KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es19 rûp. 37-46
  • Nîsan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nîsan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
  • Binserî
  • Duşem, 1 Nîsan
  • Sêşem, 2 Nîsan
  • Çarşem, 3 Nîsan
  • Pêşem, 4 Nîsan
  • Înî, 5 Nîsan
  • Şemî, 6 Nîsan
  • Led, 7 Nîsan
  • Duşem, 8 Nîsan
  • Sêşem, 9 Nîsan
  • Çarşem, 10 Nîsan
  • Pêşem, 11 Nîsan
  • Înî, 12 Nîsan
  • Şemî, 13 Nîsan
  • Led, 14 Nîsan
  • Duşem, 15 Nîsan
  • Sêşem, 16 Nîsan
  • Çarşem, 17 Nîsan
  • Pêşem, 18 Nîsan
  • Roja Bîranînê
    Çaxê Ro Çû Ava
    Înî, 19 Nîsan
  • Şemî, 20 Nîsan
  • Led, 21 Nîsan
  • Duşem, 22 Nîsan
  • Sêşem, 23 Nîsan
  • Çarşem, 24 Nîsan
  • Pêşem, 25 Nîsan
  • Înî, 26 Nîsan
  • Şemî, 27 Nîsan
  • Led, 28 Nîsan
  • Duşem, 29 Nîsan
  • Sêşem, 30 Nîsan
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
es19 rûp. 37-46

Nîsan

Duşem, 1 Nîsan

Ewî pêşkêş bi cûrê meriva da (Efes. 4:8, DT).

Em ça dikarin karê bistînin ji wan pêşkêşa? Mesele, em dikarin çev bidine bawerî û mesela rûspiya. Usa jî şîretên wan ku ser hîmê Kitêba Pîroz in, qebûl kin (Îbrn. 13:7, 17). Bîr nekin, wekî rûspî me hiz dikin û dixwazin em ruhanîda mezin bin. Besa xeberê, hergê ewana divînin ku em civata berdidin yan jî xîreta xwe unda dikin, ewana wê eseyî nêzîkî me bin seva alîkariyê bidine me. Ewana wê guh bidine me, bi dilşewatî me bişidînin û bi Kitêba Pîroz şîret kin. Lê hûn evê alîkariya wan hesab dikin ça hizkirina Yehowa hindava xwe? Bîr nekin wekî cara rûspiyara hêsa nîne nêzîkî we bin seva şîretê bidine we. Lê hûn çi dikarin bikin seva rûspiyara hêsa be nêzîkî we bin? Milûk, şêkir, û nerm bin. Alîkariya wan hesab kin ça hizkirina Xwedê hindava xwe. Wî cûreyî hûnê ne ku tenê xwexa karê bistînin, lê usa jî rûspî wê şixulê xweda şabûnê unda nekin. w18.03 31 ¶15-16

Sêşem, 2 Nîsan

Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke, ku ez bikaribin caba qardarêd xwe bidim (Metlk. 27:11).

Her zarek cûrekî ye, dêmek hemûşk ne mîna hev digihîjin. Hine zar zû rastiyê fem dikin, safîkirinên aqilayî dikin û dixwazin bêne nixumandinê. Hinek jî heta ku hinekî mezin nebin hazir nînin bêne nixumandinê. Lema jî dê-bavên serwaxt tu car zorê zarên xwe nakin, ku bêne nixumandinê. Lê ewana aliyê ruhanîda alîkariyê didine zarên xwe, wekî zar xwexa pêşda herin. Dê-bav gelek şa dibin çaxê zarên wan hildidine hesab giliyê ji rêza vê rojê. Yeke, dê-bav gerekê bîr nekin ku nêta wan ew e, wekî alî zarên xwe bikin, ku ewana bibine şagirt. Lema jî dê-bav gerekê pirseke usa bidine xwe: “Gelo zanebûna zara min haqas heye, wekî ew xwe tesmîlî Xwedê ke û bê nixumandinê?”. w18.03 9 ¶6

Çarşem, 3 Nîsan

Ew sond dixwe û sozê xwe diqedîne (Zeb. 15:4).

Hergê kesek me teglîf dike û em soz didin ku emê herin, em gerekê bê meniya ferz ji sozê xwe venegerin. Ewê ku me teglîf kiriye, dibeke îda tişt hazir kiriye bona hatina me, û ew hemû cefê wî dikare boş-betal be hergê em neçin (Met. 5:37). Hinek soz didin ku wê mêvanî herin, lê çaxê wana teglîfî cîkî din jî dikin ewana ji sozê xweyî pêşiyê vedigerin, çimkî hesab dikin ku ciyê din hê baş be. Lê gelo ew yek bi hizkirin û qedir e? Bi rastî em gerekê bi dil û can teglîfkirinê qebûl kin, û bişêkirînin çi jî ewana bona me dikin (Lûqa 10:7). Lê femdarî ye, hergê nişkêva tiştek qewimî û em nikarin herin, wê bi hizkirin be hergê em çiqas dikarin zû derheqa vê yekê wanra bêjin. Usa jî gelek ferz e edetê mihala xwe hildin hesab. Nava hine miletada mêvan ku nişkêva tên ew tiştekî normal e, lê hene ciyên usa jî kîderê lazim e pêşda bêjin, wekî têne mêvan. Usa jî hine ciya qeyde ye teglîfkirina pêşin û ya duda qebûl nekin; lê ciyên dinda ew ne bi qedir e. Were em aliyê xweda her tiştî bikin seva ewên ku me teglîf dikin, hatina mera şa bin. w18.03 18 ¶20-21

Pêşem, 4 Nîsan

Bêne ser hînbûna gihîştî (Îbrn. 6:1).

Bîr nekin ku zanebûna Kitêba Pîroz bes nîne seva em bibine merivên ruhanî. (1 Padş. 4:29,30; 11:4-6 Dêmek, xêncî zanebûna Kitêba Pîroz, dîsa çi lazim e? Lazim e em berdewam kin ruhanîda pêşda herin (Kols. 2:6, 7). Gaveke ferz ew e, ku kitêba “Xwe Nava Hizkirina Xwedêda Xwey kin” xwera lêkolîn bikin. Ev kitêb wê alî we bike prînsîpên Kitêba Pîroz jîyîna xweda bidine xebatê. Hergê we ev kitêb îda xilaz kiriye, wê baş be hûn edebyetên din lêkolîn bikin, kîjan ku wê alî we bikin baweriya xwe qewî kin (Kols. 1:23). Usa jî hûn gerekê bifikirin ser wan tişta çi ku hîn dibin, û Yehowara dua bikin, wekî alî we bike wan tişta emirê xweda bidine xebatê. Bîr nekin ku çaxê em lêkolîna dikin û difikirin, nêta me gerekê ew be wekî xwestina me qewî be ku dilê Yehowa şa kin û gura qanûnên wî bikin (Zeb. 40:8; 119:97). Xêncî vê yekê, em gerekê înkar kin her tiştî çi ku dikare rê me bigire ruhanîda pêşda herin (Tîto 2:11, 12). w18.02 24-25 ¶7-9

Înî, 5 Nîsan

[Nuh] bû xweyîwarê wê rasthesabbûnê, ya ku ji baweriyê tê (Îbrn. 11:7).

Em dikarin baweriya mîna ya Nuh qazanc kin hergê Xebera Xwedê lêkolîn bikin, dilê xweda xwey kin çi ku hîn dibin, û li gora vê yekê guhastina bikin û safîkirinên rast bikin (1 Pet. 1:13-15). Paşê, bawerî û bîlaniya ji Xwedê wê me xwey ke ji telikên Şeytan û ji ruhê dinya wîye xirab (2 Korn. 2:11). Merivên vê dinyayêda zulmiyê û bênamûsiyê hiz dikin. Hin jî hiş-aqilê wan tenê ser xwestinên wanî bedenî ye (1 Yûhn. 2:15, 16). Ewana ruhanîda ketîne, û pişt guhê xweva davêjin wan îzbatkirina, kîjan ku eşkere didine kifşê wekî roja Xwedê ber şêmîkê ye. Dîna xwe bidinê ku çaxê Îsa wedê Nuh beramberî wedê me kir, ewî ne ku besa zulmiyê û bênamûsiyê kir, lê ewî got ku meriv wê ruhanîda razayî bin (Met. 24:36-39). Xwe bicêribînin û pirsên usa bidine xwe: “Gelo pê emirê min tê kifşê wekî ez bi rastiyê Yehowa nas dikim? Gelo baweriya min, min hêlan dike, wekî li gora prînsîpên Yehowa bijîm û usa jî merivên dinra derheqa prînsîpên wî bêjim?” Cabên we ser wan pirsa, wê nîşan kin hela hûn jî mîna Nuh riya Xwedêda diçin yan na (Destp. 6:9). w18.02 9-10 ¶8-10

Şemî, 6 Nîsan

Xwe ji yêd aha dûr bigire (2 Tîmt. 3:5).

Em bi temamî nikarin xwe ji merivên wî cûreyî xwey kin, çimkî em mecbûr in tevî wan bixebitin, yan jî herine mektebê, yan jî tevî wan bijîn. Lê em dikarin xwe dûr bigirin ji fikirên wan û çev nedine xeyset-hunurên wan. Emê vê yekê bikaribin bikin, hergê bi saya lêkolînkirina Kitêba Pîroz ruhanîda xwe qewî kin, û tevî wan hevaltiyê bikin yên ku bi dil Yehowara xizmet dikin. Em usa jî gerekê aliyê ruhanîda alî merivên din bikin. Her mecale bidine xebatê seva şedetiyê bidin, ji Yehowa alîkariyê bixwazin wekî ew alî we bike rast xeber din û wede jî rast bijbêrin. Em gerekê merivara bêjin ku em Şedên Yehowa ne, çimkî wî cûreyî ewana dikarin rabûn-rûniştina meye baş bivînin, û hurmetê bidine Xwedê, ne ku me. Em hatine hînkirinê wekî “nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin û aqilda giran, bi rastiyê û xwedênasiyê bijîn li vê dinê” (Tîto 2:11-14). Hergê rabûn-rûniştina xweda em çev didine Xwedê, meriv wê dîna xwe bidine me û hinek wê hela hê bêjin jî: “Em tevî we bên, çimkî me bihîst wekî Xwedê tevî we ye!” (Zeker. 8:23, DT). w18.01 31 ¶17-18

Led, 7 Nîsan

Merivê bibine xwehiz (2 Tîmt. 3:2).

Gelo ew xirab e wekî xwe hiz bikin? Na, ew tiştekî tebiyetî ye, û hela hê jî lazim e. Yehowa em usa efirandine. Îsa got: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Marq. 12:31). Bi rastiyê usa ne, hergê em xwe hiz nekin, emê nikaribin meriva hiz bikin. Kitêba Pîroz usa jî dibêje: “Gerekê mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe. Yê ku jina xwe hiz dike, ew xwe hiz dike. Çimkî bedena tu kesî ber çevê wî ne reş e, lê wê têr dike û xwey dike” (Efes. 5:28, 29). Dêmek, em divînin wekî çaxê em xwe hiz dikin û ev hizkirin ji sînora dernayê, vê yekêda tiştekî xirab tune. Xwehizî derheqa kîjanî 2 Tîmotêyo 3:2-da tê gotinê, ev hizkirina nerast e. Merivên ku xwe gelek hiz dikin, ji vê zêdetir ser xwe difikirin, ne ku çiqas ji wan dikeve (Rom. 12:3). Emirê xweda ewana tenê derheqa xwe difikirin, lê derheqa merivên din qe xem nakin. Çaxê ewana tiştekî nerast dikin, ewana gunê xwe dikine stûyê kesekî din, çimkî naxwazin cabdar bin bona kirên xwe. Merivên usa ku tenê bona xwe difikirin, bi rastiyê bextewar nînin. w18.01 23 ¶4-5

Duşem, 8 Nîsan

Şêkirdar bin (Kols. 3:15).

Bi saya hînbûna şexsî tu guh didî Yehowa, lê bi saya dua tu xeber didî tevî wî. Bona Mesîhî dua gerekê rîtûal nîbe, yan jî çawa telîsme, kîjan ku bona vê yekê ye, seva hemû tişt tera lev bê. Dua ev heye xeberdana rêalî tevî Efirandarê me. Yehowa dixwaze bibihê, ku tu çi dixwazî jêra bêjî (Fîlî. 4:6). Çaxê tu bona tiştekî berxwe dikevî, Kitêba Pîrozda şîret tê dayînê ku “barê xwe bide Xudan” (Zeb. 55:22). Lê tu bawer dikî ku ev şîret dikare xût alî te bike? Bi mîlyona xûşk-bira hene, yên ku dikarin tera gilî kin çawa ewê şîretê alî wan kiriye. Ew dikare alî te jî bike! Em gerekê tenê bona alîkariyê Yehowara dua nekin. Cara em usa dikevin heyra çetinayên xwe, ku keremên xwe bîr dikin. Lema jî wê baş be ku her roj bifikirin, mesele ser sê tişta ku em dişêkirînin, û paşê duada razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê. w17.12 25-26 ¶10-11

Sêşem, 9 Nîsan

Tu ji zarotiya xweda nivîsarêd pîroz zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, . . . wekî xilaz bî (2 Tîmt. 3:15).

Her sal bi hezara meriv xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê. Gelek ji wan cahil in, kîjan ku nava rastiyêda mezin bûne û riya lape baş bijartine (Zeb. 1:1-3). Hergê hûn Mesîhî ne û zarên we hene, bêşik hûn bi dil û can hîviya vê rojê ne, çaxê qîz yan kurê we bê nixumandinê (Beramber kin 3 Yûhenna 4). Hûn çawa dê-bavê Mesîhî, dixwazin ku zara we nivîsarên pîroz bizanibe, û îro ew Nivîsarên Îbranî û Nivîsarên Yûnanî ne. Hela hê zara biçûk jî dikare hîn be derheqa meriv û qewimandinên ji Kitêba Pîroz. Teşkîleta Yehowada hene gelek kitêb, vîdêo û dîsa hacetên din, ku dikarin alî dê-bava bikin zarên xwe hîn kin. Bîr nekin ku zara we gerekê bizanibe Kitêba Pîrozda çi tê gotinê, seva ku heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî ke. w17.12 18 ¶1; 19 ¶4

Çarşem, 10 Nîsan

Mêr serê jinê ye (Efes. 5:23).

Dibeke tu xûşk î û mêrê te nebawer e. Tuyê çi bikî hergê mêrê te hindava te nebaş e? Gelo tuyê hêrs kevî û tevî wî bikevî dewê, seva ev çetinayî safî be? Hergê tu zorê wî bikî ku usa bike ça tu dixwazî, gelo tuyê usa bikaribî dilê wî bikirî ku bê bal Yehowa? Lê hergê tu qedirê wî bigirî ça malxê malê, wê malbetêda edilayî hebe, tuyê navê Yehowa hurmet kî, û dibeke mêrê te bê ser riya rast. Usa hûn herdu jî dikarin xelatê bistînin (1 Pet. 3:1, 2). Dibeke tu bira yî û jina te nebawer e, tuyê çi bikî hergê jina te qedirê te nagire? Gelo ew wê hê qedirê te bigire hergê tu ser wê bikî qarînî û bidî kifşê malda kê ye serwêr? Na. Xwedê dixwaze wekî tu çev bidî Îsa ku bi hizkirin malxêtiyê bikî. Îsa bi hizkirinê û sebirê serwêrtiyê civatê dike (Lûqa 9:46-48). Hergê mêr çev bide Îsa vê yekêda, ew dikare dilê jina xwe bikire seva ew bê ser riya Xwedê. w17.11 28-29 ¶13-14

Pêşem, 11 Nîsan

Yê her tişt efirandiye, Xwedê ye (Îbrn. 3:4).

Merivên ku dikevine ber bayê nêt-fikirên vê dinyayê, prînsîpên Yehowa pişt guhê xweva davêjin. Û hergê em miqatî xwe nebin, ew nêt-fikir dikarin hêdî-hêdî baweriya me sist kin. Îro hemû ciya nihêrandina vê dinyayê tê kifşê, mesele têlêvîsyonêda, întêrnêtêda, ser xebatê yan jî mektebêda. Gelek welatada ecêbmayî nîne çaxê meriv dibêjin, ku ewana bawer nakin wekî Xwedê heye. Ewana tu rêlîgiya qebûl nakin. Ewana ne jî dibeke lêkolîn dikin hela Xwedê heye yan na, çimkî dixwazin aza bijîn çawa dilê wan dixwaze (Zeb. 10:4). Hinek jî yên ku difikirin wekî ewana haş ji her tiştî hene, dibêjin: “Ez bêy baweriya hindava Xwedê jî dikarim pê prînsîpên rast bijîm”. Gelo logîkî ye bawer kin ku Efirandar tune? Çaxê meriv zandariyêda caba vê pirsê digerin, ewana pê gelek înformasiya tevhev dibin. Lê bi rastiyê caba vê pirsê gelek hêsa ye. Bifikirin, qe mal xwexa dikare ava be? Femdarî ye na. Lê îlahî efirînên sax ku ser erdê ne û bi şaneyên çetin çêkirî ne, çawa dikarin xwexa pêşda bên? w17.11 20-21 ¶2-4

Înî, 12 Nîsan

Bona yên ku ji Xudan ditirsin û navê wî difikirin, li ber wî pirtûkek bîranînê hate nivîsandin (Malx. 3:16).

Çira ferz e ku em bêne ser Êvara Bîranînê? Menîk ew e ku civîn para hebandina me ye. Bêşik, Yehowa û Îsa dîna xwe didine wan, yên ku aliyê xweda her tiştî dikin seva bêne ser vê civîneke lape ferz. Belê, em dixwazin wekî Yehowa û Îsa bivînin ku emê ese bêne ser Êvara Bîranînê, xêncî vê meniyê hergê sihet-qewata me wê nehêle yan jî hergê dereceke giranda bin. Çaxê em pê kirên xwe nîşan dikin wekî civînên seva hebandinê bona me ferz in, em dîsa mecal didine Yehowa seva navê me kitêba “bîranînêda” xwey ke. Ew kitêb usa jî tê navkirinê “kitêba jîyînê”. Vê kitêbêda Yehowa navê wan meriva dinivîse, kîjanara ew dixwaze jîyîna heta-hetayê bide (Eyan. 20:15). Heftiyên pêşiya Êvara Bîranînê, wê kêrhatî be ku wede xwera başqe kin, seva dua bikin û kûr bifikirin derheqa heleqetiya xwe tevî Yehowa (2 Korn. 13:5). w18.01 13 ¶4-5

Şemî, 13 Nîsan

Bireve ji van bajaran yekî (Yêşû 20:4).

Gava ku yê revî dikete bajarê sitarbûnê, wêderê ew xweykirî bû. Derheqa van bajara Yehowa got: “Ew bona we wê bibin cî-sitar” (Yêşû 20:2, 3, DT). Yehowa dewa nedikir wekî ewê ku bê hemdê xwe kuştibû, dîsa bona vê yekê bê dîwankirinê. Û ew merivê ku dikaribû heyfê hilde, îzina wî tune bû biketa bajarê sitarbûnê. Dêmek, ev meriv tu car wê netirsiya ku kesekê wî ceza bike. Wî şeherîda ew bin xweykirina Yehowada bû. Ew kelêda nîbû. Vî şeherîda ew dikaribû bixebitiya, alî meriva bikira, û edilayêda Yehowara xizmet kira. Belê, ewî dikaribû bi emirê bextewar bijîta! Hine Mesîhî ku gunên giran kirine, lê paşê tobe kirine, yeke dîsa xwe diçerçirînin seva gunên xwe. Hinek hela hê jî difikirin ku Yehowa wê tu car bîr neke gunên wan. Hergê tu usa xwe texmîn dikî, dudilî nebe ku çaxê Yehowa te dibaxşîne, dilê te gerekê rihet be, çimkî Yehowa bi temamî dibaxşîne. w17.11 9 ¶6; 11 ¶13-14

Led, 14 Nîsan

Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne! (Zeb. 133:1).

Em dikarin yektiyê xwey kin, hergê bifikirin ser sîmbola, kîjan ku wedê Bîranînê têne xebitandinê. Wê baş be em vê yekê bikin pêşiya Bîranînê û îlahî roja Bîranînê. Sîmbol ew hene nanê şkeva û şerava sor (1 Korn. 11:23-25). Nan bi sîmbolîk tê hesabê bedena Îsaye bêgune, kîjan ku ewî ça qurban berva da. Şerav tê hesabê xûna wî ku hate rêtinê. Bîr nekin ku qurbana Mesîh du cûrê hizkirina mezin eyan dike. Ew heye hizkirina Yehowa ku ewî Kurê xwe bona me qurban kir, û hizkirina Îsa ku ew bi rezedilî emirê xwe da bona me. Hergê em bifikirin ser hizkirina wan, dilê me jî wê hindava wan bi hizkirinê tije be. Hizkirina me her kesî hindava Yehowa, çawa têl me tevayî girêdide û yektiya me qewî dike. w18.01 14 ¶11

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 9 Nîsanê) Metta 26:6-13

Duşem, 15 Nîsan

Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku ewî Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn (1 Yûhn. 4:9).

Yehowa meriva qayîm hiz dike. Ew usa me qîmet dike ku Kurê xwe qurban kir seva em jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhn. 3:16). Hergê Yehowa sozên xwe derheqa axiriyê neyne sêrî, giliyên Şeytan wê rast derên, ku yançi Xwedê tiştên baş ji me vedişêre û ku ew serwêrê xirab e. Hin jî merivên ku miqabilî Xwedê ne, wê qerfa sozên Yehowa bikin bi wan giliya: “Ka ew sozê hatina wî? Bavêd me emirê Xwedê cî anîn çûn, lê her tişt hê ji wextê efirandina dinyayêda usa mane” (2 Pet. 3:3, 4). Lê Yehowa xweyê sozên xwe ye. Gava ku îzina serwêrtiya wî bê îzbatkirinê, wî çaxî merivên guhdar wê xilaz bin (Îşa. 55:10, 11). Belê, serwêrtiya Yehowa ser hîmê hizkirinê ye. Lema em gerekê tu car dudilî nebin, ku ew wê timê xizmetkarên xweyî amin hiz bike û qîmet ke (Derk. 34:6). w17.06 23 ¶7

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Metta 21:1-11, 14-17

Sêşem, 16 Nîsan

[Xwedê] em hiz kirin û Kurê xwe şand çawa mecala baxşandina gunêd me (1 Yûhn. 4:10).

Gava Yehowa soz da derheqa kirînê û Xilazkarê axiriyê, çawa Destpêbûn 3:15-da nivîsar e, hema vê gavê Ewî hesab kir ku ew qurban îda hate dayînê. Paşê, çaxê 4 000 sal derbaz bû, Yehowa Kurê xweyî tayê tenê da qurban bona hemû meriva (Yûhn. 3:16). Belê, em gelek razî ne ji Yehowa bona hizkirina wîyî mezin! Em dikarin hizkirina rast bidin kifşê, çimkî Yehowa em bi sûreta xwe efirandine. Mesele, Habîl hizkirin bi wê yekê da kifşê, ku bi dilê temiz qurbanên lape baş da Yehowa (Destp. 4:3, 4). Nuh hizkirina bêhilekarî merivara da kifşê, çaxê bi sala elametiya Xwedê gilî dikir, û nedinihêrî ser vê yekê ku meriva guh nedidane wî (2 Pet. 2:5). Birahîm nîşan kir ku hizkirina wî hindava Xwedê ser ciyê pêşin e, gava hazir bû kurê xwe Îshaq bike qurban (Aqûb 2:21). Em jî mîna wan merivên amin dixwazin hizkirina xwe Xwedêra bidine kifşê wî çaxî jî, gava mera çetin e. w17.10 7-8 ¶3-4

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 10 Nîsanê) Metta 21:18, 19; 21:12, 13; Yûhenna 12:20-50

Çarşem, 17 Nîsan

Serekkahînekî meyî usa tune, ku tengasiyêd meda dilê wî ser me neşewite, lê ew ji hemû aliyada cêribandî ye mîna me, lê tenê bêgune (Îbrn. 4:15).

Îsa ye serekkahînê me. Ew dibêje ku “remê bistînin û keremê bibînin ku gava em hewce bin, alîkariya me bike” (Îbrn. 4:16). Lema jî, xwe bike bin sitara Yehowa û baweriya xwe qurbana Îsa bîne. Bawer ke ku ew kirîn xût şexsî bona te ye jî (Galt. 2:20, 21). Dudilî nebe ku qurbana Îsa ew heye hîmê baxşandina gunên te. Qayîm bawer ke ku ev qurban tera mecalê dide ku jîyîna heta-hetayê bistînî. Qurbana Îsa ji Yehowa pêşkêş e xût bona te jî. Û çaxê Yehowa gunên me dibaxşînine me, em gerekê netirsin ku ew meniya digere, wekî dîsa bona wan guna me ceza ke (Zeb. 103:8-12). Belê, em dikarin qe dudilî nebin baxşandina Yehowada. w17.11 11-12 ¶14-17

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 11 Nîsanê) Metta 21:33-41; 22:15-22; 23:1-12; 24:1-3

Pêşem, 18 Nîsan

Ez . . . bona wan hîvî dikim . . . yêd ku bi gotina wan wê baweriya xwe min bînin, wekî hemû jî bibine yek. Bavo, çawa tu nava minda yî û ez nava teda me, em yek in (Yûhn. 17:20, 21).

Wedê Êvara Şîva Xudan ya pêşin, Îsa dua kir ku hemû şagirtên wî wê bibine yek, çawa Îsa tevî Bavê xwe yektiyêda ne. Yehowa bi rastiyê caba duayê Kurê xweyî delal da, û niha bi mîlyona meriv bawer dikin ku Yehowa Kurê xwe şande ser erdê. Êvara Bîranînê eyan îzbat dike ku Şedên Yehowa yektiyêda nin. Hine ciyada bona geleka ew tiştekî ecêb e ku merivên ji cûre-cûre rasa tevayî top bin, hinek meriv jî difikirin ku ew ne layîq e. Lê Yehowa û Îsa usa ser vê yekê nanihêrin. Ber çevê wan ew yektî tiştekî bedew û xweş e. Em cimeta Yehowa ne, lema em ecêbmayî namînin ku yektiya me heye. Yehowa xwexa vê yekê pêxembertî kir (Hezql. 37:15-17; Zeker. 8:23). w18.01 14 ¶7-9

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 12 Nîsanê) Metta 26:1-5, 14-16; Lûqa 22:1-6

Roja Bîranînê
Çaxê Ro Çû Ava
Înî, 19 Nîsan

Ew kevirê ku hosta texsîr kir, ew bû serê enîşkê (Zeb. 118:22).

“Hosta”, yên ku Îsa Mesîh înkar kirin, serwêrên dînê Cihûya bûn. Wana ne tenê pişta xwe dane Îsa û çawa Mesîh wî qebûl nekirin, lê gelek ji wana xwestin ku wî bidine kuştinê (Lûqa 23:18-23). Belê, wana usa kir wekî Îsa bê kuştinê. Hergê Îsa qebûl nekirin û kuştin, gelo ew wê ça bikaribûya bibe “serê enîşkê”? Ew dikaribû bibûya tenê hingê, hergê ew ji mirinê rabûya. Petrûsê şandî got derheqa “Îsa Mesîhê Nisretê . . . , ewê ku we ser stûnê dardakir, lê Xwedê wî ji mirinê rakir” (Kar. Şand. 3:15; 4:5-11, DT; 1 Pet. 2:5-7). Îsa ku ji mirinê rabû, bû ew Kes, kîjan nav merivada navekî usa jêra hate dayînê, ku “em bikaribin bi wî xilaz bin” (Kar. Şand. 4:12; Efes. 1:20). w17.12 9-10 ¶6-9

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 13 Nîsanê) Metta 26:17-19; Lûqa 22:7-13 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 14 Nîsanê) Metta 26:20-56

Şemî, 20 Nîsan

Mirina Xudan bikine dengî, heta hatina wî (1 Korn. 11:26).

Derheqa tengasiya mezin ku pêşiya me ye, Îsa got: “Wê . . . bibînin Kurê Însan li ser ewrêd ezmên bi qewat û rûmeta mezin tê. [Îsa] milyaketêd xwe bi boriya dengê bilind bişîne û wê bijartiyêd wî . . . berev kin” (Met. 24:29-31). Civandina yên bijartiya wê hingê be, çaxê hemû Mesîhiyên bijartî yên ku ser erdê mane, xelata xweye ezmanî bistînin. Ew yek wê biqewime wedê destpêka tengasiya mezin, lê pêşiya Harmegedonê. Paşê Îsa û 144 000, wê tevî padşên dinyayê şer bikin (Eyan. 17:12-14). Êvara Bîranînê wê cara paşin derbaz be, pêşiya ku Îsa bijartiya bicivîne. w18.01 16 ¶15

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 14 Nîsanê) Metta 27:1, 2, 27-37

Led, 21 Nîsan

Îsa bû, yê ku Xwedê ew ji mirinê rakir (Kar. Şand. 2:32).

Ser ezmana Îsa “heta-hetayê” dijî (Eyan. 1:5, 18; Rom. 6:9; Kols. 1:18; 1 Pet. 3:18). Îsa soz da şandiyên xweyî amin, wekî wê tevî wî ser ezmana serwêrtiyê bikin (Lûqa 22:28-30). Pawlos nivîsî ku “Mesîh ji mirinê rabûye, çawa berê deremeta pêşin ji nava miriya rabûyî”. Bi wan giliya Pawlos dixwest bigota, ku wê hebin yên usa, kîjan ku wê ji mirinê rabin û bijîn ser ezmana. Ewî got: “Her kes dora xweda: Pêşiyê Mesîh çawa berê deremeta pêşin, paşê yêd para Mesîh, wextê hatina wîda” (1 Korn. 15:20, 23). Ji sala 1914-da heta niha em îda dijîn wedê “hatina” Mesîh û axiriya vê dinya zulm îda ber şêmîkê ye. w17.12 10 ¶11; 11 ¶14-16

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 15 Nîsanê) Metta 27:62-66 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 16 Nîsanê) Metta 28:2-4

Duşem, 22 Nîsan

Ez im, yê ku ber dilê weda tê (Îşa. 51:12, DT).

Bavê meyî dilşewat jî merivên xweyî nêzîk unda kiriye û derd kişandiye, mesele, çaxê Birahîm, Îshaq, Aqûb, Mûsa û padşa Dawid mirin (Jimar 12:6-8; Met. 22:31, 32; Kar. Şand. 13:22). Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa bi dil û can hîviyê ye, gava ew wana ji mirinê rake (Îb. 14:14, 15). Ewana wê bextewar bin û sihet-qewata wan bêkêmasî be. Lê bînin bîra xwe, ku Yehowa usa jî mirina Kurê xweyî delal dîtiye, kîjan ku “şabûna wî bû” (Metlk. 8:22, 30). Bi giliya em nikarin bêjin ku çiqas dilê Yehowa dêşiya gava bêremtî Kurê wî kuştin (Yûhn. 5:20; 10:17). Em gerekê sed selefî bawer bin ku Yehowa wê ese alî me bike. Lema jî lazim e em duada dilê xwe jêra vekin û derd-kulên xwe gilî kin. Em çiqas dilgerm dibin ku Yehowa halê me fem dike û dilê me derman dike û rihet dike! (2 Korn. 1:3, 4). w17.07 13 ¶3-5

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 16 Nîsanê) Metta 28:1, 5-15

Sêşem, 23 Nîsan

Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike (Îbrn. 6:10).

Îro bi mîlyona meriv ji dilê xwe “hebûka” xwe qurban dikin, mesele, wede, qewat, û çi destê wan tê xerc dikin seva piştgiriya hebandina rast bikin (Metlk. 3:9). Yehowa wê tu car şixulê me û hizkirina me bîr neke. Wan rojên axiriyêda, her tişt ku îro teşkîleta Yehowada tê kirinê, îzbat dike ku bi saya kerema Yehowa û rêberiya Mesîh teşkîlet pêşda diçe. Em bextewar in ku teşkîleta wîda nin, kîjan ku wê heta-hetayê hebe. Lema jî bişêkirînin ku hûn nava cimeta Yehowada nin, û “guhdariya Xwedêyê xwe Yehowa bikin, DT” (Zeker. 6:15). Hingê hûnê bin xweykirina Padşa û Serekkahînda bin. Çi destê we tê xizmetiya Xwedêda bi dil û can bikin. Û dudilî nebin ku Yehowa wê we xwey ke û xilaz ke wedê axiriya vê dinyayê û jîyîna heta-hetayê bide we! w17.10 30 ¶18-19

Çarşem, 24 Nîsan

Hûn bi hebûka nerast hevala xwera dest xin û gava hebûk kêm be, we bin konê heta-hetayêda qebûl kin (Lûqa 16:9).

Zûtirekê sîstêma Şeytan, dêmek yê polîtîkî, rêlîgî, û komêrsî wê kuta bin. Pêxember Hezeqêl û Sêfanya pêxembertî kiribûn, wekî zêr û zîv, dêmek çi ku gelek qîmet e bona vê dinyayê, wê pûç bin û kêrî tiştekî neyên (Hezql. 7:19; Sêfn. 1:18). Bidine ber çevê xwe, hergê me xilaziya emirê xwe fem kir, ku me badîhewa “hebûka nerast” top dikir, lê hebûka rast xwera qazanc nekir, gelo emê çi texmîn kin? Emê xwe mîna wî merivî texmîn kin, kîjan ku temamiya emirê xwe dixebitî seva gelek pere top ke, lê ew pere qelp derketin (Metlk. 18:11). Belê, hebûka vê dinyayê wê ese kuta be, lema jî îzinê nedin tu tiştî rê we bigire seva “hevala” li ezman qazanc kin. Her tişt çi jî em bona Yehowa û Padşatiya wî bikin, ev yek wê bi rastiyê me dewletî û bextewar ke. w17.07 11 ¶16

Pêşem, 25 Nîsan

Çev bidine Xwedê, çawa zarêd hizkirî û xwe li hizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hiz kirin û jiyîna xwe bona me da (Efes. 5:1, 2).

Hine Mesîhiya gunê xweye giran veşartine, çimkî şerm dikin û naxwazin dilê kesekî bêşînin (Metlk. 28:13). Lê ew yek hin wanra ziyanê tîne, û hin jî yên mayînra. Kirê usa ne bi hizkirin e, çimkî ji civatê ruhê pîroz dikare bê hildanê, û edilaya civatê jî xirab be (Efes. 4:30). Lê hizkirina helal wê Mesîhî hêlan ke ku gunê xwe rûspiyara eyan ke û alîkariya ruhanî bistîne (Aqûb 5:14, 15). Hizkirin hunureke lape mezin e (1 Korn. 13:13). Ev hunur me eyan dike ku em şagirtên Îsa ne, yên ku çev didine Yehowa, kîjan ku Kaniya hizkirinê ye. Pawlos got ku “heger . . . hizkirin dilê minda tunebe, ez ne tu tişt im” (1 Korn. 13:2). Were em timê hizkirina xwe ne tenê pê zimanê xwe nîşan kin, lê usa jî “bi kira û rastiyê”! (1 Yûhn. 3:18). w17.10 11 ¶17-18

Înî, 26 Nîsan

Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva (Kar. Şand. 5:29).

Dîna xwe bidinê Ûsiv çiqas mêrxas bû. Çaxê jina Potîfar zorê wî dikir ku tevî wê bênamûsiyê bike, ew nekete ber bayê wê. Dikarin bêjin Ûsiv zanibû ku hergê ew tevî wê razî nîbe, ew yek dikare axirîke xirab wîra bîne. Lê yeke ew netirsiya û derbêra ji wê revî (Destp. 39:10, 12). Rexabê jî meseleke baş hîştiye aliyê mêrxasiyêda. Çaxê du cesûsên Îsraêlî Erîhayêda hatine mala wê, ewê ew du mêr veşartin û alî wan kir ku sax-silamet herin (Yêşû 2:4, 5, 9, 12-16). Şandiyên Îsayî amin mêrxasiyêda çev didane Îsa, gava Sadûqiya miqabilî wan derdiketin. Şandî berdewam dikirin bi navê Îsa hîn kin (Kar. Şand. 5:17, 18, 27-29). Ûsiv, Rexab, Îsa, û şandiyên wî xwera safî kiribûn vê yekê bikin çi ku rast e. Mêrxasiya wan vê yekêda nîbû ku ewana xweda bawer bûn. Ewana mêrxas bûn, çimkî îtbariya xwe Yehowa dianîn. Em jî rastî wan dereca tên, kîderê mera mêrxasî lazim e. Wî çaxî em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin, ne ku xwe (2 Tîmt. 1:7). w17.09 29 ¶6-9

Şemî, 27 Nîsan

Merivê kevin kirêd wîva ji ser xwe [bêxin] (Kols. 3:9).

Bi qewata xwe em nikarin bêne guhastinê, dêmek merivê kevin li ser xwe bêxin. Gelek ser xwe dixebitîn seva xeyset û kirên xirab bihêlin. Û merivên ku wî şerîda ser ketin, wana hiş û dilê xwe vekirin seva Xebera Xwedê û ruhê wîyî pîroz wana biguhêzin (Lûqa 11:13; Îbrn. 4:12). Seva em evê qewatê bistînin, gerekê her roj Kitêba Pîroz bixûnin, ser bifikirin, û her gav dua bikin, seva Xwedê bîlaniyê û qewatê bide me, wekî em şîretên Kitêba Pîroz bidine xebatê (Yêşû 1:8; Zeb. 119:97; 1 Têsln. 5:17). Xêncî vê yekê, çaxê em bona civatê xwe hazir dikin û têne civatê, hingê jî em karê distînin ji Xebera Xwedê û ruhê wîyî pîroz (Îbrn. 10:24, 25). Hin jî, wê baş be û kêrhatî be hergê em her hacetên ji teşkîleta Xwedê ku em distînin, bidine xebatê (Lûqa 12:42). Seva ku qebûlkirina Xwedê bistînin, bes nîne tenê merivê kevin li ser xwe bêxin. Em usa jî gerekê merivê nû li ser xwe kin (Kols. 3:10). w17.08 21 ¶16-17

Led, 28 Nîsan

Min xwe spartîye aminîya Te, dilê minê şa be, bi xilazkirina Te (Zeb. 13:5).

Dawid Padşa jî rastî gelek neheqiya hat. Çaxê Yehowa Dawid bijart seva ew axiriyêda bibe padşê Îsraêlê, ew hela hê cahil bû. Lê Dawid 15 sala hîviyê bû heta ew bibûya padşê bereka xwe (2 Sam. 2:3, 4). Hingê, Padşa Şawûl pey Dawid ket û dixwest wî bikuje. Lema Dawid ça xerîb dijît, ew cara direviya welatên xerîb, cara jî beriyêda şkeftada dima. Lê hela hê paşî mirina Şawûl jî, Dawid weke 7 sala hîviyê bû seva padşatiyê bike ser temamiya Îsraêlê (2 Sam. 5:4, 5). Çira Dawid bi sebir hîviyê bû? Ewî zanibû wekî Yehowa amin e û wî hiz dike. Ew difikirî ku çawa Yehowa alî wî dikir, û ew bi dil hîviya xilazkirina xwe bû (Zeb. 13:6). Belê, Dawid zanibû wekî ew badîhewa hîviyê nîne. w17.08 6 ¶14-15

Duşem, 29 Nîsan

Xwedê . . . firqiyê nake nava mileta (Kar. Şand. 10:34).

Wede derbaz dibû, û ziman dihatine guhastinê. Mesele, xeber yan gilî-gotinên berê, îda cûrekî din dihatine femkirinê. Zimanê Yûnanî û Îbranî jî, ser kîjana heçî zef Kitêba Pîroz hatiye nivîsarê, nava qirnada hatiye guhastinê. Zimanê berê yê Îbranî û Yûnanî, ji yê îroyîn gelek cude dibin. Lema jî kesê ku dixwaze Xebera Xwedê rind fem ke, bixwaze nexwaze gerekê ya welgerandî bixûne, û hela hê jî ewê ku zimanê Îbranî yan jî Yûnanî ya îroyîn zane. Hinek fikirîn ku heger ewana zimanê Îbranî û Yûnanîye kevin hîn bin, wê hê rind Kitêba Pîroz fem bikin. Lê yeke ewê yekê gelek alî wan nekir. Em çiqas razî ne wekî îro Kitêba Pîroz bi temamî yan jî bi par ser weke 3 000 zimana hatiye welgerandinê. Eşkere tê kifşê ku Yehowa dixwaze meriv ji “hemû mileta, bereka, zimana” ji Xebera wî karê bistînin (Eyan. 14:6). Zanebûna vê yekê me hê nêzîkî Xwedayê meyî hizkirî dike, kîjan ku firqiyê nake nava mileta. w17.09 19 ¶4

Sêşem, 30 Nîsan

Yê zimanê xwe dikare zane ye û yê berbihêr bîlan e (Metlk. 17:27).

Hergê merivê weyî nêzîk ji civatê hatiye derxistinê, xwe bigirin seva ku kêm tevî wî bikevine xeberdanê. Belê, xwegirtin xweva nayê. Lê hergê em fem dikin ku bi vê yekê em çev didine Yehowa û temiya wî tînin sêrî, mera diha hêsa dibe xwe bigirin. Mesela Dawid Padşa dikare mera karê bîne. Çaxê Şawûl û Şîmeî dixwestin hêrsa wî bînin, Dawid hêrs neket û hukum û qewata xwe miqabilî wan neda xebatê (1 Sam. 26:9-11; 2 Sam. 16:5-10). Lê hebûn derece çaxê Dawid xwe negirt. Mesele, çaxê ewî tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir û çaxê hêrsa wî rabû ser timaya Nabal (1 Sam. 25:10-13; 2 Sam. 11:2-4). Lê yeke em ji Dawid dikarin xwera dersê hîn bin. Ya pêşin, birên cabdar gerekê fesal bin û xwe bigirin, seva ku hukumê xwe bona kara xwe nedine xebatê. Ya duda, tu kes gerekê gelek xweda bawer nîbe û nefikire ku tu car wê nekeve cêribandinê (1 Korn. 10:12). w17.09 5-6 ¶12-13

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin