KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es20 rûp. 37-47
  • Nîsan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nîsan
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
  • Binserî
  • Çarşem, 1 Nîsan
  • Pêşem, 2 Nîsan
  • Înî, 3 Nîsan
  • Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Marqos 11:1-11
  • Şemî, 4 Nîsan
  • Led, 5 Nîsan
  • Duşem, 6 Nîsan
  • Roja Bîranînê
    Çaxê Ro Çû Ava
    Sêşem, 7 Nîsan
  • Çarşem, 8 Nîsan
  • Pêşem, 9 Nîsan
  • Înî, 10 Nîsan
  • Şemî, 11 Nîsan
  • Led, 12 Nîsan
  • Duşem, 13 Nîsan
  • Sêşem, 14 Nîsan
  • Çarşem, 15 Nîsan
  • Pêşem, 16 Nîsan
  • Înî, 17 Nîsan
  • Şemî, 18 Nîsan
  • Led, 19 Nîsan
  • Duşem, 20 Nîsan
  • Sêşem, 21 Nîsan
  • Çarşem, 22 Nîsan
  • Pêşem, 23 Nîsan
  • Înî, 24 Nîsan
  • Şemî, 25 Nîsan
  • Led, 26 Nîsan
  • Duşem, 27 Nîsan
  • Sêşem, 28 Nîsan
  • Çarşem, 29 Nîsan
  • Pêşem, 30 Nîsan
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
es20 rûp. 37-47

Nîsan

Çarşem, 1 Nîsan

[Îsa] ser Petrûsda vegeriya û gotê: “Dûrî min here, Şeytan! . . . ew fikirên te ne ji Xwedê ne, lê ji meriva ne” (Met. 16:23, DT).

Derheqa xwe em çi dikarin bêjin? Gelo fikirên me mîna yên Xwedê ne, yan mîna vê dinyayê? Femdarî ye, em her tiştî dikin seva pê şixulên xwe dilê Xwedê şa kin. Lê fikirên me çi cûreyî ne? Gelo em fikir û nihêrandina xwe dikine anegorî yên Yehowa? Bona vê yekê lazim e em gelek ser xwe bixebitin. Bi rastî meriv hêsa dikare mîna vê dinyayê bifikire, çimkî ruhê vê dinyayê dor berê me ye (Efes. 2:2). Hin jî, ruhê vê dinyayê meriva hêlan dike ku xwehiz bin, lema jî ew fikir dikarin dilê geleka bên. Belê, çetin e mîna Yehowa bifikirin, lê gelek hêsa ye mîna merivên vê dinyayê bifikirin. Lê hergê em bihêlin, ku ev dinya hukumî ser fikirên me ke, emê bibine xwehiz û bixwazin xwe serî xwe bin, ku xwexa safî kin çi rast û çi xirab e (Marq. 7:21, 22). Lema jî gelek ferz e ku “fikirên” me mîna yên Xwedê bin, ne ku yên meriva. w18.11 18 ¶1; 19 ¶3-4

Pêşem, 2 Nîsan

Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me (Met. 3:17).

Îsa çiqas dilşa bû gava xwexa Yehowa sê cara ji ezmana qebûlkirina xwe jêra da kifşê. Hema paşî nixumandina Îsa, Yehowa giliyên jorê got. Ça tê kifşê, tenê Yûhennayê Nixumdar ewan giliya bihîst. Paşê, weke salek pêşiya mirina Îsa, sê şandiya dengê Yehowa bihîstin çaxê ewî got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez jê razî me. Guhdariya wî bikin!” (Met. 17:5) Çend roj pêşiya mirina Îsa jî, Yehowa tevî Kurê xwe ji ezmana xeber da (Yûhn. 12:28). Rast e Îsa zanibû ku wê bi mirina şermî bimire, çawa buxdanbêj, lê ewî dua kir wekî qirara Yehowa bê sêrî, ne ku ya wî (Met. 26:39, 42). Ewî stûna cefê hilda, “şerm ber tiştekî hesab nekir”, û tu car hurmet û qebûlkirina ji vê dinyayê nedixwest, lê ya ji Bavê xwe (Îbrn. 12:2). w18.07 10-11 ¶15-16

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 9 Nîsanê) Marqos 14:3-9

Înî, 3 Nîsan

Bavo, heger emirê te ye, evê kasê ji min dûr xe (Lûqa 22:42).

Hema paşî vê yekê ça Îsa Êvara Bîranînê saz kir, ewî mêrxasiya mezin da kifşê. Çawa? Îsa zanibû wekî ew wê bê girtinê û wê şera bavêjinê ku kifrî kiriye. Lê yeke ewî qirara Bavê xwe qebûl kir (Met. 26:65, 66). Îsa bi temamî Xwedêra amin ma, seva navê Yehowa hurmet-rûmet ke, piştgiriya serwêrtiya Xwedê bike, û rê veke seva merivên ku tobe bikin, jîyîna heta-hetayê bistînin. Hin jî, Îsa şagirtên xwe hazir kir, çimkî ewana jî wê rastî çetinaya bihatana. Îsa usa jî mêrxasiya mezin da kifşê bi vê yekê, ku xemên xwe da alîkî û kete heyra hewcên şandiyên xweyî amin. Ew şîva sivik, ku Îsa paşî çûyîna Cihûda saz kir, wê bikira bîra wan yên ku bibûna bijartiyên wî, derheqa kara xûna Îsa, ku hate rêtinê, û derheqa peymana tevî wî (1 Korn. 10:16, 17). w19.01 22 ¶7-8

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 9 Nîsanê) Marqos 11:1-11

Şemî, 4 Nîsan

Bavo, navê xwe bilind ke (Yûhn. 12:28).

Hingê Îsa bihîst ça Bavê wî ji ezmana caba duayê wî da, got: “Min bilind kir û ezê dîsa bilind kim”. Îsa gelek berxwe diket, çimkî cabdariya mezin ser stûyê wî bû, ew gerekê Yehowara amin bima. Îsa zanibû, wekî ew gerekê cefê giran bikişîne û bêremtî bê kuştinê (Met. 26:38). Lê ya lape ferz bona Îsa ew bû, ku navê Bavê wî bê rûmetkirinê. Îsa kifiriyêda neheq dikirin û ew zef berxwe diket, çimkî nedixwest wekî mirina wî navê Xwedê bêhurmet ke. Em jî mîna Îsa dibeke berxwe dikevin, wekî navê Yehowa neyê bêhurmetkirinê. Diqewime me neheq dikin û buxdana davêjine me. Yan jî dibeke dilê me nerihet e, çimkî em derheqa xwe tiştên qelp dibihên, ku dijminên me bela dikin. Hingê dikare fikirên usa bêne hişê me, wekî ew derewî navê Yehowa xirab dikin. Lê derecên usada giliyên Yehowa rastî jî berdilîke mezin didine me. Navê Yehowa wê timê hurmet-rûmet be (Zeb. 94:22, 23; Îşa. 65:17). w19.03 11-12 ¶14-16

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 10 Nîsanê) Marqos 11:12-19

Led, 5 Nîsan

Îsa destpêkir şagirtêd xwera eyan kir ku gerekê . . . gelek cefa bikişîne û bê kuştinê (Met. 16:21).

Şagirtên Îsa nikaribûn bawer kirana çi ku ewana ji wî bihîstin. Wana tirê ku Îsa gerekê padşatiya Îsraêliya vegeranda, lê ewî wanra got ku gerekê zûtirekê biçerçire û bimire. Petrûs derbêra wî bire alîkî û jêra got: “Hindava xweda qenc be, Xudan! Ew tişt wê tu car neyê serê te!”. Lê Îsa wî vegerand û got: “Dûrî min here, Şeytan! Tu kevir î pêşiya min, çimkî ew fikirên te ne ji Xwedê ne, lê ji meriva ne” (Met. 16:22, 23, DT; Kar. Şand. 1:6). Bi wan giliya Îsa da kifşê firqiya orta fikirên ku ji Xwedê tên û fikirên ku ji vê dinya Şeytan tên (1 Yûhn. 5:19). Petrûs hingê nihêrandina vê dinyayê da kifşê, kîjan ku meriva hêlan dike tenê bona xwe bifikirin û xwe nedine cefê. Lê Îsa zanibû wekî Bavê wî cûrekî mayîn difikire. Îsa pê caba xwe Petrûsra eşkere da kifşê, wekî ew nihêrandina Yehowa qebûl dike, lê nihêrandina vê dinyayê înkar dike. w18.11 18 ¶1-2

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 11 Nîsanê) Marqos 11:20–12:27, 41-44

Duşem, 6 Nîsan

Mirina Xudan bikine dengî, heta hatina wî (1 Korn. 11:26).

Bidin ber çevê xwe ku Yehowa çi divîne, çaxê nav temamiya dinyayêda bi mîlyona meriv ser Şîva Xudan top dibin. Ew ne ku tenê elaleteke mezin divîne, lê dîna xwe dide her kesî ji wan. Besa xeberê, ew wan meriva divîne, kê ku her sal tê ser Bîranînê. Nava wan merivada hene yên usa jî, ku tên hela hê hingê jî, gava rastî peyketinên giran tên. Hine meriv jî cara nayêne civatê, lê ser Êvara Bîranînê timê tên, çimkî fem dikin wekî ew rojeke gelek ferz e û gerekê ese bên. Yehowa usa jî dîna xwe dide wan meriva, yên ku cara pêşin tên, çimkî dixwazin bivînin ew çi civîn e. Belê, Yehowa şa dibe çaxê divîne, ku gelek meriv têne ser Êvara Bîranînê (Lûqa 22:19). Lê ew hê zêde dîna xwe dide vê yekê ku ji bo çi nêtî ewana tên. Bona wî diha ferz e, çi wana hêlan dike ku bêne ser Bîranînê. Gelo xwestina me heye ku aliyê Yehowada û teşkîleta wîda ku ew dide xebatê, bêne hînkirinê? (Îşa. 30:20; Yûhn. 6:45). w19.01 26 ¶1-3

Xwendina Kitêba Pîroz pêşiya Bîranînê: (Roj: qewimandinên 12 Nîsanê) Marqos 14:1, 2, 10, 11; Metta 26:1-5, 14-16

Roja Bîranînê
Çaxê Ro Çû Ava
Sêşem, 7 Nîsan

Mesîh bona me mir (Rom. 5:8).

Îsa hazir bû ne tenê emirê xwe bide bona şagirtên xwe, lê her roj bikeve heyra wan, ne ku ya xwe. Mesele, ewî hingê jî bona şagirtên xwe wede didît, gava westiyayî yan jî gelek dilteng bû (Lûqa 22:39-46). Ew merd bû hindava meriva, û hîviyê nîbû ku ji wana karê bistîne (Met. 20:28). Em para biratiya Mesîhiyên rast in, û em şabûnê distînin gava merivên teze teglîf dikin, wekî bibine para biratiya me. Lê em dixwazin îlahî alî wan bikin, yên ku “neferêd mala Xwedê” ne, dêmek xûşk-birên me, lê ruhanîda sist bûne (Galt. 6:10). Em hizkirina xwe wanra eyan dikin gava dil didine wan ku bêne civatê, îlahî ser Êvara Bîranînê. Mîna Yehowa û Îsa, em gelek şa dibin çaxê xûşk yan bira kîjan ku ruhanîda ketine, dîsa vedigerin bal Yehowa (Met. 18:14). w19.01 29 ¶12, 14; 30 ¶15

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 13 Nîsanê) Marqos 14:12-16; Metta 26:17-19 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 14 Nîsanê) Marqos 14:17-72

Çarşem, 8 Nîsan

Ew tê hesabê bedena min . . . Ew tê hesabê xûna mine peymanê (Met. 26:26-28, DT).

Îsa çaxê êvara Bîranîna mirina xwe saz kir, tenê nanê şkeva û şerava Cejina Derbazbûnê da xebatê, kîjan ku îda ser sifrê hebûn. Îsa gote şandiyên xwe, wekî ew du tiştên sereke, bi sîmbolîk bedena wîye bêqisûr û xûna wî dihatine hesabê, kîjan ku ewî zûtirekê gerekê bona wan qurban kira. Şandî dibeke ne jî ecêbmayî man, ku Îsa ev şîva tezeye mexsûs, usa sivik derbaz kir. Lê çira? Çend meh pêşiya vê yekê, Îsa teseliya Lazar, Merta û Meryemê kir, yên ku hevalên wîyî nêzîk bûn û destpêkir wana hîn ke. Merta jî wêderê bû, lê ew pêda ketibû nava hazirkirina gelek xwarina, bona mêvanekî xweyî qîmet. Çaxê Îsa ew yek dît, ewî bi nermî Merta şîret kir, seva alî wê bike ku ew fem ke, wekî timê nelazim e cûre-cûre xwarin çêke (Lûqa 10:40-42). Wede şûnda, çaxê çend sihet mabû ku Îsa emirê xwe qurban kira, ewî xwexa ev şîret da xebatê. Ewî şîva Bîranînê sivik derbaz kir û şagirtên xwera mesele hîşt ku ça gerekê derbaz kin. w19.01 20-21 ¶3-4

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 14 Nîsanê) Marqos 15:1-47

Pêşem, 9 Nîsan

Bavo, bi wê rûmeta mine ku . . . hebû niha min rûmet ke li ber xwe (Yûhn. 17:5).

Yehowa Îsa usa xelat kir ku wî “bilind kir”, û jêra keremeke usa da, ku pêşiya wî tu kes nesitandibû. Ew heye jîyîna nemirî (Fîlî. 2:9; 1 Tîmt. 6:16). Rastî jî bona aminiya xwe Îsa çiqas hate keremkirinê û hurmetkirinê! Çi wê alî me bike wekî em qebûlkirina vê dinyayê negerin? Em gerekê bîr nekin ku Yehowa timê dişêkirîne, qebûl dike û kerem dike xizmetkarên xweyî amin û gelek car ew keremên usa dide wan, ku ewana ne jî hîviyê ne. Rastî jî kê zane kîjan kerem hîviya me ne? Lê îro, çaxê em tengasiya û cêribandinada sebir dikin, were tu car bîr nekin, wekî ew dinya wê kuta be (1 Yûhn. 2:17). Bavê meyî Ezmana Yehowa ser neheqiyê nîne, wekî kirên me û ew hizkirina ku em bona navê wî didine kifşê, bîr bike (Îbrn. 6:10). w18.07 11 ¶17-18

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 15 Nîsanê) Metta 27:62-66 (Çaxê ro çû ava: qewimandinên 16 Nîsanê) Marqos 16:1

Înî, 10 Nîsan

Ez . . . bona wan hîvî dikim . . . wekî hemû jî bibine yek (Yûhn. 17:20, 21).

Îsa wedê şîva xweye paşin, bona yektiya şandiyên xwe xem dikir. Çaxê ewî tevî wan dua kir, hingê duada got wekî ew dixwaze ku hemû şagirtên wî bibine yek, çawa ew tevî Bavê xwe yek in. Yektiya wan wê şedetîke mezin bida, û îzbat kira wekî Yehowa Îsa şande ser erdê seva qirara wî bîne sêrî. Hizkirin gerekê bibûya nîşaneke şagirtên Îsaye rast. Û ewê hizkirinê wê wana bikira yektiyê (Yûhn. 13:34, 35). Ecêbmayî nîne ku Îsa vê êvarê derheqa yektiyê xeber da, çimkî texmîn kir wekî nava şandiyada tifaqî kêm e. Ewana çend cara hevra ketine dewê ku nav wanda “kîjan wê yê herî mezin bê hesabê” (Lûqa 22:24-27; Marq. 9:33, 34). Carekê jî, Aqûb û Yûhenna ji Îsa hîvî kirin, wekî ew Padşatiya xweda ciyên bilind bide wan (Marq. 10:35-40). w18.06 8 ¶1-2

Xwendina Kitêba Pîroz paşî Bîranînê: (Roj: qewimandinên 16 Nîsanê)Marqos 16:2-8

Şemî, 11 Nîsan

Mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek (Destp. 2:24).

Yehowa dixwaze wekî jin-mêr usa qayîm hev hiz bikin, wekî hizkirina wan heta-hetayê be (Met. 19:3-6). Qavî ew heye yek ji xirabiyên lape mezin, kîjan ku merivê bêhizkirin dike. Lema ji Dehe Temiya ya hefta zinî qedexe dikir (Qan. Dcr. 5:18). Ew “li ber Xwedê” gune ye û hindava jin yan jî mêrda xirabîke bêxwedêtî ye (Destp. 39:7-9). Ewên ku rastî vê xirabiyê tên, dikarin hela hê jî bi deha sala evî derdî ku nemamî wan kirin, bîr nekin. Yehowa usa jî gelek xem dike bona halxweşiya zara. Yehowa temî da dê-bava, wekî ne tenê hewcên fîzîkîda alî zara bikin, lê aliyê ruhanîda jî. Dê-bav gerekê her mecal bidana xebatê, seva alî zara bikirana ku ewana Qanûna Yehowa fem kirana, qîmet kirana, û Xwedê hiz kirana (Qan. Dcr. 6:6-9; 7:13). Dê-bava gerekê usa hesab nekirana ku zarên wan in û ça bixwestana usa bûna hindava wanda, lê gerekê wana fem kirana, ku zar hene ça milk, dêmek pêşkêş ji Yehowa, kîjan gerekê qîmet kirana û xwey kirana (Zeb. 127:3). w19.02 21 ¶5, 7

Led, 12 Nîsan

Xwedê . . . wê bêqisûrtiya min bizanibe (Îb. 31:6, DT).

Îbo usa jî bêqisûrtiya xwe bi wî cûreyî xwey kir, ku bîr nedikir, wekî Xwedê wê axiriyêda wî kerem ke. Ewî bawer dikir, ku Xwedê bêqisûrtiya wî qîmet dike. Nava telî-tengiyada jî, Îbo bawer dikir, ku axiriyêda Yehowa wê wî xelat ke. Ewê baweriyê bêşik alî wî kir, ku ewî bêqisûrtiya xwe unda nekir. Rast e Îbo gunekar bû, lê Yehowa bêqisûrtiya wîra şa dibû û hê zêde kerem serda barand (Îb. 42:12-17; Aqûb 5:11). Û keremên hê mezin axiriyêda hîviya Îbo ne. Xwedayê me nayê guhastinê (Malx. 3:6). Hergê em bîr nekin, wekî bêqisûrtiya me ber çevê Yehowa qîmet e, emê bikaribin baweriya xwe hindava axiriyê dilê xweda sax xwey kin (1 Têsln. 5:8, 9). Cara dibeke hûn xwe tenê texmîn kin, ji bo vê yekê ku bifikirin, wekî dor berê we tu kes xwe bêqisûrtiyê nagire. Lê bi rastî hûnê tu car tenê nîbin. Hûnê nava bi mîlyona merivên nav temamiya dinyayêda bin, yên ku bi aminî bêqisûrtiya xwe xwey dikin. Usa jî hûnê nava wan merivada bin, yên ku hêna berê bêqisûrtiya xwe xwey kirine, hela hê jî çaxê mirin pêşiya wan bûye (Îbrn. 11:36-38; 12:1). w19.02 7 ¶15-16

Duşem, 13 Nîsan

Ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hiz bikin, rem û şkestî bin (1 Pet. 3:8).

Roja Bîranînê îda nêzîk dibe, û wê baş be em wan pirsa bidine xwe: “Ez ça dikarim hizkirinêda hê zêde çev bidime Îsa? Ez hê zêde dikevime heyra xwe, yan heyra xûşk-birên xwe? Gelo dibeke ez ji xûşk-birên xwe gelek dewa dikim, yan ez fem dikim ewana çi dikarin û çi nikarin?” Were em her gav çev bidine Îsa û “ser hev şewat bin”. Derbazkirina Êvara Bîranîna Mirina Îsa, îda wê gelek wext nekişîne. Çaxê Îsa wedê tengasiya mezin “bê”, ewê bijartiyên xwe ku li ser erdê mane, li ezmana top ke, û Bîranîn wê îda neyê derbazkirinê (1 Korn. 11:26; Met. 24:31). Hela hê çaxê Bîranîn îda wê neyê derbazkirinê, yeke em dudilî nînin, wekî cimeta Yehowa wê bi dil û can bîne bîra xwe ew şîva sivik, kîjan ku milûktî, mêrxasî û hizkirina mezin dide kifşê, ku nava terîxiya însanetêda tu kesî nedaye kifşê. w19.01 25 ¶17-19

Sêşem, 14 Nîsan

Tu rastiyê dilê minda dixwazî. Dilê min kûr hînî serwaxtiyê ke (Zeb. 51:6).

Were em dîna xwe bidin meseleke derheqa sihet-qewata meriva, ku dide kifşê wekî gelek ferz e haş ji xwe hebin ku em hundurda merivne çi cûreyî ne. Ya pêşin, seva ku sihet-qewata me baş be, em gerekê xwarineke kêrhatî bixwin, û car-cara sportêva mijûl bin. Seva em ruhanîda jî sihet-qewat bin, em gerekê xwarina ruhanî bixwin û timê pê emirê xwe îzbat kin, ku baweriya xwe Yehowa tînin. Ew baweriya me tê kifşê, çaxê em wan tişta tînin sêrî çi ku pêdihesin û derheqa baweriya xwe gilî dikin (Rom. 10:8-10; Aqûb 2:26). Ya duda, çaxê bedena me rûva baş tê xanê, em dibeke difikirin, wekî sihet-qewat in, lê yeke navdilê me nexweş e. Wî cûreyî, çaxê em şixulên ruhanî dikin, dibeke em difikirin wekî baweriya me qewî ye, lê dilê meda xwestinên xirab dibeke şîn dibin (1 Korn. 10:12; Aqûb 1:14, 15). Em gerekê tu car bîr nekin, wekî Şeytan dixwaze fikirên me mîna yên wî bin. w19.01 15 ¶4-5

Çarşem, 15 Nîsan

Here tu jî usa bike (Lûqa 10:37).

Dibeke em jî pirsê bidine xwe: “Lê ez mîna wî merivê Samerî dilşewat im? (Lûqa 10:30-35) Ez dikarim hê zêde rem bim û qenciyê bikim wan merivara, yên ku tengasiyêda nin? Mesele, ez dikarim alîkariyê bidim xûşk-birên emirda mezin, jinebiya, yan wan zara dê-bavê kîjana nebawer in? Ez dikarim dil bidime ber wan meriva, yên ku dilşkestî ne û dêprêsiyêda nin?” (1 Têsln. 5:14; Aqûb 1:27) Çaxê em hindava meriva rem in, em bextewar dibin, çimkî merdaniyê didine kifşê. Xêncî vê yekê, em zanin, wekî em usa dilê Yehowa şa dikin (Kar. Şand. 20:35; Îbrn. 13:16). Dawid derheqa merivê dilrem, got: “Xudanê wî xwey ke û emir bide, ewê li ser dinê xwezilî be” (Zeb. 41:1, 2). Çaxê em dilşewat in hindava meriva, Yehowa jî wê hindava meda rem be û heta-hetayê bextewariyê bide me (Aqûb 2:13). w18.09 19 ¶11-12

Pêşem, 16 Nîsan

Netirse, çimkî ez tevî te me. Berxwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te. Ezê te xwey kim, belê, ezê alî te bikim (Îşa. 41:10, DT).

Xûşkeke amin ku navê wê Yoşîko ye, ji hekîma xwe elametiya xirab pêhesiya. Hekîm jêra got, wekî ew wê tenê çend meha bijî. Lê Yoşîko çi kir çaxê ew yek bihîst? Ewê hingê rêzeke Kitêba Pîroz ku gelek hiz dikir, anî bîra xwe, ew hebû rêza vê rojê. Paşê ewê rihet hekîma xwera got, wekî ew natirse, çimkî Yehowa destê wê digire. Giliyên ji vê rêzê alî wê xûşkê kirin, ku ewê bi temamî îtbariya xwe Yehowa anî. Ew rêz wê alî me jî bike wedê tengasiyên giran dilrihetiyê unda nekin. Yehowa ew gilî bi Îşaya da nivîsarê, pêşiyê seva dilbîniyê bide wan Cihûyên ku wê biketana dîltiya Babîlonê. Lê Yehowa ew gilî da xweykirinê ne tenê bona kara wan Cihûya, lê usa jî bona hemû cimeta xwe heta roja îro (Îşa. 40:8; Rom. 15:4). Îro em zemanên xirabda dijîn, lema îlahî niha mera gelek lazim e ew berdilî, ku kitêba Îşayada nivîsar e (2 Tîmt. 3:1). w19.01 2 ¶1-2

Înî, 17 Nîsan

Heger nebawer biqete, bira biqete (1 Korn. 7:15).

Çaxê jin-mêr vê derecêda ji hev başqe dibin, ewana yeke dîsa jî zewacêda nin. Hergê jî ewana ji hev başqe bijîn, yeke herdu jî wê rastî çetinaya bên. Pawlosê şandî got ku çira baş e jin-mêr tevayî bimînin: “Mêrê nebawer bi jina bawermend helal dibe û jina nebawer jî bi mêrê bawermend helal dibe. Heger usa nîbûya, zarêd weyê heram bûna, lê niha helal in” (1 Korn. 7:14). Gelek Mesîhiyên amin, çetinayên giranda jî tevî mêr yan jina xweye nebawer mane. Û ewana gelek şa bûne, gava dîtine wekî ew qurbankirin hêja bû, çimkî axiriyêda yê nebawer bû xizmetkarê Yehowa (1 Korn. 7:16; 1 Pet. 3:1, 2). Îro nav temamiya dinyayêda civatên meda tije zewacên bextewar hene. Civata weda jî wê hebin jin-mêr ku zewaca xweda bextewar in. Ew birên amin ku jina xwe hiz dikin û ew jinên ku mêrê xwe hiz dikin, nîşan dikin wekî tê standinê ku zewacê hurmet kin (Îbrn. 13:4). w18.12 14 ¶18-19

Şemî, 18 Nîsan

Xudan Xwedê . . . Êdênêda baxçek daçikand û mêrê ku çêkiribû danî li wir (Destp. 2:8).

Êdên tê hesabê “Lezet”, û rastî jî ewî baxçeyî lezet dianî. Ew cîkî gelek bedew û xweş bû, bi xwarinê tije bû û usa jî orta meriva û heywanada edilayî hebû (Destp. 1:29-31). Xebera Îbranî “baxçe”, ser zimanê Yûnanî hate welgerandinê ça “paradêîsos”. Ensîklopêdyakê (“The Cyclopaedia by M’Clintock and Strong”), derheqa vê xebera “paradêîsos” dibêje: “Parka mezin, ji ziyanê xweykirî, bi tebyetê û bi baxên bedew, ser kîjana gelek êmîş hene, û tê avdanê pê ava temiz ji erdê, kîderê keriyên bizinên qeya û pez diçêrin”. Rêwiyê Yûnan çaxê ev xeber “paradêîsos” dibihîst, ew tişt dihatine hişê wî. Ew şirovekirin alî me dike ku fem kin, wekî baxçê Êdênê bi rastî cinet bû (Beramber kin Destpêbûn 2:15, 16). Xwedê Adem û Hêwa cineta wî cûreyîda cîwar kir, lê ewana wêderê neman, çimkî wana gura Xwedê nekir, lema jî hin ewana hin jî rikinyata wan nikaribûn cinetêda bijîtana (Destp. 3:23, 24). Rast e paşî vê yekê wêderê îda tu kes nedijît, lê ça tê kifşê ew baxçe heta Sêlava wedê Nuh hê hebû. w18.12 3-4 ¶3-5

Led, 19 Nîsan

Ez Yehowa . . . me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike (Îşa. 48:17, DT).

Dê-bav çaxê zarên xwe mezin dikin, tiştên qenc hîn dikin û şîret dikin. Hergê zar bijîn usa çawa dê-bav ewana hînkirine, wê emirê xweda safîkirinên usa bikin, ku paşê poşman nebin. Wî cûreyî zar wê xwe ji gelek problêma û diltengbûnê xwey kin. Mîna bavekî qenc, Yehowa dixwaze wekî zarên wî bi emirekî bextewar bijîn (Îşa. 48:18). Bona vê yekê, ewî prînsîpên derheqa namûsiyê û rabûn-rûniştinê daye me û usa jî şîret ku ça bin hindava meriva. Ew dixwaze wekî em ser wan tişta mîna wî bifikirin û anegorî vê yekê bijîn. Ev yek me ne ku dike sînora, lê me aqil dike, hîn dike rast bifikirin û tişta bicêribînin (Zeb. 92:5; Metlk. 2:1-5; Îşa. 55:9). Ew yek wê alî me bike safîkirinên usa bikin, kîjan ku wê me bextewar kin û xeyset-hunurên me baş kin (Zeb. 1:2, 3). Belê, çaxê em mîna Yehowa difikirin, em gelek tiştada karê distînin. w18.11 19-20 ¶7-8

Duşem, 20 Nîsan

Navê xirab li pey we dixin (1 Pet. 4:4).

Seva riya rastiyêda bimînin, em gerekê nekevine ber bayê meriva. Çaxê me teze destpêkir rastiyêda herin, heleqetiya me tevî ne Şedên Yehowa û neferên me hate guhastinê. Hineka qedirê baweriya me girtin, hinek jî miqabilî me derketin. Neferên me, hevalxebatçiyên me, û hevaldersxanên me dibeke me teglîf dikin ser cûre-cûre cejina. Lê çawa em nekevine ber bayê wan, û tevî wan edet û cejina nebin, kîjan ku Yehowa hurmet nakin? Em gerekê tu car bîr nekin nihêrandina Yehowa ser wan tişta. Bona vê yekê lazim e, em edebyetên meda lêkolîna bikin û pêbihesin, ku ew cejin ji kîderê hatine. Çaxê em dikine bîra xwe wan meniyên ser hîmê Kitêba Pîroz, wekî çira em wan cejina derbaz nakin, em dudilî nabin ku em vê rêda diçin, kîjan “Xudan xweş tê” (Efes. 5:10). Hergê em îtbariya xwe Yehowa û Xebera wî tînin, “tirsa mêriv” wê ser me tune be (Metlk. 29:25). w18.11 11 ¶10, 12

Sêşem, 21 Nîsan

Xudan tevî [Ûsiv] bû û hemû şixulê wî Xudan jêra li hev danî (Destp. 39:23).

Çaxê emirê meda nişkêva tiştek tê guhastinê, em dikarin destpêkin bona axiriyê gelek berxwe kevin û hiş-aqilê xwe pêda bidine ser problêma xwe. Ew yek dikaribû tevî Ûsiv jî biqewimiya. Lê dewsê ewî her tişt dikir, seva halê xweda çiqas dikare sebir ke, û bi vê yekê ewî mecal da Yehowa ku cefê wî kerem ke. Çawa bal Potîfar Ûsiv rind dixebitî, ewî kelêda jî her şixul ku serwêrê kelê dida wî, rind dianî sêrî (Destp. 39:21, 22). Mîna Ûsiv, em jî cara dereca xwe nikarin biguhêzin yan jî em nikarin problêma xwe safî kin. Lê yeke hergê em sebir dikin û vê derecêda aliyê xweda her tiştî dikin, em mecalê didine Yehowa, wekî me kerem ke (Zeb. 37:5). Belê, cara em sist dibin û diwestin, lê em tu car bêçare namînin (2 Korn. 4:8). Ew giliyên Pawlos ji vê rêzê, wê ser me bêne sêrî, îlahî hergê em xizmetiyêda xîreta xwe unda nekin. w18.10 29 ¶11, 13

Çarşem, 22 Nîsan

Xwedê ser neheqiyê nîne, wekî kirêd we û ew hizkirina ku we bona navê wî da kifşê bîr bike (Îbrn. 6:10).

Weyê ça xwe texmîn kira heger merivê ku hûn nas dikin û qedirê wî digirin, navê we bîr kira, yan hela hê jî hûn qe nehatana bîra wî? Ew yek wê dilê we nehata, usa nîne? Lê çira? Çimkî bal me her kesî heye xwestineke tebiyetî, em dixwazin wekî me qebûl kin. Xêncî vê yekê, em dixwazin wekî meriv usa jî bizanibin em merivne çi cûreyî ne û kirên me bişêkirînin (Jimar 11:16; Îb. 31:6). Lê hergê em fesal nîbin, ew xwestina me wekî meriv me qîmet kin, dikare aliyê nerastda here, çimkî em gunekar in. Em dikarin bixwazin wekî meriv me bilind kin û mera firnaq bin. Dinya Şeytan meriva hêlan dike wekî pey navdariyê û hurmetê kevin. Çaxê meriv dikevine ber bayê vê yekê, ewana bîr dikin ku kê bi rastiyê hêjayî hurmetê û hebandinê ye, dêmek Bavê meyî ezmana, Yehowa Xwedê (Eyan. 4:11). w18.07 7 ¶1-2

Pêşem, 23 Nîsan

Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye (1 Yûhn. 5:19).

Em metal namînin çaxê Şeytan û cinên wî merivên xweyîhukum hêlan dikin ku “derew” bêjin (1 Tîmt. 4:1, 2). Serwêrên rêlîgiya ku derewa dikin, îlahî gelek neheq in, çimkî ewana derewên usa bela dikin, ku emirê meriva dikine bin xofê. Çi cûreyî? Hergê kesek hînkirinên qelp bawer bike û tiştên usa bike, ku Xwedê qedexe dike, ew meriv dikare emirê heta-hetayê nestîne (Hos. 4:9). Îsa zanibû wekî serwêrên rêlîgiya ku wedê wîda dijîtin, derewiyêda neheq bûn. Ewî raste-rast wanra got: “Wey li we qanûnzan û fêrisiya! Durûno! Hûn ber û bejê li hev didin, ku yekî nebawer bînin ser riya xwe. Gava meremê we dibe, hûn ewî ji xwe du cara zêdetir dikine para geena [qirkirina heta-hetayê]” (Met. 23:15, DT). Îsa wan serwêrên rêlîgiya gelek sert sûcdar kir. Ewana rastî jî ji bavê xwe Mîrê-cina bûn, yê ku qetil e (Yûhn. 8:44). w18.10 7 ¶5-6

Înî, 24 Nîsan

Xwezî li we, gava bona navê min we bêhurmet kin, bizêrînin (Met. 5:11).

Bi wan giliya Îsa çi dixwest bigota? Ewî got: “Eşq û şa bin, çimkî heqê we li ezmana gelek e. Bi vî cûreyî pêxemberêd ku berî we hebûn, zêrandin” (Met. 5:12). Çaxê şandî hatine kutanê û wanra hate gotinê wekî îda xizmet nekin, ewana “ji civîna giregira çûn, şa dibûn”. Femdarî ye, ewana kutanêra şa nedibûn, lê şa dibûn, çimkî “bona navê Îsa hêjayî rezîlkirinê bûne” (Kar. Şand. 5:41). Wedê meda jî, cimeta Yehowa bi şabûnê sebir dike, gava bona navê Îsa tê zêrandinê yan jî çaxê rastî çetinaya tê (Aqûb 1:2-4). Mîna şandiya, em jî wan tengasiyara şa nabin, lê çaxê em wedê wan çetinaya aminiya xwe Xwedêra xwey dikin, Yehowa alî me dike em sebir kin û qewî bimînin. Hergê jî pey me dikevin yan jî neferên me miqabilî me ne, lê “Xwedêyê xwezilî” me qebûl dike, yeke em dikarin bextewar bin (1 Tîmt. 1:11). w18.09 21 ¶18-20

Şemî, 25 Nîsan

Rûmeta wan zemet û keder e (Zeb. 90:10).

Em dijîn “zemanêd” xirabda, lema jî emir “bi zemet” û “keder” tije ye, û gelek meriv êmosiyalîda sist dibin û dikevine dêprêsiyê (2 Tîmt. 3:1-5). Gelek meriv usa diwestin, ku îda naxwazin bijîn. Hesab nîşan dikin, wekî her sal  800 000 meriva zêdetir xwe dikujin, dertê ku her 40 senîda weke merivek dimire. Yazix, hela hê hine Mesîhî jî, yên ku êmosiyalîda sist bibûn, xwe kuştin. Îro gelek xûşk-birên me rastî gelek çetinaya û strêsê tên, û lema wanra hizkirina me lazim e. Hinek bona baweriyê rastî peyketina tên yan jî meriv qerfa wan dikin. Hinek jî ser xebatê ber buxdan û gevestiyê teyax dikin. Bal hineka jî malda problêm hene, mesele mêr yan jina nebawer timê wan bêhurmet dike. Seva wan problêma, gelek xûşk-bira hin fîzîkîda hin jî êmosiyalîda sist dibin û diwestin. w18.09 13 ¶3, 5

Led, 26 Nîsan

Şabûna mine ji vê mestir tune, çaxê dibihêm ku zarêd min nava rastiyêda dijîn (3 Yûhn. 4).

Dê-bav ku Mesîhî ne, tevî Yehowa hevkariyê dikin, çaxê alî zarên xwe dikin ku nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Geleka ku usa zarên xwe hêlan dikirin, axiriyêda zarên wan bûne xizmetkarên hertim. Mesele, hinek bûne mîsyonêr, hinek ça pêşeng xizmet dikin ciyên ku hewcetî heye, hinek jî Beytelêda xizmet dikin. Çaxê dê-bav ji zara dûr in, timê nayê standin wekî hev bivînin. Lê yeke ew dê-bav dil didine zarên xwe, wekî kifşkirina xweda bimînin. Lê çira? Çimkî dilê wan şa dibe û ewana dilrihet in, ku zarên wan şixulê Xwedê datînin ciyê pêşin. Dibeke gelek ji wan dê-bava mîna Hannayê xwe texmîn dikin, çaxê ewê got ku kurê xwe Samûyêl “pêşkêşî” Yehowa dike. Dê-bav ewê yekê ça qedirekî mexsûs hesab dikin, çimkî wî cûreyî tevî Yehowa hevkariyê dikin (1 Sam. 1:28). w18.08 24 ¶4

Duşem, 27 Nîsan

Dewletiyara zemet e ku bikevine Padşatiya Ezmana (Met. 19:23).

Îsa negot ku ew yek nayê standin. Ewî yeke usa jî got: “Xwezî li we feqîra, çimkî Padşatiya Xwedê ya we ye” (Lûqa 6:20). Lê belê, ew nedihate hesabê, wekî hemû merivên kesîb wê bihatana keremkirinê û hînkirinên Îsa qebûl kirana. Gelek kesîb nebûne şagirtên Îsa. Fikira sereke ew e, ku em gerekê tu car meriva sûcdar nekin ser hîmê hebûka wan, çimkî heleqetiya wan tevî Yehowa, hebûka wanva girêdayî nîne. Bona me kerem e ku gelek xûşk û birên me hene, yên ku bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet dikin, firqî tune ewana dewletî ne yan kesîb in. Kitêba Pîroz yên dewletî şîret dike ku îtbariya xwe ne ku “hebûka pûçe derew” bînin, lê Xwedê (1 Tîmt. 6:17-19). Xebera Xwedê usa jî hemû xizmetkarên Xwedê şîret dike, hin yên dewletî hin jî yên kesîb, wekî fesal bin ku perehiz nîbin (1 Tîmt. 6:9, 10). Hergê em ser xûşk-bira usa binihêrin ça Yehowa dinihêre, hingê emê tu car wana başqe nekin ji bo vê yekê, ku destê wanda heye yan na. w18.08 10-11 ¶11-12

Sêşem, 28 Nîsan

Ber Xwedê şkestî bin (Aqûb 4:7).

Bêşik, em dixwazin Yehowara nîşan kin, wekî dişêkirînin wî qedirî ku em nava cimeta wî ne. Em zanin wekî ew safîkirineke bîlan bû ku me xwe tesmîlî wî kiriye. Em xwe ji her xirabiyê dûr digirin. Û em xûşk-birên xwe hiz dikin û qedirê wan digirin, çimkî ewana jî para Yehowa ne (Rom. 12:10). Kitêba Pîroz soz dide: “Xudan cimeta Xwe ji ber Xwe navêje” (Zeb. 94:14). Belê, çi jî emirê meda biqewime, Yehowa wê timê tevî me be. Hela hê mirin jî nikare me ji hizkirina Yehowa biqetîne (Rom. 8:38, 39). “Awa heger em bijîn yan bimirin, para Xudan in” (Rom. 14:8). Em gişk gelek hîviya vê rojê ne, gava Yehowa hemû dostên xweye amin yên ku mirine, ji mirinê rake (Met. 22:32). Lê em îro jî gelek keremên wî divînin. Çawa ku Kitêba pîroz dibêje, “xwezî li wî miletî, Xwedêyê kîjanî Yehowa ye û li wê cimetê, kîjan bijart kire warê Xwe” (Zeb. 33:12, DT). w18.07 26 ¶18-19

Çarşem, 29 Nîsan

Her tişt edet e, belê, lê her tişt ne kar e. Her tişt edet e, lê her tişt ava nake (1 Korn. 10:23).

Hinek difikirin, ku hine bijartin, mesele xwendina bilind, xebat, yan jî karyêra, safîkirinên şexsî ne, û hergê îsafa wan dihêle, azaya wan heye çi dixwazin vê bijbêrin. Dibeke ewana ev giliyên Pawlos dibêjin: “Çima gerekê azayîya min bona . . . îsafa yekî mayîn bê lomekarkirinê?” (1 Korn. 10:29) Ev rast e ku azaya me heye wan bijartinên şexsî bikin, lê em gerekê usa jî bîr nekin, wekî azaya me bi sînor e û hemû safîkirinên me ser emirê me hukum dibin. Ew yek Pawlos rind da kifşê rêza vê rojêda. Ev rêz rind nîşan dike wekî ya lape ferz xwestinên me nînin çaxê em emirê xweda bijartina dikin, çimkî hene tiştên hê ferz ku em gerekê hildine hesabê xwe. w18.04 10 ¶10

Pêşem, 30 Nîsan

Vegerin min, ezê jî vegerim we (Malx. 3:7).

Îro Mesîhî dibeke Yehowara xizmet ke, lê tiştên usa bike ku ber çevê Xwedê reş in (Cihûd. 11). Ew dikare xizmetiyêda xîret be û timê bê ser civatê jî. Lê ew usa jî tiştên necayîz dikare bike, mesele dibeke ser tiştên bênamûsî bifikire û bide ber çevê xwe, û dilê xweda tima be, yan xûşk-bira nefret ke (1 Yûhn. 2:15-17; 3:15). Ew tişt dikarin Mesîhî berbi kirên xirab bivin, dêmek berbi gune. Ber meriva em dikarin fikir û kirên xwe veşêrin, lê ji Yehowa em tu tiştî nikarin veşêrin. Çaxê em bi temamiya dilê xwe aliyê wî nînin, ew zane, çimkî ew her tiştî divîne (Yêrem. 17:9, 10). Lê Yehowa lez nakeve derbêra me înkar ke. Çaxê ew divîne wekî em dikevine telikê û ji wî dûr dikevin, ew me şîret dike: “Vegerin min”. Çaxê em tevî kêmasiyên xwe şer dikin, Yehowa dixwaze wekî em miqerm miqabilî xirabiyê bin (Îşa. 55:7). Hergê em usa bikin, Yehowa wê ruhanîda û êmosiyalîda alî me bike, û qewatê bide me wekî em “hukumî li ser” xwestinên xirab bikin (Destp. 4:7). w18.07 18 ¶5-6

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin