Sibat
Duşem, 1 Sibatê
[Yehowa] rastîyê û heqîyê hiz dike (Zeb. 33:5).
“Heqî”, çawa Kitêba Pîrozda tê xebitandinê, tê hesabê wan tişta bikin çi ku ber çevê Xwedê rast in, û firqiyê nekine orta meriva. Bifikirin derheqa kirên Îsa, ku heqî didane kifşê. Wedê wîda, serwêrên dînê Cihûya miletên mayîn nefret dikirin, û qedirê jina nedigirtin. Lê Îsa hindava hemûyada heq bû û firqî nedikire orta meriva. Ewî merivên necihû qebûl dikir, çaxê wana baweriya xwe wî dianîn û pey wî diçûn (Met. 8:5-10, 13). Ewî hemûyara mizgînî bela dikir, hin yên dewletîra hin jî kesîbara (Met. 11:5; Lûqa 19:2, 9). Ew tu car hindava jinada sert nîbû û ewana bêhurmet nedikirin. Dewsê ew hindava wanda bi qedir û heyf bû, hela hê hindava wanda jî, yên ku merivên mayîn ber tiştekî hesab nedikirin (Lûqa 7:37-39, 44-50). Em dikarin çev bidine Îsa, û firqiyê nekine orta meriva, hemûyara mizgîniyê bela kin, firqî tune ewana çi bawer dikin, yan jî kesîb in yan dewletî ne. Malxên malê yên ku Mesîhî ne, gerekê mîna Îsa hindava jinada bi qedir bin. w19.05 2 ¶1; 5 ¶15-17
Sêşem, 2 Sibatê
Em nava weda rûnerm bûne, çawa kevanîk ku zarêd xwera diricife (1 Têsln. 2:7).
Îro gava rûspiyên amin pê Kitêba Pîroz ber dilê wanda tên, yên ku hewce ne, gerekê tevî wan pê giliyên şîrin, nerm û dilşewat xeber din. Lê gelo tenê rûspî gerekê ber dilê wanda bên, yên ku rastî zorbetiyê hatine? Na. Her kes ji me borcdar e, wekî “ber dilê hevda” bên (1 Têsln. 4:18). Îlahî xûşkên ruhanîda gihîştî dikarin gelek dilbîniyê bidine wan xûşka, ku rastî zorbetiyê hatine. Bînin bîra xwe, Kitêba Pîrozda Yehowa Xwedê xwe beramberî dê dike, ya ku ber dilê kurê xweyî biçûkda tê (Îşa. 66:13). Kitêba Pîrozda gelek meselên wan jina hene, yên ku wedê tengasiya dilbînî didane meriva (Îb. 42:11). Û dilê Yehowa gelek şa dibe, çaxê divîne wekî xûşk ber dilê wan xûşkada tên, yên ku êmosiyalîda xwe xirab texmîn dikin! Hine derecada, rûspî dikarin xûşkeke gihîştîra başqe bêjin, wekî alî filan xûşkê bike û dilbîniyê bide wê. Hergê ew Mesîhî naxwaze mera gilî ke derheqa xwe, hemikî em gerekê fesal bin, ku nekevine nav şixulê wan, û wan pirsa nedine wan, caba kîjana ewana naxwazin mera bêjin (1 Têsln. 4:11). w19.05 16-17 ¶10-12
Çarşem, 3 Sibatê
Bi devê du yan sê şeda her tişt îzbat be (Met. 18:16).
Çaxê kesekî gunê giran kiriye, çira tê dewakirinê, wekî pêşiya ku rûspî komîtêya dîwankirinê saz kin, gerekê du şede hebin? Ew dewakirina heq, li gora Kitêba Pîroz e. Hergê kesek gunê xwe înkar dike, du şede lazim in, wekî bê îzbatkirinê ku ewî gune kiriye. Wî çaxî rûspî komîtêya dîwankirinê saz dikin (Qan. Dcr. 19:15; 1 Tîmt. 5:19). Hergê ew endemê civatê gunê xwe înkar dike, rûspî giliyên şeda lêkolîn dikin. Meniya rûspiya heye, wekî komîtêya dîwankirinê saz kin, hergê lap kêm du şede hebin. Yek yê ku derheqa vê yekê elamî wan kiriye, û yê duda, yê ku giliyên wî îzbat dike. Lê hergê şedê duda tune, ev nayê hesabê wekî ewê ku wî neheq dike, derewa dike. Hergê jî bi saya du şeda neyê îzbatkirinê, ku ewî zorbetî zarê kiriye, yeke rûspî fem dikin, wekî dibeke jî gunê giran hatiye kirinê. Rûspî berdewam dikin ber dilê wanda tên û alî wan dikin, yên ku ziyan standine û çevê rûspiya ser wî merivî ye, yê ku zorbetiyêda hatiye neheqkirinê, seva ew ziyanê nede endemên civatê (Kar. Şand. 20:28). w19.05 11 ¶15-16
Pêşem, 4 Sibatê
Guhê te ser wan tişta be. . . , wekî pêşdaçûyîna te hemûyava eyan be (1 Tîmt. 4:15).
Gelek ferz e, ku zara hîn kin çawa lêkolîna bikin. Zar gerekê hîn bin ku çawa xwe bona civatê hazir kin, usa jî hîn bin lêkolîna bikin, wekî bikaribin caba wan pirsa bidin, kîjan ku mektebêda pêşda tên (Îbrn. 5:14). Hergê ewana hine wedê xwe xerc kin, seva malda lêkolîna bikin, ew yek wê alî wan bike, wekî hewasa wan pêşda bê, seva guhdar bin û fem kin, ku çi tê gotinê civatada û usa jî civatên mezinda. Dê-bav gerekê safî kin ku çiqas wede xerc kin ser her lêkolînkirina tevî zarê, û hildine hesab sal, xeyset û feresetên zarên xwe. Em tevî kê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, wana jî gerekê hîn kin ku bizanibin çawa lêkolîna bikin. Çaxê ewana teze hînbûna Kitêba Pîroz destpêdikin, em şa dibin gava ewana xwe hazir dikin bona hînbûnê yan jî civatê, û caba kifş dikin. Lê em usa jî gerekê wana hîn kin, ku çawa kûr lêkolîna bikin. Wî cûreyî çaxê ewana rastî problêma bên, wê hîn bin xwexa evê înformasiyayê edebiyetên meda bigerin, kîjan wê alî wan bike. w19.05 26 ¶2; 28 ¶10-11
Înî, 5 Sibatê
Em wan şêwira û hemû bilindciyêd kubariyêye miqabilî zanebûna Xwedê betal dikin (2 Korn. 10:5).
Şeytan dixwaze cûrê fikirandina me biguhêze. Ew her cûre fikir û nihêrandin dide xebatê, seva Xebera Xwedê ser me hukum neke. Şeytan berdewam dike pirsên usa bide, kîjan ku ewî baxçê Êdênêda da Hêwayê: “Rastî Xwedê gotîye wekî . . .” (Destp. 3:1). Vê dinyayêda, ku destê Şeytanda ye, em gelek car pirsên usa dibihên, ku dikarin şikê bikine dilê me, mesele: “Gelo rastî Xwedê qebûl nake jin-jin bistîne, mêr-mêr bistîne? Rastî Xwedê naxwaze, wekî em roja bûyîna xwe, yan jî sala teze derbaz kin? Gelo rastî Xwedê naxwaze, wekî em xûnê berî xwe din? Rastî Xwedêyê hizkirin dixwaze, wekî em heleqetiya xwe tevî merivên xweyî nêzîk, yên ku ji civatê hatine derxistinê, biqetînin?” Em gerekê baweriya xweda qewî bin û dudilî nebin. Hergê hişê meda pirsên usa hene, caba kîjana me nestandiye, ew dikare bibe menî ku şik dilê meda pêşda bên. Ew şik dikarin axiriyêda fikirandina me xirab kin û baweriya me hilşînin. w19.06 12-13 ¶15-17
Şemî, 6 Sibatê
Hemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hiz bikin, rem û şkestî bin (1 Pet. 3:8).
Yehowa me gelek hiz dike (Yûhn. 3:16). Û em dixwazin çev bidine Bavê xweyî hizkirin. Lema jî em aliyê xweda her tiştî dikin, seva hindava hemûya “şewat bin [û] hev hiz bikin”, îlahî wana, yên ku “neferêd mala Xwedê” ne (Galt. 6:10). Çaxê xûşk-birên me dikevine tengasiya, em dixwazin alî wan bikin. Ça em dikarin ber dilê wî merivîda bên, yê ku jin yan mêrê xwe unda kiriye? Gava pêşin ew e, ku tevî wî kesî xeber din, hergê jî hûn şerm dikin yan jî nizanin çi bêjin. Paûla, mêrê kîjanê nişkêva mir, dibêje: “Ez fem dikim, ku merivên din tevhev dibin, çaxê merivê kesekîyî nêzîk dimire. Ew meriv cara nikarin tiştekî bêjin, çimkî ditirsin ku wê tiştê usa bêjin, wekî ew kes bixeyde. Lê hê baş e merî tiştekî nerast bêje, dewsa ku qe tiştekî nebêje”. Merivê ku şînê dike, ne jî hîviyê ye, wekî hûn tiştekî aqilayî bêjin. Paûla dibêje: “Ez gelek razî me çaxê hevalên min, hema tenê wan giliya minra dibêjin: ‘Dilê min dêşe bona te’”. w19.06 20 ¶1; 23 ¶14
Led, 7 Sibatê
Ya Xudan, ser gef û guriya wanda binihêre, keremê xulamêd xwera bike, wekî em mêrkîmî xebera te xeber din (Kar. Şand. 4:29).
Hergê şixulê me qedexekirî ye, rûspî wê usa organîze bikin, wekî hûn çaxê herin civatê, nekevine çevê wan, yên ku miqabilî me ne. Rûspî dibeke wera bêjin, ku bi komên biçûk top bin, û dibeke gelek car wede û ciyê topbûnê biguhêzin. Lê xizmetî cûre-cûre welatada, dikare ji bo hine dereca, mîna hev nîbe. Çi jî hebe, yeke emê mecala bigerin, seva mizgîniyê bela kin, çimkî em Yehowa hiz dikin û dixwazin derheqa Padşatiya wî merivara gilî kin (Lûqa 8:1). Terîxzan Êmîlî B. Barên, derheqa Şedên Yehowa wedê Yektiya Sovyetê, got: “Çaxê dewletê Şedên Yehowara got, wekî îzin tune xizmet kin, wana destpêkir cînar, hevalxebatçî û hevalên xwera şedetiyê bidin. Lê çaxê ji bo vê yekê wana kirine girtîgehê, Şedên Yehowa girtiyara şedetî didan”. Rast e şixulê me qedexekirî bû, lê yeke xûşk-birên me xizmetî nedane sekinandinê. Lema hûn jî çev bidine wan xûşk-bira! w19.07 11 ¶12-13
Duşem, 8 Sibatê
Hemû mileta bikin şagirt (Met. 28:19, ÎM).
Em ça dikarin alî merivên nebawermend bikin, wekî Xwedê hiz bikin û bibine şagirtên Mesîh? Em gerekê bîr nekin, wekî meriv ça xwe dide kifşê gava em şedetiyê didin, vê yekêva girêdayî ye, ku ew ça û kîderê mezin bûye. Mesele, merivên ku Ewropayêda mezin bûne, cude dibin ji merivên Asyayêda. Çira? Ewropayêda, gelek meriv derheqa Kitêba Pîroz zanin û bihîstine ku Xwedê hemû tişt efirandiye. Lê Asyayêda, heçî zef meriv hindik yan jî qe tiştekî nizanin derheqa Kitêba Pîroz, û dibeke bawer nakin wekî Efirandar heye. Lema jî pozîtîv bin. Her sal, merivên nebawer dibine Şedên Yehowa. Gelek ji wana nav-namûs dijîtin û durûtiya rêlîgiya ber çevê wan reş bû, hinek jî bi emirê necayîz dijîtin, lê gelek jî gerekê xeysetên xweye xirab biterikandana. Pê alîkariya Yehowa, em dikarin dudilî nebin, ku emê wan meriva bivînin, yên ku hazirin mizgîniyê qebûl kin (Kar. Şand. 13:48; 1 Tîmt. 2:3, 4). w19.07 20-21 ¶3-4
Sêşem, 9 Sibatê
Em . . . venakişin (2 Korn. 4:16).
Hêviya me jîyîna heta-hetayê ser ezmana ye yan ser erdê ye, em gerekê berdewam kin bicedînin, seva bigihîjine nêt-merema xwe. Firqî tune em çi derecada nin, em gerekê her tiştên pey xwe hîştî bîr kin, û nehêlin tu tişt xizmetiya me Yehowara bide sekinandinê (Fîlî. 3:16). Dibeke mera bê kifşê, ku em hîviya çi ne, derengî dikeve, yan jî em sihet-qewatêda qidûm dikevin. Diqewime berê em gelek sala rastî tengasiyên giran û zêrandina hatine. Lê çi jî hebe, “bona tu tiştî xem nekin”. Dewsê, xwestina xwe bi dua-dirozga Xwedêra eyan kin, û Xwedê wê edilaya usa bide we, ku hûn ne jî dikarin bidine ber çevê xwe (Fîlî. 4:6, 7). Were em jî mîna yê ku direve, her tiştî bikin seva hiş-aqilê xwe bi temamî bidine ser nêta xwe, ku heta xilaziyê birevin û bigihîjne fînîşê. Çiqas dereca me û qewata me dihêle, em gerekê her tiştî bikin, û pêşda herin berbi tiştên baş, ku pêşiya me ne. w19.08 7 ¶16-17
Çarşem, 10 Sibatê
Tevî yêd digirîn bigirîn (Rom. 12:15).
Dibeke em nizanin ku çi bêjin wan, yên ku şînê dikin. Wan derecada cara hêsirên me wê ji giliyên me qewattir bin. Çaxê hevalê Îsa Lazar mir, Meryem, Merta û merivên mayîn, bona heval û birê xweyî hizkirî digiriyan. Çar roj şûnda, Îsa hat. Rast e ewî zanibû, ku wê Lazar ji mirinê rake, lê yeke ew “giriya” (Yûhn. 11:17, 33-35). Ew hêsirên Îsa eyan kirin, ku Bavê wî çi ser xwe texmîn dikir. Hin jî giriyê wî da kifşê, ku Îsa ew malbet hiz dikir, û ewê yekê bêşik dil da Meryemê û Mertayê. Çaxê xûşk-birên me jî texmîn dikin hizkirin û xemkirina me, ewana dilrihet dibin, çimkî divînin ku tenê nînin, lê kêleka wan hevalên baş in, ku wana hiz dikin. Carina em gerekê tenê rind guh bidine wan. Usa bikin wekî ewana kela dilê xwe mera birêjin, dîna xwe nedine giliyên wan, çaxê ewana cara bêhemdê xwe tiştekî dibêjin (Îb. 6:2, 3). Çimkî dibeke merivên wanî nêzîk, ku Şedên Yehowa nînin, kula wan zêde dikin. Lema jî tevî wan dua bikin. Hîvî kin ji Yehowa ku dua dibihê, wekî qewatê û bîlaniyê bide wan xûşk-bira (Zeb. 65:2). w19.04 18-19 ¶18-19
Pêşem, 11 Sibatê
Hûn li Wîra dilê xwe vekin (Zeb. 62:8).
Firqî tune em deştêda xizmet dikin yan Beytelêda, em merivên dor-berê xwe û hela hê wî cîyî jî, kîderê em xizmet dikin, hiz dikin. Lema jî ji bo çi meniya jî em kifşkirina xwe dihêlin, yeke dilê me dêşe û em dilteng dibin. Em bîra xûşk-birên wêderê dikin, û bona wan berxwe dikevin, îlahî hergê em ji wan diqetin ji bo wê yekê, ku yên miqabil pey me dikevin (Met. 10:23; 2 Korn. 11:28, 29). Çetinayî dikare ew be jî, ku çaxê em kifşkirina teze distînin, yan jî vedigerin malê, gelek car em tevhev dibin, çimkî gerekê hînî kûltûra teze bin, yan hela hê jî hînî kûltûra welatê xwe bin. Usa jî hine xûşk-bira, kifşkirina kîjana tê guhastinê, dikarin aliyê perada jî nişkêva rastî çetinaya bên. Ewana dibeke berxwe kevin, bitirsin ku wê ça be halê wan, û tevhev bin. Wî wedeyî çi dikare alî wan bike? Nêzîkî Yehowa bimînin (Aqûb 4:8). Lê em ça dikarin usa bikin? Em gerekê îtbariya xwe wî bînin, yê ku “dua dibihê” (Zeb. 65:2). Yehowa dikare “her tiştî hê zêde ke, ne çawa em dixwazin yan difikirin” (Efes. 3:20). Çaxê em bi dua ji Yehowa tiştekî hîvî dikin, ew ne tenê caba duayê me dide, lê dikare usa alî me bike û problêmên me usa safî ke, ku em ne jî hîviyê bûn. w19.08 21 ¶5-6
Înî, 12 Sibatê
Wan[a] . . . ew . . . civandine wî ciyî ku . . . ‘Harmegedon’ tê gotinê (Eyan. 16:16).
Hine meriv çaxê xebera “Harmegedon” dibihên, ewana hesab dikin, ku ew heye şerê bi atomê yan jî xezeba tebiyetê ya hemdinyayî. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî Harmegedon ew heye mizgînî û meniya şabûnê! (Eyan. 1:3) Çira? Çimkî bi rastî şerê Harmegedonê wê ne ku qira însanetê bîne, lê xilazbûnê bîne. Çi cûreyî? Ew wê serwêrtiyên meriva bide hildanê. Ev şer wê însanetê xilaz ke usa jî çaxê merivên xirab kuta ke, lê merivên rast xwey ke. Hin jî însanet wê xilaz be, çimkî ew şer wê qira wan meriva bîne, yên ku erdê xirab dikin (Eyan. 11:18) Xebera “Harmegedon” Kitêba Pîrozda tenê carekê tê xebitandinê, û ew gilî ser zimanê Îbranî tê hesabê “Çiyayê Megîdo” (Eyan. 16:16). Megîdo şeher bû Îsraêla berêda (Yêşû 17:11). Lê Harmegedon raste-rast navê tu ciyî nîne. Bi rastî ew heye ev derece, çaxê “hemû padşêd dinyayê” wê top bin, seva miqabilî Yehowa derên (Eyan. 16:14). w19.09 8 ¶1-3
Şemî, 13 Sibatê
Tu kesî çare lê nekiribû (Lûqa 8:43).
Ew jinik gelek dilteng bû, çimkî hewcê alîkariyê bû. Ew çûbû bal gelek hekîma, seva xwe qenc ke. Lê tu tiştî alî wê nekiribû, û ew 12 sala ji bo vê nexweşiya xwe diçerçirî û li gora Qanûna Mûsa ew nepaqij dihate hesabê (Qan. Kah. 15:25). Paşê ew pêhesiya ku Îsa nexwaşa qenc dike, û çû wî bigere. Çaxê ewê Îsa dît, destê xwe da rîşiyên kincê wî, û derbêra qenc bû! Îsa ne tenê sihet-qewata wê qenc kir, lê ewî pê xeberdana xweye tevî wê, qedirê wê bilind kir. Mesele, xeberdanêda ewî gilîkî bi qedir û germ jêra got, “evdê”. Bidine ber çevê xwe, ew jinik rihetîke çiqas mezin stand û ça şidiya! (Lûqa 8:44-48) Dîna xwe bidinê, ku ew jinik xwexa çû bal Îsa, dêmek ewê xwexa gava pêşin avît. Îro jî usa ne, pêşiyê gerekê em xwexa gavê bavêjin, wekî bêne bal Îsa. Femdarî ye, wedê meda Îsa bi keremet nexweşiyên wan meriva qenc nake, yên ku têne cem wî. Lê ew îro jî me teglîf dike: “Werine cem min . . . û ezê rihetiyê bidime we (Met. 11:28). w19.09 20 ¶2-3
Led, 14 Sibatê
Min dîna xwe dayê, va elaleteke . . . mezin . . . ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî (Eyan. 7:9).
Zekerya pêxember derheqa vê yekê pêşda got: “Wan rojada deh meriv ji hemû zimanên mileta, wê xwe rîşiyê kincê Cihûkîva bigirin, û bêjin: ‘Em dixwazin tevî we bên, çimkî me bihîstiye Xwedê tevî we ye’” (Zeker. 8:23, DT). Şedên Yehowa fem dikin, ku seva meriv ji hemû zimana bêne topkirinê, mizgînî gerekê ser gelek zimana bê belakirinê. Em îro nava terîxiyêda şixulê welgerandinêye mezin dikin, ku îda ser 900 zimana zêdetir tê welgerandinê. Eyan e, rastî jî Yehowa îro keremetê dike, ku ji hemû mileta elaleta mezin top dike. Em gelek razî ne ku xwarina ruhanî ser hê zêde û zêde zimana heye. Firqiya zimana orta xizmetkarên Yehowa nav temamiya dinyayêda, ne ku wana cude dike, lê dike yektiyê. Û ewana eyan in pê vê yekê, ku bi xîret mizgîniyê bela dikin û hizkirina biratî hindava hevda nîşan dikin. Rastî jî, ew yek ku em pê çevê xwe divînin ça ev pêxembertî tê sêrî, baweriya me gelek dişidîne! (Met. 24:14; Yûhn. 13:35) w19.09 30-31 ¶16-17
Duşem, 15 Sibatê
Tengasîke usa mezin wê bibe, ku ji destpêbûna dinyayê heta niha mîna wê nebûye û ne jî wê bibe (Met. 24:21).
Wedê tengasiya mezin, meriv wê tevhev bin, gava bivînin ku ça ew hemû tişt hildişê, çi ku wana tirê wê her gav hebe. Ewana wê biçerçirin û berxwe kevin, çimkî nava terîxiya însanetêda ew wê wedekî lapî giran be (Sêfn. 1:14, 15). Hingê, dibeke emir wê hê çetin be, hela hê bona cimeta Xwedê jî. Em ne para vê dinyayê ne, lema jî diqewime emê tengasiya bivînin. Dibeke hine tişt ku em hewce bin, bal me tune bin. “Xulamê amin û serwaxt” me hazir dike, wekî wedê tengasiya mezin em Xwedêra amin bimînin (Met. 24:45). Ew bi cûre-cûre tişta alî me dike, tenê meselekê şêwir kin: xulamê amin û serwaxt bi saya civatên mezine sêrojî, ku salên 2016-2018-da derbaz bûn, wededa alî me kir. Bi saya wan civatên mezin, em hêlan bûn, wekî nav xweda wan hunura qewî kin, kîjan ku mera lazim in, çimkî roja Yehowa îda gelek nêzîk e. w19.10 14 ¶2; 16 ¶10; 17 ¶12
Sêşem, 16 Sibatê
Hûn nikarin hin kasa Xudan vexwin, hin jî kasa cina (1 Korn. 10:21).
Çaxê em xwarinê dadiqurçînin, ew xwarin ça jî ser me hukum be, îda em nikarin kontrol kin. Xwarina baş dikare sihet-qewata me baş ke, lê xwarina nekêrhatî, wê sihet-qewata me xirab ke. Ew yek rojekêda wê neyê kifşê, lê wede derbaz be, ew yek wê eyan be. Mîna vê yekê, çaxê em wedederbazkirina dijbêrin, em xwexa dijbêrin çi bikine hişê xwe. Lê paşê îda em nikarin kontrol kin, ku ew wedederbazkirin ça hukum be ser hişê me û dilê me. Wedederbazkirina baş dikare mera karê bîne, lê ya xirab ziyanê tîne (Aqûb 1:14, 15). Em nikarin derbêra têderxin ku wedederbazkirina xirab ça ser me hukum dike, lê wede şûnda ew yek wê eşkere bê kifşê. Lema jî Kitêba Pîroz mera pêşda dibêje: “Meriv çi diçîne, wê jî diçine. Kî ku bona binyata xwe diçîne, ewê ji wê binyatê mirinê biçine” (Galt. 6:7, 8). Rastî jî çiqas ferz e em her cûre wedederbazkirina biterikînin, kîjanada tiştên usa hene, ku ber çevê Yehowa reş in! (Zeb. 97:10) w19.10 30 ¶12-14
Çarşem, 17 Sibatê
Çev bidine Xwedê, çawa zarêd hizkirî û xwe li hizkirinê bigirin (Efes. 5:1, 2).
Yehowa hizkirina xwe mera îzbat kir bi vê yekê, ku Kurê xwe kire qurban bona me (Yûhn. 3:16). Ça em dikarin çev bidine hizkirina Yehowa? Em gerekê hemû xûşk-birên xwe qîmet kin û hiz bikin, û usa jî çaxê “peza undabûyî” vedigere bal Yehowa, bi dil û can şa bin û wî qebûl kin (Zeb. 119:176; Lûqa 15:7, 10). Em hizkirina xwe hindava xûşk-bira, bi vê yekê îzbat dikin, ku wedê tengasiya kêleka wan in û alî wan dikin (1 Yûhn. 3:17). Îsa temî da şagirtên xwe, wekî mîna wî hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:34, 35). Ew temiya Îsa teze ye, çimkî dewa dike ku hizkirineke usa bidine kifşê, kîjan ku Qanûna Mûsada nedihate dewakirinê. Em gerekê xûşk-bira usa hiz bikin, ça Îsa em hiz kirine. Em gerekê wana ji xwe zêdetir hiz bikin. Gerekê em usa qayîm wana hiz bikin, wekî hazir bin bona wana emirê xwe jî bidin, çawa Îsa bona me da. w19.05 4 ¶11-13
Pêşem, 18 Sibatê
Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin, derî xin wê ber we vebe (Lûqa 11:9).
Seva em ji ruhê pîroz alîkariyê bistînin, em gerekê her gav bêarzî, dêmek bi xîret dua bikin (Lûqa 11:13). Mesela Îsa ji Lûqa 11:5-9 alî me dike, wekî fem kin ku çira Yehowa wê ruhê pîroz bide me. Meselêda mêrik dixwest mêvanê xwera qenciyê bike. Ewî dixwest mêvanê xwe têr ke, kîjan ku nîvê şevê hatibû, lê malda xwarin tune bû. Îsa got wekî cînarê wî nan da wî, çimkî ewî berdewam dikir ji wî hîvî ke. Lê bi vê yekê Îsa çi dixwest hîn kira? Ewî dixwest hîn kira ku hergê merivê gunekar hazir e alî cînarê xwe bike ji bo bêarziya wî, lê îlahî Bavê meyî ezmana ku qenc e, wê çiqas zêde alî wan bike, yên ku timê ruhê pîroz ji wî hîvî dikin! Lema jî em çaxê dua dikin dikarin dudilî nebin, ku Yehowa wê ese xwestina me bîne sêrî û ruhê pîroz bide me (Zeb. 10:17; 66:19). Em dikarin dudilî nebin, wekî Şeytan çi jî bike, yeke ew wê nikaribe me bişkêne. w19.11 13 ¶17-19
Înî, 19 Sibatê
De werin em . . . herine cîkî xewle û hinekî rihet bin (Marq. 6:31).
Îsa zanibû, wekî cara jêra û şandiyên wîra hêsabûn lazim e. Lê gelek merivên hingê û yên îro, mîna wî merivê dewletî ne, derheqa kîjanî Îsa metelokêda got. Ewî mêrikî xwera digot: “Rûnê bixwe, vexwe û şa be” (Lûqa 12:19; 2 Tîmt. 3:4). Dilê wî pêda ser rihetiyê û lezetê bû. Lê bona Îsa û şandiyên wî, rihetî û lezetê tu car ciyê pêşin nedigirtin. Îro, em çev didine Îsa vê yekêda, ku çaxê em hêsa dibin jî, em wî wedê xwe jî didine xebatê, bona şixulên ruhanî. Seva me xizmetî û civat usa ferz in, wekî em tu mecela destê xwe bernadin (Îbrn. 10:24, 25). Hela hê jî çaxê diçin cîkî hêsa bin, em wêderê jî diçin civatê, û her mecalê didine xebatê, seva şedetiyê bidine wan meriva, yên ku rastî me tên (2 Tîmt. 4:2). w19.12 7 ¶16-17
Şemî, 20 Sibatê
Kirina xwe bînine sêrî (2 Korn. 8:11).
Yehowa azayê dide me, wekî xwexa bijbêrin ça bijîn. Ew me hîn dike ku bizanibin ça safîkirinên ku wî xweş tên, bînin sêrî (Zeb. 119:173). Çiqas zêde em bîlaniya ji Xebera Xwedê didine xebatê, haqas zêde em safîkirinên baş dikin (Îbrn. 5:14). Hergê jî me safîkirineke bîlanî kiriye, yeke diqewime mera çetin e vê yekê heta xilaziyê bînin sêrî. Dîna xwe bidine wan mesela: Birakî cahil xwera safî kiriye, wekî bi temamî Kitêba Pîroz bixûne. Ew çend heftiya vê yekêda rind pêşda diçe, lê paşê disekine. Xûşk safî dike, wekî bibe pêşeng, lê paş dixe. Komeke rûspiya tevayî safî kirin, wekî civata xweda hê zêde serlêdana şivantiyê bikin, lê meh derbaz bûn wana hê destpênekir vê yekê bînin sêrî. Ew her sê derece cûre-cûre ne, lê tiştekîda mîna hev in. Wana safîkirina xwe heta xilaziyê neanîne sêrî. w19.11 26 ¶1-2
Led, 21 Sibatê
Tivdîra merivê xîret ese karê tîne (Metlk. 21:5).
Îsa wedê me beramberî “rojêd Nuh” kir, û em jî bêşik “rojêd axiriyêda zemanêd” xirabda dijîn (Met. 24:37; 2 Tîmt. 3:1). Ji bo vê yekê, hine jin-mêr safî dikin, wekî hê zarên wan tune bin, seva ku bikaribin hê zêde wede xizmetiyêda xerc kin. Jin-mêrên serwaxt çaxê safî dikin, ku zarên wan hebin yan na, û çiqas zarên wan hebin, xercên xwe didine “ber hesêb” (Lûqa 14:28, 29). Zarên kê hene ewana zanin, ku seva zara bînin û xwey kin, ne ku tenê pere hebe lazim e, lê usa jî wede û qewat. Lema gelek ferz e jin-mêr van pirsa şêwir kin: “Gelo gerekê em herdu jî bixebitin, seva tiştên sereke ku em hewce ne, bikirin? Em herdu jî hevra qayîl in vê yekêda, ku bi rastî em hewcê kîjan tiştên sereke ne? Hergê em herdu jî bixebitin, kê wê miqatî zara be? Kê wê hukum ke ser fikirandin û rabûn-rûniştina zara?” Jin-mêrên ku derheqa wan pirsa bi nermî şêwir dikin, ew şîreta ji rêza vê rojê hildidin hesab. w19.12 23-24 ¶6-7
Duşem, 22 Sibatê
Evana tenê ji aliyê bawermendêd cihûyada bona Padşatiya Xwedê tevî şixulê min in û bîna min bi wan derketiye (Kols. 4:11).
Pawlosê şandî gelek car ber derê mirinê bû (2 Korn. 11:23-28). Ew usa jî diçerçirî ji bo “stirûyekî, DT” bedena xweda, çi ku dibeke nexweşîk bû (2 Korn. 12:7). Û ew usa jî dilşkestî bû ji bo Dîmas, yê ku wedekî hevalxizmetkarê wî bû, lê wî hîşt, çimkî “dinya hiz kir” (2 Tîmt. 4:10). Pawlos yekî mêrxas bû, pê ruhê pîroz bijartî bû, û bi dil û can alî xûşk-bira dikir, lê ew jî cara dilteng dibû (Rom. 9:1, 2). Nava çetinayên xweda Pawlos berdilî û alîkarî distand. Lê çi cûreyî? Ya pêşin Yehowa pê ruhê xweyî pîroz wî qewî kir (2 Korn. 4:7; Fîlî. 4:13). Yehowa usa jî bi alîkariya xûşk-bira berdilî dida wî. Pawlos derheqa hine bira got, wekî bîna wî “bi wan derketiye” (Kols. 4:11). Pawlos besa kîjana kir, nava wanda Erîstarxo, Tixîko û Marqos bûn. Wana Pawlos qewî dikir û alî wî dikirin seva sebir ke. w20.01 8 ¶2-3
Sêşem, 23 Sibatê
Bira çevêd ruhê we vebin (Efes. 1:18).
Îsa usa jî got, wekî wî merivîra ku bijartî nîne, nikarî bi temamî şirovekî, ku yê bijartî çi texmîn dike çaxê “nû dibe”, dêmek “ji ruh” tê bûyînê (Yûhn. 3:3-8). Lê çawa cûrê fikirandina Mesîhiyên bijartî tê guhastinê? Pêşiya ku Yehowa ew Mesîhî bijbartana, ewana hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê bûn. Ewana bi dil û can hîviya wî wedeyî bûn, çaxê Yehowa hemû cûre xirabî bide hildanê û erdê bike cinet. Diqewime ewana usa jî didane ber çevê xwe, ku wê çawa rastî neferên xwe yan jî hevalên xwe bên, yên ku ji mirinê rabin. Lê çaxê ewana pê ruhê pîroz hatine kifşkirinê, ewana îda cûrekî mayîn destpêkirin bifikirin. Çi cûreyî? Ewana nefikirîn, wekî jîyîna ser erdê îda haqas baş nîne, wana ne jî ji bo strêsê yan jî kul-derda fikirandina xwe guhastin. Ewana ne jî difikirin, wekî jîyîna heta-hetayê ser erdê wê xweş nîbe. Dewsê, Yehowa pê ruhê xweyî pîroz, cûrê fikirandina wan û hêviya wan ku ewana qîmet dikin, diguhêze. w20.01 22 ¶9-11
Çarşem, 24 Sibatê
Her merivek bira gura wan hukumetiyada be, ku ser wîra ne (Rom. 13:1).
Li gora Qanûna Mûsa, mêrên kifşkirî, ne tenê ew problêm safî dikirin, kîjan ku hebandina Yehowava girêdayî bûn, lê usa jî şixulên krîmînal û qaçaxtiyê. Lê bin “qanûna Mesîhda”, rûspî tenê wan problêma safî dikin, kîjan ku hebandina Yehowava girêdayî ne (Galt. 6:2). Ewana fem dikin ku tiştên krîmînal cabdariya serwêrên dewletê ye, kîjanara Xwedê hukum daye. Dêmek hukumê wan heye, mesele, cirmê bidine ser wî merivî ku qanûnê diteribîne, yan jî wî bikine kelê (Rom. 13:2-4). Lê rûspî cabdar in çi bikin, çaxê civatêda kesekî gunekî giran kiriye? Ewana ser hîmê Kitêba Pîroz her tiştî lêkolîn dikin û paşê safîkirina dikin. Ewana bîr nakin, ku hizkirin ew heye hîmê qanûna Mesîh. Lema jî hizkirin rûspiya hêlan dike, ku bifikirin û wan tişta hildin hesab: Çi gerekê bê kirinê, seva civatêda alî her kesî bikin, hindava kîjanada xirabî hatiye kirinê? Lê hindava wî kesî yê ku gunê giran kiriye, hizkirin rûspiya hêlan dike têderxin: Hela ew gunê xwe tîne rûyê xwe yan na? Em dikarin alî wî bikin, ku ew ruhanîda qenc be? w19.05 7 ¶23-24
Pêşem, 25 Sibatê
Bi destê Bavê ez sax im (Yûhn. 6:57).
Îsa fem dikir, ku Bavê wî Kaniya jîyîna wî ye, ça ewî giliyên rêza îroda got. Îsa bi temamî îtbariya xwe Bavê xwe dianî, û Yehowa bona hewcên wî timê xem dikir. Lê ya lape ferz ew e, ku Yehowa bona hewcên wîye ruhanî xem dikir (Met. 4:4). Yehowa usa jî bona ruhaniya me xem dike. Ewî bi saya Xebera xwe eyan kir rastiya derheqa xwe, nêta xwe, û usa jî eyan kir, ku ewî çira em efirandine û axiriyêda wê çi biqewime. Xêncî vê yekê, ewî bi dê-bavê me yan jî merivên din alî me kir, wekî em derheqa wî pêbihesin. Xwedê bi saya rûspiyên civatê û xûşk-birên ruhanîda gihîştî, alî me dike, wekî em dostiya xwe tevî wî unda nekin. Yehowa usa jî me bi saya civata şîret dike, kîderê ku em tevî malbeta xweye ruhanî, hîn dibin. Bi wî cûreyî û dîsa bi cûrên din, Yehowa me her kesîra hizkirina xwe dide kifşê (Zeb. 32:8). w20.02 3 ¶8; 5 ¶13
Înî, 26 Sibatê
Hindava hevda ser nêta edilayiyê û bawerî avakirinê bin (Rom. 14:19).
Hergê em hevsûdiyê kesekî bikin yan jî kesek hevsûdiyê me bike, edilayî wê orta meda tune be. Lê em çi dikarin bikin, seva nebine menî, wekî nav xûşk-birada hevsûdî pêşda bê, û em ça dikarin edilayê xwey kin? Em gerekê bîr nekin, ku nihêrandina me û kirên me dikarin ser meriva gelek hukum bin. Ev dinya me hêlan dike, wekî em “kubar-babax” bin bona wan tiştên ku bal me hene (1 Yûhn. 2:16). Lê ew yek hevsûdiyê pêşda tîne. Lema jî hergê em her gav derheqa xwe xeber nedin, ku çi tiştên me hene yan jî em çi dixwazin bikirin, usa emê nebine menî ku hevsûdiyê me bikin. Usa jî emê nav merivada hevsûdiyê pêşda neynin, hergê xwe qure nekin bona cabdariyên xweye civatêda. Hergê em dîna meriva bikişînin ser cabdariyên xwe, usa em dikarin bibin menî ku nav wanda hevsûdî pêşda bê. Lê çaxê em bona wana xem dikin û kirên wanî baş dişêkirînin, em alî wan dikin, wekî razî bin çi jî cem wan heye. Wî cûreyî em civatêda yektiyê û edilayê xwey dikin. w20.02 18 ¶15-16
Şemî, 27 Sibatê
Efirandina dinyayêda hunurêd wiye nexuya, awa gotî qudreta wiye heta-hetayê û Xwedêtiya wî bi efirîna xuya dibin, zelal têne dîtinê (Rom. 1:20).
Tu dikarî Yehowa nas kî bi saya efirînên wî (Eyan. 4:11). Bifikirin ser bîlaniya Xwedê, ku ewî ça planêt û heywan çêkirine. Hê zêde pêbihese derheqa bedena xwe, ku ew ça ecêb hatiye çêkirinê (Zeb. 139:14). Û bifikire ser vê qewatê ku Yehowa kire nav tevê, kîjan ku steyrk e ji mîlîarda steyrka (Îşa. 40:26). Çaxê tu kûr bifikirî derheqa efirînên Yehowa, tê hê zêde wî hurmet kî. Lê seva heleqetiya te tevî Yehowa qewî be, bes nîne tenê bizanibî, wekî Yehowa bîlan e û qewat e. Hergê tu dixwazî wî qayîm hiz bikî, tu gerekê derheqa wî hê zêde bizanibî. Tu gerekê dudilî nebî, wekî Yehowa rastî te hiz dike. Bîr neke “heger tu li wî bigerî, ewê xwe bi te bide dîtin” (1 Dîr. 28:9). Yehowa tu kişandî cem xwe (Yêrem. 31:3). Çiqas hê zêde tu rind fem bikî, ku Yehowa çi bona te dike, haqas wê hizkirina te hindava wî hê zêde be. w20.03 4 ¶6-7
Led, 28 Sibatê
Em ji vî qulixê ku me . . . stand venakişin (2 Korn. 4:1).
Pawlosê şandî mesela baş hîşt xizmetiyêda, çimkî emirê wîda ew şixuleke lape ferz bû. Çaxê ew wedê rêwîtiya mîsyonêrtî Korintêda bû, perê wî hindik bû û ew gerekê ser çêkirina kona bixebitiya. Ew dixebitî seva ebûra xwe bike û bikaribe xizmet ke, wekî “bê heq” Korintiyara mizgîniyê bela ke (2 Korn. 11:7). Rast e Pawlosra lazim bû ku bixebite seva ebûra xwe bike, yeke ewî berdewam dikir xizmetiya xwe dayne ser ciyê pêşin, û her Şemî xizmet dikir. Lê çaxê dereca Pawlos hate guhastinê, ew îda dikaribû hê zêde xizmet kira. Ewî destpêkir “bi xîret temamiya wextê xwe da hînkirina xeberê û cihûyara şedetî dida ku Mesîh, Îsa ye” (Kar. Şand. 18:3-5; 2 Korn. 11:9). Paşê, çaxê Pawlos Romêda du sala mala xweda girtî bû, ewî şedetî wanra dida, yên ku teseliya wî dikirin û usa jî neme dinivîsîn (Kar. Şand. 28:16, 30, 31). Pawlos ne dihîşt, tu tişt hiş-aqilê wî ji xizmetiyê birevîne. w19.04 4 ¶9