KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es19 rûp. 47-57
  • Gulan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gulan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Gulan
  • Pêşem, 2 Gulan
  • Înî, 3 Gulan
  • Şemî, 4 Gulan
  • Led, 5 Gulan
  • Duşem, 6 Gulan
  • Sêşem, 7 Gulan
  • Çarşem, 8 Gulan
  • Pêşem, 9 Gulan
  • Înî, 10 Gulan
  • Şemî, 11 Gulan
  • Led, 12 Gulan
  • Duşem, 13 Gulan
  • Sêşem, 14 Gulan
  • Çarşem, 15 Gulan
  • Pêşem, 16 Gulan
  • Înî, 17 Gulan
  • Şemî, 18 Gulan
  • Led, 19 Gulan
  • Duşem, 20 Gulan
  • Sêşem, 21 Gulan
  • Çarşem, 22 Gulan
  • Pêşem, 23 Gulan
  • Înî, 24 Gulan
  • Şemî, 25 Gulan
  • Led, 26 Gulan
  • Duşem, 27 Gulan
  • Sêşem, 28 Gulan
  • Çarşem, 29 Gulan
  • Pêşem, 30 Gulan
  • Înî, 31 Gulan
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2019
es19 rûp. 47-57

Gulan

Çarşem, 1 Gulan

Şîretê min qewîn bigire û destê xwe ji wê neke, tu wê xwey ke, çimkî ew e emirê te (Metlk. 4:13).

Rast e çaxê me şîret yan jî ceza dikin, dilê me dêşe, lê ji vê êşê xirabtir ew e çaxê em şîreta qebûl nakin û ziyanê distînin (Îbrn. 12:11). Dîna xwe bidine mesela Qayîn. Çaxê Qayîn destpêkir birê xwe Habîl nefret ke, Xwedê Qayîn şîret kir û gotê: “Tu çima hêrs ketîyî? Û te çima serê xwe berjêr kirîye? Heger tu rastîyê bikî, gelo tê serê xwe bilind nekî? Lê wekî tu rastîyê nekî va ye gune li ber dêrî ketîye û xwexa jî heyra teda ye, lê bike ku tu hukumî li ser bikî” (Destp. 4:6, 7). Lê Qayîn giliyên Xwedê pişt guhê xweva avît, û kete bin hukumê gune. Qayîn xwexa êşeke mezin û kul-derd xwera anî (Destp. 4:11, 12). Hergê ewî guh bida şîreta Yehowa, wê ew êş nedîta çi ku hê çetin bû, ne ku êşa şîretkirinê. Yehowa tu car naxwaze em kul-derda bikişînin (Îşa. 48:17, 18). Lema jî were em “guh bidine şîreta” û “serwaxt bin” (Metlk. 8:33). w18.03 32 ¶18-20

Pêşem, 2 Gulan

Ez, Danîêl, hejmara salên . . . ji pirtûkan fem kirim (Dan. 9:2).

Daniyêl ji ku derheqa Yehowa pêhesiya? Ça tê kifşê dê-bavê wî jêra gilî dikirin derheqa Yehowa, û hîn dikirin, wekî Xwedê û Xebera wî hiz bike. Ev hizkirin temamiya emirê wî dilê wîda bû. Ewî hela hê emirê xweyî mezinda jî, Nivîsar kûr lêkolîn dikir. Daniyêl Yehowa rind nas dikir. Ewî zanibû ku Yehowa çawa bû hindava cimeta Îsraêl. Ewê yekê em divînin ji duayê wîyî bi dil, kîjan ku em Daniyêl 9:3-19-da dixûnin. Wê kêrhatî be ku em bixûnin derheqa duayê wî û ser bifikirin. Bona Cihûyên amin, jîyîna Babîlona pûtparistda çetin bû. Dîna xwe bidin Yehowa çi gote wan Cihûya: “Edilayê bigerin bona wî şeherî, kîderê min hûn dîltî şandin” (Yêrem. 29:7, DT). Yeke ewî usa jî ji wana dewa dikir ku bi temamiya dilê xwe tenê wî bihebînin (Derk. 34:14). Gelo çi alî Daniyêl kir ku ewî herdu dewakirin rast fem kir û anî sêrî? Bîlaniya ji Xwedê alî wî kir ku fem ke, wekî ya pêşin ew gerekê gura Xwedêda be, ne ku serwêra. Gelek qirne şûnda, Îsa jî ev prînsîp hîn kir (Lûqa 20:25). w18.02 10 ¶11-12

Înî, 3 Gulan

Nîşan li eniyên zilamên . . . bixe (Hezql. 9:4).

Diqewime hûn rastî çetinaya tên, mesele aliyê sihet-qewatêda, aliyê perada, yan jî dibeke rastî peyketina tên. Cara jî dibeke xizmetiya Yehowada wera çetin e şabûna xwe xwey kin. Hergê dereca we usa ne, mesela Nuh, Daniyêl û Îbo dikare we bişidîne. Ewana hersêk jî gunekar bûn û mîna me rastî tengasiya dihatin. Cara hela hê emirê wan jî dikete bin qeziyê. Lê yeke wana aminiya xwe xwey kir, û Xwedê wana hesab kir ku ewana bawerî û guhdariyêda mesele ne (Hezql. 14:12-14). Hezeqêl giliyên ji rêza vê rojê sala 612 B.D.M. Babîlonyayêda nivîsî (Hezql. 1:1; 8:1). Hingê, çawa hatibû pêxembertîkirinê Orşelîm îda nêzîkî wêrankirinê bû, û sala 607 B.D.M. ew pêxembertî hate sêrî. Wî wedeyî tenê hine meriv xilaz bûn, yên ku mîna Nuh, Daniyêl û Îbo amin bûn û gura Xwedê dikirin (Hezql. 9:1-5). Îro jî usa ne, tenê ew meriv yên ku Yehowa hesab dike ça yên rast û bêleke, bêne kifşkirinê bona xilazbûnê wedê kutakirina vê dinyayê (Eyan. 7:9, 14). w18.02 3-4 ¶1-3

Şemî, 4 Gulan

Efirandarê xweyî Himzor cahiltiya xweda bîne bîra xwe (Waîz 12:1, DT).

Hergê tu cahil î, pirsên usa bide xwe: “Gelo ez seva xatrê dê-bavê xwe xizmet dikim û tême civatê? Gelo ez hê nêzîkî Xwedê dibim û heleqetiya xweye şexsî tevî Yehowa qewî dikim?” Femdarî ye ku nêtên ruhanî bal me her kesî gerekê hebin, ne ku tenê bal cahila. Ev nêt wê alî me bikin ku ruhaniya xwe qewî kin (Waîz 12:13). Çaxê em kêmasiya nav xweda divînin, em gerekê derbêra ser xwe bixebitin û guhastina bikin. Gelek ferz e wekî em merivne ruhanî bin, çimkî ew emirê meva girêdayî ye (Rom. 8:6-8). Lê bibine merivne ruhanîda gihîştî, nayê hesabê ku bêkêmasî bin. Ferz e em aliyê xweda her tiştî bikin seva ruhanîda pêşda herin. Vê yekêda ruhê Yehowayî pîroz dikare alî me bike. Xwendina Kitêba Pîroz hewas e, lê bona me ew gerekê ça mijûlbûn nîbe. Em gerekê kûr lêkolîn bikin seva ku xiznên ruhanî bivînin kîjan ku wê kêrî me bên. w18.02 25 ¶10-11

Led, 5 Gulan

Îdî çima derengî dêxî? Rabe were nixumandinê (Kar. Şand. 22:16).

Seva ku meriv xwe tesmîlî Xwedê ke û bê nixumandinê, eseyî nîne ew her tiştî hûr bi hûr bizanibe. Yeke paşî nixumandinê jî hemû şagirt gerekê zanebûna xwe zêde kin (Kols. 1:9, 10). Lê gelo çiqas zanebûna meriv gerekê hebe seva bê nixumandinê? Serhatiya malbeteke qirna yekê, dikare îro alî me bike (Kar. Şand. 16:25-33). Pawlos wedê rêwîtiya xweye duda, nêzîkî sala 50 D.M., teseliya Fîlîpyayê kir. Çaxê ew wêderê bû, tevî Sîlas hate girtinê û kete kelê. Şev, nişkêva erd qayîm hejiya û hemû derên kelê vebûn. Serwêrê kelê tirsiya ku girtî wê birevin û dixwest xwe bikuşta, lê Pawlos wî da sekinandinê. Paşê Pawlos tevî Sîlas derheqa Îsa şedetî da wî û malbeta wî. Ewê malbetê rastiya ku pêhesiyan qebûl kirin û qîmet kirin. Bi wê yekê ewana hêlan bûn û pêra-pêra hatine nixumandinê. w18.03 10 ¶7-8

Duşem, 6 Gulan

Xwezî li wî cimetî, ku Xwedêyê wan Yehowa ye (Zeb. 144:15, DT).

Yehowa Xwedêyê bextewar e, û cimeta wî jî bextewar e. Xizmetkarên Yehowa mîna merivên xwehiz nînin, yên ku tenê kara xwe digerin, lê ewana şabûnê distînin çimkî bona merivên din xem dikin (Kar. Şand. 20:35; 2 Tîmt. 3:2). Lê ça em dikarin têderxin ku em gelek xwehiz dibin û hizkirina me hindava Xwedê sist dibe? Dîna xwe bidin ku çi tê gotinê Fîlîpî 2:3, 4-da: “Tiştekî bi hevrikiyê nekin û li navê xwe negerin, lê ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire. Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere”. Wê kêrhatî be em pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez evê şîretê emirê xweda didime xebatê? Gelo ez mecala digerim seva alî meriva bikim, çawa civatêda usa jî xizmetiyêda?” Hêsa nîne timê wede û qewata xwe ser merivên din xerc kin, lema jî lazim e em xwe hinekî bidine cefê û tiştekî ji xwe kêm kin. Tu tişt usa me bextewar nake, çawa zanebûna vê yekê ku Xwedêyê Herî Jorin me qebûl dike. w18.01 23 ¶6-7

Sêşem, 7 Gulan

Dîna xwe bidinê, ka hûn nava baweriyêda ne? (2 Korn. 13:5).

Çawa vê yekê bikin? Baweriya xwe bicêribînin. Wê baş be pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez bi rastiyê bawer dikim ku ez nava vê teşkîletêda me, bi saya kîjanî Yehowa qirara xwe tîne sêrî? Gelo ez her tiştî dikim seva mizgîniyê bela kim û meriva hîn kim? Gelo pê kirên min tê kifşê wekî ez bawer dikim ku rojên axiriyêda dijîm, û ku xilaziya hukumê Şeytan nêzîk e? Gelo ez îro jî qayîm îtbariya xwe Yehowa û Îsa tînim, çawa destpêka xizmetiya xwe Xwedêra?” (Met. 24:14; 2 Tîmt. 3:1; Îbrn. 3:14). Hergê em ser pirsên wî cûreyî bifikirin, ew yek wê alî me bike ku dilê xwe bicêribînin. Dîsa ça hûn dikarin xwe hazir kin bona roja Bîranînê? Bixûnin gotarên derheqa Êvara Bîranînê, û bifikirin ser (Yûhn. 3:16; 17:3). Jîyîna heta-hetayê em dikarin tenê hingê bistînin, hergê Yehowa “nas kin”, û baweriya xwe Îsa bînin, dêmek Kurê Wîyî tayê tenê. Seva xwe bona Bîranînê hazir kin, hûn dikarin xwera gotara bijbêrin seva lêkolînkirinê, kîjan ku alî we bikin hê nêzîkî Yehowa û Îsa bin. w18.01 13 ¶5-6

Çarşem, 8 Gulan

Tu kes nikare bê cem min, heta Bavê ku ez şandime, wî berbi min nekişîne (Yûhn. 6:44).

Çaxê em Kitêba Pîroz û edebyetên me dixûnin, û usa jî têne civata, em pêdihesin derheqa gelek serhatiya ku çawa Xwedê alî xizmetkarên xwe kiriye, wekî jêra amin bimînin. Çaxê tu ruhanîda mezin bî, tu îda xwexa gerekê bivînî, ku Yehowa ça xût alî te dike. Lê te emirê xweda ser xwe texmîn kiriye qenciya Yehowa? Her Mesîhî qenciya Yehowa hindava xwe dîtiye. Xwedê me her kes nêzîkî xwe û Kurê xwe kiriye. Dibeke tu usa difikirî: “Yehowa dê-bavê min nêzîkî xwe kiriye, û ez jî pey wan diçim”. Lê bîr neke, ku çaxê te xwe tesmîlî Yehowa kir û hatî nixumandinê, hingêva heleqetiya te tevî Yehowa destpêbû, çi ku qedirekî gelek mezin e. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Heger yek Xwedê hiz dike, ew ji aliyê wîva naskirî ye” (1 Korn. 8:3). Timê qîmet ke û bişêkirîne ciyê xwe teşkîleta Yehowada. w17.12 26 ¶12-13

Pêşem, 9 Gulan

Xudan kê hiz dike, wî şîret dike (Îbrn. 12:6).

Xebera “şîretkirin” dibeke bona we tenê cezakirin tê hesabê, lê ew hê zêde ye. Kitêba Pîroz dibêje, wekî şîretkirin timê bona kara me ye, û gelek car Kitêba Pîrozda tevî xebera şîretkirin nivîsar e xeberên zanebûn, bîlanî, hizkirin û emir (Metlk. 1:2-7; 4:11-13). Gelo çira? Çimkî şîretkirina Xwedê eyan dike hizkirina wî hindava me û xwestina wî, ku em heta-hetayê bijîn (Îbrn. 12:6). Rast e cara ceza jî dikeve nava şîretkirina wî, lê yeke ew tu car sert û bêrem ceza nake. Bi rastî xebera şîretkirin heçî zef tê hesabê hînkirin, mesele çaxê dê yan bav zara xweye hizkirî mezin dike û hîn dike. Em Mesîhî, neferên “mala Xwedê” ne (1 Tîmt. 3:15). Em zanin ku îzina Yehowa heye prînsîpa dayne. Lê çaxê em prînsîpên wî naynin sêrî, ew me bi hizkirin şîret dike û rast dike. Usa jî, çaxê em ji kirên xwe axiriya xirab distînin, şîretkirina Yehowa dikare bîne bîra me, wekî çiqas ferz e gura Bavê xweyî ezmanada bin (Galt. 6:7). w18.03 23 ¶1; 24 ¶3

Înî, 10 Gulan

Yê zimanê xwe dikare zane ye û yê berbihêr bîlan e (Metlk. 17:27).

Hergê tu cahil î, dibeke difikirî ku dê-bavê te, te fem nakin yan jî tevî te gelek sert in. Ev yek dikare te usa dilteng ke, wekî hela hê jî dudilî bî ku xizmetî Yehowara riya lape baş e. Lê hergê tu Yehowa bihêlî, axiriyêda tuyê poşman bî, çimkî tuyê fem kî ku tu kes usa qayîm te hiz nake û bona te xem nake, çawa dê-bavê te û civata te. Hergê dê-bavê te qe te şîret nekin, tuyê bifikirî ku ewana te hiz dikin û xem dikin bona te? (Îbrn. 12:8). Diqewime te xweş nayê ku ewana ça te şîret dikin, û lema tu bîna xwe teng dikî. Lê wê baş be hergê tu dîna xwe bidî ser meniya şîretkirina wan, ne ku ser cûrê şîretkirinê. Dilê xwe fire ke û çiqas dikarî hêrs nekeve gava ewana te şîret dikin. Nêtê dayne pêşiya xwe ku gihîştî bî seva şîreta hêsa qebûl kî, karê ji wan bistînî û berxwe nekevî ku çawa şîret têne dayînê (Metlk. 1:8). w17.11 29 ¶16-17

Şemî, 11 Gulan

Tu mîna berê min hiz nakî (Eyan. 2:4).

Dibeke hûn berxwe dikevin, çimkî diqewime hûn hine cahila divînin, yên ku hatine nixumandinê, lê paşê dudilî dibin ku prînsîpên Xwedê bona kara wan in. Gelek ji wan cahila hela hê jî ji riya rast derdikevin. Lema jî dibeke hûn berxwe dikevin ku çaxê zara we destpêke Yehowara xizmet ke, paşê bê guhastinê û hizkirina xweye pêşiyê unda ke. Dê-bavno ça hûn dikarin alî zarên xwe bikin, wekî hizkirina xwe unda nekin û “xilazbûnêra mezin bin”? (1 Pet. 2:2). Cab em divînin giliyên Pawlosda ku ewî Tîmotêyora nivîsî: “Nava wan tiştada bimîne, çi ku hîn bûyî û çida îzbat bûyî. Tu zanî ji kîjana hîn bûyî, usa jî tu ji zarotiya xweda nivîsarêd pîroz [Nivîsarên Îbranî] zanî, yêd ku dikarin te serwaxt kin, wekî bi baweriya ser Mesîh Îsa xilaz bî” (2 Tîmt. 3:14, 15, DT). Dîna xwe bidinê, Pawlos got wekî Tîmotêyo 1) nivîsarên pîroz zanibû, 2) çi ku hîn bûye, wan tiştada îzbat bûye, û 3) dikare serwaxt be wekî bi baweriya ser Mesîh Îsa xilaz be. w17.12 18-19 ¶2-3

Led, 12 Gulan

Qûlên [xizmekarên] min wê ji firehiya dil bistirên û hûnê ji jana dil biqêrîn û ji ber şikestina dil biûrin (Îşa. 65:14).

Gelek rêlîgiya derheqa cenimê hîn dikin, piştgiriya polîtîkê dikin yan jî ji meriva pera top dikin, û bi wê yekê meriva ji Xwedê dûr dixin. Lema jî îda hê zêde meriv difikirin ku bêy rêlîgiya ewana hê bextewar in. Bêy dînê qelp meriv dikare bextewar bijî, lê meriv bi temamî nikare bextewar be, heta nebe dostê Yehowa, yê ku “Xwedêyê xwezilî” ye (1 Tîmt. 1:11). Her tişt çi jî Xwedê dike bona kara meriva ye, û xizmetkarên wî jî gelek bextewar in çaxê çev didine wî û alîkariyê didine meriva (Kar. Şand. 20:35). Besa xeberê, dîna xwe bidin ku hebandina rast çawa dikare alî malbetê bike ku bextewar be. Hebandina rast me hîn dike ku qedirê kulfet û malxê xwe bigirin, sonda zewacê pîroz hesab kin, bênamûsiyê nekin, zara mezin kin ku merîfet bin, û hizkirina helal malbetêda bidine kifşê. Rastî jî bi saya hebandina rast meriv civatada û biratiya hemdinyayêda bextewar in û yektiyêda nin. w17.11 21 ¶6-7

Duşem, 13 Gulan

Ez çi merivekî hêsîr-belengaz im! (Rom. 7:24).

Gelek xizmetkarên Xwedê usa xwe texmîn dikin çawa Pawlos got. Gelo çira? Çimkî em gişk gunekar in û şaşiya dikin. Û çaxê em cara pê kirên xwe dilê Yehowa dêşînin, em dilteng dibin. Hine Mesîhî yên ku gunê giran kirine, hela hê jî difikirin ku Yehowa wê tu car wana nebaxşîne. Kitêba Pîroz mera dibêje wekî ewên ku bal Yehowa sitarê digerin, gerekê seva gunên xwe her gav xwe neheq nekin û neçerçirînin (Zeb. 34:22). Çaxê Pawlos got ku ew xwe çiqas hêsîr-belengaz texmîn dike, paşê got: “Şikir ji Xwedêra, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh!” (Rom. 7:25). Rast e ewî şer dikir miqabilî gune û poşman dibû bona kirên xweyî berê, lê yeke ew bawer bû ku Xwedê bi saya Îsa wî baxşandiye. Îsa bona me emirê xwe da ça kirîn, û ew îsafa temiz û dilrihetiyê dide me (Îbrn. 9:13, 14). Çawa Serekkahîn, “ew her gav dikare wan xilaz ke, yêd ku bi destê wî nêzîkî Xwedê dibin, çimkî ew timê sax e, ku bona wan lava-navçêtiyê bike” (Îbrn. 7:24, 25). w17.11 8 ¶1-2; 12 ¶15

Sêşem, 14 Gulan

Ad-qirar kin, Xudan Xwedê xwera biqedînin (Zeb. 76:11).

Ça em dikarin li gora sonda xweye tesmîlbûyînê bijîn? Em gerekê wedê cêribandinên mezin û biçûk jî bidine kifşê, ku em xweyê sonda xwe ne, û “her roj” vê yekê îzbat kin (Zeb. 61:8). Besa xeberê, hergê xebatêda yan jî mektebêda tevî me flîrtê dikin, em ça xwe didine kifşê? Gelo hingê “çevê me ser riya” Yehowa ye? Gelo em direvin ji telikên wî cûreyî? (Metlk. 23:26). Yan jî hergê malda tenê em Şedê Yehowa ne, gelo em ji Yehowa alîkariyê dixwazin seva rast xwe bidine kifşê? Gelo em her roj Bavê xweyî ezmanara dua dikin, û razî ne ku ew me hiz dike û em kirine bin perê xwe? Gelo em wede xwera divînin seva Kitêba Pîroz her roj bixûnin? Çaxê me xwe tesmîlî wî kir, dikarin bêjin ku me jêra soz da wekî emê van tişta jî bikin, usa nîne? Çaxê em gura wî dikin, em didine kifşê ku wî hiz dikin û ku me bi rastiyê xwe tesmîlî wî kiriye. Em bê hemdê xwe Xwedêra xizmet nakin, lê ew cûrê jîyîna me ye. w17.10 23 ¶11-12

Çarşem, 15 Gulan

Qenc e eşqî Xudan bistirên (Zeb. 147:1).

Merivekî navdar ku kilama dinivîse, got: “Bi saya xebera, hişê meda fikir pêşda tên. Bi saya miqamê, dilê meda hest pêşda tên. Lê bi saya kilamê, herdu tevayî pêşda tên û xeber digihîjine dila”. Pê kilama em pesina didine Yehowa û hizkirina xwe jêra eyan dikin. Rastî jî çiqas xweş e gava em bona wî distirên û hê nêzîkî wî dibin! Firqî tune em tenê distirên yan tevî xûşk-birên xwe, yeke timê kilam xizmetkirina Xwedêda ciyê ferz digire. Lê hûn civatêda bi dengê bilind distirên, yan şerm dikin? Nav hine miletada mêr şerm dikin ber merivên din bistirên. Ew yek dikare ser temamiya civatê jî hukum ke, îlahî hergê rûspî şerm dikin bistirên, yan jî çaxê civat kilama distirê, lê ewana şixulên din dikin (Zeb. 30:12). Hergê em bi rastiyê stirandina kilama hesab dikin ça para xizmetiya xwe, civatêda wedê kilama emê neçin-neyên. w17.11 3 ¶1-3

Pêşem, 16 Gulan

Nefikirin ku ez hatime dinê edilayîyê bînim. Ez nehatim edilayîyê bînim, lê şûr (Met. 10:34).

Em gişk jî dixwazin bêy çetinaya û xema edilayêda bijîn. Em gelek razî ne ji Yehowa, ku ew “edilayîya Xwedê” dide me. Ev edilayî alî me dike, wekî em gelek xemgîn nebin û dilrihet bin (Fîlî. 4:6, 7). Xêncî vê yekê, “edilayîya me tevî Xwedê” heye, dêmek heleqetiya baş tevî wî, çimkî me xwe tesmîlî wî kiriye (Rom. 5:1). Lê niha hê ew wede nehatiye ku Xwedê bi temamî edilayê bîne ser erdê. Em dijîn rojên axiriyêda, dêmek wî wedeyî çaxê gelek şer-dew hene û çiqas diçe meriv xirab dibin (2 Tîmt. 3:1-4). Hin jî em Mesîhî miqabilî Şeytan û hînkirinên wîye qelp şer dikin (2 Korn. 10:4, 5). Lê ya lape xirab ew e, ku cara edilaya me xirab dibe tevî neferên me û merivên meyî nêzîk, çimkî em Şedên Yehowa ne. Dibeke hinek ji wan me dikenin seva baweriya me, yan jî me neheq dikin ku em malbetê hev diqetînin, yan jî me ditirsînin ku hergê em baweriya xwe nehêlin, ewana wê me îda qebûl nekin. w17.10 12 ¶1-2

Înî, 17 Gulan

Hînkirina Te çiqasî ez hiz dikim! Temamîya rojê ez ser wê difikirim (Zeb. 119:97).

Guhastinên zimanada usa jî hukum bûn ser zimanên ku Kitêba Pîroz hate welgerandinê. Welgerandina Kitêba Pîroz ku berê femdarî bû, wede derbaz dibû îda çetin dihate femkirinê. Dîna xwe bidine ser welgerandineke Kitêba Pîroz ser zimanê Înglîzî. Welgerandina “Vêrsîa Aqûbê Padşa” ya pêşiyê bû ku sala 1611-da hate derxistinê (“The King James Version”). Nava welgerandinên Kitêba Pîroz ser zimanê Înglîzî, ew ya lape belabûyî bû. Rast e hingê “Vêrsîa Aqûbê Padşa” welgerandineke baş bû, lê qirne derbaz bûn û ev îda çetin dihate femkirinê, çimkî xeber û giliyên vê welgerandinêda, cimetê îda nedida xebatê. Welgerandinên Kitêba Pîroz yên berê, ser zimanên din jî çetin têne femkirinê. Lê em gelek razî ne wekî “Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Pîroz” bal me heye, kîjan ku bi zimanê îroyîn hatiye welgerandinê. Ev welgerandin bi temamî yan jî bi par ser 150 zimana zêdetir heye, dêmek nav temamiya dinyayê heçî zef meriv dikarin evê welgerandinê bixûnin. Ev welgerandina hêsa alîkariyê dide wekî elametiya ji Xebera Xwedê bigihîje dilê me. w17.09 19 ¶5-6

Şemî, 18 Gulan

Kurê min, serwaxt be û dilê min şa ke (Metlk. 27:11).

Cahilên Mesîhî safîkirinên ferz gerekê bikin. Wanra mêrxasî lazim e seva safî kin tevî kê hevaltiyê bikin, çawa namûsiyêda xwe xwey kin, ça wedê xwe rast derbaz kin, û bêne nixumandinê. Belê, mêrxasî wanra ese lazim e seva ku dilê Şeytan şa nekin, kîjan ku qerfa Xwedê dike. Safîkirina ferz ku cahil gerekê bikin, ew e ku kîjan nêta daynin pêşiya xwe. Hine welatada yên cahil têne hêlankirinê ku nêtên usa daynin pêşiya xwe wekî xwendina bilind bistînin û ciyê başda bixebitin seva perê mezin bistînin. Hine welatada jî ji bo êkonomîka nebaş, cahil difikirin ku ya lape ferz ew e wekî bixebitin seva ebûra malbeta xwe bikin. Yehowa wê wan cahila kerem ke, yên ku bi mêrxasî nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe û şixulê Padşatiyê emirê xweda datînin ciyê pêşin. Yehowa wê ese alî wan bike seva ewana miqatî malbetên xwe bin. Qirna yekêda, Tîmotêyoyê cahil nêtên ruhanî dida pêşiya xwe, û hûn jî dikarin usa bikin (Fîlî. 2:19-22). w17.09 29-30 ¶10-12

Led, 19 Gulan

Ev kitêba Qanûnê gerekê ji devê te neqete . . . seva ku her tişt çi têda nivîsar e, rast bînî sêrî. Hingê wê riya te vebe û tuyê bi bîlanî tişta bikî (Yêşû 1:8, DT).

Xwendina Kitêba Pîroz û fikirandina ser dikare alî me bike wekî xwegirtî bin. Lê çi cûreyî? Ji serhatiyên Kitêba Pîroz eşkere tê kifşê ku çiqas kar e çaxê xwegirtina me heye, lê çaxê tune ye çiqas ziyanê tîne. Yehowa ew serhatî badîhewa nedaye nivîsarê, lê nêta wî hebû (Rom. 15:4). Lema jî wê aqilayî be hergê em bixûnin ewan serhatiya, ser bifikirin û lêkolîn bikin! Kûr bifikirin ku çi dersê hûn dikarin bona xwe û malbeta xwe hîn bin. Ji Yehowa alîkariyê bixwazin seva ku hûn şîretên ji Xebera wî bînin sêrî. Hergê hûn texmîn dikin ku tiştekîda xwegirtina we kêm e, helal bînin ser xwe. Paşê dua bikin bona vê yekê, û bifikirin ku hûn ça dikarin hê zêde xwegirtî bin (Aqûb 1:5). Edebyetên me lêkolîn bikin, wekî şîreta bivînin yên ku dikarin alî we bikin. w17.09 6 ¶15-16

Duşem, 20 Gulan

Merivê nû li ser xwe wergirin (Efes. 4:24).

“Merivê nû” li gora qirara Xwedê xuliqandî ye. Lê gelo em dikarin bibine merivên usa? Belê, çimkî Yehowa meriv dilqê xweda efirand û lema jî em dikarin çev bidine hunurên wî (Destp. 1:26, 27; Efes. 5:1). Pawlos derheqa xeysetekî merivê nû got, kîjan ku gelek ferz e. Merivê nû firqiyê nake orta meriva. Pawlos got: “Îdî Yûnanî û Cihû, sinetkirî û sinetnekirî, Îskît û hovên din, xulam û azad tune”. Civatêda tu car gerekê firqî tune be orta rasa, mileta yan jî kesîba û dewletiya. Gelo çira? Çimkî em ça şagirtên Mesîh “hemû jî yek in” (Kols. 3:11, ÎM; Galt. 3:28). Ewên ku merivê nû li ser xwe kirine, tevî hemûya dêmek tevî xûşk-bira û nebawera bi qedir in, û tu car firqiyê nakine orta mileta û rasa, usa jî kesîba û dewletiya (Rom. 2:11). w17.08 22 ¶1; 23 ¶3-4

Sêşem, 21 Gulan

Yehowa bi sebir hîviyê ye (Îşa. 30:18, DT).

Yehowa ji me naxwaze tiştekî usa, çi ku ew xwexa nake. Ew xwexa gelek sebir dike, û vê yekêda ewî mera mesela mezin hîştiye (2 Pet. 3:9). Yehowa îda bi hezara sala hîviyê ye, heta safî be ew şerê ku Edenêda avîtine wî. Ew bi sebir hîviya wî wedeyî ye çaxê navê wî bi temamî bê pîrozkirinê. Gava ev wede bê, merivên ku bi dil hîviya wî ne, wê keremên mezin bistînin (Îşa. 30:18). Îsa jî sebir dike û hîviyê ye. Çaxê ew ser erdê bû, ew heta mirinê Yehowara amin ma, û sala 33 D.M.-da emirê xwe da qurban û çû li ezmana. Û paşê ew heta sala 1914 hîviyê bû seva padşatiya xwe destpêke (Kar. Şand. 2:33-35; Îbrn. 10:12, 13). Îsa niha jî hîviyê ye heta ku hemû dijminên wî qir bin paşî xilaziya Hezarsaliya Padşatiya wî (1 Korn. 15:25). Lê ew yek wê keremên mezin bîne. w17.08 7 ¶16-17

Çarşem, 22 Gulan

Xwedêyê hemû berdiliyê . . . nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me (2 Korn. 1:3, 4).

Xûşkeke me bi navê Sûzî got: “Paşî mirina kurê me, weke salekê me êşeke gelek giran dikişand”. Birakî me jî gilî kir, ku çaxê jina wî nişkêva mir, ewî “êşa fîzîkîye ecêb giran dikişand”. Sed heyf, îro gelek meriv rastî derdê usa giran tên. Û îro gelek Mesîhî jî hîviyê nîbûn ku merivê wanî nêzîk wê bimire. Diqewime merivê weyî nêzîk miriye, yan jî merivê wî kê hûn nas dikin. Dibeke hûn xwera difikirin: “Kesê ku merivê xwe unda kiriye, ça dikare ber derdekî usa giran teyax ke û berdiliyê bistîne?” Diqewime we bihîstiye ku wede birîna dil qenc dike. Lê gelo rastî usa ne, ku wede derbaz be û êşa dil wê xwexa qenc be? Jinebîkê got: “Hê rast e bêjin wekî çaxê kesek wedê xwe xerc dike seva alî yên din bike, ew wede birînê dil qenc dike”. Belê, çawa birîneke bedenêra wede û dermankirin lazim e seva qenc be, usa jî birînên dilra wede û berdilî lazim e. w17.07 12-13 ¶1-3

Pêşem, 23 Gulan

Bira Xudan şabûna te be, ewê xwestinêd dilê te bide te (Zeb. 37:4).

Gelo Yehowa çi şîretê dide we, dêmek hûn dikarin kîjan nêta daynin pêşiya xwe? Seva ku hûn bextewar bin, lazim e hûn Yehowa nas kin û jêra xizmet kin, çimkî ewî em usa çêkirine (Zeb. 128:1; Met. 5:3). Heywan tenê dixwin, vedixwin, diterikin û dizên, lê nêt-meremên wan tune. Lê meriv usa nehatine çêkirinê. Û Xwedê dixwaze wekî hûn, cahilno, emirda nêta daynin pêşiya xwe û bextewar bijîn. Efirandarê we “Xwedêyê hizkirinê”, “Xwedêyê xwezilî” ye, yê ku meriv “dilqê xweda xuliqand” (2 Korn. 13:11; 1 Tîmt. 1:11; Destp. 1:27). Û çaxê hûn çev bidine Xwedêyê meyî hizkirinê, hûnê bextewar bin. Diqewime we xwexa dîtiye ku çiqas şabûnê tîne ev yek çi ku Kitêba Pîroz dibêje: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Kar. Şand. 20:35). Ew gilî rast in. Lema jî Yehowa dixwaze hûn emirê xweda nêtên usa daynin pêşiya xwe, kîjan ku wê hizkirinê bidine kifşê hindava meriva û hindava Xwedê (Met. 22:36-39). w17.07 23 ¶3

Înî, 24 Gulan

Xudan . . . tu qencîyê ji ser wan nabire, kîjan ku dijîn bêleke (Zeb. 84:11).

Xwedê hindava xizmetkarên xwe bi qedir e. Ew zane mera çi lazim e û hê baş me xwey dike, ne ku em xwexa. Rast e Yehowa temamiya cimeta xwe hiz dike, lê ew usa jî bona her merivekî başqe-başqe xem dike. Bînin bîra xwe serhatîkê ku berê qewimî. Nava sê qirnada, Yehowa bi saya hakima rêberî cimeta xwe dikir, û alî wan dikir wekî şerada dijminên xwe alt kin. Wî wedê hevketîda, Yehowa dîna xwe dida ser her merivekî. Yek ji wan Rût bû, ya ku Îsraêlî nîbû, lê gelek tişt qurban kir wekî bibe xizmetkarê Yehowa. Yehowa seva vê yekê lê kerem kir, û ewê mêrekî baş stand û kur jêra bû. Hin jî kurê wê bû para vê rikinyatê, ji kîjanî gerekê Mesîh bihata. Xêncî vê yekê, serhatiya wê Kitêba Pîrozda hate nivîsarê. Bidine ber çevê xwe, ku çaxê ew ji mirinê rabe û ewan tişta pêbihese, wê çiqas şa be ku Yehowa ça lê kerem kiriye! (Rût 4:13; Met. 1:5, 16). w17.06 28-29 ¶8-9

Şemî, 25 Gulan

Ruhê Pîroz, . . . we hînî hemû tiştî ke . . . ku min wera gotine (Yûhn. 14:26).

Sala 1970 birakî me, bi navê Pîtêr, ku 19 salî bû, teze destpêkir Beytela Brîtanyayêda xizmet ke. Carekê ewî mal bi mal xizmet dikir û rastî mêrekî weke 50 salî hat, rûyê kîjanî berdayî bû. Pîtêr ji wî mêrikî pirsî ku gelo ew naxwaze Kitêba Pîroz fem bike. Pîtêr ecêbmayî ma çaxê ewî mêrikî jêra got wekî ew mamostayê Cihû ye. Ewî mêrikî dixwest Pîtêr bicêribîne, û pirseke usa da wî: “Îja kurê min, hela bêje kitêba Daniyêl ser kîjan zimanî hate nivîsarê?” Pîtêr caba xwe da: “Pareke vê kitêbê ser zimanê Aramayî hate nivîsarê”. Pîtêr tîne bîra xwe: “Ew mamosta ecêbmayî ma ku min caba vê pirsê zanibû, lê ez xwexa ji wî zêdetir ecêbmayî mam! Lê min ji ku zanibû caba wê pirsê? Çaxê ez hatim malê min jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar bin!”, yên wan paşwextiya geriya û min gotarek dît kîderê ku dihate şirovekirinê wekî kitêba Daniyêl ser zimanê Aramayî hatiye nivîsarê” (Dan. 2:4). Belê, ruhê pîroz dikare bîne bîra me wan tişta, çi ku me berê xwendiye (Lûqa 12:11, 12; 21:13-15). w17.06 13 ¶17

Led, 26 Gulan

Yêd [zewacêda] wê rastî oxirmêd giran bên (1 Korn. 7:28).

Jin-mêr rastî cûre-cûre çetinaya tên. Mesele, çaxê jin giran dertê, rast e ewana herdu jî şa dibin, lê usa jî menî hene ku ewana berxwe dikevin. Besa xeberê, ewana xem dikin ku giranî wê ça derbaz be, wekî zar sax-silamet bê bûyînê. Xêncî vê yekê, ewana zanin wekî xercê wan wê zêde be. Lê çaxê zar tê bûyînê, dîsa xem zêde dibin. Dê îda temamiya wedê xwe ser zarê xerc dike û miqatî wî dibe. Lema jî dibeke wedê wê bona mêrê wê hindik dimîne, û ji bo vê yekê mêr xwe tenê texmîn dike. Hin jî hê zêde şixul dikeve stûyê mêr ku teze bûye bav. Ew îda gerekê miqatî jin-zara xwe be, û hewcên wan razî ke. Jin-mêr dîsa rastî hine çetinayên din tên. Mesele, hergê ewana bi dil û can dixwazin zara bînin, lê bêzar dimînin, ew jî oxirmê giran e. Îlahî seva jin ew derdekî giran e çaxê ew nikare zara bîne. w17.06 4 ¶1; 5 ¶5-6

Duşem, 27 Gulan

Xebera te çiqas şîrin e gewrîya minda, ew ji hingiv zêdetir e devê minda (Zeb. 119:103).

Em çawa Mesîhî rastiyê qîmet dikin û hiz dikin. Xebera Xwedê ew heye kaniya rastiyê. Duada Îsa bavê xwera giliyên usa got: “Xebera te rastî ye” (Yûhn. 17:17). Seva ku rastiyê hiz bikin, em gerekê Xebera Xwedê rind bizanibin (Kols. 1:10). Lê tenê zanebûn bes nîne. Zebûra 119 alî me dike fem bikin, ku çi tê hesabê rastiyê hiz bikin (Zeb. 119:97-100). Emê karê bistînin hergê çi ku em Kitêba Pîrozda dixûnin, temamiya rojê kûr ser bifikirin. Û gava em bivînin ku em kareke çiqas mezin distînin çaxê prînsîpên vê didine xebatê, emê Kitêba Pîroz diha hiz bikin. Em usa jî dikarin tem kin xwarina ruhanî ku em ji teşkîleta Xwedê distînin. Gava em xwarina ruhanî lêkolîn dikin, ew “gotinên xweş” ji Kitêba Pîroz bîra meda dimînin. Paşê em ewan gotina dikarin bidine xebatê wekî alî meriva bikin (Waîz 12:10). w17.05 19-20 ¶11-12

Sêşem, 28 Gulan

Rastî jî Xwedê nav weda ye! (1 Korn. 14:25).

Em dixwazin alîkariyê bidine wan, yên ku kul-derda dikişînin, firqî tune Şedên Yehowa ne yan na (Lûqa 10:33-37). Çaxê em wanra mizgîniyê gilî dikin, ew alîkariya lape mezin e. Rûspîk ku alî gelek reviya kiriye, dibêje: “Gelek ferz e derbêra wanra bêjin ku em Şedên Yehowa ne û ku nêta meye sereke ew e ku ruhanîda alî wan bikin, ne bi pera. Hergê em ewê yekê wana nedine femkirinê, hinek ji wan wê tenê bona kara xwe guh bidine me”. Çaxê em reviyara hizkirinê didine kifşê, ew yek karê tîne (Zeb. 146:9). Xûşkeke me gilî kir, ku neferên wê ça ji bo peyketina, ji Erîtrêyayê revîn. Çar zarên wê heyşt roja beriyêra çûn û gihîştine welatê Sûdan. Ewê gilî kir: “Xûşk-birên wêderê tevî wan usa bûn ça tevî neferên xwe. Wana xwarin, kinc, cî-sitar û perê rê didane wan. Qe vê dinyayêda kesek yê xerîb wê bîne mala xwe seva vê yekê, ku ewana Xwedêkî dihebînin? Na, tenê Şedên Yehowa” (Yûhn. 13:35). w17.05 7 ¶17, 19-20

Çarşem, 29 Gulan

We mîna qûlê [xizmetkarê] min Îbo, bona min ya rast e negotin (Îb. 42:8).

“Gelo meriv dikare kêrî Xwedê bê? Yan jî yekî femkar dikare karê bide wî? Gelo yê Himzor ji te razî ye bona heqiya te, yan jî kara wî çi ye ku tu xwe riya bêqisûr digirî?” (Îb. 22:1-3, DT). Tu qe fikirîyî ser caba wan pirsa? Hevalê Îbo Elîfaz ew pirs dane Îbo. Elîfaz bawer dikir ku meriv kêrî Xwedê nayên! Hevalê wî Bîldad, hela hê kete dewê jî û got ku meriv nikare ber çevê Xwedê heq be (Îb. 25:4). Elîfaz û Bîldad yançi ber dilê Îboda dihatin. Wana digotin ku yançi cefê me kîjan ku em bona şixulê Xwedê dikin, badîhewa ye û ku qîmetê me ber çevê Xwedê weke qîmetê kêzik û kurma ye (Îb. 4:19; 25:6). Yehowa ser Elîfaz, Bîldad û Zofar hêrs ket, çimkî wana derheqa wî derew kirin. Yehowa wanra got, ku ew Îbo qebûl dike û wî hesab dike xizmetkarê xwe (Îb. 42:7). Dêmek, em gerekê qe dudilî nebin ku em merivên gunekar dikarin “kêrî Xwedê” bên. w17.04 28 ¶1-2

Pêşem, 30 Gulan

Xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin (Zeb. 37:11).

Em îda vî halê xirabda haqas wext dijîn, wekî îda hînî strêsê bûne. Ew mîna vê yekê ye, çaxê merivên ku nêzîkî ciyê sekinandina trênê dijîn, îda hînî dengê wê bûne, yan jî merivên ku nêzîkî ciyê gemarê dijîn, îda bîna wê ne jî texmîn dikin. Lê were derheqa vê yekê nefikirin, û bidine ber çevê xwe wedekî çiqas xweş hîviya me ye. Belê, emê îda tu car nekevine strêsê. Dîna xwe bidine sozê ku vê rêza rojêda nivîsar e. Bêşik, ev gilî dilê me digirin, çimkî ew yek Yehowa bona me dixwaze. Lema jî were wan rojên çetinda çi destê me tê bikin, seva nêzîkî Yehowa Xwedê bin û tevî teşkîleta wî bimînin. Baweriya xwe qewî xwey kin, bifikirin ser wan tişta kîjan ku hîviya me ne, ewan keremeta bidine ber çevê xwe, û merivên dinra jî gilî kin derheqa baweriya xwe (1 Tîmt. 4:15, 16; 1 Pet. 3:15). Dudilî nebin wekî wedê qira vê dinyayê, hûnê ese xilaz bin û bextewariyêda heta-hetayê bijîn! w17.04 13 ¶16-17

Înî, 31 Gulan

Em hemû jî gelekî şaşiya dikin (Aqûb 3:2).

Em evê yekê rind zanin, lê çaxê hindava meda şaşî tê kirinê, ew îda nehêsa ye. Lema jî pirs pêşda tê, wan derecada emê çev bidine heqiya Yehowa? Besa xeberê, hûnê ça xwe bidine kifşê, hergê rûspîk tiştekî usa dibêje ku tê kifşê wekî ew firqiyê dike orta xûşk-bira? Yan jî, hûnê bilikumin hergê rûspîk bêhemdê xwe pê gilîkî we bixeyîdîne û dilê we bêşîne? Dewsa ku derbêra bifikirin wekî ew nehêja ye rûspî be, bi sebir hîviya Îsa bin, ku ew wê dereca rast ke. Hê baş e bifikirin ku ew bira ça nava salada bi aminî Xwedêra xizmet dike, ne ku hiş-aqilê xwe bidine ser şaşiya wî. Lê gelo hûnê şa bin hergê ew rûspiyê ku neheqî hindava we kiriye, dîsa rûspî dimîne û hela hê serda jî cabdariyê zêde didine wî? Hergê hûn bi dil û can bibaxşînine wî birayî, bi vê yekê hûnê nîşan kin ku çev didine heqiya Yehowa (Met. 6:14, 15). w17.04 27 ¶18

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin