KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es20 rûp. 98-108
  • Cotmeh

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cotmeh
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
  • Binserî
  • Pêşem, 1 Cotmeh
  • Înî, 2 Cotmeh
  • Şemî, 3 Cotmeh
  • Led, 4 Cotmeh
  • Duşem, 5 Cotmeh
  • Sêşem, 6 Cotmeh
  • Çarşem, 7 Cotmeh
  • Pêşem, 8 Cotmeh
  • Înî, 9 Cotmeh
  • Şemî, 10 Cotmeh
  • Led, 11 Cotmeh
  • Duşem, 12 Cotmeh
  • Sêşem, 13 Cotmeh
  • Çarşem, 14 Cotmeh
  • Pêşem, 15 Cotmeh
  • Înî, 16 Cotmeh
  • Şemî, 17 Cotmeh
  • Led, 18 Cotmeh
  • Duşem, 19 Cotmeh
  • Sêşem, 20 Cotmeh
  • Çarşem, 21 Cotmeh
  • Pêşem, 22 Cotmeh
  • Înî, 23 Cotmeh
  • Şemî, 24 Cotmeh
  • Led, 25 Cotmeh
  • Duşem, 26 Cotmeh
  • Sêşem, 27 Cotmeh
  • Çarşem, 28 Cotmeh
  • Pêşem, 29 Cotmeh
  • Înî, 30 Cotmeh
  • Şemî, 31 Cotmeh 
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
es20 rûp. 98-108

Cotmeh

Pêşem, 1 Cotmeh

Tevî yêd digirîn bigirîn (Rom. 12:15).

Em mîna Yehowa û Îsa nikarin dila bivînin, lê yeke em dikarin fem bikin, ku merî çi texmîn dikin û çida wanra alîkarî lazim e (2 Korn. 11:29). Ew dinya xwehiz e, lê em dixwazin ne ku “tenê li kara xwe” bigerin, lê “kara hevalê xwe” (Fîlî. 2:4). Gelek ferz e wekî rûspiyên civatê dilşewat bin. Ewana zanin wekî cabdar in ku miqatî pezên Yehowa bin (Îbrn. 13:17). Rûspî seva ku alîkariyê bidine xûşk-bira, gerekê femkar bin. Lê ewana ça dikarin dilşewatiyê bidine kifşê? Rûspiyê dilşewat bona xûşk-birên xweye civatê wede divîne. Ew pirsa dide wan, paşê bi sebir guh dide wan. Ew yek îlahî ferz e, çaxê xûşk yan bira kela dilê xwe dixwaze birêje, lê nizane ça bêje (Metlk. 20:5). Çaxê rûspî bona xûşk-bira wede divîne, ew yek îtbarî, hevaltî û hizkirina wan hindava wîda hê qewî dike (Kar. Şand. 20:37). w19.03 17 ¶14-17

Înî, 2 Cotmeh

Gotineke cîda mîna sêva zêrîn e li ser zîv qaşkirî (Metlk. 25:11).

Razîbûn yanê şêkirandin mîna xwarineke xweş e, kîjan ku hê xweş dibe, çaxê tevî kesekî dixwî. Belê, çaxê em texmîn dikin, ku meriv kirên me dişêkirînin, em şa dibin, lê çaxê em merivara didine kifşê, ku wana qîmet dikin, em wana bextewar dikin û şa dikin. Çaxê meriv divîne wekî em kirên wî dişêkirînin, ew fem dike wekî cefê wî badîhewa nîbû, lê ewî bi rastî alî me kir. Bi saya vê yekê, orta me û wî merivîda hevaltî hê qewî dibe. Çaxê em merivara pê giliya razîbûna xwe didine kifşê, qîmeta wan giliya mezin e, çawa ku rêza îroyînda tê gotinê. Bidine ber çevê xwe, ku sêva zêr ser zîv qaşkirî çiqas bedew e! Û bifikirin ku ew çiqas wê qîmet be. Lê hûnê çi texmîn kin, hergê pêşkêşeke usa bidine we? Bidine hesabê xwe, giliyên şêkirandinê mîna vê yekê gelek qîmet in. Bi rastî sêva zêr gelek wext dimîne. Usa jî çaxê hûn pê giliya razîbûna xwe kesekîra didine kifşê, ew dikare temamiya emirê xwe giliyên we bîr neke û qîmet ke. w19.02 15 ¶5-6

Şemî, 3 Cotmeh

Meriv bû mîna ji me yekî, qencî û xirabîyê ji hev derdixe (Destp. 3:22).

Çaxê Adem û Hêwayê berê dara qencî û xirabî naskirinê xwarin, bi vê yekê wana eşkere da kifşê, wekî îtbariya xwe Yehowa û qanûnên wî naynin. Wana xwest wekî xwexa safî kin çi qenc e û çi xirab e. Lê dîna xwe bidinê, wana çi unda kir. Wana dostiya xwe tevî Yehowa û jîyîna heta-hetayê unda kirin, û usa jî gune û mirin derbazî zarên xwe kirin (Rom. 5:12). Beramber kin, Adem û Hêwayê ça xwe dane kifşê, lê nemêrê Etyopî xwe ça da kifşê, çaxê Fîlîpo jêra mizgînî şirovekir. Ewî nemêrî kirên Yehowa û Îsa hindava xwe, usa qîmet kir, ku derbêra hate nixumandinê (Kar. Şand. 8:34-38). Çaxê em xwe tesmîlî Xwedê dikin û mîna merivê Etyopî têne nixumandinê, em eşkere eyan dikin, wekî dişêkirînin wan tişta, çi ku Yehowa û Îsa bona me kirine. Em usa jî nîşan dikin, ku îtbariya xwe Yehowa tînin û bawer dikin, wekî tenê hukumê wî heye qanûna dayne ku çi qenc e û çi xirab e. w19.03 2 ¶1-2

Led, 4 Cotmeh

Bêqisûrtiya xwe nahêlim! (Îb. 27:5, DT)

Çi cûreyî xizmetkarên Xwedê bêqisûrtiyê didine kifşê? Ewana bi temamiya dilê xwe Yehowa hiz dikin û jêra amin dimînin, û timê pê kirên xwe dilê wî şa dikin. Kitêba Pîrozda xebera ku hatiye welgerandinê “bêqisûr”, tê hesabê “tam” yan jî “bêkêmasî”. Besa xeberê, çaxê Yehowara heywan qurban dikirin, gerekê heywan bêkêmasî bûna (Qan. Kah. 22:21, 22). Cimeta Xwedêra îzin tune bû, wekî heywanên usa qurban kirana, kîjan mesele, bênig, bêguh, bêçev bûna, yan nexweş bûna. Bona Yehowa gelek ferz bû, wekî ew heywan tam û sax-silamet bûna (Malx. 1:6-9). Em dikarin Yehowa fem kin, ku çira bona wî ew yek ferz bû. Çaxê em dixwazin tiştekî bikirin, mesele êmîş, kitêb, yan jî hacetekê, em naxwazin kêmasiya wî tiştî hebe, yan qul yan jî xirabbûyî be. Em dixwazin ew tişt tam û rind be. Yehowa jî dixwaze, wekî hizkirin û aminiya me hindava wîda, tam û bêkêmasî be. w19.02 3 ¶3

Duşem, 5 Cotmeh

Hînkirina te çiqasî ez hiz dikim! Temamîya rojê ez ser wê difikirim (Zeb. 119:97).

Seva dilê xwe xwey kin, em gerekê ne ku tenê xwe ji hukumê xirab xwey kin, lê usa jî tiştên kêrhatî qebûl kin. Berê ber dergehên şeher dergevan çaxê dijmin didît, dergehên şeher dadida, lê wedê din ewî dergeh vedikirin, seva xwarin û tiştên lazim bikevin şeher. Hergê dergehên şeher tu car venekirana, bineliyên şeher wê birçîna bimirana. Em jî mîna vê yekê gerekê dilê xwe vekin, seva fikirên Xwedê timê ser me hukum kin. Kitêba Pîrozda hene fikir û nihêrandinên Yehowa, lema jî her gav çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em dihêlin wekî fikirên wî ser hiş, êmosiya û kirên me hukum kin. Lê çawa hê zêde karê bistînin ji xwendina Kitêba Pîroz? Dua gelek ferz e, çimkî ew alî me dike wekî em Xebera wîda keremetên wî bivînin (Zeb. 119:18). Em usa jî gerekê bifikirin ser xwendinê. Hergê em dua bikin, bixûnin û ser bifikirin, Xebera Xwedê wê bigihîje dilê me û emê fikirên Yehowa hiz bikin (Metlk. 4:20-22). w19.01 18 ¶14-15

Sêşem, 6 Cotmeh

De werin em bi saya wî timê qurbana pesindayînê bidine Xwedê (Îbrn. 13:15).

Yehowa zane ku fereset û derecên me her kesî ji hev cude dibin, û ew qîmet dike çaxê çiqas jî destê me tê em dikin, seva qurbanê wîra bidin. Bifikirin derheqa wê yekê, ku Yehowa ji Îsraêliya kîjan qurban qebûl dikirin. Destê hine Îsraêliyada hebû seva pez yan bizin qurban kin. Lê Îsraêliyên ku destteng bûn, dikaribûn “du fatimoka yan jî du cûcûkêd kewa” qurban kin. Û hergê kesekî nikaribû ew du çivîk jî bianiya, Yehowa qebûl dikir wekî ewana “pareke êfayê ji deha yek arê xas”, qurban kirana (Qan. Kah. 5:7, 11). Rast e ar diha erzan bû, lê hergê ew ar baş bû, Yehowa qîmet dikir ew qurban. Xwedêyê meyî qenc îro hindava meda jî usa ne. Çaxê em caba xwe didin, ew dewa nake wekî em besa xeberê mîna Apolo gotinbêjên baş bin, yan jî mîna Pawlos xeberdanêda hoste bin (Kar. Şand. 18:24; 26:28). Yehowa dixwaze wekî em her tiştî bikin, seva cabên baş bidin, lê ew ji me dewa nake haqas çiqas em nikarin bikin. Bînin bîra xwe jinebîke belengaz, ya ku du pol qurban kir. Ew jinebî ber çevê Yehowa qîmet bû, çimkî belengaziya xweda ya lape baş qurban kir (Lûqa 21:1-4). w19.01 8-9 ¶3-5

Çarşem, 7 Cotmeh

Bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin (Met. 10:22).

Em ber çevê vê dinê reş in, çimkî em şagirtên Îsa ne. Îsa pêxembertî kir wekî rojên axiriyêda, şagirtên wî wê bêne zêrandinê (Met. 24:9; Yûhn. 15:20). Îşaya pêxembertî kir, wekî dijmin wê me ne ku tenê nefret kin, lê usa jî cûre-cûre çek miqabilî me bidine xebatê. Hine çek ew in: qelpî, buxdan, û zêrandina bêxwedêtî hindava me (Met. 5:11). Yehowa wê wan dijmina nede sekinandinê, ku ewan çeka miqabilî me nedine xebatê (Efes. 6:12; Eyan. 12:17). Lê yeke em gerekê netirsin. Yehowa got wekî tu “çek” ku miqabilî me bê xebitandinê, “wê ji tu karîra nebe” (Îşa. 54:17). Mîna dîwarên ku me ji qewata ba-bagerê xwey dikin, Yehowa jî me xwey dike ji “hilma zordara, DT” (Îşa. 25:4, 5). Dijminên me wê tu car nikaribin rê me bigirin, ku em jîyîna heta-hetayê bistînin (Îşa. 65:17). Hemû dijminên cimeta Xwedê “wê ne tu tişt bin û qir bin” (Îşa. 41:11, 12, DT). w19.01 6-7 ¶13-16

Pêşem, 8 Cotmeh

Ruhê Xudan li ku derê be, li wê derê jî azayî heye (2 Korn. 3:17).

Cahilno, Yehowa azayê hiz dike û kiriye dilê meda jî, wekî azayê hiz bikin. Lê yeke ew usa jî dixwaze wekî hûn azaya xwe rast bidine xebatê, wekî nekevine qeziyê. Dibeke hûn wan meriva nas dikin, yên ku pornografiyayê dinihêrin, bênamûsiyê dikin, sportên xofva mijûl dibin, yan narkotîka û cixarê dikişînin. Bi rastî ewana ji wan tişta wedelû lezetê distînin, lê paşê ew yek ser wan biha rûdinê. Mesele, dibeke nexweş dikevin, tiştên xirabva têne girêdanê, yan jî dimirin (Galt. 6:7, 8). Belê, “azaya” wan derew e û ewana xwexa xwe dixapînin (Tîto 3:3). Besa xeberê, hûn çiqas merî nas dikin, yên ku ji bo vê yekê nexweş ketine, çimkî pê prînsîpên Kitêba Pîroz nejîtine? Eyan e, ku çaxê em gura Yehowa dikin, em karê distînin, sihet-qewata me jî baş e û azaya me jî heye (Zeb. 19:7-11). Hin jî çaxê hûn azaya xwe bi bîlanî didine xebatê, dêmek qanûn û prînsîpên Xwedê hildidine hesab, hûn mecalê didin Xwedê û dê-bavên xwe, wekî îtbariya xwe we bînin û hê zêde azayê bidine we. (Rom. 8:21). w18.12 22-23 ¶16-17

Înî, 9 Cotmeh

Mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek (Destp. 2:24).

Em gişk zanin wekî seva gunê Adem gelek tişt hatine guhastinê. Mesele, mirin derbazî ser hemû meriva bû û ew yek ser zewacê jî hukum bû. Pawlosê şandî Mesîhiyara şirovekir, wekî mirin zewacê dide sekinandin û ku tenê paşî vê yekê mêr yan jina ku tenê dimîne, dikare tezeda bizewice yan mêr ke (Rom. 7:1-3). Qanûna derheqa zewacê ku Xwedê dabû cimeta Îsraêl, tiştên hûr gilî dikir. Mesele, Qanûnê îzin dida ku çend jinên mêrekî hebin. Lê sînor hebûn vê yekêda, tu kesî gerekê ev Qanûn bona kara xwe neda xebatê. Mesele, hergê mêrekî Îsraêlî xwera xulam jintî bistanda û paşê jina duda jî bistanda, ewî gerekê tu car ji jina pêşiyê xwarin, kinc û borcê zewacê kêm nekira. Xwedê dewa dikir, wekî ew lê xwey ke û xweyîtiyê lê bike (Derk. 21:9, 10). Rast e em bin vê Qanûnêda nînin, lê em divînin wekî ber çevê Yehowa zewac qîmet e. Zanebûna vê yekê alî me dike, wekî mîna Xwedê zewacê hurmet kin. w18.12 10 ¶3; 11 ¶5-6

Şemî, 10 Cotmeh

Ji wera bê gotin jî, hûn qet bawer nakin (Hebq. 1:5).

Paşî vê yekê ku Hebaqûq xem û derdên xwe da destê Yehowa, dibeke ew difikirî ku Yehowa niha wê çi bike. Çawa Bavê dilşewat, Yehowa wî sûcdar nekir bona axe-axa wî. Ewî fem dikir ku Hebaqûq ji êşa dilê xwe diçerçire û dilteng e, lema alîkariyê ji wî dixwaze. Lê Yehowa gote wî, wekî ew wê axiriyêda çi bike hindava Cihûyên neamin. Diqewime, Hebaqûq merivê pêşin bû, kîjanîra Yehowa eyan kir ku zûtirekê wê wan merivên zulm ceza bike. Yehowa Hebaqûqra da kifşê, wekî ew hazir e îda tiştekî bike. Cezakirina vê rikiniyata zulm û xirab, îda nêzîk bû. Çaxê Yehowa got wekî “rojê weda” ew yek wê bibe, da kifşê ku wê wedê jîyîna Hebaqûqda biqewime, yan jî wedê wan Îsraêliya ku hingê dijîtin. Belê, caba Yehowa usa nîbû çawa Hebaqûq difikirî. Çi ku Yehowa jêra got, dihate hesabê wekî cimeta Cihûda wê bê cezakirinê. w18.11 15 ¶7-8

Led, 11 Cotmeh

[Xwedê] dixwaze hemû meriv xilaz bin û rastiyê nas kin (1 Tîmt. 2:4).

Hûn ça dinihêrin ser wan meriva, yên ku hê rastiyê pênehesiyane? Pawlosê şandî kinîştada wan Cihûyara mizgînî bela dikir, yên ku îda derheqa Xwedê zanibûn. Mesele, wedê rêwîtiya Pawlose mîsyonêrtî ya pêşin, merivên Lûkayonî wî û Barnabas hesab kirin ji ezman hatî û nav kirin Zews û Hermês dilqê merivada, yên ku xudanên wanî qelp bûn. Lê gelo ew yek dilê Pawlos û Barnabas hat, ku wana usa hurmet û bilind kirin? Ne pêşiya wê yekê, ewana ji bo xizmetiyê şeherên dinda hatibûne zêrandinê? Gelo dibeke ewana fikirîn, wekî seva mizgîniyê bela kin, ew mecaleke baş e, ku Lûkayoniya wana bi cûrekî mexsûs qebûl kirin? Na! Ew yek wana xweş nehat, wana derbêra kincê ser xwe qelaşt û kirine qarînî: “Hûn çima vê yekê dikin? Em jî binyata xweda merîne mîna we ne” (Kar. Şand. 14:8-15). w18.09 4-5 ¶8-9

Duşem, 12 Cotmeh

Hûn nizanin ku yêd neheq wê Padşatiya Xwedê war nebin? . . . Û ji we hinek usa bûn. Lê hûn ji guna hatine şûştinê, . . . hûn rast hatine hesabê (1 Korn. 6:9, 11).

Seva rastiyê qebûl kin û bijîn li gora prînsîpên Kitêba Pîroz, em gerekê hazir bin fikir û rabûn-rûniştina xwe biguhêzin. Dîna xwe bidinê Petrûs derheqa van guhastina çi got: “Mîna zarêd guhdar bin, nebine mîna wî wextê dilxwestinêd xweye nezaniya xweda. Lê . . . pîroz bin nava hemû rabûn-rûniştina xweda” (1 Pet. 1:14, 15). Merivên ku Korintîda dijîtin, gerekê emirê xweda guhastinên mezin bikirana seva rastî bikiriyana, çimkî ew şeher bi bênamûsiyê tijî bû. Îro jî geleka bona rastiyê pişta xwe dane kirên ku Xwedê xweş nayên. Petrûs gote Mesîhiyên ku wedê wîda dijîtin: “Besî we ye, ku we wextê jiyîna xweye bihurîda li gora xwestina pûtparista derbaz kiriye, hûn pey heramiyê, temxwestinêd xirab, pey-vexwarinê, kûçiksantiyê, serxweşiyê û pûtparistiya kirêt ketibûn” (1 Pet. 4:3). w18.11 6 ¶13

Sêşem, 13 Cotmeh

Ewêd ku bona jiyîna heta- hetayê kifşkirî bûn, bawer kirin (Kar. Şand. 13:48).

Em ça dikarin têderxin, hela kê hazir e mizgîniyê qebûl ke? Çawa qirna yekêda, îro jî em dikarin wan meriva bivînin, gava şedetiyê bidin. Îsa gote şagirtên xwe: “Çi bajar yan gundê ku hûn bikevinê, maleke hêja bibînin” (Met. 10:11). Em hîviyê nînin wekî merivên durû, qure, yan jî yên ku nafikirin derheqa heleqetiya xwe tevî Xwedê, wê guh bidine mizgîniyê. Em merivên dilsax, milûk û ruhanîda birçî digerin. Ewê yekê em dikarin beramberî pêşê Îsa bikin. Mesele, çawa necar, pêşiyê ewî gerekê darekî baş bijbarta, seva tiştên navmal, derî, nîr, yan jî tiştên din çêkira. Gava ewî dar îda dijbart, qutiya hacetên xwe hildida, zanebûna xwe dida xebatê û destpêdikir tişta çêke. Em jî pêşiyê merivên dilsax digerin, paşê îda hacet, fereset û zanebûna xwe didine xebatê, seva alî wan bikin, ku bibine şagirt (Met. 28:19, 20). w18.10 12 ¶3-4

Çarşem, 14 Cotmeh

Fîlîpo jî berjêrî bajarekî Sameryayê bû, wanra bona Mesîh dannasîn dikir (Kar. Şand. 8:5).

Fîlîpoyê mizgîndar meseleke baş hîşt vê yekêda, ku wedê guhastina, xizmetiyêda xîreta xwe unda nekir. Orşelîmêda ewî cabdariya teze stand, lê paşê nişkêva tiştek qewimî. Steyfan hate kuştinê, û paşî vê yekê Orşelîmêda miqabilî Mesîhiya zêrandineke giran destpêbû (Kar. Şand. 6:1-6). Ji bo vê yekê, Mesîhî ji wêderê revîn û hev bela bûn. Lê hiş-aqilê Fîlîpo dîsa jî ser xizmetiyê bû, lema ew çû Sameryayê, seva mizgîniyê bela ke wan merivara, yên ku mizgînî hê nebihîstibûn (Met. 10:5; Kar. Şand. 8:1). Fîlîpo hazir bû here hemû ciya, kîderê ku ruhê Xwedêyî pîroz rêberî wî bikira. Lema Yehowa wî da xebatê seva wêderê mizgîniyê bela ke, kîderê meriva hê nebihîstibûn. Cihû merivên Samerî ber tiştekîva hesab nedikirin û hindava wanda nebaş bûn. Lê Fîlîpo firqî nedikire orta meriva û ew yek dilê Sameriya dihat. Kitêba Pîroz dibêje, wekî elaletê “bi dil” guh dida Fîlîpo (Kar. Şand. 8:6-8). Fîlîpo yeke xîreta xwe unda nekir, û lema Yehowa wî û malbeta wî gelek kerem kir (Kar. Şand. 21:8, 9). w18.10 30 ¶14-16

Pêşem, 15 Cotmeh

Bira em bona hevdu xem bikin, wekî hizkirinê û qencîkirinêda hêlana bidine hev (Îbrn. 10:24).

Carekê çaxê Îsa rêgîona Dêkapolîsêda bû, cimetê “merivekî ker û lal anîne cem wî” (Marq. 7:31-35). Îsa ew meriv ber cimetê qenc nekir, lê “ew meriv ji elaletê qetand”, paşê qenc kir. Çira ewî usa kir? Ewî merivî wê xwe nava elaletêda xirab texmîn kira, çimkî ker-lal bû. Lema dibeke Îsa wî başqe qenc kir. Rast e em mîna wî nikarin kerema bikin, lê em gerekê bona hewcên xûşk-bira xem bikin û bikevine heyra wan. Îsa fem dikir ku ew merivê ker-lal ça xwe texmîn dikir û anegorî vê yekê hindava wîda nerm û qenc bû. Em jî bona yên emirda mezin û yên nexweş gerekê xem bikin. Civata Mesîhîtî eyan e pê hizkirina usa, ku nakeve heyra xwe (Yûhn. 13:34, 35). Ew hizkirin me hêlan dike aliyê xweda her tiştî bikin, seva alî xûşk-birên emirda mezin û yên seqet bikin, wekî ewana bêne ser civata û xizmetiyê. Hergê jî taqeta wan tune gelek tişt bikin, yeke em bi hizkirinê alî wan dikin (Met. 13:23). w18.09 29-30 ¶7-8

Înî, 16 Cotmeh

Bira ji me her kes aliyê qenciyêda li hevalê xwe xweş bê, ku baweriyêda bişide (Rom. 15:2).

Her xizmetkarekî Yehowa qîmet e bona wî û Îsa, yê ku emirê xwe da ça kirîn seva me (Galt. 2:20). Em xûşk-birên xweye ruhanî gelek hiz dikin û dixwazin bona wan bi dil û can xem bikin. Seva ku wana geş kin, em gerekê “hindava hevda ser nêta edilayiyê û bawerî avakirinê bin” (Rom. 14:19). Em gişk gelek hîviya wî wedeyî ne çaxê dinya bibe Cinet, û emê tu car îda bona tu tiştî dilteng nebin! Wêderê ne nexweşî, ne şer, ne mirin, ne peyketin, ne çetinayên malbetêda, ne jî dilşikestîbûn wê tunebe. Çaxê Hezarsaliya Padşatiya Îsa derbaz be, însanet wê bigihîje kamilbûnê. Ewên ku cêribandina xilaziyêda amin bimînin, wê bibine zarên Yehowa Xwedê ser erdê û “tevî azayî û rûmeta zarêd Xwedê bin” (Rom. 8:21). Lema were em gişk pê hizkirinê hevdu bişidînin û alî hevdu bikin bigihîjine nêta baş ku kerema tîne. w18.09 14 ¶10; 16 ¶18

Şemî, 17 Cotmeh

Hînkirina te çiqasî ez hiz dikim! Temamîya rojê ez ser wê difikirim (Zeb. 119:97).

Lêkolînkirina Xebera Xwedê, tenê xwendina sera-bera û kifşkirina cabên pirsa nîne. Çaxê em lêkolîna dikin, em pêdihesin derheqa Yehowa, rêyên wî û fikirên wî. Paşê, em dixwazin têderxin û fem kin, çira Yehowa filan temiyê dide yan jî filan tiştî qedexe dike. Em usa jî difikirin, ku gerekê emir û fikirên xweda çi guhastina bikin. Rast e wedê lêkolînkirinê dibeke emê hema carekêra nikaribin ser wan hemû tişta bifikirin, lê yeke emê karê bistînin, hergê wedê lêkolînê nîvê wede xerc kin, seva bifikirin ser xwendina xwe (1 Tîmt. 4:15). Çaxê em timê ser Xebera Xwedê difikirin, em destpêdikin fem kin û dudilî nebin, wekî fikir û nihêrandina Yehowa ser tişta bêqisûr e. Em îda ser tişta pê çevê wî dinihêrin û nihêrandina wî qebûl dikin. Hiş-aqilê me “nû” dibe û cûrê fikirandina me tê guhastinê (Rom. 12:2). Usa hêdî-hêdî fikirên Yehowa dibine fikirên me. w18.11 24 ¶5-6

Led, 18 Cotmeh

Em tevayî bona Xwedê dixebitin (1 Korn. 3:9).

Qirna yekêda Pawlos ser xwe û ser hine Mesîhiya got, wekî ewana hevalxebatkarên Xwedê ne, çimkî wana dadiçikand û avdidan toximên Padşatiyê (1 Korn. 3:6). Îro em jî “bona Xwedê dixebitin”, çimkî bi merdanî wedê xwe, tişt û qewata xwe didine xebatê, seva şixulê wî bînin sêrî. Ew rastî jî bona me qedirekî mezin e! Çaxê em bi merdanî qewat û wedê xwe bona xizmetiyê xerc dikin, em şabûneke mezin distînin. Gelek xûşk-bira ewê yekê texmîn dikin û kerema distînin, îlahî çaxê tevî kesekî hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin. Ewana bextewar dibin çaxê divînin ku şagirt çawa şa dibin, gava rastiyên Kitêba Pîroz fem dikin, baweriyêda qewî dibin, guhastina dikin û merivên dinra jî derheqa rastiyê gilî dikin. Îsa usa jî şabûneke mezin stand çaxê 70 mizgînvan, ku çûne mizgîniyê bela kin, “bi eşq û şa vegeriyan”, çimkî xizmetiyêda qewimandinên gelek baş hebûn (Lûqa 10:17-21). w18.08 20 ¶11-12

Duşem, 19 Cotmeh

Yê ku îtbariya xwe dilê xwe tîne, bêfem e (Metlk. 28:26, DT).

Hergê em destpêkin îtbariya xwe hiş-aqilê xwe û femkariya xwe bînin, em dikarin bikevine telikê. Hingê em îda dikarin bifikirin, wekî em filan derecê rind zanin û her tiştî fem dikin, hergê jî hemû îzbatkirinên me tune ne. Usa jî çaxê civatêda kesek me dide xeydandinê, hingê jî em dikarin şaşiyê berdin û înformasiya nerast bawer kin. Hergê em xeydê dilê xweda xwey kin û timê ser vê yekê bifikirin, em dikarin îda bi şikê binihêrin ser wê xûşkê yan jî bira. Hin jî hergê kesek mera derheqa wî merivî, kîjanî em dane xeydandinê, tiştên nebaş bêje, em dikarin derbêra bawer kin. Lê çi ders vê derecêda lazim e em hîn bin? Hergê em bihêlin wekî dilê me bimîne ser xûşk-birên me, em dikarin îda bêy îzbatkirin tiştên nerast derheqa wan bawer kin (1 Tîmt. 6:4, 5). Em gerekê tu car nehêlin wekî dilê meda hevsûdî û kumreşî hebe. Em gerekê derbêra tiştên xirab ji dilê xwe derxin, û bîr nekin wekî Yehowa ji me dewa dike, ku em xûşk-bira hiz bikin û bi dil bibaxşînine wan (Kols. 3:12-14). w18.08 6 ¶15; 7 ¶18

Sêşem, 20 Cotmeh

Ezman û . . . erd û hemû çi li ser e yê [Yehowa ye, DT] (Qan. Dcr. 10:14).

Hemû meriv yên Yehowa ne, çimkî ewî ewana efirandin (Zeb. 100:3; Eyan. 4:11). Lê yeke nava temamiya terîxiya însanetêda, Xwedê hine meriv başqe kirine, yên ku bi cûrê mexsûs para wî ne. Mesele, Zebûra 135-da ser xizmetkarên Yehowa wedê Îsraêla berê, tê gotinê ça “milkê” wî (Zeb. 135:4). Usa jî kitêba Hoseyada hatibû pêxembertîkirinê, wekî merivên ji ne miletê Îsraêlî jî wê bibine cimeta Yehowa (Hos. 2:23). Ew pêxembertiya Hoseya hate sêrî çaxê Yehowa merivên ji ne miletê Cihû bijart, seva tevî Îsa padşatiyê bikin (Kar. Şand. 10:45; Rom. 9:23-26). Ew “miletê buhurtî” milkê Yehowayî mexsûs e. Ewana bi ruhê pîroz kifşkirî ne û hatine bijartinê bona jîyîna ser ezmana (1 Pet. 2:9, 10). Lê em çi dikarin bêjin derheqa Mesîhiyên îroyîn, yên ku hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê ne? Yehowa wana jî hesab dike ça cimeta xwe û bijartiyên xwe (Îşa. 65:22). w18.07 22 ¶1-2

Çarşem, 21 Cotmeh

Mesîh Îsa ser çi nêt-fikirê bû, ji we her kes jî usa bifikire . . . Xwexa xwe şkênand, kete binyata xulamekî (Fîlî. 2:5, 7).

Em çawa Mesîhî usa jî çev didine Îsa, kîjan ku merdaniyêda mera mesela mezin hîştiye (Met. 20:28). Wê baş be her kes ji me pirsê bide xwe: “Gelo ez dikarim hê zêde çev bidime Îsa?” (1 Pet. 2:21) Yehowa xweş tê çaxê em çev didine wî û Kurê wî, gava xem dikin bona halxweşiya meriva, û mecala digerin seva alî wan bikin. Gava Îsa meteloka derheqa Samerî anî, ewî da kifşê ku çiqas ferz e alî meriva bikin, firqî tune ewana kê ne û ji kîderê ne (Lûqa 10:29-37). Tê bîra we çira Îsa ew metelok gilî kir? Cihûkî pirs da wî: “Hevalê min kî ye?” Caba Îsa dide kifşê ku hergê em dixwazin wekî Yehowa ji me razî be, em gerekê mîna wî merivê Samerî bi dil merd bin. w18.08 19 ¶5-6

Pêşem, 22 Cotmeh

Milyaket wêva xuya bû û gotê: “Silav li te qîzika kerem lê bûyiyê, Xudan tevî te ye” (Lûqa 1:28).

Gelo Yehowa dîsa ça Meryemêra da kifşê qebûlkirina xwe seva vê yekê, ku ewê Kurê wî bi aminî xwey dikir û mezin dikir? Xwedê kirên wê û giliyên wê Xebera Xweda daye nivîsarê. Dibeke Meryemê nikaribû tevî Îsa rêwîtî bikira wedê xizmetiya wî, ku sê sal nîva kişand. Diqewime ew hingê jinebî bû û Nisretêda ma. Rast e ewê nikaribû tevî wî here, lê ew wedê mirina Îsa wêderê bû (Yûhn. 19:26). Paşê, Meryem tevî şagirtên din Orşelîmêda bû, gava ruhê pîroz hate ser wan (Kar. Şand. 1:13, 14). Ewê jî dibeke ruhê pîroz stand, çaxê wêderê bû. Hergê ew yek usa bû, ew tê hesabê wekî ewê dîsa jî qedirekî mezin stand, dêmek wê tevî Îsa heta-hetayê ser ezmana be. Rastî jî Xwedê bona xizmetiya wêye amin çiqas wê kerem kir! w18.07 9 ¶11; 10 ¶14

Înî, 23 Cotmeh

Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin (1 Korn. 10:31).

Îsa wedê xizmetiya xwe prînsîp didane xebatê, seva şagirtên xwe hîn ke, wekî ewana fem kin, ku fikir û şixul çi axiriyê dikarin bînin. Besa xeberê, ewî got ku hêrs dikare mêriv berbi zorbetiyê bive, lê temê xirab, dêmek fikirên bênamûsî mêriv berbi bênamûsiyê bivin (Met. 5:21, 22, 27, 28). Seva ku îsafa me rast bixebite, em gerekê bihêlin, wekî prînsîpên Xwedê rêberiyê me bikin, û usa emê pê kirên xwe şikiriyê bidine Xwedê. Rast e îsafa Mesîhiya pê Kitêba Pîroz hînkirî ye, lê nihêrandina her kesî ser hine tişta dikare ji hev cude be. Mesele, derheqa îçkevexwarinê. Kitêba Pîroz îçkevexwarinê qedexe nake, lê dibêje wekî xwe dûr bigirin ji gelek îçkevexwarinê û serxweşîbûnê (Metlk. 20:1; 1 Tîmt. 3:8). Lê gelo ev tê hesabê, wekî Mesîhiyê ku îçkê hindikî vedixwe, gerekê xema wî ser tiştekî din nîbe? Na. Dibeke îsaf wî naçerçirîne, lê ew usa jî gerekê îsafa merivên din hilde hesab. w18.06 18 ¶10-11

Şemî, 24 Cotmeh

Hevza xwe ji hevîrtirşkê fêrisiya û usa jî yê Hêrodes bikin (Marq. 8:15).

Îsa şagirtên xwe şîret kir, wekî ewana ji hevîrtirşk, dêmek ji hînkirina Fêrisiya, Sadûqiya û peyçûyê Hêrodes, xwe dûr bigirin (Met. 16:6, 12). Hewas e ku Îsa ew şîret da şagirtên xwe, paşî vê yekê çaxê cimetê dixwest wî bikine padşê xwe. Çaxê rêlîgiya tevî polîtîkê dibe yek, gelek car ew dibe meniya zorbetiyê. Lê Îsa şagirtên xwe şîret kir, ku ewana gerekê bi temamî tevnebûyînê xwey kin. Ew yek bû menî ku serekkahîn û Fêrisiya şêwira kuştina Îsa kirin. Îsa bona wan ça konkûrênt bû, ewana ditirsiyan ku ji bo wî hukum û ciyê xwe unda kin. Wana digot: “Heger em wî aha bihêlin, hemû wê baweriya xwe wî bînin û romayî jî wê bên, ciyê meyî pîroz wêran kin û koka miletê me jî bînin” (Yûhn. 11:48). Lema paşê Qeyafa Serekkahîn rêberî kir, wekî Îsa bê kuştinê (Yûhn. 11:49-53; 18:14). w18.06 6-7 ¶12-13

Led, 25 Cotmeh

Hizkirina we hilekarî nîbe (Rom. 12:9).

Telikeke Şeytan ku gelek meriv dikevinê, ew heye sêrbazî. Îro xêncî rêlîgiyên qelp, Şeytan usa jî cûre-cûre wedederbazkirina dide xebatê, seva merivara hewas be derheqa cina pêbihesin. Mesele, fîlm, lîstikên elektronîkî, mêdiya, sêrbaziyê û koçektiyê eyan dikin ça tiştekî baş. Lê ça em dikarin xwe xwey kin seva nekevine vê telikê? Teşkîleta Xwedêda em gerekê hîviyê nîbin, ku mera wê bê gotinê kîjan wedederbazkirin cayîz e kîjan na. Her kes ji me gerekê li gora prînsîpên Xwedê îsafa xwe hîn ke (Îbrn. 5:14). Lê emê bijartinên bîlan bikin, hergê şîreta Pawlosê şandî, ku rêza îroyînda nivîsar e, bidine xebatê. Em dikarin pirsê bidine xwe: “Gelo bijartinên min bona wedederbazkirinê wê nîşan kin, wekî ez durû nînim? Hergê ew meriv, tevî kîjanî ez hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikim, yan jî serlêdana dubare dikim, bivînin ez kîjan wedederbazkirinê dijbêrim, wê çi bifikirin?” Kirên me çiqas anegorî xeberdana me bin, haqas wê mera hêsa be nekevine telikên Şeytan (1 Yûhn. 3:18). w18.05 25 ¶13

Duşem, 26 Cotmeh

Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye (Rom. 10:1).

Ça em dikarin çev bidine Pawlos? Ya pêşin, em gerekê bi dil bixwazin merivên usa bivînin, yên ku “bona jiyîna heta-hetayê kifşkirî” ne. Ya duda, em bi dua ji Yehowa hîvî dikin, wekî dilê merivên helal veke (Kar. Şand. 13:48; 16:14). Xûşkeke me bi navê Sîlvîana, ya ku weke 30 sala pêşeng e, dibêje: “Ez pêşiya ku herim mal bi mal xizmet kim, ez Yehowara dua dikim seva nihêrandina pozîtîv bide min”. Usa jî em Xwedêra dua dikin, wekî milyaketên wî rêberiyê me bikin ku em merivên dilsax bivînin (Met. 10:11-13; Eyan. 14:6). Dîna xwe bidinê, birakî me bi navê Robêrt ku 30 sala zêdetir ça pêşeng e, çi dibêje: “Hevkarî tevî milyaketên ku haş jîyîna xweyên mala hene, rastî jî tiştekî mexsûs û hewas e”. Ya sisiya, em gerekê nav merivada tiştên baş bivînin. Birakî me bi navê Karl ku rûspî ye, dibêje: “Ez dîna xwe didime her nîşaneke biçûk jî ku dikare eyan ke merivê helal, besa xeberê diqewime beşera wîyî xweş, yan jî pirseke helal”. Belê, mîna Pawlos em jî dikarin bi sebir ber bidin. w18.05 15 ¶13; 16 ¶15

Sêşem, 27 Cotmeh

Bira em bona hevdu xem bikin . . . , dil bidine hev û hê zêde, çimkî em dibînin ku roja axretê nêzîk dibe (Îbrn. 10:24, 25).

Em gelek şa dibin çaxê pêdihesin, wekî ew merivên ku me alî wan kiriye, amin dimînin. Yûhennayê şandî nivîsî: “Şabûna mine ji vê mestir tune, çaxê dibihêm ku zarêd min nava rastiyêda dijîn” (3 Yûhn. 4). Gelek pêşeng zef qewî dibin, çaxê pêdihesin ku ew meriv, kîjanara wana alîkarî daye ku bêne ser riya rast, berdewam dikin amin bimînin û dibeke bûne pêşeng jî. Lema jî çaxê em divînin ku pêşeng dilteng e, em dikarin kirên wîyî baş bînin bîra wî, çaxê ewî alîkarî daye yên mayîn. Gelek berpirsiyarên mihalê dibêjin, ku ewana û jinên wan gelek dilgerm dibin, çaxê nemên razîbûnê distînin ji xûşk-bira paşî teseliya civatê. Rûspî, mîsyonêr, pêşeng û xizmetkarên Beytelê jî gelek şa dibin û qewî dibin, çaxê xûşk-bira pê giliya razîbûna xwe wanra didine kifşê. w18.04 23 ¶14-15

Çarşem, 28 Cotmeh

[Padşa] bira kulfet zêde [neke], wekî dilê wî nexalife (Qan. Dcr. 17:17).

Silêman ew qanûn pişt guhê xweva avît, û axiriyêda 700 jinên wî û 300 cariyên wî hebûn (1 Padş. 11:3). Gelek jinên wî ji miletê Îsraêlî nîbûn, û xudanên qelp dihebandin. Û Silêman bi vê yekê jî gura qanûna Xwedê nekir ku jinên xerîb stand (Qan. Dcr. 7:3, 4). Dilê Silêman hindava qanûnên Yehowa hêdî-hêdî sar bû, û axiriyêda ewî tiştên xirab kir. Silêman bona xudanên qelp Astartiya û Kemoş, gorîgeh ava kir. Ewî hela hê jî tevî jinên xwe pûtparistî kir. Ewî ew gorîgeh hema ber Orşelîmê ser bilindcî ava kir, kîderê ku ewî xwexa bona Yehowa paristgeh ava kiribû (1 Padş. 11:5-8; 2 Padş. 23:13). Diqewime Silêman xwexa xwe dixapand, wekî Yehowa çevê xwe dadide ser kirên wîyî xirab, çimkî ewî dîsa jî berdewam dikir paristgeha wîda qurbana bide. Lê Yehowa tu car ser xirabiyê çevê xwe danade. w18.07 18-19 ¶7-9

Pêşem, 29 Cotmeh

Baweriyê mîna mertalê bigirine xwe, bi kîjanê hûnê bikaribin hemû tîrêd agiriye ku Yê Xirab davêje, bitemirînin (Efes. 6:16).

Hine “tîrêd agiriye” ku Şeytan dikare bavêje ser te, ew heye derewên derheqa Yehowa, yançi ew bona te xem nake û te hiz nake. Îdê ku 19 salî ye, derheqa xwe difikire wekî ew nehêjayî hizkirina Xwedê ye. Ew dibêje: “Gelek car ez difikirim, ku Yehowa ji min dûr e û naxwaze bibe Dostê min”. Lê gelo Îdê ça şer dike tevî wan fikira? Ew gilî dike: “Civat gelek baweriya min dişidînin. Berê ez ser civata rûdiniştim û min tu car caba xwe nedida, çimkî difikirîm ku tu kes wê nexwaze min bibihê. Lê niha, ez bona civatê xwe hazir dikim û du yan sê cara caba xwe didim”. Serhatiya Îdê rastiya ferz eyan dike: Berê mertalên ku didane eskera, çapa wan standart bû, lê bawerî usa nîne, çimkî baweriya me dikare yan zêde be yan jî kêm be, ew yek meva girêdayî ye (Met. 14:31; 2 Têsln. 1:3). Lema jî em gerekê aliyê xweda her tiştî bikin, wekî baweriya xwe timê qewî kin! w18.05 29-30 ¶12-14

Înî, 30 Cotmeh

Ez çi gerekê bikim ku xilaz bim? (Kar. Şand. 16:30).

Serwêrê kelê tenê paşî erdhejê nihêrandina xwe guhast û alîkarî xwest (Kar. Şand. 16:25-34). Îro jî çaxê halê meriva nişkêva tê guhastinê, ewana hingê dikarin guh bidine mizgîniyê û bixwazin alîkariyê bistînin. Dibeke nişkêva wana xebata xwe unda kirine û nizanin çi bikin. Hinek jî bînteng dibin, çimkî pêhesiyane ku nexweşiya wane giran heye, yan jî dilşkestî ne, çimkî merivê xweyî nêzîk unda kirine. Bal wan meriva pirsên nêta emirva girêdayî dikarin pêşda bên, derheqa kîjanî ku berê ne jî fikirîne. Diqewime ewana hela hê jî difikirin: “Ez gerekê çi bikim wekî xilaz bim?” Gava em rastî wan meriva tên, ewana dikarin guh bidine mizgîniya meye şa, ku wana emirê xweda tu car nebihîstiye. Lema jî hergê em bi aminî berdewam kin mizgîniyê bela kin, emê bikaribin berdiliyê bidine meriva, gava ewana hazir bin guh bidine me û berdiliya me qebûl kin (Îşa. 61:1). w18.05 19-20 ¶10-12

Şemî, 31 Cotmeh 

Ruhê Xudan li ser min e, çimkî ewî ez bi rûnkirinê kifş kirim, wekî mizgîniyê bidim (Lûqa 4:18).

Îro Şeytan çevê heçî zef meriva kor kiriye. Ewana ne jî têderdixin wekî xulamên rêlîgiya qelp, hebûkê, û polîtîkê ne (2 Korn. 4:4). Bona me qedirekî gelek mezin e, ku mîna Îsa alî meriva bikin seva ewana derheqa Yehowa pêbihesin û jêra xizmet kin (Met. 28:19, 20). Ew şixuleke nehêsa ye, û gelek çetinayî jî hene. Hine ciyada, meriv dibine bêtalaş û hela hê jî gelek hêrs. Lê her kes ji me gerekê pirseke usa bide xwe: “Gelo ez dikarim azaya xwe usa bidime xebatê seva hê zêde Yehowara xizmet kim?” Em qewî dibin çaxê divînin ku gelek xizmetkarên Xwedê têderdixin, wekî axirî gelek nêzîk e û emirê xwe sivik dikin seva xizmetiya hertim destpêkin (1 Korn. 9:19, 23). Hinek mihala xweda xizmet dikin, hinek jî derbazî cîkî din dibin kîderê hewcetî heye. Rastî jî çiqas baş e ku gelek xûşk-bira azaya xwe bi bîlanî didine xebatê, û Yehowara xizmet dikin (Zeb. 110:3). w18.04 11-12 ¶13-14

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin