, çawa ku wanra nakeve. Em gerekê bîr nekin evê rastiyê: “Hemûya gune kir û negihîştine rûmeta Xwedê” (Rom. 3:23). Bi rastiyê tu meriv hêjayî hebandinê nîne, çimkî gerekê tenê Xwedê bihebînin. w17.03 1:6-8
Led, 30 Kanûna Pêşin
Asa hertim bi Xudanra yek bû (1 Padş. 15:14).
Her kes ji me dikare xwe bicêribîne, hela dilê me bi temamî Yehowara amin e yan na. Mesele, pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez timê gura Yehowa dikim? Gelo ez çi dikim seva hebandina rast û ruhaniya civatê temiz xwey kim?” Mesele, tuyê çi bikî hergê merivê teyî nêzîk gerekê ji civatê bê derxistinê? Gelo tuyê dîsa tevî wî merivî hevaltiyê bikî? Gelo hingê dilê te wê te berbi çi hêlan ke? Em jî mîna Asa dibeke rastî çetinaya bên. Mesele, diqewime pey me kevin û usa bê kifşê ku tê bêjî çare tune. Lê hergê em îtbariya xwe Xwedê bînin, emê bidine kifşê wekî dilê me bi temamî tevî wî ye. Dibeke mektebêda we dikenin, çimkî hûn Şedên Yehowa ne. Yan jî hevalxebatçî qerfê xwe we dikin, çimkî hûn ji ciyê xebatê rojên hêsabûnê (tatîlê) hildidin seva ku herine civata mezin, yan jî çimkî gelek car xebata zêde nakin. Wan derecada çev bidine Asa û Xwedêra dua bikin (2 Dîr. 14:11). Berdewam kin tiştên rast bikin. Bîr nekin wekî Xwedê Asa qewî kir û alî wî kir, û Ew wê ese we jî qewî ke. w17.03 3:6-8
Duşem, 31 Kanûna Pêşin
Her kesê lez ketî ese zirarê tînê (Metlk. 21:5).
Xebera Xwedê şîretê dide me, wekî lez nekevin çaxê tiştekî ferz safî dikin. Emê safîkirineke baş bikin, hergê rind hemû tiştî çap kin û bipîvin (1 Têsln. 5:21). Çaxê malxê malê tiştekî safî dike, pêşiyê ew gerekê Kitêba Pîrozda û edebyetada derheqa vê pirsê lêkolîn bike. Usa jî malxê malê gerekê derheqa vê safîkirinê tevî neferên malbeta xwe jî şêwir ke. Bînin bîra xwe wekî Xwedê gote Birahîm ku guhdariya gotina jina xwe bike (Destp. 21:9-12). Rûspî jî gerekê timê lêkolîna bikin çaxê tiştekî safî dikin. Cara usa diqewime ku rûspî elametiya teze pêdihesin, û dinihêrin hela lazim e safîkirina xwe biguhêzin yan na. Rûspiyên serwaxt û milûk wê tu car nefikirin, ku hergê ewana safîkirina xwe biguhêzin, wê qedirê wan bikeve. Rûspî gere timê hazir bin çaxê lazim e, nihêrandina xwe û safîkirina xwe biguhêzin. Wê baş be wekî em jî vê yekêda çev bidine wan, çimkî usa wê civatêda edilayî û terbetî hebe (Kar. Şand. 6:1-4). w17.03 2:16