Gulan
Înî, 1 Gulan
Xerîba hiz bikin (Qan. Dcr. 10:19).
Wan salên paşwextiyêda, gelek welatada merivên xerîb zêde bûne, yên ku revî ne. Wê baş be hûn ser zimanê wan silavê hîn bin. Xêncî vê yekê, hûn dikarin çend cumla jî hîn bin, kîjan ku dikarin alî we bikin wekî tevî wan xeberdanê destpêkin. Paşê hûn dikarin dîna wan bidin ser malpera me jw.org, seva ku vîdêo û edebyetên ser zimanê wan nîşanî wan kin. Yehowa timê wan tişta dide me, çi ku mera lazim in seva xizmetiyêda pêşda herin û hê cêribandî bin. Besa xeberê, civatêda em Bernama Civînê “Mîna Îsa Bijîn” derbaz dibin, kîjan ku alî me dike hazir bin çaxê serlêdanên dubare dikin û hînbûnên Kitêba Pîroz derbaz dikin. Dê-bavno alî zarên xwe bikin, wekî ewana hîn bin pê giliyên xwe caba xwe bidin. Hine meriv hatine ser riya rast, gava dîtine ku ça zar pê cabên xweye bi dil, baweriya xwe didine kifşê (1 Korn. 14:25). w18.06 22-23 ¶7-9
Şemî, 2 Gulan
Hevdu qebûl kin, çawa Mesîh em qebûl kirin (Rom. 15:7).
Em gerekê bîr nekin, wekî berê em “xerîb bûn”, dêmek ji Xwedê dûr bûn (Efes. 2:12). Lê Yehowa em nêzîkî xwe kirin, “bi qeydikên evînêva ji xwera kişand” (Hos. 11:4; Yûhn. 6:44). Û Îsa Mesîh jî me bi dil qebûl kiriye. Ewî ça bêjî derî mera vekir, seva em bikaribin bibine neferên malbeta Xwedê. Hergê Îsa em, dêmek merivên gunekar, bi dil qebûl kiriye, gerekê qe serê mera jî derbaz nebe ku kesekî hiz nekin yan jî qebûl nekin. Dutîretî, firqiya orta meriva, û dijminatî vê dinêda îro hê belabûyî dibe, çimkî xilaziya vê dinya xirab îda ber şêmîkê ye (Galt. 5:19-21; 2 Tîmt. 3:13). Lê em xizmetkarên Yehowa, dixwazin çev bidine bîlaniya Xwedê, kîjan ku alî me dike, wekî em firqiyê nekine orta meriva û edilayê xwey kin (Aqûb 3:17, 18). Em gelek şa dibin çaxê tevî merivên ji cûre-cûre welata hevaltiyê dikin, û nanihêrin ku erf-edetên me mîna hev nînin, û hela hê jî diqewime em zimanê wan jî hîn dibin. Çaxê em vê yekê dikin, edilayî mîna çem dikişe, heqî jî mîna pêlên berê (Îşa. 48:17, 18). w18.06 12 ¶18-19
Led, 3 Gulan
Sol nigêd weda, bona Mizgîniya edilayiyê hazir sekinî bin (Efes. 6:15).
Eskerê Romê hergê sol pênekira, wê nikaribûya biçûya şer. Ew sol, ku mîna çarixa bûn, ji têlên çerm bûn ku nigva girêdayî bûn û bi saya vê yekê esker rind rêra diçû. Ev sol usa dihate çêkirinê, wekî qewî û rihet bin. Ev solên eskerên Romê alî wan dikir, wekî şer rind bivin, usa jî bi sîmbolîk solên ku Mesîhî pêdikin, alî wan dikin mizgîniya edilayê bela kin (Îşa. 52:7; Rom. 10:15). Lê mêrxasî jî lazim e, wekî em mizgîniyê bela kin. Boû ku 20 salî ye, dibêje: “Ez ditirsiyam hevaldersxanên xwera şedetiyê bidim. Min şerm dikir. Niha ez fem dikim ku nelazim bû min şerm kira, û ez gelek şa me ku cahilên dinra şedetiyê didim”. Gelek cahil dibêjin ku çaxê ewana seva şedetiyê rind hazir dibin, ewana hê xweda bawer dibin. w18.05 29 ¶9-11
Duşem, 4 Gulan
Gelek berdayînê bidine kifşê (Yûhn. 15:8).
Îsa gote şandiyên xwe: “Ez . . . edilayîya xwe didime we” (Yûhn. 14:27). Lê çawa ew pêşkêş, dêmek edilaya wî, alî me dike ku ber bînin? Çaxê em bi sebir in, dilê xweda em edilayê texmîn dikin, çimkî zanin wekî Yehowa û Îsa me qebûl dikin (Zeb. 149:4; Rom. 5:3, 4; Kols. 3:15). Paşî vê yekê çaxê Îsa gote şandiyên xwe ku dixwaze şabûna wan “temam be”, ewî wanra şirovekir, wekî çiqas ferz e hizkirina helal bidine kifşê (Yûhn. 15:11-13). Paşê ewî got: “Min hûn dost hesab kirin”. Rastî jî ew pêşkêşeke çiqas qîmet e ku bibine dostên Îsa! Lê şandiya çi gerekê bikirana, wekî dostiya wîda bimana? Îsa wanra got: “Herin ber bidin” (Yûhn. 15:14-16). Weke 2 sal pêşda, Îsa rêberî da şandiyên xwe: “Gava hûn herin, dannasîn kin û bêjin: ‘Padşatiya Ezmana nêzîk bûye’” (Met. 10:7). Lê vê êvara xilaziyê, pêşiya mirina xwe, Îsa wana qewî kir, wekî ewana wî şixulê ku wana destpêkir, bi sebir berdewam kin (Met. 24:13; Marq. 3:14). w18.05 20-21 ¶15-16
Sêşem, 5 Gulan
Meriv çi diçîne, wê jî diçine (Galt. 6:7).
Cahilno, bira emirê weda ya lape ferz ew be, ku dilê Yehowa şa kin û nêtên ruhanî daynin ciyê ferz. Lê gelek cahilên weke we, hiş-aqilê xwe datînin tenê ser rihetiyê û wedederbazkirinê, û dibeke we jî berbi vê yekê hêlan dikin. Zû yan dereng, hûn gerekê bidine kifşê ku nêt û bijartinên we çi ne. Nekevine ber bayê cahilên din. Hene gelek tişt ku dikarin alî we bikin nekevine ber bayê wan. Besa xeberê, dûr bin ji wan dereca kîderêda hûn dikarin bêne cêribandinê (Metlk. 22:3). Usa jî bîr nekin ku axiriya çiqas xirab meriv distîne, gava kirên xirabda çev dide merivên din. Xêncî vê yekê, bi milûktî bînin ser xwe, wekî wera şîret lazim in. Ew milûktî wê alî we bike guh bidine şîretên dê-bava û usa jî xûşk-birên ruhanî (1 Pet. 5:5, 6). Lê tu usa milûk î, wekî şîretên baş qebûl kî? w18.04 28-29 ¶14-16
Çarşem, 6 Gulan
Qewîn bigirin, heta ku ez bêm. Ewê ku serkeve û heta xilaziyê kirêd li gora dilê min bike, ezê wî hukumê ser mileta bidime wî (Eyan. 2:25, 26).
Îsa elametiya xweda çend civatên Asya Biçûkra da kifşê, wekî şixulên şagirtên xwe qîmet dike. Besa xeberê, ewî civata Tiyatîrayêra elametiya xwe bi wan giliya destpêkir: “Ez haş ji kirêd te, hizkirina te, baweriya te, xizmetkarî û sebira te heme. Ez zanim ku kirêd teye paşwextiyê ji yêd pêşiyê zêdetir in” (Eyan. 2:19). Belê, Îsa ne tenê besa şixulên wan kir, lê ewî payê wan da bona hunurên wanî baş, bi saya kîjana wana ew kirên qenc dikirin. Rast e Îsa usa jî hinekên ji Tiyatîrayê şîret kir, lê ewî elametiya xwe pê dildayînê destpêkir û xilaz kir (Eyan. 2:27, 28). Bifikirin derheqa hukumê Îsa, ew serê hemû civata ye. Ew borcdar nîne, wekî razîbûna xwe mera bide kifşê, seva şixulên ku em bona wî dikin. Lê yeke ew pê mesela xwe dide kifşê, wekî ferz e şêkirdar bin. Rastî jî Îsa bona rûspiya meseleke mezin hîştiye. w19.02 16 ¶10
Pêşem, 7 Gulan
Cihûda û Sîlas . . . bi gelek xebera dil dane bawermenda û ew şidandin (Kar. Şand. 15:32).
Koma rêberiyê ya qirna yekê, kaniya dildayîneke mezin bû çawa bona birên cabdar, usa jî bona Mesîhiya bi temamî. Wana Petrûs û Yûhenna şandin, wekî bona bawermendên teze dua bikin, seva ewana ruhê pîroz bistînin (Kar. Şand. 8:5, 14-17). Fîlîpo û ew xûşk-birên teze gelek qewî bûn ku koma rêberiyê piştgiriya wan kir. Îro, Koma Rêberiyê dil dide ber endemên Beytelê, ber xizmetkarên hertim, û usa jî bi temamî biratiya hemdinyayê. Ça qirna yekêda Mesîhî şa dibûn, usa jî îro em şa dibin bona vê dildayînê! Xêncî vê yekê, sala 2015-da Koma Rêberiyê broşûra bi navê “Vegere cem Yehowa” derxistin, kîjan ku nav temamiya dinyayê bi rastî dildayîneke mezin da geleka. w18.04 19 ¶18-20
Înî, 8 Gulan
Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke (Yûhn. 8:32).
Meriv dikarin bifikirin ku azaya wan çiqas zêde hebe, haqas baş e. Lê bi rastî azaya bêsînor ew ça şûrekî tûj e. Hela bidine ber çevê xwe dinya wê çi halîda bûya, hergê sînor qe tunebûna. Ensîklopêdiyekêda derheqa vê yekê tê gotinê: “Qanûnên her dewletekê gelek çetin in, çimkî ew qanûn gerekê hin meriva xwey kin, hin jî azaya wan bi sînor kin”. Rastî jî timê hêsa nîne wan qanûna bînin sêrî. Meriva gelek qanûn derxistine, û lema gelek qanûnzan û hakim hene, yên ku wan qanûna şirovedikin û rêberiyê didin ku ça wana bidine xebatê. Bi giliyên Îsa tê kifşê, ku seva azaya rast bistînin, du tişt lazim e bikin: Ya pêşiyê, rastiya ku Îsa hîn kir, qebûl kin, ya duda, bibine şagirtên wî. Hergê em usa bikin, emê bi rastî aza bin. Lê ji çi emê aza bin? Îsa şirovekir: “Kesê ku guna dike, ew xulamê guna ye. . . . Heger Kurê Xwedê we aza ke, hûnê rastî aza bin” (Yûhn. 8:34, 36). w18.04 6-7 ¶13-14
Şemî, 9 Gulan
Hemû jî . . . ser hev şewat bin (1 Pet. 3:8).
Em xwe baş texmîn dikin nava wan merivada, yên ku hindava meda şewat in û bona halxweşiya me xem dikin. Ewana xwe datînin dewsa me, seva fem bikin em çi texmîn dikin û çi difikirin. Ewana têderdixin çi mera lazim e û alî me dikin, cara hela hê hingê jî, gava me alîkarî ji wana nexwestiyê. Em merivên ku hindava meda şewat in, gelek qîmet dikin. Em hemû Mesîhî dixwazin dilşewat bin hindava meriva. Lê yeke hêsa nîne ewî hunurî bidine kifşê. Çira? Berê ewlin, çimkî em gunekar in (Rom. 3:23). Mera xeyset e xwehiz bin, lema em gerekê ser xwe bixebitin, wekî bona meriva xem kin. Usa jî bona me hineka çetin e şewat bin, çimkî em cûrekî mayîn hatine mezinkirinê, yan jî qewimandinên ku emirê meda qewimîne, ser me hukum bûne. Hin jî em rojên axiriyêda dijîn û merivên dorberê me jî ser me hukum dikin, çimkî xwehiz in û nakevine heyra meriva (2 Tîmt. 3:1, 2). Hergê em çev bidine Yehowa û Kurê wî Îsa Mesîh, emê diha şewat bin û bikevine heyra meriva. w19.03 14 ¶1-3
Led, 10 Gulan
Miqatî dilê xwe be (Metlk. 4:23).
Temiya paşin ji Dehe Temiya, dilhavijîkirin qedexe dikir, dêmek çevê xwe nedin ser hebûka xelqê (Qan. Dcr. 5:21; Rom. 7:7). Yehowa ew qanûn da cimeta xwe seva wana derseke ferz hîn ke. Wana gerekê dilê xwe xwey kirana, dêmek miqatî fikir û êmosiyên xwe bûna. Yehowa zane wekî kirên xirab, ji fikir û êmosiyên xirab destpêdibin. Mesela Dawid Padşa evê yekê eşkere dide kifşê. Bi rastî ew merivekî heyf bû, lê carekê ewî çev berda jina merivekî din. Ew xwestina wîye nerast, wî bire berbi gune (Aqûb 1:14, 15). Dawid tevî wê bênamûsî kir, û hin jî xwest mêrê wê bixapanda, lê çimkî nehate standinê, ewî mêrê jinikê kuşt (2 Sam. 11:2-4; 12:7-11). Yehowa meriva tenê rûva nanihêre, ew divîne dilê me, dêmek em bi rastî çi cûreyî ne (1 Sam. 16:7). Em nikarin tu fikir, êmosiya û şixulekî ji wî veşêrin. Ew nav meda hunurên baş digere û dixwaze em wan hunura bal xwe zêde kin. Lê ew usa jî dixwaze, wekî em kontrol kin û têderxin wan fikirên nerast, kîjan ku dikarin me bivin berbi kirên xirab (2 Dîr. 16:9; Met. 5:27-30). w19.02 21 ¶9; 22 ¶11
Duşem, 11 Gulan
Yehowa bigerin, hûn hemû şkestiyên ser erdê . . . Her gav şkestî bin (Sêfn. 2:3, DT).
Kitêba Pîroz ser Mûsa dibêje, wekî ew “merivekî gelekî şkestî bû, ji hemû merivêd li ser rûyê erdê” (Jimar 12:3). Lê gelo ew tê hesabê, wekî ew merivekî sist û tirsonek bû, nikaribû safîkirina bike, û ditirsiya gava miqabilî wî derdiketin? Hine meriv dibêjin wekî merivên şkestî usa nin. Lê ew nerast e. Mûsa xizmetkarekî qewî bû, yekî ser xwe û mêrxas bû. Ew pê alîkariya Yehowa, miqabilî serwêrê Misirêyî qewat derket. Ewî hin jî beriyêda rêberî weke 3 000 000 Îsraêliya dikir, û alî wan dikir wekî dijminên xwe alt kin. Îro em rastî wan çetinaya nayên, rastî kîjana Mûsa hat, lê em her roj rastî wan meriva û dereca tên, ji bo kîjana mera çetin dibe şkestî bin. Lê heye tiştekî usa, ku me qayîm hêlan dike evî hunurî nav xweda pêşda bînin, ew heye sozê Yehowa ku merivên şkestî û milûk wê “erdê war bin” (Zeb. 37:11). Lê hûn xwe hesab dikin ça merivê şkestî? Meriv derheqa we çi dibêjin? w19.02 8 ¶1-2
Sêşem, 12 Gulan
Wey li serê yên ku ji xirabra dibêjin qenc (Îşa. 5:20).
Xwedê ji destpêka efirandina însanetê îsaf daye meriva. Mesele, çaxê Adem û Hêwayê qanûna Yehowa teribandin, wana xwe veşart û ew yek dide kifşê wekî îsafê ewana diçerçirandin. Ew merivê ku îsafa wî rind hînkirî nîne, mîna vê gemiyê ye, kîjan ku pê kompasa xirabbûyî diçe. Rêwîtiya pê kompasa nerast, gelek xof e. Ba û ava okêanê, dikarin hêsa gemiyê bivine cîkî nerast. Lê kompasa ku rast dixebite dikare alî gemîvan bike, seva gemiyê aliyê rastra bive. Îsafa me jî mîna kompasê ye. Îsaf dilê meda ça rêber e, bi saya kîjanî em dikarin rastî û nerastiyê hevderxin. Û ew yek alî me dike riya rastra herin. Lê seva îsafa me rêberê baş be, lazim e ew rast hînkirî be. Hergê îsafa me nerast hînkirî ye, ewê nikaribe me bigire yan jî pêşda elamî me bike ku kirên xirab nekin (1 Tîmt. 4:1, 2). Ew îsaf dikare hela hê jî me hêlan ke ku xirabiyê hesab kin ça qencî. w18.06 16 ¶1-3
Çarşem, 13 Gulan
Nekevine kirasê bendê vê dinyayê (Rom. 12:2).
Ferz e ku em têderxin û înkar kin fikirên vê dinyayê hingê jî, gava ew fikir eşkere nayêne kifşê. Mesele, nûçada tiştên usa dibêjin, çi ku piştgiriya nihêrandina polîtîka dike. Yan jî hene serhatiyên usa, ku berbi nêtên vê dinyayê hêlan dikin. Hine fîlm û kitêb jî evê nihêrandinê bela dikin ku meriv xwehiz bin, û malbeta xwe ser her tiştîra bigirin. Gelek meriv difikirin, wekî ew yek aqilayî ye, baş e û rast e jî. Lê Kitêba Pîroz hîn dike, wekî meriv gerekê hizkirina Yehowa ser hemû tiştîra bigire, û tenê hingê ew û malbeta wî bi rastî dikare bextewar be (Met. 22:36-39). Lê ev hemû tişt nayê hesabê, wekî nerast e hergê em wedederbazkirina baş qebûl kin. Yeke em gerekê pirsên usa bidine xwe: “Gelo ez derbêra hînkirinên vê dinyayê têderdixim, hela hê yên ku eşkere nayên kifşê? Gelo ez xwe û zara xwe xwey dikim, wekî xwe dûr bigirin ji têlêvîsyona yan jî xwendina wan tişta, ku fikirên vê dinyayê bela dikin? Gelo em înkar dikin fikirên vê dinyayê ku em dibihên, û alî zarên xwe dikin, wekî mîna Yehowa binihêrin ser tişta?”. w18.11 22 ¶18-19
Pêşem, 14 Gulan
Netirse, çimkî ez tevî te me (Îşa. 41:10, DT).
Yehowa mera dibêje, wekî ew tevî me ye, çevê wî ser me ye û me hiz dike. Dîna xwe bidinê Yehowa ça evê hizkirina xweye mezin hindava me dide kifşê, ew dibêje: “Tu çevê minda qîmet î. Tu hatî hurmetkirinê. Ez te hiz dikim” (Îşa. 43:4, DT). Tu kes, ne jî tu tişt, nikare evê hizkirina Yehowa hindava xizmetkarên wî sar ke. Aminiya wî hindava me tu car sist nabe (Îşa. 54:10). Yehowa soz nade, wekî emê rastî çetinaya û tengasiya neyên. Lê ew wê tu car nehêle, wekî çetinayên ku mîna “çem” in, me bixeniqînin, yan jî ew tengasiyên ku mîna “agir” in, zîyaneke mezin û dirêj bidin me. Ew soz dide, wekî wê tevî me be û alî me bike çaxê telî-tengiyara “derbaz bin”. Lê çi cûreyî Yehowa wê alî me bike? Ewê dilê me rihet ke, wekî em netirsin û bikaribin aminiya xwe jêra xwey kin, hela hê jî hergê mirin ber çevê me ye (Îşa. 41:13; 43:2). Hergê em îtbariya xwe wî sozê Xwedê bînin, ku dibêje “ez tevî te me”, emê jî wedê telî-tengasiya mêrxas bin û qewî bin. w19.01 3 ¶4-6
Înî, 15 Gulan
Dilê merivda gelek merem hene, lê tenê xwestina Xudan tê sêrî (Metlk. 19:21).
Cahilno, dibeke dersdar yan merivên din wera dibêjin, wekî xwera nêtê daynin ku xwendina bilind bistînin, yan jî xebateke usa xwera bivînin, ku gelek pere qazanc kin. Lê Yehowa şîretên mayîn dide we. Belê, ew dixwaze wekî mektebêda hûn rind hîn bin, seva paşê bikaribin ebûra xwe bikin (Kols. 3:23). Lê ew şîret û prînsîp dide we, seva rêberî bide we û alî we bike wedê wan rojên axiriyêda usa bijîn, çawa ku dilê wî xweş tê (Met. 24:14). Yehowa zane axiriyêda wê çi biqewime, û zane wekî axiriya vê dinyayê wê çi be, û ev dinya wê zûtirekê kuta be (Îşa. 46:10; Met. 24:3, 36). Ew usa jî zane wekî çi dikare bi rastî we bextewar ke û lezetê bide we, û çi dikare we dilşikestî û bêbext ke. Lema jî çiqas aqilayî jî mera şîretên meriva bêne kifşê, yeke hergê ewana li gora Xebera Xwedê nînin, ew şîret nikarin bîlanî bin. w18.12 19 ¶1-2
Şemî, 16 Gulan
Nepakê betavebe (Zeb. 37:10).
Dewsa wan “milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin”. Dawid usa jî pê rêberiya Xwedê pêxembertî kir: “Rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zeb. 37:11, 29; 2 Sam. 23:2). Bi texmîna we, ew soz wê ça hukum bûya ser wan meriva, yên ku dixwestin qirara Xwedê bînin sêrî? Meniya wan hebû, wekî hîviya wî wedeyî bin, çaxê tenê merivên rast ser erdê bijîn, û hingê Cineta mîna baxçê Êdênê dîsa hebe. Wede derbaz bû, û heçî zef Îsraêliya yên ku yançi Yehowara xizmet dikirin, pişta xwe dane wî. Bona vê yekê, Xwedê hîşt wekî Babîloniya cimeta wî hildine bin destê xwe, welatê wan kuta kin û ji wan geleka dîltî bivin (2 Dîr. 36:15-21; Yêrem. 4:22-27). Pêxemberê Xwedê usa jî pêxembertî kir, wekî paşî 70 sala, cimeta wî wê paşda vegerine welatê xwe. Û hema usa jî bû. Lê ew pêxembertî bona me jî ferz in, çimkî em hîviya cineta ser erdê ne. w18.12 4 ¶9-10
Led, 17 Gulan
Çawa ezman ji erdê bilindtir bin, rêyên min ji rêyên we û ramanên [fikirên] min ji ramanên we usa bilindtir in (Îşa. 55:9).
Gelek şîret û nihêrandina vê dinyayê, bi temamî miqabilî hînkirinên Kitêba Pîroz in. Lê gelo dikare usa be ku hine şîretên vê dinyayê îro hê kêrhatî bin, ne ku şîretên Kitêba Pîroz? Îsa got: “Serwaxtî bi emelêd xwe kifş dibe” (Met. 11:19). Ew dinya aliyê têxnolojîda gelek pêşda çûye, lê yeke ew nikare problêmên mezin safî ke, seva meriv bextewar bijîn, mesele şer, rasîzm û zorbetiyê nikare bide hildanê. Xêncî vê yekê, ew dinya bênamûsiyê qebûl dike. Gelek meriv fem dikin, wekî bênamûsî nefera ji hev diqetîne, nexweşiya pêşda tîne û dîsa tiştên xirab. Lê Yehowa wan tiştada çi şîreta dide? Mesîhiyên ku mîna Yehowa ser wan tişta dinihêrin, malbetêda bextewar in, sihet-qewata wan hê baş e, çimkî nav-namûs dijîn, û nava biratiya hemdinyayêda edilayî jî heye (Îşa. 2:4; Kar. Şand. 10:34, 35; 1 Korn. 6:9-11). Belê, ew yek eşkere dide kifşê, wekî fikirên Yehowa ji fikirên vê dinyayê gelek bilindtir in. w18.11 20 ¶8-10
Duşem, 18 Gulan
Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike (1 Korn. 15:33).
Rast e em dixwazin heleqetiya me tevî neferên me baş be, û em wanra timê heyf bin, lê em usa jî gerekê fesal bin, wekî bona xatrê wan, prînsîpên Yehowa neteribînin. Heleqetî û hevaltiya meye nêzîk gerekê tenê tevî wan hebe, yên ku Yehowa hiz dikin. Her kes ku riya rastiyêda diçe, gerekê pîroz be (Îşa. 35:8; 1 Pet. 1:14-16). Çaxê em hatine ser riya rast, me gişka guhastin kir, seva li gora prînsîpên Kitêba Pîroz bijîn. Hineka ji me guhastinên mezin kirin. Çi jî hebe, em gerekê timê miqatî xwe bin, wekî ew jîyîna pîroz û temiz, tevî heramî û bênamûsiya vê dinyayê neguhêzin. Lê çawa xwe ji bênamûsiyê xwey kin? Kûr bifikirin, ku Yehowa heqê çiqas mezin û qîmet da, seva em ber çevê wî pîroz bin. Ew heq, xûna Kurê wîyî tayê tenê bû, ya Îsa Mesîh (1 Pet. 1:18, 19). Seva em ber çevê Yehowa temiz bimînin, qurbana Îsa gerekê hiş û dilê meda gelek qîmet û ferz be. w18.11 11 ¶10-11
Sêşem, 19 Gulan
Ezê li Xudan binêrim, li benda Xwedayê xilaziya xwe bisekinim; wê Xwedayê min, min bibihîze (Mîx. 7:7).
Gelek xizmetkarên hertim texmîn kirin, ku çaxê ewana hiş-aqilê xwe datînin ser xizmetiyê, ew yek alî wan dike, wedê guhastina şabûnê unda nekin û dilrihet bimînin. Çawa mesela wan nîşan kirin, hergê wedê guhastina, em aliyê xweda her tiştî dikin û bi sebir hîviya Yehowa ne, emê dilrihetiyê unda nekin. Hingê emê fem kin, wekî çaxê em hînî guhastina dibin, heleqetiya me tevî Yehowa qewî dibe. Hergê emirê weda tiştek nişkêva tê guhastinê, mesele, kifşkirina we, yan sihet-qewata we, yan jî malda cabdariyên weyî teze zêde dibin, dudilî nebin wekî Yehowa we hiz dike û wê wededa alî we bike (Îbrn. 4:16; 1 Pet. 5:6, 7). Wî wedeyî, aliyê xweda çi destê we tê bikin. Bi dua nêzîkî Bavê xweyî ezmana bin, û hîn bin xwe bikine bin perê wî. Bi wî cûreyî, çi jî biqewime û bê guhastinê, hûnê dilrihetiyê unda nekin. w18.10 30 ¶17; 31 ¶19, 22
Çarşem, 20 Gulan
[Yehowa] zane meya me û bîr tîne ku em xalî ne (Zeb. 103:14).
Kitêba Pîrozda gelek serhatî hene, kîderê tê kifşê ça Yehowa bona xizmetkarên xwe xem dike. Mesele, dîna xwe bidin, Xwedê çi cûreyî alî Samûyêl kir, wekî ew Elî Serekkahînra derheqa dîwanê elam ke, çawa ku kitêba 1 Samûyêl 3:18-da tê gilîkirinê. Qanûna Yehowa temî dida zara, wekî qedirê yên emirda mezin bigirin, îlahî yên ku xweyîhukum bûn (Derk. 22:28; Qan. Kah. 19:32). Hûn qe dikarin bawer kin, ku Samûyêlê biçûk şebeqê zû rabe û xwexa bi mêrxasî Elîra dîwana Xwedê elam ke? Femdarî ye, ewî wê usa nekira. Kitêba Pîroz dibêje, wekî Samûyêl “tirsiya ku xewn û xeyalê Elîra bêje”. Lê Xwedê Elîra eyan kir, wekî Ew gazî Samûyêl dike. Elî ev yek fem kir, lema jî gote Samûyêl wekî tiştekî veneşêre, lê hemû tiştên ku wîra hate gotine, bêje. Samûyêl gura wî kir û hemû tişt jêra gilî kir, û ew giliyên wî li gora vê elametiyê bû, ku pêşda jêra hate gotinê (1 Sam. 2:27-36). Ew qewimandin ku tevî Samûyêl û Elî qewimî, dide kifşê wekî Yehowa ça her tiştî hildide hesab û çiqas bîlan e. w18.09 23 ¶2; 24 ¶4-5
Pêşem, 21 Gulan
Xudano! Kî dikare Konê Teda bimîne? . . . Ewê ku . . . dilê xweda rast difikire (Zeb. 15:1, 2).
Derewî bûye tiştekî tebiyetî. Nivîskarek bi navê Î. Bxataçarcî, gotara xweda ya bi navê “Çira Em Derewa Dikin”, nivîsî wekî “derewî nav xeysetê merivada gelek kûr rûniştiye”. Meriv derewa dikin heçî zef seva vê yekê, ku xwe xwey kin yan jî pêşdaçûyî bin. Ewana pê derewiyê şaşiyên xwe yan jî kirên xweyî xirab vedişêrin. Usa jî ewana derewa dikin, wekî pera xwera qazanc kin yan jî kareke din bistînin. Çawa vê gotarêda hate gotinê, hene merivên usa ku xwera kirine xeyset wekî “merivên nenasra, hevalxebatçiyên xwera, û merivên xweyî nêzîkra” derewa bikin, firqî tune tiştên biçûkda yan mezinda. Lê axiriya derewa çi ye? Îtbarî û heleqetiya baş dikare unda be. Zebûrbêj Yehowara dua kir: “Tu rastiyê dilê minda dixwazî” (Zeb. 51:6). Dawid zanibû, wekî merivê helal ji dilê xwe helal e. Belê, Mesîhî gerekê her gav “hevdura rastiyê bêjin” (Zeker. 8:16, DT). w18.10 7 ¶4; 8 ¶9-10; 10 ¶19
Înî, 22 Gulan
Ew bê qezî birin, ew netirsiyan (Zeb. 78:53).
Çaxê sala 1513 B.D.M., Îsraêliya Misir hîştin, ewana dibeke hingê weke sê mîlyona zêdetir bûn. Nava wanda zar, kal-pîr û dibeke usa jî yên nexweş û seqet jî hebûn. Femdarî ye, wanra lazim bû Rêberê femkar, kîjanî ku bona wan xem kira. Yehowa bi saya Mûsa bûye hema rêberekî usa. Lema çaxê Îsraêliya malên xwe hîştin û çûn, dilrihet bûn û xwe xweykirî texmîn dikirin (Zeb. 78:52). Lê çi cûreyî Yehowa alî cimeta xwe kir, wekî dilrihet bin û netirsin? Ewî bi organîze cimeta xwe “sîlihkirî” ji Misirê derxist (Derk. 13:18). Ewê yekê wê ese Îsraêliya qewî kira, çimkî ewana didîtin ku çevê Xwedêyê wan ser wan e û rêberiya wan dike. Xêncî vê yekê, Yehowa usa kir, wekî ewana bawer bin ku ew tevî wan e, “rojê pê ewir”, lê “şevê pê ronayîya êgir” (Zeb. 78:14). Bi vê yekê Yehowa ça bêjî wanra digot: “Netirsin, çimkî ez tevî we me. Ezê we xwey kim û rêberiyê bidime we”. w18.09 26 ¶11-12
Şemî, 23 Gulan
Xwezila tu min di warê miriyada veşêrî; heta ku hêrsa te derbaz bibe tu min veşêre; demdiyarekê bi minda û wê gavê min bîra xweda bîne (Îb. 14:13).
Wedê berê jî, hine xizmetkarên Xwedê ji bo tengasiya, xwera mirin dixwestin. Mesele, Îbo usa bîn teng bibû wekî got: “Ez ji jîyana xweva dikerihim: heta-hetayê jîyanê naxwazim” (Îb. 7:16). Ûnis jî çaxê gelek dilşikestî bû, got: “Niha ya Xudan, reca dikim ruhê min ji min bistîne, çimkî mirina min ji jîyîna min çêtir e” (Ûns. 4:3). Pêxemberê amin Êlyas jî usa xwe bêtaqet texmîn kir, wekî got: “Bes e, ya Xudan, niha canê min bistîne” (1 Padş. 19:4). Lê Yehowa wan xizmetkarên amin hiz dikir û dixwest wekî ewana bijîn. Ewî bona vê yekê tu car wana neheq nedikir, dewsê alî wan dikir, wekî ewana bixwazin dîsa bijîn. Yehowa bi hizkirin wana dişidand, seva ewana berdewam kin bi aminî jêra xizmet kin. w18.09 13 ¶4
Led, 24 Gulan
Em tevayî bona Xwedê dixebitin (1 Korn. 3:9).
Hevalxebatkarên Xwedê pê mêvanhiziyê eyan in. Kitêba Pîrozda xebera Yûnanî ku hatiye welgerandinê “mêvanhizî”, raste-rast tê hesabê “qencî xerîbara” (Îbrn. 13:2). Xebera Xwedêda em gelek serhatî dixûnin, ku me hîn dikin çawa mêvanhiz bin (Destp. 18:1-5). Em hin dikarin û hin jî gerekê mecala bivînin seva mêvanhiziyê nîşan kin hemûyara, firqî tune ewana xûşk-birên me ne, yan na (Galt. 6:10). Hûn dikarin tevî Yehowa bixebitin bi vê yekê jî, gava hindava xizmetkarên hertim, ku teseliya civata we dikin, mêvanhiziyê bidin kifşê (3 Yûhn. 5, 8). Ew yek mecalê dide ku “dil bidin ber hev” (Rom. 1:11, 12). Xebera Xwedê bira hêlan dike, wekî tevî Yehowa bixebitin bi vê yekê, ku civatêda cabdariya hildine ser xwe (1 Tîmt. 3:1, 8, 9; 1 Pet. 5:2, 3). Ewên ku usa dikin, dixwazin cûre-cûre tiştada û usa jî ruhanîda alîkariyê bidine xûşk-bira (Kar. Şand. 6:1-4). Birên ku wan tiştada alîkariyê didin, wê wera gilî kin ku ewana çiqas şabûnê distînin. w18.08 24 ¶6-7; 25 ¶10
Duşem, 25 Gulan
Dilê kalemêra neêşîne, lê dil bide wan, çawa bavê xwe (1 Tîmt. 5:1).
Rast e hukumê Tîmotêyo ser wan birên emirda mezin hebû, lê yeke ew hindava wanda dilşewat û bi qedir bû. Lê hergê merivê emirda mezin hemdê xwe gune dike, yan tiştekî usa dike ku Yehowa xweş nayê, gelo gerekê em çevê xwe dadin ser vê yekê? Yehowa tu car gunekara heq dernaxe, hergê jî ew emirda mezin in. Dîna xwe bidine prînsîpa ji Îşaya 65:20: “Gunekar wê bê nifirkirinê, hergê jî ew sed salî be, DT”. Xewn-xeyala Hezeqêlda jî em divînin prînsîpa wî cûreyî (Hezql. 9:5-7). Bona me ya lape ferz gerekê ew be, ku qedirê wî bigirin, yê ku “Rojên wî Kevin in, DT”, dêmek qedirê Yehowa Xwedê (Dan. 7:9, 10, 13, 14). Hergê em usa bikin, emê netirsin kesekî şîret kin û rast kin çaxê lazim e, firqî tune ew çend salî be (Galt. 6:1). w18.08 11 ¶13-14
Sêşem, 26 Gulan
Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe (Metlk. 14:15).
Em Mesîhiyên rast gerekê hîn bin, wekî her înformasiya, ku em pêdihesin, bicêribînin hela rast e yan na, seva ku her tiştî rast bizanibin (Metlk. 3:21-23; 8:4, 5). Lê hergê em usa nekin, Şeytanra û dinya wîra wê hêsa be hiş-aqilê me xirab kin (Efes. 5:6; Kols. 2:8). Lema jî lazim e îzbatkirina pêbihesin, seva em nexapin. Îro hemû aliyava meriv cûre-cûre înformasiya û elametiya distînin. Întêrnêtêda, têlêvîsyonêda, û mêdiyayêda tije înformasiya tê belakirinê. Xêncî vê yekê, em usa jî pê êmaîlê, pê têlê û ji hevala cûre-cûre elametiya û tişta distînin. Lê em gerekê gelek fesal bin û tiştên ku em dibihên û pêdihesin bicêribînin, hela rast in yan na. Çira? Çimkî îro her dera înformasiya ku bela dikin, derew in yan jî ne bi temamî rast in. w18.08 3 ¶1, 3
Çarşem, 27 Gulan
Te kerem ji Xwedê stand (Lûqa 1:30).
Yehowa qîzikeke milûk Meryem bijart, seva ew bibe diya Kurê wî, dêmek Îsa. Meryem şeherê biçûkda Nisretêda dijît, kîjan ku dûrî Orşelîmê û paristgeha wîye mezin bû (Lûqa 1:26-33). Pê giliyên Meryemê, ku tevî meriva xwe Êlîzabêtê xeber dida, tê kifşê ku ew yeke ruhanî bû û Xwedê gelek hiz dikir (Lûqa 1:46-55). Belê, Yehowa dîna xwe dida Meryemê, û bona aminiya wê lê kerem kir ku qedirekî usa jêra da, kîjan ku ewê ne jî dikaribû bida ber çevê xwe. Yehowa hurmet neda merivên navdeng, mesele serwêrên Orşelîmê yan Beytlehmê, ku derheqa bûyîna Îsa wanra elam kira. Milyaket şivanên milûkra eyan bûn, yên ku ji Beytlehm der çolê bûn ber kerê pêz bûn (Lûqa 2:8-14). Ew şivan paşê çûn û zara tezebûyî dîtin, dêmek Îsa (Lûqa 2:15-17). Meryem û Ûsiv rastî jî wê çiqas şa bûna, ku Îsa wî cûreyî hate hurmetkirinê! w18.07 9-10 ¶11-12
Pêşem, 28 Gulan
Hêrsa Yehowa rabû ser Silêman (1 Padş. 11:9, DT).
Çira hêrsa Yehowa rabû ser Silêman? Kitêba Pîroz dibêje: “Çimkî dilê wî ji Yehowa dûr ketibû . . . , yê ku du cara xwe wîra eyan kiribû û wî şîret kiribû, wekî ew pey xudanên din neçe. Lê Silêman temiya Yehowa xwey nekir”. Axiriyêda, ewî qebûlkirin û kerema Xwedê unda kir. Zuretên Silêman hukumtiya ser temamiya Îsraêlê unda kirin, û bi seda sala gelek xezeb didîtin (1 Padş. 11:9-13, DT). Ji serhatiya Silêman eşkere tê kifşê, wekî çiqas xof e tevî wan meriva hevaltiyê bikin, yên ku fem nakin yan jî qedirê prînsîpên Yehowa nagirin. Hinek ji wan diqewime civatêda nin, lê ruhanîda sist in. Hinek jî dibeke merivên nêzîk in, cînar in, hevalxebatçî ne, hevaldersxanên wan in, yên ku xizmetkarê Yehowa nînin. Firqî tune kê jî hebe, hergê ew meriv qayîm xwe li prînsîpên Yehowa nagirin, axiriyêda em dikarin seva wan qebûlkirina Xwedê unda kin. w18.07 19 ¶9-10
Înî, 29 Gulan
Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye (1 Yûhn. 5:19).
Şeytan zane wekî meriv hiz dikin cûre-cûre serhatiya bibihên, û lema ew fîlm û şoû yên têlêvîsyonê, dide xebatê, seva fikir û nihêrandina xwe bela ke. Ew zane wekî ew tişt ne ku tenê hewasê merivara tînin, lê usa jî hîn dikin ku çawa bifikirin, çi texmîn kin û bikin. Îsa ew mêtoda hînkirinê bona kara meriva dida xebatê, besa xeberê, ewî meteloka derheqa merivê Samerî û usa jî kurê undabûyî merivara gilî kir (Met. 13:34; Lûqa 10:29-37; 15:11-32). Lê ew meriv yên ku îda ketine bin hukumê Şeytan, cûre-cûre serhatiya dikarin bidine xebatê, seva dilê me xirab be. Lema em gerekê fesal bin. Rast e mera hewas e fîlm û TV şoû binihêrin, lê em gerekê fesal bin wekî hiş-aqilê me xirab nebe. Çaxê em dixwazin tiştekîva mijûl bin û hêsa bin, em gerekê pirsê bidine xwe: “Dibe ku ew fîlm yan jî TV şoû min hîn dike, wekî tiştekî xirab vê yekêda tune, hergê ez bikevime heyra xwestinên xwe?” (Galt. 5:19-21; Efes. 2:1-3) Hergê hûn texmîn dikin, wekî besa xeberê filan program fikirên Şeytan bela dike, hûn çi gerekê bikin? Derbêra înkar kin, çawa ku hûn xwe xwey dikin ji nexweşiya ku derbazî meriva dibe. w19.01 15-16 ¶6-7
Şemî, 30 Gulan
Xilazbûnê mîna kumzirihê hildin (Efes. 6:17).
Çawa kumzirih mejiyê esker xwey dike, usa jî bawerî û hêwiya ser “xilazbûnê” fikir û hiş-aqilê me xwey dike (1 Têsln. 5:8; Metlk. 3:21). Lê çawa Şeytan dikare usa bike ku em kumzirih ji serê xwe derxin? Dîna xwe bidinê, Şeytan ça vê yekêda dixwest Îsa bicêribîne. Bêşik, Şeytan zanibû wekî axiriyêda Îsa wê serwêrtiyê însanetê bike. Lê Îsa gerekê hîviya wî wedeyî bûya ku Yehowa kifş kir. Û pêşiya vê yekê ewî gerekê cefa bikişanda û bimira. Lema jî Şeytan soz da ku hergê Îsa serê xwe ber wî dayne, ew wê hema vê demê bibe serwêrê dinyayê (Lûqa 4:5-7). Îro jî Şeytan zane, wekî Yehowa wê her tişt dinya tezeda bide me. Belê, em gerekê hîviya wî wedeyî bin, lê heta hingê em dikarin rastî tengasiya jî bên. Lema jî Şeytan her tiştî dike seva em pey jîyîna baş kevin, ku niha rihet û baş bijîn. Ew dixwaze wekî emirê meda hebûk ser ciyê pêşin be, wekî em pey kevin seva niha qazanc kin. Ew usa dike, wekî emirê meda Padşatiya Xwedê ciyê pêşin negire (Met. 6:31-33). w18.05 30-31 ¶15-17
Led, 31 Gulan
Rojên ciwaniya [cahiltiya] xweda bira dilê te, te kêfxweş bike (Waîz 11:9).
Cahilno, Yehowa dixwaze hûn dilşa bin. Seva dilşa bin lazim e nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe û hemû nêt-merem û safîkirinada, şîretên Yehowa hildine hesab. Çiqas zû hûn destpêkin vê yekê bikin, haqas zû hûnê rêberî, xweykirin û keremên Yehowa bivînin. Bifikirin derheqa hemû şîretên wî ku Kitêba Pîrozda hene û dilê xweda xwey kin evê şîretê: “Efirandarê xweyî Himzor cahiltiya xweda bîne bîra xwe” (Waîz 12:1, DT). Cahilên civatêda hêjayî paya ne, çimkî ewana hiş-aqilê xwe didine ser xizmetiya Yehowara. Ewana nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe û xizmetî emirê wanda ciyê gelek ferz digire. Xêncî vê yekê, ewana nakevine ber bayê vê dinyayê. Ew cefê wan pûç nîne. Ewana alîkariyê ji xûşk-bira distînin, û çaxê ewana şixulên xwe didine destê Yehowa, digihîjne nêt-meremê xwe. w18.04 29 ¶17, 19