KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es20 rûp. 88-98
  • Îlon

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îlon
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
  • Binserî
  • Sêşem, 1 Îlon
  • Çarşem, 2 Îlon
  • Pêşem, 3 Îlon
  • Înî, 4 Îlon
  • Şemî, 5 Îlon
  • Led, 6 Îlon
  • Duşem, 7 Îlon
  • Sêşem, 8 Îlon
  • Çarşem, 9 Îlon
  • Pêşem, 10 Îlon
  • Înî, 11 Îlon
  • Şemî, 12 Îlon
  • Led, 13 Îlon
  • Duşem, 14 Îlon
  • Sêşem, 15 Îlon
  • Çarşem, 16 Îlon
  • Pêşem, 17 Îlon
  • Înî, 18 Îlon
  • Şemî, 19 Îlon
  • Led, 20 Îlon
  • Duşem, 21 Îlon
  • Sêşem, 22 Îlon
  • Çarşem, 23 Îlon
  • Pêşem, 24 Îlon
  • Înî, 25 Îlon
  • Şemî, 26 Îlon
  • Led, 27 Îlon
  • Duşem, 28 Îlon
  • Sêşem, 29 Îlon
  • Çarşem, 30 Îlon
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
es20 rûp. 88-98

Îlon

Sêşem, 1 Îlon

We ew nedîtiye, lê hûn wî hiz dikin (1 Pet. 1:8).

Dilê Îsa şewitî çaxê ewî dît, ku Merta û Meryemê derd dikişandin ji bo mirina birê xwe Lazar. Dilê Îsa usa êşiya, ku ew “giriya” (Yûhn. 11:32-35). Îsa giriya ne bona wê yekê ku hevalê xweyî nêzîk unda kir, çimkî zanibû wekî wê wî ji mirinê rake. Bi rastî, Îsa giriya çimkî fem dikir û texmîn dikir êşa dilê hevalên xweyî delal. Em dilbîniyê distînin ji vê yekê ku zanin, wekî Îsa hindava merivada dilşewat bû. Em wî hiz dikin, çimkî ewî bona meriva xem dikir. Em zanin ku niha ew Padşatiya Xwedêda padşatiyê dike, û ew yek dilbîniyê dide me. Zûtirekê ew wê hemû kul-derda bide hildanê. Îsa xwexa ser erdê dijît ça merî û lema ew dikare diha baş alî însanetê bike û wana ji hemû zîyana ku serwêrtiya Şeytan aniye, xilaz ke. Bi rastî ew keremeke mezin e, ku Serwêrekî meyî usa heye, ku “tengasiyêd meda” dilê wî ser me dişewite (Îbrn. 2:17, 18; 4:15, 16). w19.03 17 ¶12-13

Çarşem, 2 Îlon

Tu kes nikare bê cem min, heta Bavê ku ez şandime, wî berbi min nekişîne (Yûhn. 6:44).

Em meriva derheqa Xwedê hîn dikin, lê şixulê lape ferz em nakin, Xwedê dike (1 Korn. 3:6, 7). Tenê Yehowa meriva nêzîkî xwe dike. Axiriyêda dilê merivava girêdayî ye, ku mizgîniyê qebûl kin yan na (Met. 13:4-8). Bîr nekin, Îsa dinyayêda Mamostayê lapî baş bû, lê yeke gelek meriva mizgîniya wî qebûl nekirin! Lema jî em gerekê berxwe nekevin, ku gelek meriv guh nadine me û mizgîniyê naxwazin. Emê berên baş bistînin, hergê xizmetiyêda dilşewatiyê nîşan kin. Emê ji xizmetiya xwe hê zêde şabûnê bistînin, çimkî merdaniyê didine kifşê. Û em alî merivên dilsax dikin, nihêrandina kîjana hindava jîyîna heta-hetayê rast e, seva wanra hêsa be mizgîniyê qebûl kin (Kar. Şand. 13:48). Lema jî were “heta ku wext destêd meda ye, hemûyara qenciyê bikin” (Galt. 6:10). Hingê emê şabûnê bistînin, çimkî usa emê rûmetê bidine Bavê xweyî ezmana (Met. 5:16). w19.03 25 ¶18-19

Pêşem, 3 Îlon

Nava civînêda pesinê te bidim (Zeb. 22:22).

Dawid Padşa nivîsî: “Xudan mezin e, hêjayî gelek pesina ye” (Zeb. 145:3). Ewî Yehowa hiz dikir û ewê hizkirinê wî hêlan dikir, wekî “nava civînêda” pesina bide Xwedê (1 Dîr. 29:10-13; Zeb. 40:5). Îro em dikarin civatêda pesina bidine Yehowa, ku civatêda caba xwe bidin. Her kes ji me dişêkirîne çaxê xûşk-bira caba xwe didin. Hewasa me tê çaxê zara biçûk bi dil caba kin dide. Usa jî dilê me digire gava em dibihên, wekî kesek tiştên qîmet ku pêhesiyaye, gilî dike. Û çaxê yên şermoke yan jî yên ku teze ziman hîn dibin, caba xwe didin, em wanra firnaq dibin, çimkî ewana mêrxasiyê didine kifşê (1 Têsln. 2:2). Lê ça em dikarin wanra nîşan kin, ku ew cefê wan qîmet dikin? Wê baş be hergê paşî civatê payê wan bidin bona cabên wanî dilgerm. Dîsa cûrekî ku em ça dikarin razîbûna xwe nîşan kin, ew e çaxê em xwexa jî caba xwe didin. Hingê em ne ku tenê dildayînê distînin, lê em usa jî xwexa dil didine yên mayîn (Rom. 1:11, 12). w19.01 8 ¶1-2; 9 ¶6

Înî, 4 Îlon

Şêkirdar bin (Kols. 3:15).

Dehe mêr halekî gelek giranda bûn, çimkî kotî bûn. Ewana ne jî difikirîn wekî wê wedekî usa bê, ku ewana qenc bin. Lê rojekê wana ji dûrva Îsa Mamostayê mezin dîtin. Ewana pêşiya vê yekê pêhesiyabûn, wekî Îsa hemû cûre nexweşiya qenc dike. Lema wana bi dengê bilind kirine gazî: “Îsayê mamosta, li me were remê”. Û ew dehe mêr bi temamî qenc bûn. Bêşik, ewana gişk jî ji Îsa razî bûn. Lê yek ji wan ne tenê dilê xweda şêkirand, lê ewî pê kirê xwe Îsara da kifşê. Ew Sameriyê kotî, ji razîbûnê “bi dengekî bilind şikirî dida Xwedê” (Lûqa 17:12-19). Mîna merivê Samerî, em jî dixwazin qenciyên meriva bişêkirînin. Yehowa mera vê yekêda meselê dihêle. Besa xeberê, Yehowa wan meriva kerem dike, kîjan ku dilê wî şa dikin (2 Sam. 22:21; Zeb. 13:6; Met. 10:40, 41). Û Kitêba Pîroz mera dibêje, wekî em “çev bidine Xwedê, çawa zarêd hizkirî” (Efes. 5:1). Dêmek, meniya sereke, ku çira em gerekê şêkirdar bin, ew e ku em dixwazin çev bidine Yehowa. w19.02 14 ¶1-2; 15 ¶4

Şemî, 5 Îlon

Bêqisûrtiya xwe nahêlim! (Îb. 27:5, DT).

Qîzikek ku Şedê Yehowa ye, mektebêda bi qedir dibêje, wekî ew tevî cejinê nabe, kîjan ku Xwedê xweş nayê. Gedekî ku mal bi mal xizmet dike deriyê mala hevaldersxanê xwe dixe, yê ku qerfê xwe Şedên Yehowa dike. Malxêk ku ancax ebûra neferên xwe dike, diçe xebatê û mezinê xebata wî jêra dibêje, wekî derewa bike yan jî tiştekî neqanûnî bike. Ew zane ku dikare xebata xwe unda ke, lê yeke mezinê xebatêra şirovedike, wekî ew tenê rastiyê dibêje û gura qanûnê dike, çimkî Xwedê ji xizmetkarên xwe vê yekê dewa dike (Rom. 13:1-4; Îbrn. 13:18). Hûn ça difikirin, bal wan hersêka çi hunur heye? Dibeke hûnê bêjin, wekî wana çend hunur dane kifşê, besa xeberê mêrxasî û helalî. Lê hunureke lape mexsûs ku wana da kifşê, ew heye bêqisûrtî. Her yek ji wan Yehowara amin ma û prînsîpên Yehowa neteribandin. Bêqisûrtiyê ewana hêlan kirin, wekî usa bikin. Yehowa bêşik wan merivara firnaq bûya, ku wana hunureke usa dane kifşê. Em jî dixwazin, wekî Bavê me mera firnaq be. w19.02 2 ¶1-2

Led, 6 Îlon

Qanûn siya wan tiştêd qenc e, kîjane ku tên (Îbrn. 10:1).

Qanûnê îlahî ew meriv xwey dikirin, xweyê kîjana tune bû, mesele, êtîma, jinebiya û xerîba. Hakimara qanûnêda hate gotinê: “Heqîya xerîb yan sêwî neteribîne û kinca jinebîyê kefîl hilnede” (Qan. Dcr. 24:17). Yehowa îlahî bona wan meriva xem dikir, yên ku nav cimetêda sist bûn û pişta wan tune bû. Û Yehowa ew merivên ku hindava wan sistada xirab bûn, ceza dikir (Derk. 22:22-24). Yehowa dixwaze wekî ewên ku cabdariya wan heye, bi hizkirin bin hindava wan hemûyada, bona kîjana ewana cabdar in. Ber çevê Yehowa reş e zorbetiya sêksûalî, û ew dixwaze wekî îlahî hemû merivên bêpişt, bêne xweykirinê û hindava wanda heq bin (Qan. Kah. 18:6-30). Çaxê em dudilî nînin, wekî Yehowa hindava meda bi heqiyê ye, hizkirina me hindava wîda mezin dibe. Û hergê em Xwedê û prînsîpên wîyî rast hiz bikin, emê tevî meriva jî bi hizkirin û heq bin. w19.02 24-25 ¶22-26

Duşem, 7 Îlon

Nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin (Tîto 2:12).

Bifikirin derheqa wê meselê, ku çawa em dikarin xwe xwey kin, wekî nekevine ber bayê fikirên Şeytan. Yehowa me hîn dike, wekî “navê qaviyê û her heramiyê, . . . gerekê nava [meda] neyê hildanê” (Efes. 5:3). Lê hergê xebatêda yan jî mektebêda kesek destpêdike derheqa bênamûsiyê xeber de, emê çi bikin? Nobedar, dêmek îsafa me, wê deng derxe, çaxê xofê texmîn ke (Rom. 2:15). Lê gelo emê guh bidin îsafa xwe? Demên usada em têne cêribandinê, hela emê guh bidin meriva yan jî wan şiklên bênamûsî binihêrin, kîjan ku ewana mera nîşan dikin, yan guh bidine îsafa xwe. Lê hingê hema ew wede ye, ku lazim e dergehên şeher dadin, dêmek xeberdanê biguhêzin yan jî ji wêderê herin. Rastî jî mêrxasî lazim e seva nekevine ber bayê fikir û kirên merivên dor-berê xwe. Em gerekê dudilî nebin, ku Yehowa divîne wekî em naxwazin çev bidine wan meriva, û ew wê qewatê û bîlaniyê bide me, seva em nekevine telika Şeytan (2 Dîr. 16:9; Îşa. 40:29; Aqûb 1:5). w19.01 17-18 ¶12-13

Sêşem, 8 Îlon

Zivirîm û bona ku li hemû karên ku destên min kirine . . . nihêrtim û a vay, gişk vala ye . . . tu qazanc tunebû” (Waîz 2:11).

Silêman ku merivekî gelek dewletî û qewat bû, dixwest emirê xweda tiştekî bicêribîne. Ewî xwest wekî kêfxweşiyêva mijûl be û bivîne, hela ew yek wê çi karê bîne (Waîz 2:1-10). Ewî xwera mal ava kirin, baxçe û park çêkirin, û tiştek ji xwe kêm nedikir, çi dilê wî dixwest dikir. Lê paşî vê yekê ewî ça xwe texmîn dikir? Ew bextewar û dilrihet bû? Ewî xwexa derheqa xwe got, giliyên vê rojêda. Rastî jî derseke çiqas qewî ye! Lê hûn ji serhatiya wî çi dersê xwera hîn dibin? Hine meriv tenê ser şaşiyên xwe hîn dibin û axiriya xirab distînin. Yehowa naxwaze tevî we jî usa biqewime. Lema wera lazim e bawerî seva ku gura Xwedê bikin û qirara wî daynin ciyê pêşin. Ew bawerî bêhesab qîmet e û wê tu car we dilşikestî neke. Belê, Yehowa wê tu car “hizkirina ku we bona navê wî da kifşê”, bîr neke (Îbrn. 6:10). Lema jî her tiştî bikin seva baweriyêda bişidin, û hûnê bivînin ku Bavê weyî ezmana timê qenciya we dixwaze (Zeb. 32:8). w18.12 22 ¶14-15

Çarşem, 9 Îlon

Xwedê hizkirina xwe hindava meda hingê da kifşê, gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir (Rom. 5:8).

Merivê ruhanî baweriya xwe Xwedê tîne û ser tişta pê çevê wî dinihêre. Ew timê rêberiya Xwedê digere û dixwaze her tiştîda gura wî bike (1 Korn. 2:12, 13). Dawid vê yekêda meseleke baş hîşt. Ewî distira: “Xudan e para mine jibare û risqê min” (Zeb. 16:5). Dawid razî bû bona “para” xwe, dêmek heleqetiya xwe tevî Xwedê, û ewî cî-sitar bal wî digeriya (Zeb. 16:1). Axiriya vê yekê çi bû? Dawid nivîsî: “Nefsa min eşq dibe”. Belê, dostiya Dawid tevî Xwedê, şabûneke mezin jêra dianî (Zeb. 16:9, 11). Merivên ku pey xwestinên xwe û pera dikevin, nikarin şabûneke usa bistînin, çawa Dawid distand (1 Tîmt. 6:9, 10). Bawerî hindava Yehowa û xizmetiya wîra, emirê meda şabûnê tîne û dilrihetiyê dide me. Cahilno, lê hûn ça dikarin baweriya xwe qewî kin? Hûn gerekê bona Yehowa wede xerc kin, dêmek Xebera wî bixûnin, dîna xwe bidine efirînên wî, û bifikirin derheqa hunurên wî û usa jî derheqa hizkirina wî hindava we (Rom. 1:20). w18.12 25 ¶7-8

Pêşem, 10 Îlon

Zewaca her kesî bira hurmet be (Îbrn. 13:4, DT).

Pawlos Mesîhî şîret kirin, wekî zewacê hurmet û qîmet kin. Lê hûn jî ser zewacê usa dinihêrin, îlahî hergê hûn zewacêda nin? Hergê hûn zewacê hurmet dikin, wekî usa ne hûn çev didine Îsa, kîjan ku mesela lape baş e. Îsa xwexa zewac hurmet dikir. Çaxê Fêrisiya derheqa hevqetandinê ji wî pirsîn, Îsa giliyên Xwedê wekiland, kîjan ku ewî got çaxê zewaca pêşin saz kir: “Bona vê yekê mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û her du wê bibine bedenek”. Paşî wan giliya Îsa got: “Ewêd ku Xwedê ew kirine yek, bira meriv wan ji hevdu neqetîne” (Marq. 10:2-12; Destp. 2:24). Îsa zanibû ku Xwedê zewac saz kiriye û da kifşê wekî zewac gerekê wedelû nîbe. Xwedê negote Adem û Hêwayê, wekî zewacêda ewana dikarin ji hev biqetin. Dewsê, nêta Yehowa ew bû ku “her du” heta-hetayê zewacêda yektiyêda bin. w18.12 10-11 ¶2-4

Înî, 11 Îlon

Hiş-aqilê xwe nû kin û bi vê yekê werin guhastin (Rom. 12:2, DT).

Çaxê em teze hatine ser riya rast, em pêhesiyan ku çiqas ferz e gura temiyên sereke bikin, ku Yehowa dide me. Lê çaxê em îda ruhanîda mezin bûn, em hê zêde pêhesiyan derheqa xeyset û fikirên Yehowa, mesele çi wî xweş tê û çi na, û usa jî ça ew ser cûre-cûre tişta dinihêre û ew yek ser safîkirin û kirên me hukum dikin. Me xweş tê çaxê em derheqa fikirên Yehowa pêdihesin, lê em gunekar in û lema cara hêsa nîne, wekî em jî mîna wî bifikirin. Besa xeberê, em zanin ku Yehowa ça dinihêre ser bênamûsiyê, perehiziyê, şixulê belakirina mizgîniyê, berîdayîna xûnê, û dîsa tiştên din. Lê dibeke mera çetin e fem kin nihêrandina wî ser wan tişta. Hingê çi em gerekê bikin? Çawa em dikarin hîn bin mîna Yehowa bifikirin? Caba vê pirsê ew e, ku em gerekê Xebera Xwedê lêkolîn bikin, seva fikirên wî têderxin û ser dişirmîş bin, seva bi nihêrandina Xwedê ser tişta binihêrin. w18.11 23-24 ¶2-4

Şemî, 12 Îlon

Ez bi gotina zorbaziyê fîxanê ji tera dikim û xilaz nakî (Hebq. 1:2).

Hebaqûq wedekî gelek çetinda dijît. Dor berê wî meriv gelek xirab û zulm bûn, û seva vê yekê ew gelek berxwe diket. Bal wî pirs pêşda dihat: “Kengê ev xirabî wê kuta be? Çira Yehowa haqas wext tiştekî nake?” Ewî pê çevê xwe didît ku miletê wî ça bêrem in û neheqiyê dikin. Ewî xwe tenê û bêalîkarî texmîn dikir. Lema ewî lavaya Yehowa dikir, wekî ew tiştekî bike. Hebaqûq dikaribû bifikiriya, wekî xema Yehowa nîne ku çi diqewime, û ne jî tê kifşê ku ew wê tiştekî bike. Lê qe we xwe mîna wî usa texmîn kiriye? Gelo Hebaqûq baweriya xwe hindava Yehowa û sozên wî unda kiribû, lema pirsên usa bal wî pêşda dihatin? Tu car na! Rast e ew çetinayada bû û bînteng bû, lê yeke ewî xwe bêçare hesab nekir, çimkî xemên xwe da destê Yehowa, ne ku meriva. Ça tê kifşê Hebaqûq berxwe diket, çimkî fem nedikir ku çira Yehowa hê tiştekî nake û dihêle, wekî ew biçerçire. w18.11 14 ¶4-5

Led, 13 Îlon

Li ser dinê xiznê xwera necivînin (Met. 6:19).

Çaxê Îsa gazî Petrûs û Endrawisê mesîgir kir, wekî bibine “nêçîrvanêd meriva”, wana “torêd xwe hiştin” (Met. 4:18-20). Femdarî ye, wekî gelekên ku rastiyê pêdihesin, nikarin xebata xwe bihêlin, çimkî li gora Kitêba Pîroz borcdariya wan heye (1 Tîmt. 5:8). Lê ewana gerekê nihêrandina xwe hindava pera û hebûkê biguhêzin, û tiştê lapî ferz daynin ser ciyê pêşin. Dîna xwe bidine mesela qîzikeke cahil bi navê Marîa. Golf bibû nêta emirê wê. Ewê dixwest bibe profêsîonala navdar û pê vê yekê dewletî be. Paşê Marîayê destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz û ew şa bû wekî rastiyê alî wê kir, ku ewê jîyîna xweda guhastin kir. Marîayê fem kir, wekî ewê nikaribû hiş-aqilê xwe bide hin ser tiştên ruhanî, hin jî ser hebûkê (Met. 6:24). Ewê terikand nêta xwe, û nexwest golfêda bibe profêsîonal. Niha ew ça pêşeng xizmet dike û emirê xwera şa dibe, çimkî gelek bextewar bûye û nêta wêye jîyînê jî heye. w18.11 5 ¶9-10

Duşem, 14 Îlon

Ne ev necar e . . . kurê Meryemê? (Marq. 6:3).

Îsa çaxê 30 salî bû îda necartî nedikir, çimkî zanibû ku xizmetkirin şixuleke hê ferz e. Ewî got, wekî belakirina mizgîniya Padşatiyê jî menî bû, ku Xwedê ew şande ser erdê (Met. 20:28; Lûqa 3:23; 4:43). Bona Îsa xizmetî ciyê pêşin digirt, û ewî dixwest wekî bona merivên din jî usa be (Met. 9:35-38). Dibeke em necar nînin, lê em gişk jî xizmetkar in, yên ku meriva mizgîniyê hîn dikin. Ew şixul gelek ferz e, çimkî Xwedê nav wî şixulîda ye, û em hevalxebatkarên wî ne (1 Korn. 3:9; 2 Korn. 6:4). Em zanin, wekî “xeberên [Yehowa] temamîya xweva rastî ne” (Zeb. 119:159, 160, DT). Lema jî em dixwazin bawer bin, wekî em “xebera rastiyê” rast şirovedikin (2 Tîmt. 2:15). Bona vê yekê, em ser xwe dixebitin, wekî hê bi hostetî Kitêba Pîroz bidine xebatê, çimkî ew haceta meye sereke ye, ku em didine xebatê seva meriva derheqa Yehowa, Îsa û Padşatiyê hîn kin. w18.10 11 ¶1-2

Sêşem, 15 Îlon

Komekê bidine ketiya û xebera Xudan Îsa bîr bînin (Kar. Şand. 20:35).

Çaxê malxê malê çev dide Îsa Mesîh, ku serê wî ye, jina wîra hêsa dibe qedirê wî bigire (Efes. 5:22-25, 33). Çaxê jin qedirê wî bigire, îda wê aliyê xweda bona wî xem bike û wî fem bike. Çaxê dê-bav bona hevdu xem dikin, ewana zarên xwera mesela baş dihêlin. Seva ku zar jî bona meriva xem bikin, dê-bav borcdar in wana hîn kin. Mesele, ewana dikarin zarên xwe hîn kin, wekî dor berê Oda Civatê nerevin. Yan jî çaxê tevayî top dibin seva wede derbaz kin, dikarin zarên xwera bêjin, wekî rê bidine mezina seva pêşiyê ewana xwera xwarinê hildin. Payê zara bidin çaxê qenciyê dikin, mesele gava bona xûşk-bira derî vedikin. Ew yek wê dil bide zara, û ewana wê fem bikin, wekî “xwezî li dayiya, ne ku li standiya”. w18.09 29 ¶5-6

Çarşem, 16 Îlon

Rêberê we yek e, ew Mesîh e (Met. 23:10).

Rêberiyên ku Îsa Mesîh, dêmek Padşê me, mera dide, niha alî me dikin û axiriyêda jî wê alî me bikin. Lema jî were em timê dîna xwe bidine ser vê şabûnê ku em distînin, gava guhastina qebûl dikin û karê divînin. Wê kêrhatî be ku hûn wedê qulixkirina tevî malbetê, şêwir kin, ku hûn çi karê distînin ji guhastinên civatada û xizmetiyêda. Hergê em bîr nekin, wekî guhastinên teşkîleta Yehowada timê mera karê tînin, wê mera diha hêsa be, ku bi şabûnê pey wan rêberiya herin. Mesele, em qîmet dikin vê yekê ku teşkîletêda pere kêm xerc dibe, çimkî îda edebyetên me kêm têne neşirkirinê, û hê zêde yên elektronîk têne xebitandinê. Ew yek alî teşkîletê dike, seva nav temamiya dinyayêda mizgîniyê bigihînine hê zêde meriva. Lema jî çiqas dikarin diha zef bidine xebatê edebyetên elektronîk û vîdêo. Bi wî cûreyî, emê piştgiriya nihêrandina Mesîh bikin, ku perê teşkîletê bi bîlanî xerc be. Çaxê em bi dil û can pey rêberiya Îsa diçin, em bi vê yekê baweriya xûşk-bira qewî dikin û yektiyê dikine civatê. w18.10 25-26 ¶17-19

Pêşem, 17 Îlon

Dilê me ser we dişewitî, heta ku me dixwest ne ku tenê Mizgîniya Xwedê bida we, lê emirê xwe jî (1 Têsln. 2:8).

Çaxê em hindava merivên dilşkestî şîrin û nerm in, em vê berdiliyê didine wan, bona kîjanî dibeke wana dua kiribû (2 Korn. 1:3-6). Lê yeke ji xûşk-bira gelek dewa nekin. Hergê em ji xûşk-bira gelek dewa bikin û hîviyê bin, wekî ewana tu car şaşiya nekin, emê bîna xwe teng kin û wê dilê me bişkê (Waîz 7:21, 22). Bîr nekin, wekî Yehowa ji xizmetkarên xwe dewa nake wan tişta çi ku ji qewata wan der e. Hergê em çev bidine Yehowa, emê bi sebir bin hindava kêmasiyên xûşk-bira (Efes. 4:2, 32). Hingê emê ne ku dîna xwe bidin ser şaşiyên wan, lê ser kirên wanî baş, û payê wan bidin. Usa ewana wê bişidin û dilgerm bin. Çaxê em bi dilê xweyî sax payê wan bidin, ne ku wana beramberî kesekî din bikin, ewana wê bivînin ku xizmetiya wanda meniya şabûnê heye. Û ew yek wê diha karê wanra bîne (Galt. 6:4). w18.09 16 ¶16-17

Înî, 18 Îlon

Xwarina min ew e, ku ez xwestina yê ku ez şandime bikim û şixulêd wî bînime sêrî (Yûhn. 4:34).

Bona Îsa xwarina ruhanî ew bû jî, ku qirara Xwedê bîne sêrî. Lê çi cûreyî ew mîna xwarinê bû? Çaxê em xwarina baş dixwin, em lezetê distînin û bedena me qewî dibe. Wî cûreyî, çaxê em qirara Xwedê tînin sêrî, em şabûnê distînin û baweriya me jî qewî dibe. Çaxê em kirên ku Yehowa xweş tên dikin, ew yek bi bîlanî ye (Zeb. 107:43). Bi rastî em gelek karê distînin çaxê bîlaniyê didine kifşê. Derheqa bîlaniyê Kitêba Pîroz dibêje: “Her tiştê ku dilê te dikişîne weke wê nabin . . . Ew bona yêd ku wê [bîlaniyê] dest tînin dara jîyînê ye, yêd ku wê qewîn digirin bextewar dibin” (Metlk. 3:13-18). Îsa got: “Heger hûn vê yekê zanin, hûnê xwezilî bin gava biqedînin” (Yûhn. 13:17). Şagirtên Îsa wê bextewar bûna, hergê timê giliyên wî bianiyana sêrî. Û wana usa jî kir, ewana li gora hînkirin û mesela wî dijîtin. w18.09 4 ¶4-5

Şemî, 19 Îlon

Xwedê merî dilqê xweda xuliqand (Destp. 1:27).

Adem û Hêwa pêşiyê Edenêda rast e tenê bûn, yeke Xwedê şixulên usa dabû wan, kîjan ku wê hemû merivara kar bianiya. Yehowa dua li Adem û Hêwayê kir û got ku li hev zêde bin, erdê tijî kin û xweyîtiyê lê bikin (Destp. 1:28). Efirandar xwexa difikirî bona halxweşiya efirînên xwe, û jin-mêrê pêşin jî gerekê bona bextewariya zara, yên ku gerekê bihatana bûyînê, bifikiriyana. Erd bi temamî gerekê bibûya cinet, seva ku temamiya zureta Ademra lezet bianiya. Ew şixuleke mezin wana gerekê tevayî malbeta xweva bikirana. Mêr û jinê bêqisûr, gerekê tevî Yehowa hevkarî bikirana, wekî qirara wî bianiyana sêrî. Wî cûreyî ewana dikaribûn biketana rihetiya wî (Îbrn. 4:11). Bidine ber çevê xwe, ku ew şixul wê şabûn û lezeteke ça bianiya! Hergê ewana xwehiz nîbûna, û bona yên din xem kirana, Yehowa wê hê zêde ewana kerem kira. w18.08 18 ¶2; 19-20 ¶8-9

Led, 20 Îlon

Ewî buxdan avîte berdestiyê te, ber axayê padşê min (2 Sam. 19:27, DT).

Hergê kesek buxdana davêje we, hûn çi gerekê bikin? Bînin bîra xwe, wekî meriva derheqa Îsa û Yûhennayê Nixumdar jî tiştên derew bela dikirin (Met. 11:18, 19). Lê gelo Îsa xwe ça dida kifşê? Ewî wede û qewata xwe tu car ser vê yekê xerc nedikir, wekî hemûşkara îzbat ke ku ew yek derew e. Dewsa vê yekê, ewî dîna meriva dida ser îzbatkirina, dêmek ser şixul û hînkirinên xwe. Îsa got: “Serwaxtî bi emelêd xwe kifş dibe ku ew rast e” (Met. 11:19). Em derseke ferz ji Îsa dikarin hîn bin. Cara meriv dikarin ser me tiştên nerast yan jî tiştên xirab bêjin. Ew yek dikare ser navê me xirab hukum ke, lema jî dibeke em gelek bixwazin ku ewan dereca rast kin. Lê em çi gerekê bikin? Hergê kesek derheqa me tiştên derew bela dike, em gerekê merivara pê emirê xwe nîşan kin, wekî ew yek derew e. Çawa mesela Îsa dide kifşê, bi cûrê jîyîna xwe û kirên xwe em dikarin îzbat kin, wekî her derewî yan jî buxdan ku ser me dibêjin, qelp û nerast in. w18.08 6 ¶11-13

Duşem, 21 Îlon

Ji Xudan Xwedêyê xwe bitirse, xulamtîyê wîra bike, xwe wî bigire (Qan. Dcr. 10:20).

Serhatiyên derheqa negudariya Qayîn, Silêman û Îsraêliya, didin kifşê ku bal hemûşka heye mecal wekî “tobe kin û . . . vegerin” (Kar. Şand. 3:19). Eşkere ye, wekî Yehowa lez nakeve me înkar ke çaxê em şaşiya dikin. Dereca Harûnda em divînin, wekî Yehowa baxşande wî. Îro jî hergê em gaveke nerast davêjin, Yehowa bi saya Kitêba Pîroz, edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz, û şîretên ji xûşk-bira me pêşda şîret dike. Gava em şîretên wî û rastkirina wî qebûl dikin, em dikarin rema wî bistînin. Qenciya Yehowaye nehêja bona nêtekê ye (2 Korn. 6:1). Ew mecalê dide me, wekî “nepakiyê û dilhavijiyêd dinyayê înkar kin” (Tîto 2:11-14). Heta ku em “li vê dinê” dijîn, emê rastî wan dereca bên, kîderê ku aminiya me hindava Yehowa wê bê cêribandinê. Lema jî were em her gav aliyê Yehowa bigirin. w18.07 21 ¶20-21

Sêşem, 22 Îlon

Xudan yêd para xwe nas dike (2 Tîmt. 2:19).

Ça em dikarin nekevine heyra vê yekê, wekî ew dinya me qebûl ke, lê dewsê qebûlkirina Yehowa bigerin? Em gerekê bîr nekin du tiştên ferz. Ya pêşin, Yehowa timê nas dike û qîmet dike wana, yên ku bi aminî jêra xizmet dikin (Îbrn. 6:10; 11:6). Belê, ew gelek qîmet dike her xizmetkarekî xwe, û ew ser “neheqiyê” nîne wekî xem neke bona merivên ku jêra amin in. Çevê wî “ser rîya rasta ye” û ew zane çawa wana ji cêribandina xilaz ke (Zeb. 1:6; 2 Pet. 2:9). Ya duda, Yehowa dikare qebûlkirina xwe mera usa bide kifşê, ku tu car em ne jî hîviyê bûn. Merivên ku seva vê yekê qenciyê dikin wekî yên din bivînin, wê ji Yehowa xelatê nestînin. Lê çira? Çimkî ewana bi temamî heqê xwe distînin (Met. 6:1-5). Lê Îsa got ku Bavê wî “dizîva . . . dibîne” wana, yên ku bona kirên xweye qenc, hurmet û payî nestandine. Ew kirên wan divîne û wê her yekîra heqê wî bide. w18.07 9 ¶8, 10

Çarşem, 23 Îlon

Ew tiştê ku Xwedê helal kiriye tu heram hesab neke (Kar. Şand. 10:15).

Petrûs tevhev bû û destpêkir bifikire, ku ev deng jêra çi dixwest bigota. Hema vê demê, qasidên Kornêlyoyê hatin bal wî. Petrûs dît ku ew yek rêberiya ruhê pîroz e, û lema tevî qasida çû mala Kornêlyo. Hergê Petrûs anegorî dîtina çevên xwe dîwan bikira, ew wê tu car neketa mala Kornêlyo, çimkî Cihû nediketine mala miletên necihû. Lê çira Petrûs ew nihêrandin, kîjan ku kûr hişê wîda rûniştibû, guhast? Ser Petrûs gelek hukum bû xewn-xeyal û rêberî ku ewî bi saya ruhê pîroz stand. Çaxê Kornêlyo derheqa xwe Petrûsra gilî kir, Petrûs bêşik fem kir her tişt, û got: “Ez niha fem dikim, wekî Xwedê rastî jî firqiyê nake nava mileta. Lê ji nav her miletîda, yê ku ji wî xof dike û rastiyê dike li wî qebûl e” (Kar. Şand. 10:34, 35). Ew nihêrandina teze tiştekî mexsûs bû bona Petrûs. w18.08 9 ¶3-4

Pêşem, 24 Îlon

Ji xirabiyê bikerihin [nefiret kin] (Ams. 5:15).

Belê, mera ne zor e xwe ji wan tişta dûr bigirin, kîjan ku ber çevê Xwedê reş in. Lê hene tiştên usa, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda temiya konkrêt tune. Hingê em ça dikarin têderxin ku wê ça Xwedê xweş bê? Vê derecêda îsafa pê Kitêba Pîroz hînkirî, dikare alî me bike safîkirina bîlanî bikin. Yehowa ji hizkirinê mera prînsîp dane, kîjan ku rêberiyê îsafa me dikin. Ew dibêje: “Ez Yehowa, Xwedayê te me, kîjan ku tiştên qenc te hîn dike û vê rêra te dibe, li ser kîjanî tu gerekê herî” (Îşa. 48:17, 18, DT). Çaxê em pê hiş-aqil û dilê xwe ser prînsîpên Xwedê kûr difikirin, ew yek alî me dike safîkirinên bîlanî bikin. Prînsîp ew heye rastiya sereke ku rêberiyê fikirên me dike, û alî me dike safîkirinên rast bikin. Çaxê em prînsîpa zanin, ew yek alî me dike nihêrandina Qanûndar, dêmek Yehowa fem kin, û wan meniya, ku çira ewî ew qanûn dane me. w18.06 17 ¶5; 18 ¶8-10

Înî, 25 Îlon

Gelo rast e ku em xerc bidine Qeyser yan na? (Met. 22:17)

Piştgirên Hêrodes, ku aliyê polîtîkayêda piştgiriya wî dikirin, difikirîn ku hergê Îsa bêje, wekî nelazim e xerc bidin, hingê wê wî neheq kin, ku ew dijminê Împêriya Romê ye. Lê hergê Îsa bêje wekî gerekê xerc bidin, meriv îda wê pey wî neçin. Îsa vê pirsêda gelek fesal bû, seva tevnebûyînê xwey ke. Ewî zanibû wekî bona xercgira korûpsiya tiştekî normal e. Lê ewî nedixwest pey wê yekê keve. Dewsê ewî dîna xwe da ser tiştekî diha ferz, dêmek ser Padşatiya Xwedê kîjan ku wê hemû problêma safî ke. Bi vê yekê, ewî meseleke baş hîşt bona hemû şagirtên xwe. Ewana gerekê polîtîkayêda aliyê tu kesî negirin, hergê jî hesab dikin ku kesek ji wana rast û heq e. Mesîhî hiş-aqilê xwe didine ser Padşatiya Xwedê û ser heqiya wî. Lema jî ewana ne tevî şixulê polîtîka dibin û ne jî miqabilî wan diçin, û hela hê xeberdanêda jî tu kesî neheq nakin (Met. 6:33). Gelek Şedên Yehowa, kîjan nav şixulê polîtîkayêda bûn, ev şixulê xwe hîştin. w18.06 6 ¶9-11

Şemî, 26 Îlon

Zarêd Xwedê dîtin ku qîzêd merivayê bedew in (Destp. 6:2).

Xêncî telika bênamûsiyê, diqewime Şeytan usa jî milyaketên neaminra soz da, ku ewana wê hukumtiyê bikin ser hemû meriva. Nêta wî dibeke ew bû, wekî rê bigire seva pêxembertiya derheqa hatina zureta sozdayî, neyê sêrî (Destp. 3:15). Çi jî hebe, yeke Yehowa ew hemû nêtên Şeytan û milyaketên raber boş-betal kir, çaxê Sêlav anî ser dinê. Tu car bîr nekin, ku telikên bênamûsiyê û xwehiziyê gelek qewî ne. Milyaketên ku pişta Şeytan girtin, pêşiyê ser ezmana gelek sala kêleka Xwedê bûn, lê yeke gelek ji wana nav xweda xwestinên xirab pêşda anîn. Hergê milyaket ketine vê telikê, îlahî em gerekê çiqas fesal bin, wekî xwestinên xirab dilê meda kokên xwe nedin. Belê, firqî tune em çiqas sala Yehowara xizmet dikin, yeke em gerekê timê miqatî dilê xwe bin (1 Korn. 10:12). Gelek ferz e em dilê xwe lêkolîn bikin, terka fikirên bênamûsî bikin, û ji xwehiziyê û qurebûnê dûr bin (Galt. 5:26; Kols. 3:5). w18.05 25 ¶11-12

Led, 27 Îlon

Ez gelekî ber xwe dikevim û kula dilê min jî kûr e (Rom. 9:2).

Pawlos berxwe diket bona Cihûyên ku mizgîniya Padşatiyê qebûl nedikirin. Lê yeke wî çaxî jî ewî terika wan nedida. Dîna xwe bidinê, ewî derheqa wan Cihûya çi got: “Dua û xwestina dilê min ji Xwedê bona xilazbûna Îsraêlê ye. Ez şedê wana me, ku ew hindava Xwedêda xweyîxîret in, lê ev yek bê zanebûn e” (Rom. 10:1, 2). Pawlos şirovekir wekî ew berdewam dike Cihûyara mizgîniyê bela ke, çimkî ew “xwestina dilê” wî bû. Pawlos bi dil û can dixwest, wekî ew Cihû xilaz bin (Rom. 11:13, 14). Ewî duada lavaya Xwedê dikir seva ew alî wî bike, wekî Cihû mizgîniya Padşatiyê qebûl kin. Pawlos derheqa van Cihûya got: “Ew hindava Xwedêda xweyîxîret in”. Belê, Pawlos nav merivada tiştên baş didît û texmîn dikir ku ewana dikarin bibine xizmetkarên Xwedêyî xîret, çawa ew xwexa bû. w18.05 13 ¶4; 15-16 ¶13-14

Duşem, 28 Îlon

[Bêjin] tiştêd ku kêrî guhdara tên û karê didine wan (Efes. 4:29).

Her kes ji me gerekê dîna xwe bide hewcên xûşk-bira. Pawlos şîret da Mesîhiyên Îbranî: “Milêd xweye sistbûyî û qudûmê çokêd xweye bê taqet bişidînin û nigêd xwe riya rastda bavêjin, ku yê dikule hol nebe, lê serda qenc be” (Îbrn. 12:12, 13). Her kes ji me, usa jî cahil dikarin pê giliya hevdu qewî kin û bişidînin. Pawlos şîreteke usa da: “Awa heger tevbûna weye tevî Mesîh bîna ber we ye, heger hizkirina wî dil dide ber we, heger ruhê pîroz we dike yek, heger dilşewatî û rema we heye, eşqa dilê min bi tifaqa xwe hûn bigihînine sêrî: Bira ew hizkirina nava weda be û ser nêt û fikirekê bin. Tiştekî bi hevrikiyê nekin û li navê xwe negerin, lê ji we her yek bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire. Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlî. 2:1-4). w18.04 22 ¶10; 23 ¶12

Sêşem, 29 Îlon

Mîna merivêd aza bijîn . . . çawa xulamêd Xwedê (1 Pet. 2:16).

Çaxê Yehowa bi saya Îsa me ji xulamtiya gune û mirinê aza kir, nêta wî ew bû, ku paşê em îda emirê xwe tesmîlî Wî kin, dêmek bijîn “çawa xulamêd Xwedê”. Ya lape baş ku çawa em azaya xwe dikarin bidine xebatê ew e, hergê em hiş-aqilê xwe bi temamî daynin ser nêtên ruhanî, dêmek ser xizmetiyê. Wî cûreyî emê nebine xulamên xwestinên nerast û nekevine pey nêtên vê dinyayê (Galt. 5:16). Dîna xwe bidine mesela Nuh û malbeta wî. Ewana dinyake gelek zulm û xirabda dijîtin, lê wana tu car çev nedidane merivên dor berê xwe. Çira? Çimkî ewana bi temamî nav şixulê Yehowada bûn ku ewî wanra dabû, dêmek gemî ava dikirin, xwarin top dikirin hin bona xwe hin jî bona heywana, û derheqa Sêlavê merivara elam dikirin. “Nuh her tişt kir, Xwedê çawa temî dabû wî, ewî usa jî kir” (Destp. 6:22). Lê axiriya vê yekê çi bû? Nuh malbeta xweva ji kutakirina wê dinyayê xilaz bûn (Îbrn. 11:7). w18.04 10 ¶8; 11 ¶11-12

Çarşem, 30 Îlon

Ezê rewş û serwêriya van hemûya bidime destê te, çimkî minra hatiye dayînê û kêra ku bixwazim ezê bidimê (Lûqa 4:6).

Şeytan û cin rêlîgiyên qelp û sîstêma komêrsî didine xebatê, seva “temamiya dinê” bixalifînin (Eyan. 12:9). Şeytan derheqa Yehowa bi rêlîgiyên qelp derewa bela dike. Xêncî vê yekê, Mîrê-cina usa dike wekî meriv navê Xwedê bîr kin (Yêrem. 23:26, 27). Lema jî gelek merivên dilsax difikirin, wekî ewana Xwedê dihebînin, lê bi rastî cina dihebînin (1 Korn. 10:20; 2 Korn. 11:13-15). Şeytan usa jî bi saya sîstêma komêrsî tiştên qelp bela dike. Mesele, ew sîstêm meriva hîn dike, wekî ewana wê bextewar bin hergê pey pera kevin û gelek hebûkê xwera top kin (Metlk. 18:11). Ewên ku vê derewiyê bawer dikin, emirê xweda dibine xulamên “hebûkê”, ne ku xulamên Xwedê (Met. 6:24). Axiriyêda, hizkirina wane hindava hebûkê, dikare hizkirina wane hindava Xwedê bixeniqîne (Met. 13:22; 1 Yûhn. 2:15, 16). w18.05 23 ¶6-7

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin