Adar
Sêşem, 1 Adarê
Xwezî li we, gava hûn . . . ber çevê meriya reş bin (Lûqa 6:22).
Em hilbet ji nefretê şabûnê nastînin. Lema, em çira dikarin bextewar bin gava me nefret dikin? Bona sê sebeba: Ya yekê, gava em sebir dikin, Xwedê ji me razî dibe (1 Petrûs 4:13, 14). Ya duda, baweriya me diha qewî dibe (1 Petrûs 1:7). Û ya sisiya, emê xelateke xweş bistînin – jiyîna hetayê! (Romayî 2:6, 7) Demeke kin paşî ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, gotinên wî hatin sêrî. Cihûya şandiyên Îsa Mesîh dane ber qamçiya û wanra gotin, wekî belakirina mizgînê bidine sekinandinê. Dîsa jî, şandiyên Îsa Mesîh şa dibûn, çimkî “bona navê Îsa hêjayî rezîlkirinê bûne” (Karên Şandiya 5:40-42). Wana Îsa Mesîh haqas hiz dikir ku ji dijmina neditirsiyan. Seva vê hizkirinê, wana belakirina mizgînê nedane sekinandinê. Îro jî gelek xûşk-bira wedê tengasiya bi aminî Yehowara xizmet dikin. Ewana zanin ku Yehowa cefê wan û hizkirina ku ewana bona navê wî nîşan dikin, bîr nake. w21.03 25 ¶18-19
Çarşem, 2 Adarê
Ewî herheyîtî kir dilê meriva (Waîz 3:11, ÎM).
Kesên bi ruh kifşkirî bi hêviya ezmanî nayên bûyînê. Tenê Xwedê dikare wan bijbêre û vê hêviyê bike dilê wan. Ewana derheqa hêviya xwe difikirin û dua dikin, û ewana hizreta xelata xwe ya ezmanî ne. Ewana nizanin ku bedena wan ya ruhanî wê çi cûreyî be (Fîlîpî 3:20, 21; 1 Yûhenna 3:2). Dîsa jî, ewana şa ne ku ewê bikevin Padşatiya ezmanî. Pezên din hîviya jiyana herheyî ya li ser erdê ne. Bi rastî xwestina jiyana herheyî ya li ser erdê di dilê hemû însanada heye. Pezên din şa ne ku ewê bikaribin temamiya erdê bikin cinet, xaniya ava bikin, baxa biçînin û zarên xwe bi siheta kamil mezin bikin (Îşaya 65:21-23). Mecala wan wê hebe ku çiya, daristan, berên dinyayê û tebiyetê lêkolîn bikin. Ji her tiştî zêdetir, ewana şa ne ku ewê bikaribin hê nêzîkî Yehowa bin. w21.01 18-19 ¶17-18
Pêşem, 3 Adarê
Mala Xwedê şewitandin û . . . hemû firaqên wêyî bi qîmet xirab kirin (2 Dîr. 36:19).
Çaxê Babîlonî erd zeft kirin û wêran kirin, cimetê derheqa erdê tenê ew yek dikaribû bigota: “Bû çolekî bê mirov û bê heywan, bi destê Kildaniyanva hate dayîn” (Yêrem. 32:43). Weke 200 sal paşî pêxembertiya Yowêl, Yehowa pê Yêremya derheqa vê zeftkirinê dîsa tiştek pêxembertî kir. Ewî got, ewana wê Îsraêliyên ku kirên xirab dikirin, hemû ciya bigerin, û wana bigirin. “A vay, ezê pir mesîvana bînim, Xudan dibêje û wê wan bigirin û ezê paşî wê pir nêçîrvana bînim û wê ji ser her çiyayî û ji ser her gir û ji . . . zinara nêçîra wan bikin. . . . Pêşiyê ezê fesadiyên wan û sûcên wan bi du qatî bidim”. Belê, ça bêjin ne okêanada ne jî mêşada, Îsraêliyên neamin nikaribûn xwe ji cezakirina Yehowa veşartana (Yêrem. 16:16, 18). w20.04 5 ¶12-13
Înî, 4 Adarê
Lût . . . nigêd xwe paşda davît (Destp. 19:16).
Dereca giranda Lût gerekê temiya Yehowa zû bianiya sêrî, lê ewî derengî dixist. Em dibeke Lût neheq kin, û wî ça yekî bêtalaş hesab kin, û bifikirin ku ew gura Xwedêda nîbû. Lê Yehowa terka Lût neda. “Bi rema Xudan” meleka destê Lût û neferên wî girtin, û ewana ji şeher derxistin (Destp. 19:15, 16). Menî hebûn ku çira Yehowa rema xwe hindava Lût da kifşê. Diqewime Lût ji cimeta wî şeherî ditirsiya, lema ew zû ji mala xwe dernediket. Lê dîsa xof hebûn. Diqewime Lût bihîstibû, wekî deşta nêzîkî wî cîyî, çelên qîrê hebûn, çimkî du padşa ketibûn nav qîrê (Destp. 14:8-12). Ça malxê malê û bav, Lût bona neferên xwe jî berxwe diket. Xêncî vê yekê, Lût yekî dewletî bû, û lema diqewime Sodomêda mala wî gelek baş bû (Destp. 13:5, 6). Hemikî ew menî Lût heq dernaxin, ku ewî gura Yehowa nekir. Rast e Lût şaşî kir, lê yeke Yehowa wî hesab kir merivekî “rast” (2 Pet. 2:7, 8). w20.04 18 ¶13-14
Şemî, 5 Adarê
Xortêd Teyê . . . mîna qiravîya berbangê (Zeb. 110:3).
Birê cahil, carna wext lazim e wekî kesên ku ji biçûktayê te nas dikirin, qebûl bikin ku tu îda mezin bûyî. Lê tu dikarî bawer bî ku Yehowa tenê bejn-bala te nanihêre. Ew zane ku tu yekî ça nî û dikarî çi bikî (1 Samûyêl 16:7). Ya duda, dostiya xwe tevî Xwedê diha qewî bike. Dawid seva ku Yehowa diha nêzîk nas bike, dîna xwe dida çêkirina destên wî û kûr difikirî ku tebiyet derheqa Xwedê çi hîn dike (Zebûr 8:3, 4; 139:14; Romayî 1:20). Ya sisiya, xwe bispêre Yehowa. Mesele, dibek hine hevaldersxanên te qerfên xwe te dikin, çimkî tu Şedê Yehowa yî. Heger usa ye, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Usa jî, şîretên ji Kitêba Pîroz, ji edebyet û vîdêoyên me bide xebatê. Her gav çaxê tu divînî ku Yehowa çawa alî te dike, baweriya te diha qewî dibe. Serda, gava kesên din divînin ku tu xwe dispêrî Yehowa, ewê îtbariya xwe te bînin. w21.03 4 ¶7
Led, 6 Adarê
Duayê rasta li ber dilê [Yehowada] şîrin e (Metlk. 15:8).
Dîsa heye pêşkêşeke qîmet ku nayê dîtin, ew heye dua. Hevalên nêzîk hiz dikin derheqa fikir û hestên xwe tevî hev xeber din. Derheqa dostiya tevî Yehowa jî em dikarin usa bêjin. Yehowa pê Kitêba Pîroz mera xeber dide, û vê kitêbêda Ew fikir û hestên xwe mera eyan dike. Lê em pê dua tevî wî xeber didin û dikarin jêra fikirên xwe gilî kin û dilê xwe vekin. Ça Dostê hizkirî, Yehowa ne tenê duayên me dibihê, lê usa jî caba duayên me dide. Cara ew zû cabê dide, lê cara mera lazim e hê zêde dua bikin heta cabê bistînin. Çi jî hebe, yeke em gerekê dudilî nebin, wekî emê caba duayên xwe hin ese wededa bistînin, hin jî usa ku bona me wê lape baş be. Lê cara Xwedê usa caba me nade, ça em hîviyê ne. Mesele, dewsa ku me ji cêribandinekê xilaz ke, ew bîlaniyê û qewatê dide me, seva em bikaribin “teyax kin” (1 Korn. 10:13). Ça em dikarin nîşan kin, wekî em razî ne bona pêşkêşa gelek qîmet, dêmek dua? Emê vê yekê bidine kifşê, hergê şîreta Yehowa qebûl kin, ku “her gav dua bikin” (1 Têsln. 5:17). w20.05 27-28 ¶7-8
Duşem, 7 Adarê
Kî ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be (Met. 24:13).
Yên ku lecmeydanêda direvin, hiş-aqilê xwe didine ser riya ku pêşiya wan e, seva nekevin. Hergê jî ewana dikevin, dîsa radibin û berdewam dikin direvin. Ewana dîna xwe nadine vê yekê ku çi bû menî wekî ewana ketin, lê hiş-aqilê xwe didin ser xeza fînîşê û xelatê ku dixwazin bistînin. Lecmeydana meda jî em dikarin gelek car bilikumin çaxê xeberdan yan kirên xweda şaşiya dikin. Yan jî xûşk-birên me ku tevî me direvin, dikarin şaşiyên usa bikin ku dilê me bêşînin. Çaxê tiştên usa diqewimin, em gerekê ecêbmayî nemînin, çimkî em gişk jî gunekar in, û em hemû jî riya tengra direvin. Lema jî bixwazin nexwazin cara emê “biniçînine” hev û gazinê me wê li hindava hevdu hebe (Kols. 3:13). Dewsa ku em hiş-aqilê xwe bidine ser vê yekê ku çi bû menî em likumîn, were em hiş-aqilê xwe bidine ser xelata pêşiya xwe. Hergê jî em bilikumin, were em dîsa rabin û reva xwe berdewam kin. Lê hergê em hêrs kevin, xeydê dilê xweda xwey kin, û nexwazin rabin, emê xeza fînîşêra derbaz nebin û xelatê nestînin. Xêncî vê yekê, emê bibine kevirê likumandinê ber nigê xûşk-bira, yên ku riya jîyînêda tevî me direvin. w20.04 26 ¶1; 28 ¶8-9
Sêşem, 8 Adarê
Ev padşatî . . . wê ewan hemû padşatiya hûrdexweşî ke û kuta ke (Dan. 2:44, DT).
Daniyêl derheqa wan serwêrtiya pêxembertî kir, yên ku cûre-cûre wededa pey cimeta Xwedê diketin. Ewana bi sîmbolîk cûre-cûre parên heykelê bûn. Serwêrtiya paşin bi sîmbolîk nigên vî heykelî ne, ku ji hesin û heriya sor in. Ev nig bi sîmbolîk têne hesabê Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Ev pêxembertî nîşan dike, wekî ew wê hela hê serwêrtiyê bike, heta ku Padşatiya Xwedê qira hemû serwêrtiyên meriva bîne. Yûhennayê şandî jî derheqa serwêrtiyên dinyayê pêxembertî kir, yên ku pey cimeta Xwedê diketin. Pêxembertiya Yûhennada ew serwêrtî bi sîmbolîk cenewirê pê heft seriya ye. Serê hefta yê cenewir tê hesabê Anglo-Amêrîka Împêriya Hemdinyayê. Eva înformasiya ferz e, çimkî paşî vî serî, îda tu serê mayîn tune ye, ew yê xilaziyê ye. Û ev serê hefta hela hê wê serwêrtiyê bike, heta Mesîh û ordiyên wîyî ezmana ewî cenewirî bi temamî kuta kin (Eyan. 13:1, 2; 17:13, 14). w20.05 14 ¶11-12
Çarşem, 9 Adarê
Xwedê hizkirin e (1 Yûhn. 4:8).
Bi van gotina, Yûhenna rastîke hîmgirtî tîne bîra me: Xwedê him Çevkaniya jiyanê him jî Çevkaniya hizkirinê ye. Belê, Yehowa me hiz dike. Bi saya hizkirina wî, em xwe bêxof, bextewar û dilrihet texmîn dikin. Em şagirtên Îsa Mesîh ne, û em gerekê hizkirinê eyan bikin, çimkî eva temî ye (Metta 22:37-40). Femdarî ye li me zor nayê ku em guh bidin temiya pêşin, çimkî Yehowa bêqisûr e, qenc e û bona me xem dike. Lê belê, belkî carna li me zor tê ku em temiya duda pêk bînin. Gelo çima? Çimkî xûşk û birên me – yên ku merivên me yên herî nêzîk in – qisûrdar in. Car-cara, gotin û kirinên wan dikarin me eciz kin. Yehowa zanibû ku ev çetinayî wê hebe. Lema, ewî bi saya hine nivîskarên Kitêba Pîroz nîşanî me kiriye ku gerekê em çima û çawa hevdu hiz bikin. Yek ji van nivîskara, Yûhennayê şandî bû (1 Yûhenna 3:11, 12). w21.01 8 ¶1-2
Pêşem, 10 Adarê
Wekî Mîrêcin piştê li me neşkêne (2 Korn. 2:11).
Firqî tune em teze Yehowara xizmet dikin yan jî gelek sala, em gerekê timê pirsê bidine xwe: “Ez her tiştî dikim seva Şeytan dilê min pareveneke, yan na?” Mesele, hergê hûn têlêvîsyonêda yan întêrnêtêda şiklekî usa bivînin, ku xwestin û fikirên xirab dikare pêşda bîne, vê demê hûnê çi bikin? Dibeke hûn derbêra bifikirin, ne ev şikil yan jî fîlm pornografiya nîne. Lê dibeke Şeytan ev telik danye seva dilê we pareveke? Ewî şiklî dikarin beramberî bizmalê bikin, kîjanî ku meriv kênarê mezinda dikute, wekî bike du kera. Pêşiyê pê vî bizmalî serê kîjanî tûj e, qelşê dike kênar, paşê çaxê ew hê kûr dikeve kênar, lê dike du kera. Bi rastî şiklên usa ku xwestinên sêksûalî pêşda tînin, dikarin bibine mîna serê bizmala tûj. Alîkîva dikare bê kifşê, ku evana xof nînin û wê ziyanê neynin, lê bi rastî hêdî-hêdî ew tişt dikarin meriv bibine berbi gune û dilê wî parevekin. Lema jî nehêlin ku tu tiştê necayîz bikeve dilê we! Dilê xwe usa xwey kin, wekî ji navê Yehowa bitirse! w20.06 11-12 ¶14-15
Înî, 11 Adarê
Em . . . gerekê bikevine bin barê sista (Rom. 15:1).
Em gerekê timê xûşk-birên ku ji civatê dûr ketine, bişidînin û alî wan bikin. Ewana jî dibeke mîna kurê undabûyî meteloka Îsada, dilşkestî ne (Lûqa 15:17-24). Femdarî ye, ewana ruhanîda jî sist in, çimkî vê dinya Şeytanda bê Yehowa ne. Lema jî wanra alîkarî lazim e, wekî dîsa baweriya xwe hindava Yehowa qewî kin. Îsa meteloka derheqa peza undabûyîda gilî dike, ku şivan vê hildide hemêza xwe û dibe dike nav kerî. Şivan êpêce wede xerc kiriye û cefa kişandiye heta ku ew dîtiye. Lê paşê ew fem dike, ku gerekê evê pezê bive bike nav kerî, çimkî qewata wê tune ye ku xwexa vegere (Lûqa 15:4, 5). Mera jî dibeke êpêce wede û cefa lazim be, wekî alî yên sist bikin ku bikaribin vegerin cem Yehowa. Em dikarin bi saya ruhê Yehowayî pîroz, Xebera wî, û edebyetên ku em civatêda distînin, alî wan bikin ku dîsa ruhanîda qewî bin. Hergê rûspî wera bêjin, ku tevî filankesê hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin, bi dil û can vê cabdariyê qebûl kin. w20.06 28 ¶14-15
Şemî, 12 Adarê
Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtêd min in, heger hûn hevdu hiz bikin (Yûhn. 13:35).
Her kes ji me gerekê hizkirinê bide kifşê, çimkî ew yek Mesîhiyên rast eyan dike. Lê mera usa jî lazim e “zanebûn û serwaxtiya gihîştî” nav xweda zêde kin (Fîlî. 1:9). Hergê em usa nekin, emê “bi derewêd meriva ber bayê her hînkirinekê” kevin (Efes. 4:14). Çaxê qirna yekêda gelek şagirt îda pey Îsa nediçûn, Petrûsê şandî bi baweriyê got, ku “gotinêd jiyîna heta-hetayê” cem Îsa ne (Yûhn 6:67, 68). Rast e hingê Petrûs bi temamî fem nedikir, ku ew gotinên Îsa çi dihatine hesabê, lê yeke ew amin ma, çimkî ewî rastiya derheqa Îsa fem dikir. Hûn jî dikarin baweriya xwe hindava hînkirinên Kitêba Pîroz usa qewî kin. Hûn hergê usa bikin, çi jî biqewime yeke baweriya we wê qewî bimîne, û hûnê alî merivên din jî bikin, wekî ewana baweriya xwe bişidînin (2 Yûhn. 1, 2). w20.07 8 ¶2; 13 ¶18
Led, 13 Adarê
Zarokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hiz bikin, lê bi kira û rastiyê (1 Yûhn. 3:18).
Seva alî xûşk-bira bikin ku nava rastiyêda bimînin, em gerekê hindava wanda dilşewat bin (1 Yûhn. 3:10, 11, 16-17). Em gerekê hevdu hiz bikin ne tenê hingê çaxê hemû tişt baş e, lê usa jî çaxê problêm pêşda tên. Mesele, dibeke kesek merivê xweyî nêzîk unda kiriye, û hewcê berdiliyê ye û jêra tiştekîda alîkarî lazim e. Yan jî dibeke we bihîstiye, ku xûşk-bira ji bo xezebên tebiyetê zirar standine û wanra alîkarî lazim e, wekî Odên civatên wan, yan jî malên wan tezeda ava kin. Em hizkirin û dilşewatiyê hindava xûşk-bira ne tenê pê giliyên xwe nîşan dikin, lê îlahî pê kirên xwe. Çaxê em hizkirina xwe hindava hevda nîşan dikin, em çev didine Bavê xweyî ezmana (1 Yûhn. 4:7, 8). Cûrê lape ferz ku ça hizkirinê bidine kifşê ew e, ku hevdu bibaxşînin. Mesele, kesek dibeke wê dilê me bêşîne, lê paşê baxşandinê ji me bixwaze. Hizkirina me hindava wîda wê hingê bê kifşê, hergê em bibaxşînine wî û şaşiya wî bîr kin (Kols. 3:13). w20.07 24 ¶14-15
Duşem, 14 Adarê
Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin (Kar. Şand. 24:15).
Gelo her kes yê ku ji mirinê rabe, wê hînbûna şexsî bistîne, çawa ku em îro hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin? Gelo ew kesên nû wê bibin para civata û hînbûnê bistînin, wekî ew jî bikaribin kesên din hîn bikin? Em vê yekê nizanin, gerekê hîviyê bin ku bivînin. Lê belê, em sed selefî zanin ku dawiya Hukumdariya Hezarsalîda, dinya wê “bi zanîna Xudanva tijî bibe” (Îşa. 11:9). Belê, li wê demê emê him pir şixul bikin him jî pir şabûnê bistînin! Dema Hukumdariya Hezarsalîda, wê lazim be ku hemû xizmetkarên Yehowa xwe serrast bikin. Lema, ewê rind fem bikin ku ji bo kesên rakirî ne hêsa ye ku fikir û xwestinên nerast ji dilê xwe derxin û li gora qanûnên Xwedê bijîn (1 Pet. 3:8). Kesên rakirî wê bivînin ku xizmetkarên Yehowa milûk in û xîret dikin ku xwe rast bikin, wekî “xilaziya xwe pêk bînin”, û ewê jî bixwazin bêşik tevî wan Yehowa bihebînin (Fîlî. 2:12, ÎM). w20.08 16 ¶6-7
Sêşem, 15 Adarê
Bira her kes kirinêd xwe bide ser mêzînê . . . ne ku xwe himberî hevalê xwe ke (Galt. 6:4).
Hergê em li gora şîreta Pawlosê şandî xwe bicêribînin, emê belkî bibînin ku hine feresetên me jî hene. Mesele, rûspiyên civatê belkî gotarvanekî hoste nîne, lê ew belkî xizmetêda pir pêşdaçûyî ye. Yan jî, dibe ku ew nikare mîna rûspiyên din her tiştî rind organîze bike, lê ew belkî şivanekî pir dilgerm e, û lema xûşk û bira bi rihetî dikarin herin bal wî û ji wî şîretê bixwazin. Yan jî, ew belkî birayekî pir mêvanhiz e (Îbrn. 13:2, 16). Hergê em feresetên xwe rind bizanibin, emê diha baş fem bikin ku civatêda rola me çi ye, û emê çevnebariya xûşk û birayên din nekin, yên ku hunurên wan ji yên me cuda ne. Civatêda rola me çi be jî, wê baş be ku em xîret bikin ku xizmetêda pêşda herin û feresetên xwe zêde bikin. w20.08 24 ¶16-18
Çarşem, 16 Adarê
Min dîna xwe dayê, va elaleteke usa mezin, ku tu kesî nikaribû bijimarta (Eyan. 7:9).
Cozêf Rûtêrford gotareke mexsûs bi navê “Elaleta Mezin” xwend, sala 1935-da li ser civata mezin bajarê Waşîngtonêda (Amêrîka). Gotara xweda, birê Rûtêrford zelal kir ku “elaleta mezin”, ya ku Eyantî 7:9-da tê gotinê, derheqa kê ye. Heta wê demê, xûşk û bira difikirîn ku elaleta mezin jî wê here ezmana. Lê belê, ew difikirîn ku endemên vê komê mîna mesîhiyên bi ruh kifşkirî amin nînin. Birê Rûtêrford bi saya Nivîsarên Pîroz zelal kir ku elaleta mezin wê neçe ezmana, lê ewana pezên din yên Îsa Mesîh ne, yên ku wê wedê “tengasiya mezin” sax bimînin û heta-hetayê li ser erdê bijîn (Eyantî 7:14). Îsa Mesîh usa soz dabû: “Pezêd mine din jî hene, yêd ku ne vî axlîda ne. Gerekê ez wana jî bînim û ewê dengê min bibihên û bibine kerîk ber şivanekî” (Yûhenna 10:16). Ev “pezên din”, Şedên amin in, yên ku hîviya jiyana herheyî li ser erdê ne (Metta 25:31-33, 46). w21.01 14 ¶1-2
Pêşem, 17 Adarê
Bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin. Lê kî ku heta xilaziyê sebir ke ewê xilaz be (Met. 10:22).
Em hewceyî dîsîplînê ne seva em sebir bikin û îşê belakirina mizgînê xilaz bikin (Met. 28:19, 20). Dîsîplîn xwe bi xwe pêşda nayê, û gelek kes naxwazin zemetê bikişînin. Lê belê, hine îşên ferz bê zemet çênabin. Lema, mera alîkarî lazim e wekî em dîsîplîna xwe zêde bikin û xwe hîn bikin ku em îşên çetin jî bînin sêrî. Bi saya ruhê pîroz, Yehowa vê alîkariyê dide me (Galt. 5:22, 23). Pawlosê şandî ji aliyê dîsîplînêva meseleke baş bû. Dîsa jî, lazim bû ku ew ‘cefayê bide’ bedena xwe, wekî tiştên rast bike (1 Korn. 9:25-27). Ewî kesên din hêlan dikirin ku ew her tiştî “bi terbet, cî bi cî û maqûlî be”, dêmek bi dîsîplîn bikin (1 Korn. 14:40). Belê, ji bo ku em mizgînê bi dil û can bela bikin û di îşên dinda jî cabdariyên xwe yên ruhanî bînin sêrî, em hewceyî dîsîplînê ne (Kar. Şand. 2:46). w20.09 6-7 ¶15-17
Înî, 18 Adarê
Gerekê pêşiyê Mizgînî hemû miletara bê dayînê (Marq. 13:10).
Li gelek welata, em dikarin mizgînê aza bela bikin. Heger di welatê teda azaya baweriyê heye, ji xwe usa bipirse: “Gelo ez vê azayê çawa bi kar tînim?” Li van rojên axiriyê, teşkîleta Yehowa xebera xêrê li seranserê dinyayê bela dike. Ev îş bi rastî jî pir mezin e. Bona xizmetkarên Yehowa gelek mecal hene ku vî şixulîda alîkariyê bidin. Gelo tu çawa dikarî vê dema aştiyê bi bîlanî bidî xebatê? (2 Tîmt. 4:2) Gelo tu yan jî neferekî malbeta te dikare hê zêde xizmet bike yan jî bibe pêşeng? Niha wexta topkirina mal û milk nîne, çimkî emê nikaribin van tişta xwera bibin dinyaya teze (Metlk. 11:4; Met. 6:31-33; 1 Yûhn. 2:15-17). Îro, gelek mizgînvan ji bo belakirina mizgînê zimanekî nû hîn dibin. Teşkîleta Xwedê edebyeta bi zêdetirî 1 000 zimana hazir dike ku mizgîn bigihîje hemû meriva. w20.09 16 ¶9-11
Şemî, 19 Adarê
Tu bi wan şerê xweyî qenc bikî (1 Tîmt. 1:18).
Eskerê baş, yekî amin e. Ew hizkiriyên xwe û tiştên biqîmet bi aminî diparêze. Lema Pawlosê şandî Tîmotêyora got ku bira ew aminiya xwe zêde bike (1 Tîmt. 4:7). Heger em Xwedê ji dil hiz dikin, emê bixwazin xwe di rastiyêda qayîm bigirin (1 Tîmt. 4:8-10; 6:6). Ji bo ku eskerek her tim bona şerkirinê hazir be, wîra dîsîplîn lazim e. Tîmotêyo li himberî hukumê Mîrê-cina qewî disekinî, ji ber ku wî guh da şîreta Pawlos ku ji xwestinên nerast bireve, hunurên baş bi pêş bixe û xûşk-birara hevaltiyê bike (2 Tîmt. 2:22). Ji bo vê, Tîmotêyo hewceyî dîsîplînê bû. Mera jî dîsîplîn lazim e ku em miqabilî xwestinên bedenê ser kevin (Rom. 7:21-25). Xêncî vê, em hewceyî dîsîplînê ne ku em merivê kevin ji xwe bêxin û merivê nû li xwe bikin (Efes. 4:22, 24). Usa jî, gava em paşî rojeke çetin westiyayî ne, dibeke dîsîplîn lazim be ku em dîsa jî herin civînê (Îbrn. 10:24, 25). w20.09 28 ¶9-11
Led, 20 Adarê
Min qirar kir, qanûnêd te xwey kim, ji her-heyê heta xilazîyê (Zeb. 119:112).
Heta ku xwendekarên me hazir bin ku jiyana xwe bidin destê Yehowa û bêne nixumandinê, hilbet lazim e ku em sebir bikin. Dîsa jî, gerekê em zû yan dereng têderxin ka ew bi rastî dixwaze Yehowara xizmet bike yan na. Mesele, ji xwe usa bipirse: “Gelo xwendekarê min ji aliyê xweda tiştekî dike ku guh bide qanûnên Îsa Mesîh? Yan jêra tenê xeberdana min hewas e?” Xwendekar çawa pêşda diçe? Gelo ew dibêje ku ew Yehowa hiz dike? Gelo ew wîra dua dike? (Zeb. 116:1, 2) Gelo ew ji xwendina Kitêba Pîroz şabûnê distîne? (Zeb. 119:97) Gelo ew diçe hemû civîna? (Zeb. 22:22) Gelo ewî jiyana xwe guherandiye? Gelo ew malbet û hevalên xwera besa mizgînê dike? (Zeb. 9:1) Ya herî ferz, gelo ew dixwaze bibe Şedê Yehowa? (Zeb. 40:8) Heger xwendekar van aliyada qet pêşda naçe, bi nermî ji wî pêbihese ku menî çi ye, û paşê wîra bi qedir lê raste-rast derheqa vê problêmê xeber de. w20.10 18 ¶14-15
Duşem, 21 Adarê
Yê ku ez şandime tevî min e û wî ez tenê nehiştime, çimkî ez her gav kirinêd ku wî xweş tên, dikim (Yûhn. 8:29).
Bavê ezmanî yê Îsa Mesîh hertim safîkirinên baş dike, û dê û bavê wî yên ser erdê jî safîkirin bi bîlanî dikirin. Lê belê, gava Îsa mezin dibû, lazim bû ku ew îda xwexa hine safîkirina bike (Galt. 6:5). Çawa ku em xweyê azaya bijartinê ne, ew jî xweyê azaya bijartinê bû. Ewî dikaribû kara xwe tenê bigeriya, lê ewî herî zêde dîna xwe dida dostiya tevî Yehowa. Gava Îsa fem kir ku xwestina Yehowa hindava wîda çi ye, ewî safî kir ku vê qirara Xwedê bîne sêrî (Yûhn. 6:38). Îsa zanibû ku gelek kes wê wî nefret bikin, û ev yek tiştekî zor e. Dîsa jî, ew hazir bû xwe tesmîlî Yehowa bike. Gava Îsa di sala 29 D.M., hate nixumandinê, ewî qirar kir ku hertim li gora xwestina Yehowa bijî (Îbrn. 10:5-7). Wexta ku ew li ser stûnê hat mix kirin jî, ewî herî zêde dîna xwe da xwestina Bavê xwe (Yûhn. 19:30). w20.10 29 ¶12; 30 ¶15
Sêşem, 22 Adarê
Ezê tu car ji te neçim û tu car te bernadim (Îbrn. 13:5).
Gelo di civata teda xûşk yan birayên nexweş hene? Gelo problêmên wan yên din hene? Gelo ew xemgîn in ku wana hizkiriyekî xwe unda kiriye? Heger em bivînin ku xûşk yan birakîra alîkarî lazim e, em dikarin dua bikin ku Yehowa alî me bike ku em tiştekî baş bona wan bikin yan bêjin. Dibeke xûşk yan birê me bi saya gotin û kirinên me mêrxasiyê bistîne (1 Pet. 4:10). Em zanin ku Yehowa tevî me ye. Ew bi destê Îsa û meleka alî me dike. Usa jî, heger li gora qirara wî be, ew dikare bi destê kesên xweyîhukum jî alî me bike. Xêncî vê yekê, gelek ji me bi çevên xwe dîtiye ku Yehowa xizmetkarên xwe bi saya ruhê pîroz dide xebatê ku ew alî xûşk û bira bikin. Lema, wek Pawlos, em dikarin bi bawerî bêjin: “Xudan piştovanê min e û ez natirsim. Însanê çi li min bike?” (Îbrn. 13:6) w20.11 17 ¶19-20
Çarşem, 23 Adarê
Qewata we wê yekêda ne, wekî dilê xweda rihetiyê xweyî kin û îtbarî bidine kifşê (Îşa. 30:15, DT).
Li qirna yekê, Yehowa Xwedê eşkere dida kifşê ku piştgiriya şandiya dike. Mesele, ewî qewat da wan ku ewana keremeta bikin (Karên Şandiya 5:12-16; 6:8). Îro, Yehowa qewateke usa nade me. Dîsa jî, bi saya Xebera xwe, Yehowa bi dilovanî mera dibêje ku gava em bona rastiyê dikevine tengasiyê, ew ji me razî ye û ruhê wî li ser me ye (1 Petrûs 3:14; 4:14). Lema, ne lazim e ku em bi zêdeyî bifikirin ku heger zêrandina giran destpêbe, emê çi bikin. Wê baş be wekî em bifikirin ku em çawa dikarin baweriya xwe hindava Yehowa diha qewî kin, çimkî tenê Yehowa dikare alî me bike û me xilaz bike. Gerekê em baweriya xwe bi vê soza Îsa Mesîh bînin: “Ezê zar-ziman û serwaxtiyê bidime we, ku dijminêd weyê nikaribin li ber we xeber din yan bisekinin”. Belê, mera soz hatiye dayînê ku heger em sebir bikin, emê bêne xilazkirinê (Lûqa 21:12-19). Bi serda, heger em emirê xwe seva aminiya xwe unda bikin jî, Yehowa wê me tu cara bîr neke, û ewê me ji mirinê rake. w21.01 4 ¶12
Pêşem, 24 Adarê
Ez Xwedêda . . . guman im . . . ku hemû heq û neheqê ji mirinê rabin (Kar. Şand. 24:15).
Tenê Pawlos nîbû ku besa rabûna miriya dikir, Îbo jî besa rabûna miriya kiribû. Ew bawer bû ku Xwedê wê wî bîne bîra xwe û ji mirinê rake (Îb. 14:7-10, 12-15). Rabûna miriya pareke “hîmê” baweriya me ye (Îbrn. 6:1, 2). Li serê 15 ya 1 Korintî, Pawlos derheqa rabûna miriya nivîsî. Şagirtên li qirna yekê bêşik ji gotinên wî hêlan distand. Ev serî dikare qewatê bide me û hêviya me hê qewî bike. Rabûna Îsa Mesîh baweriya me hê qewî dike ku hizkiriyên me wê ji mirinê rabin. Rabûna Îsa para mizgînê bû, ya ku Pawlos Korintiyara elam dikir (1 Korn. 15:1, 2). Pawlos got ku heger kesek rabûna Îsa Mesîh bawer nake, baweriya wî pûç e (1 Korn. 15:17). w20.12 2 ¶2-4
Înî, 25 Adarê
Petrûs ew gotina Îsa anî bîra xwe ku wîra gotibû . . . derkete derva û kele-kel giriya (Met. 26:75).
Gelo çi alî Petrûsê şandî kir ku ruhanîda qenc be? Ya pêşin, Îsa dua kiribû ku baweriya Petrûs xilaz nebe. Eşkere ye ku Yehowa caba vê duayê Îsa da. Paşê, Îsa Petrûsra jî xuya bû. Nêta wî bêşik ev bû ku dilbîniyê bide wî (Lûqa 22:32; 24:33, 34; 1 Korn. 15:5). Îsa şandiyên xwera dîsa xuya bû, paşî şeva ku ewana qet mesî negirtibûn. Ewî mecal da Petrûs ku ew bêje wekî ew wî çiqas hiz dike. Belê, Îsa Mesîh dostê xweyî hêja efû kir, û cabdarîke ferz da destê wî (Yûhn. 21:15-17). Ev yek ku Îsa Mesîh çawa dil dida Petrûs nîşan dike ku Îsa yekî dilrem e. Usa jî, em zanin ku Îsa Mesîh bi temamî çev dida Bavê xwe. Lema, gava em şaşiya dikin, gerekê em nefikirin ku halê me bêçare ye. Bîr neke ku Mîrê-cin dixwaze ku em usa bifikirin. Lema, gerekê em bînin bîra xwe ku Yehowa me hiz dike û sînorên me zane. Ew hazir e ku bibaxşîne me, û gerekê em jî hazir bin ku bibaxşînin wan yên ku dilê me diêşînin (Zeb. 103:13, 14). w20.12 20-21 ¶17-19
Şemî, 26 Adarê
Wê . . . unda nebe gumana min (Zeb. 27:3).
Em dikarin ji serhatiyên kesên ku dilrihet nediman û îtbariya xwe Yehowa nedianîn, hine dersa bistînin. Wê baş be ku em van serhatiya lêkolîn bikin, wekî em wan şaşiya nekin. Mesele, di destpêka hukumdariya xweda Asa gava rastî çetinaya dihat, ewî îtbariya xwe Yehowa dianî. Lê paşê, dewsa ku alîkariya Xwedê bixwaze, ewî dixwest problêmên xwe bi mêtodên xwe safî bike (2 Dîrok 16:1-3, 12). Ev yek ku ewî alîkariya Sûriyayê xwest, dibeke wek planeke baş dihat kifşê. Lê belê, pir wext derbaz nebû ku Yehowa bi saya pêxemberekî, wîra usa got: “Madem ku te xwe sipart qiralê [padşê] Sûriyê û te xwe nesipart Xwedayê xwe Xudan, lema artêşa qiralê Sûriyê ji destê teva reviya û xilaz bû” (2 Dîrok 16:7). Ji vê serhatiyê, gelo em dikarin çi dersê bistînin? Dibe ku problêmeke me heye û lazim e ku em zû safîkirinê bikin. Di halekî usada, gerekê em bi zêdeyî xwebawer nebin û nefikirin ku em dikarin vê problêmê bêy rêberiya Xebera Xwedê safî bikin. Lê belê, heger em rihet bimînin û xwe bispêrin Yehowa, ewê alî me bike ku em safîkirineke rast bikin. w21.01 6 ¶13-15
Led, 27 Adarê
Ewê îdî . . . ne birçî bin (Eyan. 7:16).
Rojên meda, hine xizmetkarên Xwedê seva tengasiyên êkonomîk, tevliheviya polîtîkî û şer, birçî dimînin. Li hine welata, hine xûşk û birên me seva baweriya xwe ketine kelê. Lê belê, paşî wêrankirina vê sîstêma xirab, hemû xûşk û birên me wê hertim têr û tije xwarina fîzîkî û ruhanî bistînin. Wexta ku Yehowa wê sîstêma Şeytan kuta bike, ewê elaleta mezin ji ‘germaya’ hêrsa xwe biparêze. Paşî xilaziya tengasiya mezin, Îsa Mesîh wê wana berbi “ava jiyanê” bive (Eyan. 7:17). Hêviya elaleta mezin bi rastî jî hêvîke mexsûs e. De bidine hesabê xwe, bi mîlyarda li vê dinyayê însan jîtine û mirine, lê tenê elaleta mezin dikare tu car mirinê nevîne! (Yûhenna 11:26) Pezên din bona vê hêviya xweş ji Yehowa û Îsa Mesîh razî ne. w21.01 16-17 ¶11-12
Duşem, 28 Adarê
Xudan xwexa amin e, wê we bişidîne û . . . xwey ke (2 Têsln. 3:3).
Şeva paşin pêşiya mirina xwe, Îsa Mesîh li ser çetinayên ku wê rastî şagirtên wî bihatana, difikirî. Îsa dostên xwe hiz dikir, lema jî ewî ji Bavê xwe hîvî kir ku Ew wana “ji Yê Xirab xwey ke” (Yûhenna 17:14, 15). Îsa zanibû çaxê ew wê vegere ezmana, Şeytan wê pey xizmetkarên Yehowa keve. Lema jî şagirtên Îsa Mesîh hewceyî xweykirinê ne. Îro, em gelekî hewceyî parastinê ne, çimkî Şeytan ji ezmên hatiye avîtinê ser erdê û “ew ji hêrsê xwe dixwe” (Eyantî 12:12). Ew hine kesa dide bawerkirinê ku gava ewana pey me dikevin, ew tê hesabê ku ewana ‘Xwedêra qulix dikin’ (Yûhenna 16:2). Hine kesên ku Xwedê bawer nakin jî zulmê li me dikin, çimkî em ne mîna merivên vê dinyayê ne. Lê çi jî hebe, ne lazim e ku em bitirsin. Gelo çima? Caba vê pirsê rêza vê rojêda em dixûnin. w21.03 26 ¶1, 3
Sêşem, 29 Adarê
[Tu tişt nikare] hizkirina Xwedê ser me sar ke, ya ku bi destê Xudan Mesîh Îsa (Rom. 8:39).
Hemû kirinên Yehowa hizkirinêva girêdayî ne. Ji hizkirinê, Ew bona hemû hewcên me xem dike. Yehowa kurê xwe kire qurban. Îsa Mesîh jî me pir hiz dike, lema jî ewî emirê xwe bona me kire qurban (Yûhenna 3:16; 15:13). Belê, Yehowa û Îsa Mesîh kesên ku wanra amin in, hiz dikin, û tu tişt nikare wana ji vê hizkirinê veqetîne (Yûhenna 13:1; Romayî 8:35). Hema usa serê malbetê jî gerekê her tiştî ji hizkirinê bike. Gelo ev yek çima ferz e? Yûhennayê şandî usa dibêje: “Heger ewê birê xwe ku dibîne hiz nake, wê çawa bikaribe Xwedê hiz bike ku nabîne?” (1 Yûhenna 4:11, 20) Mîna Yehowa û Îsa Mesîh, ev mêrê ku malbeta xwe hiz dike, gerekê bona hewcên wane fîzîkî û ruhanî xem bike (1 Tîmotêyo 5:8). Gerekê ew zarên xwe hîn ke û şîret ke. Usa jî, gerekê ew hîn be safîkirinên usa bike, yên ku wê Yehowa rûmet kin, û malbeta wîra karê bînin. w21.02 5 ¶12-13
Çarşem, 30 Adarê
Tu barê xwe bide Xudan ewê hilgire dewsa te (Zeb. 55:22).
Bavê meyî dilovan rind zane ku tiştên xirab, yên ku hatibûn serê me, dikarin bibin sebeb ku em xwe nimiz hesab kin. Em belkî difikirin ku hunurên me yên baş tunene, lê belê Yehowa usa nafikire (1 Yûhn. 3:19, 20). Gava kesek xîret dike ku terka xeyseteke xirab bike, lê vî tiştî dîsa dike, ew dikare dilteng bibe. Hilbet normal e ku em xwe seva şaşiyên xwe sûcdar bikin (2 Korn. 7:10). Lê belê, gerekê em nefikirin ku em bêkêr in û ku Yehowa wê tu cara nebaxşîne me. Nihêrandineke usa ne rast e û dikare bibe sebeb ku em xizmeta xwe Yehowara bidine sekinandinê. Dewsa ku em xwe bi zêdeyî sûcdar bikin, gerekê em Yehowara dua bikin û ji wî baxşandinê bixwazin (Îşa. 1:18). Heger em ji dil tobe bikin, ewê bibaxşîne me. Usa jî, wê baş be ku em rûspiyên civatêra besa problêma xwe bikin. Ewê bi sebir alî me bikin ku em ji aliyê ruhanîva qenc bibin (Aqûb 5:14, 15). w20.12 23 ¶5-6
Pêşem, 31 Adarê
Pîra çawa diya xwe, kulfetêd cahil çawa xûşkêd xwe [hesab ke] (1 Tîmt. 5:2).
Îsa Mesîh qedrê jina digirt. Li qirna yekê, Fêrisiya jin nimiz hesab dikirin, lema jî wana nav merivada tevî jina xeber nedidan û derheqa Nivîsarên Pîroz tevî wan şêwir nedikirin. Îsa Mesîh mîna Fêrisiya nîbû. Ewî ne tenê tevî mêra, lê tevî jina jî derheqa tiştên ruhanî xeber dida (Lûqa 10:38, 39, 42). Usa jî, gava ewî mizgîn mal bi mal û gund bi gund bela dikir, ewî îzin dida ku jin jî tevî wî herin (Lûqa 8:1-3). Wexta ku Îsa Mesîh ji mirinê rabû, ewî hine jinara got ku bira ewana mizgîna rabûna wî bigihînin şandiya (Yûhenna 20:16-18). Pawlosê şandî Tîmotêyora got ku bira ew qedrê jina bigire. Pawlos zanibû ku dayîk û pîrika Tîmotêyo rastiya Nivîsarên Pîroz kirine dilê wî, û Pawlos jî ev yek zanibû (2 Tîmotêyo 1:5; 3:14, 15). Li nema Romayara, Pawlos bi nava hine xûşkara silav şandin. Xêncî vê yekê, ku ewî dîna xwe dida şixulên wan, ewî payê wan jî dida (Romayî 16:1-4, 6, 12; Fîlîpî 4:3). w21.02 15 ¶5-6