KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es20 rûp. 118-128
  • Kanûna Pêşin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kanûna Pêşin
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
  • Binserî
  • Sêşem, 1 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 2 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 3 Kanûna Pêşin
  • Înî, 4 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 5 Kanûna Pêşin
  • Led, 6 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 7 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 8 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 9 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 10 Kanûna Pêşin
  • Înî, 11 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 12 Kanûna Pêşin
  • Led, 13 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 14 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 15 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 16 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 17 Kanûna Pêşin
  • Înî, 18 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 19 Kanûna Pêşin
  • Led, 20 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 21 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 22 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 23 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 24 Kanûna Pêşin
  • Înî, 25 Kanûna Pêşin
  • Şemî, 26 Kanûna Pêşin
  • Led, 27 Kanûna Pêşin
  • Duşem, 28 Kanûna Pêşin
  • Sêşem, 29 Kanûna Pêşin
  • Çarşem, 30 Kanûna Pêşin
  • Pêşem, 31 Kanûna Pêşin
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
es20 rûp. 118-128

Kanûna Pêşin

Sêşem, 1 Kanûna Pêşin

Gunê wî li wan hat (Marq. 6:34).

Gava em ji bo gunekariya xwe rastî çetinaya tên, em zanin wekî Îsa rind me fem dike û em gelek dilgerm dibin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ew “tevî yêd şa dibin” şa dibû û “tevî yêd digirîn” digiriya (Rom. 12:15). Mesele, çaxê 70 şagirt şa vegeriyan, çimkî xizmetiya wana rind derbaz bibû, hingê Îsa “bi ruhê pîroz şa bû” (Lûqa 10:17-21). Lê careke din çaxê Îsa dît ku mirina Lazar merivên wîyî nêzîkra derdekî çiqas mezin aniye, “kesera kûr hatê û dilê wî êşiya” (Yûhn. 11:33). Lê çawa merivê bêqisûr, dikaribû hindava merivên gunekarda usa rem û dilşewat be? Berê ewlin, Îsa meriv hiz dikirin. Eşqa wî “ewledêd însên bû” (Metlk. 8:31). Hizkirin hindava meriva wî hêlan dikir, wekî xeyset û fikirên meriva bizanibe. Yûhennayê şandî got, wekî Îsa “dilê meriva zanibû” (Yûhn. 2:25). w19.03 20 ¶1-2

Çarşem, 2 Kanûna Pêşin

Destê xwe dirêjî hemû hebûna wî bike. Bi rastiyê ew wê li ber rûyê te nifira te bike” (Îb. 1:11, DT).

Şeytan hebûk û berdestiyên Îbo lê stand, û navê wî jî erdê xist. Şeytan usa jî pey neferên Îbo ket, û deh zarên wî kuşt. Paşê, ew pey Îbo ket, wî nexweş xist, û usa kir ku ser temamiya bedena wî, ji peniya niga heta serê wî, tije pizik bûn. Jina Îbo ji tevhevbûnê û derdê giran, gote wî ku nifira Xwedê bike û bimire. Rast e Îbo xwexa jî xwera mirin dixwest, lê yeke ewî dîsa xwe li bêqisûrtiya xwe digirt. Paşî vê yekê, Şeytan îda bi mêtodeke din Îbo cêriband, ewî sê hevalên Îbo da xebatê. Ewana ser çend roja çûn teseliya Îbo kirin, lê qe dilbînî nedane wî. Dewsê, wana lome wî dikirin û buxdan diavîtine wî. Wana digot, wekî yançi Xwedê ew bela aniye serê wî û bêqisûrtiya Îbo ber çevê wî pûç e. Wana hela hê jî digot, ku Îbo merivekî xirab e û hêjayî vê yekê ye çi ku hate serê wî (Îb. 1:13-22; 2:7-11; 15:4, 5; 22:3-6; 25:4-6). w19.02 4 ¶7-8

Pêşem, 3 Kanûna Pêşin

Serê zanebûnê xofa Xudan e (Zeb. 111:10).

Çaxê em ditirsin ku dilê Yehowa bêşînin, ew xwedêxofî karê mera tîne. Hergê Adem û Hêwayê ew cûre tirs nav xweda pêşda bianiyana, ewana wê miqabilî Yehowa derneketana. Lê yazix usa nîbû, wana pişta xwe da Xwedê. Çaxê wana usa kir, çevê wana vebûn û wana bi temamî fem kir, wekî ewana bûne gunekar. Wana tenê dikaribû gune û mirinê derbazî zarên xwe kin. Wana fem kir ku ketine çi halî, çimkî gura Xwedê nekirin. Û wana şerm kir ku tezî ne, lema bedena xwe dadan (Destp. 3:7, 21). Belê, em gerekê ji Xwedê bitirsin, wekî dilê wî neêşînin, lê ji tirsa mirinê em gerekê nelerizin. Yehowa rê mera vekiriye, wekî em jîyîna heta-hetayê bistînin. Hergê em gune bikin, lê helal gunê xwe bidine rûyê xwe, Yehowa wê şaşiyên me bibaxşîne. Ew wê me bibaxşîne ser hîmê baweriya me hindava qurbana Kurê wî. Ya pêşin, ku ça em baweriya xwe didine kifşê, ew e, ku em emirê xwe tesmîlî Xwedê dikin û têne nixumandinê (1 Pet. 3:21). w19.03 5-6 ¶12-13

Înî, 4 Kanûna Pêşin

Tu kes ji wan ne ma, pêştirî Kalêbê kurê Yifûneh û Yêşûyê kurê Nûn (Jimar 26:65).

Gelek tişt hebûn çi ku Îsraêliya gerekê qîmet kirana. Yehowa Dehe Bela anî serê Misiriya û Îsraêlî ji dîltiyê aza kirin. Paşê Xwedê temamiya ordiya Misiriya Bera Sorda kuta kir û usa cimeta xwe xilaz kir. Ewana usa razî bûn bona vê yekê, ku seva şikirdayînê bidine Yehowa, kilama serketinê stiran. Lê gelo ewana usa şêkirdar man? Çaxê Îsraêlî rastî çetinayên din hatin, wana bîr kir hemû qencî, ku Yehowa bona wan kir. Ewana bûne bêşêkir (Zeb. 106:7). Lê ji çi ew hate kifşê? “Temamîya civîna zarêd Îsraêl berîyêda, hindava Mûsa û Harûnda bîna xwe teng kirin”, lê bi rastî wana bîna xwe hindava Yehowada teng dikirin (Derk. 16:2, 8). Yehowa hêrs ket ser bêşêkiriya cimeta xwe. Û paşê ewî wanra pêşda elam kir, ku temamiya rikinyata Îsraêlê wê beriyêda bimire, xêncî Yêşû û Kaleb (Jimar 14:22-24). w19.02 17 ¶12-13

Şemî, 5 Kanûna Pêşin

Ez şkestî me û dilmilahîm im (Met. 11:29).

Îsa tu car xwe qure nedikir, û ne jî derbazkirina bîranîna mirina xwe giran kir. Dewsê, ewî gote şandiyên xwe, wekî salê carekê bi şîveke gelek sivik wî bînin bîra xwe (Yûhn. 13:15; 1 Korn. 11:23-25). Ew şîva sivik lê ferz, dide kifşê ku Îsa merivekî qure nîbû. Em rastî jî dikarin şa bin, ku Padşayê meyî ezmana gelek milûk e (Fîlî. 2:5-8). Lê em çawa dikarin çev bidine milûktiya Îsa? Em gerekê pêşiyê kara merivên mayîn bigerin, ne ku kara xwe (Fîlî. 2:3, 4). Bifikirin derheqa vê êvara paşin ya emirê Îsa ser erdê. Îsa zanibû, wekî zûtirekê wê biçerçire û bimire; yeke ew bona şandiyên xweyî amin gelek berxwe diket, yên ku zûtirekê wê şîna wî bikirana. Lema ewî ew êvara paşin tevî wan derbaz kir seva wana şîret ke, dil bide wan û wana qewî ke (Yûhn. 14:25-31). Îsa dikete heyra halxweşiya merivên mayîn, ne ku heyra xwe. Rastî jî ewî meseleke çiqas mezin mera hîşt! w19.01 21 ¶5-6

Led, 6 Kanûna Pêşin

Pêşkêşêd bi dil ji devê min qebûl ke (Zeb. 119:108).

Bal we usa dibe ku hûn dixwazin destê xwe bilind kin seva caba xwe bidin, lê dilê we qayîm dikute? Hergê erê, hûn tenê nînin. Gelek ji me hinekî ditirsin çaxê caba xwe didin. Bi rastî, hergê hûn bona vê yekê ditirsin, ew nîşaneke baş e, çimkî ev dide kifşê ku hûn milûk in û xwe ser merivara nagirin. Yehowa merivên milûk hiz dike (Zeb. 138:6; Fîlî. 2:3). Lê Yehowa usa jî dixwaze ku hûn pesina bidine wî û civatêda xûşk-birên xwe qewî kin (1 Têsln. 5:11). Ew we hiz dike û wê mêrxasiyê bide we. Dîna xwe bidine ser hine prînsîpên ji Kitêba Pîroz. Kitêba Pîroz dibêje, wekî her kes ji me xeberdanêda şaşiya dike (Aqûb 3:2). Yehowa ji me dewa nake ku bêqisûr bin, ne jî ji xûşk-birên me (Zeb. 103:12-14). Ewana neferên malbeta meye ruhanî ne, û me hiz dikin (Marq. 10:29, 30; Yûhn. 13:35). Ewana fem dikin, wekî cara em cabên xweda tiştekî usa dikarin bêjin, çi ku me nedixwest. w19.01 8 ¶3; 10-11 ¶10-11

Duşem, 7 Kanûna Pêşin

Efirandarê xweyî Himzor cahiltiya xweda bîne bîra xwe (Waîz 12:1).

Ew yek dinya îroyînda hêsa nîne, lê yeke dibe. Yehowa dixwaze hûn emirê xweda pêşdaçûyî bin û lezetê bistînin. Pê alîkariya Xwedê hûn dikarin ne tenê cahiltiya xweda bextewar û pêşdaçûyî bin, lê temamiya emirê xweda. Were em şêwir kin mesela Îsraêliya, gava ewana Erdê Sozdayî zeft kirin. Çaxê Îsraêlî nêzîkî Erdê Sozdayî bûn, Xwedê wanra ne got, wekî bona şer xwe hazir kin (Qan. Dcr. 28:1, 2). Dewsê ewî wanra got, wekî gura temiyên wî bikin û îtbariya xwe wî bînin (Yêşû 1:7-9). Bi nihêrandina meriva ew şîret bêkêr bû! Lê bi rastî ew şîreteke gelek baş bû. Yehowa alî cimeta xwe kir, wekî şerê tevî Kenaniyada serkevin (Yêşû 24:11-13). Belê, seva gura Xwedê bikin baweriya qewî lazim e, û ew bawerî timê karê tîne. Ew yek timê usa bû û îro jî usa ye. w18.12 25 ¶3-4

Sêşem, 8 Kanûna Pêşin

Xudan, emê herine cem kê? Gotinêd jiyîna heta-hetayê cem te ne (Yûhn. 6:68).

Hinek likumîn, çaxê femkirina hine rêzên Kitêba Pîroz hatine guhastinê. Hinek jî aliyê rabera girtin, yan jî pişta wan girtin yên ku miqabilî rastiyê ne. Axiriya vê yekê ew bû, ku hineka ji wan, hemdê xwe pişta xwe dane Yehowa û civatê (Îbrn. 3:12-14). Lê wê çiqas baş bûya, hergê wana mîna Petrûs baweriya xwe xwey kirana û îtbariya xwe Îsa bianyana. Hinek jî hêdî-hêdî ji rastiyê çûn û haş ji xwe jî tunebûn ku ew yek ça qewimî. Ew merivê ku usa ji rastiyê dûr dikeve, mîna wê qeyikê ye, ku hêdî-hêdî ji ber devê çêm dûr dikeve. Kitêba Pîroz ewê dûrketinê, nav dike ça xalifandin (Îbrn. 2:1). Merivê ku hêdî-hêdî ji rastiyê dûr dikeve, ewê yekê hemdê xwe nake, lê yeke ew meriv heleqetiya xwe tevî Yehowa sist dike û axiriyêda dikare unda ke jî. w18.11 9 ¶5-6

Çarşem, 9 Kanûna Pêşin

Cimeta Teyê bi rezedilî bê (Zeb. 110:3).

Dibeke hûn dixwazin hê zêde bêne hînkirinê, seva hê rind Yehowara xizmet kin. Hergê usa ne, nêtê xwera daynin, wekî Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê derbaz bin. Wêderê têne hînkirinê xûşk-birên ruhanîda qewî ku xizmetkarên hertim in, yên ku dixwazin û dikarin şixulê xizmetiyêda hê zêde bikin. Ewên ku dixwazin ewê mektebê derbaz bin, gerekê hazir bin, wekî çaxê mektebê xilaz dikin, her cûre kifşkirin qebûl kin. Lê hûn hazir in bona Yehowa wî cûreyî hê zêde bikin? (1 Korn. 9:23) Em cimeta Yehowa ne, û lema dixwazin her roj merdaniyê bidine kifşê, qenciyê bikin û bi hizkirin bin tevî meriva. Çaxê em vê yekê dikin, em şabûnê, edilayê û lezetê distînin (Galt. 5:22, 23). Firqî tune dereca we çi cûreyî ye, yeke hûn dikarin bextewar bin ku çev bidine merdaniya Yehowa û bibine hevalxebatkarên wîye qîmet! (Metlk. 3:9, 10). w18.08 27 ¶16-18

Pêşem, 10 Kanûna Pêşin

Ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne (Met. 19:6).

Hinek dibeke pirsê didin: “Çi menî heye ku îzinê dide Mesîhî, wekî ji hev biqetin û tezeda bizewicin?” Îsa got: “Kî ku jina xwe berde û yeke din bistîne, hindava wêda zinêkariyê dike û heger jin jî mêrê xwe berde û yekî din bistîne, zinêkariyê dike” (Marq. 10:11, 12; Lûqa 16:18). Eşkere ye, wekî Îsa zewac hurmet dikir û dixwest yên din jî çev bidine wî. Mêrê ku menî bigirta seva jina xweye amin berda (yan jin ji mêrê xweyî amin biqetiya), û paşê tezeda kesekî din bistanda, qavî dikir. Ew usa ye, çimkî bê menî hev biqetin, zewacê kuta nake. Ber çevê Xwedê ew her du jî dîsa “bedenek” in. Xêncî vê yekê, Îsa got wekî çaxê mêr jina xweye amin berdide, ew yek wêra dibe menî ku qaviyê bike. Lê çi cûreyî? Jina ku bêmêr dima mecbûr dibû ku kesekî din bistîne, seva ebûra xwe bike. Ew zewaca teze îda dihate hesabê çawa qavî. w18.12 11 ¶8-9

Înî, 11 Kanûna Pêşin

Ez li ciyê nobetê . . . bisekinim (Hebq. 2:1, ÎM).

Dilê Hebaqûq rihet bû, çaxê ewî tevî Yehowa xeber da. Ewî xwera safî kir, wekî bi sebir hîviyê be, heta Yehowa tiştekî bike. Hebaqûq ne ku hema demekê usa xwe da kifşê, lê ewî got ku ewê “bi bêdengiyê li benda . . . roja tengasiyê” be (Hebq. 3:16). Gelo ji nihêrandina Hebaqûq em çi hîn dibin? Ya pêşin, firqî tune em çi tengasiyada nin, em gerekê her gav Yehowara dua bikin. Ya duda, em gerekê guh bidine giliyên Yehowa, kîjan ew bi saya Xebera xwe û teşkîleta xwe mera dibêje. Ya sisiya, em gerekê bi sebir hîviya Yehowa bin, û bi temamî îtbariya xwe wî bînin, ku ew wê wededa derdê me derman ke. Hergê em timê tevî Yehowa xeber din û mîna Hebaqûq bi dil hîviya wî bin, emê jî dilrihetiyê bistînin, kîjan ku wê alî me bike sebir kin. Bawerî hindava Xwedê, wê qewatê bide me wekî teyax kin, û ew yek wê alî me bike wedê çetinaya şabûna xwe unda nekin. Belê, bawerî dil dide me ku Bavê meyî ezmana wê ese çarekê bike (Rom. 12:12). w18.11 15-16 ¶11-12

Şemî, 12 Kanûna Pêşin

Bira kulfet bi kincêd layîq, şermê û berbihêriyê xwe bixemilînin (1 Tîmt. 2:9).

Gelo Yehowa ça dinihêre ser wan kesa kîjan ku meriva dilikumînin? Îsa got: “Kî ku ji van biçûka yekî, yê ku baweriya xwe min tîne ji rê derxe, wîra hê qenc e, ku beraşek stûyê wîva bê girêdanê û bê avîtinê nava berê” (Marq. 9:42). Eşkere tê kifşê, Îsa sivik nedinihêrî ser vê yekê! Em zanin wekî Îsa bi temamî xeysetê Bavê xwe eyan kir, û lema em dudilî nabin, wekî Yehowa jî usa dinihêre ser her kesî, kê ku pê kirên xwe şagirtên Îsa dilikumîne (Yûhn. 14:9). Lê gelo vê yekêda nihêrandina me jî mîna ya Yehowa û Îsa ye? Em jî mîna wan difikirin? Gelo kirên me çi eyan dikin? Besa xeberê, me xweş tê stîleke kincxwekirinê yan jî cûrekî xemilandinê, kîjan ku civatêda xûşk-bira eciz dike, yan jî nav merivada temê xirab û fikirên xirab pêşda tîne. Gelo hizkirina hindava xûşk-bira wê me hêlan ke ji stîlên usa xwe dûr bigirin? w18.11 25 ¶9-10

Led, 13 Kanûna Pêşin

Şeytan caba Yehowa da: “Lê Îbo li ciyê vala ji Xwedê ditirse?” . . . Lê hela kerem ke, destê xwe dirêjî hemû hebûna wî bike. Bi rastiyê ew wê li ber rûyê te nifira te bike” (Îb. 1:9, 11, DT).

Çira gelek ferz e, wekî her kes ji me bêqisûr be? Mera ew yek lazim e, çimkî Şeytan buxdan avîte Yehowa û me. Ew milyaketê raber navê Yehowa erdê xist, çimkî giliyên wî usa derdiket, ku Xwedê Serwêrê xirab, xwehiz û qelp e. Lê yazix, Adem û Hêwayê aliyê Şeytan girtin, û miqabilî Yehowa derketin (Destp. 3:1-6). Bi rastî jîyîn baxçê Edenêda bêhesab mecal dida wan, seva hizkirina xwe hindava Yehowa hê qewî kin. Lê wî wedeyî çaxê Şeytan wana cêriband, hizkirina wan netam û qisûr bû. Niha pirseke din pêşda tê: Gelo qe meriv dikare ji hizkirinê Yehowa Xwedêra amin bimîne? Bi giliyên mayîn bêjin, qe meriv dikare bêqisûr be? Caba vê pirsê serhatiya Îbo nîşan dike (Îb. 1:8-11). Ew jî mîna me merivekî gunekar bû û şaşî dikir. Lê Yehowa Îbo hiz dikir bona bêqisûrtiya wî. w19.02 3-4 ¶6-7

Duşem, 14 Kanûna Pêşin

[Ew] hemû hebûka xwe difiroşe û wî . . . dikire (Met. 13:46).

Îsa gilî kir mesela bazirgan, kîjan ku durên rind digeriya, û carekê durekî gelek qîmet dît. Ewî ew mesele anî seva bide kifşê, ku rastiya Padşatiya Xwedê gerekê çiqas qîmet be bona wan, yên ku ew rastî dîtine (Met. 13:45, 46). Belê, em jî çaxê rastiya derheqa Padşatiya Xwedê û dîsa rastiyên dine qîmet pêhesiyan, me usa qîmet kir, ku em hazir bûn terka her tiştî bidin, tenê seva rastiyê qazanc kin. Em gerekê timê ewê rastiyê qîmet kin û miqat bin, wekî tu car nefiroşin (Metlk. 23:23). Yazix, lê hine xizmetkarên Xwedê neşêkirandin û hela hê jî pişta xwe dane rastiyê. Bira ew yek tu car tevî me neqewime! Bona wê yekê em gerekê bi dil û can rastiyê qîmet kin û rastiyêda herin (3 Yûhn. 2-4). Rastiyêda herin ew tê hesabê ku em gerekê evê rastiyê daynin ser ciyê pêşin û anegorî wê yekê bijîn. w18.11 9 ¶3

Sêşem, 15 Kanûna Pêşin

Bi baweriyê sûrêd bajarê Erîhayê ketin, gava heft roja dora wan zivirîn (Îbrn. 11:30).

Xêncî vê yekê, Îsraêliyara temî hatibû dayînê, wekî tevî Erîhayê şer nekin, dewsê şeş roja, rojê carekê dora wî şeherî bizvirin, lê roja hefta heft cara. Diqewime esker xwera difikirîn: “Ew yek wê badîhewa wede û qewatê ji me bistîne!” Lê Rêberê Îsraêliya, dêmek Yehowa, rind zanibû ew çi dike. Îsraêliya Erîha zeft kirin, çimkî pey rêberiyên wî çûn. Û gava wana dît ku çiqas aqilayî bû pey wan rêberiya herin, baweriya wana gelek qewî bû (Yêşû 6:2-5). Ji vê serhatiyê em çi hîn dibin? Cara em bi temamî fem nakin ku çira teşkîleta Yehowa filan guhastin kiriye. Mesele, pêşiyê dibeke em difikirîn, wekî çira hacetên elektronîkî bidine xebatê wedê hînbûna şexsî, xizmetiyê, yan jî ser civata. Lê wede derbaz bû û niha em fem dikin ku çiqas kar e, gava em wan haceta didine xebatê. Çaxê em divînin ku guhastinên wî cûreyî çiqas berên baş tînin, bawerî û yektiya me dişide. w18.10 23 ¶8-9

Çarşem, 16 Kanûna Pêşin

Xudan, vî zemanîda tê Padşatiya Îsraêlê li wan vegerînî? (Kar. Şand. 1:6)

Cihû, mîna şagirtên Îsa, difikirîn wekî Mesîh wê çetinayên wan safî ke, û dibeke lema cimeta ji Celîlê dixwestin Îsa bikine padşê xwe. Diqewime wana dida ber çevê xwe, wekî Îsa wê serwêrê lapî baş be, çimkî Îsa hin xeberdanêda yekî serwaxt bû, hin dikaribû nexweş qenc kirana, û hela hê jî yên birçî têr kira. Paşî vê yekê çaxê Îsa weke 5 000 meriv têr kir, ewî nêta dilê wan fem kir. “Îsa pê hesiya ku ewê bên û wî bi zorê bibin bikine padşa, dîsa ew tenê hilkişiya çiyê” (Yûhn. 6:10-15). Rojeke din çaxê dibeke elalet seqirîbû, Îsa wanra şirovekir ku nêta hatina wî çi ye. Ewî gote wan, wekî ew hatiye seva ruhanîda alî cimetê bike, ne ku hewcên wanî fîzîkîda. Ewî gote wan: “Bona xwarina pûç nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jiyîna heta-hetayêda dimîne” (Yûhn. 6:25-27). w18.06 4 ¶4-5

Pêşem, 17 Kanûna Pêşin

Ew qamîşê perçiqî hûr nake, pilta diçirûse vênasîne” (Îşa. 42:3, DT).

Îsa meriv hiz dikirin û lema hindava wanda dilşewat bû. Ew hindava merivên dilşkestî û yên sist, ku mîna qamîşê perçiqî û pilta çirûsî bûn, bi dilşewatî û bi sebir bû. Ewî wana fem dikir û bona wan xem dikir (Marq. 10:14). Rast e em mîna Îsa nikarin meriva fem kin û wana hîn kin, lê em dikarin û hin jî gerekê xem bikin bona merivên mihala xweda. Ew tê hesabê ku em bizanibin ça, kengê, û çiqas dirêj tevî wan xeber din. Îro gelek meriv ji destê merivên xweyîhukum, ku perehiz û dilsar in, usa jî ji destê polîtîk û serwêrên rêlîgiya, diçerçirin û “belabûyî” ne (Met. 9:36). Lema jî ew meriv îda îtbariya xwe kesekî naynin û bê hêvî ne. Çiqas ferz e hindava wanda heyf û dilşewat bin, ne tenê bi giliyên xwe, lê usa jî bi dengê xwe! Bi rastî gelek meriv mizgîniya me qebûl dikin, ne tenê bona zanebûna meye Kitêba Pîroz yan jî şêwirkirina me tevî wan, lê usa jî ewana divînin ku em bona wan xem dikin û qedirê wan digirin. w18.09 31-32 ¶13-14

Înî, 18 Kanûna Pêşin

Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî (Met. 5:3, DT).

Gelo em ça dikarin bidine kifşê, wekî em fem dikin ku hewcetiya meye ruhanî heye? Vê yekê em didine kifşê, gava xwarina ruhanî dixwin, fem dikin wekî gerekê Xwedê nas kin û usa jî alîkarî û rêberiya wî digerin. Hergê em usa bikin, emê hê bextewar bin. Baweriya me jî wê hê qewî be hindava sozên Xwedê (Tîto 2:13). Seva em bextewar bimînin, gelek ferz e heleqetiya me tevî Yehowa qewî be. Pawlosê şandî nivîsî: “Timê pê Xudan [Yehowa] şa bin, dîsa dibêjim timê şa bin!” (Fîlî. 4:4). Seva em dostiya xwera tevî wî şa bin, em gerekê bîlaniya ji Xwedê qazanc kin (Metlk. 3:13, 18). Lê seva bextewar bimînin, bes nîne tenê Xebera Xwedê bixûnin, ferz e bînin sêrî wan tişta çi ku em pêdihesin. Îsa da kifşê ku ew yek gelek ferz e, çaxê got: “Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin gava biqedînin” (Yûhn. 13:17; Aqûb 1:25). Belê, ew yek gelek ferz e hergê em dixwazin ruhanîda hewcetiya xwe razî kin û bextewar bimînin. w18.09 18 ¶4-6

Şemî, 19 Kanûna Pêşin

[Êpafras] her gav bi dil û can bona we dua dike (Kols. 4:12).

Êpafras xûşk-bira rind nas dikir, û bona wan gelek xem dikir. Dereca wî jî mîna ya Pawlos bû, ew jî “girtî” bû. Lê ew yek rê wî nedigirt, wekî bona ruhaniya wana xem bike (Filimn. 23). Ewî bona xûşk-bira dua dikir û hela hê jî duada navê wan hildida. Em jî dikarin vê yekêda çev bidine wî. Qewata duayên usa gelek mezin e, îlahî gava em duada navê xûşk-bira hildidin (2 Korn. 1:11; Aqûb 5:16). Bifikire derheqa wan meriva, bona kîjana tuyê dua kî û duada navê wan hildî. Mîna Êpafras, gelek xûşk-birên me jî dua dikin bona wan, yên ku civata wanda nin, bona malbetên ku rastî çetinaya tên, yan jî bona wan, yên ku rastî safîkirinên çetin yan jî cêribandina tên. Xêncî vê yekê, wê baş be hergê em derheqa wan jî dua kin, kîjana merivê xweyî nêzîk unda kirine, yan jî yên ku rastî çetinayên giran û şera hatine, û yên ku tunebûnêda nin. Belê, gelek xûşk-birên me hene, derheqa kîjana em dikarin dua kin û bi wê yekê karê wanra bînin. w18.09 5-6 ¶12-13

Led, 20 Kanûna Pêşin

Xwezî li dayiya, ne ku li standiya (Kar. Şand. 20:35).

Pawlos tenê derheqa tiştên matêrîalî ne digot. Ewî usa jî digot derheqa dildayînê, şîreta, û alîkariyê bona wan, yên ku hewce ne (Kar. Şand. 20:31-35). Pê xeberdan û kirên xwe, Pawlos hîn kir wekî bi merdaniyê wede û qewata xwe xerc kin, bikevine heyra meriva û hizkirina xwe bidine kifşê. Lêkolînkarên ku rabûn-rûniştina meriva lêkolîn dikin, têderxistin wekî çaxê meriv merd e, ew bextewar dibe. Li gora gotarekê, “meriv gelek şa dibin, gava kesekîra qenciyê dikin”. Usa jî lêkolînkara gotin, wekî alîkarî merivara, nêtê dide emirê me. Hine êkspêrt jî şîretê didine meriva, wekî bi rezedilî şixul bikin, seva sihet-qewat û bextewar bin. Ew yek bona me tiştekî teze nîne, çimkî Efirandarê me Yehowa, derheqa vê yekê Xebera xweda bi hizkirinê îda mera pêşda got (2 Tîmt. 3:16, 17). w18.08 22 ¶17-18

Duşem, 21 Kanûna Pêşin

Li anegorî dîtina çevêd xwe dîwanê nekin, lê li anegorî rastiyê dîwanê bikin (Yûhn. 7:24).

Pêxembertiya Îşaya derheqa Îsa, me dilgerm dike û qewî dike. Ewî pêxembertî kir, wekî Îsa wê “tenê li gora dîtina çevên xwe dîwanê neke, û tenê li gora bihîstina guhên xwe şîret neke”. Ewê “bi heqiyê dîwana belengaza bike” (Îşa. 11:3, 4, DT). Çira ew yek dil dide me? Çimkî vê dinyayêda meriv firqiyê dikine orta hevdu. Lê em hîviya wî Hakimê bêqisûr in, dêmek Îsa, yê ku wê tu car bi dîtina çevê xwe dîwana me neke! Her roj em fikirên xwe derheqa meriva dibêjin. Lê em gunekar in, lema jî em nikarin mîna Îsa bi temamî her tiştî rast fem kin. Gelek car ser me hukum dike ew yek çi jî em divînin. Lê çaxê Îsa ser erdê bû, ewî temîke usa da me ku “anegorî dîtina çevêd xwe” dîwanê nekin, lê anegorî “rastiyê dîwanê bikin”. Eşkere ye, wekî Îsa dixwaze em çev bidine wî û firqiyê nekine orta meriva anegorî dîtina xwe. w18.08 8 ¶1-2

Sêşem, 22 Kanûna Pêşin

Wê guhên te, dengekî ku dibêje: Rê ev e, di vê rêyada bimeşin! ji paşiya te bibihîzin (Îşa. 30:21).

Rast e ew ji ezmana mera xeber nade, lê ewî Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz daye me, bi saya kîjanî ew rêberiyê dide me. Xêncî vê yekê, ruhê Yehowa rêberiyê “wekîlxercê amin” dike, seva xwarina ruhanî bide xizmetkarên Wî (Lûqa 12:42). Îro em bêhesab xwarina ruhanî distînin, dêmek edebyetên neşirkirî û yên onlayn, usa jî vîdêo û aûdîyo! Bira ew giliyên Xwedê ku Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê, baweriya me qewî kin vê yekêda, ku hemû tişt bin kontrola wîda ne, û ew wê hemû ziyan ku Şeytan û dinya wîye xirab anîn, kokêva bide hildanê. Were em xwera qirar kin, ku timê rind guh bidine dengê Yehowa. Hergê em usa bikin, emê qewî bimînin wan çetinayada ku îro hene û yên ku wê rastî me bên. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Wera sebir lazim e ku hûn emirê Xwedê bînine sêrî û bigihîjine sozê wî” (Îbrn. 10:36). w19.03 13 ¶17-18

Çarşem, 23 Kanûna Pêşin

Xudan . . . got: “Qûlê [xizmetkarê] min Mûsa mir û niha rabe, tevî hemûya gel [cimetê] Çemê Ûrdunê derbaz bibe” (Yêşû 1:1, 2).

Mûsa gelek sala rêberê Îsraêliya bû, û lema femdarî ye ku Yêşû dibeke berxwe diket, ku gelo cimeta Xwedê wê ça wî qebûl ke (Qan. Dcr. 34:8, 10-12). Kitêbekêda derheqa rêza ji Yêşû 1:1, 2, tê gotinê: “Çawa berê, usa jî îro gava serwêr yan hukumetî tê guhastinê, bona cimetê ew wedekî lapî çetin e”. Femdarî ye, wekî Yêşû berxwe diket, lê yeke ewî îtbariya xwe Yehowa anî, û derbêra pey rêberiya wî çû (Yêşû 1:9-11). Badîhewa nîbû ku ewî baweriya xwe Xwedê dianî. Kitêba Pîroz nîşan dike, wekî Yehowa pê melekê xwe, rêberî Yêşû û cimeta xwe dikir. Em dikarin bêjin wekî ew melek, Xeber bû, dêmek Kurê Xwedêyî tayê tenê (Derk. 23:20-23; Yûhn. 1:1). Pê alîkariya Yehowa, Îsraêlî hînî vê guhastinê bûn, ku dewsa Mûsa îda Yêşû rêberiya wan dikir. w18.10 22-23 ¶1-4

Pêşem, 24 Kanûna Pêşin

Bona yên ku ji Xudan ditirsin . . . li ber wî pirtûkek bîranînê hate nivîsandin (Malx. 3:16).

Yehowa wana nas dike yên ku bi dil jêra xizmet dikin, û navê wan “kitêba bîranînêda, DT” dinivîse. Lê seva ku navê me kitêba Yehowaye bîranînêda nivîsar be, û em nava cimeta wîda bin, em borcdar in tiştekî bikin. Malaxî raste-rast got, wekî em gerekê ji Yehowa bitirsin û derheqa navê wî bifikirin. Hergê em xêncî Yehowa xwe tesmîlî kesekî yan tiştekî dikin, axiriyêda navê me wê kitêba wîye jîyînêda bê hildanê (Derk. 32:33; Zeb. 69:28). Bes nîne tenê soz bidine Yehowa ku emê qirara wî biqedînin, û bêne nixumandinê. Ewê yekê em tenê carekê dikin, lê paşê îda temamiya emirê xwe jêra xizmet dikin. Ew yek ku em aliyê Yehowa ne çawa cimeta wî, em gerekê timê pê jîyîna xwe îzbat kin. Em gerekê ça îro usa jî axiriyêda, û heta ku em sax in, gura wîda bin (1 Pet. 4:1, 2). w18.07 23-24 ¶7-9

Înî, 25 Kanûna Pêşin

Awa em hînbûnêd pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin, bêne ser hînbûna gihîştî (Îbrn. 6:1).

Hemû Mesîhî gerekê ser xwe bixebitin wekî “hînbûnêd pêşine ser Mesîh alîkî bihêlin”, û “bêne ser hînbûna gihîştî”. Lê ew yek xwexa nayê standin. Em gerekê gihîştîbûnêda timê hê pêşda herin. Bona vê yekê, em gerekê zanebûn û femkariya xwe hê zêde kin. Vê yekêda wê alî me bike xwendina Kitêba Pîroze herrojî (Zeb. 1:1-3). Lê we xwera nêt daniye wekî her roj Kitêba Pîroz bixûnin? Hergê hûn usa bikin, hûnê hê kûr fem kin qanûn û prînsîpên Yehowa. Qanûneke lape mezin bona Mesîhiya ew heye qanûna hizkirinê. Îsa gote şagirtên xwe: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhn. 13:35). Aqûb ser hizkirinê got “qanûna Padşatiyê” (Aqûb 2:8). Lê Pawlos got: “Hizkirin serê Qanûnê digire” (Rom. 13:10). Ew giliyên qewî derheqa hizkirinê layîq in, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku “Xwedê hizkirin e” (1 Yûhn. 4:8).  w18.06 19 ¶14-15

Şemî, 26 Kanûna Pêşin

Wana dilê wî êşandin û wî bi devê xwe zêdezimanî kir (Zeb. 106:33).

Rast e Îsraêliya hingê hêrsa Yehowa dianîn, lê dewsê Mûsa hêrs ket. Ewî xwe negirt û giliyên zêde xeber da, û ne jî fikirî ku xeberdana wî wê çi axiriyê bîne. Cara pêşin Mûsa xwe rast da kifşê çaxê cimet miqabil rabû. Lê cara duda ewî îda çevê xwe ser Yehowa hilda, çimkî kirên merivên din ser wî hukum bûn (Derk. 7:6). Diqewime ew haqas gelek sal tevî wan Îsraêlên raber bû, ku îda ji wana vestiya û eciz bû. Diqewime Mûsa dewsa ku hurmetê bide Yehowa, hingê tenê derheqa xwe difikirî. Hergê merivekî usa amin ça Mûsa hiş-aqilê xwe da ser tiştên din û gune kir, em jî dikarin bikevine vê telikê. Mîna Mûsa, em jî ber şêmîka dinya teze sekinîne, kîjan ku Yehowa soz daye (2 Pet. 3:13). Femdarî ye tu kes ji me naxwaze evê mecalê unda ke. Lema jî em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin, wekî çevê me ser wî be û timê qirara wî bînin sêrî (1 Yûhn. 2:17). w18.07 15 ¶14-16

Led, 27 Kanûna Pêşin

Hûn . . . ser Yê Xirab ketine (1 Yûhn. 2:14).

Şeytan nikare zorê meriva bike ku miqabilî xwestina xwe herin (Aqûb 1:14). Gelek meriv bi nezaniya xwe, ne jî têderdixin wekî aliyê Şeytan digirin. Lê çaxê ewana rastiyê pêdihesin, her kes ji wan xwexa dijbêre kêra xizmet ke (Kar. Şand. 3:17; 17:30). Hergê me dilê xweda safî kiriye ku qirara Xwedê bînin sêrî, Şeytan tu tiştî nikare bike seva aminiya me hilşîne (Îb. 2:3; 27:5). Dîsa hene tiştên usa ku Şeytan û cinên wî nikarin bikin. Mesele, Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, wekî ewana dikarin hişê me û dilê me bixûnin, tenê Yehowa û Îsa dikarin (1 Sam. 16:7; Marq. 2:8). Hergê xeberdan û kirên me li gora qirara Xwedê ne, em gerekê dudilî nebin ku Yehowa wê nehêle, wekî Mîrê-cina ziyaneke usa bide me, ku jîyîna heta-hetayê nestînin (Zeb. 34:7). Em gerekê dijminê xwe rind nas bikin, lê em gerekê tu car ji wî netirsin. Pê alîkariya Yehowa hela hê merivên gunekar jî dikarin şerê miqabilî Şeytanda serkevin. Hergê em miqabilî wî bisekinin, ew wê ji me bireve (Aqûb 4:7; 1 Pet. 5:9). w18.05 26 ¶15-17

Duşem, 28 Kanûna Pêşin

Şixulê xwe bide destê Xudan û tê bigihîjî nêt-meremê xwe (Metlk. 16:3).

Bidine ber çevê xwe hûn diçine ciyê dûr ser civîneke ferz û hûn gerekê bikevine otobûsê seva bigihîjine wî cîyî. Ser ciyê sekinandina otobûsa gelek otobûs sekinîne. Wera ew otobûs lazim e, kîjan diçe ciyê ku wera lazim e. Femdarî ye hûnê nekevine otobûseke din, çimkî hûn zanin ku ewê we bive cîkî din. Îro cahil rastî dereca mîna vê tên. Bi rastî çaxê meriv mezin dibe, emirê wî mîna rêwîtiyê ye. Cara cahil dikarin tevhev bin, çimkî emirda rastî gelek bijartin û safîkirina tên. Cahilno, hergê hûn zanin kîjan rê bijbêrin, hingê wera wê diha hêsa be safîkirinên rast bikin. Lê hûnê emirê xweda hiş-aqilê xwe daynin ser vê yekê, ku dilê Yehowa şa kin? Ew tê hesabê wekî hemû safîkirinên xweda, besa xeberê hînbûnêda, xebatêda, zewacêda û safîkirinên dinda, şîret û rêberiya Yehowa hildine hesab. Ew usa jî tê hesabê wekî nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Cahilên ku hiş-aqilê xwe datînin ser xizmetiya Yehowara, gerekê dudilî nebin wekî Yehowa wê wana kerem ke û alî wan bike ku pêşdaçûyî bin. w18.04 25 ¶1-3

Sêşem, 29 Kanûna Pêşin

Hey wax qîza min, te pişta min xwar kir û tu jî bû yek ji yên ku min dieciqînin (Hakim. 11:35).

Yeftah sonda xwe anî sêrî û qîza xwe şande konê pîroz, seva ew temamiya emirê xwe wêderê xizmet ke (Hakim. 11:30-35). Belê, Yeftahra çetin bû, lê qîza wîra hê çetin bû. Lê yeke ewê piştgiriya sozê bavê xwe kir (Hakim. 11:36, 37). Ew hazir bû seva vê qurbanê, ku mêr neke, zarên wê tune bin, û rikiniyata malbeta wan jî dirêj nebe. Hingê jêra bi rastî berdilî û qewîkirin lazim bû. Kitêba Pîroz dibêje: “Îsraêlêda bû qeyde: Her sal, salê çar roja keçikên Îsraêlê diçûn seva payê qîza Yeftahê Gîleadî bidin” (Hakim. 11:39, 40, DT). Îro jî gelek cahilên ku azep dimînin û hiş-aqilê xwe datînin ser kirên ku “li Xudan xweş” tên, hêjayî paya û dildayînê ne (1 Korn. 7:32-35). w18.04 17 ¶10-11

Çarşem, 30 Kanûna Pêşin

Milyaketêd ku hukumê xwe xwey nekirin, lê ciyê xwe şihitandin (Cihûd. 6).

Gelek milyaket tevî raberîbûna Şeytan bûne yek. Pêşiya Sêlavê, Şeytan hine ji wan milyaketa hêlan kir, wekî tevî jina bênamûsiyê bikin. Kitêba Pîrozda derheqa ziya, dêmek Şeytan, tê gotinê wekî ewî ji sê para pareke steyrkên ezmên tevî xwe kişand (Destp. 6:1-4; Eyan. 12:3, 4). Çaxê ewan milyaketa pişta xwe dane malbeta Xwedê, wana aliyê Şeytan girt û xwe kirin bin hukumê wî. Ew raber ne ku tenê ev kome, ya ku çetinaya pêşda tîne, lê Şeytan çev daye Padşatiya Xwedê, û serwêrtiya xwe ku nayê dîtin, saz kiriye. Vê serwêrtiyêda ew e padşa, û ewî hukum daye cina jî wekî serwêrtiyê ser dinyayê bikin (Efes. 6:12). Şeytan bi saya serwêrtiya xweye ku nayê dîtin, hukum dike ser hemû serwêrtiyên meriva. w18.05 23 ¶5-6

Pêşem, 31 Kanûna Pêşin

Pesinê te ezê bidim, Xudanê şîretkar, heta şev jî dil nav minda dibe dersdar (Zeb. 16:7).

Çawa bavê hizkirî, Xwedê me şîret û rast dike. Dawid şîretkirina Xwedê dişêkirand. Ewî dişirmîş dibû ser fikirên Xwedê, çev dida nihêrandina wî û îzin dida wî, wekî wî rast ke û aliyê başda biguhêze. Hergê hûn jî usa bikin, hizkirina we jî hindava Xwedê wê mezin be û hûnê bixwazin gura wî bikin. Xêncî vê yekê, hûnê ruhanîda jî bigihîjin. Xûşkeke me bi navê Krîstîn got: “Çaxê ez lêkolîn dikim û ser xwendina xwe difikirim, ez usa texmîn dikim tê bêjî Yehowa xût bona min ew tişt daye nivîsarê!” Hergê hûn ruhanîda mezin bin, hûnê îda ser vê dinyayê û axiriya wê, pê çevê Xwedê binihêrin. Hin jî Yehowa wê zanebûn û serwaxtiya mezin bide we. Lê çira? Çimkî ew dixwaze hûn emirê xweda tiştên ferz daynin ciyê pêşin, safîkirinên aqilayî bikin, û bi baweriyê ser axiriyê binihêrin (Îşa. 26:3). w18.12 26 ¶9-10

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin