Mijdar
Led, 1 Mijdar
Ewê ku vî nanî bixwe, wê heta-hetayê bijî (Yûhn. 6:58).
Çaxê em Yehowara xizmet dikin, hêviya me heye, wekî emê dinya tezeda hemû tiştên ku Adem û Hêwayê unda kirine, bistînin û usa jî heta-hetayê bijîn. Adem û Hêwayê nexwestin Yehowara xizmet kin, çimkî hizkirina xwe hindava wî qewî nekirin. Lê yeke Yehowa îzin da wan, ku dirêj bijîn û zarên wan hebin, û xwexa safî kin çawa zarên xwe xwey kin. Axiriya safîkirina Adem û Hêwayê, dêmek ku xwe serî xwe bin, zûtirekê da kifşê wekî wana neaqilayî kir. Kurê wanî mezin birê xweyî neneheq kuşt, û paşî vê yekê zorbetî û xwehizî nava merivada bela bû (Destp. 4:8; 6:11-13). Lê yeke Yehowa çare kir, wekî hemû zarên Adem û Hêwayê, yên ku bixwazin jêra xizmet kin, xilaz ke (Yûhn. 6:38-40, 57). Çaxê hûn pêbihesin ku Yehowa ça bi sebir û hizkirin e, hizkirina we hindava wî wê mezin be. Hûnê nexwazin mîna Adem û Hêwayê bijartina nerast bikin, lê emirê xwe tesmîlî Yehowa bikin. w19.03 2 ¶3; 4 ¶9
Duşem, 2 Mijdar
Hemû jî . . . ser hev şewat bin (1 Pet. 3:8).
Seva dilşewat bin, kûr bifikirin seva fem kin, ku neferên we û xûşk-birên we rastî çi çetinaya tên. Civatêda bona cahila, nexweşa, merivên emirda mezin û yên ku merivên xwe unda kirine, wede bivînin û bipirsin hela ewana çawa nin. Çaxê ewana dilê xwe wera vekin, rind guh bidine wan. Bira ewana texmîn kin, ku hûn halê wana bi rastî fem dikin. Û çiqas destê we tê, alî wan bikin. Hergê em hemû jî usa bikin, emê hizkirina helal bidine kifşê (1 Yûhn. 3:18). Çaxê dixwazin alî kesekî bikin, em gerekê fesal bin. Çira? Çimkî çetinayada hemû meriv mîna hev xwe nadine kifşê. Hinek dixwazin kula dilê xwe birêjin, hinek jî naxwazin derheqa çetinayên xwe xeber din. Lema jî çaxê em dixwazin alî wan bikin, gerekê pirsên gelek şexsî nedine wan (1 Têsln. 4:11). Hergê jî ewana dilê xwe mera vedikin, cara diqewime em giliyên wanra qayîl nîbin. Lê em gerekê fem bikin, ku çira ewana xwe usa texmîn dikin. Em gerekê bihîstinêda serxwe bin, lê xeberdanêda lez nekevin (Met. 7:1; Aqûb 1:19). w19.03 19 ¶18-19
Sêşem, 3 Mijdar
Ez zef tirsiyam (Nehem. 2:2).
Diqewime hûn ditirsin derheqa rastiyê ber gelek meriva xeber din. Bînin bîra xwe Nehemiya. Ewî qesira padşakî qewîda qulix dikir. Nehemiya gelek berxwe diket, çimkî dîwar û dergehên Orşelîmê hilşandî bûn (Nehem. 1:1-4). Bidine ber çevê xwe, dilê wî ça dikuta, gava padşa ji wî pirsî, ku ew çira usa medekirî ye. Nehemiya derbêra Yehowara dua kir û paşê caba padşê da. Padşa çaxê caba wî bihîst, alîkariya mezin da cimeta Xwedê (Nehem. 2:1-8). Usa jî bifikirin derheqa Ûnis. Çaxê Yehowa wîra got ku here tevî bineliyên Nînewayê xeber de, Ûnis gelek tirsiya û çû şeherekî mayîn (Ûns. 1:1-3). Lê pê alîkariya Yehowa, ew çû û şixulê ku Xwedê dabû wî, kir. Û bi rastî giliyên wî ku Nînewayara got, gelek baş ser wana hukum bûn (Ûns. 3:5-10). Ji serhatiya Nehemiya em derseke ferz hîn dibin, ku pêşiya caba xwe bidin lazim e dua bikin. Lê ji Ûnis em pêdihesin, ku Yehowa dikare alî me bike, wekî jêra xizmet kin, hergê jî em ji tiştekî ditirsin. w19.01 11 ¶12
Çarşem, 4 Mijdar
Tu kes tune ku bona min û mizgîniyê mal yan [malbet] . . . hiştibin, û li vê dinê sed qat . . . nestîne û dinya dinda jî jîyîna heta-hetayê (Marq. 10:29, 30).
Çaxê em destpêdikin anegorî rastiya Kitêba Pîroz bijîn, heleqetiya me tevî heval û merivên meyî nêzîk dikare bê guhastinê. Lê çira? Îsa derheqa vê yekê got, çaxê bona şagirtên xwe dua kir: “Wan bi rastiya xwe buhurtî-jibare ke. Xebera te rastî ye” (Yûhn. 17:17). Ev gilî “buhurtî-jibare ke”, dikare usa jî bê hesabê “wana başqe ke”. Belê, çaxê em rastiyê qebûl dikin, em ji vê dinyayê başqe dibin, çimkî îda nakevine ber bayê wê. Meriv ser me cûrekî mayîn dinihêrin, çimkî em îda pê prînsîpên Kitêba Pîroz dijîn. Hine heval û neferên me jî dibeke xwe ji me dûr bigirin, yan hela hê jî miqabilî baweriya meye teze bin. Lê em ecêbmayî namînin çaxê ew yek diqewime. Îsa got: “Dijminêd mêriv wê ji mala wî bin” (Met. 10:36). Lê Îsa usa jî soz da ku çi jî em bona rastiyê unda kin, emê hê zêde tişt dewsê qazanc kin. w18.11 6 ¶11
Pêşem, 5 Mijdar
Razî [ne] temamiya civînêd ji necihûya (Rom. 16:4).
Pawlosê şandî xûşk-birên xwe qîmet dikir, û ew yek pê giliyên wî tê kifşê. Ew timê duayên xweda ji Xwedê razî bû bona wan. Ewî usa jî pê nemên xwe wanra dida kifşê, ku wana qîmet dike. Romayî serê 16-da, 15 rêzên pêşinda Pawlos besa 27 xûşk-bira dike bi navê wan. Ewî îlahî Priskîla û Ekîla anî bîra xwe, yên ku bona wî “dest ji emirê xwe” kişandin, usa jî besa Foybeyê kir, ya ku “xweyîtî geleka” û usa jî Pawlos dikir. Ewî payê wan xûşk-birên delal da, bona cefên wan (Rom. 16:1-15). Pawlos fem dikir, wekî ew xûşk-bira gunekar in, lê ewî dîna xwe dida ser hunurên wanî baş. Bidine ber çevê xwe, ku ew xûşk-bira ça şa bûn û qewî bûn, çaxê civatêda nema wî xwendin, kîderê ew payê wan dide. Bêşik, ewê yekê hevaltiya wan tevî Pawlos hê qewî kiriye. Lê hûn timê razîbûna xwe didine kifşê xûşk-birara, bona gilî û kirên wanî baş? w19.02 16 ¶8-9
Înî, 6 Mijdar
Bêqisûrtiya xwe nahêlim! (Îb. 27:5, DT)
Gelo seva bêqisûr bin, em gerekê bêgune bin? Ne em gelek şaşiya dikin û kêmasiyên me hene! Lê Yehowa dîna xwe nade ser şaşiyên me. Xebera wî dibêje: “Xudan, heger dîna Xwe bidî guneyêd me, kî wê bikaribe ber Te bisene, Xweyo?” (Zeb. 130:3) Ew zane wekî em gunekar in û kêmasiyên me hene, lê yeke ew bi merdanî me dibaxşîne (Zeb. 86:5). Usa jî Yehowa zane sînorên me, û ew ji me haqas dewa nake çiqas em nikarin (Zeb. 103:12-14). Seva xizmetkarên Yehowa bêqisûr bin, hizkirin gelek ferz e. Hizkirina me û aminiya me hindava Bavê meyî ezmana, gerekê tam û bêkêmasî be. Hergê wedê cêribandina û tengasiya em hizkirina xwe hindava wî unda nakin, ew tê hesabê wekî em bêqisûr in (1 Dîr. 28:9; Met. 22:37). Em prînsîpên Yehowayî rast zanin, û hiş-aqilê me tenê ser vê yekê ye, ku dilê Bavê xweyî ezmana şa kin. Hizkirina me hindava Xwedê, qewatê dide me, wekî wî ser hemû tiştîra bigirin. Wî cûreyî em îzbat dikin, wekî bêqisûr in. w19.02 3 ¶4-5
Şemî, 7 Mijdar
Miqatî dilê xwe be (Metlk. 4:23).
Her car çaxê em divînin ku çiqas kar e tiştên rast bikin, baweriya me hê qewî dibe (Aqûb 1:2, 3). Dilê me şa dibe, wekî Yehowa mera firnaq dibe ku me nav dike zarê xwe, û em hê zêde dixwazin dilê wî şa kin (Metlk. 27:11). Paşê, her cêribandin mera dibe mecal ku jêra nîşan kin, wekî em bi rastî dixwazin Bavê xwera xizmet kin (Zeb. 119:113). Em Yehowara îzbat dikin, wekî em bi temamiya dilê xwe wî hiz dikin (1 Padş. 8:61). Lê em gunekar in, lema jî cara şaşiya dikin. Hergê me şaşî kiriye, em gerekê bînin bîra xwe Hizqiya Padşa. Ewî jî şaşî kirin, lê gunê xwe anî rûyê xwe û berdewam kir Yehowara bi temamiya dilê xwe xizmet ke (Îşa. 38:3-6; 2 Dîr. 29:1, 2; 32:25, 26). Were em înkar kin her tiştên ku fikirê Şeytan dikare bike hişê me. Were em timê dua bikin, wekî Xwedê “dilê guhdar” bide me û Yehowara amin bimînin (1 Padş. 3:9; Zeb. 139:23, 24). w19.01 18-19 ¶17-18
Led, 8 Mijdar
Werin em bi saya wî timê qurbana pesindayînê bidine Xwedê, awa gotî berê zar-zimanê xwe, yêd ku navê wî îqrar dikin (Îbrn. 13:15).
Em karê distînin çaxê caba xwe didin ser civatê (Îşa. 48:17). Çawa? Ya pêşin, çaxê em nêtê datînin ku caba xwe bidin, em hêlan dibin bona civatê xwe hazir kin. Gava em xwe rind hazir dikin, em destpêdikin Xebera Xwedê kûr fem kin. Û em çiqas kûr fem dikin, haqas baş em dikarin bidine xebatê çi ku pêdihesin. Ya duda, em daha şabûnê ji civatê distînin, çimkî em xwexa jî civatêda caba xwe didin. Ya sisiya, çaxê em caba xwe didin, ev fikir daha rind bîra meda dimînin. Çaxê em pê cabên xwe baweriya xwe eyan dikin, em usa jî dilê Yehowa şa dikin. Em gerekê dudilî nebin, wekî Yehowa me dibihê û gelek qîmet dike ku em ser civata caba xwe didin (Malx. 3:16). Ewê yekê Xwedê mera dide kifşê çaxê me kerem dike, çimkî em her tiştî dikin seva dilê wî şa kin (Malx. 3:10). Eşkere ye wekî meniyên meye ferz hene, seva civatêda caba xwe bidin. w19.01 8 ¶3; 9-10 ¶7-9
Duşem, 9 Mijdar
Ji xirabiyê zivêr bin, xwe li qenciyê bigirin (Rom. 12:9).
Yehowa bîlaniyê dide kifşê hindava xizmetkarên xwe. Ewî ne ku gelek qanûn daye me, lê bi sebir me hîn dike seva em qanûna hizkirinê bînin sêrî. Ew dixwaze em bijîn pê prînsîpên wî û xirabiyê nefiret kin. Îsa wedê xizmetiya xweye ser çiyê, hîn kir ku xirabî ji kîderê destpêdibe (Met. 5:27, 28). Mesîh çawa Padşa Padşatiya Xwedêda, wê berdewam ke me dinya tezeda jî hîn ke, seva ku nihêrandina me hindava rastiyê û xirabiyê bi temamî mîna ya wî be (Îbrn. 1:9). Ew usa jî wê sihet-qewata bêkêmasî bide me. Bidine ber çevê xwe, wekî emê tu car kul-derdên ku ji gune em dikişînin, îdî nevînin. Paşê emê vê azayêra şa bin, ku Yehowa soz dide me (Rom. 8:21). Hilbet, azaya me wê timê bi sînor be. Û emê bi rastî hingê aza bin, çaxê çev bidine hizkirina Xwedê (1 Yûhn. 4:7, 8). w18.12 23 ¶19-20
Sêşem, 10 Mijdar
Bira kaxaza jinberdanê jêra binivîse bide destê wê û wê ji mala xwe derxe (Qan. Dcr. 24:1).
Qanûnêda dihate gotinê, wekî mêrê Îsraêlî dikare jina xwe berde tenê hingê, hergê wêda tiştekî necayîz bivîne. Lê Qanûnêda nedihate gotinê çi dikeve nava tiştê necayîz. Ça tê kifşê ew tiştekî şermî û mezin bû, ne ku kêmasîke biçûk (Qan. Dcr. 23:14). Lê yazix, wedê Îsada gelek Cihû “bona her menîkê” jinên xwe berdidan (Met. 19:3). Em tu car naxwazin çev bidine nihêrandina wan. Malaxî pêxember mîna Xwedê ser hevqetandinê dinihêrî. Wedê wîda tiştekî belabûyî bû, ku mêr neheqî “jina cahiltiya” xwe berde, dibeke seva jineke wê cahiltir bistîne, ku pûtparist bû. Malaxî derheqa nihêrandina Xwedê ser hevqetandinê, nivîsî: “Hevqetandinê ez nefiret dikim” (Malx. 2:14-16, DT). Ew gilî li gora Xebera Xwedê ne, kîderê derheqa zewaca pêşin tê gotinê: “[Mêr wê] xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destp. 2:24). Îsa jî piştgiriya nihêrandina Bavê xwe dikir û ew yek tê kifşê ji wan giliyên wî: “Ewêd ku Xwedê kirine yek, bira meriv ji hevdu neqetîne” (Met. 19:6). w18.12 11 ¶7-8
Çarşem, 11 Mijdar
Nandirûn gelek e, lê pale hindik in (Met. 9:37).
Dereca hine xûşk-bira mecal da wan, wekî derbazî ciyê dûr bin. Nihêrandina wan jî mîna ya Îşaya pêxember e. Çaxê Yehowa ji wî pirsî ku “Ez kî bişînim û wê bo me kî here?”, Îşaya caba Yehowa da: “A vay ez, min bişîne!” (Îşa. 6:8). Lê hûn dixwazin alîkariyê bidine teşkîleta Yehowa? Dereca we dihêle vê yekê bikin? Îsa derheqa belakirina mizgîniyê û hazirkirina şagirta got: “Awa hîvî ji xweyê dirûnê bikin, wekî pala nandirûna xwera bişîne” (Met. 9:38). Hûn dikarin ciyê ku hewcetî heye xizmet kin, mesele ça pêşeng? Yan jî diqewime vê yekêda hûn dikarin alî kesekî bikin. Gelek xûşk-bira dîtin, ku seva hizkirina xwe Xwedêra û merivara nîşan kin, cûrê lape baş ew e ku xizmet kin ça pêşeng wan ciyada, kîderê hewcetiya mizgînvana heye. Hergê mecalê we hene, bidine xebatê seva xizmetiyêda hê zêde bikin. Hergê hûn usa bikin, hûnê şabûneke mezin bistînin. w18.08 27 ¶14-15
Pêşem, 12 Mijdar
Perehizî bira nava jiyîna weda cî negire û destêd weda çiqas heye, razî bin (Îbrn. 13:5).
Kitêba Pîrozda em zelal divînin nihêrandina Yehowa ser dewletîbûnê û hebûkê. Yehowa bona Kurê xwe, dê-bavekî usa bijart ji meriva, yên ku nedewletî bûn (Qan. Kah. 12:8; Lûqa 2:24). Çaxê Îsa hate bûyînê, Meryemê “ew pêçekêda pêça û afirda danî, çimkî mêvanxanêda bona wan cî tunebû” (Lûqa 2:7). Hergê Yehowa bixwesta, dikaribû usa bikira, wekî Îsa cîkî hê başda bihata bûyînê. Lê bona Yehowa ya lape ferz ew bû, wekî Kurê wî malbeteke usada mezin be, bona kîjana Xwedê ciyê pêşin digirt. Ji vê serhatiyê em pêdihesin ku çawa Yehowa dinihêre ser hebûkê. Hine dê-bav zarên xwe hêlan dikin, wekî pey tiştên lapî baş kevin, hergê jî ew yek ruhanîda wanra ziyanê bîne. Lê eşkere ye ku bona Yehowa ya lape ferz ruhaniya me ye, dêmek heleqetiya me tevî wî. Lê nihêrandina we jî mîna ya Yehowa ye? Pê kirên we çi tê kifşê? w18.11 24 ¶7-8
Înî, 13 Mijdar
Xwezî li wî miletî, ku Xudanê wan Yehowa ye (Zeb. 144:15, DT).
Yehowa Kaniya bextewariyê ye, lema ew dixwaze em bextewar bin û ew gelek menî dide me wekî em şa bin (Qan. Dcr. 12:7; Waîz 3:12, 13). Lê yeke vê dinyayêda çetin e bextewar bimînin û şabûna xwe unda nekin. Çira? Çaxê em dikevine tengasiya, mesele hergê merivê meyî nêzîk miriye, yan jî merivekî me ji civatê hatiye derxistinê, yan em ji mêr yan jina xwe qetiyane, yan jî me xebata xwe unda kiriye, ew yek dikare şabûnê ji me bistîne. Usa jî çetin e bextewar bimînin çaxê malda edilayî tune, çimkî her gav şer-dew e. Hin jî çaxê ser xebatê yan mektebêda qerfa me dikin, pey me dikevin, yan me dikine kelê, çetin e bextewar bin. Xêncî vê yekê, sihet-qewata xirab, nexweşiyên kronîkî, û dêprêsiya jî ser me xirab dikare hukum be. Lê Îsa Mesîh hiz dikir, wekî ber dilê merivada bê û wana bextewar ke (1 Tîmt. 6:15; Met. 11:28-30). Îsa wedê Dannasînkirina xweye ser Çiyê, besa wan hunura kir, kîjan ku dikarin alî me bikin ku em bextewar bimînin vê dinya Şeytanda, ku bi tengasiya tije ye. w18.09 17-18 ¶1-3
Şemî, 14 Mijdar
Bona mirîya xwe neherişînin û porê nav çevêd xwe kur nekin (Qan. Dcr. 14:1).
Seva rastiyê bikirin dibeke tiştên lape çetin ku em gerekê biterikînin, ew hene edet û şixulên ku Xwedê xweş nayên (Metlk. 23:23). Hinekara gelek çetin e vê yekê bikin, çimkî berxwe dikevin ku nefer, hevalxebatçî û hevalên wanî nêzîk wê çi bêjin. Îlahî çetin e biterikînin wan edeta, kîjan ku bona miriya dikin. Meselên wan meriva ku bi mêrxasî ew guhastin kirine, dikarin alî me jî bikin. Gelo Efesêda ewên ku koçektî dikirin û paşê bûne Mesîhî, çi kirin seva rastiyê bikirin? Kitêba Pîroz dibêje: “[Wana] kitêbêd xwe top dikirine cîkî û li ber hemûya dişewitandin. Qîmetê wan hesab kirin, pêncî hezar zîv derket (Kar. Şand. 19:19, 20). Ew Mesîhiyên amin qurbanên mezin kirin û keremên pir qîmet qazanc kirin. w18.11 7 ¶15-16
Led, 15 Mijdar
Paşî sunetbûna hemûya zilama, heta ku birînên wan baş bibin, li artêşgehê man (Yêşû 5:8).
Zûtirekê paşî vê yekê, çaxê Îsraêlî çemê Ûrdunêra derbaz bûn, Yêşû rastî mêrekî hat, destê kîjanîda şûr hebû. Ew serokê ordiya Yehowa bû, kîjanî ku gerekê cimeta Xwedê xwey kira (Yêşû 5:13-15). Yêşû ji wî melekî rêberiyên zelal stand, ku çawa Erîhayê hilde bin destê xwe. Ji wan rêberiya hinek dibeke dihatine kifşê ku nelazim û neaqilayî ne. Mesele, Yehowa temî da wan, wekî hemû mêr bêne sinetkirinê. Ew dihate hesabê, wekî çend roj ew mêr wê bêqewat bûna. (Destp. 34:24, 25; Yêşû 5:2). Diqewime ew mêr difikirîn, ku ewana wê çawa malbetên xwe xwey kin, hergê dijmin bikevine zoma wan. Lê nişkêva, ewana pêhesiyan, wekî ji tirsa Îsraêliya derên Erîhayê “zexmî [qayîm] hatibûn girtin” (Yêşû 6:1). Çaxê Îsraêlî ew yek pêhesiyan, hilbet îtbariya wan hindava rêberiya Xwedê hê mezin bû. w18.10 23 ¶5-7
Duşem, 16 Mijdar
Hûn çima vê yekê dikin? Em jî binyata xweda merîne mîna we ne (Kar. Şand. 14:15).
Em ça dikarin milûktiyêda çev bidine Pawlos? Berê ewlin, em gerekê tu car hîviyê nîbin, wekî me hurmet-rûmet kin, yan jî bilind kin seva şixulên me, kîjan ku em bi saya qewata Yehowa dikin. Wê baş be em wan pirsa bidine xwe: “Ez derheqa wan meriva çi difikirim, kîjanara mizgîniyê gilî dikim? Gelo ez firqiyê dikime orta meriva?” Şedên Yehowa nav temamiya dinyayêda wan meriva digerin, yên ku hewcê mizgîniya Xwedê ne. Cara bona wê yekê mera lazim e ziman û eyd-qeydê wan meriva hîn bin, kîjan aliyê gelek merivada têne nimizkirinê. Em tu car nafikirin ku wan meriva baştir in, kêra mizgîniyê gilî dikin. Lê dewsê, em hemû tiştî dikin seva wana fem kin, wekî alî wan bikin, ku mizgîniya derheqa Padşatiyê bigihîje dilê wan. w18.09 5 ¶9, 11
Sêşem, 17 Mijdar
Cihûdayê Celîlê . . . rabû elaleteke giran li pey xwe bir (Kar. Şand. 5:37).
Romaya Cihûda kuştin. Lê xêncî Cihûda û êkstrêmîstên mayîn, Cihûyên din jî gelek hîviya Mesîh bûn, û wana tirê Mesîh wê wana ji hukumetiya Romê aza ke û miletê wan bike cimeteke qewî (Lûqa 2:38; 3:15). Hinek jî difikirîn wekî Mesîh wê padşatiya xwe ser erdê Îsraêlê saz ke. Û hergê usa bûya, bi mîlyona Cihûyên ku bela bibûn li cûre-cûre welata, wê bikaribûna vegeriyana welatê xwe. Bînin bîra xwe, Yûhennayê Nixumdar carekê ji Îsa pirsî: “Tu ew î, yê ku gerekê bihata, yan em hîviya yekî din bin?” (Met. 11:2, 3). Yûhenna dibeke dixwest pêbihesiya, gelo dibeke kesekî din wê xwestinên wan Cihûya bîne sêrî. Du şagirt jî, yên ku ser riya Emwasê rastî Îsa hatin çaxê ew ji mirinê rabû, difikirîn wekî Îsa ye ew kes yê ku wê Îsraêlê aza ke (Lûqa 24:21). Zûtirekê paşî vê yekê, şandiyên Îsa jî ji wî pirsîn: “Xudan, vî zemanîda tê Padşatiya Îsraêlê li wan vegerînî?” (Kar. Şand. 1:6) w18.06 4 ¶3-4
Çarşem, 18 Mijdar
Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike (Metlk. 14:15).
Em gerekê îlahî hingê fesal bin, gava derheqa cimeta Yehowa elametiya dibihên. Tu car bîr nekin, wekî Şeytan buxdana davêje xizmetkarên Xwedê (Eyan. 12:10). Lema jî Îsa pêşda şagirtên xwera got, wekî merivên miqabil wê “her cûre buxdan” bavêjine me (Met. 5:11). Hergê em giliyê wî pişt guhê xweva nevêjin, emê zendegirtî nemînin hergê derheqa cimeta Yehowa tiştên ecêb jî bibihên. Dibek hûn hiz dikin pê êmaîlê û têlê tişta bişînin hevalên xwera. Hergê usa ne, diqewime çaxê hûn serhatî yan deng û besa dibihên, dixwazin evê yekê pêşiyê hûn bela kin. Lê heta ku hûn ewê nemê pê têlê yan jî pê êmaîlê bişînin, pirsê bidine xwe: “Gelo ez niha çi ku dixwazim bela kim, ew înformasiya rast e? Gelo ez her tiştî rast zanim û îzbatkirinên min hene?”. Hergê hûn dudilî ne, lê yeke dixwazin bişînin, hûnê nava xûşk-birada elametiya qelp bela kin. Hê baş e dewsa bitikînin û bişînin, bitikînin ku temiz kin. w18.08 3 ¶3; 4 ¶6-7
Pêşem, 19 Mijdar
Bidin, wera wê bê dayînê (Lûqa 6:38).
Îsa jî dixwaze em bextewar bin, lema hêlan kir ku em merd bin. Gelek meriv merdaniyê dişêkirînin. Rast e ne hemûşk wê bişêkirînin, lê yên ku bişêkirînin, dibeke xwexa jî hêlan bin merd bin. Lema jî firqî tune meriv seva merdaniya me razî bin yan na, em gerekê berdewam kin destvekirî bin. Hûn nizanin hela hê merdaniya biçûk jî, dikare çiqas tiştên baş bike. Merivên ku dilda bi rastî merd in, wê hîviyê nîbin wekî qenciya wan vegerînin. Îsa got: “Gava tu xwarinekê datînî, gazî feqîr, seqet, yêd dikulin û kora ke. Hingê tê xwezilî bî, çimkî ewana nikarin qenciya te li te vegerînin” (Lûqa 14:13, 14). Usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Duayê li merd bê kirinê”. Zebûrda jî tê gotinê: “Xwezî li wî ku xem dike bona yê kesîb” (Metlk. 22:9; Zeb. 41:1). Belê, gava em merdaniyê didine kifşê ku alî meriva dikin, em bextewar dibin. w18.08 21-22 ¶15-16
Înî, 20 Mijdar
Bi temamiya dilê xwe baweriya xwe Yehowa bîne, û îtbariya xwe hişê xwe neyne. Hemû riyên xweda tu Wî nas ke, û ewê hemû riyên te rast ke (Metlk. 3:5, 6, DT).
Belê, îro gelek çetin e înformasiya rast pêbihesin, û bicêribînin. Lê çira? Çimkî îro înformasiya heçî zef yan nerast in yan jî nîvîda rast in, û hin jî gunekariya me jî dibe problêm. Lê wan derecada çi wê alî me bike? Em gerekê prînsîpên Kitêba Pîroz bizanibin û bidine xebatê. Besa xeberê, prînsîpek ew e ku hergê em caba xwe didin pêşiya ku îzbatkirina pêbihesin, ew yek neaqilayî û şermî ye (Metlk. 18:13). Prînsîpeke din jî alî me dike, wekî em her tiştî derbêra bawer nekin, lê bicêribînin hela ew rast e yan na (Metlk. 14:15). Û prînsîpa xilaziyê ew e, ku firqî tune em çiqas wext Mesîhî ne, em gerekê fesal bin, wekî îtbariya xwe hiş-aqilê xwe neynin. Prînsîpên Kitêba Pîroz wê me xwey kin, hergê em îzbatkirinên rast pêbihesin û safîkirinên aqilayî bikin. w18.08 7 ¶19
Şemî, 21 Mijdar
Hê çiqas zêde gerekê em gura Bavê ruhê xweda bin? (Îbrn. 12:9).
Pê nixumandinê em gişkara şedetiyê didin, wekî em para Yehowa ne û ku em hazir in timê gura wîda bin. Çaxê Îsa hate nixumandinê, ewî jî tiştekî usa kir. Dikarin bêjin ewî Yehowara got: “Ez dixwazim xwestina Te biqedînim ya Xwedê” (Zeb. 40:7, 8). Yehowa ça nihêrî ser nixumandina Îsa? Kitêba Pîroz dibêje: “Hema çawa Îsa hate nixumandinê û ji avê derket, ezman vebûn û ewî dît ku ruhê Xwedê mîna kevotkekê hate xwarê û ser wî danî. Û dengekî ji ezmana got: ‘Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me’” (Met. 3:16, 17). Rast e Îsa îda para Bavê xweyî ezmana bû, yeke dilê Yehowa gelek şa bû, çaxê dît ku Kurê wî dixwaze û hazir e emirê xweda qirara Wî bîne sêrî. Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin, hingê jî dilê wî şa dibe, û ew wê ese me kerem ke (Zeb. 149:4). w18.07 23 ¶4-5
Led, 22 Mijdar
Dibe ku em ji vî qeyayî wera avê derxin? (Jimar 20:10).
Çaxê Mûsa got “em”, diqewime ewî ser xwe û Harûn digot. Ew giliyên Mûsa didane kifşê, wekî qedir û hurmet Yehowara neda kifşê, dêmek Wîra, kê ku ew keremet kir. Evê yekê em divînin ji Zebûr 106:32, 33: “Wan Xudan hêrs xistin li ber avêd Mêrîbanê, rûyê wanda serê Mûsa berjêr bû. Wana dilê wî êşandin û wî bi devê xwe zêdezimanî kir” (Jimar 27:14). Çi jî hebû, kirên Mûsa hurmet nedane Yehowa, yê ku hêja bû. Çaxê Yehowa tevî Mûsa û Harûn xeber da, ewî wanra got: “Gotinêd min înkar kirin” (Jimar 20:24). Bi rastî jî ew gunekî gelek giran bû! Pêşiya vê yekê, Yehowa îzin neda temamiya rikinyata Îsraêl ku bikevine Erdê Sozdayî, çimkî ewana miqabilî wî rabûn (Jimar 14:26-30, 34). Lema jî ev yek layîq û rast bû, ku Yehowa Mûsa jî ceza kir bona kirên wîyî nerast. Belê, Yehowa îzin neda Mûsa ku bikeve Erdê Sozdayî. w18.07 14 ¶9, 12; 15 ¶13
Duşem, 23 Mijdar
Qenc e ne goşt bixwî, ne şeravê vexwî û ne jî tiştekî usa bikî, ku birê te bikeve (Rom. 14:21).
Hergê hûn dixwazin tiştekî bikin û zanin îzina we heye, lê fem dikin ku bi vê yekê xûşk yan birak dikare bilikume, gelo hûnê xwe bigirin ji vê yekê? Bêşik, hûnê xwe bigirin, wekî ew xûşk yan bira nelikume. Hine birên me pêşiya ku bihatana ser riya rast, gelek îçke vedixwarin, lê niha terka îçkê dane. Femdarî ye emê tiştekî usa nekin, wekî bibine menî ku ew bira dîsa vegere ser xeysetê xweyî berê (1 Korn. 6:9, 10). Hergê ew bira mêvantî bê mala me, emê tu car zorê wî nekin wekî îçkê vexwe, îlahî hergê ewî safî kiriye ku îda venexwe. Çaxê Tîmotêyo cahil bû, ew qayîl bû wekî wî sinet kin. Rast e ewî wê êşeke çetin bikişanda, lê yeke ew qayîl bû vê yekêra, wekî Cihû, kîjanara ew mizgîniyê bela ke, nelikumin. Tîmotêyo jî mîna Pawlos nedixwest dilê kesekî bêşîne (Kar. Şand. 16:3; 1 Korn. 9:19-23). Lê tu jî hazir î, bona kara merivên mayîn qurbana bikî? w18.06 18-19 ¶12-13
Sêşem, 24 Mijdar
Ezê . . . lêvên paqij bidim neteweyan (Sêfn. 3:9).
Yehowa mala xweye ruhanîda wan meriva nêzîkî xwe dike, nav kîjanada ewî tiştên baş dîtiye û yên ku dilsax in (Yûhn. 6:44). Çaxê hûn cara pêşin nasiya xwe didin merivê ku rastiyêda nîne, hûn gelek tişt derheqa wî nizanin usa nîne? Hûn xêncî navê wî û reng-rûyê wî, dibeke qe tiştekî jî nizanin. Lê çaxê hûn cara pêşin rastî kesekî tên, ku Yehowa nas dike û wî hiz dike, hûn derheqa wî îda gelek tişt zanin. Hergê jî ew kes ji welatekî xerîb e, yan berek û edetên wî ji yên we cude ne, hûn yeke îda êpêce derheqa wî zanin û ew jî derheqa we zane. Mesele, çaxê hûn rastî Şedêkî Yehowa tên, îda zanin wekî ew ser zimanê “paqij” xeber dide, dêmek ser zimanê rastiyê. Hergê jî ew ser zimanekî xerîb xeber dide, yeke hûn zanin ew çi bawer dike û ça dijî, mesele hûn herdu jî Xwedê bawer dikin, nav-namûs dijîn, û baweriya we hindava axiriyêda heye. Ew tenê hine tişt in. Xêncî vê yekê, zanebûna vê yekê alî we dike, wekî îtbariya xwe hevdu bînin û hevaltiya baş û dirêj qazanc kin. w18.12 21 ¶9-10
Çarşem, 25 Mijdar
Heger hûn . . . neyêne sinetkirinê, hûn xilaz nabin (Kar. Şand. 15:1).
Pê rêberiya Mesîh, koma rêberiyê eyan kir, wekî nelazim e Mesîhiyên ne ji miletê Cihû, bêne sinetkirinê (Kar. Şand. 15:19, 20). Lê yeke paşî vê safîkirinê jî, gelek Mesîhiyên Cihû berdewam dikirin zarên xwe sinet kin. Dibeke bal me pirs pêşda tê: “Çira Îsa haqas wext ew pirs nesafîkirî hîşt? Ne paşî mirina wî Qanûna Mûsa hate hildanê?” (Kols. 2:13, 14) Hinekara wede lazim e seva hînî femkirina teze bin. Hine Cihûyên Mesîhîra lazim bû wede, wekî fem kin ku ewana îda bin Qanûnêda nînin (Yûhn. 16:12). Wanra çetin bû qebûl kin vê yekê, ku heleqetiya wane mexsûs tevî Xwedê, îda sinetkirinêva girêdayî nîne (Destp. 17:9-12). Hinek jî ditirsiyan, wekî wê bêne zêrandinê aliyê Cihûyên dinda, çimkî bi vê yekê wê ji wana cude bin (Galt. 6:12). Lê hine wede derbaz bû, û Mesîh bi saya nemên Pawlos hê zêde rêberî da (Rom. 2:28, 29; Galt. 3:23-25). w18.10 24-25 ¶10-12
Pêşem, 26 Mijdar
Qeyafa . . . cihû şîret kiribûn û gotibû: “Hê rind e, bira yek bona cimetê bimire” (Yûhn. 18:14).
Qeyafa nîvê şevê esker şandin ku Îsa bigirin. Îsa zanibû ku şêwira kuştina wî kirine, lema ewî wedê şîva paşin, gote şandiyên xwe ku tevî xwe şûr hildin. Wana du şûr hildan, û ev bona Îsa bes bû wekî derseke ferz wana hîn ke (Lûqa 22:36-38). Paşê îda şev, çaxê Petrûs dît ku bi neheqiyê Îsa digirin, hêrs ket û pê şûr merivek birîndar kir (Yûhn. 18:10). Lê Îsa gote Petrûs: “Şûrê xwe bike cî. Kî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr here” (Metta 26:52, 53). Ew derseke mezin, li gora duayê Îsa bû, ku vê êvarê got wekî ewana gerekê ne ji vê dinyayê bin (Yûhn. 17:16). Tenê îzina Xwedê heye ku bona neheqiyê şer ke. Lema jî em nav hevda edilayê xwey dikin û yektiyêda dimînin. Çaxê Yehowa vê dinya bêtifaqda yektiya nav cimeta xweda divîne, dilê wî gelek şa dibe (Sêfn. 3:17). w18.06 7 ¶13-14, 16
Înî, 27 Mijdar
Ziyayî hêrsa xwe li wê kulfetê rakir û çû, wekî şerê xwe tevî wan zarêd wêye mayîn bike (Eyan. 12:17).
Şeytan xêncî telika, usa jî dixwaze me bide tirsandinê, seva em Yehowara amin nemînin. Mesele, ew dikare serwêra bide xebatê, wekî ewana şixulê meyî belakirina mizgîniyê qedexe bikin. Yan jî ew dikare hevalxebatçî yan jî hevaldersxanên me bide xebatê, seva ewana qerfa me bikin, çimkî em pê prînsîpên Kitêba Pîroz dijîn (1 Pet. 4:4). Ew usa jî dikare neferên mala me bide xebatê, seva ewana rê me bigirin em neçin civata (Met. 10:36). Lê ça em dikarin wan derecada qewî bisekinin? Ya pêşin, em gerekê ecêbmayî nemînin çaxê dikevine wan dereca, çimkî em fem dikin wekî Şeytan tevî me şer dike (Eyan. 2:10). Usa jî em gerekê bîr nekin ev pirsa lape ferz: Şeytan dibêje wekî em Yehowara xizmet dikin, tenê hingê gava mera dest dide, lê tengasiyada emê pişta xwe bidine Xwedê (Îb. 1:9-11; 2:4, 5). Em gerekê timê qewatê ji Yehowa bixwazin, gava rastî cêribandina tên. Tu car em gerekê bîr nekin, wekî Xwedê wê me nehêle (Îbrn. 13:5). w18.05 26 ¶14
Şemî, 28 Mijdar
Tu nizanî kîjan wê şîn be (Waîz 11:6, DT).
Hergê jî em divînin wekî mizgîniya ku em bela dikin nagihîje dilê meriva, em gerekê nefikirin ku şixulê me badîhewa ye. Rast e gelek meriv guh nadine me, lê yeke ewana dîna xwe didine me. Ewana dîna xwe didin kincxwekirina meye layîq, rabûn-rûniştina me û beşera meye xweş. Wede derbaz dibe, û rabûn-rûniştina me dikare çevên wan veke û fikirên nerast hindava me biguhêze. Sêrjîo û Olînda, yên ku pêşeng in, gilî dikin: “Em ji bo nexweşiyê, wedekê nediçûne meydanê. Lê çaxê em vegeriyan, merivên ku ber mera derbaz dibûn, ji me dipirsîn: ‘Hemû tişt baş e? Me bîra we kiriye’”. Rastî jî, heta ku em rihetiyê nadine destê xwe ku toximê Padşatiyê biçînin, em şixulekî qîmet dikin, çimkî “hemû miletara” şedetiyê didin (Met. 24:14). Xêncî vê yekê, em dilşa ne, çimkî zanin wekî Yehowa qebûl dike û hiz dike wana, yên ku “bi sebir berê xwe didin”! (Lûqa 8:15) w18.05 16 ¶16-18
Led, 29 Mijdar
Şikir Xwedê . . . Ew nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me (2 Korn. 1:3, 4).
Yehowa Xwedêyê dildayînê ye. Çaxê însanet kete nava gune û bûne gunekar, Xwedê hingêda nîşan kir wekî ew heye kesê ku berdiliyê dide. Paşî raberîbûna Edenêda, ewî derbêra bi pêxembertiyê mêrxasî û bawerî da zureta Adem, kîjan ku wê paşê bihata dinê. Ev pêxembertî nivîsar e Destpêbûn 3:15-da, kîderê ku Xwedê soz daye, wekî wê “merê berê”, dêmek Şeytan û usa jî hemû kirên wîyî xirab kuta ke (Eyan. 12:9; 1 Yûhn. 3:8). Nuh, xizmetkarê Yehowa, dinyake zulmda dijît, kîderê ku tenê neferên wî Yehowa dihebandin. Dor berê wî hemû meriv zulm û bênamûs bûn û lema ew dikaribû dilteng bûya (Destp. 6:4, 5, 9, 11; Cihûd. 6). Lê Yehowa gote Nuh, wekî ew dixwaze qira vê dinyayê bîne, û rêberî da wî, ku ew çi bike seva neferên xweva xilaz be (Destp. 6:13-18). Belê, Yehowa bona Nuh Xwedêyê dildayînê bû. w18.04 15 ¶1-2
Duşem, 30 Mijdar
Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî (1 Têsln. 5:11).
Diqewime mera çetin e ber dilê kesekîda bên û wî qewî kin, lê bi rastî gelek tişt nelazim e seva vê yekê. Mesele, em dikarin bi beşera xweş kesekî silav kin. Lê hergê ew meriv mera nakene, diqewime problêmên wî hene, û jêra lazim e guh bidinê, usa emê ber dilê wîda bên (Aqûb 1:19). Her kes ji me dikare ber dilê merivada bê. Silêman Padşa nivîsî: “Çiqas xweşe her xeber wextê xweda! Ronaya çeva dil şa dike, mizgînîya xêr jî hestûya dişidîne” (Metlk. 15:23, 30). Pawlos got ku hela hê jî çaxê em tevayî kilamên Padşatiyê distirên, usa em hevdu dilgerm dikin (Kar. Şand. 16:25; Kols. 3:16 ). Em divînin ku roja Yehowa gelek “nêzîk dibe”, mera wê hê zêde lazim be dil bidine hevdu û hev bişidînin (Îbrn. 10:25). w18.04 23 ¶16; 24 ¶18-19