KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es21
  • Çile

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çile
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2021
  • Binserî
  • Înî, 1 Çileyê
  • Şemî, 2 Çileyê
  • Led, 3 Çileyê
  • Duşem, 4 Çileyê
  • Sêşem, 5 Çileyê
  • Çarşem, 6 Çileyê
  • Pêşem, 7 Çileyê
  • Înî, 8 Çileyê
  • Şemî, 9 Çileyê
  • Led, 10 Çileyê
  • Duşem, 11 Çileyê
  • Sêşem, 12 Çileyê
  • Çarşem, 13 Çileyê
  • Pêşem, 14 Çileyê
  • Înî, 15 Çileyê
  • Şemî, 16 Çileyê
  • Led, 17 Çileyê
  • Duşem, 18 Çileyê
  • Sêşem, 19 Çileyê
  • Çarşem, 20 Çileyê
  • Pêşem, 21 Çileyê
  • Înî, 22 Çileyê
  • Şemî, 23 Çileyê
  • Led, 24 Çileyê
  • Duşem, 25 Çileyê
  • Sêşem, 26 Çileyê
  • Çarşem, 27 Çileyê
  • Pêşem, 28 Çileyê
  • Înî, 29 Çileyê
  • Şemî, 30 Çileyê
  • Led, 31 Çileyê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2021
es21

Çile

Înî, 1 Çileyê

Herin hemû mileta hîn kin (Met. 28:19).

Hemû xizmetkarên Xwedêyî amin, dixwazin hîn bin ku çawa xizmetiya xwe, kîjan ku wanra hatiye dayînê, “biqedînin” (2 Tîmt. 4:5). Emirê meda ew şixuleke lape ferz e. Lê dibeke mera çetin e haqas wext xerc kin ser xizmetiyê çiqas em dixwazin. Dîsa şixulên mayîne ferz hene, ku wede û qewatê ji me distînin. Mesele, dibeke em rojê gelek siheta dixebitin, seva ebûra xwe û neferên xwe bikin. Dibeke cabdariyên meye din hene, yan em nexweş in, yan dêprêsiya me heye, yan jî çetinayên ji bo emirê mezin. Hergê em ji bo derecên xwe nikarin gelek xizmet kin, em gerekê berxwe nekevin. Îsa zanibû wekî emê hemûşk nikaribin mîna hev ber bidin (Met. 13:23). Hergê em xizmetiyêda aliyê xweda hemû tiştî dikin, Yehowa gelek qîmet dike vê yekê (Îbrn. 6:10-12). w19.04 2 ¶1-3

Şemî, 2 Çileyê

Mîrêcin . . . derewîn e û bavê derewa ye (Yûhn. 8:44).

Şeytan pê derewên derheqa miriya, buxdana davêje Yehowa. Hînkirineke qelp dikeve nava wan derewa, ku yançi mirî agirê cenimêda diçerçirin. Lê ew hînkirin Xwedê bêhurmet dike û xirab derdixe. Çawa? Ew derewî Xwedêyê hizkirinê dike weke Mîrê-cin, dêmek bêrem (1 Yûhn. 4:8). Hûn çi texmîn dikin çaxê derheqa wê yekê difikirin? Lê Yehowa, ber çevê kîjanî hemû cûre bêremtî reş e, çi texmîn dike? (Yêrem. 19:5) Derewên Şeytan derheqa mirinê, bawerî hindava qurbana Mesîh dikin bin şikê (Met. 20:28). Dîsa dereweke mayîn ku Şeytan bela dike, ew heye ku yançi nefsa meriva namire. Hergê ew yek usa bûya, her kes wê heta-hetayê bijîta. Îda wê nelazim bûya, wekî Mesîh emirê xwe bona me qurban kira, seva em jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhn. 3:16; 15:13). Bidine ber çevê xwe, Yehowa û Kurê wî çi texmîn dikin derheqa wan hînkirinên qelp, ku qurbaneke usa mezin dikin bin şikê û bêqîmet dikin! w19.04 14 ¶1; 16 ¶8-9

Led, 3 Çileyê

“Kê nêt-fikira Xudan pê hesiya, ku şîretekê bide wî?” Lê nêt- fikira Mesîh serê meda ye (1 Korn. 2:16).

Hînkirinên Îsa kîderê hatine nivîsarê? Çar kitêbên pêşine Mizgînîda, gelek tişt tê gilîkirinê çi ku Îsa ser erdê digot û dikir. Kitêbên Nivîsarên Yûnanîye din jî, ku bi rêberiya ruhê pîroz hatine nivîsarê, alî me dikin, wekî fikir û nihêrandina Îsa ser gelek tişta, fem kin, çimkî ew kitêb wan meriva nivîsîn, “nêt-fikira” kîjana mîna ya Mesîh bû. Hînkirinên Îsa hemû aliyada alî me dikin. Dêmek qanûna Mesîh hemû dera ser hemû kirên me hukum dike, mesele malda, mektebêda, xebatêda, û civatêda (Galt. 6:2). Qanûna wî em hîn dibin çaxê Nivîsarên Yûnanî dixûnin û ser difikirin. Çaxê em dijîn li gora temî, rêberî û prînsîpên wan kitêba, kîjan ku ji bîna ber Xwedê hatine nivîsarê, bi vê yekê em gura vê qanûnê dikin. Çaxê em gura qanûna Mesîh dikin, bi vê yekê em gura Yehowa Xwedayê meyî hizkirinê dikin, çimkî Kaniya wan tişta çi ku Îsa hîn dikir, Yehowa ye (Yûhn. 8:28). w19.05 3 ¶6-7

Duşem, 4 Çileyê

Merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabiyêda pêşda herin (2 Tîmt. 3:13).

Çiqas xirab e çaxê meriv tiştên usa dikin, ku dilê Şeytan xweş tên. Lê Yehowa haş kirên Şeytan heye. Ew zane em çi kul-derda dikişînin, û dikare berdiliyê bide me. Em rastî jî keremkirî ne, ku xizmet dikin Xwedêyê hemû berdiliyêra. “Ew nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me, wekî em jî bikaribin dil bidine ber wan, yêd ku nava her cûre telî-tengiyada ne, bi wê berdiliyê, pê kîjanê em xwexa ji Xwedê têne berdilîkirinê” (2 Korn. 1:3, 4). Hine dê-bava zarên xwe ji zorbetiya sêksûalî xwey nekirine, yan jî ew yek pişt guhê xweva avîtine. Îlahî ew zar û usa jî yên ku aliyê merivên nêzîkda rastî zorbetiyê hatine, hewcê berdiliyê ne. Dawidê zebûrbêj zanibû, wekî Yehowa heye kaniya berdiliyêye lape baş (Zeb 27:10). Dawid bawer dikir, wekî Yehowa wê wana bike bin perê xwe, neferên kîjana xirab in hindava wanda. Le ça? Ew vê yekêda xizmetkarên xweyî amin dide xebatê. Xûşk-birên me, malbeta meye ruhanî ne. Mesele, Îsa ewên ku tevî wî Yehowara xizmet dikirin, nav dikir ça bira, dê û xûşk (Met. 12:48-50). w19.05 15-16 ¶8-9

Sêşem, 5 Çileyê

Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin (Fîlî. 1:10).

Ya pêşin, em gerekê çi lêkolîn bikin? Em gerekê ese her roj wede başqe kin, seva Xebera Xwedê kûr lêkolîn bikin. Bernama xwendina Kitêba Pîroze civatêda, îda kêm bûye, seva em ser wan rêza hê zêde bifikirin û diha zêde lêkolîn bikin. Xêncî ku bixûnin, nêta me gerekê ew be, wekî rêzên ku em dixûnin, dilê me bigirin û hê nêzîkî Yehowa kin (Zeb. 19:14). Bi saya hînbûna “Birca Qerewiliyê” em Kitêba Pîroz hîn dibin. Lema jî wedê lêkolînkirina gotarê, rind dîna xwe bidine rêzên Kitêba Pîroz, îlahî wan rêza ku wê civatêda bêne xwendinê. Bifikirin ku xeberên sereke yan jî giliyên rêzada, ça abzasêda nêta serekeva girêdayî ne. Xêncî vê yekê, wede başqe kin, seva bifikirin ser rêzên ku hûn dixûnin, û dişirmîş bin ku çawa hûn dikarin emirê xweda wan rêza bidine xebatê (Yêşû 1:8). w19.05 27 ¶5; 28 ¶9

Çarşem, 6 Çileyê

Xwarina min ew e, ku ez xwestina yê ku ez şandime bikim û şixulêd wî bînime sêrî (Yûhn. 4:34).

Îsa mesela mezin mera hîştiye vê yekêda, ku ça ser xizmetiyê binihêrin. Tiştê lape ferz emirê wîda ew bû, ku derheqa Padşatiya Xwedê merivara gilî ke. Ew bi seda kîlomêtira rê diçû seva çiqas dikare gelek merivara mizgîniyê bela ke. Ewî mecal digeriya seva hin derva hin jî mal bi mal merivara xeber de. Temamiya emirê Îsada xizmetî ciyê pêşin bû. Em dikarin çev bidine Îsa, gava mecalê divînin wekî merivara derheqa mizgîniyê gilî kin, firqî tune çi wede be yan kîderê be. Em nakevine heyra xwe û komforta xwe, lê hazir in seva mizgîniyê bigihînine meriva (Marq. 6:31-34; 1 Pet. 2:21). Hine xûşk-birên me xizmet dikin ça pêşengên hertim, pêşengên komekdar, yan jî pêşengên mexsûs. Hinek jî zimanê teze hîn dibin, yan jî derbazî wan ciya dibin, kîderê hewcetî heye. Lê şixulê belakirina mizgîniyê diha zef mizgînvanên usa dikin, yên ku mîna wan nikarin haqas xizmet kin, lê yeke çiqas destê wan tê haqasî dikin. Firqî tune em dikarin gelekî bikin yan hindikî, Yehowa ji me haqasî dewa nake çiqas em nikarin. w19.04 4 ¶7-8

Pêşem, 7 Çileyê

Bira gotinêd devê min û ew fikirêd dilê min li ber Te bêne qebûlkirin, Xudanê . . . min (Zeb. 19:14).

Pirsê bidine xwe: “Gelo dibe ku dilê minda hevsûdî yan çevnebarî heye?” (1 Pet. 2:1) “Diqewime ku ez hinekî xwe qure dikim ji bo malbeta xwe, xwendina xweye bilind, yan jî hebûka xwe?” (Metlk. 16:5) “Ez nimiz hesab dikim wan meriva, kîjan destteng in, yan jî ne ji miletê min in?” (Aqûb 2:2-4) “Ez hiz dikim wan tişta, ku dinya Şeytan dide?” (1 Yûhn. 2:15-17) “Min xweş tên wedederbazkirinên bênamûsî û zorbetî?” (Zeb. 97:10; 101:3; Ams. 5:15) Em gerekê dilê xweda caba wan pirsa bidin, û têderxin, hela çida mera lazim e ser xwe bixebitin. Hevalên me, qayîm ser me hukum dibin (Metlk. 13:20). Ser xebatê yan jî mektebêda, dor berê me ew meriv in, yên ku alî me nakin çev bidine nihêrandina Xwedê. Merivên ku dikarin mera bibine hevalên lapî baş, em dikarin civatên meda bivînin. Tenê wêderê em dikarin “hizkirinê û qencîkirinêda” hêlanê bistînin (Îbrn. 10:24, 25). w19.06 12 ¶13-14

Înî, 8 Çileyê

Femê qenc mêriv ji hêrsê paşda dêxe û rûspîtîya wî qusûr-nenihêrandin e (Metlk. 19:11).

Yehowa nedixwest kesek ji me rastî problêma û strêsa bê. Lê femdarî ye, ku xizmetkarê amin cara dikare wedê strêsa mezin, giliyên bêfemtî bêje (Îb. 6:2, 3). Hergê jî ew kes tiştên nerast derheqa Yehowa yan jî derheqa me dibêje, were em tu car lez nekevin ku ser wî hêrs kevin, yan jî bona giliyên wî, wî sûcdar kin. Cara lazim e merivê ku ji bo problêma strêsêda ne, şîret kin yan jî rast kin (Galt. 6:1). Lê rûspî vê derecêda ça gerekê xwe bidine kifşê? Ewana gerekê çev bidine Elîhû, yê ku bi dilşewatiyê guh dida Îbo (Îb. 33:6, 7). Çaxê Elîhû nihêrandin û fikirên Îbo fem kir, tenê paşî vê yekê ewî Îbo şîret kir. Rûspiyên ku çev didine Elîhû, wê rind guh bidine xûşk yan bira, seva rind halê wan fem kin. Paşê, çaxê rûspî wana şîret kin, şîret wê bigihîje dilê wan. w19.06 22-23 ¶10-11

Şemî, 9 Çileyê

Gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva (Kar. Şand. 5:29).

Lê hûn ça dikarin wedê qedexekirina şixulê me, berdewam kin Yehowara xizmet kin? Fîlîal wê rêberiyê û şîreta bide rûspiya. Hergê fîlîal nikaribe tevî rûspiya têklî be, rûspî wê alî xûşk-bira bikin, seva berdewam kin Yehowara xizmet kin. Ewana wê rêberiya ser hîmê Kitêba Pîroz û edebyeta bidine me (Met. 28:19, 20; Îbrn. 10:24, 25). Yehowa soz dide, wekî xizmetkarên wî wê ruhanîda birçî nemînin (Îşa. 65:13, 14; Lûqa 12:42-44). Lema jî hûn dikarin dudilî nebin, wekî teşkîleta wî wê her tiştî bike, seva hûn ruhanîda nekevin û Xwedêra amin bimînin. Lê hûn aliyê xweda çi dikarin bikin? Wedê qedexekirinê, cîkî rind bivînin, seva Kitêba xweye Pîroz û edebyeta veşêrin. Fesal bin, wekî tu car ew tiştên qîmet, firqî tune yên neşirkirî yan elektronîk, cîkî usada nîbin, kîderê hêsa dikarin bêne dîtinê. Her kes ji me gerekê her tiştî bike, seva ruhanîda qewî bimîne. w19.07 10 ¶10-11

Led, 10 Çileyê

Bona hemûya ez dikevime halê her kesî, wekî her derecada bikaribim hineka xilaz kim (1 Korn. 9:22).

Bi hezara sala, ser dinyayê heçî zef meriv bawermend bûn û cûre-cûre rêlîgiyada bûn. Lê wan salên paşwextiyêda, meriv gelek hatine guhastinê. Çiqas diçe hê zêde û zêde dibine nebawer. Mesele, hine welatada heçî zef binelî dibêjin, wekî ewana nebawermend in (Met. 24:12). Lê çira? Çimkî hinek pey rihetiyê dikevin, yan jî pey problêmên xwe (Lûqa 8:14). Hinek dibine atêîst. Hinek jî Xwedê bawer dikin, lê difikirin, wekî rêlîgiya îda tiştekî kevin e û karê nayne, yan jî tevî zandariyê û logîkê hev nagire. Ewana dibeke ji heval, dersdar yan jî ji mêdiyayê dibihên, wekî jîyîn bi saya êvolûsiyayê destpêbûye, lê derheqa meniyên logîkî ku Xwedê heye, hindikî dibihên. Hinek jî naxwazin bikevine nava rêlîgiyayê, çimkî divînin serwêrên rêlîgiya perehiz û hukumhiz in. Hine ciyada jî, serwêrên dewletê qanûnên usa derxistine, kîjan ku îzinê nadin meriv aza Xwedê bihebînin. w19.07 20 ¶1-2

Duşem, 11 Çileyê

Qewîn bimînin, ji ciyê xwe nehejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herin, bizanibin xebata we boş-betal nîne li ber Xudan (1 Korn. 15:58).

Seva hûn ruhanîda berdewam kin pêşda herin, wera nelazim e qewata fîzîkîye qayîm. Bi rastî gelek xûşk-birên ku sihet-qewatêda sist in, berdewam dikin aliyê xweda her tiştî bikin, seva ruhanîda pêşda herin (2 Korn. 4:16). Dibeke hûn gelek sala Yehowara xizmet dikin û niha ji bo sihet-qewata xirab, hûn îda nikarin haqas xizmet kin, çiqas we berê dikir. Hergê usa ne, berxwe nekevin. Dudilî nebin, wekî Yehowa xizmetiya weye berê bîr nake û qîmet dike (Îbrn. 6:10). Û bîr nekin, wekî em aminî û hizkirina xwe hindava Yehowa îzbat dikin ne pê vê yekê, ku bona şixulê wî em çiqas dikin. Hizkirina me hindava Yehowa bi rastî hingê tê kifşê, çaxê nihêrandina me baş e û çaxê em çiqas dikarin jêra xizmet dikin (Kols. 3:23). Yehowa me fem dike û ew haqas ji me dewa nake, çiqas em nikarin (Marq. 12:43, 44). w19.08 3 ¶6; 5 ¶11-12

Sêşem, 12 Çileyê

Bira ronaya we ber meriva şewq bide, ku ewana kirinêd weye qenc bibînin (Met. 5:16).

Yehowa meriva nêzîkî xwe dike pê “kirinêd . . . qenc” yên xizmetkarên xwe (Met. 5:14, 15; 1 Pet. 2:12). Hergê hevalzewacê we Şedê Yehowa nîne, bifikirin hela ew ji civata we kesekî nas dike? Hûn dikarin lê teglîf kin, ku tevî we bê civatê (1 Korn. 14:24, 25). Em dixwazin wekî hemû nefer û merivên meyî nêzîk tevî me bibine yek ku Yehowara xizmet kin. Rast e em hemû tiştî dikin, seva ewana bibine xizmetkarên Xwedê, lê dibeke yeke ewana rastiyê qebûl nekin. Hergê usa be, em gerekê xwe sûcdar nekin bona safîkirina wan, çimkî em nikarin zorê kesekî bikin ku baweriya me qebûl kin. Hergê hûn bextewar in, ku Yehowara xizmet dikin û şabûna we heye, ewana wê evê yekê bivînin, û diqewime ew yek wê ser wana hukum be. Bona wana dua bikin, bi nermî û merîfetî tevî wan xeber din. Berdewam kin alî wan bikin, ku mizgîniyê qebûl kin (Kar. Şand. 20:20). Dudilî nebin, wekî Yehowa wê cefê we kerem ke. Û hergê neferên we guh bidine we, ewana wê xilaz bin! w19.08 18-19 ¶15-17

Çarşem, 13 Çileyê

Çira bedenê çev e. Heger çevê te pak e, temamiya bedena teyê ronayî be (Met. 6:22).

Gelo bi wan giliya Îsa çi dixwest bigota? Îsa dixwest bigota, wekî bi emirê sivik bijîn û hiş-aqilê xwe û nêtên xwe bidine ser xizmetiyê, ne ku ser tiştên din. Xizmetî emirê Îsada ciyê lape ferz digirt, û ewî şagirtên xwe hîn dikir wekî hiş-aqilê xwe bidine ser Yehowa û Padşatiya Wî. Emê çev bidine Îsa hergê xizmetiyê hesab kin şixulê lape ferz, dêmek “berê pêşin li Padşatiya Xwedê bigerin û bikin ku rastiya wî biqedînin” (Met. 6:33). Em dikarin xizmetiyê daynin ciyê pêşin, hergê tiştên neferz kêm kin, û hê zêde xizmet kin, wekî alî meriva bikin ku ewana Yehowa nas kin û hiz bikin. Mesele, dibeke em dikarin sihetên xebata xwe kêm kin, seva xêncî şemî-leda rojên din jî xizmet kin. Yan jî dibeke em wedê hêsabûna xwe kêm kin, kîjan ku gelek wede ji me distîne. w19.04 5-6 ¶12-13

Pêşem, 14 Çileyê

Ez li ciyê bilind û pîroz rûdinim û bona ruhên dilnizman bivejînim (Îşa. 57:15).

Wan rojên paşwextiyada, gelek xûşk-birên ku gelek sala Yehowara xizmet dikin, kifşkirinên teze standine. Bona wan xûşk-bira, çetin bû wan guhastina bikin. Femdarî ye, ewana hiz dikirin kifşkirina xweye berê, û geleka ji wan ew şixulê xwe bi sala dikir. Hineka ça bêjî “şîn” dikirin, heta ku hînî guhastinên teze bûn. Wede derbaz bû, û ewana îda hînî dereca xwe bûn. Çira? Meniya ewlin ew e, ku ewana Yehowa hiz dikin. Wana zanibû, wekî xwe tesmîlî Xwedê kirine, ne ku tesmîlî şixulekî, navekî, yan jî kifşkirinekê (Kols. 3:23). Ewana şa ne ku bi milûktî berdewam dikin Yehowara xizmet kin, firqî tune kîderê xizmet dikin. Ew xûşk-bira “hemû xemêd xwe” davêjine ser Yehowa, çimkî zanin wekî ew bona wana xem dike (1 Pet. 5:6, 7). Çaxê em ev hunurê qîmet, dêmek milûktî nav xweda pêşda tînin, hin em karê distînin hin jî merivên din. Xêncî vê yekê, çaxê em milûk in, em diha hêsa tengasiyada teyax dikin. Lê ya lape ferz, em nêzîkî Yehowa Bavê xweyî ezmana dibin. w19.09 6-7 ¶15-17

Înî, 15 Çileyê

Qanûnêd Xudan rast in, dilê mêriv şa dikin . . . yê pêk tîne, xelata wî pir mezin e (Zeb. 19:8, 11).

Yehowa Dawid ne tenê ça serê mal -betê kifş kir, lê ça serwêrê temamiya cimeta Îsraêlê. Çawa padşa, qewata Dawid gelek mezin bû. Cara ewî qewata xwe ne rast dida xebatê û şaşiyên mezin berdida (2 Sam. 11:14, 15). Lê ewî dixwest gura Yehowa bike. Ça? Ewî şîretên Yehowa qebûl kir. Ewî duada dilê xwe Yehowara vekir û kela dilê xwe rêt. Dawid aliyê xweda hemû tişt dikir, seva gura Yehowa bike û şîretkirina wî qebûl ke (Zeb. 51:1-4). Ew usa milûk bû, ku ne tenê ji mêra şîret qebûl dikir, lê usa jî ji jina (1 Sam. 19:11, 12; 25:32, 33). Dawid ji şaşiyên xwe xwera ders hilda û emirê xweda hiş-aqilê xwe da ser xizmetiya xwe Yehowara. Ewî zanibû, ku çiqas kar e çaxê meriv gura Yehowa dike. Îro em dikarin bivînin firqiya orta wan merivada, yên ku gura Yehowa dikin û yên ku şîretên wîyî bi hizkirin înkar dikin. Ewên ku gura Yehowa dikin “ji fireya dil” distirên (Îşa. 65:13, 14). w19.09 17 ¶15; 19 ¶21

Şemî, 16 Çileyê

Min dîna xwe dayê, va elaleteke . . . mezin . . . li ber text û wî Berxî sekinî bûn (Eyan. 7:9).

Sala 1935-da Şedên Yehowa fem kirin, wekî eseyî nîne elaleta mezin ser ezmana be, seva “li ber text û wî Berxî” sekinî be. Ewana li ber text bi sîmbolîk disekinin. Rast e elaleta mezin ser erdê dijî, yeke ew dikare “li ber text” bisekine bi vê yekê, ku hukumê Yehowa ça serwêrê gerdûnê qebûl ke, û nîşan ke ku gura wî dike (Îşa. 66:1). Lê “li ber . . . wî Berxî” ewana wî cûreyî disekinin, ku baweriya xwe qurbana Îsa tînin. Kitêba Pîrozda hene rêzên mayîn, kîjan alî me dikin, wekî fem kin ku rêza ji Eyantî 7:9, bi sîmbolîk çi tê femkirinê. Mesele, Metta 25:31, 32-da, tê gotinê wekî “hemû milet”, usa jî merivên xirab, wê “li ber” textê Îsayî rûmetê “bicivin”. Dêmek, eşkere ye ku ew hemû milet ne ku ser ezmana ne, lê ser erdê ne. Ev femkirin ku sala 1935-da zelal bû, rastî jî logîkî û femdarî ye. Kitêba Pîrozda tu cîkî nayê gotinê, wekî elaleta mezin wê here ser ezmana. Tenê komek wê jîyîna heta-hetayê ser ezmana bistîne, dêmek 144 000, yên ku wê tevî Îsa “li ser dinyayê padşatiyê bikin” (Eyan. 5:10). w19.09 28 ¶9

Led, 17 Çileyê

Xudan hiz kin, hemû aminêd Wî (Zeb. 31:23).

Yehowa hîviyê ye ku xizmetkarên wî ji Babîlona Mezin dûr bin. Lê ew nayê hesabê ku tenê ji rêlîgiya qelp biqetin. Em gerekê qayîm xwe li rêlîgiya rast bigirin û Yehowara xizmet kin. Were em du tişta şêwir kin, ku ça wê yekê bikin. Ya pêşin, em gerekê qewî xwe prînsîpên Yehowaye derheqa namûsiyê, bigirin. Em tu car gerekê nihêrandin û prînsîpên wê dinyayê qebûl nekin. Mesele, em her cûre bênamûsiyê qebûl nakin, dikeve nava vê yekê usa jî zewaca du jina yan jî du mêra, û rabûn-rûniştina homosêksûalîye mayîn (Met. 19:4, 5; Rom. 1:26, 27). Ya duda, em gerekê berdewam kin tevî xûşk-bira top bin. Em wê yekê hemû ciya dikin, kîderê tê standin, firqî tune oda civatada yan çaxê lazim e malada, û hela hê dizîkava jî. Çi jî biqewime, emê tu car civatên xwe nehêlin. Bi rastî em gerekê hê zêde tevayî top bin, “çimkî em dibînin ku roja axretê nêzîk dibe” (Îbrn. 10:24, 25). w19.10 16 ¶6-7

Duşem, 18 Çileyê

Navê Xudan Kumreş e, ew Xwedêkî kumreş e (Derk. 34:14).

Yehowa dixwaze em emirê xwera şa bin, û vê yekêda wedederbazkirin dikarin alî me bikin. Xebera Xwedê dibêje, wekî “bona zilam ji xwarin û vexwarinê û ji kedê canê xwe şa kirinê qenctir tiştek nîne” (Waîz 2:24). Lê heçî zef wedederbazkirinên vê dinyayê, dikarin ser me xirab hukum bin. Ew wedederbazkirin normên namûsiyê xirab dikin, û hêlan dikin qebûl kin û hela hê jî hiz bikin wan tişta, kîjan ku Xebera Xwedê qedexe dike. Em dixwazin, wekî tenê Yehowa bihebînin û jêra amin bin, lema jî em nikarin hin “ji sifra” Yehowa û hin jî “ji sifra cina” bixwin (1 Korn. 10:21, 22). Çaxê em xwarinê tevî kesekî dixwin, gelek car ew nîşana hevaltiyê ye. Hergê em wedederbazkirinên usa dijbêrin, kîderêda heye zorbetî, sêrbazî, bênamûsî, yan jî xwestinên bedenê û nihêrandinên nerast, bi rastî ew tê hesabê, wekî em tevî dijminên Xwedê xwarinê dixwin, kîjan ku wana hazir kiriye. Axiriya vê yekê ew e, ku em ne ku tenê xwera ziyanê tînin, lê usa jî heleqetiya me tevî Yehowa xirab dibe. w19.10 26 ¶2; 29-30 ¶11-12

Sêşem, 19 Çileyê

Meriva bi rêberiya Ruhê Pîroz ji Xwedêda xeber dane (2 Pet. 1:21).

Hergê gemîvan dixwaze, wekî ba alî wî bike, ew gerekê du tişta bike. Ya pêşin ba kî alîva tê, ew gerekê qeyika xwe wî alîva bajo. Hergê gemîvan ser ciyê sekinandina qeyika bisene, û qeyikê nebe nav berê, ba wê qeyikê nejo. Ya duda, jêra lazim e çiqas dikare babirka hilkişîne û veke. Femdarî ye, ku hergê ba hebe jî, qeyik tenê wê hingê here, hergê ba babirka xe. Mîna vê yekê, em jî dikarin berdewam kin Yehowara xizmet kin tenê hingê, hergê alîkariya ruhê pîroz bistînin. Lê seva ku ruhê pîroz bistînin, mera lazim e du gava bikin. Ya pêşin, em gerekê xwe riya ruhê pîroz bigirin, bi vê yekê ku wan şixula bikin, kîjana ku ew rêberiyê dide me ku em bikin. Ya duda, em gerekê “babirkên xwe hilkişînin”, dêmek çiqas dikarin bi temamî nava wan şixulada bin (Zeb. 119:32). Ruhê pîroz wê me pêlara derbaz ke, dêmek miqabilîbûn û tengasiyara, û wê qewatê bide me ku bi aminî Xwedêra xizmet kin. w19.11 9 ¶8; 10 ¶11

Çarşem, 20 Çileyê

Ez . . . edilayiya xwe didime we (Yûhn. 14:27).

Îsa roja paşin ya jîyîna xweye ser erdê, gelek berxwe diket. Ew gerekê zûtirekê bi destê nepaka, cefê giran bikişanda û bimira. Lê diha zef ew seva vê yekê berxwe diket, ku dixwest xwestina Bavê xwe bîne sêrî, çimkî ewî Bavê xwe gelek hiz dikir. Îsa zanibû ku hergê ew nava wan tengasiyada ku pêşiya wî bûn, amin bimîne, ew wê navê Yehowa heq derxe û bilind ke. Îsa usa jî meriv hiz dikirin, û ewî zanibû wekî jîyîna meye heta-hetayê wîva girêdayî ye, dêmek aminiya wîva heta mirinê. Rast e Îsa strêseke gelek giranda bû, lê dilê wî rihet bû. Dilê Îsada “edilayiya Xwedê” hebû, dêmek dilrihetî, kîjan ku ewî distand bi saya heleqetiya xwe tevî Yehowa. Evê edilayê alî Îsa kir, ku gelek berxwe nediket û tevhev nedibû (Fîlî. 4:6, 7). Tu kes ji me wê rastî cêribandina usa neyê, kîjan ku rastî Îsa hat, lê hemû şagirtên wî wê rastî çetinaya bên (Met. 16:24, 25; Yûhn. 15:20). Mîna Îsa, emê jî cara berxwe kevin. w19.04 8 ¶1-3

Pêşem, 21 Çileyê

Ruhê pîroz netemirînin (1 Têsln. 5:19).

Wê baş be hergê em pirsa bidine xwe: “Ez dişêkirînim ku ez dikevime nava para teşkîleta Yehowa ser erdê?” Yehowa êpêce îzbatkirin dide me, wekî îro ew cimeta xwe kerem dike. Rastî jî gelek meniyên me hene ku ji Xwedê razî bin (1 Têsln. 5:18). Lê em ça dikarin piştgiriya xwe hindava teşkîleta Yehowa nîşan kin? Em piştgiriya teşkîleta Yehowa dikin, çaxê tînin sêrî wan tiştên ku em ji Kitêba Pîroz, edebyetên me, civatên me û civatên mezin pêdihesin. Xêncî vê yekê, em dikarin piştgiriya xwe nîşan kin bi vê yekê, ku şixulê belakirina mizgîniyêda û hînkirinêda çiqas dikarin kar bikin (1 Korn. 15:58). Em dixwazin, wekî Yehowa qurbanên me qebûl ke. Were em her gav Yehowara xizmet kin, çimkî em hemû qenciyên wî dişêkirînin. Were em berdewam kin ya lape baş bidine Yehowa, çimkî em wî bi temamiya dilê xwe hiz dikin. Û were em bi dil û can çiqas dikarin piştgiriya teşkîleta wî bikin ku ew îro kerem dike. Hergê em wan tişta bikin, emê Yehowara nîşan kin, wekî em qîmet dikin wî qedirî, ku dikarin ça Şedên wî jêra xizmet kin! w19.11 25 ¶17-18

Înî, 22 Çileyê

Ewê ku min bawer bike . . . ji van kira mestir jî wê bike (Yûhn. 14:12).

Îsa negot, wekî ewana wê mîna wî keremeta bikin. Dewsê ewî dixwest bigota, wekî şagirtên wî wê hê gelek ciyada û hê gelek merivara mizgîniyê bela kin û wana hîn kin, û hê zêde wext ne ku çiqas Îsa kir. Hergê hûn dixebitin, van pirsa bidine xwe: “Ciyê xebatê, meriv min nas dikin ça yekî xebathiz? Ez wededa xebata xwe xilaz dikim û çiqas destê min tê şixul rind dikim?”. Hergê caba we erê ye, wekî usa ne hûnê bal mezinê xebata xwe navekî baş qazanc kin. Usa jî merivên ser xebata we, wê hê zêde bixwazin guh bidine mizgîniyê. Derheqa xizmetiya xwe pirsên usa bidine xwe: “Xizmetiyêda min nas dikin ça merivê xîret? Ez xwe rind hazir dikim bona serlêdanên pêşin? Ez zû serlêdana dubare dikim? Ez cûre-cûre xizmetiyêda kar dikim?” Hergê erê, hûnê xizmetiya xweda şabûnê bivînin. w19.12 5 ¶14-15

Şemî, 23 Çileyê

Ji we her kes jî bira jina xwe hiz bike çawa xwe û jin ji mêrê xwe xof bike (Efes. 5:33).

Jin-mêrê ku safî dikin zara bînin, gerekê du pirsên ferz orta hevda şêwir kin: Ya pêşin, kengê ewana dixwazin zarên wan hebin? Û ya duda, ewana dixwazin çiqas zarên wan hebin? Lê kengê baş e ewan pirsa safî kin? Û çira ew du pirs usa ferz in? Gelek derecada, hê baş e pêşiya zewacê xort û qîz orta hevda şêwir kin, hela ewana dixwazin zarên wan hebin yan na. Lê çira hingê ewana safî dikin? Menîk ew e, ku gelek ferz e, wekî vê pirsêda ewana herdu jî bêne ser nêteke. Usa jî, ewana gerekê şêwir kin, ku hela hazir in evê cabdariyê hildin ser xwe yan na. Hine jin-mêr safî dikin, wekî salek yan du sal paşî zewacê zara bînin, çimkî seva bibine dê-bav, lazim e gelek wede û qewat. Ewana difikirin, ku hergê hinekî hîviyê bin, ewana wê zewacêda hînî hevdu bin û hê nêzîkî hev bin. w19.12 23 ¶4-5

Led, 24 Çileyê

Heval. . . bira bûye bona roja oxirmê giran (Metlk. 17:17).

Nava temamiya dinyayêda, gelek xizmetkarên Yehowa ji bo cûre-cûre çetinaya dikevine strêsê, û hela hê jî êşeke giran dikişînin. Hine xûşk-birên me derd dikişînin ji bo nexweşiyên giran, hinek ji bo mirina merivê xweyî nêzîk. Hinek jî gelek dilteng dibin, çaxê neferê wan yan jî hevalê wan rastiyê dihêlin. Usa jî hine xûşk-birên me rastî xezebên tebiyetê tên û gelek ziyanê distînin. Wan hemû xûşk-birara berdilî lazim e. Lê em ça dikarin alî wan bikin? Gerekê bibine hevalekî baş û amin. Hevalên amin heyfa xwe wede û qewata xwe naynin, seva alîkarî bidine xûşk-bira. Mesele, hekîm birakî me Pîtêrra got, wekî nexweşiya wîye giran heye, ku berbi mirinê dibe. Jina wî Katrîn, dibêje: “Ji civata me jin-mêrekî vê rojê em birin bal hekîm, kîderê ku em derheqa nexweşiya Pîtêr pêhesiyan. Wana ji vê demê xwera safî kiribûn, wekî vî halê giranda me tenê nehêlin, û gava mera alîkarî lazim bû, ewana her gav kêleka me bûn”. Rastî jî em dilbînîke mezin distînin, çaxê hevalên baş kêleka me ne, û alî me dikin, wekî em tengasiyada teyax kin! w20.01 8 ¶1; 9 ¶5; 10 ¶6

Duşem, 25 Çileyê

Hemû bi ruhê pîroz tijî bûn û destpêkirin zimanêd mayîn xeber dan (Kar. Şand. 2:4).

Hergê tu yek ji wan şagirtên Îsa bûyayî, kîjan ku sala 33 D.M., top bibûn oda mezine jorinda, wê qe şik jî bal te tune bûya, ku tu pê ruhê pîroz hatî bijartinê (Kar. Şand. 2:5-12). Lê gelo yên ku bi ruhê pîroz kifşkirî ne, hemû jî bi cûrê mexsûs û wedekîda têne bijartinê? Na. Dîna xwe bidinê, ku kengê meriv dibe bi jartî. Vê rojê, ne tenê ew koma ji 120 Mesîhiya pê ruhê pîroz hatine kifşkirinê, lê vê rojê, weke 3 000 merivên din jî ruhê pîroz standin. Ewana hatibûn kifşkirinê, gava hatin nixumandinê (Kar. Şand. 2:37, 38, 41). Lê paşî vê yekê, îda ne hemû Mesîhî wedê nixumandinê dihatine kifşkirinê. Mesele, Samerî hine wede şûnda paşî nixumandinê hatine kifşkirinê (Kar. Şand. 8:14-17). Lê kifşkirina Kornêlyo û malbeta wî gelek ecêbmayî bû. Ewana hela hê jî pêşiya nixumandinê hatibûn kifşkirinê (Kar. Şand. 10:44-48). w20.01 20-21 ¶2-4

Sêşem, 26 Çileyê

Min tu wanva dayî eyankirinê (Yûhn. 17:26).

Îsa weke 165 cara hema tenê çar kitêbên pêşine Mizgîniyêda ser Yehowa dibêje “Bav”. Çira ewî usa zef derheqa Yehowa xeber dida? Menîk ew e, seva meriv bawer bûna, ku Yehowa Bavekî bi hizkirin e (Yûhn. 17:25). Bifikirin ku em derheqa Yehowa çi pêdihesin ji wê yekê, ku ewî ça xwe dida kifşê hindava Kurê xwe Îsa. Yehowa timê duayên wî dibihîst. Ewî ne ku tenê duayên wî dibihîst, lê usa jî caba duayên wî dida (Yûhn. 11:41, 42). Îsa rastî çi çetinaya jî dihat, timê hizkirin û piştgiriya Bavê xwe ser xwe texmîn dikir (Lûqa 22:42, 43). Yehowa çawa Bavê hizkirî, usa kir wekî Îsa bizanibe, ku Ew bona wî xem dike (Met. 26:53; Yûhn. 8:16). Rast e Yehowa Îsa xwey nedikir ji hemû tiştên ku dikaribûn ziyan bidana wî, lê ewî alî wî dikir, wekî cêribandinada teyax ke. Îsa zanibû, wekî ew rastî çi tengasiyê jî bê, wê wedelû be (Îbrn. 12:2). Yehowa îzbat kir, ku ew Îsa hiz dike, gava duayên wî dibihîst, bona wî xem dikir, wî hîn dikir û piştgiriya wî dikir (Yûhn. 5:20; 8:28). w20.02 3 ¶6-7, 9

Çarşem, 27 Çileyê

Her tiştî bona şikirdayîna Xwedê bikin û kesekîra nebine kevirê likumandinê (1 Korn. 10:31, 32).

Çaxê em gerekê safî kin ku filan eyd-qeydê bikin yan na, em gerekê bifikirin ku çawa safîkirina me dikare ser îsafa merivên mayîn hukum ke, îlahî ser xûşk-bira. Em tu car naxwazin kesekî bilikumînin (Marq. 9:42). Em usa jî naxwazin merivên xwe ku Şedên Yehowa nînin, bixeydînin. Hizkirin dikare alî me bike, wekî tevî wan bi qedir xeber din û bi wê yekê Yehowa rûmet kin. Em usa jî naxwazin tevî meriva bikevine dewê, yan qerfê xwe edetên wan bikin. Bîr nekin, qewata hizkirinê mezin e! Çaxê em hizkirina helal wanra didine kifşê û bi qedir in hindava wanda, em dikarin hela hê dilê wan jî nerm kin, yên ku miqabilî me ne. Bira merivatiya we û cînarên we bizanibin ku hûn Şedê Yehowa ne (Îşa. 43:10). Hergê hûn merivên xwe û cînarên xwera pêşda bêjin, ku hûn Yehowa dihebînin û tevî edetên wan nabin, wera wê diha hêsa be ewê çetinayê derbaz kin. Were em tu car şerm nekin amin bimînin, bi vê yekê ku piştgiriya rastiyê bikin (Rom. 1:16). w19.04 17-18 ¶14-16

Pêşem, 28 Çileyê

Ez ji şandiya yê herî paş im, ku ne layîq im şandî jî bême gotinê (1 Korn. 15:9).

Wedê xizmetiya Îsaye ser erdê, 12 şandiyên wî tevî wî bûn, lê Pawlos bû Mesîhî tenê paşê mirina Îsa û rabûna wî. Rast e axiriyêda ew hate kifşkirinê ça “şandiyê necihûya”, lê Pawlos nekete nava wan 12 şandiya (Rom. 11:13; Kar. Şand. 1:21-26). Dewsa ku hevsûdiya wan 12 mêra bike, ku heleqetiya wan tevî Îsa gelek nêzîk bû, Pawlos razî bû bona vê yekê çi ku bal wî hebû. Hergê em milûk in û razî ne bona tiştên ku bal me hene, emê jî mîna Pawlos bi qedir bin hindava wanda, kîjanara Yehowa hukum daye (Kar. Şand. 21:20-26). Yehowa organîze kir, wekî bira bêne kifşkirinê, seva civatada rêberiyê bikin. Rast e kêmasiyên wan hene, lê Yehowa wana hesab dike ça “pêşkêş bi cûrê meriva” (Efes. 4:8, 11, DT). Çaxê em qedirê wan birên cabdar digirin û bi milûktî pey rêberiya wan diçin, heleqetiya me tevî Yehowa nêzîk dimîne û civatêda em tevî xûşk-bira edilayêda dimînin. w20.02 17 ¶13-14

Înî, 29 Çileyê

Em hiz dikin, çimkî ewî pêşda em hizkirin (1 Yûhn. 4:19).

Dibeke pêşiya ku te tevî Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkira, te îda Xwedê hiz dikir û dixwest ku Ew te qebûl ke. Niha tu Şedên Yehowa nas dikî û te xweş tê tevî wan wede derbaz kî. Lê gerekê tenê eva menî nîbe, ku xwe tesmîlî Yehowa kî û bêyî nixumandinê. Meniya sereke, ku çira bêyî nixumandinê, gerekê hizkirina hindava Yehowa be, Xwedayê rast. Çaxê tu ji her tiştî û her kesî zêdetir Yehowa hiz bikî, wê tu tişt û tu kes rê te negire, wekî jêra xizmet kî. Tu gerekê fem kî, wekî hizkirin hindava Yehowa mîna rê ye bona nixumandinê û çawa sûr e, kîjan ku alî te dike ser riya Xwedê bimînî. Îsa got wekî em gerekê Yehowa bi temamiya dilê xwe, caniya xwe, hişê xwe û qewata xwe hiz bikin (Marq. 12:30). Lê tu ça dikarî usa qayîm Yehowa hiz bikî? Çaxê tu derheqa hizkirina Yehowa hindava xwe bifikirî, tuyê jî wî hiz bikî. w20.03 4 ¶4-5

Şemî, 30 Çileyê

Qulixê xwe biqedîne (2 Tîmt. 4:5).

Çi tê hesabê qulixê xwe biqedînin? Xizmetiya xwe biqedînin tê hesabê mizgîniyê bela kin û meriva hîn kin, çiqas ku dikarin. Lê ferz tenê ew nîne ku çiqas wede em xerc dikin. Bona Yehowa diha ferz e, ku em bi çi nêtê jêra xizmet dikin. Em Yehowa û meriva hiz dikin, lema bi dil û can xizmetiya xweye Mesîhîtî tînin sêrî (Marq. 12:30, 31; Kols. 3:23). Xwedêra bi dil û can xizmet kin, tê hesabê ku qewat û feresetên xwe bi cûrê lape baş bidine xebatê. Çaxê em qîmet dikin wî qedirî ku mizgîniyê bela dikin, em mecalê bernadin û çiqas dikarin gelek merivara mizgîniyê gilî dikin. Em dibeke nikarin xizmet kin çiqas dixwazin. Yeke, em ewî şixulî hiz dikin. Em aliyê xweda her tiştî dikin, seva hê rind xizmet kin, wekî mizgîniyê bigihînin dilê meriva. Û emirê xweda em xizmetiyê datînin ciyê pêşin. w19.04 2 ¶3; 3 ¶4, 6

Led, 31 Çileyê

Nava wîda rastî tune (Yûhn. 8:44).

Derewên Şeytan kul-derdên însanetê zêde dikin. Cara wan dê-bavara yên ku şîna zara xwe dikin, dibêjin wekî Xwedêra ser ezmana dîsa milyaketek lazim bû, lema ewî zara wan bire bal xwe. Ev derewî ne ku dilê meriva rihet dike, lê hê zêde êşê dike dilê wan. Berê, derewa derheqa cenimê didane xebatê, wekî xwe heq derxin çaxê meriv bi çerçirandinê dikuştin. Mesele, merivên ku miqabilî hînkirinên dêrê derdiketin, stûnêva dardadikirin û dişewitandin. Li gora kitêbekê (“Spanish Inquisition”), hinekên ku usa bêremtî meriv didane kuştinê, bawer dikirin wekî çaxê meriv usa biçerçirin, wê fem bikin ku çerçirandina cenimêda ça ne, û dibeke pêşiya mirinê ewana tobe bikin û ji cenimê xilaz bin. Gelek welatada, meriv bona miriyên xwe xwarinê hazir dikin, eyda datînin, seva hurmetê bidine kal-bavên xweyî mirî. Hinek jî bîranîna miriya derbaz dikin û hurmetê didine wan, ji tirsa ku mirî wana ceza nekin. Sed heyf, ew derewên Şeytan qe dilbîniyê nadin meriva, dewsê kul-derdên wan zêde dikin, û hela hê jî tirsê dikine dilê wan. w19.04 14 ¶1; 16 ¶10

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin