Adar
Led, 1 Adar
Tu serwêrê her tiştî yî (1 Dîr. 29:12).
Çaxê em du serên pêşin ji kitêba Destpêbûn dixûnin, em pêdihesin azaya Adem û Hêwayê çi cûreyî bû. Îro meriv hema azaya wî cûreyî dixwazin, lê dest wan nakeve. Kêmasiya jin û mêrê pêşin tu tiştîda tune bû, ne tirs ne jî zorbetî hebû. Wana bona xwarinê, xebatê, nexweşiya û mirinê, derd nedikişandin (Destp. 1:27-29; 2:8, 9, 15). Gelek ferz e em bîr nekin wekî tenê azaya Yehowa Xwedê bêsînor e. Çira? Çimkî ew e Efirandarê her tiştî û Serwêrê himzor (1 Tîmt. 1:17; Eyan. 4:11). Rast e azaya hemû efirînên ser ezmana û ser erdê jî heye, lê yeke azaya wan sînorkirî ye. Em gerekê rind fem kin wekî tenê hukum û îzina Yehowa Xwedê heye, ku safî ke kîjan sînor rast, lazim, û aqilayî ne. Bi rastî Yehowa ji destpêka efirandina meriva ev sînor danîn. w18.04 4 ¶4, 6
Duşem, 2 Adar
Lingê mizgînvan çiqas xweşik in (Îşa. 52:7).
Vê dinyayêda, em tenê pê alîkariya Yehowa sebir dikin û qewî dimînin (2 Korn. 4:7, 8). Lê niha bifikirin, wekî ew merivên ku Yehowa nas nakin, vê dinyayêda bêy alîkariya wî ça dijîn. Mîna Îsa, dilê me jî bona wan dişewite, û em dixwazin “mizgîniya qenciyê” wanra gilî kin. Hindava wanda bi sebir bin, tevî kîjana hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin. Bîr nekin, ku ew meriv dibeke hine rastiyên Kitêba Pîroz rind nizanin yan jî qe nizanin. Lê gelek meriv baweriya xwe hiz dikin û ew yek kûr nav wanda rûniştiye. Ewana hesab dikin, wekî baweriya wan yektiyê dike nava malbet, milet û merivên wan. Heta ku merivara bêjin, wekî baweriya xweye “kevin” ku gelek qîmet dikin, biterikînin, em pêşiyê gerekê alî wan bikin pêbihesin û hiz kin rastiyên “teze”, kîjan ku ewana nizanin. Tenê paşî vê yekê ewana wê hazir bin biterikînin baweriya xweye berê. Seva meriv wan guhastina bike, wede lazim e (Rom. 12:2). w19.03 23 ¶10, 12; 24 ¶13
Sêşem, 3 Adar
Ez ji te razî me (Marq. 1:11).
Yehowa bi wan giliya hizkirin û qebûlkirina xwe da kifşê, û vê yekêda mera mesele hîşt. Em jî gerekê timê dil bidine meriva (Yûhn. 5:20). Em eşq û şa dibin çaxê kesek ji wan, bona kîjana em xem dikin, mera hizkirinê dide kifşê û bona kirên meyî qenc payê me dide. Usa jî xûşk-birên meyî civatê, û neferên me hewcê hizkirin û dildayînê ne. Çaxê em payê wan didin, em baweriya wan qewî dikin û alî wan dikin bi aminî Yehowara xizmet kin. Dê-bav îlahî gerekê dil bidine zarên xwe. Çaxê dê-bav payê zarên xwe didin û hizkirina xwe didine kifşê, ewana alî zarên xwe dikin, wekî geş bin û qewî bin. Gilî, “Ez ji te razî me”, didine kifşê, wekî Yehowa Îsada dudilî nîbû, ku ew wê bi aminî qirara Bavê xwe bîne sêrî. Hergê Yehowa Kurê xweda dudilî nîne, em jî gerekê îtbariya xwe Îsa bînin, ku ew wê hemû sozên Yehowa bîne sêrî (2 Korn. 1:20). Çaxê em derheqa mesela Îsa difikirin, em hê zêde dixwazin ji wî hîn bin û çev bidine wî (1 Pet. 2:21). w19.03 8 ¶3; 9 ¶5-6
Çarşem, 4 Adar
Qanûna ruhê ku jiyînê dide, bi saya Mesîh Îsa ez ji qanûna guna û mirinê xilaz kirim (Rom. 8:2).
Çaxê kesek mera pêşkêşeke biha dide, em dişêkirînin û ji wî gelek razî dibin. Lê Îsraêliya azaya xwe qîmet nekirin çaxê Yehowa wana ji xulamtiya Misirê aza kir. Çaxê ewana aza bûn, paşî çend meha, wana bîra xwarina Misirê dikirin, û ser xwarina ku Yehowa dida wan, dikirine çûre-çûr. Wana hela hê jî dixwestin dîsa vegerine Misirê. Bidine hesabê xwe, bona wan “xiyar, zeveş, pîvazok, pîvaz û sîr” diha ferz bû, ne ku azayî ku Xwedêyê rast, Yehowa da wan. Lema jî ecêbmayî nîne ku hingê hêrsa Yehowa rabû ser cimeta wî (Jimar 11:5, 6, 10; 14:3, 4). Ew derseke gelek ferz e bona me! Pawlosê şandî hemû Mesîhî şîret kirin, wekî bişêkirînin vê azayê ku Yehowa dide bi saya Kurê xwe Îsa Mesîh (2 Korn. 6:1). w18.04 9-10 ¶6-7
Pêşem, 5 Adar
Ew rastîyê û heqîyê hiz dike, huba Xudanva dinya tijî ye (Zeb. 33:5).
Her kes ji me dixwaze, wekî me hiz bikin û hindava meda heq bin. Lê hergê em hindava xweda hizkirinê û heqiyê navînin, em xwe xirab û bêhêwî texmîn dikin. Yehowa zane wekî em hewcê hizkirinê ne û dixwazin meriv hindava meda heq bin (Zeb. 33:5). Em gerekê dudilî nebin ku Xwedêyê me gelek me hiz dike û naxwaze ku kesek hindava me neheqiyê bike. Ew xeysetê Yehowa, Qanûnêda rind tê kifşê, ku ewî bi saya Mûsa da cimeta Îsraêlê. Çaxê em Qanûna Mûsa lêkolîn dikin, em têda hizkirina Yehowaye mezin divînin (Rom. 13:8-10). Em dikarin têderxin, wekî Qanûna Mûsa ser hîmê hizkirinê bû, çimkî hizkirin Yehowa hêlan dike her tiştî bike (1 Yûhn. 4:8). Yehowa ew hemû qanûn kire du temiyên sereke, ew heye Xwedê hiz bikin, û meriva hiz bikin (Qan. Kah. 19:18; Qan. Dcr. 6:5; Met. 22:36-40). Her yek ji 600 qanûna û temiyên din, ku dikevine Qanûnê, me derheqa hizkirina Yehowa hîn dikin. w19.02 20-21 ¶1-4
Înî, 6 Adar
Xizna te kîderê be, dilê te jî wê li wê derê be (Met. 6:21).
Îbo gelek fesal bû hindava jinada (Îb. 31:1). Ewî zanibû ku nerast e hergê ew xêncî kulfeta xwe, ser jineke din binihêre. Îro em dijîn dinyake usada, kîjanêda her gav namûsiya me tê cêribandinê. Gelo emê jî mîna Îbo çevê xwe xwey kin, ku tu car ser kesekî din nenihêrin, xêncî jin yan mêrê xwe? Gelo emê înkar kin ku binihêrin her cûre şiklên necayîz yan jî şiklên pornografî? (Met. 5:28) Hergê em her roj xwe bigirin, emê miqerm bêqisûrtiya xwe xwey kin. Îbo usa jî vê yekêda gura Yehowa dikir, ku ser hebûkê rast dinihêrî. Ewî fem dikir, ku hergê ew îtbariya xwe hebûka xwe bîne, ewê gunekî giran bike û hêjayî cezakirinê be (Îb. 31:24, 25, 28). Îro em dijîn dinya perehizda. Hergê em ser pera û hebûkê usa dinihêrin ça Kitêba Pîroz şîretê dide, emê hê qayîm bêqisûrtiya xwe xwey kin (Metlk. 30:8, 9; Met. 6:19, 20). w19.02 6 ¶13-14
Şemî, 7 Adar
Bav çawa min hiz dike, ez jî usa we hiz dikim (Yûhn. 15:9).
Îsa her tiştîda hizkirina Yehowa hindava me da kifşê (1 Yûhn. 4:8-10). Xêncî vê yekê, ya lape ferz ew e, ku Îsa bi rezedilî bona me emirê xwe da. Firqî tune em bijartî ne yan na, yeke em gişk lezetê distînin ji hizkirina Yehowa û Kurê wî, kîjan ku wana bi vê qurbanê dane kifşê (Yûhn. 10:16; 1 Yûhn. 2:2). Hin jî bifikirin derheqa wan tişta, ku wedê şîva Bîranînê têne xebitandinê. Vê yekêda jî hizkirina Îsa û xemkirina wî hindava şagirtên wîda tê kifşê. Îsa hizkirina xwe hindava bijartiyên xwe bi vê yekê da kifşê, ku derbazkirina bîranînê wanra çetin nekir. Wede derbaz dibû, û ew bijartiyên wî gerekê îda her sal Bîranîn derbaz kirana hemû derecada, hela hê kelêda jî (Eyan. 2:10). Gelo wana gura Îsa kir? Belê! Heta roja îro, Mesîhiyên rast her tiştî dikin, seva bîranîna mirina Îsa derbaz kin. w19.01 24 ¶13-15
Led, 8 Adar
Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke (Yûhn. 8:32).
Ew azayî usa jî heye azaya ji rêlîgiya qelp, nezaniyê, û hînkirinên qelp. Hin jî, emê axiriyêda “tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Rom. 8:21). Hergê hûn ser hînkirina Îsa bimînin, hela hê niha jî hûn dikarin evê azayê tem kin (Yûhn. 8:31). Wî cûreyî hûnê ne ku tenê “rastiyê nas kin”, lê anegorî vê bijîn. Vê dinyayêda, ew jîyîn ku meriv hesab dikin jîyîna lape baş, wedelû ye. Em nizanin sibê wê çi biqewime (Aqûb 4:13, 14). Lema jî aqilayî ye ku riya Xwedêda bimînin, kîjan ku axiriyêda wê mera “jiyîna ku rastî jiyîn e” bide, dêmek jîyîna heta-hetayê (1 Tîmt. 6:19). Lê Xwedê tu car zorê me nake riya wîda herin. Em xwexa gerekê vê yekê bijbêrin. Lema jî cahilno, Yehowa bikin “para” xwe (Zeb. 16:5). Bişêkirînin wan tiştên qenc ku ew dide we (Zeb. 103:5). Û dudilî nebin, wekî ew dikare “heta-hetayê xêr û xweşî” û “şabûneke mezin” bide we (Zeb. 16:11). w18.12 28 ¶19, 21
Duşem, 9 Adar
Mêr . . . bira jina xwe bernede (1 Korn. 7:11).
Hemû Mesîhî gerekê zewacê hurmet kin, çawa Yehowa û Îsa. Lê yeke hinekara çetin e ser zewacê usa binihêrin, çimkî hemû meriv gunekar in (Rom. 7:18-23). Lema em ecêbmayî namînin, wekî qirna yekêda, zewaca hine Mesîhiyada çetinayî hebûn. Rast e Pawlos nivîsî wekî “jin ji mêr neqete”, lê yeke cara ew yek diqewimî (1 Korn. 7:10). Pawlos şirovenekir ku çira jin-mêr ji hev başqe dibûn. Lê em zanin ku problêm vê yekêda nîbû, mesele wekî mêr bênamûsî bikira, û îda îzina jinê hebûya ji wî biqete û dîsa mêr ke. Pawlos nivîsî wekî jin kîjan ku ji mêrê xwe başqe bûye, gerekê “mêr neke yan jî mêrê xwera li hev bê”. Ew yek usa bû, çimkî ber çevê Xwedê ewana her du jî dîsa yek bûn. Pawlos şîret da, wekî hergê zewacêda bênamûsî nehatiye kirinê, çi çetinayî jî hebe nêta başqebûnê gerekê dîsa hevhatin be. Û ewana herdu dikarin ji rûspiya alîkariyê bixwazin. w18.12 13 ¶14-15
Sêşem, 10 Adar
Berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin (Met. 6:33).
Îro qirara Xwedê hindava cimeta wî ew e, ku dostiyê tevî wî bikin û heta wan heye şixulê belakirina mizgîniyêda kar bikin (Met. 28:19, 20; Aqûb 4:8). Meriv bi dilê xweyî sax dikarin me ji şixulê Xwedê dûr xin. Mesele, hûnê çi bikin hergê mezinê xebata we, wera xebata hê baş dide, kîderê hûnê perê mezin bistînin, lê ew xebat wê wede ji we bistîne û hûnê kêm herine civatê û xizmetiyê? Yan jî hergê mektebêda wera mecala didin ku derbazî cîkî din bin, seva hê zêde xwendinê bistînin? Hergê hûn rastî derecên usa bên, hingê wê wera lazim be dua bikin, lêkolîna bikin, yan jî pêşiya safîkirinê tevî merivên din xeber din. Lê hê baş nîne îda nihada lêkolîna bikin, û pêbihesin Yehowa ça dinihêre ser wan pirsa û çev bidine nihêrandina wî? Hergê hûn usa bikin, hûnê nekevine cêribandina gava rastî wan dereca bên, çimkî we dilê xweda îda pêşda safî kiriye, ku dixwazin hiş-aqilê xwe bidine ser xizmetiya Yehowa. w18.11 27 ¶18
Çarşem, 11 Adar
Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be (Metlk. 4:23).
Silêman cahiltiyêda bû padşê Îsraêlê. Destpêka padşatiya wî, Yehowa xewnêda jêra xuya bû û got: “Bixwaze, tu çi dixwazî ku ez bidime te”. Silêman caba xwe da: “Ez cahil im û necêribandî me . . . Lema jî dilê guhdar bide xizmetkarê xwe, seva dîwana cimeta te bikim” (1 Padş. 3:5-10, DT). Rastî jî ew çiqas milûk bû, ku “dilê guhdar” ji Xwedê xwest, lema jî ecêbmayî nîne ku Yehowa Silêman hiz dikir (2 Sam. 12:24). Ew xwestina wî usa dilê Xwedê hat, wekî ewî Silêmanra “dilê bi zanyarî û bi femkarî” da (1 Padş. 3:12). Heta ku Silêman Xwedêra amin bû, ewî gelek kerem distand. Jêra qedirekî usa hate dayînê, wekî ewî “bona navê Yehowa Xwedêyê Îsraêlê” paristgeh ava kir (1 Padş. 8:20, DT). Ew pê bîlaniya xwe ku Xwedê dabû wî, bû merivekî gelek nav û deng. Û gotinên wî hatine nivîsarê sê kitêbên Kitêba Pîrozda. Yek ji wan kitêba Metelok e. w19.01 14 ¶1-2
Pêşem, 12 Adar
Nekevine kirasê bendê vê dinyayê (Rom. 12:2).
Hine meriva xweş nayê, wekî kesek ser fikirandin û nihêrandina wan hukum ke. Ewana dibêjin: “Eva îşê min e, ez xwe serî xwe me”. Bi wî cûreyî ewana dibeke nîşan dikin, ku dixwazin xwexa safîkirinên xwe bikin, û bi rastî ew yek gerekê usa be. Ew meriv naxwazin kesek wana kontrol ke, yan jî zorê bike ku mîna merivên dor berê xwe bin. Lê hergê em mîna Yehowa bifikirin, ew nayê hesabê wekî fikirên meye şexsî tune û em nikarin bi hişê xwe dişirmîş bin. Em 2 Korintî 3:17-da dixûnin: “Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye”. Belê, azaya me heye ku bibine merivê usa, çawa em dixwazin. Bal me hene tiştên usa ku me xweş tên û mera hewas in. Bi rastî Yehowa me bi vê azayê efirand. Lê yeke vê azayêda sînor hene (1 Pet. 2:16). Çaxê em gerekê bijbêrin ku çi rast û çi nerast e, em gerekê pê rêberiya Xebera wî herin, kîderê Xwedê mera derheqa fikirên xwe eyan dike. w18.11 19 ¶5-6
Înî, 13 Adar
Dîmas ku dinya hiz kir ez hiştim (2 Tîmt. 4:10).
Çaxê em teze rastiyê pêhesiyan, me fem kir, wekî nêtên ruhanî hê qîmet in, ne ku hebûk û pere. Û em bextewar bûn çaxê me tiştên matêrîalî, bona rastiyê qurban kir. Lê wede derbaz dibe, û em divînin wekî merivên din xwera tiştên elektronîk yên teze dikirin, yan jî perê xwe ser tiştên mayîn xerc dikin. Hingê em dikarin bikevine telikê, çimkî dibeke bifikirin, wekî em tişta ji xwe kêm dikin. Paşî vê yekê, emê îda razî nebin wan tiştava ku bal me hene, emê usa jî nêtên ruhanî bidine alîkî din û pey pera û hebûkê kevin. Ew yek tevî Dîmas qewimî. Ewî “dinya hiz kir” û bona vê yekê pişta xwe da xizmetiya tevî Pawlosê şandî. Lê çira ewî Pawlos hîşt? Rast e Kitêba Pîroz navêje, lê dibeke ewî hebûk yan pere hê zef hiz kir, ne ku şixulên ruhanî, yan jî dibeke ewî îda nedixwest xwe bide cefê seva tevî Pawlos xizmet ke. Em ji serhatiya wî dersê xwera hîn dibin. Em tu car gerekê dîsa pey hebûkê nekevin û nehêlin, wekî ew yek hizkirina me hindava rastiyê sar ke. w18.11 10 ¶9
Şemî, 14 Adar
Na, hûn tu car namirin (Destp. 3:4).
Şeytan pê nêta xirab derewî kir. Ewî zanibû, wekî hergê Hêwa giliyên wî bawer ke û berê darê bixwe, ewê ese bimire. Hêwayê û Adem gura temiya Yehowa nekirin û axiriyêda mirin (Destp. 3:6; 5:5). Xêncî vê yekê, seva wî guneyî, “mirin ser hemû meriva bela bû”. Lema jî mirinê “hukum kir, heta ser wan jî, yêd ku mîna Adem gura Xwedê derneketin” (Rom. 5:12, 14). Lema îro meriv dewsa ku çawa Xwedê dixwest, emirê xweyî bêqisûrra şa bin û heta-hetayê bijîn, rojên emirê wan “heftê sal in, heger bi sihet-qewat heyştê sal”. Hin jî emirê meriva bi “zemet û keder” tije ye (Zeb. 90:10). Rastî jî ew derewiya Şeytan axirîke çiqas xirab anî! Çaxê Îsa besa kirên Şeytan kir, ewî got: “[Ew] tu car xwe rastiyê negirtiye” (Yûhn. 8:44). Şeytan niha jî xwe rastiyê nagire, çimkî ew dîsa berdewam dike “temamiya dinê” pê derewiyên xwe bixalifîne (Eyan. 12:9). Em naxwazin, wekî Şeytan me bixalifîne. w18.10 6-7 ¶1-4
Led, 15 Adar
Xwezî li wan, ku edilayiyê dikin, çimkî ewê zarêd Xwedê bêne hesabê (Met. 5:9).
Çaxê em aliyê xweda her tiştî dikin seva edilayê xwey kin, em bextewar dibin. Aqûb nivîsî: “Berê rastiyê ji aliyê yê ku bi edilayiyê diçîne tê çinînê” (Aqûb 3:18). Çaxê heleqetiya me orta xûşk yan bira, yan jî orta nefera xirab dibe, em dikarin alîkariyê ji Xwedê hîvî kin, wekî alî me bike em edilayê xwey kin. Usa ruhê Yehowayî pîroz wê alî we bike xwe rast bidin kifşê, û hûnê bextewar bin. Îsa eyan kir ku seva edilayê xwey kin çiqas ferz e, wekî pêşiyê em gava bavêjin. Ewî got: “Heger tu hediya xwe bînî ser gorîgehê û li wir bê bîra te, ku dilê birê te ji te maye, hediya xwe wê derê li ber gorîgehê bihêle û pêşiyê here birê xwera li hev were û paşê were hediya xwe bide” (Met. 5:23, 24). w18.09 21 ¶17
Duşem, 16 Adar
Ez temîke nû didime we: Hevdu hiz bikin. Çawa ku min hûn hiz kirin, hûn jî usa hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:34).
Îsa şeva xweye paşinda, şagirtên xwera weke 30 cara besa hizkirinê kir. Ewî gote wan, wekî gelek ferz e ewana “hevdu hiz bikin” (Yûhn. 15:12, 17). Ew hizkirina wan gerekê bibûya nîşana vê yekê, ku ewana şagirtên wîyî rast in (Yûhn. 13:35). Ew cûrê hizkirinê tenê êmosiya nîne. Ew hizkirina usa ye, ku kara xwe nagere û hazir e qurbana bike. Îsa got: “Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune, ku yek emirê xwe ber dostêd xweva bide. Hûn dostêd min in, heger hûn wan temiyêd ku ez didime we xwey dikin” (Yûhn. 15:13, 14). Hizkirina helal û yektiya nava xizmetkarên Xwedê, wana eyan dike ça cimeta wî (1 Yûhn. 3:10, 11). Em rastî jî gelek razî ne, wekî hizkirina wî cûreyî nava xizmetkarên Yehowada heye, û firqî tune kê ji kîjan miletî yan berekî ye, yan jî ser çi zimanî xeber dide! w18.09 12 ¶1-2
Sêşem, 17 Adar
Heger merivek bona xwexatiya xwe, îlahî bona mala xwe xem nake, ewî bawerî înkar kiriye (1 Tîmt. 5:8).
Yehowa ji me dewa dike, wekî em miqatî neferên xwe bin. Mesele, dibeke hûn dixebitin seva ebûra neferên xwe bikin. Gelek dê malda dimînin, seva miqatî zarên xweye biçûk bin. Hine zarên mezin jî dê-bavên xweye emirda mezin xwey dikin. Belê, ew şixul gelek ferz in. Hergê neferên we stûyên weda nin, dibeke hûn îda nikarin şixulê Yehowa gelekî bikin. Lê berxwe nekevin, dilê Yehowa şa dibe gava hûn xem dikin bona neferên xwe (1 Korn. 10:31). Hergê malda cabdariyên weye mezin tune ne, hûn dikarin alîkariyê bidine xûşk-bira. Mesele, alî wan kin yên ku hewce ne, miqatî nexweşa dibin, yên ku sist in, yan jî emirda mezin in. Civatêda dîna xwe bidinê ku kêra alîkarî lazim e. Çaxê hûn usa dikin, hûn tevî Yehowa hevkariyê dikin, çimkî ew bi saya we, caba duayên wan xûşk-bira dide (1 Korn. 10:24). w18.08 24 ¶3, 5
Çarşem, 18 Adar
Xwedê tevî wî bû, ew ji hemû tengasiyêd wî xilaz kir (Kar. Şand. 7:9, 10).
Were şêwir kin serhatiya Ûsiv. Bavê Ûsiv ji hemû kurên xwe, gişka zeftir wî hiz dikir. Ji bo vê yekê birên wî hevsûdî wî dikirin, û çaxê ew weke 17 salî bû, wî dîltî firotin (Destp. 37:2-4, 23-28). Weke 13 sala Ûsiv Misirêda xulamtiyêda û kelêda bû. Hin jî ew ji bavê xwe gelek dûr bû, kîjanî ew zef hiz dikir. Wî halê xweda ewî dikaribû nêta emirê xwe unda kira û bibûya yekî hêrs. Lê çi alî Ûsiv kir, wekî nebû yekî usa? Çaxê Ûsiv kelêda bû, ew dibeke kûr difikirî ku çawa Yehowa alî wî dikir (Destp. 39:21; Zeb. 105:17-19). Diqewime ew usa jî difikirî ser xewnên pêxembertiyê, kîjan ku ewî cahiltiyêda dîtibû. Ewê yekê baweriya wî qewî dikir, ku Yehowa wî qebûl dike (Destp. 37:5-11). Usa jî ewî dibeke gelek dua dikir û dilê xwe Yehowara vedikir (Zeb. 145:18). Ser duayên wîyî dilsax, Yehowa caba Ûsiv da seva ew dudilî nebe, wekî çi jî emirê wîda biqewime, Ew wê timê “tevî wî” be. w18.10 28 ¶3-4
Pêşem, 19 Adar
Kesîb heta li ber çevê hevalê xwe jî reş e, lê dostên dewletî gelek in (Metlk. 14:20).
Nihêrandina me hindava meriva dikare ser hîmê vê yekê pêşda bê, ku ewana dewletî ne yan jî kesîb in. Lê çawa kesîbbûn yan jî dewletîbûna kesekî, dikare ser nihêrandina me hindava wî merivî hukum be? Pê rêberiya ruhê pîroz, Silêman derheqa kêmasiya merivên gunekar nivîsî, ku rêza îroyînda em dixûnin. Ew metelok çi me hîn dike? Hergê em fesal nîbin, emê bixwazin tenê tevî wan xûşk-bira hevaltiyê bikin, yên ku dewletî ne, lê ji yên kesîb xwe dûr bigirin. Lê çira xof e ji bo hebûnê meriva qîmet kin? Bi vê yekê emê yektiya civatê bikine bin xofê. Çawa Aqûb got, ew problêm qirna yekêda jî hebû û civat parevedikir (Aqûb 2:1-4). Em gerekê fesal bin, wekî ew nihêrandin nav civata meda tune be û anegorî dîtina çevê xwe dîwanê nekin. w18.08 10 ¶8-10
Înî, 20 Adar
[Bira] hizkirina we hindava hevda bi dil û can be (1 Pet. 4:8).
Ew yek ku em ça nin hindava xûşk-bira dide kifşê, wekî em çiqas qîmet dikin dostiya xwe tevî Yehowa. Ewana jî para Yehowa ne, û hergê em vê yekê bîr nekin, emê timê xûşk-birara heyf û bi hizkirin bin (1 Têsln. 5:15). Îsa gote şagirtên xwe: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhn. 13:35). Malaxî got wekî Yehowa guh dide û dibihê ku çawa cimeta Wî tevî hev xeber didin (Malx. 3:16). Belê, Yehowa “yêd para xwe nas dike” (2 Tîmt. 2:19). Ew haş ji her kirên me û giliyên me heye (Îbrn. 4:13). Çaxê em xûşk-birara heyf nînin, Yehowa evê yekê divîne û me dibihê. Lê ew usa jî divîne gava em hindava wanda mêvanhiz, destvekirî û heyf in û usa jî hevdu dibaxşînin (Îbrn. 13:16). w18.07 26 ¶15, 17
Şemî, 21 Adar
Xwe [li Yehowa] bigire (Qan. Dcr. 10:20).
Hemikî, wê bi bîlanî be ku em xwe li Yehowa bigirin. Tu kes usa qewat, bîlan û bi hizkirinê nîne çawa Xwedêyê me! Belê, em timê dixwazin wîra amin bin û aliyê wî bigirin (Zeb. 96:4-6). Lê yazix hine xizmetkarên Xwedê çaxê rastî derecên usa tên ku gere aliyê wî bigirin, miqerm vê yekê nakin. Bifikirin derheqa mesela Qayîn. Ewî xudanê qelp nediheband, lê yeke Yehowa xizmetkirina wî qebûl nekir. Lê çira? Çimkî dilê wîda xirabî kûr rûniştibû (1 Yûhn. 3:12). Yehowa Qayînra got: “Heger tu rastîyê bikî, gelo tê serê xwe bilind nekî? Lê wekî tu rastîyê nekî va ye gune li ber dêrî ketîye û xwexa jî heyra teda ye, lê bike ku tu hukumî li ser bikî” (Destp. 4:6, 7). Dêmek, Yehowa pêşda gote Qayîn, ku hergê ew tobe bike û aliyê Yehowa bigire, hingê Ew jî wê aliyê wî be. Lê Qayîn şîreta Yehowa qebûl nekir. w18.07 17 ¶1, 3; 18 ¶4
Led, 22 Adar
Bira ronaya we ber meriva şewq bide (Met. 5:16).
Çaxê em mizgîniyê bela dikin û alî meriva dikin ku bibine şagirt, usa em pê ronaya xwe şewq didin (Met. 28:19, 20). Xêncî vê yekê, em dikarin pê rabûn-rûniştina xwe jî pesina bidine Yehowa. Wedê xizmetiya mal bi mal û derva, meriv dîna xwe didine rabûn-rûniştina me. Beşera me û silava meye bi dil û can, wanra didine kifşê ku em kê ne û kîjan Xwedêyîra xizmet dikin. Îsa şagirtên xwera got: “Gava hûn herine malê, silavê bidin” (Met. 10:12). Wan ciyada kîderê ku Îsa û şandiyên wî xizmet dikirin, edet bû ku xerîba yan jî merivên nenas teglîfî mala xwe kin. Îro gelek ciyada ew yek qeyde nîne. Lê hergê hûn pê beşera xweş û nerm xweyê malêra şirovekin meniya hatina xwe, wanra wê hêsa be we qebûl kin û ji we eciz nebin. Cara bona xeberdanê destpêkin, silaveke bi dil jî baş e, û ew usa jî kêrhatî ye wedê xizmetiya pê stêndê. Dibeke hûn xwexa divînin ku beşera weye xweş û silavên we, meriva xweş tên. w18.06 22 ¶4-5
Duşem, 23 Adar
Xwedê . . . firqiyê nake nava mileta (Kar. Şand. 10:34).
Petrûsê şandî hînî vê yekê bibû, ku tenê tevî Cihûya xeber de û hevaltiyê bike. Lê paşê çaxê Xwedê eşkere da kifşê, ku Mesîhî gerekê firqiyê nekine orta meriva, Petrûs Kornêlyora, ku eskerê Romayî bû, mizgînî gilî kir (Kar. Şand. 10:28, 35). Paşî vê yekê, Petrûs tevî xûşk-birên ji miletên din nan dixwar û wede derbaz dikir. Lê sal derbaz bûn, Petrûs Entakyayêda durûtî kir gava tevî Mesîhiyên necihû ser nanxwarinê bû, rabû û ji wan dûr ket (Galt. 2:11-14). Çaxê Pawlos ev yek dît, ewî sert Petrûs şîret kir. Tê kifşê ku Petrûs şîreta wî qebûl kir, çimkî çaxê ewî nema xweye pêşin Cihûyara û Mesîhiyên miletê mayînra nivîsî, ewî lêkir ku çiqas ferz e hemû xûşk-bira hiz bikin (1 Pet. 1:1; 2:17). Eyan e ku şandî ji Îsa hîn bûn wekî “hemûya” hiz bikin (Yûhn. 12:32; 1 Tîmt. 4:10). Rast e, wede wanra lazim bû, lê wana nihêrandina xwe guhast. Belê, Mesîhiyên qirna yekêda, “merivê nû” li xwe kiribûn, wana firqî nedikirine orta meriva, çimkî çev didane Xwedê (Kols. 3:10, 11). w18.06 11 ¶15-16
Sêşem, 24 Adar
Ciyê xweda bisekinin . . . heqiyê mîna zirih li sîngê xwe wergirin (Efes. 6:14).
Cûrek ziriha eskerê Romayî ji kudorên hesin bû, ew kudor dirêjoşkî bûn, û pê çerm hevva girêdayî bûn. Bona kincên wî cûreyî lazim bû esker timê binihêriya hela ew hevgirêdana hesinên zirih sist nebûne, çimkî ew zirih dil û navdilê esker ji şûr û tîra xwey dikir. Belê, prînsîpên Yehowayî heq jî mîna zirih, dilê meyî sîmbolîk xwey dikin (Metlk. 4:23). Esker tu car ziriha ji hesin ser mêtaleke sist nediguhast. Em jî gerekê tu car prînsîpên Yehowa neguhêzin tevî wan tişta, çi ku em xwexa hesab dikin ku rast e. Meriv haqas bîlan nînin, wekî dilê xwe xwexa xwey kin (Metlk. 3:5, 6). Hê baş e em her gav ziriha xweye sîmbolîk ku Yehowa daye me, rind bidine ser dilê xwe. Û çiqas zef em rastiyên Xwedê hiz bikin, haqas wê mera hêsa be “zirihê” xwe kin, dêmek li gora prînsîpên Xwedê bijîn (Zeb. 111:7, 8; 1 Yûhn. 5:3). w18.05 28 ¶3-4, 6-7
Çarşem, 25 Adar
Milet bîna xwe li Mûsa teng dikir (Jimar 20:3).
Rast e Mûsa gelek wext bi dil û can rêberiya cimeta Îsraêl dikir, yeke wana ne tenê bona avê dikirine çûre-çûr, lê usa jî ser Mûsa, têbêjî ew neheq bû, wekî av tune bû (Jimar 20:1-5, 9-11). Ser vê yekê, hêrsa Mûsa rabû û ewî îda nermbûna xwe unda kir. Dewsa ku ça Yehowa temî da wî, bi baweriyê qeyêra xeber de, Mûsa tevî cimetê hêrse-hêrs xeber da û got wekî ew wê keremetê bike. Paşê, ewî du cara qeyê xist û gelek av kişiya. Ewî ji qurebûnê û hêrsê şaşîke mezin berda (Zeb. 106:32, 33). Seva vê yekê, ku Mûsa wedekî şkestî nema, Xwedê nehîşt wekî ew bikeve Erdê Sozdayî (Jimar 20:12). Ji vê derecê em dersên ferz hîn dibin. Ya pêşin em gerekê timê ser xwe bixebitin, wekî her gav şkestî bin. Hergê em ser wedekî jî miqatî xwe nebin, emê qure bin û tiştên bêaqilayî xeber din û bêfemtiyê bikin. Ya duda, strês dikare me sist ke, û lema em gerekê çi destê me tê bikin seva şkestî bimînin, îlahî çaxê ser me hukum dikin. w19.02 12-13 ¶19-21
Pêşem, 26 Adar
Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê (Met. 24:14).
Gelo belakirina mizgîniyê barekî giran e? Tu car na. Çaxê Îsa gilî kir mesela derheqa kola tiriyê, ewî got ku ji belakirina mizgîniyê emê şabûneke mezin bistînin (Yûhn. 15:11). Bi rastî ewî got ku şabûna wî dikare dilê meda be jî. Lê ça? Îsa xwe beramberî kola tiriyê kir, lê şagirtên xwe beramberî çiqila kir (Yûhn. 15:5). Kola tiriyê çiqila xwey dike. Heta ku ew çiqil kola tiriyêva nin, ewana av û tiştên din dikişînine xwe. Usa jî em, heta ku tevî Mesîh yektiyêda nin û pey wî diçin, em şabûneke mezin distînin, çawa ew distîne çaxê qirara Bavê xwe tîne sêrî (Yûhn. 4:34; 17:13; 1 Pet. 2:21). Xûşkeke me bi navê Hana, ya ku 40 salî zêdetir pêşeng e, dibêje: “Ew şabûna ku ez xizmetiyêda distînim, hêlanê dide min wekî berdewam kim Yehowara xizmet kim”. Belê, şabûn qewatê dide me, wekî berdewam kin mizgîniyê bela kin, hergê jî hindik meriv guh didine me (Met. 5:10-12). w18.05 17 ¶2; 20 ¶14
Înî, 27 Adar
Ez . . . bûme dersdarê baweriyê û rastiyê (1 Tîmt. 2:7).
Qirna yekêda, Pawlosê şandî meseleke mezin hîşt, çimkî dil dida ber xûşk-bira. Pawlos pê ruhê pîroz hate şandinê wekî mizgînî bela ke Yûnaniyara, Romayara û merivên dinra, yên ku gelek xudanên qelp dihebandin (Galt. 2:7-9). Pawlos diçû ciyên dûr xizmet dikir, kîderê ku îro Tirkiya ye, usa jî ew diçû Yûnanistanê û Îtalyayê. Ewî wêderê necihûyara mizgînî bela dikir û civatên Mesîhî saz kir. Ew Mesîhiyên teze, “cefa destê miletê xweda kişandin” û lema wanra dildayîn lazim bû (1 Têsln. 2:14). Nêzîkî sala 50 D.M., Pawlos civata Têsalonîkîra kîjan ku teze saz bû, nivîsî: “Em her gav bona we hemûya razîbûna xwe didine Xwedê, nava duayêd xweda timê we bîr tînin. Em kirêd baweriya we, xebata weye ji hizkirinê û sebira [we] . . . tînine bîra xwe” (1 Têsln. 1:2, 3). Ewî usa jî wana şîret kir ku hevdu qewî kin û bişidînin û gote wan: “Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin” (1 Têsln. 5:11). w18.04 18-19 ¶16-17
Şemî, 28 Adar
Gerekê pêşiyê mizgînî . . . bê dayînê (Marq. 13:10).
Cahilê ku hiş-aqilê xwe dide ser vê yekê, wekî dilê Yehowa şa ke, ser xizmetiyê gelek ferz dinihêre. Belê, belakirina mizgîniyê şixuleke gelek ferz e, û ew gerekê emirê meda ciyê ferz bigire. Lê tu dikarî xwera nêtê daynî, wekî hê zêde xizmet kî? Yan jî tu dikarî bibî pêşeng? Lê hergê tu xizmetiyêda şabûnê hindikî distînî? Çawa tu dikarî hê rind şedetiyê bidî? Du gavên ferz wê alî te bikin: Xwe rind hazir ke û xwe negire wekî merivên dinra gilî kî ku tu çi zanî. Tuyê axiriyêda dibeke ecêbmayî jî bimînî ku xizmetiyêda çiqas şabûneke mezin bistînî. Mesele, tu dikarî xwera caba vê pirsê lêkolîn bikî, kîjan ku dibeke hevaldersxanên te gelek car didin, besa xeberê: “Çira tu bawer dikî ku Xwedê heye?”. Ser malpera me hene gotar ku bona cahila hatine derxistinê, seva ewana lêkolîn bikin ku çawa caba vê pirsê bidin. Wêderê heye sxêma xebatê bi navê “Ez Çima Bawer Dikim ku Xwedê Heye?”. Ev sxêma wê alî te bike xwe rind hazir kî bona caba vê pirsê. w18.04 27 ¶10-11
Led, 29 Adar
Şîn bin û li hev zêde bin (Destp. 1:28).
Azaya Adem û Hêwayê hebû, lê yeke ew azayî bi sînora bû. Hine sînor tebiyetî bûn, dêmek hine tişt wana bi înstînktê dikir. Besa xeberê, ewana herdu jî zanibûn, wekî seva bijîn lazim e bîna xwe bikişînin, bixwin, razên û dîsa tiştên din. Lê gelo ji bo van tişta azaya wan unda dibû? Na, Yehowa zanibû ku ewana wê ji wan tişta şabûn û lezetê bivînin (Zeb. 104:14, 15; Waîz 3:12, 13). Yehowa temî da Adem û Hêwayê, wekî erdê tije kin û xweyîtiyê lê bikin. Lê gelo evê temiyê azaya wan unda dikir? Tu car na! Ew temî mecal da wan ku erdê bikine cinet, seva meriv heta-hetayê bijîn. Ew yek qirara Xwedê bû (Zeb. 127:3; Îşa. 45:18). Hergê Adem û Hêwayê guh bidana Yehowa, ewana wê bikaribûna zewac û malbeta xwera heta-hetayê şabûna. w18.04 4-5 ¶7-8
Duşem, 30 Adar
Ewêd ku bona jiyîna heta-hetayê kifşkirî bûn, bawer kirin (Kar. Şand. 13:48).
Hergê em xizmetiyêda tevî meriva bi sebir bin, emê hîviyê nîbin ku ewana hema ça rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin, derbêra fem bikin yan jî qebûl kin. Dîna xwe bidin meselê, ku çawa em dikarin tevî meriva şêwir kin derheqa jîyîna heta-hetayê cinetêda ser erdê. Gelek meriv bawer dikin, wekî mirin xilaziya her tiştî ye, yan jî difikirin wekî hemû merivên qenc diçin ser ezmana. Birak gilî dike ku ew ça derheqa vê yekê merivara şirovedike. Berê ewlin, ew wanra Destpêbûn 1:28 dixûne. Paşê ew ji xweyê malê dipirse, ku bi texmîna wî Xwedê dixwest wekî meriv kîderê û çawa bijîn. Gelek meriv caba xwe usa didin: “Ser erdê bextewariyêda bijîn”. Paşê, bira dixûne Îşaya 55:11, û dipirse ku gelo nêta Xwedê hatiye guhastinê yan na. Gelek car xweyê malê dibêjin na. Paşî vê yekê, ew bira wanra Zebûr 37:10, 11 dixûne û dipirse ku axiriya însanetê wê ça be. Bi saya şêwirkirina pê Kitêba Pîroz, ewî alî çend meriva kir fem bikin, ku Xwedê dixwaze wekî merivên qenc cinetêda heta-hetayê ser erdê bijîn. w19.03 24 ¶14-15; 25 ¶19
Sêşem, 31 Adar
Guhdariya wî bikin (Met. 17:5).
Yehowa eşkere da kifşê, wekî ew dixwaze ku em guh bidine giliyên Kurê wî û gura wî bikin. Îsa bi hizkirin şagirtên xwe hîn kir, wekî çawa mizgîniyê bela kin, û gelek car dianî bîra wan, wekî hişyar bimînin (Met. 24:42; 28:19, 20). Ewî usa jî ewana şîret kirin, wekî bicedînin ku derê tengra bikevine hindur, û dil da wan wekî sist nebin (Lûqa 13:24). Îsa da kifşê ku gelek ferz e şagirtên wî hev hiz bikin, yektiyêda bimînin, û temiyên wî bînin sêrî (Yûhn. 15:10, 12, 13). Ew şîret heta îro gelek ferz e. Îsa got: “Her kesê ku ji aliyê rastiyê ye, guh dide dengê min” (Yûhn. 18:37). Emê nîşan kin, wekî guh didine dengê wî, hergê berdewam kin “li hev sebir kin û li hev bibaxşînin” (Kols. 3:13; Lûqa 17:3, 4). Xêncî vê yekê, em guh didine dengê wî, çaxê bi xîret mizgîniyê bela dikin wextê baş û wextê çetinda jî (2 Tîmt. 4:2). w19.03 10 ¶9-10