KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • es22 rûp. 17-26
  • Sibat

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Sibat
  • Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
  • Binserî
  • Sêşem, 1 Sibatê
  • Çarşem, 2 Sibatê
  • Pêşem, 3 Sibatê
  • Înî, 4 Sibatê
  • Şemî, 5 Sibatê
  • Led, 6 Sibatê
  • Duşem, 7 Sibatê
  • Sêşem, 8 Sibatê
  • Çarşem, 9 Sibatê
  • Pêşem, 10 Sibatê
  • Înî, 11 Sibatê
  • Şemî, 12 Sibatê
  • Led, 13 Sibatê
  • Duşem, 14 Sibatê
  • Sêşem, 15 Sibatê
  • Çarşem, 16 Sibatê
  • Pêşem, 17 Sibatê
  • Înî, 18 Sibatê
  • Şemî, 19 Sibatê
  • Led, 20 Sibatê
  • Duşem, 21 Sibatê
  • Sêşem, 22 Sibatê
  • Çarşem, 23 Sibatê
  • Pêşem, 24 Sibatê
  • Înî, 25 Sibatê
  • Şemî, 26 Sibatê
  • Led, 27 Sibatê
  • Duşem, 28 Sibatê
Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin—2022
es22 rûp. 17-26

Sibat

Sêşem, 1 Sibatê

Bi milûktiyê hevalê xwe ser xwera bigire (Fîlî. 2:3).

Em jî dikarin çev bidine Yehowa vê yekêda, ku xûşk-bira fem kin. Bona vê yekê em gerekê wana rind nas kin. Çawa? Pêşiya û paşî civatê tevî wan xeber din, tevayî xizmet kin, û çaxê dikarin wana teglîfî mala xwe kin, ku tevayî nan bixwin. Hergê hûn usa bikin, hûnê pêbihesin, wekî ew xûşk ya ku bi texmîna we hevalhiz nîne, bi rastî şermoke ye, yan jî ew bira ku hûn difikirîn pey pera dikeve, bi rastî mêvanhiz û merd e, yan jî ew xûşk ya ku tevî zarên xwe dereng tê civatê, malda nefer miqabilî wê ne (Îb. 6:29). Hemikî em gerekê fesal bin, wekî “tevî şixulê xelqê” nebin (1 Tîmt. 5:13). Lê yeke wê baş be em xûşk-bira rind nas kin û haş ji derecên wan hebin, yên ku ser xeysetê wan hukum bûne. Usa emê diha rind wana fem bikin. Gava civatêda kesek we eciz dike, wî hê rind nas bikin, çimkî usa wera wê diha hêsa be wî fem kin û hindava wîda şewat bin. Rast e bona vê yekê wede lazim e, lê hergê hûn şîreta Kitêba Pîroz bînin sêrî, ku dilê xwe fire kin, hûnê çev bidine Yehowa, yê ku “hemû meriva” hiz dike (1 Tîmt. 2:3, 4; 2 Korn. 6:11-13). w20.04 16-17 ¶10-12

Çarşem, 2 Sibatê

Tu hizkirin ser wê hizkirinêra tune, ku yek emirê xwe ber dostêd xweva bide (Yûhn. 15:13).

Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh şagirtên xwera temî da wekî ewana hevdu hiz bikin. Ewî zanibû ku hizkirina fedakar wê alî wan bike, wekî ewana yektiya di nav xweda xwey kin û himberî nefreta dinyayê sebir bikin. Mesele, serhatiya civata Têsalonîkî bîne ber çevê xwe. Ji roja ku civat hatibû sazkirinê, xûşk-birên li Têsalonîkî rastî zêrandinê dihatin. Dîsa jî, ewana ji aliyê aminiyê û hizkirinêda kesên dinra bûne mesele (1 Têsalonîkî 1:3, 6, 7). Pawlosê şandî ew hêlan dikirin ku ji aliyê hizkirinêva “hê pêşda herin” (1 Têsalonîkî 4:9, 10). Bi saya hizkirinê, wana wê bikaribûya dilbînî bidana kesên dilteng û alîkarî bidana kesên sist (1 Têsalonîkî 5:14). Eşkere ye ku wana guh da rêberiya Pawlos, çimkî salek şûnda, ewî nema xwe ya dudada wanra usa got: “Hizkirina we hindava hevda zêde dibe” (2 Têsalonîkî 1:3-5). Belê, hizkirina orta wanda alî wan dikir ku ewana himberî zulm û zemeta sebir bikin. w21.03 22 ¶11

Pêşem, 3 Sibatê

Bi teyax lecmeydana pêşiya xweda birevin (Îbrn. 12:1).

Hergê em dixwazin xelata jîyîna heta-hetayê bistînin, em gerekê riya Mesîhîtîda birevin, dêmek ser riya jîyînê (Kar. Şand. 20:24; 1 Pet. 2:21). Lê Mîrê-cin û piştgirên wî dixwazin em rêke din bijbêrin, ewana dixwazin em tevî wan riya wanda birevin (1 Pet. 4:4). Ewana qerfê xwe vê rê dikin, ya ku me bijartiye, û dibêjin, wekî riya wan ji ya me çêtir e, çimkî azayê dide. Lê ew yek derew e (2 Pet. 2:19). Çiqas ferz e, wekî em riya rast bijbêrin! Mîrê-cina dixwaze, wekî her kes ji me “riya tengda”, ku “dibe berbi jiyînê”, reva xwe bide sekinandinê, û derbazî vê rê be, ser kîjanî heçî zef meriv diçin. Rast e ev rê dîna meriva dikişîne, çimkî hêsa ye vê rêra herin, lê ew “dibe berbi undabûnê” (Met. 7:13, 14). Seva em ser riya rast bimînin û nekevine ber bayê merivên vê dinyayê, em gerekê îtbariya xwe Yehowa bînin û guh bidine wî. w20.04 26 ¶1; 27 ¶5, 7

Înî, 4 Sibatê

Ez hîvî dikim, berî her tiştî . . . dua bikin, reca kin, lava kin . . . wekî em jiyîneke edil û seqirî derbaz kin, bi temamiya xwedênasiyê û maqûliyê (1 Tîmt. 2:1, 2).

Wan salên paşwextiyêda, Rûsya û piştgirên wê jî ketine “welatê xweşik” (Dan. 11:41). Çawa? Sala 2017-da, ev padşê bakurê şixulê cimeta Yehowa qedexe kir û hine xûşk-bira kire kelê. Ewî usa jî edebyetên me û Kitêba Pîroze “Welgerandina Dinya Teze”, qedexe kir. Xêncî vê yekê, ewî Rûsyayêda fîlîala me, Odên Civata û Odên Civatên Mezin ji me stand. Paşî vê yekê, sala 2018-da, Koma Rêberiyê elam kir, ku Rûsya û piştgirên wê, padşê bakurê ne. Rast e xizmetkarên Yehowa zef têne zêrandinê, lê ewana tu car miqabilî serwêra dernayên û ne jî tiştekî dikin seva serwêrtiyê biguhêzin. Dewsê ewana şîreta Kitêba Pîroz tînin sêrî û bona “hemû serwêra” dua dikin, îlahî gava serwêr safîkirinên usa dikin, ku dikarin ser azaya hebandina me hukum bin. w20.05 14 ¶9

Şemî, 5 Sibatê

Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe (1 Tîmt. 4:16).

Dê-bavno, wekî zarên we nava rastiyêda bimînin, gerekê heleqetiya wane şexsî tevî Yehowa hebe, û xwexa bawer bin, wekî hînkirinên Kitêba Pîroz rast in. Hergê hûn dixwazin zarên xwe derheqa Xwedê hîn kin, hûn gerekê lêkolînkirina Kitêba Pîrozda meseleke baş bin bona wan. Hûn gerekê wede kifş kin bona vê yekê, ku kûr bifikirin derheqa çi jî pêdihesin. Hingê hûnê bikaribin zarên xwe jî hîn kin ku usa bikin. Dê-bavno, çawa ku hûn wan meriva hîn dikin, tevî kê hînbûnê derbaz dikin, usa jî gerekê hûn zarên xwe hîn kin, wekî ewana hacetên seva hînbûnê bidine xebatê. Hergê hûn usa bikin, hûnê zarên xwe hîn kin, wekî Yehowa û usa jî xulamê amin, ji kîjanî xwarina ruhanî distînin, qîmet kin (Met. 24:45-47). Dê-bavno derheqa “nêt-meremêd Xwedêye kûr” zarên xwe hîn kin haqas, çiqas ewana dikarin fem kin. Usa hûnê alî wan bikin, ku baweriya wan qewî be (1 Korn. 2:10). w20.07 11 ¶10, 12-13

Led, 6 Sibatê

Merivê qelp, li ber çevê Xudan zivêr e, lê belê Ew hevalê sitqê dilê rast e (Metlk. 3:32).

Gelo îro çiqas merivên gunekar dostên Yehowa ne? Îro bi mîlyona meriv dostên wî ne û ji vê yekê şabûnê distînin. Ew meriv bûne dostên Xwedê, çimkî baweriya xwe qurbana Îsa anîne. Ser hîmê vê qurbanê, Yehowa ji hizkirinê mecal da me, seva em xwe tesmîlî wî kin û bêne nixumandinê. Çaxê em van gava davêjin, em dibine yek tevî bi mîlyona Mesîhiyên nixumandî, yên ku bextewar in ku dostên Kesê Himzor in! Lê em ça dikarin nîşan kin, ku dostiya tevî Xwedê qîmet dikin? Mîna Birahîm û Îbo, yên ku sed sala zêdetir Xwedêra amin man, em jî gerekê wîra amin bimînin, firqî tune vê dinyayêda emê çiqas wext jêra xizmet kin. Mîna Daniyêl, em gerekê dostiya xwe tevî Xwedê ji emirê xwe zêdetir qîmet kin (Dan. 6:7, 10, 16, 22). Pê alîkariya Yehowa, em dikarin her cêribandinekêda amin bimînin, seva dostiya xwe tevî wî unda nekin (Fîlî. 4:13). w20.05 27 ¶5-6

Duşem, 7 Sibatê

Dilekî yekpare bide min (Zeb. 86:11, ÎM).

Dawid Padşa jina mêrikekî dît, ya ku serê xwe dişûşt. Ewî derheqa vê qanûna Yehowa zanibû, ku gerekê “dilhavijîya kulfeta tu kesî” neke (Derk. 20:17). Lê ça tê kifşê, ewî çevê xwe ser wê hilneda û berdewam kir binihêre. Dilê wî parevebû, çimkî hin wî berbi vê kulfetê dikişand hin jî dixwest gura Yehowa bike. Rast e Dawid gelek Yehowa hiz dikir û ji wî xof dikir, lê ew kete heyra xwestina xwe. Vê derecêda xwestina wîye nerast ciyê pêşin girt, lema jî evî paşê gunên giran kir. Dawid navê Yehowa bêhurmet kir, û merivên neneheq û neferên xwera jî zirar anî (2 Sam. 11:1-5, 14-17; 12:7-12). Yehowa Dawid ceza kir û paşê ewî dîsa heleqetiya xwe tevî Yehowa baş kir (2 Sam. 12:13; Zeb. 51:2-4, 17). Ewî bîr nedikir, ku çaxê dilê wî parevebû, evê yekê çiqas kul-derd û axiriya xirab anî. Lê gelo Yehowa alî Dawid kir wekî dilê wî bi temamî tevî wî be? Belê, Xebera Xwedêda ser Dawid tê gotinê ku dilê wî “tevî Xwedayê wî Xudan yek bû” (1 Padş. 11:4; 15:3). w20.06 11 ¶12-13

Sêşem, 8 Sibatê

Min ew . . . bi girêdanên hizkirinê hilkişandin (Hos. 11:4).

Kitêba Pîroz hizkirina Yehowa beramberî togê dike. Lê ew çi cûreyî mîna togê ye? Dîna xwe bidine vê meselê: Bidine ber çevê xwe, wekî hûn berêda, ya ku pêlên wê rabûne, dixeniqin û kesek êlek davêje bal we. Bêşik, hûnê ji wî kesî gelek razî bin, çimkî hûnê bikaribin xwe ser avê xwey kin. Lê seva emirê xwe xilaz kin, tenê êlek bes nîne. Av gelek sar e, lema jî heta hûn negihîjine qeyika bona xilazkirinê, hûnê xilaz nebin. Lazim e kesek togê bavêje bal we û we bikişîne berbi qeyikê. Çawa ku vê rêza rojêda tê gotinê, Yehowa bi hizkirinê “hilkişandin” Îsraêliyên ku ji wî dûr ketibûn, îro jî Xwedê usa ne hindava wanda, yên ku ji wî dûr ketine, û problêm û xemên xweda dixeniqin. Yehowa dixwaze ewana bizanibin, ku ew wana gelek hiz dike, û dixwaze wana bikişînine cem xwe. Yehowa dikare bi saya we hizkirina xwe wanra nîşan ke. Gelek ferz e timê wana, yên ku xizmetiya xwe dane sekinandinê, bidine bawerkirinê, wekî Yehowa û usa jî em wana gelek hiz dikin. w20.06 27 ¶12-13

Çarşem, 9 Sibatê

Xwezî li wî merivî, ku cêribandinada teyax dike (Aqûb 1:12).

Paşî kuştina Steyfan, gelek şagirtên Îsa Mesîh ji Orşelîmê reviyan û “belayî topraxêd Cihûstanê û Sameryayê bûn”. Hine kes heta Kîprûs û Entakyayê çûn (Karên Şandiya 7:58–8:1; 11:19). Bîne ber çevê xwe ku halê wan çiqas zor bû! Dîsa jî, wana mizgîn li her dera bi xîret bela dikir, û li temamiya Împêratoriya Romê gelek civat hatin saz kirin (1 Petrûs 1:1). Lê çendek şûnda, ewana rastî tengasiyên diha giran hatin. Mesele, weke sala 50 ya D.M., Împêratorê Romê Klawdyos ferman dabû ku hemû Cihû ji Romê derkevin. Lema jî Cihû ku bûne Mesîhî mecbûr bûn malên xwe bihêlin û li ciyên din cîwar bin (Karên Şandiya 18:1-3). Nêzîkî sala 61 ya D.M., Pawlosê şandî nivîsî ku ew xûşk-bira li ber her kesî hatibûn bêhurmetkirin, wana dikirine kelê û talan dikirin (Îbranî 10:32-34). Xêncî vê yekê, hine Mesîhî kesîb bûn û nexweş diketin (Romayî 15:26; Fîlîpî 2:25-27). w21.02 26-27 ¶2-4

Pêşem, 10 Sibatê

Mîrêcin jorda ser weda hate avîtinê û ew ji hêrsê xwe dixwe, ku zane wê hindikî bimîne (Eyan. 12:12).

Hergê baweriya me qewî be, ne Şeytan ne jî piştgirên wî, wê nikaribin me ji riya rast derxin (2 Yûhn. 8, 9). Em gerekê ecêbmayî nemînin, ku em ber çevê wê dinê reş in (1 Yûhn. 3:13). Yûhennada tê gotinê, ku “temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhn. 5:19). Kutasiya wê dinyayê ber şêmîkê ye, lema jî hêrsa Şeytan diha qayîm dibe. Ew ne ku tenê telikên veşartî dide xebatê, mesele bênamûsî û derewên rabera, lê usa jî eşkere pey me dikeve û me dizêrîne. Şeytan zane ku wedê wî gelek hindik maye bona vê yekê, ku xizmetiya me bide sekinandinê û baweriya me sist ke. Lema em ecêbmayî namînin, ku hine welatada şixulê me yan bi temamî yan jî nîvîda qedexekirî ye. Lê yeke xûşk-birên me wan welatada ber vê yekê teyax dikin û amin dimînin. Ewana îzbat dikin, ku firqî tune çi jî Yê Xirab bike, yeke cimeta Xwedê dikare serkeve! w20.07 24 ¶12-13

Înî, 11 Sibatê

Pêşkêşa Xwedê jiyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa (Rom. 6:23).

Yehowa dixwest ku însan heta-hetayê cinetêda ser rûyê erdê bijîn. Lê belê, sed heyf ku Adem û Hewayê himberî Xwedê serî hilda, û seva vê yekê gune û mirin ketin dinyayê (Rom. 5:12). Gelo Yehowa safî kir ku çi bike? Wî derbêra got ku ewê însana çawa xilaz bike (Destp. 3:15). Yehowa soz da ku bi saya qurbanekê, ewê mecalê bide zarokên Adem û Hewayê ku ew ji gune û mirinê bifilitin. Bi saya qurbanê, kesên ku guh didin Xwedê dikarin jîyîna heta-hetayê bistînin (Yûhn. 3:16; 1 Korn. 15:21, 22). Ça tê kifşê, Yehowa wê bi destê Kurê xwe Îsa Mesîh, bi mîlyona kesa ne eynî demêda, lê dor bi dor ji mirinê rake. Gelo çima? Ji bo ku kaos çênebe! Yehowa her tiştî bi awayekî rêk û pêk dike, çimkî ew “ne Xwedayê tevliheviyê ye, lê yê aştiyê ye” (1 Korn. 14:33, ÎM). w20.08 14 ¶3; 15 ¶5

Şemî, 12 Sibatê

Haş ji xwe û hînkirina xwe hebe (1 Tîmt. 4:16).

Xwendekarên me gerekê fem bikin ku nêta hînbûna Kitêba Pîroz ev e ku ew bibin Şedên Yehowa. Gav bi gav, xwendekarekî dilpak dikare bona nixumandinê hazir bibe. Gava pêşin ev e ku xwendekar Yehowa nas bike, wî hiz bike û baweriya xwe wî bîne (Yûhn. 3:16; 17:3). Bi vî cûreyî, xwendekar wê hêdî-hêdî hê nêzîkî Yehowa û civatê bibe (Îbrn. 10:24, 25; Aqûb 4:8). Wede şûnda, ewê terka edetên xirab bide û gunên xwe tobe bike (Kar. Şand. 3:19). Çiqas baweriya wî qewî bibe, haqas ewê bixwaze kesên dinra rastiyê gilî ke (2 Korn. 4:13). Paşê, ewê jiyana xwe bide destê Yehowa û wê bê nixumandinê (1 Pet. 3:21; 4:2). Gava xwendekarek tê nixumandinê, her kes gelek şa dibe! Gava xwendekar hêdî-hêdî berbi vê nêtê diçe, payê wî bide û wî hêlan bike, wekî ew li ser riya rastiyê bimîne û pêşda here. w20.10 17-18 ¶12-13

Led, 13 Sibatê

Heger nig bêje: “Ez ne ji bedenê me, çimkî ez ne dest im”, gelo eva menî ye, ku ew ne ji bedenê ye? (1 Korn. 12:15)

Hergê tu xwe bi xûşk û birayên din beramber bikî, dibeke tu qîmeta xwe nebînî. Hine xûşk û bira belkî ji aliyê hînkirin, organîzekirin yan şivantiyêva pir jîr û zên in. Tu belkî difikirî ku feresetên te qasî feresetên wan baş nînin. Ev yek nîşan dike ku tu milûk î û sînorên xwe zanî (Fîlî. 2:3). Lê haş ji xwe hebe! Hergê tu her tim xwe tevî kesên bi feresetên mezin beramber bikî, tuyê mêrxasiya xwe unda bikî. Serda jî, ça Pawlos şandî gotibû, tuyê belkî bifikirî ku civatêda ciyê te tune. Li sedsala yekêda, hine şagirtên Îsa bi saya ruhê pîroz feresetên mexsûs distandin, lê feresetên wan ne wek hev bûn (1 Korn. 12:4-11). Dîsa jî her xizmetkarekî qîmet bû. Îro em fereseta bi keremetî nastînin, lê prînsîp dîsa jî eynî ye: Feresetên me ne wek hev in, lê çevê Yehowada, em gişk biqîmet in. w20.08 23 ¶13-15

Duşem, 14 Sibatê

Xudan tevî min e, ez natirsim (Zeb. 118:6).

Çaxê tu bona mêrxasiyê dua dikî, Yehowa wê caba duayên te bide, û ewê te tu cara tenê nehêle (Kar. Şand. 4:29, 31). Ewê her tim piştgiriya te bike. Lê ewî alî te kiriye ku tu serî bi tengasiyên xwera derxî û jiyana xwe biguhêzî? Gelo yê ku xizmetkarên xwe di bera Sorra derbaz kiribûn wê alî te neke ku tu bibî şagirtekî Îsa? (Derk. 14:13) Bira baweriya te mîna baweriya zebûrbêj qewî be, yê ku giliyên vê rojê gotibû. Yehowa dikare alî mizgînvanên teze jî bike wekî ewana mêrxas bin. Ev yek ji serhatiya xûşkeke bi navê Tomoyo eşkere ye. Cara pêşin ku ew çû mal bi mal, jinikekê derî vekir û usa kire qîrînî: “Ez naxwazim Şedên Yehowara xeber dim!”, û ber pozê wê derî girt. Tomoyoyê mêrxasiya xwe unda nekir, lê hevala xwera got: “Te bihîst? Pêşiya ku min tiştek got, ewê fem kir ku ez Şedê Yehowa me. Ez pir şa me!” Tomoyo niha pêşenga hertim e. w20.09 6 ¶13-14

Sêşem, 15 Sibatê

Asa, ya ku çevê Xwedayê xwe Xudanda qenc û rast e kir (2 Dîr. 14:2).

Asa cimetêra got wekî yê ku edilayî da wan, Yehowa ye (2 Dîr. 14:6, 7). Ew nedifikirî ku dema edilayê, dema rihetiyê ye, lema ewî dest bi avakirina bajar, sûr, birc û dergeha kir. Ewî cimeta Cihûdara usa got: “Hê welat li ber me ye”. Asa dixwest çi bigota? Meniya gotinên Asa Padşa ev e ku milet aza bû virda-wêda here û şixulê avakirinê berdewam bike, çimkî li derdora wan dijmin tune bû. Lema Asa cimetêra got ku bira ew vê dema aştiyê rind bi kar bînin. Usa jî, Asa Padşa ev dema aştiyê bi kar anî ku ordiya xwe hê qewî bike (2 Dîr. 14:8). Gelo ev yek tê hesabê ku baweriya wî sist bû? Na. Asa zanibû ku wek padşa, yek ji cabdariyên wî ev e ku miletê xwe ji bo tengasiya hazir bike. Asa Padşa zanibû ku dema aştiyê wê rojekê xilaz bibe, û bi rastî jî usa bû. w20.09 15 ¶4-5

Çarşem, 16 Sibatê

Ji nivîsarê derneyên (1 Korn. 4:6).

Dibeke bi nêteke baş, hine rûspiyên civatê bona xweykirina civatê qeyda daynin. Lê rola rûspiyên civatê gelek aliyava ji rola serên malbeta cude ye. Mesele, Yehowa rûspiyên civatê ça hekîm kifş kirine, û ew dixwaze ku ewana kesên ku gune dikin û tobe nakin, ji civatê derxin (1 Korintî 5:11-13). Aliyê dinva jî, Yehowa hukumê ku ewî daye serên malbeta, nedaye rûspiyên civatê. Mesele, îzina serê malbetê heye ku bona malbeta xwe qeyda dayne û ji malbeta xwe bixwaze ku ewana van qeyda bînin sêrî (Romayî 7:2). Mesele, îzina serê malbetê heye zarên xwera bêje, ku gerekê ewana êvarê siheta çenda vegerin malê. Heger zar guh nedin vê qeydê, bav dikare wana şîret ke (Efesî 6:1). Mêrê ku malbeta xwe hiz dike wê hilbet şêwira xwe tevî jina xwe bike pêşiya ku bona malbetê qeyda dayne, çimkî ewana her du jî “bedenek” in (Metta 19:6). w21.02 16-18 ¶10-13

Pêşem, 17 Sibatê

[Serwaxtî] ji kevirêd qîmet girantir e, her tiştê ku dilê te dikişînê weke wê nabin (Metlk. 3:15).

Rastiyên Kitêba Pîroz pir biqîmet in ji ber ku Yehowa wana tenê kesên milûkra eyan dike, “yên ku dilê wan ji bo jiyana herheyî hazir” e (Kar. Şand. 13:48, DT). Kesên usa tiştên ku “xulamê amin û serwaxt” derheqa Kitêba Pîrozda hîn dike, qebûl dikin (Met. 11:25; 24:45). Belê, meyê nikaribûya ev rastiyên biqîmet xwe bi xwe fem bikirana (Metlk. 3:13). Yehowa usa jî şixulekî ferz daye me. Ew dixwaze ku em rastiya derheqa wî û nêtên wî bigihînin însana (Met. 24:14). Mizgîna ku em bela dikin pir biqîmet e, çimkî bi saya vê mizgînê, meriv dikarin bikevin malbeta Yehowa, û jiyana heta-hetayê qazanc kin (1 Tîmt. 4:16). Lema, bira em heta ku ji destê me tê piştgiriya vî îşê herî ferz bikin! (1 Tîmt. 2:3, 4) Çi qedrekî mezin e ku em hevalkarên Xwedê ne! (1 Korn. 3:9) w20.09 26-27 ¶4-5

Înî, 18 Sibatê

Me xûşk-bira dîtin û hîvî ji me kirin, ku em . . . wir bimînin (Kar. Şand. 28:14).

Gava Pawlos diçû Romê, ewî çend cara bi destê xûşk û bira ji Yehowa alîkarî stand. Mesele, du hevalên Pawlos – Erîstarxo û Lûqa – tevî wî çûn Romê. Kitêba Pîroz nabêje ku Îsa soz dabû wan ku ewê sax û silamet bigihîjin Romê. Lema, gava ew rê ketin, wana jiyana xwe dikirine bin xofê. Dîsa jî, ew hazir bûn ku tevî Pawlos rêwîtiyê bikin. Ancax gava ew îda li gemiyê bûn, wana bihîst ku ewê jî sax bimînin. Gava ewana hatine li bajarê Saydayê, Yûlyo îzin da ku Pawlos “here cem dostêd xwe, wekî bona wî xem bikin” (Kar. Şand. 27:1-3). Paşê, li bajarê Potiyolê, Pawlos û hevalên wî “xûşk-bira dîtin”, yên ku hîvî ji wan kirin, ku heftîkê wir bimînin. Xûşk û birayên li van dera bona hewcedariyên Pawlos û hevalên wî xem dikirin, û bêşik Pawlos jî wanra besa serhatiyên xwe dikir û bi vî awayî dilê wan qewî dikir (Karên Şandiya 15:2, 3 jî binihêre). w20.11 15-16 ¶15-17

Şemî, 19 Sibatê

Hîndariya . . . xwedênasiyê kêrî her tiştî tê, sozê wê hin li vê dinê heye, hin jî li wê dinê (1 Tîmt. 4:8).

Dê-bavno, bi gotin û kirinên xwe nîşanî zarên xwe bikin ku hûn Yehowa gelek hiz dikin. Pêşkêşa here mezin, ya ku hûn dikarin bidin wana ev e, ku alî wan bikin wekî ewana Yehowa hiz bikin. Lema, wana hîn kin ku ew çawa dikarin hertim lêkolîna bikin, dua bikin, herin civîna û mizgînê bela bikin (1 Tîmt. 6:6). Usa jî, hilbet lazim e ku hûn aliyê hewcê fîzîkîda bona zarên xwe xem bikin (1 Tîmt. 5:8). Lê belê, bîr nekin ku mal û milk nikare jiyanê bide wan. Tenê dostiya tevî Yehowa alî wan bike ku ew axiriya vê sîstêma kevnda sax bimînin û derbazî dinya teze bin. Bona vê yekê dostiya tevî Yehowa gelek ferz e (Hezql. 7:19). Em pir şa ne ku gelek dê û bav bona malbetên xwe safîkirinên baş dikin. Ewana hertim tevayî Yehowara xizmet dikin. Gelek kesên ku di malbetên usada mezin dibin li ser vê rê dimînin û tu cara poşman nabin (Metlk. 10:22). w20.10 28-29 ¶10-11

Led, 20 Sibatê

Ew tişt li te neqewime! (Met. 16:22)

Petrûs merivekî jîr bû, lê ewî carina bêhemdê xwe xeber dida, lez diket tiştekî bike û bona vê yekê gelek şaşî dikir. Lê paşê ew poşman dibû û berxwe diket. Mesele, gava Îsa Mesîh şandiyên xwera got ku ewê bê kuştin, Petrûs wîra got giliyên ji rêza vê rojê (Met. 16:21-23). Hingê Îsa Mesîh nihêrandina Petrûs rast kir. Wexta ku elaletek hat ku Îsa bigire, Petrûs guhê xulamekî serekkahîn jêkir (Yûhn. 18:10, 11). Dîsa, Îsa Mesîh ew rast kir. Xêncî vê yekê, Petrûs pesnê xwe da ku heger her kes dudilî û sist be jî, ewê tu cara dudilî û sist nebe (Met. 26:33). Lê paşê, Petrûs kete ber bayê tirsê û xwebaweriya xwe unda kir, û sê cara Îsa înkar kir. Petrûs pir dilteng bû, “derkete derva û kele-kel giriya” (Met. 26:69-75). Bêşik ew berxwe diket, gelo Îsa wê bibaxşîne wî yan na. Petrûsê şandî seva diltengiyê xizmeta xwe neda sekinandinê. Paşî ku ewî şaşî kir, ew dîsa hat ser xwe, û vegeriya bal şandiyên din (Yûhn. 21:1-3; Kar. Şand. 1:15, 16). w20.12 20 ¶17-18

Duşem, 21 Sibatê

Usa jî mêrno bi femdariyê emirê xwe tevî jinêd xwe derbaz kin, çawa qisimê sist qedirê wan bigirin (1 Pet. 3:7).

Serê malbetê dikare milûktiya xwe gelek tiştada bide kifşê. Mesele, gerekê ew ji jin û zarên xwe bêqisûrtiyê dewa neke. Heger neferên malê tevî nihêrandinên wî qayîl nînin, wê dîsa jî baş be ku serê malbetê guh bide nihêrandinên wan. Usa jî, meriv çiqas bifikire ku îşê malê ne îşê mêra ye jî, mêrekî milûk hazir e ku şixulên malêda alîkariya jina xwe bike. Lê gelo ev yek carna çima hêsa nîne? Xûşkeke bi navê Rêyçêl usa dibêje: “Li mihala me, heger mêr alî jina xwe bike û firaqa bişo yan malê temiz ke, cînar û merivên wî wê bifikirin ku ew ne mêr e. Ewê bêjin ku ewî jina xwe daniye ser serê xwe”. Heger mihala teda nihêrandineke usa heye, bîr neke ku gava Îsa Mesîh nigên şagirtên xwe şûştin, merivên wêderê ev şixul hesab dikirin ça şixulê xulama. Bona malxêkî baş, tiştê herî ferz ne ev e ku merivên din wî ça “camêrekî mêrxas” bivînin, lê ku jin û zarên wî bextewar bin. w21.02 2 ¶3; 4 ¶11

Sêşem, 22 Sibatê

Serî ew e: ku ez tiştêd pişt xweva hiştî bîr bikim, xwe bavêjime yêd pêşiya xwe, dicedînim bigihîjime meremê xwe (Fîlî. 3:13, 14).

Bîranînên xweş kerema Yehowa ne; lê belê, jiyana me ya berê çiqas xweş bû jî, jiyana me ya dinya tezeda wê diha xweş be. Merivên din dikarin dilê me bêşînin, lê heger em wana efû bikin, emê bikaribin li ser riya xwe pêşda herin. Heger em xwe bi zêdeyî sûcdar bikin, ev yek dikare bibe sebeb ku em bi şabûnê Yehowara xizmet nekin. Lê em mîna Pawlosê şandî, gerekê bawer bikin ku Yehowa em efû kirine (1 Tîmt. 1:12-15). Jiyana heta-hetayê pêşiya me ye. Dinya tezeda, emê îda seva tiştên berê poşman nebin. Kitêba Pîroz usa dibêje ku tiştên berê wê neyên bîra me (Îşa. 65:17). Hinek ji me xizmeta Yehowada kal û pîr bûne, lê dinya tezeda, emê dîsa cahil bibin (Îb. 33:25). Lema, bira em herî zêde dîna xwe bidin, ne rojên berê, lê axiriya xweş ku hîviya me ye! w20.11 24 ¶4; 29 ¶18-19

Çarşem, 23 Sibatê

Min dîna xwe dayê, va elaleteke usa mezin . . . bi dengekî bilind dikirine gazî digotin: “Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye . . . û ji destê wî Berxî ye” (Eyan. 7:9, 10).

Wedê tengasiya mezin, Yehowa wê xizmetkarên xwe bi du cûrê mexsûs xilaz bike: Ya pêşin, gava padşên dinyayê wê Babîlona Mezin – dêmek împêriya rêlîgiya qelp û baweriyên qelp – qir bikin, Yehowa wê xizmetkarên xwe yên amin xilaz ke (Eyantî 17:16-18; 18:2, 4). Paşê, gava Xwedê hemû tiştên din ku para sîstêma Şeytan in, wedê şerê Harmegedonê qir ke, ewê hingê jî xizmetkarên xwe xilaz bike (Eyantî 16:14, 16). Heger em nêzîkî Yehowa bin, Şeytan wê nikaribe zirara herheyî bide me. Bi rastî, zirara herheyî wê bê serê wî! (Romayî 16:20) Lema jî hemû çekên Xwedê li xwe bike, û ji xwe neêxe! Nefikire ku tu dikarî şera ruhanîda tenê serkevî! Piştgiriya xûşk-bira bike, û guh bide rêberiya Yehowa. Bawer be ku heger tu usa bikî, Bavê teyî ezmanî wê qewatê bide te û te xwey bike! (Îşaya 41:10) w21.03 30 ¶16-17

Pêşem, 24 Sibatê

Qewata we wê yekêda ne, wekî dilê xweda rihetiyê xweyî kin û îtbarî bidine kifşê (Îşa. 30:15, DT).

Em çawa dikarin nîşan kin ku em îtbariya xwe Yehowa tînin? Gava em pey rêberiya wî diçin. Gelek serhatiyên Kitêba Pîroz nîşan dikin ku pir ferz e wekî meriv rihet bimîne û îtbariya xwe Yehowa bîne. Gava tu van serhatiya dixûnî, dîna xwe bidê ku çi alî xizmetkarên Xwedê dikir ku ew wedê zêrandinên giran dilrihet bimînin. Mesele, gava dîwana bilind ya Cihûya şandiyên Îsa Mesîhra got ku bira ew mizgînê bela nekin, ewana netirsiyan. Wana got: “Em gerekê gura Xwedê bikin, ne ku ya meriva” (Karên Şandiya 5:29). Paşî ku şandî dane ber qamçiya, ewana dîsa jî neketin panîkê. Gelo çima? Çimkî wana zanibû ku Yehowa tevî wan e û ji wan razî ye. Lema, wana belakirina mizgînê nedane sekinandinê (Karên Şandiya 5:40-42). Gava Cihûya dixwest Steyfan bikujin, ew usa dilrihet bû, ku “reng-rûyê wî mîna reng-rûyê milyaketa bû” (Karên Şandiya 6:12-15). Gelo çima? Çimkî Steyfan zanibû ku Yehowa wî qebûl dike. w21.01 4 ¶10-11

Înî, 25 Sibatê

Evana . . . çuxêd xwe pê xûna wî Berxî şûştine, çîl-qerqaş kirine (Eyan. 7:14).

Ev yek nîşan dike ku îsafa wan temiz e, û Yehowa wana ça kesên rast hesab dike (Îşaya 1:18). Bi saya sonda tesmîlbûyînê û nixumandinê, ewana bûne şagirtên Îsa Mesîh. Ewana baweriya xwe qurbana Îsa tînin, û heleqetiya wan tevî Yehowa qewî ye (Yûhenna 3:36; 1 Petrûs 3:21). Lema Xwedê ji wan razî ye, û ewana dikarin li ser erdê “şev û roj” wîra xizmet bikin (Eyantî 7:15). Ji ber ku ewana berî her tiştî li Padşatiya Xwedê digerin, ewana mizgînê bi xîret bela dikin. Îro, îşê belakirina mizgînê û hazirkirina şagirta herî zêde ji aliyê elaleta mezinva tê kirinê (Metta 6:33; 24:14; 28:19, 20). Paşî tengasiya mezin, Xwedê wê “konê xwe li ser wan vegire” û bona hewcên wan xem bike. Wî çaxî, pezên din wê pê çevê xwe ev sozê Yehowa bivînin: “[Xwedê] ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke” (Eyantî 21:3, 4). w21.01 16 ¶9-10

Şemî, 26 Sibatê

Ezê ji ruhê xwe ser hemû merivada bibarînim, kur û qîzêd weyê pêxembertiyê bikin (Kar. Şand. 2:17).

Em gelek şa ne ku em para malbeta Yehowa ne û em prînsîpa serîtiyê qebûl dikin, ya ku Yehowa daniye. Kitêba Pîroz nîşan dike ku Yehowa jina qîmet dike. Mesele, qirna yekêda, Yehowa ruhê pîroz ne tenê li ser mêra, lê li ser jina jî dirijand û qewat dida wan ku ewana keremeta bikin. Mesele, him jin him jî mêr bi cûre-cûre zimana xeber didan (Karên Şandiya 2:1-4, 15-18). Çawa jin usa jî mêr bi ruhê pîroz dihatin kifş kirin, wekî ewana bibin hempadşên Îsa Mesîh (Galatî 3:26-29). Him jin him mêr wê heta-hetayê cinetêda li ser erdê bijîn (Eyantî 7:9, 10, 13-15). Usa jî, şixulê belakirina mizgînê ne tenê mêrara, lê jinara jî hatiye dayînê (Metta 28:19, 20). Kitêba Karên Şandiya besa xûşkeke bi navê Priskîla dike, ya ku tevî mêrê xwe Ekîla alî merivekî xwendî bi navê Apolos kir, ku ew rastiyê diha zelal fem bike (Karên Şandiya 18:24-26). w21.02 14 ¶1; 15 ¶4

Led, 27 Sibatê

Miqatî xwe û temamiya wî kerê pêz bin . . . Şivantiyê civîna Xwedê bikin (Kar. Şand. 20:28).

Rûspîno, yek ji cabdariyên weye ferz ev e, ku hûn alî mizgînvana bikin wekî ewana bibin dersdarên cêribandî. Heger mizgînvanek şerm bike ku hînbûna Kitêba Pîroz ber te derbaz ke, bêje ku tu hînbûnê derbaz kî. Belê, hêlana rûspiya bona dersdara gelek kêrhatî ye (1 Têsalonîkî 5:11). Heger niha xwendekarekî me tune ye jî, em dikarin alî xwendekarên xûşk-bira bikin ku ewana ji aliyê ruhanîva pêşda herin. Wedê hînbûnê, em dikarin bi gotinên xwe piştgiriya dersdar bikin, lê gerekê em derbazkirina hînbûnê hilnedine destê xwe. Gava xwendekar tên civîna, em dikarin tevî wan hevaltiyê bikin û wanra bibin mesele. Wê baş be ku rûspiyên civatê bona hêlankirina xwendekara wext bivînin. Usa jî, wê baş be ku ewana dersdara hîn bikin û payê wan bidin. Rola me çiqas biçûk be jî, yeke em şabûnê divînin gava alî kesekî dikin wekî ew Bavê me Yehowa hiz bike û wîra xizmet bike. w21.03 13 ¶18-19

Duşem, 28 Sibatê

Sira Xudan bona xofkêşêd Wî ye (Zeb. 25:14).

Xortaniya xweda, Dawid yekî xîret bû û meriv îtbariya xwe wî dianîn. Mesele, ewî keriyê pezê bavê xwe diparast. Dawid Şawûl Padşara usa got: “Ezxulam, kengê min pezê bavê xwe diçêrand, gava şêr yan jî hirç dihat û pez ji kerî dibir, li pey diçûm, min lê dixist û berx ji devê wî derdixist” (1 Samûyêl 17:34, 35, ÎM). Dawid cabdariya xwe ku miqatî keriyê pêz be, ferz hesab dikir. Mîna Dawid, wê baş be ku birên cahil jî hemû cabdariyên ku wanra têne dayînê bi dil û can bînin sêrî. Gelo bona Dawid, tiştê herî ferz çi bû? Rast e ew yekî mêrxas bû û stranbêjekî hoste bû, lê bona wî tiştê herî ferz, dostiya tevî Yehowa bû. Birên cahil, tiştê herî ferz ku hûn dikarin bikin ew e, ku dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kin. w21.03 3 ¶4-5

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin