KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es20 rûp. 57-67
  • Hezîran

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hezîran
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
  • Binserî
  • Duşem, 1 Hezîran
  • Sêşem, 2 Hezîran
  • Çarşem, 3 Hezîran
  • Pêşem, 4 Hezîran
  • Înî, 5 Hezîran
  • Şemî, 6 Hezîran
  • Led, 7 Hezîran
  • Duşem, 8 Hezîran
  • Sêşem, 9 Hezîran
  • Çarşem, 10 Hezîran
  • Pêşem, 11 Hezîran
  • Înî, 12 Hezîran
  • Şemî, 13 Hezîran
  • Led, 14 Hezîran
  • Duşem, 15 Hezîran
  • Sêşem, 16 Hezîran
  • Çarşem, 17 Hezîran
  • Pêşem, 18 Hezîran
  • Înî, 19 Hezîran
  • Şemî, 20 Hezîran
  • Led, 21 Hezîran
  • Duşem, 22 Hezîran
  • Sêşem, 23 Hezîran
  • Çarşem, 24 Hezîran
  • Pêşem, 25 Hezîran
  • Înî, 26 Hezîran
  • Şemî, 27 Hezîran
  • Led, 28 Hezîran
  • Duşem, 29 Hezîran
  • Sêşem, 30 Hezîran
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
es20 rûp. 57-67

Hezîran

Duşem, 1 Hezîran

Hûn çi ku pê navê min ji Bavê bixwazin, ewê bide we (Yûhn. 15:16).

Bi rastî ewî sozî wê şandî gelek bişidanda! Rast e wana bi temamî fem nedikir, wekî zûtirekê gerekê Îsa bimire, lê ewana wê bê alîkarî nemana. Yehowa timê hazir bû ku caba duayên wan bide, gava wanra alîkarî lazim bûya seva vê temiyê bînin sêrî ku mizgîniyê bela kin. Û bi rastî wede şûnda wana texmîn kir, ku ça Yehowa caba duayên wan da (Kar. Şand. 4:29, 31). Îro jî usa ne. Çaxê em bi sebir ber didin, em dostiya Îsada dimînin. Xêncî vê yekê, em dikarin dudilî nebin, wekî gava em xizmetiyêda rastî çetinaya bên û ji Yehowa alîkariyê bixwazin, ew wê ese caba duayên me bide (Fîlî. 4:13). Em çiqas razî ne ku Xwedê caba duayên me dide û ku em dostên Îsa ne! Ev pêşkêşên ji Yehowa me qewî dikin seva em bi sebir ber bidin (Aqûb 1:17). w18.05 21 ¶17-18

Sêşem, 2 Hezîran

Bira em . . . dil bidine hev û hê zêde, çimkî em dibînin ku roja axretê nêzîk dibe (Îbrn. 10:24, 25).

Hê pênc sal derbaz nebû, Mesîhiyên Cihû ku Orşelîmêda dijîtin, fem kirin ku “roja Xudan” nêzîk e. Wana nîşana Îsa têderxist ku ewana gerekê ji şeher birevin seva emirê xwe xilaz kin (Kar. Şand. 2:19, 20; Lûqa 21:20-22). Ev roja Xudan hat sala 70 D.M., gava Romaya Orşelîm kuta kirin. Îro jî em dereca usada nin. Roja Yehowa ku “mezin û zef tirsehêz e”, ber şêmîkê ye (Yowl. 2:11). Sêfanya pêxember got: “Roja mezin ya Xudan nêz e [nêzîk e], nêz e û zef bilezî tê” (Sêfn. 1:14). Ew pêxembertî usa jî derheqa rojên me ye. Lema jî çawa Pawlos got, em gerekê “bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev” (Îbrn. 10:24). Belê, îlahî îro em gere hê zêde bona xûşk-bira xem bikin, û gava ewana hewce bin, em bikaribin dil bidine wan. w18.04 20 ¶1-2

Çarşem, 3 Hezîran

Mêrxas be û qewî be. Nelerize û netirse, çimkî Yehowa Xwedêyê te tevî te ye kuda jî herî (Yêşû 1:9, DT).

Ew gilî çiqas Yêşû dilgerm kir! Yehowa ew gilî jêra got pêşiya ku ewî cimetê bivira Erdê Sozdayî. Ewî bi pêxembertiyê dil da Cihûya, yên ku dîltiya Babîlonêda bûn. Yehowa gote wan: “Tu netirse, ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ezê te zexm [xwey] bikim; belê, ezê alî te bikim; belê ezê bi destê rastê dadiya xwe ji tera bibim alîkar!” (Îşa. 41:10) Wede derbaz bû, Yehowa usa jî berdilî dida Mesîhiyên qirna yekêda, û îro jî ew ber dilê meda tê (2 Korn. 1:3, 4). Yehowa usa jî berdilî da kurê xwe Îsa. Îsa wedê nixumandina xwe, ji ezmana deng bihîst: “Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me” (Met. 3:17). Ewan giliya gelek Îsa şidandin wedê xizmetiya wîyî ser erdê! w18.04 16 ¶3-5

Pêşem, 4 Hezîran

Ji dara qencî û xirabî naskirinê nexwe (Destp. 2:17).

Hine meriv çaxê evê temiya Yehowa dixûnin, dibêjin wekî bi vê yekê azayî ji Adem hate standinê û ewî îda nikaribû çi dixwest bikira. Lê ew meriv fem nakin ku çi firqî heye orta azaya bijartinê û îzina ku safî kin çi qenc e û çi xirab e. Azaya Adem û Hêwayê hebû, wekî bijbêrin gura Xwedê bikin yan na. Lê yeke tenê îzina Yehowa heye safî ke çi rast e û çi xirab e. “Dara qencî û xirabî naskirinê” ku baxçê Edenêda bû, bi sîmbolîk ew yek dihate hesabê (Destp. 2:9). Yehowa bi saya temiya xwe, bi hizkirinê Adem û Hêwa hîn kir, ku ewana ça dikarin azaya rast bidine xebatê. Lê Adem û Hêwayê bijartin wekî gura Xwedê nekin. Gelo bi vê yekê Adem û Hêwayê hê zêde azayî standin? Na. Bijartina wan ew yek wanra neanî. Wana dixwest xwe serî xwe bin, lê bi rastiyê azaya xweye rast unda kirin. w18.04 5-6 ¶9-12

Înî, 5 Hezîran

Tengasiya wan hemûyada ew aciz bû (Îşa. 63:9).

Dilê Yehowa dişewite çaxê xizmetkarên wî kul-derda dikişînin, û ew pê kirê xwe evê yekê dide kifşê, dêmek alî wan dike. Mesele, çaxê Îsraêlî Misirêda xulam bûn û diçerçirîn, Yehowa êşa dilê wan didît û xwest wana ji vê êşê aza ke. Yehowa gote Mûsa: “Belê min cefê cimeta xwe . . . dît û qare-qara wan . . . bihîst, . . . ez haş ji tengasîya wan heme. Ez peya bûm wana ji destê misirîya aza kim” (Derk. 3:7, 8). Yehowa gunê xwe cimeta xwe anî, lema ewî wana ji xulamtiyê aza kir. Qirne derbaz bûn, Îsraêlî Erdê Sozdayîda ketine destê dijminên xwe. Lê Yehowa çi kir? Dilê Yehowa şewitî ser cimeta wî, çimkî ewana dineliyan destê dijminada û destê wan merivada yên ku neheqî wan dikirin. Dîsa jî Yehowa ji dilşewatiya xwe alî cimeta xwe kir. Ewî hakim şandin, seva Îsraêliya ji destê dijminên wan xilaz ke (Hakim. 2:16, 18). w19.03 15 ¶4-5

Şemî, 6 Hezîran

Ma pîrek dikare lawê xweyî bimemikva ji bîr bike ku, dilê wê bi xwe li zarokê rema wê neşewite? Belê, ew dikarin ji bîr bikin, lê belê ez te ji bîr nakim! (Îşa. 49:15)

Du qanûnên pêşin ji Dehe Temiya, ji Îsraêliya dewa dikir, wekî tenê Yehowa bihebînin û wanra pêşda got, wekî serê xwe ber tu pûta daneynin (Derk. 20:3-6). Lê ew temî ne ku bona kara Yehowa bûn, lê bona kara wan bû. Lê gava çev didane miletên xerîb û xudanên qelp dihebandin, kul-derd dikişandin. Lê çaxê cimeta Yehowa amin bû û hindava hevda heq û rem bûn, ewî ewana kerem dikirin (1 Padş. 10:4-9). Yehowa neheq nîne, hergê kesek xwe hesab dike xizmetkarê wî, lê prînsîpên wî pişt guhê xweva davêje û ziyanê dide cimeta wî. Lê Yehowa me hiz dike û divîne çaxê himberî me neheqiyê dikin. Ew êşa me hê zêde texmîn dike, ne ku dê êşa zara xwe. Rast e dibeke Yehowa derbêra tiştekî neke, lê wê wededa ese dîwana wan xiraba bike, yên ku xirabiya xwe hindava meriva tobe nakin. w19.02 22 ¶13-15

Led, 7 Hezîran

Bira xwestina te be, ne ku ya min (Lûqa 22:42).

Heftiyên pêşiya Bîranînê, civatên meda em hê zêde dîna xwe didin mesela û milûktiya Îsa, ku ewî da kifşê çaxê emirê xwe da ça qurban. Ew milûktiya wî dilê me digire û em dixwazin çev bidine wî, ku qirara Yehowa bînin sêrî, hela hê jî çaxê mera çetin e. Em difikirin ku ewî ça mêrxasî da kifşê rojên pêşiya mirina xwe. Ew haş ji vê yekê hebû ku dijmin wê zûtirekê wî bêhurmet kin, bikutin û bikujin (Met. 20:17-19). Yeke ew mirinê netirsiya. Çaxê roja mirina wî hat, ewî gote şandiyên xweyî amin, yên ku baxçê Gêtşemanîda tevî wî bûn: “Rabin em herin. Va ye ewê ku nemamiya min dike nêzîk bû” (Met. 26:36, 46). Hin jî çaxê komeke merivên bi çeka hatin wî bigirin, ewî xwe veneşart lê pêşda çû, û gote eskera, wekî şandiyên wî berdin (Yûhn. 18:3-8). Belê, Îsa mêrxasîke mezin da kifşê! Îro, Mesîhiyên bijartî û Mesîhiyên ji pezên din, çev didine mêrxasiya Îsa. w19.01 27-28 ¶7-8

Duşem, 8 Hezîran

Her gav şkestî bin (Sêfn. 2:3, DT).

Nexşkar cûre-cûre renga dide xebatê, seva tiştekî bedew bineqişîne, usa jî şkestîbûn ji gelek hunurên bedew e. Nava wan hunurada hene milûktî, guhdarî, nermî, û mêrxasî. Tenê merivên milûk wê gura qirara Xwedê bikin. Qirara Xwedê usa jî ew e, wekî em nerm bin (Metlk. 29:11; 2 Tîmt. 2:24). Çaxê em qirara Xwedê tînin sêrî, em hêrsa Şeytan tînin. Lema jî çaxê em milûk û nerm in, em ber çevê merivên vê dinya Şeytanda, reş dibin (Yûhn. 15:18, 19). Bona vê yekê mera lazim e mêrxasî, seva miqabilî Şeytan derên. Lê merivên ku şkestî nînin, ewana qure ne, hêrsa xwe nagirin, û gura Yehowa nakin. Ew yek xeysetê Şeytan rind eyan dike. Bêşik, merivên şkestî ber çevê Şeytan reş in, çimkî hunurên usa bal wî tunene, û ewana mîna wî nînin. Xêncî vê yekê, ewana îzbat dikin ku ew derewîn e. Lê çi cûreyî? Şeytan çi jî dibêje yan jî dike, yeke ew merivên şkestî nasekinin û berdewam dikin Yehowara xizmet dikin (Îb. 2:3-5). w19.02 8-9 ¶3-5

Sêşem, 9 Hezîran

Berxwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te (Îşa. 41:10, DT).

Yehowa zanibû ku wê tirs bikeve nava bineliyên Babîlonê. Babîlon gerekê bihata zeftkirinê aliyê ordîke qewîda, ew hebû ordiya Mediya-Farisê. Yehowa wê ew ordî bida xebatê, seva cimeta xwe ji dîltiya Babîlonê aza kira (Îşa. 41:2-4). Cimeta Babîlonî û miletên mayîn, çaxê pêdihesiyan wekî dijmin nêzîk e û dixwestin mêrxasiyê xwey kin, hevdura digotin: “Qewî be”. Wana usa jî hê zêde xudanên pût çêdikirin, çimkî wana tirê ku ew pût wê alî wan bikin (Îşa. 41:5-7). Lê Yehowa dilê wan Cihûyên dîl rihet dikir, bi wan giliya: “Tu, Îsraêl, xizmetkarê min î [ne mîna merivên din î]. . . . Berxwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te” (Îşa. 41:8-10, DT). Dîna xwe bidinê Yehowa got: “Ez im Xwedayê te”. Bi wan giliya Yehowa dil da xizmetkarên xwe, wekî dilteng nebin, çimkî ewî wana bîr nekiribû, û ewana dîsa jî cimeta wî bûn. Ewî gote wan: “Ezê [te] hilgirim û xilaz bikim”. Ew giliyên şewat, bêşik wê wan Cihûya qewî kirana (Îşa. 46:3, 4). w19.01 4 ¶8

Çarşem, 10 Hezîran

Dengek ji ezmana hat ku digot: “Tu yî Kurê minî delal, ez ji te razî me” (Marq. 1:11).

Cara pêşin çaxê Yehowa ji ezmana xeber da, kitêba Marqos 1:9-11-da nivîsar e. Yehowa got: “Tu yî Kurê minî delal, ez ji te razî me”. Bidine hesabê xwe, dilê Îsa ça şa bû çaxê dengê Bavê xwe bihîst, ku hizkirin û îtbarî hindava wîda da kifşê. Giliyên Yehowa sê tiştên ferz derheqa Îsa eyan dikin. Ya pêşin, Îsa Kurê wî ye. Ya duda, Yehowa Kurê xwe hiz dike. Û ya sisiya, Ew Kurê xwe qebûl dike. Bi wan giliya, “Tu yî Kurê min”, Yehowa da kifşê, wekî Kurê wîyî delal Îsa, kete heleqetiya teze tevî Wî. Çaxê Îsa ser ezmana bû, ew Kurê Xwedêyî ruhanî bû. Lê paşî nixumandinê, ew pê ruhê pîroz hate kifşkirinê. Hingê Xwedê da kifşê, wekî Îsa çawa Kurê wîyî bijartî, wê vegere li ezmana, seva bibe Padşa û Serekkahîn, kîjan ku Xwedê kifşkiribû (Lûqa 1:31-33; Îbrn. 1:8, 9; 2:17). Belê, femdarî ye ku çira Bavê wî paşî nixumandina wî jêra got: “Tu yî Kurê min” (Lûqa 3:22). w19.03 8 ¶3-4

Pêşem, 11 Hezîran

Tu serwaxtî . . . tune ku himberî Xudan bisekine (Metlk. 21:30).

Şîreta xirab ji wedê berê tê, ji Şeytan, yê ku kesê pêşin bû ku şîreteke xirab da. Ewî xwexa bi serî xwe, xwe kire şîretkar û gote Hêwayê wekî yançi wê ew û mêrê wê hê bextewar bin, hergê xwe serî xwe bin û ça bixwazin usa bijîn (Destp. 3:1-6). Şeytan ji qelptiya xwe ew şîret da wan. Ewî dixwest Adem, Hêwa û zureta wane axiriyê, gura wîda bin û wî bihebînin, ne ku Yehowa. Lê Her tiştên baş ku bal wana hebû Yehowa dabû wan, mesele baxçê bedew û sihet-qewata bêkêmasî ku wê heta-hetayê hebûya. Lê yazix Adem û Hêwayê gura Xwedê nekirin, û xwe ji wî qetandin. Û ça em gişk zanin, axiriya vê yekê gelek xirab bû. Mîna kulîrkên qetiyayî, ewana jî hêdî-hêdî çilmisîn û mirin. Zarên wan jî ji bo gune axiriya usa standin (Rom. 5:12). Lê bidine hesabê xwe, heta îro jî gelek meriv naxwazin gura Xwedêda bin. Ewana dixwazin usa bijîn ça dilê wan dixwaze (Efes. 2:1-3). Axiriya vê yekê eşkere dide kifşê rastiya giliyên rêza vê rojê. w18.12 20 ¶3-4

Înî, 12 Hezîran

Em . . . bi gotinêd ji serwaxtiya merivayê hînbûyî xeber nadin, lê bi gotinêd hînkirina ji ruhê Xwedê xeber didin, tiştêd ruhanî . . . şirovedikin (1 Korn. 2:13).

Pawlosê şandî merivekî aqil û xwendî bû, kîjan ku lap kêm ser 2 zimana xeber dida (Kar. Şand. 5:34; 21:37, 39; 22:2, 3). Lê çaxê ewî gerekê bijbarta çi rast e û çi na, ewî ne ku fikirên vê dinyayê hildida hesab, lê fikirên wî ser hîmê Xebera Xwedê bûn (Kar. Şand. 17:2; 1 Korn. 2:6, 7). Bi saya vê yekê, Pawlos xizmetiyêda gelek pêşdaçûyî bû û xelata jîyîna heta-hetayê stand (2 Tîmt. 4:8). Eşkere ye, fikirên Yehowa ji ya vê dinyayê bilindtir in. Hergê em anegorî fikirandina wî bijîn, emê bextewar û pêşdaçûyî bin. Lê Yehowa tu car zorê me nake, wekî mîna wî bifikirin. Ne “xulamê amin û serwaxt” û ne jî rûspî, fikirên me kontrol nakin (Met. 24:45; 2 Korn. 1:24). Her kes ji me cabdar e, wekî fikirandina xwe li gora fikirandina Xwedê biguhêze. w18.11 20-21 ¶12-13

Şemî, 13 Hezîran

Wê keser û nalîn bireve û here (Îşa. 35:10).

Xwedê bi Îşaya pêxembertî kir, wekî paşî vê yekê ku cimeta Wî vegere welatê xwe, wê edilayêda bijî. Tu kes wê netirse ku wê bê zêrandinê aliyê heywanada yan jî merivên xirabda. Her kesê cahil û emirda mezin wê xweykirî be (Îşa. 11:6-9; 35:5-10; 51:3). Vê pêxembertiya Îşayada usa jî hate gotinê, wekî ne ku tenê cimeta Îsraêlê, lê temamiya erd wê “çawa av berê digirin, . . . bi zanîna Xudanva tijî bibe”. Dîna xwe bidinê, Îşaya pêxembertî kir wekî çaxê Îsraêlî ji dîltiya Babîlonê vegeriyana, tu ziyanê wê nestandana, ne ji meriva ne jî ji heywana. Erdê wan wê xwarinê têr-tije bida, çimkî av wê zef hebûya, çawa baxçê Êdênêda (Destp. 2:10-14; Yêrem. 31:12). Lê gelo ev pêxembertî tenê ser Îsraêliya gerekê bihata sêrî? Wan rêzada tê gotinê, wekî meriv wê bi keremet qenc bin, mesele kor dîsa bivîne. Lê ew keremet ser Îsraêliya nehatine sêrî. Ew yek dide kifşê, ku ew pêxembertî wê axiriyêda bê sêrî û Xwedê wê meriva ji hemû nexweşiya qenc ke. w18.12 5 ¶11-12

Led, 14 Hezîran

Rastiyêda [bijîn] (3 Yûhn. 3).

Em gerekê heta-hetayê rastiyêda herin. Lê çi wê alî me bike hê zêde xwe li vê rê bigirin û dûr nekevin? Berdewam kin Xebera Xwedêda rastiyên qîmet lêkolîn bikin û ser bifikirin. Bona vê yekê timê wede xwera başqe kin. Wî cûreyî hûnê hê zef rastiyê qîmet kin û dilê xweda safî kin, wekî tu car rastiyê nefiroşin. Xêncî kirîna rastiyê, Metelok 23:23-da tê gotinê, wekî em gerekê usa jî “serwaxtiyê, şîreta û femkariyê, (DT)” bikirin. Belê, tenê zanebûn bes nîne. Em gerekê rastiyê emirê xweda bînin sêrî. Femkarî alî me dike, wekî têderxin her gotinên Yehowa. Serwaxtî alî me dike, ku li gora zanebûnê bijîn. Cara rastî me şîret dike, seva ku çida em gerekê xwe biguhêzin. Em gerekê timê guh bidine wan şîreta, çimkî ew ji zîv qîmettir in (Metlk. 8:10). w18.11 9 ¶3; 11 ¶13-14

Duşem, 15 Hezîran

Rastiyê bikire, û tu car wê nefiroşe (Metlk. 23:23, DT).

Emirê weda tiştê lapî qîmet çi ye? Hûnê wî tiştî tevî tiştekî ne usa qîmet, biguhêzin? Xizmetkarên Yehowa caba vê pirsê dikarin hêsa bidin. Tiştê meyî lapî qîmet, ew heye heleqetiya me tevî Yehowa, kîjan ku em tevî tu tiştî naguhêzin. Em usa jî gelek qîmet dikin rastiya ji Kitêba Pîroz, çimkî em bi saya vê nêzîkî Bavê xweyî ezmana dibin (Kols. 1:9, 10). Bifikirin ku Yehowa Mamostayê Mezin çi me hîn dike bi saya Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz! Ew mera navê xwe eyan dike, kîjan ku gelek ferz  e, û usa jî derheqa hunurên xweyî baş. Ew usa jî mera dibêje ku çiqas me hiz dike, çimkî Kurê xweyî tayê tenê Îsa, bona me berva da. Yehowa usa jî me hîn dike derheqa Padşatiya Mesîhîtî û ew soz dide me ku jîyîna Cinetêda ser erdê bide me. Ew me şîret dike ku em ça gerekê bijîn. Em wan rastiya gelek qîmet dikin, çimkî ewana me hê nêzîkî Efirandarê me dikin û emirê me bextewar dikin. w18.11 3 ¶1-2

Sêşem, 16 Hezîran

Hevdura derewa nekin (Kols. 3:9).

Merivên qelp nikarin tiştekî ji Yehowa veşêrin, çimkî “her tişt li ber çevê wî vekirî û aşkere ye” (Îbrn. 4:13). Mesele, Hananiya û Safêriya ku qirna yekêda dijîtin, xwestin şandiya bixapînin. Wana hine hebûka xwe firotin, lê hine pere ji şandiya veşartin. Ew jin-mêr dixwestin civatêda navê xwe bilind kin, yançi ewana gelek merd in ku gelek pere qurban kirin. Lê Yehowa derewiya wan dît, û anegorî vê yekê ewana ceza kirin (Kar. Şand. 5:1-10). Yehowa ça dinihêre ser derewiyê? Şeytan û hemûyên ku çev didine wî û hemdê xwe derewa dikin û gunê xwe naynin rûyê xwe, wê axiriyêda bikevine “gola agir” (Eyan. 20:10; 21:8; Zeb. 5:6). Em zanin wekî Yehowa “ne însan e ku derewa bike”. Bi rastî, “nabe ku ew derew derê” (Jimar 23:19; Îbrn. 6:18). Ber Yehowa “heram in . . . zimanê derewîn” (Metlk. 6:16, 17). Seva ew me qebûl ke, em gerekê bijîn li gora prînsîpên wîye rastiyê. w18.10 8 ¶10-13

Çarşem, 17 Hezîran

Guhê te ser wan tişta be (1 Tîmt. 4:15).

Bidine ber çevê xwe, mezinê xebata we dibêje, wekî pere tê topkirinê bona cejinê, ya ku rêlîgiya qelpva girêdayî ye. Hûnê çi bikin? Dewsa ku hîviyê bin kengê ew derece rastî we bê, hê baş e niha îda pêşda bifikirin hela Yehowa ça dinihêre ser wan tişta. Hergê hûn usa bikin, hingê rastî çi dereca jî bên, îda hûnê bizanibin ça rast bikin û ça rast bêjin. Hergê em pêşda ser nihêrandina Yehowa bifikirin, ew yek wê usa jî alî me bike gava mera lez alîkariya hekîm lazim be. Femdarî ye em înkar dikin ku xûnê û çar fraksiyên wê berî xwe din. Lê derheqa xûnê hene derecên usa jî, ku Mesîhî gerekê ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz xwexa safîkirinê bike (Kar. Şand. 15:28, 29). Ser wan pirsa em gerekê ne ku nexweşxanêda bifikirin, çaxê mesele em bêtaqet in û zorê me dikin zûzû safîkirinê bikin. Em nihada îda gerekê wede xwera bivînin ku lêkolîna bikin, dokûmênta xûnê tije kin, kîderê hûr bi hûr tê gotinê em çi dixwazin, û tevî hekîmê xwe xeber din. w18.11 24 ¶5; 26 ¶15-16

Pêşem, 18 Hezîran

Yê guh dide min wê sax-silamet bijî (Metlk. 1:33).

Yehowa mîna şivanê hizkirî xem dike bona cimeta xwe û miqatî wan dibe. Ew wana ji dijmina xwey dike. Ew yek rastî jî çiqas me qewî dike, çimkî em gelek nêzîkî axiriya vê dinyayê ne. Yehowa wedê tengasiya mezin jî, ku îda ber şêmîkê ye, wê bona cimeta xwe xem bike (Eyan. 7:9, 10). Wî wedeyî, firqî tune cahil yan emirda mezin, sihet-qewat yan jî seqet, cimeta Xwedê wê nekeve panîkê û wê netirse. Hingê ev giliyên Îsa Mesîh wê bikeve bîra wan: “Rabin serê xwe bilind kin, çimkî azabûna we îdî nêzîk e” (Lûqa 21:28). Usa jî emê baweriya xwe unda nekin ku Xwedê wê me xilaz ke, gava Gog, dêmek koalîsya dewleta wê pey me keve (Hezql. 38:2, 14-16). Lê çira cimeta Xwedê wê usa dilrihet be? Çimkî ewana zanin ku Yehowa nayê guhastinê. Ewê timê bibe Xilazkarê qenc, kîjan ku wê xem bike bona cimeta xwe (Îşa. 26:20). w18.09 26 ¶15-16

Înî, 19 Hezîran

Tu çevê minda birûmet î . . . ji ber ku ez te hiz dikim (Îşa. 43:4).

Bidine ber çevê xwe, ku dilê Îsraêliyên amin çiqas rihet bû, gava wana ew giliyên Yehowa bihîstin ku vê rêza rojêda nivîsar e. Hûn xizmetkarên Yehowa ne, lema jî tu car dudilî nebin, wekî ew we gelek hiz dike. Xebera Xwedê soz dide: “Yê qewat, wê te xilaz ke. Ewê tera şa be” (Sêfn. 3:16, 17, DT). Cimeta Yehowa rastî çi çetinaya jî bê, ew soz dide wekî wê wana qewî ke û dil bide wan. Ewî bi wan giliya da kifşê, ku hindava cimeta xwe ew ça ne: “Wê we hemêza xweda bivin û ser çoka tîmar kin. Çawa ku dê berdiliyê dide kurê xwe, usa jî ezê berdiliyê bidime we” (Îşa. 66:12, 13, DT). Bifikirin, ew meseleke çiqas qewî ye. Bidine ber çevê xwe, dê ku zara xweye virnî dide ber dilê xwe û zar xwe ça xweykirî texmîn dike. Yehowa wî cûreyî hizkirina xweye nazik hindava xizmetkarên xwe eyan dike. Tu car dudilî nebin, wekî xût hûn bona Yehowa qîmet in û delal in (Yêrem. 31:3). w18.09 13 ¶6-7

Şemî, 20 Hezîran

Kî îro bi dilê xwewa pêşkêşiyê bide [Yehowa]? (1 Dîr. 29:5)

Wedê berê, Îsraêlêda cûre-cûre derecada lazim bû bi rezedilî şixul bikin (Derk. 36:2; Nehem. 11:2). Îro jî gelek mecalên we hene ku wede, hebûk, û feresetên xwe bi rezedilî bidine xebatê, seva alîkariyê bidine xûşk-bira. Û hûnê gelek şabûnê û kerema bistînin seva xîreta xwe. Ewên ku bi rezedilî proêktên teşkîleta meda dixebitin, hevalên teze xwera divînin. Dîna xwe bidine mesela xûşkekê bi navê Marjê, ya ku 18 sala avakirina Odên Civatada dixebite. Nava wan salada, ewê çend xûşkên cahil kire bin perê xwe û wana hîn dikir. Ewê dît ku ew yek mecalê dide, wekî aliyê ruhanîda dil bidine hev (Rom. 1:12). Çaxê Marjê rastî tengasiya hat, ew hevalên wê, ku wedê avakirinê hevra bûne nas, alî wê dikirin û lê dişidandin. Lê hûn qe bi rezedilî xebitîne ser proêktên avakirinê? w18.08 25 ¶9, 11

Led, 21 Hezîran

Nebe ku yek cahiltiya te bêhurmet ke, lê tu bawermendara bibe nexşek, xeberdanêda, rabûn-rûniştinêda, hizkirinêda, baweriyê û helaliyêda (1 Tîmt. 4:12).

Çaxê Pawlos ew gilî nivîsî, hingê Tîmotêyo dibeke weke 30 salî bû, lê yeke Pawlos cabdariyên mezin da wî. Ew yek derseke ferz me hîn dike. Em gerekê ser birên cahil anegorî salên wan nenihêrin. Wê baş be em bîr nekin, wekî hela hê Îsa jî çaxê weke 30 salî bû, xizmetiya xweye ser erdê anî sêrî. Lê dibeke nav miletê weda xeyset e ku mêrên cahil nimiz hesab kin. Hergê usa ne, rûspî diqewime xwe paş xin û birên cahil kifş nekin ça berdestiyên civatê yan jî rûspî, yên ku meselên baş in. Lê hemû rûspî gerekê bîr nekin, ku Kitêba Pîrozda nayê gotinê mêr gerekê çend salî be, seva bibe berdestiyê civatê yan jî rûspî (1 Tîmt. 3:1-10, 12, 13; Tîto 1:5-9). w18.08 11-12 ¶15-16

Duşem, 22 Hezîran

Xwe . . . ji dijberiyên ku bi derew ji wanra “zanîn” tê gotin, bide paş (1 Tîmt. 6:20, ÎM).

Seva ku safîkirinên rast bikin, mera îzbatkirinên rast lazim in. Lema jî em gerekê fesal bijbêrin ku çi înformasiya bixûnin (Fîlî. 4:8, 9). Em gerekê wedê xwe badîhewa xerc nekin ser nûçêyên Întêrnêtêda yan jî elametiyên pê êmaîlê, kîjan ku em sed selefî nizanin rast in yan na. Îlahî gelek ferz e nekevine wan malpera, kîderê ku raber fikirên xwe bela dikin. Ewana dixwazin baweriya cimeta Xwedê sist kin û rastiyê derew derxin. Înformasiya nerast dikare me berbi safîkirinên nerast bive. Tu car nefikirin ku înformasiya qelp wê ser hiş û dilê we hukum neke. Dîna xwe bidinê ku çi qewimî wedê Mûsada, çaxê ji 12 cesûsa 10 cesûsa derheqa Erdê Sozdayî elametiya nerast dan (Jimar 13:25-33). Ew elametî bi temamî rast nîbû û cimeta Yehowa da tirsandinê (Jimar 14:1-4, 6-10). Dewsa ku îzbatkirina pêbihesin û îtbariya xwe Yehowa bînin, wana guh da elametiya xirab. w18.08 4 ¶4-5

Sêşem, 23 Hezîran

Nexapin! “Hevaltiya xirab merivê xweyîpergal xirab dike” (1 Korn. 15:33).

Bal gelek meriva xeyset-hunurên baş hene, û merivên ku xizmetkarên Yehowa nînin jî dikarin tiştên xirab nekin. Dibek hûn merivên usa nas dikin, lê gelo ew tê hesabê wekî hevaltî tevî wan wê karê mera bîne? Pirsên usa bidine xwe: “Hevaltiya tevî wan ça wê hukum ke ser heleqetiya min tevî Yehowa? Gelo dilê wanda çi ye? Ewana hê zef derheqa çi xeber didin? Dibe ku ewana timê derheqa modê, pera, tiştên elektronîk, wedederbazkirinê û tiştên din xeber didin? Yan dibeke xeberdanêda qerfa meriva dikin, yan jî henekên necayîz dikin?”. Îsa raste-rast got: “Çi ku dilada heye zar jî wê dibêje” (Met. 12:34). Hergê hûn divînin, wekî hevalên we nebaş hukum dikin ser heleqetiya we tevî Yehowa, derbêra tiştekî bikin, wekî hê kêm tevî wan wede derbaz kin, û hergê lazim be jî hevaltiya tevî wan biqetînin (Metlk. 13:20). w18.07 19 ¶11

Çarşem, 24 Hezîran

Mûsa merivekî gelekî şkestî bû, ji hemû merivêd li ser rûyê erdê gelektir (Jimar 12:3).

Çaxê Mûsa 80 salî bû, Yehowa cabdariya mezin da wî ku cimeta Îsraêl ji dîltiya Misirê derxista (Derk. 3:10). Çend cara Mûsa înkar dikir vê yekê, lê yeke Yehowa dîsa jî hindava Mûsa bi sebir bû. Ewî hela hê jî qewat da Mûsa, wekî kerema bike (Derk. 4:2-9, 21). Yehowa dikaribû Mûsa bida tirsandinê û zorê wî bikira, ku gura wî bike. Lê Xwedê usa nekir, ew hindava wî bi sebir û nerm bû. Hin jî Xwedê gote Mûsa ku ew tevî wî ye, û bi vê yekê dil da xizmetkarê xweyî milûk û şkestî. Lê gelo ewê yekê tiştekîda kar anî? Belê! Mûsa axiriyêda bû rêberê gelek baş, û hindava cimetêda bi sebir û nerm bû, çawa Xwedê tevî wî bû. Hergê hukumê we heye gelek ferz e, wekî hûn çev bidine Yehowa ku bi femdariyê, nerm û bi sebir bin hindava wanda, bona kê jî hûn cabdar in (Kols. 3:19-21; 1 Pet. 5:1-3). Hergê hûn çev bidine Yehowa û Îsa Mesîh, meriv wê bixwazin tevî we hevaltiyê bikin û tevî we nêzîk bin. Usa hûnê bikaribin wana geş kin (Met. 11:28, 29). w18.09 24-25 ¶7-10

Pêşem, 25 Hezîran

Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne! (Zeb. 133:1)

Em dikarin xûşk-bira qewî kin û geş kin, gava wanra heyf û nerm bin. Wî cûreyî yektiya civatê qewî dibe. Hergê hûn îda usa dikin, hûn hêjayî paya ne. Wê kêrhatî be hûn tevî cûre-cûre xûşk-bira hevaltiyê bikin û hê rind wana nas kin (2 Korn. 6:11-13). Hûn usa jî dikarin şewq bidin nava cînarên xweda. Gilî û kirên weye baş dikarin wana berbi rastiyê bikişînin. Pirsê bidine xwe: “Cînarên min derheqa min çi difikirin? Mala min û dor berê mala min temiz û terbet e? Ez alîkariyê didime cînarên xwe?” Ji xûşk-birên din bipirsin ku qenciya wan û rabûn-rûniştina wan, ça hukum dike ser merivên wanî nêzîk, cînar, hevalxebatçî yan jî hevaldersxanên wan. Bêşik, hûnê ji wana qewimandinên baş bibihên (Efes. 5:9). w18.06 24 ¶13-14

Înî, 26 Hezîran

Wextê jî bê, wekî kî ku we bikuje jî, wê hesab ke ku ew Xwedêra qulix dike (Yûhn. 16:2).

Bi rastî tiştên usa qewimîn. Mesele merivên ku Steyfan kuştin û usa jî hinekên mîna wan, difikirîn ku bona Xwedê vê yekê dikin (Kar. Şand. 6:8, 12; 7:54-60). Rastî jî çiqas ecêb e, ku fanatîkên rêlîgiya pê zulmiya usa ça mêrkujî, qanûna wî Xwedêyî diteribînin, kîjan ku dihebînin (Derk. 20:13). Eşkere ye, îsafa wan rêberê gelek xirab e! Lê ça em dikarin têderxin hela îsafa me rast dixebite yan  na? Qanûn û prînsîpên ji Xebera Xwedê kêrhatî ne “bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê û şîretkirina jiyîna rastiyêda” (2 Tîmt. 3:16). Belê, em gerekê Kitêba Pîroz lêkolîn bikin, ser bifikirin, û emirê xweda bidine xebatê. Usa emê hîn bin mîna Yehowa bifikirin, û îsafa me jî îda wê mera bibe rêberê baş. w18.06 16-17 ¶3-4

Şemî, 27 Hezîran

Mîna şûr jî xebera Xwedê [hildin], ku ji ruhê pîroz e (Efes. 6:17).

Şûrê ku eskerên Romayî wedê Pawlosda didane xebatê, dirêjaya wî weke 50 santîmêtr bû. Xebitandina şûrda ew esker hoste bûn, çimkî ewana her roj hîn dibûn. Pawlos Xebera Xwedê beramberî şûr dike ku Yehowa daye me. Lê em gerekê rind hîn bin seva ew şûr bi hostetî bidine xebatê, çaxê derheqa baweriya xwe şedetiyê didin, yan jî çaxê lazim e tiştekîda fikir û nihêrandina xwe biguhêzin (2 Korn. 10:4, 5; 2 Tîmt. 2:15). Belê, Şeytan û cin qewat in, lê yeke em dikarin serkevin. Hin jî hindik maye ku ewana îda tune bin. Zûtirekê, wedê Hezarsaliya Serwêrtiya Mesîh, ewana wê bêne girêdanê, û paşî vê yekê wê bi temamî qira wan bê (Eyan. 20:1-3, 7-10). Em haş ji dijminê xwe, ji telik, û nêtên wî hene. Pê alîkariya Yehowa em dikarin qewî miqabilî wî bisekinin û serkevin! w18.05 30 ¶15; 31 ¶19-21

Led, 28 Hezîran

Mer gote kulfetê: “Na, hûn tu car namirin” (Destp. 3:4).

Bêşik, Adem zanibû wekî mer nikarin xeber din. Lema jî dibeke ew difikirî, wekî efirînekî ruhanî bi vî merî tevî Hêwayê xeber daye (Destp. 3:1-6). Dikarin bêjin, wekî Adem û Hêwayê derheqa wî kesê ruhanî tiştek nizanibûn. Yeke, Adem bi hemdê xwe bijart ku pişta xwe bide Bavê xweyî ezmana û tevî wî kesê nenas bû yek, çimkî miqabilî qirara Xwedê derket (1 Tîmt. 2:14). Lê Yehowa derbêra destpêkir derheqa wî dijminê ku Adem û Hêwa xalifandin, hê zêde tişt eyan ke û soz da, wekî wê axiriyêda wî kuta ke. Lê Yehowa usa jî pêşda got, wekî ew efirînê ruhanî ku bi mer xeber da, wê miqabilî wan derê, yên ku Xwedê hiz dikin (Destp. 3:15). Yehowa navê wî milyaketê ku miqabilî wî rabû, tu car eyan nekiribû. Û tenê paşî weke 2 500 sala Xwedê safî kir, wekî sernavê wî dijminî eyan ke (Îb. 1:6). w18.05 22 ¶1-2

Duşem, 29 Hezîran

[Ew] ew in, yêd ku . . . bi sebir berê xwe didin (Lûqa 8:15).

Hergê hûn berxwe dikevin, çimkî ciyê ku hûn xizmet dikin meriv kêm guh didin mizgîniyê, bi rastî hûn tenê nînin, Pawlos jî cara berxwe diket bona vê yekê. Ewî weke 30 salên xizmetiya xweda gelek meriv kire şagirtên Mesîh (Kar. Şand. 14:21; 2 Korn. 3:2, 3). Ewî usa jî dixwest gelek Cihûya jî bîne ser riya rastiyê, lê ew yek destê wî ne dihat. Gelek ji wana Pawlos qebûl nedikirin, û hineka hela hê jî wî dizêrandin û pey wî diketin (Kar. Şand. 14:19; 17:1, 4, 5, 13). Lê ev kirên wan hindava Pawlos gelo ça ser wî hukum dibû? Ewî got: “Ez bi Mesîh bê xêlif rast dibêjim . . . ez gelekî ber xwe dikevim û kula dilê min jî kûr e” (Rom. 9:1-3). Çira Pawlos usa xwe texmîn dikir? Çimkî dilê wî ser şixulê belakirina mizgîniyê bû. Ewî Cihûyara mizgînî gilî dikir, çimkî bona wan xem dikir û dilê wî dişewitî bona wan. Lema jî çaxê Pawlos didît ku ewana rema Xwedê qebûl nakin, dilê wî diêşiya. Em jî mîna Pawlos merivara mizgîniyê gilî dikin, çimkî dilê me ser wan dişewite û em dixwazin alî wan bikin (Met. 22:39; 1 Korn. 11:1). w18.05 13 ¶4-5

Sêşem, 30 Hezîran

Kul-derd dilê mêriv . . . dihelîne, lê gotineke qenc wî şa dike (Metlk. 12:25).

Pawlos da kifşê, wekî hela hê jî ewê ku cabdar e hêlana bide meriva, ew jî hewcê dildayînê ye. Ewî Mesîhiyên Romêra nivîsî: “Ez gelekî heyra dîtina weda me, wekî pêşkêşeke ruhanî bigihînime we, ku hûn baweriyêda bişidin. Awa gotî ez jî tevî we, em dil bidin ber hev, bi wê baweriya min û weye her du aliyava” (Rom. 1:11, 12). Belê, Pawlos ku mesela mezin hîşt dildayînêda, cara xwexa jî hewcê vê yekê bû (Rom. 15:30-32). Ewên ku seva xizmetiya hertim qurbana dikin, hêjayî paya ne. Xûşk-birên ku azep dimînin çimkî gura vê temiyê dikin ku “tenê bawermendê Xudan” bistînin, ewana jî hêjayî dildayînê ne (1 Korn. 7:39). Hin jî xûşk-birên ku wedê peyketinada yan jî çaxê nexweş in, Xwedêra amin dimînin, hewcê dildayînê ne (2 Têsln. 1:3-5). w18.04 21 ¶3-5

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin