KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • th rûp. 3
  • Neme ji Koma Rêberiyê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Neme ji Koma Rêberiyê
  • Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be
  • Têmên Mîna Wê
  • Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Destpêdikin Hînkirina Kitêba Pîroze ber Derî, bi Broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Hîn Dikin bi Broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya”
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Guh Bide Xwedê; Çawa Bidine Xebatê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be
th rûp. 3

Neme ji Koma Rêberiyê

“Gerekê hûn dersdar” bin (Îbr. 5:12). De bidine hesabê xwe, wekî Yehowa Mamostayê herî baş, dixwaze em meriva hîn kin derheqa wî! Qedir û cabdarîke gelek mezin e, gava em malbetêda, civatêda û wedê xizmetê, derheqa Yehowa rastiyê meriva hîn dikin. Lê ça em dikarin hînkirinêda cêribandî bin û serfiraz bin?

Caba vê pirsê em divînin giliyê Pawlosê şandîda ku ewî Tîmotêyora nivîsî: “Xwe bide wê yekê, ku cimetêra nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî”. Pawlos berdewam dike: “Bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanêd guhdariya te dikin” (1 Tîm. 4:13, 16). Belê, tu gerekê mizgîniyê bela kî, kîjan ku jîyînê xilaz dike. Lema jî gelek ferz e, em bixebitin seva ku xwendinêda û hînkirinêda cêribandî bin. Hema nêta vê broşûrê jî ew e, ku vê yekêda alî me bike. Ka em dîna xwe bidine vê broşûrê.

Rêza kifşkirî

Ser her rûpêlekê heye rêzek, ev yan prînsîpa Kitêba Pîroz e ku têma hînbûnêva girêdayî ye, yan jî mesele ye, ku nîşan dike, wekî çawa dersa hînbûnê bidî xebatê.

Şîreta kêrhatî

Şîretên kêrhatî, yên ku fikirên serekeva girêdayî ne, û têne şêwirkirinê

XIZMETÊDA BIDE XEBATÊ

Vira vê hebin şîretên ku xût bona xizmetê têne xebitandinê. Heçî zef fikirên ji vê broşûrê dikarin bêne xebitandinê ça xizmetêda usa jî çaxê ji sênê hîn dikin.

Yehowa Mamostayê Mezin e (Îş. 30:20). Ev broşûr wê alî te bike feresetên xwe daha baş kî, ku xwendin û hînkirinêda hoste bî. Tu car bîr neke ku Yehowa heye kaniya wê mizgîniyê, kîjan ku em bela dikin û hema Ew meriya dikşîne berbi xwe (Yn. 6:44). Xêncî wê yekê dua bike, wekî Xwedê ruhê xweyî pîroz bide te. Her gav Xebera Xwedê bide xebatê. Timê dîna meriya derbazî ser Yehowa ke, ne ku ser xwe. Bixebite ku bal guhdara, hizkirin hindava Yehowa, pêşda bînî.

Tu hatî teglîfkirinê, wekî mizgîniya girîng bela kî. Em bawer in ku heta tu qewata Xwedêva girêdayî bî, tê serfiraz bî (1 Pt. 4:11).

Hevaldersdarên te,

Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa

Bira gotar dixûne; xûşk mizgîniyê bela dike; bira li ser xebatê şedetiyê dide; cahil mekteba xweda şedetiyê dide
    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin