KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es20 rûp. 78-88
  • Tebax

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tebax
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
  • Binserî
  • Şemî, 1 Tebax
  • Led, 2 Tebax
  • Duşem, 3 Tebax
  • Sêşem, 4 Tebax
  • Çarşem, 5 Tebax
  • Pêşem, 6 Tebax
  • Înî, 7 Tebax
  • Şemî, 8 Tebax
  • Led, 9 Tebax
  • Duşem, 10 Tebax
  • Sêşem, 11 Tebax
  • Çarşem, 12 Tebax
  • Pêşem, 13 Tebax
  • Înî, 14 Tebax
  • Şemî, 15 Tebax
  • Led, 16 Tebax
  • Duşem, 17 Tebax
  • Sêşem, 18 Tebax
  • Çarşem, 19 Tebax
  • Pêşem, 20 Tebax
  • Înî, 21 Tebax
  • Şemî, 22 Tebax
  • Led, 23 Tebax
  • Duşem, 24 Tebax
  • Sêşem, 25 Tebax
  • Çarşem, 26 Tebax
  • Pêşem, 27 Tebax
  • Înî, 28 Tebax
  • Şemî, 29 Tebax
  • Led, 30 Tebax
  • Duşem, 31 Tebax
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2020
es20 rûp. 78-88

Tebax

Şemî, 1 Tebax

Xwedê hizkirina xwe hindava meda hingê da kifşê, gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir (Rom. 5:8).

Ser civata em tînin bîra xwe, ku Yehowa û Îsa bona me çi kirin. Ji razîbûnê em dixwazin emirê xweda her roj çev bidine Îsa (2 Korn. 5:14, 15). Dilê me bi razîbûnê tije dibe û em hêlan dibin pesina bidine Yehowa bona wê kirînê, ku ewî bona me da. Û cûrekî ku ça em dikarin hurmetê bidine wî, ew e, çaxê em civatêda caba xwe didin. Em hizkirina xwe hindava Yehowa û Îsa didine kifşê, çaxê hazir in qurbana bikin bona wan. Gelek car em qurbana dikin, seva herine civatê. Gelek civat xilaziya roja xebatê derbaz dibin, gava em îda westiyayî ne. Lê civata din şemiyê-ledê derbaz dibe, çaxê meriv hêsa dibin. Gelo Yehowa divîne wekî em hingê jî têne civata, gava westiyayî ne? Belê! Bi rastî, Yehowa gelek qîmet dike gava em hizkirina xwe jêra didine kifşê bi vê yekê, ku hemû tiştî dikin seva bêne civatê, hergê jî mera çetin e (Marq. 12:41-44). w19.01 29 ¶12-13

Led, 2 Tebax

Gava Xudan dê dît, gunê wî lê hat (Lûqa 7:13).

Îsa jî mîna merivên din rastî çetinaya dihat. Mesele, ça tê kifşê Îsa malbeteke nedewletîda mezin bû. Tevî bavê xwe Ûsiv, ew hîn bû ku xebata giran bike (Met. 13:55; Marq. 6:3). Usa jî, ça tê kifşê Ûsiv mir hine wede pêşiya destpêka xizmetkirina Îsa. Lema jî Îsa wê haş pê hebûya, ku derdê mirinê êşeke çiqas mezin tîne. Û Îsa zanibû ku çiqas çetin e çaxê baweriya nefera, ji baweriya te cude dibe (Yûhn. 7:5). Ew hemû derece alî Îsa kirin, wekî fem bike çetinayî û halê meriva. Dilşewatiya Îsa îlahî hingê eşkere dihate kifşê, çaxê ewî keremet dikirin. Îsa ew keremet dikirin ne seva vê yekê ku ew borcdar bû, lê çimkî ewî gunê xwe meriva dianî, yên ku kul-derd dikişandin (Met. 20:29-34; Marq. 1:40-42). Dilê Îsa bona meriva dişewitî û lema ewî dixwest alî wan bike (Marq. 7:32-35; Lûqa 7:12-15). w19.03 16 ¶10-11

Duşem, 3 Tebax

Li hev sebir kin (Kols. 3:13).

Êvara paşin ya jîyîna Îsa ser erdê bû. Bidine ber çevê xwe, vê êvarê Îsa strêseke çada bû. Ew gerekê heta mirinê bi temamî amin bima, çimkî axiriya însanetê wîva girêdayî bû (Rom. 5:18, 19). Lê ya lape ferz, kirên wî wê ser navê Bavê wî hukum kirana (Îb. 2:4). Û çaxê ewî tevî şandiyên xwe, dêmek hevalên xweyî nêzîk, şîva paşin dixwar, “dew pêşda hat ku ji nav wanda kîjan wê yê herî mezin bê hesabê”. Lê dîna xwe bidinê, wekî ew ne jî hêrs ket, dewsê ewî bi nermî ewana şîret kirin. Ewî wanra şirovekir, ku ewana gerekê nihêrandina xwe biguhêzin. Û paşî vê yekê, ewî payê wan hevalên xwe da, wekî bi aminî piştgiriya wî dikirin (Lûqa 22:24-28; Yûhn. 13:1-5, 12-15). Wedê strêsê em gerekê çev bidine Îsa, wekî rihet bimînin û bîr nekin ku em gişk jî cara tiştên usa dibêjin yan dikin, ku merivên din eciz dikin (Metlk. 12:18; Aqûb 3:2, 5). Û em gerekê ser xwe bixebitin, wekî bona hunurên baş payê meriva bidin (Efes. 4:29). w19.02 11-12 ¶16-17

Sêşem, 4 Tebax

Xudan . . . kursiya Xwe bona dîwanê hazir kirîye (Zeb. 9:7).

Qanûna Mûsa nedihîşt wekî buxdana bavêjine meriva. Û îzina meriv hebû bizanibûya kê buxdan avîtiye wî (Qan. Dcr. 19:16-19; 25:1). Ese gerekê lap kêm du şede hebûna, wekî meriv bihata dîwankirinê (Qan. Dcr. 17:6; 19:15). Lê besa xeberê Îsraêlîkî xirabî kir, û tenê şedekî ew dît, hingê wê ça bûya? Ew tu car gerekê nefikiriya, ku wê bona kirê xwe neyê cezakirinê, çimkî Yehowa dîtibû ewî çi kir. Yehowa pê mesela xwe nîşan dike, wekî ew timê heqiyê dike. Ew wana kerem dike yên ku bi aminî qanûn û prînsîpên wî tînin sêrî, lê yên ku hukumê xwe xirabiyêda û bona kara xwe didine xebatê, wana ceza dike (2 Sam. 22:21-23; Hezql. 9:9, 10). Hinek xirabiyê dikin, û usa tê kifşê ku ewana nayêne cezakirinê, lê çaxê Yehowa safî dike ku îda wede ye, ew ese dîwana wan dike (Metlk. 28:13). Û hergê ewana gunê xwe neynin rûyê xwe, wê zûtirekê fem bikin ku “tiştekî tirsehêz e ku meriv bikeve destê Xwedayê jîndar” (Îbrn. 10:30, 31, ÎM). w19.02 23-24 ¶20-21

Çarşem, 5 Tebax

Îdî pêxemberekî mîna Mûsa li nava Îsraêlda tune bû, yê ku Xudan rû bi rû nas dikir (Qan. Dcr. 34:10).

Mûsa rêberî bal Yehowa digeriya. Kitêba Pîroz dibêje wekî Mûsa “ewê ku nedihate kifşê didît û ser ya xwe ma” (Îbrn. 11:24-27). Çaxê Îsraêlî ji Misirê derketin, du meh jî derbaz nebû, pêşiya ku ewana bigihîştana Çiyayê Sînayê, çetinayîk pêşda hat. Cimetê destpêkir bike kute-kut, çimkî av tunebû. Ewana miqabilî Mûsa rabûn, û hal usa xirab bû ku hêrsa wî rabû û ewî gote Yehowa: “Ez xwe li vê cimetê çawa bikim? Hindik maye ku min bidine li ber kevira!” (Derk. 17:4) Yehowa caba Mûsa da bi wê yekê, ku rêberiya zelal da wî. Mûsa Horêbêda pê şivdara xwe gerekê qeyê xista, dêmek zinar xista, û paşê ji qeyê gerekê av bikişiya. Kitêba Pîrozda em dixûnin: “Mûsa li ber çevê rûspîyêd Îsraêl usa kir”. Av kişiya, û Îsraêliya av têr vexwarin û usa ew çetinayî safî bû (Derk. 17:5, 6). w18.07 13 ¶4-5

Pêşem, 6 Tebax

Hizkirin ava dike (1 Korn. 8:1).

Yehowa usa jî bi saya civatê pê hizkirina xwe me qewî dike. Hergê em xûşk-birên xwe hiz dikin û qewî dikin, hin ruhanîda hin jî êmosiyalîda, usa em îzbat dikin hizkirina xwe hindava Yehowa (1 Yûhn. 4:19-21). Pawlosê şandî şîret da Mesîhiya: “Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin, çawa hûn dikin jî” (1 Têsln. 5:11). Belê, civatêda ne ku tenê rûspî, lê gişk jî gerekê çev bidine Yehowa û Îsa, ku dil bidine xûşk-bira û wana qewî kin (Rom. 15:1, 2). Hine xûşk-birên civatêda, yên ku dêprêsiyêda nin û gelek êmosiyalî ne, dibeke hewcê alîkariya hekîm in (Lûqa 5:31). Rûspî û xûşk-birên din fem dikin, wekî ewana mîna hekîm nikarin sihet-qewata wan xûşk-bira qenc kin. Lê yeke ewana dikarin alîkariya mezin bidin vê yekêda, ku dil bidine ber yên ku dêprêsiyêda nin, kêrî ketiya bên û hindava hemûyada bi sebir bin (1 Têsln. 5:14). w18.09 14 ¶10-11

Înî, 7 Tebax

Berxwe nekeve, çimkî ez im Xwedayê te (Îşa. 41:10, DT).

Emê baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin, çaxê derheqa wî hê zêde pêbihesin û wî hê rind nas bikin. Tenê bi saya xwendina Kitêba Pîroz û fikirandina ser, em dikarin bi rastî wî nas kin. Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê ku Yehowa ça wedê berê xizmetkarên xwe xilaz dikir. Kirên wîyî berê baweriya me qewî dikin wê yekêda, ku ewê me xwey ke. Were dîna xwe bidine wan giliyên xweş, ku Îşaya nivîsî, wekî Yehowa çawa me xwey dike. Îşaya, Yehowa beramberî şivan dike, lê xizmetkarên Xwedê beramberî berxika dike. Ew derheqa Yehowa dibêje: “Bi baskê xwe wê berxikan bicivîne û . . . biçêrîne” (Îşa. 40:11). Çaxê em qewata baskên Yehowa texmîn dikin, em tiştekî natirsin û dilrihet in. Seva hûn wedê tengasiya dilrihetiyê unda nekin, bifikirin ser wan giliyên dilgerm ji rêza îroyîn. Ew gilî wê wedê tengasiyên ku axiriyêda hûn rastî bên, we qewî kin. w19.01 7 ¶17-18

Şemî, 8 Tebax

Ez dixwazim xwestina te biqedînim, ya Xwedê (Zeb. 40:8).

Çi nêtên weye ruhanî hene? Mesele, dibeke we xwera nêt daniye her roj Kitêba Pîroz bixûnin, yan jî dibeke hûn dixwazin hê rind civatêda caba xwe bidin û pê dersa derkevin. Hûn ça xwe texmîn dikin gava divînin yan jî kesekî din wera dibêje, wekî we çi nêt daye pêşiya xwe, hûn vê yekêda pêşda çûne? Bêşik, hûn gelek şa dibin! Belê, hûn gerekê şa bin, çimkî hela hê wan tiştên biçûkda jî hûn xwestina Yehowa datînin ciyê pêşin, û bi vê yekê çev didine Îsa (Metlk. 27:11). Çaxê hiş-aqilê we ser xizmetiya Yehowa ye, hûn şixulê usa dikin, kîjan ku we bextewar dike û şabûnê wera tîne. Ew şixulê we tu car badîhewa nîne. Pawlos nivîsî: “Qewîn bimînin, ji ciyê xwe nehejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan” (1 Korn. 15:58). Ewên ku nêtên vê dinyayê datînin pêşiya xwe, mesele seva dewletî bin û navdar bin, bextewar nînin. Hergê jî ewana gihîştine nêtên xwe, yeke axiriyêda dilê wan vala ye (Lûqa 9:25). w18.12 22 ¶12-13

Led, 9 Tebax

Rastê li erdê war bin (Zeb. 37:29).

Ewî ew gilî derheqa wî wedeyî got, kengê meriv ser erdê pê qanûn û prînsîpên Xwedê bijîn (2 Pet. 3:13). Pêxembertiya Îşaya 65:22-da tê gotinê: “Wê rojên netewa [cimeta] min bibe mîna rojên darê”. Ew gilî têne hesabê wekî meriv wê bi hezara sala bijîn. Li gora Eyantî 21:1-4, Xwedê wê kerema ser însanetêda bibarîne û keremek wê ew be, ku “îdî mirinê tunebe”, û meriv wê Xwedêra xizmet kin dinya wîye teze û heqda. Adem û Hêwayê Cinet unda kirin, lê ew heta-hetayê nehatiye undakirinê, cinet wê dîsa hebe ser erdê. Çawa Xwedê soz dabû, meriv ser erdê wê bêne keremkirinê. Dawid pê rêberiya Xwedê nivîsî, wekî yên milûk û rast wê erdê war bin û heta-hetayê ser bijîn (Zeb. 37:11). Pêxembertiyên ji kitêba Îşaya jî mera eyan dikin, ku wedekî çiqas xweş hîviya me ye (Îşa. 11:6-9; 35:5-10; 65:21-23). Ew wede wê bê, çaxê sozê Îsa ku ewî qaçaxîra da, bê sêrî (Lûqa 23:43). Hûn jî dikarin bikevine vê Cinetê. w18.12 7 ¶22-23

Duşem, 10 Tebax

Ji her tiştî zêdetir miqatî dilê xwe be, çimkî kanîya emir ji wî dertê (Metlk. 4:23).

Gelo em bi temamî dikarin xwe ji vê dinyayê dûr bigirin? Na, em nikarin xwe ji vê dinyayê bi temamî biqetînin, yan jî lap derkevin (1 Korn. 5:9, 10). Em nikarin xwe ji vê yekê xwey kin îlahî wedê xizmetiyê, çimkî dixwazî naxwazî em fikirên nerast û hînkirinên qelp dibihên. Rast e em nikarin xwe ji wan tişta bi temamî xwey kin, lê em gerekê ew fikirên ku Xwedê xweş nayên, qebûl nekin û ser dişirmîş nebin. Mîna Îsa, em gerekê derbêra înkar kin wan fikira, kîjan ji Şeytan in. Usa emê nekevine ber bayê fikirên vê dinyayê. Mesele, em gerekê fesal bin ku tevî kê em hevaltiyê dikin. Kitêba Pîroz pêşda şîretê dide me, wekî tevî wan meriva hevaltiyê nekin, yên ku Yehowara xizmet nakin, çimkî fikirên wan wê derbazî me bin (Metlk. 13:20; 1 Korn. 15:12, 32, 33). Usa jî hergê em înkar dikin wan wedederbazkirina, kîderê têoriya êvolûsyayê, zorbetî, yan jî bênamûsî heye, emê pê wan fikirên ku “miqabilî zanebûna Xwedê” ne, hişê xwe jerdadayî nekin (2 Korn. 10:5). w18.11 21 ¶16-17

Sêşem, 11 Tebax

Ez rastiya teda herim (Zeb. 86:11).

Çawa Hûn dikarin miqerm riya rastiyêda herin? Çiqas destê we tê merivên din rastiya Kitêba Pîroz hîn kin. Wî cûreyî, şûrê ruhanî, dêmek “xebera Xwedê” wê qayîm weva be (Efes. 6:17). Her kes ji me gerekê çawa dersdar pêşda here, ku “xebera rastiyê” rast şiroveke (2 Tîmt. 2:15). Çaxê em alî meriva dikin, wekî rastiyê bikirin û tiştên qelp înkar kin, hingê giliyên Xwedê kûr hiş û dilê meda rûdinên. Ew yek me hêlan dike ku berdewam kin rastiyêda herin. Yehowa pêşkêşeke gelek qîmet daye me, ew heye rastî. Bi saya vê pêşkêşê, hebûneke mezin bal me heye, ew heye heleqetiya me tevî Bavê meyî ezmana. Çi jî ew heta niha me hîn dike, ew tenê destpêbûn e. Xwedê soz dide, wekî emê heta-hetayê ji wî tişta hîn bin. Lema jî were em rastiyê mîna dureke rind qîmet kin. Berdewam kin rastiyê bikirin û tu car nefiroşin (Metlk. 23:23). w18.11 8 ¶2; 12 ¶15-17

Çarşem, 12 Tebax

Nuh . . . rastî dannasîn dikir (2 Pet. 2:5).

Nuh merivara pêşda elam dikir wekî Sêlav wê rabe. Dîna xwe bidinê Îsa çi got: “Çawa ku wan rojêd berî tofanê meriva dixwarin, vedixwarin, dizewicîn û mêr dikirin, heta wê roja ku Nuh kete gemiyê û meriv pê nehesiyan, heta ku lêyî rabû û hemû jî xeniqandin. Hatina Kurê Însan jî wê usa be” (Met. 24:38, 39). Rast e gelek meriv elametiya Nuh pişt guhê xweva diavîtin, yeke ewî bi aminî berdewam dikir elametiya Xwedê bela ke. Îro em mizgîniya Padşatiyê bela dikin, seva meriv pêbihesin qirara Xwedê hindava însanetê. Em jî mîna Yehowa dixwazin meriv guh bidine vê elametiyê û bijîn (Hezql. 18:23). Xêncî vê yekê çaxê em mal bi mal û ciyên ku gelek meriv hene, xizmet dikin, em merivara pêşda elam dikin derheqa Padşatiya Xwedê, kîjan ku wê bê û qira vê dinya xirab bîne (Hezql. 3:18, 19; Dan. 2:44; Eyan. 14:6, 7). w18.05 19 ¶8-9

Pêşem, 13 Tebax

Yê heq xeber dide, rastiyê elam dike (Metlk. 12:17).

Hergê serwêrên dewletê şixulê belakirina mizgîniyê welatê weda qedexe dikin û we digirin, seva derheqa bira înformasiya bêjin, hûn çi gerekê bikin? Gelo lazim e, hûn her tiştî çi zanin wanra bêjin? Îsa çi kir, gava serwêrê Romê pirs dida wî? Kitêba Pîroz dibêje wekî “wexta hişbûnê heye û wexta gotinê heye”, û Îsa jî ew prînsîp dida xebatê û cara tiştekî nedigot (Waîz 3:1, 7; Met. 27:11-14). Hergê em bikevine vê derecê, em gerekê serwaxt û fesal bin, wekî bira nekine qeziyê (Metlk. 10:19; 11:12). Lê hergê hevalê teyî nêzîk e, yan jî merivê te civatêda gunekî giran kiriye, û hûn zanin derheqa vê yekê, lazim e çi bikin? Rastiyê bêje. Tu cabdar î rûspiyara bi temamî rastiyê bêjî û gerekê tişta zêde yan kêm nekî. Îzina wan heye, wekî bi temamî rastiyê bizanibin, seva ku paşê alî wî kesê ku gune kiriye bikin, wekî ew heleqetiya xweye baş tevî Yehowa vegerîne (Aqûb 5:14, 15). w18.10 10 ¶17-18

Înî, 14 Tebax

Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin (1 Têsln. 5:11).

Çawa em dikarin hevdu bi hizkirinê ava bikin? Gavek ew e ku rind guh bidine hev (Aqûb 1:19). Ew yek bi hizkirin e çaxê hûn bi dilşewatî guh didine meriva. Wedê xeberdanê hûn dikarin bi merîfetî pirsa bidine wan, seva ku êşa wan fem kin. Wî cûreyî hûnê bikaribin berdiliyê bidine wan û wana qewî kin. Beşera weva jî gerekê bê kifşê, ku hûn bona wan xem dikin û dixwazin alî wan bikin. Hergê xûşk yan birak dixwaze dilê xwe wera veke û hûr bi hûr kula xwe wera gilî dike, bi sebir guh bidinê û giliyên wî nebirin. Usa hûnê bikaribin wî hê rind fem kin. Lê ew wê aliyê xweda îtbariya xwe we bîne û çaxê îda hûn xeber din seva wî bişidînin, ew jî wê bixwaze guh bide we. Çaxê ew bivîne ku hûn bi rastî dikevine heyra wî, çimkî wî hiz dikin, ew wê gelek qewî be û dilbîniyê bistîne. w18.09 14 ¶10; 15 ¶13

Şemî, 15 Tebax

Rastiyê bikire (Metlk. 23:23, DT).

Her kes wede ça heq dide, seva rastiyê bikire. Belê, wede lazim e seva mizgîniya Padşatiyê bibihên, Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz bixûnin, hînbûna şexsî derbaz kin, hazir bin bona civatê û bên ser civatê. Em gerekê “dest bidine ber wext”, dêmek wedê xwe kêm xerc kin ser tiştên neferz (Efes. 5:15, 16). Lê gelo çiqas wede mera lazim e, seva em zanebûna rast ya hînkirinên Kitêba Pîroze sereke qazanc kin? Ew yek derecên meva girêdayî ye. Sînor tune ku em çiqas dikarin derheqa bîlanî, prînsîp û şixulên Yehowa pêbihesin (Rom. 11:33). Derxistina “Birca Qerewiliyê” ya pêşinda, rastî beramberî “kulîrka biçûk” dibû. Wêderê dihate gotinê: “Tenê bi vê kulîrkeke rastiyê, têr nebin. Hergê tenê kulîrkek bes bûya, Xwedê hê zêde rastî wê neda me. Kulîrkên din bigerin, nesekinin hê zêde top kin”. Hela hê jî gava em heta-hetayê bijîn, emê timê hê zêde derheqa Yehowa pêbihesin. Lê îro gelek ferz e, wekî wedê xwe bi bîlanî xerc kin, seva ku çiqas dikarin hê zêde rastiyê bikirin. w18.11 4 ¶7

Led, 16 Tebax

Mêrno, jinêd xwe hiz bikin (Efes. 5:25).

Malxên malê gerekê mesele bin vê yekêda ku xem bikin bona neferên xwe. Mesele, ewana gerekê tevî jinên xwe “bi femdariyê” bin (1 Pet. 3:7). Belê, gelek ferz e mêr jina xwe fem ke û hewcên wê hilde hesab. Besa xeberê, mêrê femkar zane, wekî ew gelek tiştada ji jina xwe cude dibe, lê jina xwe baştir nîne (Destp. 2:18). Ew usa jî bona wê xem dike, fikirên wê û halê wê hildide hesab, û hindava wêda bi qedir û merîfet e. Mêrê femkar usa jî wê tu car xwe hindava jinên din nerast nede kifşê, çimkî wê nexwaze dilê jina xwe bêşîne. Ew wê tu car flîrtê neke tevî jinên din û hindava wanda wê usa be çawa cayîz e. Ew usa jî wê ne Întêrnêtêda û ne jî malpera sosyalîda usa neke (Îb. 31:1). Ew her tiştîda wê jina xwera amin be, ne tenê seva vê yekê ku ew lê hiz dike, lê çimkî ew Xwedê hiz dike û xirabî ber çevê wî reş e (Zeb. 19:14; 97:10). w18.09 29 ¶3-4

Duşem, 17 Tebax

Kî nava we hemûyada herî biçûk e, ew e yê herî mezin (Lûqa 9:48).

Çira çetin e wan tişta bînin sêrî, kîjan ku em ji Xebera Xwedê hîn dibin? Menîk ew e ku em gerekê şikestî bin seva tiştên rast bikin. Lê ew yek nehêsa ye, çimkî wan “rojêd axiriyêda” merivên dor berê me “xwehiz, perehiz, kubar, babax” û “temsist” in (2 Tîmt. 3:1-3). Em çawa xizmetkarên Xwedê zanin, wekî ew xeyset-hunur xirab in, lê yeke cara mera dibeke bê kifşê ku merivên usa, pêşdaçûyî ne û bextewar in (Zeb. 37:1; 73:3). Dibeke em hela hê jî pirsê bidine xwe: “Hêja ye wekî ez pêşiyê kara merivên mayîn bigerim, dewsa ku kara xwe? Hergê ez yekî milûk bim, qe meriv wê qedirê min bigirin?” Hergê em fesal nîbin, û mîna wê dinyayê bibine xwehiz, usa heleqetiya me tevî xûşk-bira wê xirab be, û îda ne jî wê bê kifşê, wekî em Mesîhî ne. Lê çaxê em serhatiyên xizmetkarên amin, derheqa kîjana Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê, lêkolîn bikin û çev bidine wan, hingê emê kerema bistînin. w18.09 3 ¶1

Sêşem, 18 Tebax

Xwezî li dayîya (Kar. Şand. 20:35).

Heta ku Yehowa destpêkir tişta biefirîne, ew tene bû. Paşê ewî xwest ku pêşkêşa jîyînê bide çawa efirînên ruhanî usa jî meriva. Yehowa, dêmek Xwedêyê xwezilî, hiz dike tiştên qenc bike (1 Tîmt. 1:11; Aqûb 1:17). Û ew dixwaze wekî em jî bextewar bin, lema me hîn dike, wekî em merd bin (Rom. 1:20). Xwedê meriv dilqê xweda xuliqand (Destp. 1:27). Ew tê hesabê wekî em usa hatine efirandinê ku dikarin çev bidine hunurên wî. Seva ku em bextewar û dilşa bin, em gerekê çev bidine Yehowa ku xem bikin bona meriva û merd bin (Fîlî. 2:3, 4; Aqûb 1:5). Lê çira? Çimkî Yehowa bi wî hunurî em efirandin. Rast e em gunekar in, lê yeke em dikarin çev bidine merdaniya Yehowa. Yehowa dixwaze wekî em çev bidine wî, lema çaxê ew divîne wekî em merd in, dilê wî gelek şa dibe (Efes. 5:1). w18.08 18 ¶1-2; 19 ¶4

Çarşem, 19 Tebax

Pezêd min dengê min dibihên (Yûhn. 10:27).

Şagirtên Îsa ne tenê guh didine Îsa, lê usa jî giliyên wî tînin sêrî. Ewana “xemêd vê dinyayêva” girêdayî nînin (Lûqa 21:34). Dewsê, emirê wanda temiyên Îsa ciyê gelek ferz digirin, hela hê jî gava wanra zef çetin e. Xûşk-birên me Yehowara amin dimînin, firqî tune bikevine çi çetinaya jî. Çaxê em hevkariyê tevî birên cabdar dikin, hingê jî em nîşan dikin, wekî guh didine Îsa (Îbrn. 13:7, 17). Teşkîleta Xwedê wan salên paşwextiyêda gelek guhastina dike. Mesele, hacetên û mêtodên teze xizmetiyêda têne xebitandinê, civata xizmetiyê îda bi cûrê teze tê derbazkirinê, û avakirin, tezekirin û xweykirina Odên Civata, hatine guhastinê. Em gelek razî ne bona wan rêberiyên ku em wededa distînin. Em gerekê dudilî nebin ku Yehowa wê me kerem ke, hergê em pey rêberiya teşkîleta wî diçin. w19.03 10-11 ¶11-12

Pêşem, 20 Tebax

Ji vir şûnda em . . . virda-wêda [nekevin] . . . bi derewêd meriva (Efes. 4:14).

Bi rastî serhatî yan jî elametî ku nîvîda rast e, em nikarin bêjin wekî ew sed selefî rast e. Dîna xwe bidinê ku wedê Yêşû çi qewimî tevî Îsraêliya, yên ku dijîtin ji çemê Ûrdunê aliyê roavayê (Yêşû 22:9-34). Ewana bihîstin wekî Îsraêliyên ku aliyê rohilatê dijîtin, xwera gorîgeheke mezin çêkirine. Ew yek rastî usa bû. Lê Îsraêliyên ku aliyê roavayê dijîtin, fikirîn, wekî ew Îsraêlî miqabilî Yehowa rabûne ku ew gorîgeh çêkirine (Yêşû 22:9-12). Lê çiqas baş e, wekî pêşiya vê yekê wana çend mêrên bi îtbar şandin, seva pêbihesin hela rastî usa ne yan na. Lê ew mêr çi pêhesiyan? Îsraêlî ew gorîgeh çêkiribûn ne ku seva qurbana bînin, lê çawa bîranîn, seva axiriyêda gişk bizanibin, wekî ewana jî xizmetkarên Yehowa bûn. Bidine ber çevê xwe, wekî ew Îsraêlî çiqas şa bûn, ku miqabilî birên xwe neçûn ser hîmê elametiya ne temam, lê pêhesiyan çi bû û ça bû. w18.08 5 ¶9-10

Înî, 21 Tebax

Kî difikire ku ew miqerm sekinî ye, bira haş ji xwe hebe ku nekeve (1 Korn. 10:12).

Ji giliyên Pawlos tê kifşê, wekî hela hê xizmetkarên rast jî dikarin kirên xirab bikin. Ewên ku dikevine vê telikê dibeke difikirin, wekî Yehowa wana dîsa jî qebûl dike. Lê hergê meriv tenê dixwaze bibe dostê Yehowa yan jî dibêje yançi ew jêra amin e, ew nayê hesabê wekî Yehowa wî bi rastî qebûl dike (1 Korn. 10:1-5). Çawa Îsraêlî berxwe ketin çaxê dîtin ku Mûsa derengî dikeve, û ji Sînayê berjêr nabe, îro jî Mesîhî dikarin bîna xwe teng kin, çimkî wana tirê roja dîwana Yehowa û dinya teze, derengî dikeve. Ewana dibeke bifikirin jî, wekî sozê Yehowa hê gelek dûr e, yan jî ew sozekî nebûyî ye. Hergê em miqatî xwe nebin û fikirên xwe rast nekin, emê îda xwestinên xweye bedenê ser qirara Yehowara bigirin. Paşê, hêdî-hêdî emê ji Yehowa dûr kevin û tiştên usa bikin, kîjan ku dibeke qe hişê mera jî derbaz nedibû. w18.07 21 ¶17-18

Şemî, 22 Tebax

Ezê vê yekê jî bikim ku te got, çimkî te li ber çevê min kerem dît û ez te pê navê te nas dikim (Derk. 33:17).

Çaxê Yehowa me nas dike, em dikarin gelek kerema bistînin. Lê em çi gerekê bikin wekî aliyê Yehowada bêne naskirinê? Em gerekê wî hiz kin û emirê xwe tesmîlî wî bikin (1 Korn. 8:3). Lê em gerekê fesal bin wekî heleqetiya xwe tevî Bavê xweyî ezmana unda nekin. Em mîna Mesîhiyên Galatî, kîjanara ku Pawlos nivîsî, gerekê xwe xwey kin ji “sixirêd vê dinêye bêqewate ne tu tişt”, û usa jî ji navdarî û qebûlkirina vê dinyayê (Galt. 4:9). Ew Mesîhiyên qirna yekê, îda aliyê Xwedêda naskirî bûn û Xwedê wana qebûl dikir. Lê yeke Pawlos got wekî ew xûşk-bira “dîsa vedigerin” pey tiştên pûç. Cûrekî mayîn bêjin, ev bû gotina Pawlos: “Hûn usa pêşda çûne, çira hûn paşda vedigerin û pey tiştên bêkêr û pûç dikevin?” w18.07 8 ¶5-6

Led, 23 Tebax

Yê serwaxt bibihê hê zanebûna xwe zêde ke (Metlk. 1:5).

Nelazim e em qanûnên Xwedê biteribînin û axiriya xirab bistînin, û paşê fem kin çi rast e çi xirab e. Em dikarin ji şaşiyên merivên berê hîn bin, serhatiyên kîjana Xebera Xwedêda nivîsar in. Bi rastî çaxê em serhatiyên ji Kitêba Pîroz dixûnin û ser difikirin, bi vê yekê em zanebûn û hînkirina ji Xwedê distînin. Hînkirina Xwedê lape baş e. Besa xeberê, bifikirin ku Dawid Padşa çiqas kul-derd kişand, gava gura temiya Yehowa nekir û tevî Bat-Şebayê bênamûsî kir (2 Sam. 12:7-14). Çaxê em evê serhatiyê dixûnin û ser difikirin, em dikarin pirsê bidine xwe: “Dawid ça dikaribû xilazbûya ji wê axiriya xirab û êşê, ya ku ewî bona bênamûsiya tevî Bat-Şebayê stand?” Hergê ez rastî cêribandineke usa bihatama, gelo minê bikaribûya xwe zeft kira û mîna Ûsiv ji vê telikê bireviyama? (Destp. 39:11-15) Hergê em bifikirin ku gune çi axiriyê tîne, emê hê qayîm xirabiyê nefiret kin (Ams. 5:15). w18.06 17 ¶5, 7

Duşem, 24 Tebax

Çi ku yêd Qeyser in bidine Qeyser û çi yêd Xwedê ne bidine Xwedê (Met. 22:21).

Gelek car çaxê meriv neheqiyê divînin, hingê dikevine nav şixulê polîtîkê. Wedê Îsada, gelek dew-doz çêdibûn bona xercên ku cimetê dida serwêra. Bineliyên Romê, usa jî ewên ku guh didane Îsa, mecbûr bûn gelek xerca bidin, mesele bona hebûkê, erdê yan jî xaniya. Û xercgir, dêmek yên ku xerc top dikirin, kara xwe digeriyan û ev yek hê dibû bargiranî bona cimetê. Xercgira cara pere didane dewletê seva hukum bistînin, wekî paşê ser cimetê pera çêkin. Zexayo, yê ku Erîhayêda serwêrê xercgira bû, pere zêde ji cimetê distand û bi vê yekê dewletî bû (Lûqa 19:2, 8). Ecêbmayî nîne wekî hingê gelek xercgir mîna wî dewletî dibûn. Dijminên Îsa dixwestin, wekî ew jî bikeve nav şixulê xercgira. Wana pirs da wî derheqa “xerc” ku zîvek bû, û hemû Cihûya gerekê bona xerc herekê zîvek bida (Met. 22:16-18). Lê Cihûya xercdayîn nefret dikirin, çimkî evê yekê wanara dida kifşê ku ewana bin hukumê Romêda nin. w18.06 5-6 ¶8-10

Sêşem, 25 Tebax

Meriv çi diçîne, wê jî diçine (Galt. 6:7).

Ewên ku aliyê Şeytan digirin, timê axiriya xirab distînin (Îb. 21:7-17; Galt. 6:8). Lê çira kar e ku em zanin, wekî Şeytan hukum dike ser dinyayê? Zanebûna vê yekê alî me dike ku rast binihêrin ser serwêra û xizmetkarên dewletê, û usa jî me hêlan dike ku mizgîniyê bela kin. Em fem dikin wekî Yehowa dixwaze em qedirê serwêrên dewletê bigirin (1 Pet. 2:17). Û ew dixwaze em gura qanûnên serwêrtiyên meriva bikin, hergê ewana miqabilî prînsîpên wî naçin (Rom. 13:1-4). Lê em usa jî zanin wekî em gerekê tevnebûyînê xwey kin, û piştgiriya tu partîake polîtîkî yan jî serwêrekî nekin (Yûhn. 17:15, 16; 18:36). Em zanin Şeytan dixwaze navê Yehowa bêhurmet ke, lema jî em her tiştî dikin seva meriva rastiya derheqa Xwedê hîn kin. Em firnaq dibin ku navê wî ser me ye û ku em navê wî hildidin. Xêncî vê yekê, hizkirina me hindava Xwedê, ji hizkirina hindava pera û hebûkê bilindtir û qîmettir e (Îşa. 43:10; 1 Tîmt. 6:6-10). w18.05 24 ¶8-9

Çarşem, 26 Tebax

Bira jin ji mêr neqete (1 Korn. 7:10).

Gelo îzin heye, wekî jin-mêr başqe bimînin, hergê zewacêda problêm hene? Çawa me jorê got, Kitêba Pîroz dibêje, wekî tenê bênamûsî dikare bibe meniya hevqetandinê. Lê Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, wekî menî gerekê çi be ku jin-mêr başqe bijîn. Pawlos nivîsî: “Jineke ku mêrê wê nebawer be û ew bixwaze tevî wê bimîne, bira ji wî neqete” (1 Korn. 7:12, 13). Ew yek bona wedê meye jî. Lê yeke cara derecên usa hene, ku didine kifşê wekî “mêrê nebawer” naxwaze tevî jina xwe “bimîne”. Mesele, ew jina xwe usa qayîm dikute ku ew difikire wekî sihet-qewata wê yan jî emirê wê, bin qeziyêda ne. Yan ew naxwaze lê xwey ke û ebûra neferên xwe bike, yan jî rê wê digire Xwedêra xizmet ke. Wan derecada hine Mesîhî difikirin ku mêr çi jî dibêje, yeke ew naxwaze tevî wê bijî, lema lazim e başqe bijîn. Lê hine Mesîhî jî wan derecada safî dikin, wekî başqe nebin. Ewana sebir dikin û aliyê xweda her tişt dikin, wekî halê zewaca xwe baş kin. w18.12 13 ¶14, 16; 14 ¶17

Pêşem, 27 Tebax

[Ewana] ew in, yêd ku . . . bi sebir berê xwe didin (Lûqa 8:15).

Mesela derheqa toximreşda ku Lûqa 8:5-8, 11-15-da tê gilîkirinê, bi sîmbolîk toxim tê hesabê “xebera Xwedê”, dêmek mizgîniya Padşatiyê. Erd tê hesabê dilê mêriv. Toximê ku ketiye ser erdê qenc, şîn bû û bû çîl, û 100 carî zêdetir ber anî. Çawa mesela Îsada erdê baş toxim xwey kir, usa jî me ew elametî qebûl kir û xwey kir. Axiriyêda, ew toximê mizgîniya Padşatiyê kokên xwe da, mezin bû, bû çîl û paşê îda hazir bû seva ber bide. Çawa ku çîlê genim ber dide, dêmek toximên teze dide, ne ku çîlên teze, em jî ber didin bi toximê teze yê Padşatiyê, ne ku şagirtên teze. Lê çawa em toximê teze yê Padşatiyê didin? Her car gava em mizgîniya derheqa Padşatiyê bela dikin, bi vê yekê em ew toximê ku dilê meda hatibû çandinê, direşînin (Lûqa 6:45; 8:1). Ew mesele me hîn dike, wekî gava em mizgîniya Padşatiyê bela dikin, em “bi sebir berê” xwe didin. w18.05 14 ¶10-11

Înî, 28 Tebax

Ez kîjana hiz dikim li wan hiltêm û wan şîret dikim (Eyan. 3:19).

Pawlos hazir bû ne ku tenê dil bide xûşk-bira, lê usa jî “xwe jî û mal-halê xwe jî” bide (2 Korn. 12:15). Usa jî rûspî gerekê ne ku tenê pê giliya xûşk-bira bişidînin, lê pê kirên xwe. Ew yek dide kifşê wekî ewana bi rastî bona xûşk-bira xem dikin (1 Korn. 14:3). Cara bona hevşidandinê şîret lazim in. Lê hingê rûspî gerekê guh bidine Kitêba Pîroz ku usa şîret kin, wekî wana qewî kin. Îsa vê yekêda meseleke mezin hîşt. Îsa paşî rabûna xwe şîretên sert da hine civatên Asya Biçûkda. Lê dîna xwe bidinê, Îsa ew yek ça kir. Pêşiya şîretkirinê, ewî bi dil û can payî da civata Efesî, Pergamayê û Tiyatîrayê (Eyan. 2:1-5, 12, 13, 18, 19). Wê baş be hergê rûspî çev bidine Îsa çaxê şîreta didine xûşk-bira. w18.04 22 ¶8-9

Şemî, 29 Tebax

Bavno . . . zarêd xwe . . . bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin (Efes. 6:4).

Bêşik, dê-bavno hûn her tiştî dikin seva zarên we nexweş nekevin. Besa xeberê, hûn malê temiz dikin û ji mal derdixin û davêjin her tiştê ku dikare zarên we nexweş bêxe. Wî cûreyî hûn gerekê zarên xwe ji hukumê Şeytan xwey kin. Wana dûr xwey kin ji wan fîlma, TV şoû, lîstikên elektronîk û malperên usa, kîjan ku dikarin fikirên Şeytan bikine hişê wan. Yehowa cabdarî daye we, seva hûn miqatî ruhaniya zarên xwe bin (Metlk. 1:8). Netirsin mala xweda sînora daynin, kîjan ku ser hîmê prînsîpên Kitêba Pîroz in. Zarên xwera bêjin, wekî çi îzin e ewana binihêrin û çi na, û alî wan bikin wekî ewana fem kin ku çira we usa safî kiriye (Met. 5:37). Çaxê zarên we hinekî îda mezin bin, wana hîn kin wekî têderxin li gora prînsîpên Yehowa çi rast e û çi xirab e (Îbrn. 5:14). Û bîr nekin wekî zarên we wê hê zef ji mesela we hîn bin ku hûn çi dikin (Qan. Dcr. 6:6, 7; Rom. 2:21). w19.01 16 ¶8

Led, 30 Tebax

Yên pîr û zarok! Bira pesnê navê Xudan bidin (Zeb. 148:12, 13, ÎM).

Cahilno, hûn dikarin nêtê daynin pêşiya xwe, wekî civatêda tevî merivên emirda mezin hevaltiyê bikin. Hûn dikarin ji wana bipirsin, wekî ewana derheqa qewimandinên xizmetiya xweda wera gilî kin. Bi vê yekê hûnê jî qewî bin û ewana jî, û pê ronaya xwe şewq bidin. Her kes ji me dikare nêtê dayne pêşiya xwe, wekî bi dil silav ke û qebûl ke merivên ku têne civatên me. Hergê hûn cabdar in, wekî civîna bona xizmetkirinê derbaz kin, hûn dikarin gelek alî xûşk-birên emirda mezin bikin. Mesele, pêbihesin ku mihala wane bona xizmetiyê heye yan na. Şixul bidine cahila, wekî alîkariyê bidine xûşk-birên emirda mezin. Usa jî gelek ferz e dil bidine wan xûşk-bira, sihet-qewata kîjana xirab e û nikarin gelek xizmet kin. Xemkirina we û hizkirina we hindava cahila û yên emirda mezin, usa jî hindava yên cêribandî û necêribandî, dikare wana hêlan ke ku bi xîret mizgîniyê bela kin (Qan. Kah. 19:32). w18.06 23-24 ¶10-12

Duşem, 31 Tebax

Bira azayiya we nebe xêliya xirabîkirinê, lê bijîn çawa xulamêd Xwedê (1 Pet. 2:16).

Em gerekê bişêkirînin vê yekê ku Yehowa me ji xulamtiya gune û mirinê aza kir. Bi saya qurbana Îsa, em dikarin bi îsafa temiz Xwedê-ra xizmet kin û şabûnê ji vê yekê bistînin (Zeb. 40:8). Belê, em gerekê evê azaya ji Xwedê qîmet kin. Lê usa jî ferz e em bîr nekin, wekî evê azayê rast bidine xebatê. Petrûsê şandî şîreteke ferz da Mesîhiya, wekî azaya xwe nedine xebatê seva xwestinên xweye nerast bînin sêrî û xwe heq derxin bona kirên xweyî nerast. Ev şîreta Petrûs tîne bîra me ku beriyêda çi qewimî tevî Îsraêliya, û ew serhatiya wan bona me derseke ferz e. Şeytan û dinya wî meriva hêlan dikin ku pey xwarin-vexwarinê, kinca, hêsabûnê, û wedederbazkirinê û dîsa tiştên din kevin. Ewên ku rêklama dikin, merivên berbiçev didine xebatê, seva me hêlan kin wan tişta bikirin, kîjan ku bi rastî mera nelazim in. Meriv gelek hêsa dikare bikeve wan telika û azaya xwe nerast bide xebatê. w18.04 10 ¶7-8

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin