Adar
Înî, 1 Adar
Ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).
Dibeke civatêda kesek we eciz dike. Hergê hûn ser vê yekê nexebitin wekî ser wî eciz nebin, çiqas dirêj bikişîne wê haqas wera çetin be. Kitêba Pîroz dibêje mêvanhizî dikare heleqetiya me tevî meriva baş ke, û hela hê tevî dijmina jî (Metlk. 25:21, 22). Mêvanhizî dikare dilê we nerm ke hindava wî merivî, kîjan we xweş nayê û hûnê îda hindava wîda bîna xwe teng nekin. Wî cûreyî hûnê bikaribin nav wî merivîda hunurên baş bivînin, kîjan ku Yehowa nav wîda dît û wî anî ser riya rast (Yûhn. 6:44). Usa jî çaxê hûn bi hizkirinê kesekî teglîfî mala xwe dikin û ew ne jî hîviyê bû, ew yek dikare bibe destpêka hevaltiya baş. Lê ça hûn dikarin têderxin wekî hizkirin we hêlan dike vê yekê bikin? Mesele, bidine xebatê şîreta giliyên rêza vê rojê. Belê, em gerekê xûşk-bira ser xwera bigirin vê yekêda ku hunurên wane usa bivînin yên ku ji hunurên me baştir in, mesele baweriya wane qewî, sebir, mêrxasî yan jî hunurên dine baş. Ew yek wê hizkirina me hindava wan qewî ke û rê veke, wekî bi dil û can hindava wanda mêvanhiz bin. w18.03 17 ¶18-19
Şemî, 2 Adar
[Yehowa] naxwaze tu kes unda be (2 Pet. 3:9).
Dê-bavên ku zara wan ji civatê hatiye derxistinê, heleqetiya wan tevî vê zarê dibe cêribandina wane lape mezin. Dîna xwe bidine mesela xûşkekê, qîza kê jî ji civatê hate derxistinê û ji mal çû. Ew dê gilî dike: “Min edebyetên meda menî digeriya, seva ku bikaribim tevî qîza xwe û nebiya xwe wede derbaz kim. Lê malxê min minra bi nermî got, wekî ez fem kim ku qîza me niha destê Xwedêda ye û em gerekê nekevine nav wî şixulî”. Wede şûnda qîza wê vegeriya civatê. Dê got: “Ew gelek qedirê min û bavê xwe digire, çimkî zane ku em gura Xwedêda bûn”. Hergê zara we ji civatê derxistî ye, gelo hûnê “bi temamiya dilê xwe” îtbariya xwe Yehowa bînin, yan “hişê xwe”? (Metlk. 3:5, 6). Lema jî îtbariya xwe şîretkirin û rêberiya Yehowa bînin, hingê jî gava wera çetin e. Guh bidine şîretkirina Xwedê, miqabilî wî neçin. w18.03 31 ¶12-13
Led, 3 Adar
Herin û . . . hemû miletan bikin şagirt (Met. 28:19, ÎM).
Kitêba Pîrozda nayê gotinê, wekî meriv gerekê çend salî be seva bê nixumandinê. Xebera Yûnanî ku tê welgerandinê “bikin şagirt” kîjan ku Metta 28:19-da tê gotinê, fikireke usa dide kifşê ça kesekî hîn kin bi vê nêtê seva ew bibe şagirt. Şagirt ew e, yê ku hîn dibe û fem dike hînkirinên Îsa, û safî dike wan tişta bîne sêrî. Dêmek, nêta hemû dê-bava gerekê ew be ku zarên xwe ji zarotiyê hîn kin bi vê nêtê ku bibine şagirtên Îsa. Rast e zara virnî nikare bê nixumandinê, lê Kitêba Pîroz dide kifşê wekî hela hê zara biçûk jî dikare rastiyên Kitêba Pîroz fem ke û hiz ke. Mesele, Tîmotêyo hela hê cahiltiyêda rastî qebûl kir û safî kir ku Xwedêra xizmet ke. Baweriya wî qewî bû (2 Tîmt. 1:5; 3:14, 15). Çaxê ew bû weke 20 salî, ewî îda civatêda cabdariyên mexsûs distand (Kar. Şand. 16:1-3). w18.03 9 ¶4-5
Duşem, 4 Adar
Bi ruh û fikirêd xweda nûyejiyîn bin (Efes. 4:23).
Çaxê em bûne xizmetkarên Xwedê, em gelek tiştada hatine guhastinê. Ew yek hemû aliyava ser jîyîna me hukum bû. Lê paşî nixumandinê jî me berdewam dikir bêne guhastinê. Em gişk gunekar in, lema em gerekê timê guhastina bikin (Fîlî. 3:12, 13). Firqî tune em cahil in yan emirda mezin in, her kes ji me dikare pirsên usa bide xwe: “Gelo ez ruhanîda hê pêşda diçim, yan na? Gelo xeyset-hunurada ez dibime mîna Mesîh? Gelo nihêrandina min û rabûn-rûniştina min civatêda, derheqa min çi eyan dikin? Gelo xeberdana min derheqa xwestinên min çi dide kifşê? Hînbûna şexsî, kincxwekirin, xemilandin, û ew yek ku ez ça qebûl dikim şîreta, çi eyan dikin derheqa min? Çaxê ez rastî cêribandina têm, ez ça xwe didime kifşê? Gelo ez bûme Mesîhiyê gihîştî?” (Efes. 4:13). Çaxê em kûr bifikirin ser cabên wan pirsa, ew yek wê alî me bike fem kin ku ruhanîda em çiqas pêşda çûne. w18.02 24 ¶4-5
Sêşem, 5 Adar
Xwezî li wî cimetî, ku Xwedêyê wan Yehowa ye (Zeb. 144:15, DT).
Nava terîxiya însanetêda, em wedekî gelek mexsûsda dijîn. Çawa Kitêba Pîroz pêxembertî kiriye, Yehowa “elaleteke . . . mezin . . . ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî” top dike. Ew “cimeteke qewî ye” ku ji 8 mîlyon merivî zêdetir e. Ew meriv “şev û ro [Xwedê] dihebînin” û bextewar in (Eyan. 7:9, 15; Îşa. 60:22, DT). Tu car haqas meriv tune bûn ça îro, yên ku hin Xwedê hin jî meriva hiz dikin. Kitêba Pîroz usa jî derheqa wedê me pêxembertî kiriye, ku hizkirina nerast wê belabûyî be. Ew xwehizî ye, û hizkirina wî cûreyî merivên usa didine kifşê yên ku ji Xwedê dûr in. Pawlosê şandî nivîsî: “Rojêd axiriyêda . . . merivê bibine xwehiz, perehiz, . . . rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 Tîmt. 3:1-4). Ev cûre hizkirin tu car nakeve nava hizkirina Mesîhîtîda. Bi rastiyê ev hizkirin jîyîn hê çetin dike. w18.01 22 ¶1-2
Çarşem, 6 Adar
Yê Xudan digerin, tam fem dikin (Metlk. 28:5).
Bi saya zanebûna rast, bawerî û bîlaniya Nuh hebû. Ewê yekê alî wî dikir ku nekeve qeziyê, îlahî aliyê ruhanîda zîyanê nestîne. Besa xeberê, Nuh “rîya Xwedêda diçû”, ew riya merivên xirabda ne diçû, dêmek tevî wan hevaltî nedikir. Hingê meriv ser wan cina yên ku xwe kiribûn meriv, ecêbmayî diman, çimkî ewana gelek qewat bûn, û diqewime hela hê jî meriva wana dihebandin. Lê Nuh yeke nehate xapandinê (Destp. 6:1-4, 9). Ewî zanibû ku Xwedê dixwest, wekî meriv zara bînin û erdê tije kin (Destp. 1:27, 28). Lema jî Nuh fem dikir ku ew heleqetiya sêksûal orta jin û cinên ku xwe kiribûn meriv, usa jî zar ku wanra dibûn, ne tebiyetî û ne rast bû. Ew yek eyan dibû çaxê ew zar mezin dibûn û ji hemûyên din qewattir bûn. Lema jî Yehowa pêşda gote Nuh, wekî ew dixwaze sêlavê bîne ser erdê. Nuh baweriya xwe giliyên Xwedê anî û gemî ava kir. Usa ew neferên xweva xilaz bûn (Îbrn. 11:7). w18.02 9 ¶8
Pêşem, 7 Adar
Ez bi kerema Xwedê me çi jî heme (1 Korn. 15:10).
Hergê te gunekî giran kiriye, Yehowa hazir e bibaxşînine te û alî te bike ku ruhanîda qenc bî. Lê tu gerekê alîkariya wî ku ew bi saya civatê dide, qebûl kî (Metlk. 24:16; Aqûb 5:13-15). Lema jî paş nexe alîkariyê qebûl kî, çimkî ew yek jîyîna teye heta-hetayêva girêdayî ye! Lê tu çi dikarî bikî hergê gunê te hate baxşandinê, lê îsafa te dîsa jî te diçerçirîne seva şaşiyên teyî berê? Cara Pawlosê şandî dilteng dibû seva gunên xweyî berê. Ewî got: “Ez ji şandiya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê, çimkî min civîna Xwedê zêrand” (1 Korn. 15:9). Yehowa Pawlos qebûl kir çi jî ew hebû, û Ew dixwest wekî Pawlos jî vê yekê fem ke. Hergê te gunên xweyî berê tobe kiriye û derheqa gunên xweyî giran te tevî rûspiya xeber daye, tu gerekê dudilî nebî wekî Yehowa wê ese bibaxşînine te. Bawer be ku Yehowa dibaxşînine te, û baxşandin û rema wî qebûl ke (Îşa. 55:6, 7). w18.01 11 ¶17-18
Înî, 8 Adar
Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire (Aqûb 4:8).
Seva ku bibine dostên Yehowa, em gerekê guh bidine wî û tevî wî xeber din. Çaxê em şexsî Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, usa em guh didine Yehowa. Ev usa jî tê hesabê ku em gerekê Xebera Xwedê û usa jî edebyetên meye ser hîmê Kitêba Pîroz, bixûnin û ser bifikirin. Usa em zanebûnê distînin. Lê bîr nekin ku hînbûna Kitêba Pîroz usa nîne ku ezberî hîn bî, çawa wedê êkzamîna. Hînbûna kêrhatî mîna vê yekê ye, çaxê tu tiştekî lêkolîn dikî û tiştên teze pêdihesî derheqa xeyset-hunurên Yehowa. Hînbûna usa wê alî te bike ku nêzîkî Xwedê bî, û paşê ew jî wê nêzîkî te be. Teşkîleta Yehowa gelek hacet dide, kîjan ku dikarin alî te bikin hînbûna teye şexsîda. Mesele, jw.org-da hene rêberiyên bona lêkolînkirinê, bi navê “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” (Zeb. 119:105). w17.12 25 ¶8-9
Şemî, 9 Adar
Wê di hemû çiyayê minî pîrozda, xesarê nedin û helaq nekin (Îşa. 11:9).
Dîna xwe bidin ku ev edilayî wê hingê be, çaxê “dinya . . . bi zanîna Xudanva tijî bibe”. Femdarî ye heywan nikarin derheqa Yehowa pêbihesin, lema jî ew tê hesabê ku ev pêxembertî derheqa meriva tê gotinê (Îşa. 11:6, 7). Îro hene gelek merivên ku hunurên heywanî didane kifşê, lê paşê hatine guhastinê. Serhatiya hine wan meriva hûn dikarin bixûnin ser malpera me jw.org, rêza gotarêda bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze”. Ew meriv ku berê zulm bûn, “merivê nû” li ser xwe kirin, ku “kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye” (Efes. 4:23, 24). Çaxê meriv derheqa Xwedê pêdihesin, ewana têderdixin wekî wanra lazim e li gora prînsîpên wî bijîn. Paşê ewana hêlan dibin ku baweriya nerast bihêlin, hiş-aqilê xwe û rabûn-rûniştina xwe biguhêzin. Ev guhastin hêsa nînin, lê qewata ruhê Xwedêyî pîroz, alî wan meriva dike, yên ku bi dil dixwazin qirara Xwedê bînin sêrî. w18.01 31 ¶15-16
Led, 10 Adar
Her kes [wê ji mirinê rabe] dora xweda (1 Korn. 15:23).
Kitêba Pîroz derheqa rabûna ji mirinê bona jîyîna ser ezmana, dibêje “her kes dora xweda” wê ji mirinê rabe. Em dikarin dudilî nebin, wekî dinya tezeda jî rabûna miriya wê bi organîze be. Rastî jî hewas e pêbihesin ew yek wê ça biqewime. Dibeke bal me pirs pêşda tên: “Gelo ewên ku wan paşwextiyada mirine, wê destpêka Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh ji mirinê rabin û rastî merivên xweyî delal bên? Gelo dibeke pêşiyê mêrên ji hêna berê yên ku rêberên baş bûn, wê rabin, seva ku dinya tezeda organîzekirinêda alî cimeta Xwedê bikin? Lê wê çi bibe tevî wan meriva yên ku tu car Yehowara xizmet nekirine? Ewana wê kengê û kîderê ji mirinê rabin?” Belê, derheqa van tişta gelek pirs dikarin pêşda bên. Lê wê baş be, hergê em derheqa wan tişta gelek berxwe nekevin, lê dewsê em hîviyê bin û bivînin wê ça be. Em dikarin bawer bin wekî em pê çevê xwe bivînin ku Yehowa wê çawa van tişta bike. Heta ew wede bê, em gerekê baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin. Yehowa bi Îsa mera soz da ku mirî bîra Wîda nin û ew wê wana ji mirinê rake (Yûhn. 5:28, 29; 11:23). w17.12 12 ¶20-21
Duşem, 11 Adar
Kulfetno, gura mêrêd xweda bin, çawa ku li yektiya Xudan dikeve. Mêrno, kulfetêd xwe hiz bikin, dilê wan neêşînin. Zarno, her tiştîda gura dê û bavê xweda bin (Kols. 3:18-20).
Bêşik, hergê îro jî malbetêda ewan şîreta bînin sêrî, malbet wê karê bistîne. Xwedê mêrara dibêje: “Mêrno, kulfetêd xwe hiz bikin, dilê wan neêşînin”. Mêrê ku bi hizkirin e qedirê jina xwe digire, û çaxê ew fikirên xwe dibêje guh dide wê. Usa ew jêra dide kifşê ku giliyên wê bona wî ferz in (1 Pet. 3:7). Rast e her gav mêr nikare usa bike çi ku jina wî dixwaze, lê çaxê ew tevî wê şêwir ke, hingê wê safîkirina baş bike (Metlk. 15:22). Mêrê ku jina xwe hiz dike wê ne ku ji wê dewa bike ku qedirê wî bigire, lê usa bike ku qedirgirtina wê qazanç ke. Mêr hergê jin-zarên xwe hiz bike, malbeta wî wê bextewar be, çimkî ewana wê bi şabûnê Yehowara xizmet kin û xelata jîyîna heta-hetayê qazanç kin. w17.11 28 ¶12; 29 ¶15
Sêşem, 12 Adar
Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtiya derewe pûç dilê we bike hêsîr. Ew ji . . . vê dinyayê tên (Kols. 2:8).
Pawlosê şandî nema Kolosiyara weke sala 60-61 D.M. nivîsî, çaxê Romêda girtî bû. Ewî wanra şirovekir, wekî çiqas ferz e “zanebûna ruhanîva tijî bin” (Kols. 1:9). Pawlos wanra got: “Ez vê yekê dibêjim, wekî tu kes we bi zarê şîrin nexalifîne. Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtiya derewe pûç dilê we bike hêsîr. Ew ji edetêd meriva û sixirêd vê dinyayê tên, ne ji Mesîh” (Kols. 2:4, 8). Paşê Pawlos şirovekir ku çira hine nêt-fikirên wê dinyayê yên ku belabûyî ne, nerast in û çira gelek meriv wan nêt-fikira qebûl dikin. Mesele, meriv bi nihêrandina vê dinyayê hêlan dibin ku xwe ji yên din gelek aqiltir hesab kin û xwe ser wanra bigirin. Lema jî Pawlos neme nivîsî seva alî xûşk-bira bike wekî nekevine bin bayê nêt-fikirên vê dinyayê û kirên xirab biterikînin (Kols. 2:16, 17, 23). w17.11 20 ¶1
Çarşem, 13 Adar
Heger destê te yan nigê te, te ji rê derxe, wî jêke û ji xwe bavêje (Met. 18:8).
Mesîhî çi gerekê biterikîne, seva ku Yehowa berdewam ke rema xwe jêra nîşan ke? Ew gerekê wan tişta jî biterikîne kîjana ew begem dike, lê dikarin wî berbi gune bivin (Met. 18:9). Mesele, hergê heval te hêlan dike vê yekê bikî çi ku Yehowa xweş nayê, gelo tuyê dîsa berdewam kî tevî wî hevaltiyê bikî? Yan jî hergê tu xwe digirî wekî îçkê gelek venexwî, tu dikarî xwe dûr bigirî ji wan dereca, kîderêda wê tera çetin be xwe bigirî? Hergê tera çetin e xwestinên sêksûalî kontrol kî, tuyê xwe dûr bigirî ji fîlm, malper, û tiştên din kîjan ku fikirên netemiz pêşda tînin? Bîr nekin ku hêja ye em tiştekî ji xwe kêm kin seva aminiya xwe hindava Yehowa xwey kin. Hergê Yehowa me bihêle, ji vê xirabtir tiştek tune. Lê çaxê em texmîn dikin “hizkirina wîye amin”, ji vê çêtir tiştek tune (Îşa. 54:7, 8, DT). w17.11 11 ¶12
Pêşem, 14 Adar
Nifir wê bibare . . . , çimkî her kes ku diziyê dike . . . bê ceza dimîne (Zeker. 5:3, DT).
We dîna xwe dayê ku Zekerya 5:4-da tê gotinê, wekî nifir “wê bikeve mala diz û . . . hundurê mala wîda bisekine” û hilşîne? Belê, ji dîwana Yehowa tu kes nikare bireve. Xwedê dikare her xirabiyê ku nava cimeta wîda veşartî ye, eşkere ke û bide hildanê. Hergê jî kesek diziya xwe ji merivên dewletê, ji xebatçiya, ji rûspiya yan jî ji dê-bava veşêre, lê ji Xwedê ew nikare veşêre. Xwedê dibêje ku her diz wê ese eyan be (Îbrn. 4:13). Em bextewar in çimkî em nava wê cimetêda nin, ya ku dixwaze her tiştîda rast û helal be (Îbrn. 13:18). Hemû cûre dizî Yehowa bêhurmet dike. Bona me qedirekî mezin e ku em zanin qanûn û prînsîpên Yehowa, kîjan ku alî me dikin em usa bijîn, wekî navê wî bêhurmet nebe. Belê, hergê em gura Xwedê bikin, nifirê Xwedê wê neyê ser me. w17.10 22 ¶6-7
Înî, 15 Adar
Bicedînin, ku yektiya ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin (Efes. 4:3).
Em gerekê timê edilayê xwey kin tevî xûşk-bira, hela hê hingê jî gava me rast fem nakin yan jî hindava meda nerastiyê dikin (Rom. 12:17, 18). Hergê me kesek daye xeydandinê, belê em gerekê baxşandinê bixwazin. Lê seva ku dilê kesekî nerm kin, baxşandin gerekê ji dil be. Zewacêda îlahî gelek ferz e edilayê xwey kin. Nerast e hergê jin-mêr ber meriva xwe nîşan dikin yançi hevdu hiz dikin, lê çaxê tenê ne hevra xeber nadin, giliyên xirab hevdura dibêjin, yan jî destê xwe dirêj dikin. Em usa jî gerekê hazir bin bi dil û can bibaxşînin. Hergê kesekî em dane xeydandinê, em dibaxşînine wî û xeydê ji dilê xwe derdixin. Seva bi dil bibaxşînin, em gerekê gelek nefikirin ser xeydê, çimkî hizkirin “kînê najo” (1 Korn. 13:4, 5). Lê hergê em xeydê ji dilê xwe dernexin û ew meriv ber çevê me reş be, em dikarin heleqetiya xwe hin tevî xûşk-bira, hin jî tevî Yehowa xirab kin (Met. 6:14, 15). w17.10 10 ¶14-15
Şemî, 16 Adar
Hûnê bizanibin ku Xudanê artêşan min şandiye (Zeker. 6:15).
Gelo hingê ça elametiya Zekerya ser Cihûya hukum bû? Yehowa soz da ku ew wê alî wan bike û wana xwey ke gava ewana paristgehê ava kin. Ewê yekê dilê wan hêsa kir û şidand. Lê yeke ewana difikirîn ku wê ça wî şixulê mezin bikin, ne ewana hindik in. Giliyên Zekerya ku ewî wanra got, tirs û şik ji dilê wan derxist. Ewî got ku xêncî alîkariya Helday, Tobiya û Yedaya, Xwedê got ku ji dûrva wê dîsa gelek bên, seva avakirina paristgeha Yehowada komekê bidin. Cihû bawer bûn ku Xwedê aliyê wan e, û rast e padşê Farsî ev şixul qedexe kir, lê yeke ewana bi mêrxasî vegeriyane şixulê avakirina paristgehê. Hine wede şûnda, Yehowa ew qedexe ku tê bêjî mîna çiya riya wan dadida, kuta kir û axiriyêda sala 515 B.D.M., paristgeh heta xilaziyê ava bû (Ezr. 6:22; Zeker. 4:6, 7). Lê giliyên Yehowa îro bona me ne jî, çimkî îro tiştekî hê mezin diqewime. w17.10 29 ¶17
Led, 17 Adar
Mêrxas be û here şixul destpêke (1 Dîr. 28:20, DT).
Yehowa Silêman kifş kir û rêberî wî kir seva ew berpirsiyartiyê avakirineke gelek ferz bike. Ewî gerekê Orşelîmêda paristgeh ava kira. Ev avayî gerekê “zef mezin” bûya. “Hemû welatada” ev paristgeh gerekê bi bedewiya xwe eyan bûya. Xêncî vê yekê, ev paristgeh gerekê bibûya “mala Xudan”, dêmek mala Xwedêyê rast Yehowa (1 Dîr. 22:1, 5, 9-11). Dawid Padşa bawer bû ku Xwedê wê alî Silêman bike. Lê hingê Silêman cahil û necêribandî bû. Lema seva destpêke evê paristgehê ava ke, wîra mêrxasî lazim bû. Lê gelo mêrxasiya wî hebû? Gelo ev yek ku ew cahil û necêribandî bû, rê wî girt ku destpêke wî şixulî bike? Hergê Silêman mêrxas nîbûya, wê tirs biketa dilê wî, û wê avakirin destpênekira. Lê ew yek wê hê xirab bûya, ne ku hergê destpêkira û ew şixul rind nehata kirinê. Mîna Silêman mera jî alîkariya Yehowa lazim e seva mêrxas bin û şixulê ku ew daye me bînin sêrî. w17.09 28 ¶1-2; 29 ¶4-5
Duşem, 18 Adar
Gotina Xwedayê me abadîn dimîne (Îşa. 40:8).
Hûn qe fikirîne ku emirê we wê ça bûya hergê Kitêba Pîroz tune bûya? Bona jîyîna herrojî şîretên kêrhatî wê tune bûna. Hûnê haş pê tune bûna ku Xwedê kê ye û yekî ça ne, emir ji ku hatiye, û axiriyêda wê çi bibe. Weyê ne jî bizanibûya ku Yehowa çawa bû tevî însanetê hêna berêda. Em gelek şa dibin ku em halekî usada nînin! Yehowa Xebera xwe, Kitêba Pîroz daye me. Ewî soz da ku elametiya ji Xebera wî wê heta-hetayê bimîne. Petrûsê şandî giliyên ji Îşaya 40:8 wekiland. Rast e ev rêz hema derheqa Kitêba Pîroz nîne, lê çawa em zanin ew derheqa elametiya ji Kitêba Pîroz e ku ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê (1 Pet. 1:24, 25). Lê her gav usa hêsa nîbû Kitêba Pîroz bixûnin, çimkî nava gelek qirnada pey Kitêba Pîroz diketin û dixwestin kuta kirana. Lê hebûn merivên dilsax ku wan peyketina neditirsiyan, Nivîsarên Pîroz weldigerandin û bela dikirin. Wana li gora qirara Xwedê dixwestin ku “hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin” (1 Tîmt. 2:3, 4). w17.09 18 ¶1-2
Sêşem, 19 Adar
Tu jina wî yî, ezê çawa vê xirabîya mezin bikim û li ber Xwedê gune bikim? (Destp. 39:9).
Îro gelek cahilên meye Mesîhî jî, rastî cêribandina mîna ya Ûsiv tên (Destp. 39:7). Dîna xwe bidine mesela Kîm. Hevalên wêye dersxanê timê xwe qure dikirin û gilî dikirin ku ewana şemî û leda diketine heleqetiya sêksûal. Lê Kîm mîna wan nîbû, lema derheqa vê têmê tiştek tune bû wanra gilî ke. Kîm gilî dike ku cara ewê xwe tenê texmîn dikir, çimkî ji wana cude dibû. Hin jî ewan cahila hesab dikirin ku Kîm bêfem e, çimkî ew tevî tu geda nediçû-nedihat. Lê Kîm serwaxt bû, çimkî fem dikir ku ji bo xwestina sêksûal cahil hê zêde têne cêribandinê (2 Tîmt. 2:22). Hevalên wêye dersxanê gelek car ji wê dipirsîn ku ew hela hê qîz e yan na. Hingê Kîmra mecal vedibû û ewê wanra şirovedikir ku çira ew namûsiyêda xwe temiz xwey dike. Em gelek firnaq dibin wan cahilên Mesîhîra, yên ku nav-namûs dijîn, û Yehowa jî wanara gelek firnaq dibe! w17.09 4 ¶8; 5 ¶10
Çarşem, 20 Adar
Bînteg nebe ku xirabîyê bikî (Zeb. 37:8).
Merivê ku zû hêrs dikevin, gelek car hêrsa xwe bi giliyên necayîz didine kifşê. Ew xeysetê merivê kevin, femdarî ye wê malbetêra bextewariyê neyne. Kitêba Pîroz dibêje ku hêrsê, xeberdana xirab û qare-qarê ji xwe dûr xin (Efes. 4:31). Gelo çira? Çimkî ew tişt dikarin meriva bibine berbi zorbetiyê. Vê dinêda hêrsketin û zorbetî normal e, lê ew yek Efirandarê me bêhurmet dike. Gelek xûşk-birên me wan tiştada xwe guhastine, û merivê nû li ser xwe kirine (Kols. 3:8-10). Derewî jî para merivê kevin e. Mesele, gelek meriv derewa dikin seva xercê dewletê nedin, yan jî seva şaşî yan gunê wan eşkere nebe û cezayê nestînin. Lê Yehowa Xwedê rastiyê hiz dike (Zeb. 31:5). Lema ew dewa dike, wekî her xizmetkarê wî “hevalê xwera rast xeber de” û “derewa” neke (Efes. 4:25; Kols. 3:9). Belê, hergê jî em şerm dikin yan jî mera çetin e, yeke em gerekê timê rastiyê bêjin (Metlk. 6:16-19). w17.08 18 ¶3, 5; 20 ¶12-13, 15
Pêşem, 21 Adar
Xebera Wî zû bela dibe (Zeb. 147:15).
Îro Yehowa bi Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz rêberiyê me dike. “Xebera wî zû bela dibe”, dêmek gava mera alîkarî lazim e, ew derbêra dide me. Besa xeberê, bifikirin ku hûn kareke çiqas mezin distînin çaxê Kitêba Pîroz dixûnin, edebyetên “xulamê amin û serwaxt” lêkolîn dikin, JW Brodkastîngê dinihêrin, dikevine malpera me jw.org, tevî rûspiya xeber didin û tevî xûşk-bira hevaltiyê dikin (Met. 24:45). Dibeke we xwexa emirê xweda dîtiye ku Yehowa çawa zû û wededa rêberî daye we. Zebûrbêj zanibû ku Îsraêl cimeta Xwedêye bijartî ye. Hingê tenê wana “xebera” Xwedê û “qanûn û qirarêd” wî distandin (Zeb. 147:19, 20). Lê îro em keremkirî ne, çimkî ser temamiya erdê navê Xwedê tenê ser me ye. Em Yehowa nas dikin û Xebera wî rêberiyê me dike. Hin jî em dikarin heleqetiya nêzîk tevî wî xwey kin. Belê, mîna nivîskarê Zebûr 147, meniyên we jî gelek hene ku pesinê Yehowa bidin û vê yekêda merivên din jî hêlan kin. w17.07 20 ¶15-16; 21 ¶18
Înî, 22 Adar
Tu esker şixulê binelîtiyêva mijûl nabe, wekî li seresker xweş bê (2 Tîmt. 2:4).
Îro şagirtên Îsa, ku ji wan mîlyonekî zêdetir xizmetkarên hertim in, evê şîreta Pawlos ji rêza vê rojê didine xebatê. Ewana çev nadine vê dinyayê, kîjan ku perehiz e û tima ye û bîr nakin evê prînsîpê: “Deyndar dibe xulamê deyndayî” (Metlk. 22:7). Şeytan hema evê yekê dixwaze wekî em hemû wedê xwe û qewata xwe xerc kin û bibine xulamên vê dinyayê. Belê, em gerekê miqatî xwe bin, wekî safîkirinên usa nekin ku me bikine xulam. Mesele, hergê em perê qalim deynî hildidin seva tam bikirin, yan xwendina bilind bistînin, yan jî avta biha bikirin, em dikarin ser gelek sala bikevine bin deyna. Lema jî aqilayî ye, ku pey pera nekevin, deyna nekine stûyê xwe û perê xwe rast xerc kin. Usa wê tu tişt rê me negire ku Xwedêra xulamtiyê bikin û nebine xulamên komêrsya vê dinyayê (1 Tîmt. 6:10). w17.07 10 ¶13
Şemî, 23 Adar
Ez rast xwe li hemû qanûnêd Te digirim, lê ji hemû rêyêd derew ez dienirim (Zeb. 119:128).
Tenê îzina Yehowa heye serwêrtiyê bike. Ew bi heqiyê serwêrtiyê dike. Yehowa dibêje: “Ez Yehowa me, ez bi hizkirinê, heqiyê û rastiyê me hindava erdê, çimkî ew yek dilê min xweş tê” (Yêrem. 9:24, DT). Yehowa zane çi heq û rast e, û jêra nelazim e qanûnên ku meriv xwexa çêkirine. Yehowa xwexa qanûna datîne, û ewî li gora heqiya xwe merivara qanûn daye. “Rastî û heqî ew bingehêd textê . . . [wî] ne”. Lema jî hemû qanûn, prînsîp û safîkirinên wî rast in (Zeb. 89:14). Şeytan got ku yançi Yehowa Hukumdarê heq nîne, lê xwexa Şeytan heqiyê û rastiyê nikare bîne ser dinyayê. w17.06 28 ¶5
Led, 24 Adar
Xudan, tu Xwedê yî û gotinên te rast in (2 Sam. 7:28).
Yehowa ye Xwedêyê rastiyê (Zeb. 31:5). Û ew mîna bavekî merd, ewan rastiya merivên xwedêxofra eyan dike. Em gelek rastiya pêhesiyan ji Xebera Xwedê, ji edebyetên me, ji civatên mezin, û civatên her heftiyê. Û çiqas diçe, “xizna me” pê rastiyên kevin û teze zêde dibe (Met. 13:52). Hergê em mîna xizneke veşartî rastiya bigerin, Yehowa wê alî me bike, wekî em “xizna” xwe pê rastiyên teze zêde kin (Metlk. 2:4-7). Lê ça ewan rastiya bigerin? Em gerekê timê Xebera Xwedê û edebyetên me bixûnin, û kûr lêkolîn bikin. Tenê bi wî cûreyî emê bivînin wan rastiya, kîjan ku wê bona me “nû” bin, dêmek kîjan ku me berê nizanibû (Yêşû 1:8, 9; Zeb. 1:2, 3). Belê, em gerekê timê berdewam kin rastiyên qîmet bigerin û xizna xwe zêde kin. w17.06 12 ¶13-14
Duşem, 25 Adar
Hûnê bangî min bikin û hûnê herin û ji minra dua bikin û ezê we bibihîzim (Yêrem. 29:12).
Birakî cahil û azep, were em wî nav kin Êdûardo, derheqa pirsekê xeber da tevî rûspîkî emirda mezin yê ku zewicî ye. Navê wî rûspî Stêfan e. Êdûardo difikirî derheqa giliyên ji 1 Korintî 7:28: “Yêd usa [yên zewacêda] wê rastî oxirmêd giran bên”. Ewî ji Stêfan bira pirsî: “Çi tê hesabê ‘oxirmêd giran’, û hergê ez bizewicim, ça gerekê wan oxirmên giran derbaz kim?” Stêfan pêşiya ku caba vê pirsê bida, gote Êdûardo ku bifikire ser van giliyên Pawlos: “Xwedêyê hemû berdiliyê . . . nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 Korn. 1:3, 4). Bavê me Yehowa me hiz dike û berdiliyê dide me çaxê em rastî çetinaya tên. Dibeke bal we jî usa qewimiye, ku çetinayêda Xwedê bi saya Xebera xwe alîkarî û rêberî daye we. Belê, em gerekê dudilî nebin ku Yehowa ça berê, usa jî îro qenciya xizmetkarên xwe dixwaze (Yêrem. 29:11). w17.06 4 ¶1-2
Sêşem, 26 Adar
Xudan xerîba xwey dike (Zeb. 146:9).
Xûşk-birên me yên revî, hê zef hewcê alîkariya ruhanî û berdiliyê ne, ne ku hewcê pera (Met. 4:4). Mesele, rûspî dikarin ser zimanê wan edebyeta destxin û alî wan bikin seva ewana rastî wan bira bên, yên ku ser zimanê wan xeber didin. Gelek revî ji malên xwe, neferên xwe, binelî welat û ji civatê qetiyane. Ewana hînî çi bûne îda tune. Lema jî ewana gerekê hizkirina Yehowa û dilşewatiyê nava xûşk-birada texmîn kin. Hergê ewana ji xûşk-bira berdiliyê nevînin, ewana wê alîkariyê bal nebawera bigerin, mesele, bal wan yên ku dibeke ji welatê wan nin, edetên wan yek e û halekîda nin (1 Korn. 15:33). Em gerekê usa bikin, wekî ewana civatêda xwe texmîn kin ça mala xweda. Bona me qedir e wekî em dikarin xweykirina xerîbada piştgiriya Yehowa bikin. Gelek revî nikarin vegerin welatê xwe, çimkî li wêderê hal xirab e û hinek qe ne jî dixwazin vegerin wêderê. Gelek ji wana rastî kul-derdên giran hatine. Seva bikevine heyra wan, pirseke usa bidine xwe: “Hergê ez halê wanda bûma, minê bixwesta ku hindava minda ça bûna?” (Met. 7:12). w17.05 6 ¶15-16
Çarşem, 27 Adar
Hizkirina geleka wê sar be (Met. 24:12).
Vê dinya Şeytanda, gelek tişt hene ji bo çi jî em dikarin dilteng bin. Lê hergê em gelek dilteng bin û berxwe kevin, baweriya me dikare sist be û hizkirina me hindava Xwedêda sar be (1 Yûhn. 5:19). Diqewime em seva kalbûn-pîrbûnê, sihet-qewata xirab, yan jî seva çetinayên perava girêdayî bîna xwe teng dikin. Yan jî diqewime em berxwe dikevin çimkî em hîviya tiştekî bûn, lê ew yek nehate sêrî. Dibeke dilê me dişkê, çimkî çi ku em dixwazin bikin nikarin bikin. Firqî tune em rastî çi çetinaya tên, em gerekê tu car nefikirin wekî Yehowa em hîştine, lema em wan kul-derda dikişînin. Yehowa dibêje wekî hizkirina wî hindava me kuta nabe. Ew giliyên şîrin em dixûnin Zebûr 136:23-da, kîderê tê gotinê: “Yê belengazîya meda me bîr tîne, çimkî huba wî heta-hetayê ye”. Belê, Yehowa me hertim hiz dike. Lema jî dudilî nebin wekî ew guhê xwe dide ser “zarînîya” me û caba duayên me jî dide (Zeb. 116:1; 136:24-26). w17.05 18 ¶8
Pêşem, 28 Adar
Heger hûn neheqiyêd meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqiyêd we nabaxşîne (Met. 6:15).
Çawa Galatî 2:11-14-da em divînin, hingê tirsa meriva kete ser Petrûs (Metlk. 29:25). Rast e Petrûs zanibû wekî Yehowa miletên din jî qebûl kiriye, lê wî çaxî Petrûs tirsiya ku Cihûyên sinetkirî wê çi bêjin. Gava Pawlos Antekyayêda durûtiya Petrûs dît, miqabilî wî rabû û durûtiya wî da rûyê wî (Kar. Şand. 15:12; Galt. 2:13). Petrûs yekî milûk bû û ewî şîretkirina Pawlos qebûl kir. Kitêba Pîroz nabêje ku Petrûs cabdariyên xweye civatêda unda kir. Bi rastiyê, ew paşê bi rêberiya Xwedê du neme nivîsîn, kîjan ku bûne para Kitêba Pîroz. Hin jî Îsa, dêmek serê civatê, dîsa jî wî qebûl dikir (Efes. 1:22). Û ewê derecê, mecal çêkir wan xûşk-birara, seva çev bidine Îsa û Bavê wî, û bibaxşînin Petrûs. Em bawer in ku ji wan xûşk-bira tu kes seva şaşiya merivê gunekar nelikumiye. w17.04 27 ¶16-18
Înî, 29 Adar
[Xwedê] dîwana bajarêd Sodom û Gomorayê jî kir, ew kirin ax-xwelî, wêran kir, bona nepakêd pey wanra dersek hişt (2 Pet. 2:6).
Çaxê Yehowa ew du şeher bi temamî kuta kir, nêta wî tenê ew nîbû ku xirabiyê bide hildanê. Yehowa bi vê yekê “bona nepakêd pey wanra dersek hişt”. Belê, çawa berê Yehowa hemû kirên bênamûsî da hildanê, usa jî hemû kirên xirab ku îro têne kirinê wê bide hildanê. Ew yek wê biqewime çaxê Yehowa qira vê dinyayê bîne. Dewsa wan kirên xirab wê çi bibe? Merivên cinetêda wê bi şixulên hewasva mijûl bin. Mesele, bidine ber çevê xwe wekî wê çiqas xweş be çaxê em erdê bikin cinet, yan jî bona xwe û merivên xweyî nêzîk xaniya ava bikin. Bifikirin hela wê çiqas baş be çaxê mîlyona meriv wê ji mirinê rabin. Emê wana rêyên Yehowa hîn kin û wanra gilî kin ku nava terîxiyêda Xwedê hindava însanetê çiqas qenc bû (Îşa. 65:21, 22; Kar. Şand. 24:15). Dinya tezeda emirê me wê bi şixulên usa tije be, ku mera şabûnê bîne û emê pesina bidine Yehowa! w17.04 12 ¶11-12
Şemî, 30 Adar
Yê ji deriyên mala minva derkeve, wê bibe yê Xudan (Hakim. 11:31).
Çaxê Yeftah ew sond xwar, ewî zanibû wekî diqewime ya pêşiyê qîza wî be ku ji mal derkeve û bê pêşiya wî. Yeke Yeftahra û qîza wîra gelek çetin bû, çimkî ew yek bona herda jî qurbaneke mezin bû. Gava ku Yeftah qîza xwe dît, “kincê xwe çirand” û got wekî dilê wî şkest. Qîza wî jî “qîztiya xwera” giriya. Gelo çira? Çimkî kurê Yeftah tune bû, lê qîza wî gerekê tu car mêr nekira û ne jî zar jêra bibûna. Lema jî navê Yeftah wê ji malbeta wî bihata hildanê û milkê wî jî negihîşta tu kesî. Lê Yeftah bona wan tişta gelek bînteng nebû. Bona wî ya lape ferz ew bû, ku sonda xwe ber Xwedê bîne sêrî. Ewî got: “Min ji Xudanra got, îdî ez nikarim vegerim”. Qîza wî gote bavê xwe: “Çawa ji devê te derketibe, usa bike” (Hakim. 11:35-39). Belê, Yeftah û qîza wî merivne amin bûn. Çiqas giran jî ser wan rûnişta, yeke qe hişê wanra jî derbaz nedibû, wekî sozê xwe ku wana Xwedêyê Herî Jorinra bida, neynin sêrî (Qan. Dcr. 23:21, 23; Zeb. 15:4). w17.04 4 ¶5-6
Led, 31 Adar
Ezê bi sebir hîviyê bin (Mîx. 7:7, DT).
Ûsivra gelek xirabî kirin. Mesele, çaxê ew weke 17 salî bû, birên wîyî helal wî ça dîl firotin. Paşê, çaxê ew Misirêda bû, şer avîtine wî yançi ewî xwestiye tevî jina axayê xwe razê û lema wî kirine kelê (Destp. 39:11-20; Zeb. 105:17, 18). Ûsiv merivekî amin û heyf bû, lê tê bêjî ew dihate cezakirinê, ne ku keremkirinê. Lê paşî 13 sala, halê wî nişkêva hate guhastinê. Wî ji kelê aza kirin, û ew bû serwêrê duda Misirêda (Destp. 41:14, 37-43; Kar. Şand. 7:9, 10). Lê gelo ji bo wan neheqiya Ûsiv hate guhastinê û bû yekî zulm? Gelo ewî îtbariya xwe hindava Yehowa unda kir? Tu car na. Lê çi alî wî kir ku bi sebir hîviyê be? Baweriya wî hindava Yehowa alî wî kir. Ewî zanibû wekî Yehowa haş ji her tiştî heye û her tişt destê wîda ye. Baweriya wî tê kifşê ji wan giliya ku ewî birên xwera got: “Rast e hûn hindava minda xirab fikirîn, lê Xwedê fikirî ku wê bike qencî, wekî mîna roja îroîn, emirê gelek merîya xwey ke” (Destp. 50:19, 20). Belê, Ûsiv fem kir wekî hêja bû ew hîviyê be. w17.08 4 ¶6; 6 ¶12-13